Kurdistan-Kurdi130

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (130)

Tebax / 1 - 8 - 2018

www.pdk-s.com

Wek çawa PYDê destê xwe danî ser deverên Kurdî, bi heman awayî dê radestî rejîmê bike Osman Elî-Stenbol

Şandeke Encûmena Sûriya Demokratîk ku PYDê serperiştiya wê dike, bi armanca pêkanîna çend hevdîtin û civînan li gel berpirsên hikûmeta Esed çûbû Şamê. Ev yek di demekê de ye, ku pêştir serokê Sûriyê Beşar Esed têkildarî çarenivîsa navçeyên

di bin kontrola HSDê de gotibû, du bijarde li ber destê Şamê hene, ku bi gotina wî bijardeya yekem danûstandin û ya duyem jî bikaranîna hêza serbazî û şer e. MSD ragiahndibû dê komîteyên hevbeş di navbera Encûmena Sûriya Demokratîk û rejîma Esed de

werin pêkanîn ji bo careke din dubare radestkirina deverên Kurdî. Herwiha yek ji serkirdeyên wê Encûmenê ku bi xwe Ereb e ragihandibû ku ewê deverên di jêr desthilata xwe de radestî dewleta Sûriyê bikin û da zanîn ku tiştek bi navê projeya Kurdî li Rojavayê

Kurdistanê nîne. Derbarê vê mijarê de Parêzer Ehmed Omer ji rojnameya Kurdistan re got: Ev sîstema ku niha PYDê ji rejîma Esed dixwaze dibe ku rejîm bi merc bê qayil bibe, lê tekez cihê xwe di destûrê de nagre û dê PYDê wan deveran bi tevahî radest bike û egera

wê yekê heye ku hin şarederiyên taxan radestî wan bikin, û ew şervan jî dê bibine beşek ji artêşa Esed, lê di jêr nav û durşmên nû de.Mihemed Şikak dibêje, her çawa PYDê û çekdarên xwe ew dever bi operasyoneke derew ji bo wan hate radestkirin dê ew jî bi heman sînaryoyê

radest bike, ji ber ku ew bi xwe ajndeyên Esed û Îranê dimeşînin û nabe ji xeta hevlabendên xwe derkevin, siyaseta PYDê ya ligel Emerîka jî dê ti sûdê nedê û dê bi destê vala derkeve û xwîna xort û ciwanên me jî bê sûd çû. www.pdk-s.com


2

Tebax / 1 - 8 - 2018

Kurdistan-Hejmar (130)

www.pdk-s.com

Daristanên Efrînê bi enqest têne şewtandin Kurdistan- Rewend Efrînî Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ji 18ê Adara bûrî ve derbasî Efrînê bûne û dagîr kirine, ta niha jî agir bi dar û daristanên hemû navçeyên Efrînê ên wek Raco, Mabeta, Bilbilê û Şera dikeve. Di berdewamiya şewitandina dar û daristanên Efrînê, ev çend roj in agir bi daristanên navçeya Şera û Bilbilê ya Efrînê ketiye û ta niha nehatiye vemirandin û li hin deverên din jî agir heye. Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiriye, li gundê Mersawa ya navçeyan Bilbilê agir bi zeviyeke darên zeytûnê ket û zêdetir ji hezar û 200 darên zeytûnê hatin şewitandin, herwiha agir bi zincîre çiyayên Hewarê jî dikeve. Herwiha agir bi darên derdora gundê Bêla ya navçeya Bilbilê ket û gihîşt nava gund, lê berî ku agir pir belav bibe, ji aliyê gundiyan ve hate vemirandin. Wê rêxistinê da zanîn jî, ji pêr ve agir bi daristana başûrê gundê Omera ketiye û tevî hewla vemirandina wê ji aliyê Encûmena Sivîl a Şera û jin xwebexşan ve, lê hîna agir nehatiye vemirandin. Wê rêxistinê amaje bi wê yekê kir, demek e agir bi qest bi dar û daristanên Efrînê dikeve, bi taybet piştî derbasbûna artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji Efrînê re, şewitandina dar û daristanên Efrînê zêde bûye. Welatiyekî bajarê Efrînê ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha ji Rojnameya Kurdistan re got”Bi hinceta ku hin çekdarên YPGê li nava daristanên Efrînê xwe vedişêrin,

artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi qest agir bi wan dar û daristanan dixin, lê wek YPGê dibêje hêj çekdarên wan li nava Efrînê mane û şerê wan grûpan dikin, her çend e ewqas agir bi dar û daristanên Efrînê dikeve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ti carî hewla vemirandina wan agiran nedane”. Sê roj in agir bi daristanên navçeya Şiyê, Şera û Bilbilê ya Efrîna kurdistana Sûriyê ketiye û yê herî gûr li daristana çiyayê Hewarê ye û ta niha nehatiye vemirandin. Jêderekê ji navçeya Raco ji RojavaNews re rgihand ku , ”piraniya çiyayê Hewarê yê ser bi navçeya Bilbilê bi dirêjahiya du rojan tê şewitandin û bi hezaran darên daristanê hatin şewitandin.” Heman jêderê tekez kir, ku ”Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi qest û mebestên cûda cûda daristana çiyayê Hewarê

dişewitînin û ta vê demê ne ji aliyê Tirka û jî grûpên çekdar ew agir ne hatiye vemiradin.” Herwiha berî du rojan jî agir bi darên derdora Se�îr Dede li nêzîkî gundê Erendê û Başûra gundê Tirmûşa ên ser bi navçeya Şiyê ve ket û bi alikariya gundiyan û agirkuja Ecûnena Sivîl a Cindirêsê piştî demeke dirêj ew agir hat vemirandin. Heman jêderê ragihand, ku nêzîkî 1200 darên Zeytûnan li zeviyên gûndê Mersa yê ser bi navçeya Şera bi mebesta derbasbûna agir hatin şewtandin. Heman jêderê ragihand, ku pêr jî li daristana nêzîkî gûndê Bêlê yê ser bi navçeya Bilbilê ve agir bi derdora wî gundî ket lê xelkê wî gundî agir bi temamî kontrolkir, lê gelek ziyan gîhaye daristan û darên zeytûnan. Da zanîn jî, ji pêr ve agir bi daristana başûrê gundê Omera ketiye û tevî

hewla vemirandina wê ji aliyê Encûmena Sivîl a Şera û hin xwebexşan ve, lê hîna agir nehatiye vemirandin. Welatiyên Efrînê tekez dikin, ku agir bi qest û sedemê cûda cûda ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi dar û daristanên Efrînê vêdixînin û bi taybet piştî derbasbûna wan ji Efrînê re, şewitandin zêde bûye. Tê zanîn û tekezî li ser hat kirin ku grûpên çekdar li pişt van agirên têne vêxistin li Herêma Efrînê, sedema serekî ewe ku avahiya bingehîn wê têk bibin û cihên hatine şewitandin wê navendên geştiyariyê ava bikin û wê sûdê ji darên hişk ji bo zistanê bibînin û welatiyên Efrînê bang li Artêşa Titrkiyê û Rêxistinên Navdewletî dikin ku kesên li paş van bûyeran werin sizedan. “Berzan Henan jî wiha derbarê vê mijarê de dibêje “PYDê dixwaze devera me bi tevahî

bişewitîne û çend çekdarên xwe li wan çiyayan hiştiye da ku bike behane ji çekdarên opozîsyonê re, û ew bi rêyên xwe wan dar û daristanan bi hinveta hebûna çekdarên PYDê bişewitîne û niha ev yek jî tê kirin. Daxwazê ji endamên encûmenên sivîl yên Efrîn û bajarokên bi ser Efrînê ve sînorekî jib o vê pirsgirêka mezin deynin û êdî Tirkiyê û opozîsyonê ji van kiryaran agahdar bikin û êdî bila çekdarên PYDê bi şêweyên din siza bikin nek bi şêweyê ku xelkê deverê pê zirarmend bibin û dar û daristan û bexçeyên wan bêne şewtandin. Mehmûd jî wiha dibêje li ser mijara şewtandina darên Efrînê:Niha bi awayekî sîstematîk karê şewtandina daristanên efrînê tê kirin, herdu alî Tirkiyê û grûpên bi ser ve û PYD û çekdarên xwe di ber vê yekê de

