Rojnameya Kurdistan - 148 - Kurdish

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (148)

Gulan / 1 - 5 - 2019

www.pdk-s.com

12 Gerên Astana û hêj tenê dem derbaskirin e Jîn Mihemed

Rojên 2526-ê Nîsanê, her sê welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îran li paytexta Kazaxistanê bajarê Nûr Sultan gereke nû ji hevdîtin;n Astana encam dan. Di wan danûstandinan

de şanderê taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen û şanda her yek ji rejîma Esed û opozisyonê jî, herwiha nûnerê Urdinê weke çavdêr, beşdar bûn, û daxwaz ji her yek ji Îraq û Libnanê jib o carên bê beşdar

bibin. Li gor ku çavdêr jî dibînin ku ti encam ji vê gerê jî derneketine û tenê dem derbaskirin bûye. Selah Cuma li ser van danûstandinan wiha dibêje: ev danûstandin tenê derbaskirina demê û tenê li dijî danûstaninên

Cenêvê hatine avakirin, Rûsiya dixwze di rêya van danûstandinan de bêhtir rewatiyê bide rejîma Esed, herwiha ew opozîsyona ku amade dibe bi ser Tirkiyê ve ye û hertim li wê derê bêdeng e. Cîhand Ebdula jî wiha

dibêje: Hlebet bê encamp bûn û nûnerê serokê Rûsiya ev yek tekez kir dema got ku aliyên beşdar li ser lîsteya komîteya destpr lihev nekirine, û tenê tekezî li ser rêkeftina Idlibê kirine ku ew jî tê binpêkirin, ev alî bi

pêşeroja xelkê Sûriyê dilîzin û ti çareseriya pêşkêş nakin û tenê banga çareseriya siyasî dikin û ew jî nabe û naçe serî, tenê ev dewlet li berjewendiyên xwe digerin ne li berjewendiyên gelê Sûriyê. www.pdk-s.com


2

Gulan / 1 - 5 - 2019

Kurdistan-Hejmar (148)

www.pdk-s.com

PYDê berdewam nahêle yekrêzî li Kurdistana Sûriyê berqerar bibe Kurdistan- Mihemed Rehîm Ev çend roj in behsa nêzîkbûna aliyên siyasî li Kurdistana Sûriyê tê kirin, û herî dawî jî behsa destpêşxêriyeke Ferensî di vê warî de tê kirin, lê heta niha tiştek ji wê destpêşxêriyê nehatiye eşkere kirin. Li hin cihên din jî hin rêxistin hene navbênakriyê dikin, lê ew alî nikarin �işarê bixin ser Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê. Omer Mihemed wiha di vê derbarê de dibêje : Nebûna yekbûneke bihêz ya Kurdên Kurdistana Sûriyê dê bihêle rewşa Kurdistana Sûriyê berev xerabiyê ve biçe, ya herî giring di vê demê de Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê dev ji PYDê berde û bihêle ku Kurdên vî perçeyî bi tena serê xwe tevbigerin, û destêwerdanên di nava karûbarên wan de nekin, û meydana şerê xwe bi Tirkiyê re bibe ser xaka Bakurê Kurdistanê, heger wisa nebe dê gefên Tirkiyê li ser Kurdistana Sûriyê berdewam bin, û dê nehêle aliyên siyasî jî bighên ti rêkeftinan di navbera xwe de, ji ber ku nakokiyên xwe dixe nava wê partiyê de û biryarên xwe li ser ferz dike, yekrêziya nava mala Kurdî li Kurdistana Sûriyê pêwîstiya wê bi karekî cidî heye û divê PYDê dev ji kiryarên xwe yên hovane berde û li ser maseya danûstandinan bi Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKS re bicive û

girtiyên siyasî jî serbest berde.Heger ev merc neyên bicih kirin, dê lihevhatin neyên kirin û dê rewşa devera me berev nebaşiyê ve biçe. Sîham Mihemed jî wiha nerîna xwe tîne ziman: Divê di her lihevhatinekê mercên pêşwext yên rewa were cîbicîkirin ji her aliyekî ve, mîna serbestberdana girtiyên siyasî ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk ve, herwiha divê lêborîn bê xwestin ji wan xelkê ku zirar li ser destê wan û çekdarên wan dîtine, ev merc giring ji bo destpêkirina danûstandian di navbera herdû aliyên tevgera Kurdî de, lê tişta ku di hinek destpêşxêriyên navxweyî de diyar dibe

