132

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (132)

Îlon / 1 - 9 - 2018

www.pdk-s.com

Sala nû ya xwendinê hat, û îsal jî PYDê dê mala nifşekî din xerab bike Sûzan Mele

Ji ber ku ti aliyek îtîrafê bi bawernameyên dibistanên ser bi rêveberiya PYDê ûnake, hêj xelkê Cizîra Kurdistana Sûriyê hewl didin zarokên bişînin dibistanên ser bi rejîma Sûriyê ve ku

hin ji wan dibistanên krîstiyanin. Li Sûriyê danpêdan bi dibistanên ser bi rêveberiya PYDê ve nayê dayîn, xelk neçar dibin zarokên xwe bişînin wan dibistanan û pereyekî zêde jî bidin. Lê, ev pirsgirêk

derdikeve holê, ji ber ku dibistanên hin bajaran yên ser bi hikûmetê nemane mîna Amûdê, hinek ji xelkê wan deveran zarokên xwe dişînin dibistanên gundên Erebanyan bajarên din û ev yek zehmetiyeke

mezin ji bo wan.Îsal jî rêveberiya ser bi PYDê ve careke din mala xelkê xera kir û ew xwendin bi rêbeza bêserûber berdewamî pê da û heta pola 12 li gor ku ew dibêjin dê bi Zimanê Kurdî û li gor îdyolojiya wan be. Mamosteyê

bi navê Îsa wiha derbarê vê mijarê de dibêje:Berdewamiya bi van rêbazan mala xwendevanan xerab dike û ew ji niha û pê ve dê bê bawername bin, û dê bi vê yekê bi sedhezaran xwendevanên Kurd bê bawername bin

û ji xwendinê bêpar bin. Mihemed Şemo jî dibêje: PYDê ajendeyên rejîma Esed dimeşîne û rejîma navborî dixwaze zarokên Kurd bê xwendin bimîne û nezan jiyana xwe berdewam bikin, xwelî serê PYDê be. www.pdk-s.com


2

Îlon / 1 - 9 - 2018

Kurdistan-Hejmar (132)

www.pdk-s.com

Koçberiya Ciwanan..Birîneke vekirî berû Ewropa ve Raid Mihemed– Hewlêr Stûna Serekî di her civakek di Cîhanê de Xort û Ciwan in, ji ber ku gênc û ciwan ew in yên barê bilin kirina welatê xwe û parastina xaka wî ji bilî pêşketina civakê û pirkirina nişteciyan , û ew in yê ku kar dikin û destkeftiyan tênin ji Welatê xwe re, zaniyarê Mesrî Mistefa Mehmûd derbarê vê yekê dibêje : “ heger Ciwan di çêkirina Jiyanê de beşdar ne bin, wê kesên din Ciwanan neçar bikin ser Jiyaneke çêkirî “ ji ber hiwa Civakên pêşketî nerxekî buha didine Xort û Ciwanan û derfetên mezin ji wan re peyda dikin û Rola Gêncan pir mezin e, berûvajî ji vê yekê , heger em berê xwe bidin Civakên paşketî mîna Civaka me ya kurdî , ku derfet pir kêm in, û Qunaxa Ciwaniyê her tim di kirîzekê de derbas dibe, ji ber ku Astê xwendinê pir kêm e, bi taybetî piştî ev şerê ku ji 2011an li Sûriya û Rojavayê Kurdistanê vêketiye û ne hatiye vemirandin, ji bilî ku derfetê kar pir kêm e ji wan Ciwanan re û ya serekî ku Etmosfêra Demoqratiyê li Rojhilata Navîn pir xirab e ji ber paşketinê û Dektatoriyê û Desthilatên xirab û Kirîzên berdewan, û ji ber ku Xewin û hêviyên Ciwanan bi piranî di xaka welatê xwe de şîn nabe, berê xwe didina Himbêzeke gerim û fereh û xakeke pîroz ji Xewin û hêviyên wan re ew jî Xaka Parzemîna Ewropa ye ya ku hemî alavan ji Ciwanan re peyda dike û hestê Ewlehiyê û mirovatiyê dide xuyakirin ji wan re, lê li vir metirsiyeke pir Mezin û xirab heye ku Ciwanên

