k134

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (134)

Çirya Pêşîn / 1 - 10 - 2018

www.pdk-s.com

Li Rojavayê Kurdistanê kareseteke mirovî rû dide، her sed zarok di yek polê de dixwînin Sîham Ehmed- Qamişlo

Ji ber ku ti alî danpêdanê bi bawernameyên dibistanên ser bi rêveberiya PYDê ve nake، xelkê parêzgeha Hesekê hewil didin zarokên xwe bişînin dibistanên ser bi hikûmeta Esed ve ku

heta niha danpêdan pê tê kirin û bertîlan jî ji bo vê yekê didin. Herwiha pirsgirêkek mezin heye، ji ber ku dibistanên parêzgeha Hesekê yên ser bi hikûmetê ve têra hejmara mezin a şagirtan nakin، hinek

ji xelk zarokên xwe dişînin dibistanên bajarên din û gelek mala ji ber vê mebestê koçberî Şamê bûne. Mihemed Elî dibêje: em neçar in zarokên xwe bişînin dibistanên Erebî ji ber ku pêşeroja wan diyar e،

û em her tim dibêjin ku em dixwazin bi zimanê Kurdî bixwînin، lê di heman demê de em naxwazin dibistanên wan bên girtin û pêşeroja zarokan nediyar be. Mamosteyek jî dibêje: ji ber ku xelk

zarokên xwe dişînin dibistanên Hikûmeta Esed hejmar gelekî zêde bûye، û car caran zêdetirî 70 şagirtî di yek polê de dixwînin، û ev yek bi xwe karîseteke mirovî ye derheqê van zarokan، û bi rastî di vê sînorek

ji vê karesetê re were danîn da ku zarok bi hêsanî xwendina xwe temam bikin. Cuma Omer jî dibêje heger rewş bi vî awayî biçe dê zarokên me bê bawername biînin، û dê ji xwendinê bê par bimînin. www.pdk-s.com


2

Çirya Pêşîn / 1 - 10 - 2018

Kurdistan-Hejmar (134)

www.pdk-s.com

Referanduma Serxwebûnê ji bo her Kurdekî giring bû Sîmav Omer- Hewlêr Salek bi ser encamdana referanduma Serxwebûna Kurdistanê re derbas dibe، pisporên destûr û yasaya navdewletî tekez dikin، ku referandum wek belgeheke giring di dîroka gelê Kurd de dimîne û her dema ku Kurdistan ji Iraqê serbixwe bibe، kare kar bi encamên referandumê bike، li gorî yasayên navdewletî، ti pirsgirêka yasayî ji referandumê re tine ye. Ew pispor didin xuyakirin، ku encamên referandumê hatine rawestandin، lê nehatine hilweşandin. Refernduma Serxwebûna Kurdistanê li gor wîkîpîdiya ev referanduma Serxwebûna Kurdistanê، Referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê، Referanduma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê، kar û xebatên di rêya serxwebûna Kurdistanê de ye. Piştî sala 2003an ku hate Îraqê Emerîka derfetek mezin ji bo Kurdên başûr çêbû ku statuyekê bidest bixin. Jixwe statuyek jî standin û piştî wê jî kar û xebat di rêya serxwebûnê de dikin. Niha gehiştiye asta serxwebûnê. 30ê adara 2017an، Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya sekreterê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî António Guterres kir. Di vê civînê de Serok Barzanî di gel sekreterê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî re gotiye ku di demeke nêz de wê referanduma serxwebûnê were kirin û ji Neteweyên Yekbûyî xwestiye ku alikariya wan bikin. Di 2ê Nnîsana sala 2017an de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hin partiyên din li ser referanduma serxwebûnê û bilindkirina alaya