û cihê matmayînê ye ku danpêdanê bi wê yekê nakin ku PYDê tawanbar e û berpirs e di ber hemû wan kiryaran de ku deheqê endam û alîgirên Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKSê de kiriye, divê ji xelkê re diyar bikin ku ev partî karekî xerab kiriye û xelk bizanin ku yek stemkar e û sitembar e, divê kes ji vê rastiyê dûr nekeve, nabe ti bibêje ev herdû alî mîna hev kiryar kirine, ev bi xwe şaştiyeke mezin derheqê aliyekî din, ENKSê kêmaniyên wê hene , lê karên xerab mîna PYDê qet nekirine, lihevhatin divê li ser vê bingehê were kirin û ti kes ji rastiyê nereve. PYDê naxweze lihevhatin çê bibe, ji ber ku lihevhatin dawiya wê li Kurdistana

Sûriyê tîne û dê xelkê ku bi zorê û ji bo debara jiyana xwe tevlî wê bûne dê careke din vegerin nava refên ENKSê, û heger demokrasî berqerar bibe û damûdezgeh dabeş bibin, wê demê PYDê nikare binpêkirinan bi eşkere bike, û dê were sizakirin. Ya baş ew e ku �işareke navdewletî li vê partiyê were kirin da ku dev ji kiryarên xwe berde. Cîhan Cemîl jî wiha di vê derbarê de dibêje: Her kes dizane bê kê rêkeftinên Hewlêr1 û Hewlêr 2 û Dihok binpê kirine, ev rêkeftin di jêr sîwana serok Barzanî de hatine kirin û divê em li wan vegerin û rêz li wan were girtin, ji ber ku ev rêkeftin rewşa Kurdistana Sûriyê berev

xweşiyê ve dibir, û dê bihêle aliyên siyasî bi azadî jiyana siyasî bikin, û ti aliyek nikare desthilatê ji berjewendiyên xwe re bikar bîne, lewma divê aliyên siyasî li bendên vê rêkeftinê vegerin, piştî van rêkeftinan hêviya xelkê me geş bû, lê careke din PYDê binpê kirin ew jî di jêr �işara Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê de, bi nerîna min lihevhatina bi partiyeke wisa mîna PYDê ku ne di destê xwe de ye gelekî zehmet e û amade ye rêkeftinê bi Tirkiyê û rejîma Esed re deyne û neyê li ser masê bi Encûmena Niştîmaniya Kurdî re necive, tiştekî din jî heye projeya vê partiyê ne projeyeke Kurdî ye û tenê projeya netewên

demokrat e pêşkêş dike û giringiyê nade mijarên Kurdewarê, helbet divê berî her tiştekê di nerîn û hizra aliyan bike yek da ku lihev werin û ev yek jî zehmet e ji ber ku PYDê ji jêr bandora PKKê dernakeve. Suha Mûsa jî wîha dibêje: ji xwe Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ji lihevhatinê ditirse, lê dema ku �işar lê tê rêkeftinê dike ji bo lihevhatinê, lê piştî demeke kurt wê rêkeftinê têk dide û careke din vedgere desthilat û kiryarên xwe yên xerab ku derheqê gelê Kurdistana Sûriyê de tine û ev yek tekez nîşana lawazbûna wê ye. Wek hun dizanin her cara ku l PYDê teng tê yan şerek li pêşiya wê derdikeve xwe davêje ENKSê ew jî di rêya handana çend aliyên nêzîkî xwe ji bo pêşkêşkirina projeyekî lihevhatinê, û hewla vekişandina ENKSê ji bo projeya wê da ku ew tevger heval û doztênx we jidest bide û ew bikeve bin bandora wê de, lê heta niha biser neketiye û nikariye vê yekê bike, tevî ku hewil dide partiyên nava Encûmena Niştîmaniya Kurdî de jihev dûr bikevin û cudabûn di nava wan de çê bibe, lê dîsan hewlên vê partriyê bê sûd diçin û nikare heta radeyekê armancên xwe yên têder bicih bike, lewma dive ENKSê ji van hewlên têkder yên PYDê agahdar be û nebe qurbaniya kiryarên vê partiyên.

www.pdk-s.com


Gulan / 1 - 5 - 2019

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (148)

