Rojnameya Kurdistan - 150 - Kurdi

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (150)

Hezîran / 1 - 6 - 2019

www.pdk-s.com

Cotkarên Kurdistana Sûriyê ji nirxê genim û ceh dilgiran in û daxwaza bilindkirina nirxan dikin Hesen Mîrza

Biryara destnişankirina nirxên genim û ceh li Kurdistana Sûriyê ji aliyê rêveberiya PYDê ve dilgiraniya cotkaran li pey xwe aniye, cotkar dibêjin, ew nirxên hatine destnîşankirin

kême, û ziyanê dighîne berhemê wan, û rewşa wan ya abûrî ya xerab jî xerabtir diek. Cotkarê bi nave Mihemed Hiso wiha di vê derbarê de dibêje dibêje, li gorî nirxên îsal wê bi qasî

yek milyon lîre zerer bibîne, û ev yek ji bo wî wek cotkarekî gelekê zêde ye û derbara jiyana wî jî asteng bibe, rêveberiya PYDê dibêje, wan li gorî budceya destnîşankirî ev

nirxê destnîşankirye, daku bikaribin hemû berhemên cotkaran bikirin, û ev yek bi xwe ji rastiyê dûr e, û PYDê dixwaze ji me bi nirxekî kêm bikire û bifroşe rejîma Esed bi nirxekî zêdetir daku

ew sûdê bibîne, û yê xelkê mala wan xerab bibe jî ne xem e. Cuma ku ew jî bi xwe cotkare wiha li ser mijara genim û ceh dibêje: PYDê û çekdarên xwe dixwazin destê xwe

deynin li ser tevahiya jiyana xelkê û nehêlin ti kes ji bo xwe kar bike û tenê her tişt ji wan re be, û di jêr serpereiştiya wan de be û nehêle ku xelk perê wan çê bibe û hertim birçî bin. www.pdk-s.com


2

Hezîran / 1 - 6 - 2019

Kurdistan-Hejmar (150)

www.pdk-s.com

Rûberê kesek yê Efrînê tê şewtandin û her alî bêdeng e Kurdistan- Enes Xidir Roj bi roj kiryarên grûpên çekdar li Efrîna Kurdistana Sûriyê zêde dibin, û rewşa xelkê me li wê devera Kurdistanî zehmet dibe û êş û azarên mezin dikşînin, bê ku ti aliyekî navdewletî liv û tevgerekê di vê derbarê de dike, û ev yek jî bi xwe binpêkirine ji mafên mirovan, herwiha pirsa şewtandin adarên merxê û daristanên Efrînê jî bûye mijara rojevê. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, agir bi 40 deveran ketiye û zêdetir ji 5 hezar darên zeytûnê hatine şewitandin. Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kir, ji destpêka dagîrkirina artêşaTirkiyê û grûpên çekdar ên di bin fermana wê de kar dikin ve, agir bi zêdetir ji 4 cih, çiya û daristanan ketiye û di encamê de ji bilî darên daristanan, zêdetir ji 5 hezar darên zeytûnê û rûbere 300 Hikar daristanan hatiye şewitandin. Wê rêxistinê ev raport di demekê de belav kiriye, roja 15ê vê mehê agir bi daristana çiyayê Qaziqlî yê di navbera navçeya Cindirês û Şiyê ve û ket û bi çiyayê Hawarê beşê di navbera gundê Gobek û heyatê ket û beşek mezin ji daran hatiye şewitandin. Vemirandina agir bi karînên kêm û hewla welatiyên sivîl û encûmenên sivîl ên navçeyên Efrînê tê kirin. Lê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ti hewla vemirandina agir nadin. Çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar dikin û dibêjin, di salên pêştir de bûyerên

