Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar(99)
Nîsan / 15 - 4 - 2017
www.pdk-s.com
Bi nêzîkbûna şerê Reqa, li Rojavayê Kurdistanê tenê pîr û kal dimînin -Nazim Ehmed
Li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj hejmara Kurdan lê kêm dibe û li şûna wan Ereb û pêkhateyên din bi cih dibin، ew pêkhate ji deverên wek parêzgeha Heleb û Idlibê berê xwe didin deverên Kurdî، û ev yek metirsiyeke mezin li ser pêşeroja hebûna
Kurdan li Rojavayê Kurdistanê çê dike.Tê zanîn piştî ku rejîma Esed deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê radestî Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê kir، rewşa wan deveran ji gelek waran ve xerabû، û partiya navborî bi hêza çekê xwe li ser xelkê deverê sepand û bi dehan yasayên li dijî gelê Kurd der
kir û kiryarên xerab derheqê welatiyan pêk anî û ev yek bû sedemeke sereke ji derketin û koçkirina xelkê re. Ebdulah Erebo wiha derbarê vê mijarê de got"Ji ber kiryarên Partiya xwe bi darê zorê xwe kirye desthilat ciwan ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Herêma Kurdistanê، ew jî ji ber
leşkeriya neçar ya vê partiyê li ser xelkê verz kirye، niha tu di nava kolanan de bimeşe ji deh kal û pîran tê tenê yek ciwanî bibîne، ji ber ku rêjeya wan kêm bûye û yên mayî jî yan xwendevan in yan nikarin derkevin û li hêviya derfetekê ne".Şemsa Ibrahîm derbarê koçkirina xortên wan wiha
got"Me ne tenê xortên xwe derxistin، me keçên xwe jî li vir hiştin، baweriya Abûçiyan tine ye dikarin keçên me jîbibin şeran û di ber Ereban de jiyana xwe jidest bidin، niha tenê ez û zilamê xwe mane û dikarim bêjim bê bi giştî taxa em lê her mal wek mene، her kesê ku bidest wan dikeve
zarokên xwe ji Abûçiyan direvînin û yarast ev e ji ber ku şerê bêfêde dikin". Tê zanîn di dema dawî de Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê helmetên xwe yê girtina ciwanan li deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine da ku tevlî şerê bajarê Reqayê bibe. www.pdk-s.com