3

Serdema niha serdema Şerê ragihandinê ye

Raid MihemedHewlêr

Ragihandin ji gelek amûran pêk tê mîna: televizyon, Rojname, Kovar, Radyo, înternet û h.d, ew rola serekî dilîzin di gihiştina zanînê û ragihandina rûdaw û pêşveçûnên ku di nava civakê de, jibilî ku ragihandin kar dike ji bo hizirê komelgehê bughere û hizir û ramanên ku tên xwestin di hişê mirovan de biçîne, ji ber vê yekê û li ser astê cîhanê de; ragihandin û alav û amûrên wê û kesên ku di zeviyên wê de kar dikin, hemû bûne desthilat, û tê gotin ku rojnamegerî bûye desthilata çaran, ew jî piştî desthilata zagonsazî û ya cîbicêkirî û ya yasasazî, ji ber vê yekê, welatên cîhanê guhdaneke mezin û li ser astekî bilind dane ragihandinê û rojnamegeriyê, lê li ser astê me Kurdan , hîn kêmayî hene, bi ser ku Kurd berî gelek welatan rojname çap kirin û TV vekirin û weşan û bexiş kirin, heger em li dîrokê hinekî vegerin, emê bibînin ku di sala 1898an yekemîn rojnameya Kurdî hate çapkirin û belavkirin, ew jî Rojnameya Kurdistan bû, ku li ser hatiye lihevkirin ku di 22ê Nîsana 1898an yekemîn hejmar bû lewma ev roj bûye roja Rojnamegeriya Kurdî li seranserî Kurdistanê, lê hinek kêşe û cawazî heye di devera çapkirina wê ku hin dibêjin li Istenbolê ye û piştî ku xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan nexweş ket ew çû Qahîreya Paytexta Misirê û li wir berdewam bû li ser çapkirina

Rojnameya Kurdistan, lê hin dîroknas û nivîskar mîna Konê Reş dibêjin ku ew yekem car li Qahîre Hate çapkirin, jibilî Rojnameya Kurdistan, tê zanîn ku di sala 1908an ji rexê komelgeha Tereqî Kurdî rojnameyek bi navê wê derket, û kovara jîn li Istambolê ji rexê Mehmûd Selîm Dilkiwandî û

Hemze Beg Meksî hate çapkirin di sala 1918an, lê kovara navdar ew ya HAWAR e ku Mîr Celadet Bedirxan di sala 1932an hate çapkirin li Şamê, û Mîr Kamîran Bedirxan li Beyrûtê Rojnameya Roja Nû weşand, ew kovar û Rojnamegerî ya Kurdî çi li welêt û çi jidervî welêt, roleke mezin lîstin ji bo

hizra neteweyî û di warê çand û hunera Kurdî, lê guhertina mezin hat li ser destê TV ku ew perda piçûk kete her malekê de, û xelk bê wê nikarin bijîn, Kurdan jî gava wan ya TV berî gelek Hikûmet û dewletan bû , ji ber ku tê naskirin ku telvizyona gelê Kurdistanê ya zemînî bû ne ezmanî bû ew jî di 18ê meha

Cehzerdana 1991an dest bi bexşê kir, û di 3 meha Gulana 1992an Kenala Kurdistan li Duhokê vebû û weşana wê destpêkir, lê yekemîn Kenala Ezmanî Kurdî ew kenala Med tv bû ku di sala 1994an ji Biroksêla Belcîka dest bi weşanê kir, ku di wê demê de gelek welat bê