berpirsin, ev yek bi xwe komkujiy e li dijî şaristanî û surştê û divê rê li ber van kiryaran bi her awayekî be were girtin û ti kes destê xwe navêje darên zeytûnan û axa zêrîn ya Efrînê, lê niha ya giring ew e ku em bikaribin van kiryaran eşkere bikin û kesên van kiryaran dikin jî bêne eşkere kirin. Saman û surişta Efrînê tê nehiştin û ev yek metirsyeke li ser vî bajarê rengîn û divê rûbirûbûna vê metirsiyê were kirin.Niha mijara giring em Efrîna xwe ya delal ji destê wan dijminan rizgar bikin û jiyaneke xweş vegerînin ji xelkê bajar re, û êdî rûpeleke nû li wê dverê vekin û nehêlin ku ti kes yan aliyek bajarê me wêran bike û xelkê me bikuje.

www.pdk-s.com


Tebax / 1 - 8 - 2018

Kurdistan-Hejmar (130)

www.pdk-s.com

3

Peymana Lozan û binpêkirina mafê Kurdan

Raid Mihemed Di 24ê meha bûrî de , salvegera 95an ya peymana Lozan ku di 24ê Tîrmeha sala 1923an hate êmze kirin , ku ew weke peymaneke Aşîtî navbera welatên zilhêz û dewleta Osmanî ku di şerê Cîhanê yê yekemîn rûpeleke mezin ji Erdnigariya xwe ji dest xist , ev peyman li Siwêsra hate kirin , ku rewşa Enadolê û Tiraqiya Rojhilat ku dibe Istenbola Ewropî , ku bi peymana Lozan peymana Sîver pûç kir , û mafê gelê kurd binpê kirin , ji ber ku di peymana Sîverê de ku di 10ê Tebaxa sala1920an hate êmzekirin di navbera welatên Zilhêz ji rexekî û Dewleta Osmanî ji rexê dî ve , ku kurd sûdeke mezin jê têde dîtin û 3 bend jê girêdaybûn bi mafê kurdan , benda 62an têde hatibû gotin : “ wê komîtek ji hikûmeta Birîtanî û Ferensî û Îtalî were çêkirin ku navenda wê

li Istenbolê be , û wê pirojekê di 6 mehan de binvîsin ji bo bicîkirina mafê Otonomî ji deverên ku piraniya wan kurd in ku dikevine Rojhilata rûbarê Ferat de û başûrê Sînorê Ermenistanê û bakurê Sûriya û Iraqê , û di vê pirojeyê de dive misogeriya “Kildo-Aşûr” û kêmneteweyên dî ku wê werin parastin û di ewlehiyê de bin” , û benda 63an têde hate gotin :” Hikûmeta Osmanî soz dide ku biryarên vê komîtê bi cî bike ku di benda 62an hate nivîsandin “ , û benda 64 têde hate gotin :” heger gelê kurd yê ku di zemîna ku di benda 62ab de hate diyarîkirin ku li wir dije , ku ji Encûmena Neteweyan dixwaze piştî salekê ji êmzekirinê ku ev gel bixwaze Serbixwr bibe ji Tirkiya , û heger Encûmena Neteweyan dît ku ew hêjane pêwîste ku bide wan û pêwîste ku Tirkiya soz bide ku bi vê yekê jî bike û xwe ji maf û destkeftiyan were xwar di vê deverê de , û heger kurdê wilayeta ‘Mûsilê’ bixwazin tevlî vê dewletê bibin di dema salekê de dive Encûmena Neteweyan qebûl bike “ Wiha tê xuxuyakirin ku Peymana Sîver yekemîn Peymaneke navdewletî ye ku bi diyarîkirin û rasteqîne mafê gelê kurd dest nîşan dike ku dewleta kurdî ava bike û ku pirseke kurdî heye û Doza kurdî dive were çareserkirin , lê piştî Dewleta Tirkiya bi rêberiya Kemal Etatork rabû ser piya , û ji ber ku em kurd bê hêz bûn , û hêz hebû jî di xizmeta cîranan de bû , ji ber vê yekê li Lozana Siwêsra di sala 1922an de civîn hatin lidarxistin navbera “Lord Kîzon” nûnerê Birîtanya û “Ismet Înono” nûnerê Tirkya

