Rojnameya Kurdistan - 145 - Kurdish

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (145)

Adar / 15 - 3 - 2019

www.pdk-s.com

Ev 9 sal in êş û azarên gelê Kurd û Sûriyê berdewam e Omeran Xelef

Şoreşa Sûriyê dikeve sala xwe ya nehan de, û hêj heta niha bi milyonan welatiyên Kurd û yên Sûriyê penaber in û di rewşeke xerab de

dijîn, herwiha bi sed hezaran xelk hatin kuştin û bi hezaran jî hêj girtî û windayî ne. Mihemed Omer wiha di vê derbarê de dibêje: Weke tê zanîn şoreşa

Sûriyê bi awayekî aştiyane destpêkir. Qêrînê gel bi daxweza demokratîk, aştiya civakî û guhertina rêjîmê dihatin hildan. Lê piştî ku pêvejoya

şoreşa li Sûriyê kete asteke çekdarî hino hino şoreş ji armanca xwe dûr dikeve, lê di dilê gelek ji welatiyên Sûriyê şoreş her şoreş tevî rewşa ku hate holê.

Cemîl ku xelkê bajarê Qamişlo ye jî wiha dibêje: Gelê Kurd li Sûriyê hêj êş û azaran ji destê rejîm û destikên wê dibîne, û ev yek jî qelenê ne

xweçemandina wî ye ji zordariyê, lê divê Sûriyeke nû were avakirina ku mafên mehû gelan têde parastî û êdî êş û azarên wan nemînin. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.