telvizyonên Ezmanî bûn û Kurdan ev gav berî geleka avêt, lê ya veşartî ku telvizyoneke Kurdî kevin heye ew jî Kenala Kerkûkê ye ku di sala 1967an dest pêkir ku 6 demjimêr bi Kurdî bû û 1 demjimêr bi Turkmanî bû û nîv demjimêr bi Suryanî bû jibilî hin program û nûçe bi Erebî, ev yek hate kirin li ser daxwaza Serok Wezîrê Iraqê Taha Yihyî di dema Serokê Iraqî Ebdelrehman Arif, dema ku hate serdana Kerkûkê û dît ku xelkê wê nizanin tv çi ye, ferman da ku televizyonek ji bo Kerkûkê vebe û piraniya Programên wê bi Kurdî bûn ji ber ku piraniya Xelkê Kerkûkê Kurd bûn, lê di sala 1998an Berpirsekî Hikûmeta Sedamê Dîktator, bi navê Taha Cizrawî, ferman da ku televizyona Kerkûkê were girtin û got: Çawa Bajarekî weke Kerkûkê xwedî televizyoneke Kurdî be!! Ev yek nave ...!!! Ji ber vê siyaseta gemar û qirêj ya Rêjîma Beis ev televizyona giring girt, lê ew karîbû di wan 31 sala de roleke mezin li Herêmê bilîze û rengê kurdî yê Kerkûkê bide xuyakirin , wiha diyar e ku Ragihandina kurdî be bê par bû û bi erkê xwe dirabû , û anha ku em di sedsaliya 21ê de dijîn ku Teknolocya gihiştiye her deverê û TV û Enternêt li her derî hene , û bi ser ku bi Dehan TV û Radyo û Rojname û Malper yên kurdî hene lê Di warê pisporî pir qelsin û kêmayî heye , û piraniya wan li dûv bercewendiyên Partîbûnî digerin li ser mafê Doza Neteweyî ku pêwîste li ser wê kar bikin , û nexweşiya herî mezin heye ku gelek Rojnamevan û Nivîskar Pênûsa xwe �irûtine bi arzanî û dijî Pirojeya Neteweyî ya kurdî kar dikin û Dolaran dixin birîka xwe de , ku xwe û hiş û hizir û raman û Pênûsa xwe �irotine , ev metirsiya wan pir mezin e û pêwîste ku vegerun hişê xwe û ji doza kurdî kar bikin yan bi kêmayî dijî kar nekin, ji ber ku Şerê Îro li Cîhanê peyda dibe Şerê Pênûsê ye. www.pdk-s.com


Nîsan / 15 - 4 - 2019

Çand û Huner

Adilê Hiznî stûneke hunera Kurdî bû Kurdistan- Rodî Xelîl Berya pênc salan hunermendê Kurd Adilê Hiznî koça dawî kir û ji nava hunera Kurdî bar kir, û bi çûna wî yek ji stûnên hunera Kurdî hate hilweşandin. Lê ew huner û stranên ku vî hunermendê Kurdistana Sûriyê li pey xwe hişt têre gelek nifşan heye. Hunermend Adil Kurê dengbêjê navdar Hiznî ye, û di sala 1955an de li gundê Herem Şerro ê di navbera Qamişlo û Amûdê de ji dayik bûye. Ew derçûyê peymangeha navendî ya endazyariyê ye û 23 salan fermanberê dewletê bû. Adilê Hiznî di destpêka karê xwe yê hunerî 4 salan ligel hunermendê navdarê Kurd Mihemed Şêxo kar kiriye, û gelek caran di gotinên xwe de digot ku bandora bavê û wî û hunermend Mihemed Şêxo li ser wî û hunera wî hebû.Adil herdem digot ew hunermendê ku foloklor neke bingeh ji hunera xwe re yan stranên foloklor bikar neyne dê temenê hunera wî hunermendî kurt be, herwiha ew bi xwe jî

gelekî bi foloklorê Kurdî girêdayî bû. Hejmarek berhemên Adilê Hiznî hene ku bêhtirî 20 elbûmî ne, mîna( Ez bêrya te dikim- Çiyako- Dil bi froşim-Edûlê), herwha hejmarek stranên helbestanên navdar mîna ( Cegerxweîn- Ferhadê Içmo- Seydayê Tîrêj- Xelîl Sasonî û Salihê Heydo û ji gelek helbestvanên din jî straye. Mihemed Cemîl wiha li ser hunera Adilê Hiznî re dibêje: Hunermend Kurdistanî Adilê Hiznî ji Pêşmerge û li ser şoreşên

Kurdî û ji çiya û gul û zor û stemkariya li ser gelan jî straye,hunermendekî pirr hêjaye, û hezkiryên wî hejmara wan zêde bû, û hertim xelkê dixwest ku ew li şahiya wan bide, ez dikarim bêjim ew yekem hunermend bû li Kurdistana Sûriyê ji nava hunermendan ku cilê Kurdî li xwe dikirin û şahî digerandin, bêyî ku tirs bikeve dilî wî, tevî ku desthilata rejîma Esed di wê demê de gelekî bihêz bû, ew kesekî wêrek bû, û ti caran xwe ji dijminên xwe re netewandiye, û

herdem di warê hunera xwe de pêşeng bûye, û hertim stranên nû dia�irandin, di warê dîlana Kurdî dikarim bibêjim ku stîleke wî yê taybet hebû, û xelkê hez li vî şêwazî dikirin, bi rastî dîlana wî taybet bû, kêf dixist dilê hezkiryan de. Dilovaniya Xwedê lê be hunermendekî hêja bû, û dikarim bêjim di dîlana Kurdî bêhemba bû”. Diya Ehmed jî wiha li ser hunermend Adil dibêje: Di dema ku serok Barzanî serdana bajarê Qamişlo kir, hunermend Adilê