ji bo çareserkirina kêşe û aloziyan heya herdû gihiştine levhatinê di 24ê Tîrmeha sala 1923an de û peymana bi navê “Lozan” êmze kirin û têde mafê gelê kurd binpêkirin , û tu bend yan navê kurdan têde na bûn , tenê du bend heger hatibana cibicîkirin wê hinek ji mafê gelê kurd paristibana , benda 38an û 39an , lê ew jî ne bû , ji ber ku benda 38an digot :” Tirkya soz dide ku azadiyê bide hemî gelên ku di Tirkiya de dijîn bê cudabûn ser astê tuxum yan neteweyê yan Ziman yan regez yan Ol û bawerî , û kêmnetewe û kesên ne misilman dikarin koç bibin yan serbest derkevin û vegerin” , û benda 39an digot : “ pêwîste ku Tirkiya tu astengî yan rêbenda ne deyne pêşiya xelkê ku bi zimanê xwe karê xwe yê taybet bikin yan bazirganiyê bikin yan olperestiyê bikin , û civînên siyasî û belavok û rojname bila her kes bi zimanê xwe çap bike “ lê ew ne bû tenê Tirkiya yek ziman û yek Al û da diyarîkirin û Mafê Neteweyan binpêkir , wiha jî kurd parçe parçe bûn û ne ser yek hizir û raman bûn û hêza kurdî hatibû dabeşkirin , û kurd bê par man di dabeşkirinê nû di nexşa rojhilata navîn de bi ser ku kurd xelkê vê deverê ne , lê xelkên ku nû hatî weke Tirk an ku ew 400 salê wan çêbûbû bûn xwedî Dewlet û Ereb ku ji 1400 salî hatine herêmê ku Dewlet ji xwe re ava kirin lê em man di bin destê xelkê û heya îro ku di Iraq û Sûriya de tê xuyakirin ku Rewşa me kurda ne diyar e û hêza me belav bûye.

