Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (128)
Tîrmeh / 1 - 7 - 2018
www.pdk-s.com
Welatiyên Amûdê.. Em ti carî xwe ji PYD re naçemînin Murad Osê- Qamişlo
Di roja 27 meha şeşan sala 2013an komkujiya Amûdê pêk hat, ku têde mîlîşyayên PYDê û asayişa ser bi ser ve, ku ew bixwe şaxê PKK ne li Sûryê, rastî xwepêşandana sivîl ya xelkê Amûdê hatin, û ew gulebarankirin
ku di encam de şeş welatiyên Kurd yên wî bajarî li ser destê wan çekdaran şehîd bûn. Mihemed Ehmed dibêje: Ew xwepêşandan sivîl bû, û xelkên Amûdê têde daxwaza azadkirina xortên kurd yên girtî li cem asayişa PYD
dikirin, lê di encama gullebaranê de 6 kes şehîd bûn ku 2 zarok jî di nav wan de hebûn, û hejmarek kes jî birîndar bûn, xwedê ji PYDê û apûçiyan re nehêle ku civaka me xera kirin û bi sedean ciwanên bi kuştin dane, ev
partî ji `dijminên Kurdan re kar dike û ti carî xizmeta gelê Kurdnake,komkujiya Amûdê di bîra me de ye û em ti carî şehîdên xwe jibîr nakin. Selam dibêje PYDê şûna rejîmê girtiye ji bo hemî çalakî û tevgerên
siyasî, rewşenbîrî, civakî û beşdarbûna kurdan di şoreşa Sûrî de pûç bike, û dixwaze li gorî siyaset û ecindeyên partiya xwe ya dayik PKK kurdan bixe nav hevalbendên rejîmê de,lê niha dê rejîm jî hemi deveran jê
bistîne, û tekez dê ew kesên ku komkujiya Amûdê pêk anîn bighêne cezayê xwe, û dê bajarê Amûdê striyek be di çavê dijminê gelê Kurd û partiya PYDê de û ti carî xelkê wê xwe ji vê partiyê re danaxin û naçemînin. www.pdk-s.com
2
Tîrmeh / 1 - 7 - 2018
Kurdistan-Hejmar (128)
www.pdk-s.com
Sê sal di ser komkujiya Kobanê re derbas dibe û hêj birîna xelkê wê germ e Ehmed Kêtikî- Stenbol Berya 3 salan, di 25ê Hezîranê de, xelkên bajarê Kobanê û Kurdên hemû aliyên cîhanê, li ser bihîstina nûçeya komkujiyeke mezin şiyar bûn. Di vê komkujiyê de, hejmareke gelek ji welatiyên sivîl ên bê sûc û guneh, li Kobanê û gundewarên wê, bûne qurbanî, ku bi sedan jin, mêr, zarok û pîr û kal, li ser destê çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin, weke ku hate ragihandin û şahidhalan behsa vê bûyera giran kir. Roja 25ê Hezîaran 2015an, li Kobanî û gundewarê wê, komkujiyek, li ser destê çekdarên DAIŞê, hate encamdan. Di vê komkujiyê de, 264 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, ku di nav wan de, 37 zarok jî 28 kur û 9 keç û herwiha 77 jin, ji wan jî 3 jinên ducanî hebûn. Tevaya qurbaniyên wê komkujiyê, ji 37 malbatan bûn. Malbatên ku di komkujiyê de dayik û bavên wan, jiyana xwe ji dest dan, 18 malbat bûn.Herwiha 93 zarok di komkujiya Kobanê de bê dayik û bav man.Di encama wê komkujiyê de, ku DAIŞê pêk anî, 276 kes jî birîndar bûn. Çekdarên DAIŞê piştî rizgarkirina Kobanê, xwe vedizîn û di çend rêyên cuda re, derbasî gundên herêma Kobanê ya Rojavayê Kobaniyê bibûûn, bi mebesta encamdana wê komkujiyê. şaneyên veşartî yên DAIŞê, li nav Kobaniyê û derveyî wê, demjimêr 4ê berbangê, ji 3 aliyan ve, ji başûr, bakur û rojavayê Kobaniyê ve, dest bi êrîşê kir. Di wê bûyerê, nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, beşek bi lêdanên ezmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî. Hinek jî bi dîl hatin girtin. Derbarê vê mijarê rojnameya Kurdistan xwest nerîna welatiyên