Kurdistanê li Kerkûkê civiyan. Nûnêrê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê di 22ê Gulana 2017an de got ku Herêma Kurdistanê di derbarê referandumê de em agahdar kirine û her wisa lêzêde kir ku gelê Kerkûkê dixwaze bikeve nava Herêma Kurdistanê. Her wisa Serok Barzanî di 25ê Gulana 2017an de çû So�iyaya paytexta Bulgaristanê. Li vir li gel serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borissov hevdîtinek pêkanî û ji wi re behsa referandûmê serxwebûnê kir. Li gor serokê komiteya hilbijartin û giştpirsiyê Hendrên Mihemed Neteweyên Yekbûyî wê di giştpirsiyê de bêalî bibin û ji bo ku giştpirsî yasayî bibore wê o�îsan vekin. 14ê îlona 2017an li Duhokê di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Neteweyen Yekgirtî re bi beşdabûna Emerîka، Almanya، Fransa û Brîtanyayê de hevdîtinek girîng hate kirin. Serok Barzanî bi aliyên siyasî، di 7ê Pûşpera 2017an de li Pîrmamê kombûnek pêk anî. Di wê kombûnê de biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê hate ragiahndin ku referandum di 25ê îlona 2017an de were kirin. Parlamentoya Kurdistanê jî 15ê îlona 2017ê de ev biryar pesend kir. Di vê civînê de amadebûyên civînê bi koma dengan li ser van çend xalan li hev kirin: Yekem: Roja 25ê Îlona 2017ê weke roja

sazkirina referandumê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hat diyarkirin. Duyem: Her ji roja dawîhatina civînê heta dema birêveçûna referandumê، hemû alî xebatê ji bo ji bo çalakkirina parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin، ew yek jî bi armanca bi dest xistina komdengiya niştimanî. Sêyem: Tekezî li ser başkirina debar û rewşa jiyana xelkê û awirdan li arîşeyên aborî yên hevwelatiyên Kurdistanê û mûçewergir û çîn û tijwêj û xelkê kêmdahat hat kirin. Çarem: Biryar hat dayîn ji bo pêkanîna Encumena Bilind a Referandumê bi serokatiya birêz Mesûd Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn، ku heta roja 12ê îlona 2017an partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûn di çend komîteyên taybet bi referandum û piştî referandumê de diyar bikin. Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) bi boneya salvegera roja Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir. Polîtburoya PDKSê îro 25ê Îlonê Roja Referandûma Serxwebûna Kurdisatanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî û PDKê kir û ragihand:

“Bi salvegera Roja Referandûma Serxwebûna Kurdistanê pîrozbahiyê li serkirde، endam û alîgirên PDKê û hemû law û keçên Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê yên netewî û olî dikin.” Di beşeke din a peyamê de hatiye، “Referandûm rojeke dîrokî ya girîng e، ne tenê li ser asta Kurdistana Iraqê، belkû kevirê bingehîn ê serxwebûna her çar perçeyên Kurdistanê bû، ku gel gotina xwe bê dudilî got û bi rêjeya zêdetir ji sedî 92 dengê belê da، ku cîhan bi tevahî sersam kir û tîna xwe ji azadî û serxwebûnê re nîşan da.” Polîtburoya PDK-Sê amaje bi wê jî kir، “Tevî plangîriya dijmin û nehezan û aliyên xirabiyê dikin، hat çespandin ku dema hişmendiya serkirdatiyê û vîna gel rast hev tên، bêgûman encamên baş û serkeftin pêk tên، ev yek jî di van rojên dawî de diyar bû، ji wê jî serkeftina di hilbijartina parlemantoya Iraqê de ku PDKê partiya yekem bû di nava hemû partiyên Iraqê de. Herwiha dê çend rojên bê de jî wê yekê di hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê de biçespîne diyar bike ku çendî cemawerê Kurdistanê li pişt Partiya Barzaniyê Nemir û projeya netewî ya Kurdistanê ya Serok Mesûd Barzanî serkêşiya wê bi hîmet û karînên bilind dike ye.” Di dawiyê de Polîtburoya

