Rojnameya Kurdistan - 146 - Kurdish

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (146)

Nîsan / 1 - 4 - 2019

www.pdk-s.com

Bi rabûna lehiyê gendeliya desthilata PYDê di warê xizmetguzariyê de eşkere bû Îmad Xelef

Li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê rêjeyeke bilind ji baranê di çend rojên bûrî de bariya, ev yek jî gelek ziyan li riyên sereke kirine b taybet ya di navbera bajarê Qamişlo û Dêrikê de. û heta niha jî ti çareserî ji vê pirsê re nehatiye dîtin û tîmên rêveberiya PYDê ji destpêka ku destê xwe danîne ser deverê ti rê jî çak nekirine û ev yek

bûye sedema xerabiya rewşê. Bendava Çilaxa yek ji bendavên sereke ye di herêmê de, bi sedema rêjeya bilind ji avê aliyên têkildar û mizgeftên bajêr bang li welatiyan kirin ku ji malên xwe derkevin, bi taybet yên derdora bendavê. Di gel berdewamiya baranê metirsiyên lehiyê zêdetir dibin. Welatiyên deverê ji vê rewşa xerab dilgiran in û her yek bi şêweyekî

nerîna xwe di vê derbarê de tîne ziman. Mihemed Omer wiha derbarê rabûna lehiyê ji rojnameya Kurdistan re dibêje : Ev çend sal in dahat û samanên Kurdistana Sûriyê di destê desthilata dîfakto ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de ye, û heta niha tiştek ji wan pereyan li ser xizmetguzariyan xerc nekiriye û tenê ji bo berjewendiyên xwe yên partîtî bikar

aniye, û dema lehî rabû encamên vê gendeliyê xuya kir, em dikarin bibêjin ku xizmetguzariyê hatine kirin hêj ewê rejîma Esed in ku ew bi xwe jî ne ti xizmetguzarî bûn, lehiyê û barîna barana zêde mala xelkê xerab kiriye û ti kes nîne ku bi hewara wan ve biçe. Sîham jî dibêje, ji ber lehiyê bi dehan xanî hatine wêrankirin û pezê xelkê jî bûye qurbanî û çend kesan

jî heta niha jiyana xwe jidestdane, û her ku tê gotin rêveberiya PYDê dibêje rewş gelekî baş e û di jêr kontrolê de ye û ya rast tiştek di jêr kontrolê de nîne û rewşa xelkê gundên derdora Dêrikê gelekê xerab e, û rewşa wan zehmet e. Divê alîkariya xelkê ziyanlêketî bê kirin û rewşa wan ya zehmet normal bibe. desthilata PYDê wek serdema parêzgarê Hesekê Mistefa Mîro ye

ku heta bi qîra cade û kolanan dixwar û ti gudan nedida deverên Kurdî û niha ew desthilat rêbaza rejîma Esed berdewam dike. Silêman Ebdula jî wiha dibêje, nabe desthilata heyî dev ji kiryarên xwe yên dizî û genedeliyê berde û rewşa xelkê xweş bike û êdî nehêle cade û kolanên bajar di nava herî û avê debimînin. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.