k137

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (137)

Çirya Paşîn / 15 - 11 - 2018

Yekrêziya Kurdî tenê di tengaviyê de tê bîra PYDê

www.pdk-s.com

Mehmûd Elî-Qamişlo

Di vê dema dawî de Artêşa Tirkiyê çend êrîş birin ser baregehên çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê li çend bajarên Kurdistana Sûriyê, û ev yek jî tirs li cem

xelkê deverê durst kir, herwiha PYDê wek her tim di rêya çend partiyên alîgirên xwe re daxwaza yekrêziyê di nava raya giştî de belav kir, da ku xwe ji vê tengeaviyê rizgar

bike. Cuma Xelef li ser vê mijarê wiha ji Rojnameya Kurdistan re got: Partiya Yekîtiya Demokratîk ku bi PYDê tê naskirin, ti carî di berjewendiya Kurdan de kar nake û

tenê xizmeta welatên dagîrkerên Kurdistanê dike, lewma di dema ku lê teng tê yekser xwe davêje pirsa yekrêziya navamala Kurdî li Kurdistana Sûriyê, helbet di riya

partiyên din re dixwaze vê nameyê bighîne, û Encûmena Niştîmaniya Kurdî bi xwe re bike şirîkê şikestina xwe. Şahîn Omer jî wiha dibêje: Divê tevgera Kurdî xwe bike yek

lê bi mercê ku PYDê zindaniyên Kurd yên bê sunc girtî ne berde, û mijara leşkeriya neçar û vekirina o�îsan çareser bike da ku seqayekî guncaw were peydakirin. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.