PDK-Sê dibêje: “Cenabê Serok û biraderên PDKê em tekez dikin ku emê di rojên xweşî û nexweşiyê de bi hev re bin û bi berdewamî hewl bidin ji bo bihêzkirina pêwendiyên xebatê û cibicîkirina armancên gelê me yên ber bi azadî û diyarkirina çarenivîsê ve li gor rêbaza Barzaniyê Nemir. Careke din salvegera yekem a referandûma serxwebûna Kurdistanê ya dîrokî pîroz dikin.” Parêzer Mihemed Ehmed wiha derbarê vê mijarê de dibêje: Her dema ku Herêma Kurdistanê biryara serxwebûnê bide، dikare li gorî encamên referandumê، derbarê serxwebûnê diyalogê li gel Iraqê û aliyên din bike. Pêwîstiya gelê Kurdistan careke din bi referandumê tine ye، ji bo ji Iraqê cuda bibe، ji ber ku ew referanduma di 25ê Êlûna 2017an de hat kirin، li ser astê navxwe û navdewletî، wek belgeh û karteke bihêz dimîne û her dema ku Herêma Kurdistanê bixwaze، kare bi riya wê، serxwebûna xwe ji Iraqê rabigehîne. Ciwan ku welatiyekî Rojavayê Kurdistanê ye wiha dibêje: Ev referandum gelekî giring bû ji bo xelkê Kurdistanê û derfeteke giringe ji bo çareserkirina pirsa Kurdî bi awayekî siyasî û ligel wê çarekirinê، wê mafê ew grûpên olî û netewî yên li Kurdistanê dijîn bê parastin، ez dikarim bibêjim ku ev referandom

giringiya wê ne tenê ji bo Kurdên perçeyekî Kurdistanê ye، belko ji bo tevahiya Kurdistaniyan giring bû، divê Kurdistan sûdê ji vê belgehê werbigre û li ser asta navdewletî bikar bîne. Ez wek Kurdekî Rojavayê Kurdistanê her tim amade me xwîna xwe di ber Kurdistaneke serbixwe de bibexşim û me hemûyan dît ku çawa Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Rojava û Başûrê Kurdistanê û li ewropa jî bi hemû hêza xwe piştevaniya vê biryara giring ya serok Barzanî kirin û bi dil û can û her tiştekî pîroz dê piştevan bin heta ku yek dilop xwîna me mabe.” Cuma Xidir jî derbarê vê mijarê de wiha dibêje : Ya giring di vê dema niha ku Kurd bibin yek da ku ev pirose were serxistin û êdî Kurd ji jêr zulm û zordariyê derbikevin، û êdî ew jî mîna miletê din yên Dunyayê bibe xwedan maf û ji vê rewşa niha ya nebaş rizgar bibin، Kurd hêjayî vê destkefta mezin heger xwe bikin yek û destê hevdû bigrin، Serok Barzanî hilgirê vê alê ye û divê her Kurdekî bi şeref piştevaniya wî bike û nehêle pîlanên dijminan biçine serî da ku Kurdistaneke bihêz di jêr serpereştiya serokekî bi karîn bête avakirin. www.pdk-s.com


Çirya Pêşîn / 1 - 10 - 2018

Kurdistan-Hejmar (134)

Girtiyên siyasî yên Kurd jibîr nekin Kurdistan- Jîn Mihemed Rêxistina lêborîna Navdewletî (Amnesty International) çalakiyeke taybet ji bo berevaniya di ber girtiyên siyasî de birêve bir û Kurd jî beşdarî çalakiyê bûn. Roja 152018-09-an Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) li bajarê Hagin ê Almanyayê çalakiyeke taybet ji bo berevaniya di ber mafê girtiyên siyasî de birêve bir. Di çalakiyê de poster û wêneyên hin girtiyan hatin nîşan dan û daxwaza piştevaniyê

ji bo berdana wan hat kirin ku wêneyê girtiyên Kurd yên di zindanên rejîma Esed û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê jî hatin bilindkirin. Îmad Xelef derbarê mijara girtiyên siyasî wiha ji rojnameya Kurdistan re got: Rêxistina çalakiyên bi vî rengî gelekî giring da ku miletê me ti carî girtiyên xwe jibîr nekin û wan timî bibîr bînin، û divê Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê di vê yekê bi erkê xwe bibîne û li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Ewropayê çalakiyên wiha lidar bixe da ku ew girtiyên siyasî di bîra xelkê de

bimîne، û ji tevahiya dunyayê re nîşan bidin ku girtiyên siyasî gelek in çi di zindanên PYDê