wî bajarî li ser Komkujiyê werbigre.Welat Ehmed ku bi xwe xelkê wî bajarî ye wiha derbarê bûyerê de dibêje: Nizanim çima komkujiyên me zû têne jibîrkirin û kes lê napirse, mixabin xelkê Kobanî ji kîs xwe çûn, em daxwazê ji ew kesê ku xwe kiriye desthilatdar û “parêzvanê welat” ku komîteyeke lêpirsînê derbarê komkujiyê de pêk werîne da ku em dijminan ji nava xwe derxînin, li gor tê gotin destê endamên
çekdar yên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê di nava vê meseleyê de hebû, lewma wan rê ji wan çekdaran re vekir ku hiştin derbasî nava bajar bibin û ev komkujiya ku bi sedê salan nayê jibîr kirin pêk hat, mixabin xwîna me Kurdan li cem Kurdan bi xwe erzan, û em hevdû difroşin beramber bicihkirina siyaseteke gemar. Divê piştî sê salan ji komkujiyê lêpirsîn were kirin û kesên destê wan di nav de heye bêne
dadgehkirin.Herwiha Mihemed Omer wiha derbarê vê yekê de got: Dema aliyek yan hêzeke ne bi qasî parastina deverekê yan bajarekî be xwe nake desthilat û hukmê li xelkê nake, Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ew partî ye ku bi dare zorê desthilatdariya xelkê me dike û ew bi xwe nikare parastina xwe bike wê gelo çawa parastina devera me bike. Rast e DAIŞê komkujiya Kobanê pêk anî, lê li cem destê
partiya navborî têde heye ji ber ku kemûkurî kirye anku kêmasî kiriye, gelo kanî ew dîlên digot min ew di şeva komkujiyê de girtine, çima li pêşiya çavê xelkê dadgeh nake û çima mijarê bi zelalî ji xelkê Kobana birîndar re eşkere nake, heger tiştek nebe çima bi wêrekî behsa mijarê nake, îro roj bi hezaran zarokên me bê dê û bav man û bav bê jin û kur û zarok maye û bi hezaran êş û çîrokên dilêş hene ku hestê
mirovahiyê tev radike û dilê bi milyonan Kurdan dişewtîne, heger nexema PYDê ye û kula wê xelk şehîd bikevin, ême xema me ye û em naxwazin Kurdên bibine qurbanî. Serdar wiha dibêje: Bê guman komkujiya Kobanê bê hemba ye û di nava Kurdan de wek wê çê nebûye, lê ne kêmî ya Şengalê ye, lê nayê vê wateyê ku ew wê jibîr bikin û ti carî wê bibîr neynin, divê li ser asta cîhanî jî kar ji bo wê yekê bikin ku vê komkujiyê bi jenosîd bidine naskirin ji ber ku divê xelkê wê werin qerbokirin.PYDê komkujiya Til Xezal kir û behsa wê komkujiyê nake ku derheqê xelkê sivîl de pêk anî, divê tevahiya tometbarab werin dadgehkirin û ti kes ji sizayê neyê rizgarkirin, Kobanê ne bi tenê ye û dilê xelkê xwe de ye û divê rêz li qurbaniya vî bajarî were girtin. Kerîm jî wiha dibêj: Di seranserî dîrokê de gelek komkujî li dijî gelan û bi taybet li dijî gelê Kurd pêk hatine. Eger em li dîrokê vegerin emê gelek mijaran