xwedî Bawername û xwedan pispor ji welat vala bibin û hemî xwe li Ewropa bibînin , ji ber vê yekê Encamên pir xirab tên qada Welat, yek jê ku Ciwan nema hestê neteweyî li gel wî dimîne, û pirensîpên piraniya ciwanan tê guhertin dema ku li Ewropa niştecî dibin, û ji bilî Xerîbiya malbatan û Kêmbûna Hêza kar li welêt û bilind bûna rêjeya Keç an, li vir dive em jîbîr nekin ku Feylesûfê Yûnanî Suqurar dibêje :” Tiştek zehmet Nîne li pêşiya Ciwanan “ . Û di derbarê valakirina welêt ji Ciwanan , Zanyarekî Ereb bi navê Celal Amir dibêje : “ Dewleta ku Ciwanan pişt guhê xwe bike , wê Welatê xwe bike Mala Kal û pîr an “. Em dibînin ku di van 50 salên dawî û ji ber gelek

sedeman, Hejmarek mezin ji Ciwan û Gêncên me kurdan berê xwe dan e welatê xerîbiyê ji Encamên core cor bi ser welêt de hatin, û welatê me bû Buhareke bê gul an, lê tu tevger yan hêz û aliyên kurdî ser vê xalê ne rawestiyan û li ser vê birînê ne axi�în û derman ne kirin , mîna Rojavayê Kurdistanê ku ji ber sedemê Şer û Kirîza Sûriya ku hişt hejmareke mezin ji Ciwanên me berê xwe bidin Xerîbiyê bi Taybetî Ewropa , û wê demek were wê nifşekî kurd li Ewropa wê dûrî neteweya xwe bikeve dema ku tevlî civaka Ewropî bibin û têde wunda bibin û bihelin, her wê hinek bibin hêzek ji Kurdistanê re jî lê rêjeya wan em nikarin bêjin pire yan hindike , heya di warê çanda kurdî de jî ku Ciwanên me bi

zimanê Erebî û Farisî û Tirkî dinvîsandin û dema ku berê xwe dane Ewropa û Fêrî zimanê wan welatan bûn , tên bi wan Zimanê çanda kurdî dinvîsin û li vir metirsî dikeve ser Zimanê Kurdî , di derbarê vê yekê de gelek pirs dikin : Gelo wê Ciwanên me yê li Ewropa vegerin Welatê xwe dema Şer raweste ...? Gelo wê rêjeya wan çiqas be û ew Zarokên ku li Ewropa jidayik bûn û mezin bûn û Zimanê Kurdî li ser zimanê wan giran bû , gelo wê qebûl bikin ku vegerin yan wê karibin jiyana xwe bugherin ? Û pirsa mezin ew e : Gelo kî berpirs e ji valakirina welatê me ji Xort û Ciwan an , Gelo partî Tevgerên Siyasî berpirsin yan Rewşa Herêmî û Şer yan Siyaseta Welatên Zilhêz yan Ciwan bi xwe berpirsin yan perpirsên

veşartî hene û ne diyar in? Û wê kî karibe vê hêza mezin ji Ciwanên me yê li Ewropa bi dest xwe ve bîne û Li doza Kurdî bigere , Zaniyarê Cîhanî Gotê dibêje : “Çarenivîsa her Neteweyek diraweste û dimêne ser Ciwanên wê Neteweyê . Welatiyê bi navê Ciwan Xelef wiha derbarê vê mijarê de dibêje: Di van herdû salên dawî de, rojane bi dehan ciwanên, ku temenê wan di ji 18 heya 30 salî, koçber dibin û berê xwe didin Ewropa. Koçberiya, ku bûye diyardeyek, ji ber sedemên cuda, mîna ewlehî, zehmetiya jiyanê û hêviyên xwendinê û pêşerojeke baş pêk tê. Hin ciwanan xwendkar, ji ber rewşa ewlehiyê a kampax, ku bajarên wan lê dixwendin, nikarîbûn xwe xistibana

nav metirsiyê de û lewra berê xwe dane Ewropayê, helbet biruarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê yên taybet bi leşkeriya neçar rewş gelekî xerab kiriye û vê yekê hiştiye ku ciwan li Rojavayê Kurdistanê nemînin, PYDê mala Rojavayê Kurdistanê xerab kir û ciwanên me di şerê bê sûd e bikar anî û hejmareke zêde ji wan hatin şehîdkirin û yên din jî berê xwe dane Ewropayê û di baweriya min de ew ciwan nema vedgerin welat,ji berku dê fêrî jiyana wî welatî bibin û zehmet e careke din vegerin jêr desthilata Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hêzên ser bi wê ve.

