Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar(98)
Nîsan / 1 - 4 - 2017
www.pdk-s.com
Reqa
dê mîna Minbicê bê radestkirin Ehmed Kêtikî-Ruha
Peyvdarê Hêzên Sûrya Demokrat HSDê yê bi navê Telal Silo ragihand ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê çekdarên DAIŞê ewê wî bajarî di rêya encumeneke serbazî û sivîl radestî xelkê wê bikin. Ev gotinên derbarê radestkirina Reqayê ji aliyê gelek
serkirdeyên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û damûdezgehên ser bi wê ve hatin holê. Lê xelkê Rojavayê Kurdistanê û şirovekarên siyasî nerînên wan yên cuda derbrê vê meseleyê hene، û her kes û nerîna xwe bi awayekî tîne ziman. Îmad Omer ku xelkê
bajarê Reqayê bi xwe ye û niha li Tirkiyê dijî wiha derbarê vê mijarê de dibêje:"Em wek xelkê Reqayê dizanin bê PYDê bajar ji kê re rizgar dike، tekez wê careke din rejîma Esed vegere bajarê me، em wek Kurdên Reqayê dizanin kî niha digel DAIŞê de ye û piştî bê rizgarkirin dê ew kes bikevin nava
encumena serbazî û sivîl ya ku PYDê damezrîne، PYDê xwîna bi hezaran ji ciwanên me bê mifa rijandin wek çawa ku li deverên din jî radestkirin çê bû". Sena Xetîb wiha derbarê vê nijarê de got:" "Ji xelkê Kurd re diyar e Partiya Yekîtiya Demoqratîk ku bi PYDê tê naskirin çi
kar û kiryaran dikin ji berjewendiya dijminê gelê Kurd، dema ku çûne Minbicê û hin deverên ji me re diyar bû bê wê ji Ereban re rizgar bikin û bi sedan ji kencên me bi kuştin bidin piştre wê radestî wan bikin، niha jî dê li Reqayê heman sînaryo were dubarekirin û bila xelkê me hişyar be ji mijarê
re. Rejîma Esed di destpêka şoreşa Sûriyê deverên Kurdî radestî PYDê û çekdarên wê kir û niha PYDê vê meselê dubare dike û dê deveran rizgar bike û radestî rejîma Esed bike. "
www.pdk-s.com