zelal bikin. Bi taybet eger em di welatekî wekî Kurdistanê de bin ku bi berhemên xwe yên sererd û binerd dewlemend e. Dijmin bi hemû hêz û rêbazên xwe hewl dide vê axê dagir bike û rê li pêşiya azadiya gel bigire.Lê Tevî vê yekê, gelê Kurd bi hêza ciwanên xwe di rizgarkirina Kobanê û Şengalê de bi alîkariya hêzên Pêşmerge rijd bûn. Çarçoveya rizgariyê roj bi roj �irehtir dibû û hêviyên mezin bi Kobanê ve hatin girêdan. Herdem divê hêviyên mezin li cem e hebin daku bikaribin jiyana xwe bi xweşî û aramî derbas bikin. Em bixwazin an nexwazin, bandora komkujiyê mezin bû, hin bandor neyînî bûn û hin jî erênî bûn. Di aliyê bandorên neyînî de, armanca dijmin ne tenê kuştina 250 kesan bû, lê belê armanca wê ew bû ku Kobanê vala bike û îradeya gel têk bişkîne. Di encamê de nikaribe gavekê ber bi azadiya xwe ve biavêje.. www.pdk-s.com
Tîrmeh / 1 - 7 - 2018
Kurdistan-Hejmar (128)
www.pdk-s.com
3
Divê ENKSê xwe ji komîteya destûr re amade bike Îmad Elî- Qamişlo Şanedek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ku serdana Riyaz paytexta Erebistana Siûdiyê kiribû ligel Desteya Danûstandinan ya Itilafa opozîsyona Sûriyê civiya û ENKSê bû keyanekî siyasî yê serbixwe di wê desteyê de. Berpirsê Rêvebir ê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata KurdistanSûriya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl di wê derbarê vê yekê de got: bi vê pêngavê derî li pêş ENKS vedibin, taybetmendiya ENKS ku bibe beşek serbixwe ji opozîsyona û pirsa Kurdî bibe ser masa navdewletî û çawa beşdariyê bike ku çawa selikên opozîsyonê û biryarên navdewletî cibicî bibin û heta pirsa Komîta Destûrê û hemû şêwazên xebatê, ku ENKSê bo hebûn û taybetmendiya miletê Kurd li ser masa navdewletî, nûnertiya gelê Kurd bike. Parêzer Ehmed Omer wiha derbarê vê mijarê de hebûna Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nava desteya danûstandinan de tiştekî gelekî giring û divê ENKSê karekî baş ji vê yekê re bike û kesên pispor ji vê yekê re amade bike da ku bikaribe karekî baş ji doz û miletê Kurd re bike, mijara destûr mijareke çarenivîsaz e.
Xewna Mondiyal
Raid MihemedHewlêr
Di cîhanê werzişê û sporê de lîstikên corecor hene û xwedî cemawerên mezinin, lê hatiye naskirin ku goka pî yan jî Footbolê lîstika herî bi nav û deng e û werzişa herî bi hêz û kelecan e û cemawerên mezin lê temaşe dikin û guhdar dikin , di vî warî de Qehremaniyên corecor hene li ser astê cîhanê , lê ya Cama Cîhanî ya naskirî bi “Mondiyal” ya herî xweş e û şopêngerê wê bi Melyonan e , ew Helbijardinên Niştîmanî têde beşdar dibin ku 32 tîm in , li ser Camê dilîzin û rikberiyê dikin, bihtir ji Ewropa na û ji Emerîka Başûr in, ji ber heya niha tu tîm yan taxim ji Asya yan ji Efrîqa yan ji Emerîka Bakur bi ser ne ketine û Cama Cîhanê na hildane, û ji ber ku Kurdistana me serxwebûn ne standiye û ne bûye Dewlet , tîma Kurdistan nikare beşdarî Cama