www.pdk-s.com


Îlon / 1 - 9 - 2018

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (132)

3

Gelo ji sala 2011an ve çend çalakvan û endamên partiyan hatine şehîdkirin Mihemed Esed- Stenbol Li ser medyayê hatiye belavkirin, kuştina 52 endam û alîgirên Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li ser destê milîsên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê her ji sala 2011’an ve, û tevlî 311 tawan û kiryarên din yên revandin û binçavkirin û girtin û îşkenceyê hatiye tomarkirin. Herwiha medya xwecihî bal kişand li ser beşdariya Partiya kerkerên Kurdistanê PKK’ê di kiryarên kuştinê de, û lîsteyek bi navên kesayetiyên terorkirî hat belavkirin, û navê Meşel Temo di serî de hatiye. Hêjayê gotinê ye ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî hemû kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, bi taybetî kiryarên binçavkirina alîgir û endamên Encûmenê û daxistina o�îsên wê li bajarê Qamişlo û Amûdê

û Dêrikê şermezar kiribûn. Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, kiryarên wan milîsan şermezar kirin, û xwest ku piştgiriya ji bo wan bête rawestandin, û kiryarên wan bidawî bikin. Herwiha tekezî li ser giringiya rawestandina leşkerkirina ciwanan bê cudahî ya bi darê zorê kir. Ku di demên borî de, xwenîşandanên cuda cuda li navçeyên li jêr

destê mîlîşyatên PYD de hatin lidarxistin, û kiryarên serkutkirin û zordariyê û leşkeriya bi darê zorê ji aliyê xwenîşanderan hatin şermezarkirin, û tevlî daxwaza bidawîkirina hemahengiya ewlekarî û leşkerî ya di navbera PYD û rejîma Esed de. Bi rastî ev mijar ti carî bi fermî nehatiye behskirin ka gelo çend endam û alîgirên partiyên Encûmena Niştîmaniya Sûriyê li ser destê Partiya Yekîtiya Demokratîk

PYDê ku baskê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ye hatine kuştin. Mihemed Ehmed wiha derbarê vê mijarê de dibêje heta niha kes nizane ka gelo ew kesên ku hatine terorkirin ji endam û alîgirên partiyên di nava Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKSê, herwiha çalakvan li ser destê kê hatine kuştin û kî di ber kuştina wan de berpirs e, bi rastî divê lêkolînek bê kirin derbarê kuştin yan revandina van kesan mina Nesredîn

Berhik û Mişel Temo, Ciwan Qutna, Behzad Dorsin, Emîr Hamid û jibilî wan bi dehan çalakvan. Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê destê wê yê nerasterast di van kiryaran de heye û her kes wê partiyê bi kuştina van kesan tometbar dike, ji ber ku partiyê riwê xwe eşkere kir dema ku kujer eşkere nekir, lewma ev tomet lê rast bûn, û nema dikare xwe ji van tometan bişo. Kuştina van

kesan xelekeke din di zincîra kuştina çalakvanan de li Sûriyê zêde dike, û kiryarên hovana bi bîrtîne mîna kuştina Şêx Me’şûq û Nisredîn Birhik, ku dosyên lêpirsîna kuştina wan helawestî dimîne. Ev yek tê wateya wê yekê ku Partiya Yekîtiya Demokratîk ji wan kesan ditirsiya dema wan kuşt bi baweriya wê dê alî û xelkê Kurdistana Sûriyê bêdeng bike, lê berûvajî vê yekê xelk bêhtir bihêz bû, û siyasetên partiya navborî yên beloq eşkere kir. Lê ya giring di vê dema niha de Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKSê wek zirarmendê herî mezin ji vê partiyê serjimêriyeke rasteqîne durst bike bi nave van kesan û careke din vê mijarê nû bike da ku kujerên rasteqîne bighên cezaya xwe.