û rejîma Esed ve، lewma ev çalakî pêwîst in، û divê li pêşiya baregeha Yekîtiya Ewropa û

Neteweyên Yekgirtî werin lidarxistin، û lîstek bi navê wan ji bo wan dezgehan were

www.pdk-s.com

3

pêşkêşkirin. Muhsin jî wiha derbarê vê mijarê de dibêje، binpêkirinên li dijî mafê mirovan li tevahiya cîhanê bên rawestandin û girtî ji tevahiya zîndanên cîhanê bên berdan û bi taybet yên Kurd di zindanên rejîma Esed û desthilatdariya PYDê ku hejmarek mezin di zindanên PYDê de ne، divê çalakiyên bêhtir werin lidarxistin û Kurd zindaniyên xwe jibîr nekin ji ber ku ew bi hewceyî me ne û lewma divê em wan jibîr nekin. Girtiyên siyasî cihê rêzê ne û wan xwe ji bo jiyana xelkê din kirine qurbanî.

11ê Îlonê û guhertina Cîhanî Hewlêr -Raid Mihemed Di 11 vê mehê bîranîna Teqîna Cîhanî ya ku têde herdû Burcên Bazirganiya Cîhanî li Şarê Niyoyork li USA ka hatin hilweşandin di riya 4 Firokên Sivîl ku 19 kesên Tirorist ew Revandibûn ، û berê wan �irokan guhertibûn ku pêre berê Cîhanê hate Guhertin ، û Ev Roj Navê xwe di Dîrokê de nexişand ، bi 4 Firokan ku 2 ji wan li herdû Burcê Bazirganiya Cîhanî xistin û yek li wizareta Berevaniya Emerîkî xistin û ya çaran berê wê bi Koçka Spî bû lê Rokêtên berevanî ew Firok daxisine xwar berê ku armanca xwe pê bîne ، ev bûyera mezin Nasnameyeke nû ji Teroristê re danî ، û hinceta Emerîka çêbû ji bo bihtir destwerdanê bike di Cîhanê de ، ku ji Encamê Bûyera 11 Êlûnê 2001an ، 2996 kes mirin û zêdey 6000 kes birîndar bûn ، lê hin Şirovekarên Siyasî li Cîhanê dibêjin ku Zagonsazê Emerêkî li benda Bûyereke wiha bûn û ne dûre destê CIA têde hebe ، ji ber wiha di dawiya sala 2001 Emerîka berê xwe da Efxanistanê û Şerê Talîban kir ji ber ku Rêxistina El- qa’ide ev

Bûyera mezin xiste Stûtê xwe de ، û ev Rêxistin li Efxanistanê dijiya ، û Emerîka û Dewletên hevpeyman Hikûmeta Efxanistanê guhertin û piştî gereke dirêj karîbûn ku serokê Elqa’ide yê Sûdî Usama Bin Ladin bigrin û bavêjin nav Ava Zerya Hindî ji kes laşê wî ne bîne ، wiha Emerîka karîbû xwe nêzîkî Sînorê Dijminê xwe yê kilasîkî bike “Rûsya “ ، û ji bo hêza xwe bihtir belav bike û destê xwe deyne ser Çavkanî û jêderên Betrolê li Kendava Farisî/Erebî ، û ji bo Emerîka li beramberî Hêza Aborî ya Çînê Raweste ، Emerîka berê xwe da Iraqê di 19 Adara 2003an û di 9 Nîsana wê salê karîbû pêkerê “Sedam Hisên” dîktatorê Iraqê bêne xwar ewê ku reviya û kes nizanîbû çû li kûdê û leşkerê Iraqê zû hilweşiya û xwe radestî Emerîka kir ، paşî Sedam Hisên di Kirtikekê de hate girtin û di Hobeya 5an ya Istexbarata Iraqî ya ku xelk têde digatin Işkencekirin ew jî hate dibarvekirin piştî ku hate dadgehkirin ، û Emerîka Hikûmeteke Nû ji hemî pêkhatên Iraqê danî ، di vê demê de Kurdê Başûrê Kurdistanê yên ku demeke dirêj xebat dikirin û gelek cara dişkestin ، bi hatina

