Rojnameya Kurdistan - 147 - Kurdish

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (147)

Nîsan / 15 - 4 - 2019

www.pdk-s.com

Divê tevgera siyasî li Kurdistana Sûriyê ji guhertinên deverê re amade be Dîlan Cuma

Ev dema çend rojan e berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê bi şêwazekî nerm axaftinan dikin, û ji bo yekem car berpirsekî PYDê

spasiya Pêşmergeyên Kurdistanê dike ji bo alîkariya wan di şerê Kobanê de. Ev yek wek ku çavdêr dibînin ji ber zextên Emerîka ne li ser PYDê ji bo qebûlkirina

hemû aliyan û avakirina desthilateke nû li deverê. Mihemed Hemê wiha dibêje, divê tevgera Kurdî hêzeke xurt ya leşkerî ava bike û jibilî vê yekê divê ji

her tiştekî re amade be û di hemû waran de xwe amade bike da ku ji rewşa bê re amade be, û ti aliyek wê lawaz neke, heger wiha nebe dê nikaribe xwe li gor

qonaxê biguncîne û dê lipaş bimîne. Şîlan jî dibêje, ya herî baş di vê demê tevgera Kurdî bi taybet ENKSê xwe amade bike û nebêje hêj zû ye û xwe bihêle

hêviya hin aliyên din, dê ev yek gelekî wê lipaş bixe û divê amade kirin di warê leşkerî di pileya yekemîn de û piştre di hin warên din de. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.