Hevberdana Bêdeng Merwa Birîm-Heleb Li wê sibehê, roj dereng ji xwe şiyar bû, di paş hingulka esîmên a gewir de, şer giran bû, carina bê kirasê ewran qul dikir, kilorên roniyê tol dibûn diciri�în, li ser textê hevdîtinê dilerizîn, dîsa bê pî vedimalîn, mij dikir dox û ew ronî tewşankî behin dikirin, wek çawa şaşiya dor bi pûlik dêmê çelengan berçav dike, her wiha masî riswa dibûn. Hîngê deryayê Îca pêl dikirin dirûm, di ber pêyên Dîlberê de vedirşandin, PAYÎZÊ deryayê bar giran ji gu�bûna HAVÎNê dizîbû, te digot qey bi axriyê ketiye, lêv û du rûçikên şîn di bin ke�kopikê de diman. Mîna hiriya neşustî, por li serê Dîlberê qij bibû, Derlingên pêntiron ta kabikan hilda, ji xwe re got: Dibêjin Ewropa parzemîneke çîp rût e, ma ezê van tamarên şîn, ku di çîpên min de wek marmerûşkan rabûne çawa veşêrim ? Dest avêt çenteyê xwe, neynikeke biçûk di nav tiliyan de vebrûsî, gîsinê pêncî salî dêm kûr ajotibû, metirsiyên geşta qeyêkên mirinê, du sêvên rûçikan jî civilandibûn, guhertinên demî di tengavên çavên xwe de nedipejirandin : Dibe ku neynik jî xapînok in û dibe ku em neynikan fêrî xapîniyê dikin,,? Gava Dîlber bi xwe re diaxi�î, bal xwe nedabû ku kurê wê yê bîst salî li taniştê rûniştibû, hema jê pirsî :Tu ji kîngê ve li vir î...? Ji bîst salan de li vir û wir im dayê, lê ne tu li vir î, ne jî bavê min li wir e. Çavên Dîlberê dîrokên hevlêdanê tev didan, di riwê kurê xwe de şermezar dikirin, nîv dayîkekê di dêm de dilovanî dikeya û hovekê di hundirê dilê wê de dikir humhum û bêdengî dirizand : Tu yî gunehê ku me bi navê evînê kiriye, Dayîka min ji bin kumê min dernediket, rojane digot: Dîlbera min bi her zarokekî re deh sîng di pêyên mêran de diçikin, tuyê her wiha zep bikî, rast e laşê bavê te giran bû hate girêdan, lê min nizanî bû ku bilbilên dilê wê dê li ser şaxine dûr bi civînokên keskahiyê

bin. Gotinên wê di mejiyê ciwanê raman teze de mîna ev deryayê ku pêlan bi destarê avê dihêre, hezar pirsnîşank pev deziyê matmayînê dikirin û bê bersiv di pirseke tek de hûr hûr dikirin, li dayîka xwe mêze kir got : Çawa mirov zep dibe dayê ? zepkirin çanda dagîrkeran e, hevjîniyê wate ji jiyanê girtine, mamosteyê min li dibistanê ji me re digot : Jiyan hevcêwiya azadiyê ye, nîsk nokên azadiyê û zepkirinê bi hev re nakelin. Dest kirin berîkan, stiwê zirav dirêj mîna qelazê avê, bi ser sîng de xwar kir û ji pêş çavên dayîka xwe bi dûr ket. Di nav kongeha penaberan de bû parîk nan, di devê hêviyên birçî de, ardê rastiyê yê tal êlek dikir. Riya Ewropa ya xurist bedew, bi dehan feq di dil mejûyê Dîlberê de vedigirtin, darçinara çata gundê xwe jî jibîr kiribû, landika jiyana xwe li şaxên dara seqayê lidar xistbû, lê nizanîbû ku werîsên landika biyaniyê qetok in. Ev bû nêzî mehekê Dîlber gihaye cem bavê zarokan, PAYÎZ payîza danûstandina wan e, Mijdarê dara têkilya wan rût kiribû, zimanê herduyan zer bûbû. Li şevekê, sermê kolanên bajarê Bêrlînê vala kiribûn, bê topaçên berfê davêtin bêdengiyê rodankan, Dîlbera reben li hember neynikê di ziravkirina ebrwan de dixebitî, bavê Hozên çend gav berve wê avêtin û bi kêrş jê