Çarenivîsa Idlib tenê di destê Rûsiya û Tirkiyê de ye Silêman OmerStenbol Kirîza parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, nakokiyên Mosko û Waşintonê zêdetir kûr kiriye. Dîplomatên Rûsî, Amerîka bi wê yekê tometbar dikin ku ew naxwazin krîza Sûriyê çareser bibe û berpirsên Desteya Tehrîr el Şam jî têkez dikin, ku ew rê nadin plana hikûmeta Sûriyê li parêzgeha Idlibê ser bikeve. Piştî daxuyaniya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Serokê Amerîkayê John Bolton li ser parêzgeha Idlibê û derketina hêzên Îranê ji nav axa Sûriyê, dîplomatên Rûsî bersiva Bolton dan û ragihandin ku Amerîka bûye asteng li ber pêvajoya çareseriya siyasî li Sûriyê. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey

Lavrov got, ji xeynî hêzên ku bi fermî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatine vexwendin, divê hemû hêzên din ji nav axa wî welatî derkevin. Ji aliyê xwe ve Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov jî da îdîa kir ku Amerîka bûye asteng li ber çareserkirina pirsa terorê li parêzgeha

Idlibê. Ev nakokiyên Mosko û Waşintonê di demekê de ne ku berpirsên Heyet Tehrîr El-Şam dibêjin, ew her danûstandineke ligel hikûmeta Sûriyê red dikin û têkez dikin ku her girûpek jêr bi jêr bi Şamê re dest bi danûstanê bike yê rûbirûyê cezayên herî giran bibe.

Rêvebirê Heyet Tehrîr El-Şam Mihemed ElColanî dibêje: “Rêjîm û hevlabendên wê xwestin karên li başûr kirine li vê derê jî dubare bikin. Lê birayên we yên li bakur ew plana dijmin fam kirin û em rûbirûyê wê plana wan bûn û me gelek serkirdeyên xwe girtin û plana rêjîmê têk da.” Ryabkov dibêje ku ji

ber Amerîka naxwaze krîza Sûriyê çareser bibe, baregeha xwe ya li devera Tenef nagire û naxwazin wê yekê fam bikin ku ti hêzeke biyanî nikare li Sûriyê bimîne, eger hikûmeta wî welatî ew bi fermî venexwen dibin. Mihemed El- Şamî dibêje, çareserkirina krîza Idlibê zêde ne

girêdayî helwêsta Amerîkayê ye, lê bi helwêsta Tirkiyê ve girêdayî ye û eger Enqere razî bibe dê artêşa Sûriyê bi piştgiriya hêzên ser bi Îranê û �irokeyên Rûsî dest bi operasyona leşkerî bo ser wê parêzgehê bike. Lê Enqerê çawa wê kartê di siberojê de bikar bîne, dê diyar bibe . Enwer Ebdula wiha dibêje, dibe ku Amerîka were ser xetê û destê xwe bixe nava karûbarê pirsa Idlibê, ji ber ku nabe Amerîka ji her tiştî bêpar be, bawer nekin Amerîka ji Astana bêpar e, lê ew xwe bêdeng dike, çarenivîsa Idlibê dê gelekî tarî be û di baweriya min de heta niha Tirkiyê û Rûsiyê jî li ser vê pirsê lihev nekirine û dê dilê hevdû jî bihêlin li ser mijara parêzgeha Idlibê. www.pdk-s.com


Îlon / 1 - 9 - 2018

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Li Kurdistanê bi Erebî û li Qereçistanê bi Qereçî... Ev e halê Kurdê me yê bêxwedî ye!

Fener Hemedo-Hewlêr Kurd ecêb e, hema hema gelek nemaye û paşê ezê bawer bikim ku Kurd cin in. Ji xwe belkî acenî ji neslê Kurdan bin. Ew gotina ku li ser Kurdan derketiye ne ji xwe ve hatiye ji ber ku Kurd ne mîna ti miletî ne. Helbet ew aliyên ku tomet û îdi’a û bêbextiya li ser eslê me Kurdan dikin mebesteke wan heye, ew jî daku bigihine armanca xwe. Armanca hemû coreyên kesên dijî me radibin û analîzên xwe li gorî bayê xwe lêdixin yek e, ew jî navê Kurdistanê ji holê rakin û hebûna Kurdan bikin cihê gumanê, û êdî neyên hesabkirin