vêketina agir li çiya û daristanên Efrînê kêm diket, lê ji dema dagîrkirina Efrînê ve, grûpên çekdar agir bi çiya û daristanên Efrînê dixînin, ji bo di pişt re wan daran bibirin û wek êzing bi�iroşin. Havîna sala bûrî jî çekdaran agir bi çiya û daristanên Efrînê dixistin û beşek mezin ji daran şewitandibûn û artêşa Tirkiyê ti hewldan ji bo vemirandina wan agiran nedikirin û hewla welatiyên sivîl dihatin vemirandin. Mihemed Henan di vê derbarê de wiha ji rojnameya Kurdistan re dibêje: Şewtandina darên daristanên Efrînê bi tevahiya deverên xwe bi mebest tê kirin û ew çekdar ji ber ku ti şaristanî di jiyana wan de nîne, dixwazin wan daran wek êzing di zivistanê de bifroşin, û bi vê yekê jî rûberê kesek yê Efrînê dê xirab bikin û bikin rengê reş, divê rêxistinên mafên mirovan ji van kiryaran agahdar bibin û nehêlin ev kiryar rû bidin, gelo kanî ew rêxistinên bi navê parastina jîngehê kar dikin, dê çawa bikaribin van kiryaran rawetînin. Şaristanî û demogra�iya Efrînê giring e, û nave ev yek bi ti awayî were guhertin û ya ku niha tê kirin ew gav bi xwe, û divê rê li pêşiya vê pîlanê bê girtin. Sara Hemdûş jî wiha di vê derbarêd e dibêje: Çekdar û koçberên li Efrînê bicih bûne, ji bilî ku bi hezaran darên Efrîniyan birîn û hilkirin û wek êzing di�irotin, destên xwe danîn ser bi sed hezaran darên zeytûnan û zeviyên xelkê. Tirkiyê tometbar kiriye ku zeyta zeytûnan ji Sûriyê didize û wê wek ku berhemeke Tirkî li bazara Yekîtiya Ewropayê di�iroşe û bi buhaya wê zeytê mîlîşyayên çekdar ên Sûrî yê di bin siya Enqerê de ne biçek dike.Lê xwezî tenê pirs pirsa diziyê ba, ji ber ku piştî diziya xwe dikin daran dişewtînin da ku diziya xwe veşêrin û ev yek zirarekê mezin dighîne xelkê Efrînê ku

qûtê wan tenê ev dar in, û daristanên Efrînê dihêle ku seqayê wê xweştir dibe.Divê xelkê Efrînê heta ku bikarin xweragirin û xwe dûrî vê yekê bixin û dê rojeke were ku ev zulm li ser wan were rakirin, û dê vegerin jiyana xwe ya asayî, rejîma Esed jî ji Tirkiyê erê kiriye ku grûpên ser bi wê ve

hemû kiryaran bikin da ku Kurdan li wê deverê koçber bikin û cih û malên xwe bicih bihêlin û demogra�iya deverê biguherin.Jibilî vê yekê grûpên çekdar nahîle ku xelkê Efrînê berhemên xwe biçine heger erêkirina wan li ser nebe û ev bi xwe kiryareke li dijî mafên mirovan e, mafên mirovan hemû

derew e û tiştekî bi rengî li tevahiya dunyayê tine ye, û heger heba dê rewşa Efrînê ne bi vî awayî ba. Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê berî salekê û di 20 Çileya 2018an de bi tank û topan û ji esman ve bi �irokeyên şer êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan, şehîdkirin û

birîndarkirina bêhtir ji hezar kesî, derbiderbûna nêzîkî 350 hezar E�îrîniyî û wêrankirina mal, xanî û jêrxaneya Efrînê derbasî Efrînê bû û dagîr kir û bi kîn peykerê Kawayê Hesinkar li meydana bajêr şikand.

www.pdk-s.com


Hezîran / 1 - 6 - 2019

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (150)