pirsî: Kanî Hozanê te..? Wê hîngê Dîlberê mûçink danî aliyekî, çavek damirand, ebro jor de hildan û got: Ma yê min tenê ye..? Berî çar katan got ezê biçim ba hevalekî, ma ez bi tenê dikarim dûvçûna zarokan bikim..? Pêdiviya min jî bi jiyanê heye, ne tenê tu li xwe miqatî. Tevî ku bêdengiyê xwe berda meydanê, dîsa cêwrikên çavên Dîlberê ji reyandinê neman, xemgînyê awê çêftetêliyê di dêmê bavê Hozên de li saz kiribû, carina dicivilî, carina baskên semayê dişkîn, çizinî bi cixareyekê xist û got: Tu çawa dikarî bi tenê navê zirav bikî, por kesk sor bikî,waneyên hilweşandina jiyanê ezber bikî, ma ew jî şêweyên zepkirinê ne..? Wê çaxê çire di çavên Dîlberê de kûrik bûn, bersiva vê pirsê li ser zimên vepekî : Ji bo te dernedim. _ xanimê ne li ziravbûna nava te digerîm bi qasî ku pelandina dayika xwe di tiliyên te de digerîm, were dadgeh ne gerek e, me ji mêj hevdu berdaye, ji roja ku te fêrî têxt kirime ve û maçekê razî dibû, ew maç di kêlîkekê de zuha dibû, lê pirsgirêka cudabûnê di dilê min de dimeyî, hişk dibû mîna darpalûteke têrstirî giyanê min diêşand, ji mêj te ez derdame. Bageran di kûrahiya Dîlberê de, babirkên keştiya windabûnê li ba dikirin, ziman gilok bûbû peyv li ser dilotikîn, got : Ez ne xwe ji gunehan dişom, ne jî ji berpirsyariyê dawdişînim, lê alîkariya te pir lawaz bû. Wê hîngê bi dûvikê cixariya xwe, xulî di bin xulîdankê de dûz dikir, serî hilda û kûr lê měze kir, keserek kûrtir kisand û got : jin hûrbîn e, hemû quncikên jiyanê dibîne, berçavka te jî pir qalind bû, bi nîvçavekî te jiyan dişopand, dizanim Ewropa qada tolhidanê ye, azadiya tu hêvî dikî di şûşeyan de, li bazara pilatforman erzan tê �irotan. Dest avêt seqo û lê vegerî got: Bes e te kirim têla cilrêxistinê, gunehên xwe bi min ve daneliqîne. Bi lez derî vekir, pêyên wî pêpelok ji gu�bûna şevê payî dikirin, lehiya hêsiran di rûçikên Dîlberê de dikir xumxum, li ber rodankê keriyên poşmaniyê li paş pêjna bavê Hozên dikalîn. www.pdk-s.com