Cîhanî “Mondîal “ bibe ji ber ku Şert û merca FIFA ya ku serpereştiya gokê dike wiha ye , nabe ku tîmê herêman beşdar bibin , yan neteweyên ku dewleta wan ava ne bûye , ji ber vê yekê taximê Herêma kurdistan di Qehremaniya Herêman de beşdar bû û carekê bû Qehreman , lê xewna mezin ew e ku di Mondiyalê de beşdar bibe û Alaya Kurdistanê were bilindkirin di nav alayên Cîhanî mîna Ercentîn û Berazîl û Elnanya ..htd Û ji ber neheqî û dadweriya binpêkirî hişt tîmên mîna
Ayslanda ku hejmara nişteciyên wê digihin 340 hezar kes ku hejmara Xelkê bajarê Duhokê jê bihtir in ، ji ber vê yekê xewna 50 melyon kurd e ku taximê Kurdistanê bighe û beşdarî Mondiyalê bibe, ku ji slal 1930î yekemîn Mondiyal çêbûye li Oroxway û Van rojan li Rûsya mondiyala 2018an tê birêve birin , ku ji sala 1930 heya niha Taximê Berazîl 5 caran bûye Qehreman û taximê Italya û Elmanya her yek ji wan 4 caran bûne Qehreman û Ercentîn û Oroxway her yek ji wan 2 caran û Ferensa û Ispanya her yek carek bûye Qehreman , erê tu tîm yan taxim ji Asya yan ji Emerîka bakur yan Efrîqa yan ji Oqyanosya ne bûne Qehreman lê ew xewna her yekî ji wan e ku Cama zêrîn hildine jor û alaya niştimanî bilind bibe û navê welatê xwe bide xuyakirin , ji ber vê yekê û di vî warî de gelek yaneyên Werzişî li her çar parçeyên Kurdistanê hewil didin ku xwe li pêş bixin mîna yana Cîhad û Efrîn û Cezîre li Rojavayê Kurdistanê û yana Amed sport û Dîlok û Orfa sport li bakurê Kurdistanê û yana Zaxo û Duhok û Hewlêr û pêşmerge li başûrê Kurdistanê û yana bane û kermanşah û ûrmiyê li rojhilata Kurdistanê ., ku hin ji van yanan lîstikvanên mezin derxistin û di taximê Sûrya û Tirkiya û Iraq û Îranê de lîstin ji ber ku Kurdistanê ne dewlet e , û hin lîstikvanên kurd
li ser astê cîhanî berz bûn û navê wan belav bûn mîna “Mesûd Ozêl “ ku bi tîma Elmanya re sala 2014an Cama Cîhanî hila , û li başûrê Kurdistanê lîstikvan Hewar mela Mihemed hate xuyakirin û bi taximê Iraqê re Qehermaniya Asya sala 2007an stand û Cama Asya hilda jor li gel Selam Şakir , û li bakurê Kurdistanê gelek lîstikvanên kurd hatin xuyakirin bi taybetî sala 2002an ku bi tîma Tirkiya re lîstin û karîbûn di rêzbenda 3an cî bigrin mîna lîstikvanê binav û deng Hesen Şaş , û li Rojavayê Kurdistanê lîstikvanên kurd yên ku li ser asta Sûriya di rêza yekemîn de bûn mîna Fener haco û zana haco û Heysem kiço û Comerd Mûsa û Samir se’îd û lîstikvanên dî , û heger em berê xwe bidin parzemîna Ewropa ku demoqratî û azadî bihtir e , yaneyên kurdî hatin avakirin mîna “ Dall Kurd FF “ ya ku Alaya Kurdistanê kiriye sembola xwe ku di sala 2004an hate û di pileya 7an lîst heya ku di sala 2018an kete di pileya 1ê de û beşdarî Lîga Siwêdî bûye û wê di rojên bê de lîstikvanên mezin û bi hêz derxîne , wiha tê diyarî kirin û hêza kurdî û lîstikvanên kurd hatine belav kirin li Cîhanê û hîn Xewna Taximê Kurdistanê di dilê sportvanên kurd e .