3

Hêj endamên ENKSê girtî ne, û çekdarên DAIŞê jî têne berdan Kurdistan- Ciwan Xelef Ev demeke li bajarê DêraZorê xwepêşandanên li dijî hêzên Sûriya Demuqrat HSDê gurtir bûne, ku têde daxwaza bidawîkirina dagîkerina Kurdan ji bajêr dikin. Xwepêşandêr bi tevahiya xwe Erebin û di siloganên xwe de gefan li Kurdan dixwin.Lê piştî van xwepêşandanan Partiya yekîtiya Demokratîk PYDê û çejkdarên wê siyaseta xwe li deverê guhertine û heta niha di dema mehekê de zêdetirî 200 kesên ku bi tometa endametiya DAIŞê hatibûn girtin serbest berda. Li gor ku PYDê di daxuyaniyê xwe de jî dibêje ku ew li ser daxawza rûspî û serok hozên Ereban têne berdan. Mihemed Cemîl wiha di derbarê vê mijarê de dibêje: PYDê ji bo razîkirina Erebên deverê her tiştê ku bikaribe bike dê bike da ku ew li ser desthilata wê deverê bimîne, PYDê bi hezaran ciwanên me li wan deverên Ereban bin

kuştin da û di ber wan û deverên wan de bûne qurbanî, û îro roj ew Erebên ku Kurdên me deverên wan rizgarkirine li dijî PYDê derdikevin, û wê demê de jî me ji wan re bi dengekî bilind got ku ewê li dijî wan derkevin û hun parastina dujminan dikin, û wê

rojek bê wê xelkê deverê we ji bajarên xwe derbixin. PYDê niha li ser pirsa eşîran kar dike da ku Ereban bi aliyê xwe ve bîne da ku desthilatdariya wan deveran bike, helbet wê ev yek jî jêre naçe serî ji ber ku dest li pişt wan serok hoz û eşîran heye,

û dixwazin �itneyeke kurdî Erebî durst bikin, helbet hertim PYDê jî dibe hincet. Niha xwepêşandan hene, û sibe daxwazên wan jî zêdetir bibin, û wê demê PYDê jî nikare vê pirsê çareser bike, û dê jê re bibe pirsgirêkeke gelekî mezin. Divê Partiya Yekîtiya Demokratîk

PYDê li siyaseta xwe ya şaş vegere, û êdî nema ciwanên Kurd li deverên din bide kuştin, ku niha hejmareke mezin ji ciwanên me ji bo gundewarê Hemayê şandiye, ev bi xwe kareseteke derheqê Kurdan ji ber ku hejmara ciwanên me

gelekî kêm bûye, di beramber de Ereb li deverê zêde bûne, û ev yek jî demogra�iyê duguherîne. Diya Alan di vê derbarêd e wiha dibêje: Ev demeke Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê rojane bi dehan çekdarên DAIŞê serbest ber dide ku destê wan di kuştin û revandina Kurdan de heye, û PYDê berûvajî vê yekê dibêje ku destê wan tevlî xwîna Kurdan nebûye, çima PYDê di vê demê de wan ber didem da ku xwepêşandanan rawestîne, û eşîrên Ereban razî bike, tenê ji bo armanca xwe dê tawankar û terorîstan serbest berde, û yak u em niha dibînin PYDê wê dike.Divê ev yek ji PYDê re nemîne û li ser ragehandinê bê hetikandin, wek çawa kujerên komkujiya Kobanê hatin revandin û ti kes jî nizane ew kî ne, niha jî vê yekê dikin û tawankar û terorîstan serbest ber ddin nava xelkên sivîl, ku dê ev yek bibe pirsgirêkek ji civaka Kurdî re li Kurdistan Sûriyê, û dê careke din vegerin û kiryarên terorîstî li nava bajarên me encamp bidin.

Çima Kurd na

Hesen Gulexeyrî

Dema ku tu bibêjî ez Kurd im, bê Welatî, penaberî, kuştin, birîndarbûn û gelek komkûjî tên bîra te, ev tiştên ku hatine ziman bûyê nasnama gelê Kurd, bûye wek çandekê, bûye Raman û wêje ku rewşenbîr, nivîskar û rojnemevanên Kurd bidin nasîn di riya nivîsandinê de .Ev welatê bin dest her kes dizane heye û dizane cihê xwe li kûye, bi taybet gelê Kurd dizane Kurdistan nexşa wê çawa ye, dizane ew miletekî bindeste bê ax, bê al û ne Azad e, lê

em wek Kurd nizanin dîroka me ji ku destpê dike û erdnîgariya welatê me çawa ye, em nizanin welatê me çiqas zengîn û dewlemend e, bi ava xwe, bi çiyayê xwe, deştê xwe û herwiha bi her tiştê xwe. Sedemên vê nezanbunê pirin, yek ji wan sedema ku Kurd bê kesin, kes li wan nebû xwedî, sedema duyemîn ku Kurdan ola xwe dida berî her tiştî an jî eşîrên xwe didan pêş, ev rastiyeke nayê veşartin. Sedema herî pêşîn û giring dema ku Kurd radibûn şoreşekê,