Emerîka û belavkirina demokratiyê li vî welatî de ، kurd ev yek bi dest xwe ve anîn û mafê Fedrelîzmê standin û ev yek bû cihê kêfxweşiya hemî kurdan li Cîhanê ، lê kurdê Rojavayê Kurdistanê baceya vê yekê danîn dema Hikûmeta Sûriya di 12 Adara 2004an gurê xwe û kûçikê xwe yê har şiyandin bajarê Qamişlo û Şerê kurda kirin û Hikûmeta Sûriya kurdê Rojavayê Kurdistanê kuştin û girtin û ji kar avêtin û Xwendevan ji Zanîngehan derxistin ، ji Encamên 11 Êlûnê jî ku Îran û Wilayeta Feqîh li herêmê belav bû û bûyerin mezin li Erebistana Sûdiyê û li

Behrên û Kiwêt rû dan û Hûsî li Yemen xirabî kitin bi piştevaniya Îranê ، û Leşkerê Sûriya ji Libnanê derketin piştî Kuştina Re�îq Elherîrî ku kuştina wî dikeve Stoyê Sûriya û Hizib Ellah yê girêday bi Iranê ، lê ji bilî Bihêzkirina Iranê di herêmê de tê naskirin ku Tirkiya jî pir mezin bû û bi hêz bû piştî ku Akpartî hate ser kursiyê desthilatê ، li wir jî kurdê me mafên mezin standin û kurd di perlemantoya vî welatî de beşdar bûn bi partia HDP û pirojeya Aştiyê dest pêkir ، lê diyar bû ji Emerîka re ku guhertineke mezintir pêwîste ji ber vê yeke di sala 2001 Başûrê Sûdanê Serxwebûna xwe

ragihand û ji Sûdanê cuda bû û di dawiya 2010an û dest pêka 2011 Şoreşa Buhara Erebî hate vêxistin li Tûnis û Misir û lîbiya û Yemen û Sûriya ، ku dest hilatê van welatan hatin guhertin ji bilî rêjîma Esed li Sûriya ku palpiştiyeke mezin jêre hat ji layê Îran û Rûsiya û hin welatên dî û di encamê de Gelên Sûriya baca vî şerî danî bi kuştin û revandin û derbederî û koçberî û xeniqandina di nav deryayê de ، û hîn ev agir li Sûriya ne hatiye vemirandin lê ew jî derfeteke zêrîn hate bi ser kurdê Rojavayê Kurdistanê ku mafê xwe bistînin lê dabeşkirina

hêza kurdî di nav gelek aliyan de hişt het rexek xwe bibîne rast û şerê hev bikin û ayindeya vê herêmê ne diyar e ، lê hêviya kurdan heya niha ser pirojeya Emerîka ye û Emerîka jî li bercewendiyê xwe digerê û kare kurda bifroşe mîna Efrîn û Kerkûkê ، lê ya baş ew e ku hêzên kurdî li ba welatên Rojava cihê baweriyê de ne û kurd dûrî Teroristiyê ne û Doza Kurdî li piştî 11 Êlûna 2001 hatiye guhertin û pêwîste ku were çareserkirin ji bo Aştî û Aramî li Herêmê peyda bibe û Jêderên Petrolê di rewşeke aram de bin û dûrî metirsiyê de bin ..

www.pdk-s.com


Çirya Pêşîn / 1 - 10 - 2018

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Navên wan Kurdî ne û navên zarokên wan Erebî ne

Sîpan XelîlHewlêr

Mirov matmayî dimîne ji ber ku di dema dawî de navên Erebî careke din di nava civata me ya Kurdî zêde dibin، û ya herî kambaxtir ew e ku ez navê pirr kesan dibînin ku navê wan Kurdî ne، û navên zarokên xwe dikin Erebî،