Tebax / 1 - 8 - 2018

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Zimanê Kurdî li Sûriyê di 100 salên borî de (2 - 2) -Zimanê Kurdî piṣtî ṣoreṣa Sûriyayê di belge û pewroyên aliyên li Rojavayê Kurdistanê de -Encumana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyayê “ENKS“ ENKSê di 26.10.2011an de ku ji çend partiyên siyasî, rêxistên jin û ciwanan û kesayetên serbixwe pêk tê, hat avakirin. Di belgeya siyasî ya qunaxî ya ENKSê de, di bendê 2-L-4 derbarê zimanê kurdî de weha hatiye: “Danpêdana destûrî bi hebûna gelê kurd û gerentiya mafên wî yên netewî li gorî peyman û Hozan Dêrşewî belgeyên navdewletî û zimanê kurdî bibe fermî li gel zimanê erebî li Sûriyayê” -Meclisa Sûriyaya Dîmokratîk “MSD“ Di 09.12.2015 li bajarê Dêrikê MSDê ku ji Partiya Yekîtiya Demoqrat “PYD“ û çend aliyên din yên di rêveberiya xweser de, hat ragihandin. Di belgeya MSDê de derbarê mafê pêkhateyan weha hatiye: “3-Danpêdan bi rengerengiya civaka Sûrî û danpêdan bi mafên netewî yên gelê kurd û gelê siryanî, aṣûrî, kildanî, aramî û gelê turkumanî û ermenî û ṣerkesî û çareserkirina doza wan çareseriyeke dîmuqratî dadwerane li gorî peyman û belgeyên navdewletî di her destûrekî lihevkirî di dema bê de” -Kiwalisiyona Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisiyona Sûriyayê Di 11ê Mijdara sala 2012an li welatê Qeterê kiwalisiyona Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisiyona Sûriyê hate avakirin ku ENKSê jî yek ji pêkhateyên wê kiwalisiyonê ye. Di belgeya dîtina siyasî ya kiwalisiyonê de, di pirensîpa 2yem de weha hatye: “Dewleta Sûriya danpêdana fermî bi hemû pêkhateyên netewî yên civaka Sûriyayê dike, û tekezî li ser mafê wan ji bo bikaranîna ziman û dabûnerîtên xwe dike, û pêkanîna çalakiyên xwe di atmosfêreke azd de bi gerentiya yasayê“. Derbaskirina zimanê kurdî bo dibistanan Di havîna sala 2012an li bajarê Dêrikê û li ser vexwestina Saziya Zimanê Kurdî ya bi ser Rêveberiya xweser ve, komcivînek derbarê derbaskirina zimanê kurdî bo dibistanên fermî hat lidarxistin, tê de nînerên sazî, dezgeh, peymangeh, komîteyên zimanê kurdî û kesayetine ku di zimnê de kar dikin amade bûn, ji wê komcivînê komîteyeke şopandinê hat avakirin ku ez jî yek ji wê komîteyê weke nûner û mamoste ji Peymangeha Bedirxan a Zimanê Kurdî li Dêrikê bûm, derbarê wê yekê jî hin têbîniyan didim şirovekirin: 1Derbarê amadekirina rêbazên xwendinê ji me re gotin ku rêbaz ji Mexmûrê hatine û ji pola 1ê ta 12an amade ne ji bo çapê, ew yek jî bû cihê nerazîbûna me ku çawa nerîna me di rêbazan û guhertina wê de tune be. 2Ta ku em bi tena xwe biryareke weha nedin û bihtir li ser hurgulî û piştevaniya wê yekê rawestin, me mercê erêkirina “Desteya Bilind a Kurdî” ku di wî demî de hemû aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê li xwe digirt danî, lê wê desteyê behs nekir û tu biryar dernexistin, ji ber wê yekê, ji aliyê xwe ve, min û gelek havkarên din yên di bi taybet yên di bin sîwana “Encumena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê” de kar dikin xwe ji wê komîteyê vekişandin, wekî dim me karê xwe derbarê zimanê kurdî li Peymangehan Berdewam berdewam kir. 3-Saziya Zimanê kurdî biryar da ku bi tena xwe waneyeke zimanê kurdî