Kurdan alîkariya hev nedkirin li hev nedibûn xwedî, wek mînak: Kurdistana Lacînê "Kurdistana Sor" li herêma Lacînê û derdorên wê yê kû Kurd, lê dijîn hat damezrandin, komarek Kurdî bû azad û serbixwe bû, lê belê Kurd ne li pişt bûn bi taybet Kurdên Ezerbêcanê ji ber ku miletê Ezerbêcanê Muslimanin û Kurdên li wir dijîn ew jî Muslimanin û komara Kurdistana Sor Dewleta Ermeniyan ya ku miletê xwe xirîstiyanin alîkarya Kurdistana Sor dikir û di dawiyê

de Kurdistan li wir hate hilweşandin. Ev tişt rast e, û di dîrokê hatiye nivîsandin û dîsa dîrokê xwe nû ve kir û Kurd nehatin ser hev û serxwebûna Başûrê welatê me bi paşket û Kerkûk hat dagirkerkirin, di dîroka xwe de Kurdan di hemî jiyana xwe de bûne sedemeke sereke ji ketina xwe, ji xeynî dijmin û dagirkeriya hovane ya ku li serê Kurdan tê meşandin. Divê ku Kurd bi serkevin, divê ku ol û eşîrtî bindin paş

xwe, divê ku Kurd bixebitin di her warî de, di siyasetê de, dîplomatîkê de, Pere û aborî, divê Kurd guhartineke cûda bidin meşandin, şoreş ne tenê bi çakan e, şoreş raman û hizr e, şoreş siyaset e û pêşketina aboriyê ye, dema ku Kurd sedema paşxistina xwe şirove bikin û çare bikin wê demê Kurd wê pêşkevin û wê azad bibin, wê demê wê bihêz û bi pişt bin. www.pdk-s.com


Hezîran / 1 - 6 - 2019

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Hin bîranîn li ser komeke kevin ya �iliklorê Kurdî Amadekirin: Şiyar Alyanî Wergirandin: Idrîs Hiso Yekemîn koma �iloklorê Kurdî li Qamişlo di sala 1978 an de bi çavdêriya xweda lêxweş Ebdulrehman Ismaîl Sorî ku li paytexta Tirkiyê, li Enqera rojnamevanî dixwend hatiye damezirandin. Wê komê karîbû bi karên xwe yên vejandina keltûr û �iliklorê Kurdî hestê neteweyî di dilên keç û xortênn kurd de gurr û bi hêztir bike. Di wê dema tengav û zehmet de damezirandina komek folklorê kurdî mêranî û wêrekiyek bû. Komê rahênanên xwe li navenda rewşenbîr a kevin li rex sînema Şehrezad dikirin. Koma �ilklorî berhemên xwe ji dîlan û stranan li bajar û bajarokên herêma cizîrê nimayişkirin, 7

rojên berdewam li dika navenda rewşenbîrî li Qamişlo herwiha berhemên xwe li her yek ji Tirbe Sipiyê, Dêrik û

Hesekê ji bo cemawerên parêzgehê nimayişkirine. Komê di wê demê de kertên vexwendinê çapdikirin û li

