k133

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (133)

Îlon / 15 - 9 - 2018

www.pdk-s.com

Êrîşa ser Idlibê rewşa Efrînê aloztir dike Henan Cemîl

Rejîma Esed xwe amade dike ku tevahiya axa Sûriyê vegerîne bin kontrola xwe, û niha şer û mijar mijara parêzgeha Idlibê ye ku dawî baregeha opozîsyona çekdar e, herwiha

çekdarên Desteya Tehrîr El- Şam anku Bereya Nusra ya ser bi Qaîde lê ne. Şerê Idlib ji bo opozisyona çekdar a Sûriyê şerê man û nemanê ye, ji ber ku parêzgeha ku bi tenê navenda

wê di destê aliyên çekdar de maye, parêzgeha Idlibê ye. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand, ku êrîşa ser Idlibê dê bibe sedema karesateke

mezin a mirovî û Tirkiyê jî Ewropa hişyar dike ji pêleke din ya penaberiyê. Horo wiha derbarê vê mijarê dibêje, bi êrîşa ser Idlibê dê rewşa Efrînê aloztir bibe ji berku dê çekdarberê

xwe bidine wê deverê û helbet Tirkiyê rêgiriyê nake, û ev yek guhertina demogra�î zêdetir dike, divê civaka navdewletî çareseriyekêm ji vêmeseleyê re bibîne. Samî jî dibêje bi vê

operasyonê Efrînê dê li ber lingan biçe ji ber ku zêdetirî du Milyon kes li wêparêzgehê dijîn û dê hemû berê xwe bidine Efrînê ji ber ku Tirkiyê dê deriyê xwe li pêş wan bigre. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.