derbasî dibistanan bike, wê saziyê waneyeke kurdî derbasî dibistanan kir bê ti biyarên fermî kurdî û nejî danpêdanê ji Hikûmeta Sûriyayê, piştî demekê hikûmeta Sûriyayê gelek dibistan ji ber zimanê kurdî girtin. 4-Di sala xwendinê ya 2015an de Rêveberiya Xweser her sê polên 1,2,3 yên seretayî bi timamî kirin bi kurdî û rêbazên erebî rawestandin, ENKSê jî ew pênkav bi tevlîhevkirin û têkbirina rewşa xwendin û xwendekarên kurd bi nav kir , herweha got ku ew rêbaz eydiyolockirî ne, li dijî wê yekê jî ENKSê xwenîşandan li dar xistin. Zankoya Şamê, Piştî destpêkirina kirîza Sûriyayê, Hikûmetê birayar da ku xulên zimanê kurdî li Peymangeha Bilind a Zimanan a Zankoya Şamê veke, di destpêka sala 2014an de xulên zimanê kurdî bi tîpên latînî li wê peymangehê dest pê kirin, lê di destûra Sûriyê de zimanê fermî yê wî welatî her zimanê erebî ma. Zimanê kurdî di rêkeftinên navdewletî ji bo Sûriyayê de -Kongirê Cinêv 1, Kongirê Cinêv1 ji bo çareseririna kirîza Sûriyayê di 30ê Hizêrana sala 2012an hat lidarxistin ku tê de gelek aliyên herêmî û navdewletî herweha Hikûmet û Opozisiyona Sûriyayê jî amade bûn, daxuiyaniyek di 5ê Tîrmeha heman salê de derket, ku tê de derbarê nasnameya Sûriyayê weha hatiye: “3-Endamên koma karî ya ji bo Sûriyayê pabendî bi bi serweriya Komara Erebî ya Sûriyayê û serxwebûn û yekîtiya wê ya niṣtîmanî û silametiya xaka wê dikin”. “C-…Derfet li Sûriyayê tuneye ji bo tayi�iyetê yan ciyawazî li gorî necat yan ol yan zimên, û divê kêmnetew piṣtrast bin ku wê rêz ji bo mafên wan were girtin.” “C-…Dibe ku dubare xwendin li sîstema destûrî û yasayî ya Sûriyayê were kirin”Kongirê Cinêv 2, Kongirê Cinêv2 di 22ê Çileya 2013an hat lidarxistin, bihtiriya wê li ser ṣirovekirina xalên Cinêv1 bû, ew kongir bê ti encam û rêkeftinan bidawî hat ji ber ku her aliyekî li gorî xwe Cinêv1 ṣirove dikir. -Belgeya Qahîrayê, Di 3ê Tîrmeha sala 2012an kongirek li Qahîraya paytexta Misrê hat lidarxistin ku ew kongir taybet bi opozisiyona Sûriyayê bû û gelek aliyên opozisiyonê tê de amade bûn, di dawiya wî kongirî de belgeyek bi navê “Belgeya Peymana Niṣtîmanî ya Opozisiyona Sûriyayê“ hat encamdan, derbarê kurdan weha di wê belgeyê de hatiye: “6-Dewleta Sûriyayê danê bi hebûna netewa kurd di nava gelê Sûriyayê de dide, herweha danê bi nasname û mafên kurdan yên netewî rewa li gorî peyman û belgeyên navdewletî di çarçoveya yekîtiya niṣtîmaniya Sûriyayê de dide, herweha li netewa kurd dinere weke beṣeke resen ji gelê Sûriyayê”. Belgenameya Cîhanî ya Mafê Mirovan 101948/12/ Di xala 3an a madeya 26an de weha hatiye: “Ji mafê dêûbavan e ku cure xwendinê ji bo zarokên xwe hilbijêrin“ Ziman dan û diyariyek ji Xwedê ye, nabe were desteserkirin û qedexekirin, û nabe dev ji wî ma�î were berdan, Mîr Celadet Alî Bedirxan di Hejmara yekê ya Kuvara HAWARê de weha gotiye:“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî tiştî heyîna zimanê dê bide naskirin. Lewma ku ziman şerta heyînê a pêşin e“ Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyayê ta weke îro 9 Gerên Kongirê Cinêv, 9 Gerên civînên Astanayê herweha gelek civîn û kongirên din mina Qahîrem Riyad, Sotçî hatine Lidarxistin, ta niha jî hîn kirîz nehatiye çareserkirin û hîn jî zimanê kurdî derbasî destûra Sûriyayê nebûye, mercê sereke û pêşîn ê heyînê jî weke Mîr Celadet gotiye; “Ziman e“.

Du zarokên Kurdên Rojavayê Kurdistanê tevlî Orkestraya Dortmondê bûn Kurdistan- Zana Ehmed Heyv û Rok Osê du zarokên Kurd ên bajarê Hesekê ne ku li bajarê Dortmondê jidayik bûne, niha di nava Orkestraya wî bajarî de cih digirin. Heyv û Rok ligel tevahiya endamên malbata xwe li ser destê bavê xwe Mihemed Osê fêrî mûzîkê bûne. Heyv Kemanê û Orgê û Rok jî li Tembûr û Kemanê dijenin. Ji bilî mûzîkê jî, her du zarokên Kurd werzişa Boxsingê dikin û gihîştine astên baş ên vê werzişê.Bavê wan zarokan ji Rojnameya Kurdistan re got:Min bi hemû karînînên xwe zarok fêrî muzêkê kir û ezê berdewam bim ligel wan, herwiha ligek zarokan min hevjîna xwe jî fêr kiriye. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.