weke mirovan! Erê welleh ez ne henekan dikim! Ew ne tenê dixwazin me bê welat bihêlin. Ew ne tenê dixwazin me ji hev biêxin û me li hev bêxin bi hemû rengên ji destên wan tên, çi eşîr, çi ol û mezheb û çi zarav bin, Na! Eger ji destên wan bê wê mirovatiyê jî ji me bişûn. Ez vê yekê baş fêm dikim, ev tişt kiryarên dijminan in, û em ji hevdu bê minet in û tenê dikarim şerê wan ê ramyarî bikim, lê tiştê ku ez nikarim fêm bikim Kurd û bêserûberiya wan e. Gelek Kurd hene li Kurdistanê bi giştî û li Parçeyê wê yê bi Sûriyê ve girêdayî zimanê xelkî, bi taybetî bi zimanê Erebî dinivîsin û li deverinan bi zimanên wan diaxivin jî. Heger tu sedema vê yekê ji wan bipirsî dê behaneyine çelexwehrî û hêncetên pûç û vala bidin, hinek dê bibêjin ku zimanekî Kurdî yê fermî nîne, ew behsa zaravayê Kurmancî dikin ne zimanê Kurdî yê hevgirtî; nexwe Mîr Celadet Bedirxan û kesên mîna wî çi dikirin gelo! Wan mêş dikuştin! Kesine din dê bêjin:” Kurdî ne zimanê zanistê ye!” Ê ne mala minê zanista cîhanê ji Erebî û Tirkî hatiye; bo Kurdên Erebî û/yan Tirkî bikar tînin, ma Latînî, Yûnanî û Inglîzî bi ku ve çûn! Niha heger em van kesan bidin aliyekî û berê xwe bidin ecêbine mezintir, Kurdine ti kes nikare coreyê

wan nas bike, Kurdine li Kurdistanê bi zimanê dewletê diaxyivan, dinivîsandin û dixwendin û bersiva wan ew bû ku Kurdî qedexe bû an jî astengî li pêşiya wî hebûn li wî parçeyê Kurdistanê yê ku ew tê de dijiyan dema tu ji wan sedema nebikaranîna wan ji zimanê xwe re; lê dîsa mişkile ne li vir e, ti pirsgirêka min bi wan re nîne, bila em bêjin ku sedemine wan hebûn û wan nedikariyan bi adetî bi zimanê xwe bidin û bistînin, lê! Qebhet li ku ye gelo! Şerm û qebheta van camêran ew e dema ku ji Kurdistanê derdikevin û berê xwe didin diyasporayê, bi taybetî welatên Ewropayê û eynî van camêran bi zimanê dewletên ew li wan bikar tînin di xwendin, û nivîsandinê de, Eger ew li Firansayê bin dê ji me re bi Firansî binivîse li şûna Erebî ya ku berî niha me li ser Fêsbûka wî didît, eger ew li Almanyayê be em ê êdî Almanî li hesabê wî yê tora civakî ya Twitter, Facebook an jî çibe. Ma qebhet ji vê mezintir heye, ez tiştekî ji van Kurdan fêm nakim evên li ku biçin “Qereçistan”ê dê zimanê “Qereçî” bikar bînin. Carcaran mirov dibêje qey wan Kurdî ji xwe kirie rik! Wan “pîsiya xelkê” kiriye Serê xwe li sûna mejiyî. Ev halê vî coreyê xwelîser yê Kurdan! Ma xwelîser û bexwedî çawa ne! Dûv bi wan ve ne!?

Hevberdana Bêdeng (2) Merwa Birîm Tiliyên tariyê di lepikên berfê de diliklikîn, di bin çengê wê şevê de pir xewn �ilîçî bibûn , ta ber destê sibê, hêsiran mîna dûvstêran ji quncikên çavên Dîlberê dipejiqîn، di dêm de perçe dibûn vedimirîn .Sibehê xwe ji tundiya bahozan vedizî, bi kîn gurmikê ewrekî gez dikir, paniyên yekî din diqurçand, da ku riwê rojê bipelîne, bê çare dima, li pêş serhişkiya Zivisatanê çog vedida. Di ber hilma qehweyê re, vingevinga sêmsorên sawîran bilind bibû, bîrwerên Dîlberê ji pêdadana wan perçi�î bûn, tiştek nexweşya ramanan derman nake, û şaxê kurm xwedî kirine ketineke mezin li bendê ye, bêguman tilûr jî li ser nalûsin. Kurê reben mîna quncikên odeyê guf bibû, buhayê ne liheviya dê û bavê ji keskahiya tûrikê temenê teze giran dida.Lêdana derî ew veciniqand:- Roj baş. - Roj baş, derbas be xaltîka Emel. Emel jî xanimeke nêzî temenê Dîlberê ye, ji mêj ji Bakurê Kurdistanê