www.pdk-s.com
Tîrmeh / 1 - 7 - 2018
Çand û Huner
www.pdk-s.com
4
Ciwanekî Amûdê helbesta kilasîk bi hestekî nazik dihûne KurdistanDijwar Tew�îq-Amûdê Helbestvanê temen biçûk Mesûd Xidir, navê wî yê hunerî Babîsok Amûdê ye, her çiqas bi temenê xwe biçûk e, lê helbesta wî bala me kişand ,lewma me xwest hevpeyvînekê ligel bikin. *Helbestvan Mesûd kî ye? Navê min Mes’ûd Xidir e, nasnavê helbestê Babîsok Amûdê ye . Di sala 1999’an de jidayik bûme li Bajarê Amûda Rengîn, bawernameyên xwendinê ya seretayî, navendî û amadeyî min wergirtiye. Ez nişteciyek ji Amûdê me ji kok û reseniya xwe min çavên xwe lê vekiriye û têde mezin bûme ta vî temenê han. *Kengî te dest bi nivîsandina helbestê kiriye, çi berhemên te hene? Di zaroktiya min de, xweşiya min ji guhdarkirina staranên Kurmancî pir hebû, û yan gava ku bav û bapîrên me ristên Kurmancî li pêşiya min di xwendin ez gelekî kêf xweş dibûm ji ber vê yekê helbest di nava canê hestên min de xwe ava dikir ta ku rojek bê û ew can bibe ji min re alîkariyek bo binivîsim, di sala 2011’an de di destpêka şoreşê de min dest bi helbesta Kurdî kir û ew canê helbestî min vejîn kir di nava hestên xwe de, û hestên xwe min anîn li ser ziman, helbest û ristên min niha nêzîka 35 helbestî ne û hin hene yên destpêka min nivîsand dibû tevlî wan jî hene hejmara wan dibe 50 helbest. Berhemên min pirtûk û yan dîwana minî yekem heye lê ta niha ne çap kiriye ango destnivîs e di demeke nêz de ezê çap bikim, navê dîwanê yan berhema min wê Hêvî be .. *Tu helbesta xwe bi çi zimanî dinivîsîne û çima tu bi wî zimanî dinivîsîne? Ez helbesta xwe bi zimanê bav û kalên xwe dinivîsim zimanê pak û şêrîn, dewlemend û zengîn zimanê pîroz Zimanê Kurdî , ez bi vî
zimanî dinivîsînim ji ber ku ev ziman zimanê dê ye,yê bav û kalên mine, canê hebûn û mana min e, hestê rista min e, ez pê dinivîsim ta ku zimanê min winda ne be û di nava hemû ziman û zaravên cîhanî de xuya be û cihê wê winda nebe, hezkirin û evîna vî zimanî di canê min de mîna guleke geş çandiye û her bîna xwe dide hemû perçeyên laşê min ta hemî perçe bi karê xweyî bingehîn rabin, ziman nasname û hebûna min û helbesta min e. *Bi çi rengî tu helbesta xwe dinivîsînî? Ez helbestan bi rengê kevneşopî (Kilasîk) datînim ev reng di wêje û çanda Kurdî de ya serek û bingehîne û dema min çavên xwe vekir li ser helbestê min li ser vî rengî vekir, ez bêhtir li ser evîn û xweza welat dinivîsim û di warê netewî de bi taybet, ez xwe di bînim Kurdek resen xizmet karê wêje û çanda vî gelî dike çimkî ez Kurd im, lewra ez wiha dinivîsînim û min wê kiriye xala yekemîn li ba xwe û min bi dilekî mezin û ber �ireh hilbijartiye, ez helbesta kilasîk ya Kurmancî dibînim ku sereka hemû helbestên din e, û îro ew di nava civak û cîhanê de rola wê bêhtir heye, ji ber ku şêweyeke bav û kala ye ji hezarên sala pê tê
