Rojnameya Kurdistan - 163 – Kurdi

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Çileya Paşîn / 1 - 1 - 2020

Kurdistan-Hejmar (164)

www.pdk-s.com

Divê PYD çarenivîsa kadirên ENKS yên girtî eşkere bike Cîhan Omer

Deseteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê navê hejmarek girtiyên li cem çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê girtî ne pêşkêş kir.

ENKS daxwaz dike ku ev kadirên wê yên girtî di zûtirîn dem de werin berdan da ku bibe zemînek ji bo yekrêziya nav aliyên siyasî yên Kurdî li Kurdistana Sûriyê.Di beramber de jî PYDê

heta niha inkara van girtiyan dike û dibêje ew ne li cem e ne, gelo pirs ew çarenivîsa wan çi ye? Xalid Xidir wiha di vê derbarêd e dibêje bi nerîna min beşê herî mezin ji

van girtiyan Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ew radestî rejîma Esed kirine û ji wan jî Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya Behzad Dorsin, lê

pêwîste ev partî ji xelkê û raya giştî re eşkere bike gelo ev kes li ku ne. Sara Elî jî wiha dibêje partiya PYDê nikare çarenivîsa wan eşkere bike ji ber dizane bê çi kiryar di

dema derbasbûyî de kirine, û çiqas xelkê Kurdistana Sûriyê girtine û kuştine û xistine zindanan de, lê pêwîste �işar li ser bê kirin heta ku danpêdanê bi kiryarên xwe bike. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.
Rojnameya Kurdistan - 163 – Kurdi by pdk-s - Issuu