tev malbatê koçberî Elmaniya bûye, cerkî Dîlber gihaye vir bi hev re têkildar in. Baş li dêmê Dîlberê temaş kir: - Tu çawa yî? - Nebaşbûnê riwê min civilandî, erê diya Kemîran qet ne baş im. - Çima cîrana delal? - Ji şeva bihorî de bavê Hozên ne li mal e, te digot qey kunêreke tijî nêm e, li pozê mitekî digerî, derbû û çû. - Kunêrên derûna mirovan dirzînin, sergoyên ramanî ne , ji qirêja şěweya jiyana me tijî û bilind dibin. -Diya Kemîran, ez li xwe mukir dikim ku şaşitiyên min pir in, min ew wek zitekî ji xwe re didît, hemû kêmasiyên min, kevirên devê çêtel bûn, bê dilovanî min davêtin gewd û hundirê wî, di ahînên wî de min serkeftinên xwe dinvîsandin, mîna çîfteya qadên şêr ez tim li teltîk bûm, - Piştî derbaskirina çateriyan li xwe mikurkirin ariya ber bê ye, te jî bêderên xwe li biyaniyê berba kirin, divê tu rastiyê bipejirînî. - Dîsa avê pire hêviyên miçiqî ke, belkî derfet

hebe ji nûve şîn bibin, malbat welat in, hilweşandina wan têkçûna gelan e.Ku�ikê ji ser pirsgirêkan dawşîne, kêlekên kêlkortî baş êge ke, mêr ne kevir in xwîşka min, di kûrahiya wan de volqan jî digirîn, divê tu rê ji hilçûna lehiyan re vedî, ne bi serdevkê kêlîkekên kela wî bî. wê hîngê kêlîkekên peyalê yên sar bêhna qehweyê tepisandibûn, Emel xanimê dest avêt keziyên xwe yên reş buhe kirî, dan ber pozê xwe û kûr bîn kir:

- Bila ev gotina min jî guharên guhên te bin kurdê, mehêle rengê hewke yê ku Ewropa bejnê di paş de vedişêre te bixapîne. Dîlberê navbera ebrwan, bi tiliya mezin û hilavêjkê diguvaşt, hema ji mêvana xwe pirsî: ezê çawa şikestinên giyên bi cî bînim, û gênim biweşînim pêşa avê daku vegere peyalê? Belkî ew ava rijî ji rê bêxînim, ji nûve di kêlîkekên peyalê de kedî bikim. - Dibe ku hinek vegere, lê ne ji oza dil de ye,

bawer im tiştek nikare rûbadana ava rijî dûz bike, ne jî qirş û stiryan ji çêrm hilke, divê tu van xalan bi ber çavên xwe dî Tiştê ku carekê te derda, kilîtên buhêrkê dişkîne, ti carî bi zelaliya yekem venagere.. Ma qet te bala xwe nedayî barana yekem Dîlberê? carina bi zerp e û carina bi hêminî, zilan berdide hinavên zemînê, xwezî mero karîba pişta demê xûz bikira da ku pir tişt jê

wek bidizîna. Ji cihê xwe livî piştî çend hêsir di çavan de çirûsîn mîna stêrên ber destê sibê, xatir xwest û di paş derî de winda bû. Di bin konê bêdengiyê de qerebalixê top davêtin seriyê Dîlberê yê ku ji bûyeran tengijî, dilê wê bi hişmendiya xanima Emel dima: Tevî ku ew ji mêj jinebî bûye, lê çendî malbata xwe parastî, û bêhna gulava dilsoziyê ji wê difûre, birastî jinên weha paytextên evînê ne, parsiwên welatan in. Firek av ji peyalê vexwar:- divê ji mêj min şeytanên serê xwe kevir kirana, belkî ez bextewariyê bi heval bana. Her weha ramanan qulîpank di mejûyê wê vedidan..tenêtiyê pal dida palgeha ku elê�beya hevberdana bêdeng ji mêj de tomar dikir û çêja koçkirina rast dialêst. Ne Dîlber çê bû, ne jî tebatî diket canê bavê Hozên, ew yek caran dihat, car bi car piştî dîtina zarokan deziyê hevgirêdanê çirmîş dibû, diqetî, û Dîlberê sîrka derdanê ya bêhin tûj dihemijî. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.