Hiznî ligel wî bûye, û piştre jî rastî astengiyan ji aliyê rejîmê ve hat, û ew ji karê xwe jî hate dûrxistin, Adil bi strana Derwêşê Evdî gelekî navdar bû, û xelkê gelekê lê guhdarî dikir, helbet stranên Adil ji aliyê zarok, jin, pîr û kalan ve dihate guhdarîkirin. Sînan jî wiha diaxive: Adilê Hiznî hunermendî mezin e, û divê ev hunermendên wiha neyên jibîrkirin, û kar li ser wê yekê were kirin ku mîratê wan neyê windakirin û xebateke dirêj di vî

Divê hejmara rûpelên Kurdî zêde bibin Nêçîrvan Wek hemî xwendevan û rewşenbîr ên Kurd dizanin ku berî 121 salan ji roja îro , di roja 22ê Nîsana 1898an de yekemîn rojnama Kurdî bi navê Kurdistan li bajar ê Qahîra paytexta welatê Misrê hate çapkirin ji aliyê Mîr Miqad Midhet Bedirxan ve. Ev rojname ji çiar rûpelan bû , û her panzde rojan carekê dihate çapkirin . Em gelekî li ser vê yekê naaxivin ji ber ku hemî xwendevan û rewşenbîrên Kurd vê yekê dizanin , lê sedema min ev yek anî ziman, ku piştî 121 salî rojnama me Kurdistan ew jî ji çiar rûpela y , û her panzde rojan carekê tê çapkirin. Gelo çi sedemên vê yekê ne? Gelek pirs di serê min de dilîzin , bêyî ku ez bersivê ji

wan re bibînim . Wek :* Gelo nivîskarên bi Kurdî divîsînin hindikin yan rê li ber wan girtiye ? * Ku rê li ber nivîskaran girtî be , sedem çi ne ? * Çima ta niha rojnama me tenê ji çiar rûpelane, çima Kurdistan heftê

carekê nayê çapkirin ji dêvla panzde rojan ve? Di bawerya min de, sedema vê yekê : Ku serkirde û berpirsyar ên PDK-S , bêhtir berê xwe bidne zimanê Kurdî û rê bidin ku ev rojname ji çar rûpelan zêdetir bibe

û di heftiyê de carekê bê çapkirin. Erê rast , lê 16 rûpel bi Zimanê Erebî ye , û tenê çiar rûpel bi ziman ê dayikê ye bi ziman ê Kurdiye . Ez ne dijî zimanê kesî me, ez bi hêvî me hemî Kurd bi hemî zimanan bizanin

www.pdk-s.com

4

warî de were kirin daku nifşên nû hunermendên xwe ti carî jibîr nekin, Bavê Vîndar Kurdperwer bû, û li doza xwe xwedî derdiket û ti carî xwe ji ber karê niştîmanperwer dûr nekiriye û hertim di stranên xwe de behsa şoreş û lehengiya Pêşmereg kiriye di dema zor û zehmetiyê de, û ev yek bi xwe nîşana Kurdperweriyê ye, ya herî baş di vê demê de em yên wek Adilê Hiznî jibîr nekin, ev hunermendên me yên resen in, lema jibêrkirina wan xiyaneteke mezin e.

Newroz û pê binivîsînin .Ez jî bi zimanê Erebî carna dinivîsînim , lê divê tim û tim parastin û pêşketina zimanê Kurdî armanca me be , ji ber ku ziman nasnameya milet e, û heger ziman winda bû milet jî wê winda dibe .

Kemal Sîno Her sal ê li bihar ê Bîst û yek ê Avdar ê Jîn cil ê xwe dugher e Şahî tîne bi xwe re Surişt xwe dixemlîn e Kesk û sor hem zerîne Gul ji nûve vedibin Çîçek pêre dikenin Milet biçûk û mezin Bi hevdû re digerin Kêf û xweşiyê dikin Dil ê hevdû geş dikin Bi yek deng û awazî Dev li ken û bi nazî Dibêjin : Ev Newroz e Roj a maf û hem doz e Ala rengîn bilind kin Welat ê xwe azad kin

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.