nivîsandin û helbestvan û nivîskarên me yên navdar hemû bi vî rengî nivîsandine weke : Kaniya helbestê serwerê helbestvanan Melayê Cizîrî û hem helbestvan in din weke ( Feqê Teyran, Ehmedê Xanî , û yên di serdema çûyî de weke Seydayê CegerXwîn, Seydayê Tîrêj , Mele Ehmedê Palo, Bê Buhar, û Mele Ehmedê Namî û Mele Nûriyê Hesarî û gelek min wan bi nav ne kirine, ji ber vê yekê nerîna min ji vî rengî dibînim ev jî gava ku tu pê bi nivîse nirxandina min jê re ku te dîrok yan kevneşopiya bav û kalên xwe parast. *Bandora kîjan helbestvanê Kurd yê navdar li ser te heye? Dema ku min dest bi helbestê kir min gelek pirtûk xwendin ji yên helbestvanan, lê bêhtir ya ku bala min kişand û min bi aliyê xwe ve bir ya Melayê Cizîrî û yên Seydayê Tîrêj bûn ji ber vê yekê ez bi wan bibandor bûm, û hem bi Bahoz Gunreş bandor bûm. Dema ku min dest bi helbestê kir min gelek pirtûk xwendin ji yên helbestvanan, lê bêhtir ya ku bala min kişand û min bi aliyê xwe ve bir ya Melayê Cezîrî ji ber ku li bajarê Amûdê xulek bo fêrkirina helbestên Melayê Cizîrî lidarket,
mamoste û helbestvan Nûman(Bahoz Gunreş), wî me fêrî van helbestan kir, ji ber vê yekê ez bi Mele bandor bûm, û yên Seydayê Tîrêj ji ber vê yekê ez bi wan bandor bûm. *Tu wek helbestvanekî Kurd rola we di vê demê de çi ye? Rola me di vê demê de ne xasim di vê qonax û pêvajoya hestiyar de ku em miletê xwe şiyar bikin û çavên wan li ser dîrok, ziman û wêjeya wan vekin û nifşek nû ava bikin bo pêşeroja Kurdistanê , û hest û êş û azariya miletê xwe bînin li ser ziman ta hemû cîhan nas bikin bê em kîne , û em bi çi rewşê derbas dibin , ji aliyê leşkerî rola me îro girînge ku em moral û hendaneke bê hempa bidin leşkerên xwe û wan bi hêz tir bikin. *Çi pêwist e ku pirtûkxaneya Kurdî zengîn bibe? Îro roj gelekî pêwîst e ku em pirtûxaneya xwe zengîn bikin ji aliyê çapkirina pirtûkên helbestî, roman, çîrok, dîrok, û hemû tiştên rewşenbîrî, duyemîn tişt alîkarî û piştgiriya nivîskar, helbestvan û hunermendan em bikin ji aliyê moralî yan diravî ve ta ku ev kes hemû tiştên xwe der bînin, û pê pirtûkxaniya Kurdî
zengîn bikin ji hemî berhemên rewşen bîrî. *Di çarçoveya rewşenbîriyê de, te ti xelat wergirtine? Di gelek aheng û çalakiyan de beşdar û amade bûme di bajarê xwe de û hem bajarên derdora xwe de, û di festîval û çalakiyên şevbuhêrkên helbestî bi taybet, di sala 2012’an de min xelatek wergirtiya bi navê wêje li bajarê Amûdê, bawernamak min ji Saziya Barzanî ya Çand û Hunerê ji aliyê mamoste û helbestvan Bahoz Gunreş wergirt, ew jî ya Melayê Cizîrî bû, û hem xelatên din yên helbestî min wergirtine. *Gotina te ya dawî? Dixwazim bêjim di riya vê rojnameyê de ku miletê min xwedî li çand, ziman wêje û dîroka xwe derkeve û bi zimanê xwe bixwîne û binivîse ji dev tiştên vala berdin, û hişmendiya xwe bêhtir li ser ronakbîriyê vekin, û spas ji Rojnameya Kurdistan re li ser vê xelaka hevpeyvînê.
Lê piştî vê wê bê buhar Pê şahî bibin lêv û çen Wê here bayê qerm û sar Ji nûve wê lêv bikin ken Bibêjim ne xwezya bi par Hatibû min felek bi fen Babîsok va gote bi zar Wê nav hebî sînor û ben
Di zaroktiya min de, xweşiya min ji guhdarkirina staranên Kurmancî pir hebû
,,
Ez helbesta xwe bi zimanê bav û kalên xwe dinivîsim zimanê pak û şêrîn
,,
Ez xwe di bînim Kurdek resen xizmeta karê wêje û çanda vî gelî dike çimkî ez Kurd im
,,
Îro roj gelekî pêwîst e ku em pirtûxaneya xwe zengîn bikin ji aliyê çapkirina pirtûkên helbestî www.pdk-s.com