û ji bo tekezî li ser vê mijara giring، ev çend nimûneyên zindî ne ku ew bi xwe hevalên min in(Kawa navê kurê xwe kiriye Yûsif، diyar e ligel xanima xwe temaşeyî zincîre �ilmê Pêxember Yûsif kirine، lewma ev nav lê kirine، û Welat jî ku paşnavê wî jî Kurdî ye navê kurên xwe yek

kiriye Mihemed û yên din jî kiriye Mehmûd، ew jî diyare hin ji kesûkar û merivên wan Pêxember di xewna xwe de dîtine yan navê bavê xwe rakiriye، herwiha Şivan jî navê bavê xwe li kurê xwe kiriye û navê wî zarokê şêrîn û nazik kiriye Şêxmûs). Mixabin ev hin nimûne bûn، û hêj gelek nimûneyên din jî hene. Gelo ez dikarim vê pirsê ji van heval û vê xelkê bikim yên ku navê zarokên xwe dikin Erebî، û navê wan bi xwe Kurdî ne، em niha di sala 2018an de dijîn û hûn van navan li zarokên xwe dikin، gelo hûn di şûna bavê xwe de bana û di salên zor û zordariyê jiyabana، gelo wenê navê zarokên xwe kiriba çi. Bavên we şêr

in، mêr in dema ku navê we kirine Kurdî، û ji ti kes yan alî yan rejîmeke zordest neditirsyan، lê hûn berûvajî wan in، dema ku we ev kiryar derheqê van zarokan de pêk anî. Bavê min di sala 1978an de dema ku li civatekê rûnştî bû، behsa navan hate kirin، wê demê li Kurdistana Sûriyê nû xelkê navê zarokên xwe bi awayekî baş dikire Kurdî، û birayekî min hatibû ser riwê dunyayê، û di wê civatê de kesekî ji kesekî din re digot; navekî xweş li cem in heye ji bo kurê te ku ew jî Kawa ye، lê wî kesî bersiv da û got; ez van navan li zarokên xwe nakim، yekser bavê min got; dê ev nav ji kurê min re be û ezê van

Kurmanciya Latînî li Herêma Kurdistanê

Fener HemedoHewlêr Kurdî Zimanê fermî yê Herêma Kurdistanê ango Başûrê Kurdistanê ye. Ew bi tîpên Erebî tên nivîsandin، daku kesek nebêje ew tîp ne Erebî ne û bi eslê xwe Kurdî ne û ji ku em ji mijarê dernekevin jî emê ji wan tîpan re niha bibêjin tîpên Kurdî yên Kevin، Eger we xwest navê inglîzî yê wê alfabeyê “ Perso-Arabic” e. Bi herdu zaravayên Kurdî yên Kurmanciya Jêrîn ango weke li wir tê binavkirin Soranî û Kurmanciya Jorîn(Kurmancî) ya ku jê re dibêjin Badînî. Gelek hewil li seranserê Kurdistanê hene tên kirin ji bo hevgirtina Zimanê Kurdî û peydakirina nêzîkbûnê di navbera wan de، bi taybetî di ragihandinê de; ji ber ku heger hûn li ragihandinê tamaşa bikin hûnê çend coreyên vî karî bibînin li Televîzyonê di çend kenalan de ku ew bi Kurdiya Latînî dinivîsin

