Rojnameya Kurdistan - 149 - Kurdi

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (149)

Gulan / 15 - 5 - 2019

Bajarê Kobanê hêj wêrankirî ye, û xelk di kavilan de dijîn

www.pdk-s.com

Xesan Ebdula

Ev çar sal bi ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas dibe, ku bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge ew bajar ji destê çekdarên DAIŞê hate rizgarkirin, lê heta niha ew bajar hêj wêrankirî ye, û tevî çend konferansên derbarê jinûavakirina

Kobanê, lê hêj nehatiye avakirin, û xelkê wê di kavilan de dijîn. Berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê jî dixwaze beşek mezin ji malên xelkê bike mozxane bi hincetên cuda cuda. Xelk bajarê Kobanê ji vê yekê nerazî ne

û her yek nerîna xwe di vê derbarê de ji Rojnameya Kurdistan re tînin ziman. Xelîl Berazî wiha derbarê rewşa bajarê xwe dibêje: Bajarê min rastî wêranî û karesateke gelekî mezin hat û xelkê me rastî zehmetiyên zor

û mezin hatin bêyî ku ti kes alîkariyê ji wan re pêşkêş bike, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadebûna xwe anî ziman ji bo vê yekê, hewriha dubare avakirina bajar, lê desthilatdariya PYDê ne kar dike, û ne dihêle ku ti aliyekî din kar

bike û dixwaze rewş bi vî awayî birê ve biçe, desthilata vê pariyê naxwaze Kobanê were avakirin. Cîhad Hemê jî wiha dibêje: Heta niha bajarê me wêrankirî ye û xelk di kavilan de dijîn, û rewşeke pirr xerab heye, lê ragehandina

PYDê rewşê ji raya giştî re bi awayekî din nîşan dide û ev yek metirsiyeke mezin li ser çarenivîsa bajar, û divê bajarê jinû ve were avakirin, û êdî pereyên ku hatine terxankirin ji aliyê desthilata PYDê ve neyên dizîn. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.