Ax dayê Diya șiyar Cima buhara welatê me zerbûye û cilmisiye Cima îro zengilê histê pezê dayika min bêdeng e Cima meșka dewê dayika min bi dîwar ve hișk bûye Cima sîtilên șîrê dayika min vala mane Dayê di van șevên reș û tarî de çi dibe û wê hîn çi bibe Dayê ditirsim ku ez ji welatê xwe dûr bikevim Dayê bihêle ku çavê min ji ronahiya çavê te têr bibe Dayê ez hêvî dikim tu min di pașla xwe de veșêre Daku tiliyê destê min di van keziyê porê te de cî bigire Dayê dixwazim bibim simbolek di nav xaka Kurdistana xwe de șîn bibim Dayê da ku ez bibim kevoka aștiyê û dengê azadiya welatê xwe Ax dayê ax dayê

kesayetiyên bi nav û deng li Cizîrê belav dikirin ji kesên ku li çalakiyên vê komê amade dibûn helbestvnê bi nav û deng

Kurê min Kemal Sîno Li min biborîne Min hêviyên te ..Bi cî nanîn Mi dilê Kurdistanê Di destê Neyaran de danî Mi xemla yara te ..Bi destê qirêja Ji ser ser ê wê hilandî Tenê çend rondik ên derewîn Ji bo we rijandî Kurê min Ji min hêviya neke ..Mi serê xwe bi taca Xizîniyê xemilandî ..Û koletî ji xwe re Kiriye dost û yarî Here kurê min ..Here ..Here .. Belkî tu ne kurê ..Min bî ... Û Ji tere ez ne bav î

Cegerxwîn bû. Komê herwisa di festîfa Busra ya Navdewletî de jî beşdarbû û hejmarek ji stran û dîalnên �ilklorê Kurdî nimayiş kirin û pileya yekem bidestxist di nav hemû komên beşdar de. Di sala 1979 an de careke din komê di festîfala Busra de beşdarî kir û berhemên wê cihê dilxweşiya xelkên amade bû. Piştre parêzgehê Hesekê dawe ji komê re şand û Wezîra Rewşenbîrî Necah Etar dema bi serdanekê hatibû Qamişlo, komê şevbuhêrkek xweş pêşkêşkir, pişte Etar daxwaz kir ku piştevaniya komê were kirin jibo pêşkêşkirina folklorê kurdî. Berpirsê komê: Ebdulrehman Sorî Mecîd Haco jî alîkariyek mezin dikir. Rahênerê dîlanan: Zehredîn Betê Hejmarek ji hunermendên ku di komê de beşdarbûn: Ciwan Haco, Çelebî Haco, Şêxmûs Xelîl bavê Kamîran zavê xwedalêxweş Selah Resûl, Ibrahîn Osê birayê hunermend Selah Osê, Silêman Remo bavê hunermend Ebdulqadir Silêman, Eho Elanî û birayê xwe, Xelîl Betê, Nûrî Haco, Letîf Ibrahîm, Gulnaz Ibrahîm Melûl û Sêfê Metînî. Nave keç û xortên beşê

dîlanan: Mihmed Emîn So�î, Şukrî Resûl, Zehredîn Betê, Mihemed Osman, Seyif Eldîn, Hemo Silêman, Kamîran Betê, Fikret, Ibrahîm Comerî, Dilbixîn birayrê Zozanê, Ibrahîm Şêxo û Mihemed Ebdî û Mihemed….. Nave jinên beşê dîlanan: Mîdya Haco, Emîra Mihemed, Hêvî Mecîd Haco û xwişka xwe, Nisrîn Zaza, Sêvê Metînî, Nisrîn Metînî, Şêrîn û Dilşa Melûl, Heyat Ismaîl Sorî, Bedriya Remko û Zozan hejîna Zeredeşt Ebdullah Elî. Vê komê dikarîbû gelek berhemên xwe yên hunerî di hemû warên hunera Kurdî de li seranserî Sûriyê pêşkêş bike, ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê ta bi Busra Şam li Başûrî Sûriyê. Ji bilî ku her salê cejna Newrozê li gel cemawerê Kurd li Cizîra Rojavayê Kurdistanê saxdikir, ji malzoroka wê komê çend komên din jî hatin damezirandin wek koma Narîn, Xelat, Xanî û Koma Newroz û hemi di Newrozan de çalak bûn, di dawî de silav û rêz jibo hemû damezrênerên yekemîn koma folklore Kurdî li Qamişlo. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.