carcaran bi Kurmancî û heta hinek kenal ji bo Soranî jî alfabeya Latînî bikar tînin; helbet ev der ne cihê wê yekê ye ku ez piştgiriya “Latînî kirina” Soranî bikin an jî ez dev bavêjim wê. Lê ev navên han di ragihandinê de xurtiyekê didin Zimanê Kurdî bi giştî. Nexasim bernameyên bi herdu zaravayan tên weşandin û hinekî mafê Kurmancî didinê! Em şanaziyê bi “ Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê” û “ Enstîtuya Kurdî li Parîsê” wek dezgehên herî binavûdeng li cîhanê û ew bi xwe ne yên Kurdan in çiqas karmend û xebatkarên wan baş bin jî lê ew dimînin milkên wan dewletan. Û hevrêzî û piştgiriya wan herdu dezgehan erkek e li ser me ji ber hewl û xebatên wan ên giranbiha. Li Herêma Kurdistanê hema bêje tu di nav xelkê de Kurdî ya Latînî nabînî ji xwe em dikarin bibêjin ku kesek pê nizane! Ji vir û daku bi erkê xwe ve rabe divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî ji dil bike û piştgiriyê bide Kurmanciya Latînî. Bila di ragihandinê de wê jî bikar bîne carcaran. Bile Parlementoya Kurdistanê vê yên bike mijar. Ew Hikumet in ne ez، ew dikarin biryaran bistînin، ne ez! Yek jê ez li ber xwe dikevim dema ku ez dibînim ku xelk û hikûmeta Başûrê Kurdistanê Kumanciya Latînî paşguh kirine. Helbet ew bi kêfa xwe ku bikin tişteke fermî yan na، lê divê bi rengên din karan bikin، di ragihandinê de zêdetir bikin، dersên kurdî dest pê bikin li amojgeh û peymangehan û pertûkxane û weşanxaneyan ava bikin û destê alîkariyê bidin hemû projeyên têkildar. Heger wan ev tişt kirin ew ne minetekê dikin belku ew tişteke pêwîst dikin.

navan li zarokên xwe bikim. Ezê vê nimûya ku bi kesê min re çê bûye ji were bibêjim، dema kurek ji birayê min Welat re çêbû، xuşka min hate mala wan û ji wan re got ku min Pêxember di xewna xwe de dîtiye، û divê hûn navê vî kurî bikin Mihemed، helbet ji ber ku piştî keçekê jî hatibû ser riwê dunyayê، yekser min jêre got; xuşka minî delalî navê zarokên te Nêçîrvan û Alan û Şîlan e، û tu hatiye navê zarokê me bike Erebî، û piştre birayê min bi ya xwe kir û navê wî kire Sîpan، û ji wan re got، bi kêfa xwe bang wî bikin، lê niha ew mezin bûye، û dibêje navê min Sîpan e، ne Mihemed e.

Heger hin ciwanên me yên niha dixwazin di rêya vê yekê re navê Bav yan Dê yan Bapîrê xwe rakin، pirs ew e gelo çima bavê te navê bavê xwe li te nekir، û navê te kire Kurdî، helbet ji ber ku dixwaze navekî xweş û serdemyane li te bike، lê divê hûn vî gunehê mezin nexin stûyê xwe de، ji ber ku dê di pêşerojê de ev zarok di nava zarokan de şermezar bibe û ji ber navê xwe fedî bike، wê demê tê poşman bibe. Hevalno، Kurdino navê xweş û sivik û bi wate li zarokên xwe bikin، û nekevin şaştiyeke wiha mezin.

Henasa mizgîniyê Babîsok Amûdê Henasa mizgînyê ، rêberê çol û çiya Siwara bozê ، bilbilê bax û zeviya Delalê ber dilê her bav û kal û diya Li buiştê xweş rûne ، tu mêvanê keziya Sûnd bi al û netew sûnd bi kofya Mîtanî Sûnd bi şal û şapik bi xencera kalanî Ji rêbazê tune ، veger rêça te danî Her tu zindî ye xweşnav Nemir Barzanî Soz bi hêstirê diyan ، bi kuştyê zindana Bi nalîna Helbça ، bi stiranê hozana Bi şoreş û cengê ، bi omîda ciwana Bi kefenê riziyayî ، bi gora pakrewana Em te ji bîr nakin ، bazê li ezmana Serekê karwanê ، pilingê li zozana Neynika netewê ، hemdemê perîşana Mûm û çira jînê ، serokê qehremana Nemiriye tu ، çawa wê dil bê te bijî Evîna te agire ، volkana di pijî Bi evîna te ew ، bi dozê re dighijî Dara bi sitûnî ، ba lê naxe nahejî Yekê avdarê ، naşkîne vîna dilê me Ji wan çava nabe şewq vedana kilê me Xebat û têkoşîne ، dermanê kulê me Aştîxwaz û rêbere ، Barzaniye dilê me www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.