Rojnameya Kurdistan - 151 - Kurdi

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (151)

Hezîran / 15 - 6 - 2019

www.pdk-s.com

PDK-S ... 62 sal ji tekoşîn û xebata berdewam Cemşîd Ebdulkerîm

Komîta Navendî ya PDK-Sê bi boneya salvegera 62emîn a damezirandina wê partiyê peyamek belav kir û ragihand، “Di sala 1957an de Partiya Demokrata Kurdistana - Sûriya wek yekem partiya siyasî ya Kurdî ya camewerî di mercine siyasî yên navdewletî، herêmî û nevxweyî yên girîng de hat damezrandin. Bi damezrandinê wê re gelek proje û hevalbendiyên navdewletî wek (Xala Çarem، Projeya Eisenhower

û Hevpeymaniya Bexdayê) hatin meydanê. Herwiha �işarên siyasî jî li ser Sûriyê zêde bûn، bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve û yekbûna Sûriye û Misrê di sala 1958an de.” Diyar kir jî، “Vê partiya nû، tevî lawaziya karînan û kêmbûna kadroyan، karî cemawerekî berfereh، rêxistinên ciwan û xwendekaran li dora xwe kom bike û gelek gav ber bi bicihkirina aramncên di gelek waran de wek، ziman، wêje، kultur û dozên ceogra�iya

Kurdistanê، dîroka şoreş û serhildanên Kurdistanê bavêje û cejna Newrozê ya netewî lidar bixe.” Komîta Navendî ya PDK-S dibêje، “Partiyê di siya siyasetên şovenizm û projeyên nijadperestiyê (Kembera Erebî، Serjimêryarî û siyasetên erebkirinê) ên hikmetên li dû hev ji serdema yekbûna Sûriye û Misrê û dabeşbûna wan، heta hikûmetên Partiya Beis û heta şoreşa Sûriyê di Adara 2011an de ranewestî û ji encama hilwestên

wêrek ên partiyê، serkirdatiya PDK-Sê di salên heftî yên sedsala bûrî de bi salên dirêj di zîndanan de ma.” Di beşeke din a peyamê de hat،“ Partiya me ma ji kaniya rêbaza Kurdatiyê rêbaza Barzanî vedixwe û wane û ibretê ji dibistana wê ya xebatê werdigire û dê li ser wê rêbazê bimîne، ta bibe beşek ji projeya netewî ya Kurdistanî ya ku Serokê xebatkar Mesûd Barzanî serperiştiya wê dike. Ev projeya netewî roj bi roj

destkeftan bidest dixe، ji bidestxistina daxuyaniya 11ê Adara 1970î ji rêjîma Iraqê ya rûxandî û heta Federalîzmê û ta gihîşt bi encamadana referandûma dîrokî di 25ê Îlona 2017an de، ku bingehên serxwebûna Kurdistanê danîn.” Salar Xelef ku endamekî PDK-Sê ye bi vê boneyê çend hêviyên wî hene û wiha dibêje: Em li ser rêbaza Barzaniyê nemir nayên xwarê، û divê partiya me li ser vê rêbazê bimîne، û bêhtir ciwanan bide

pêş daku xwîneke nû bikeve nava partiyê de، divê partiya me her ya serkêş li Kurdistana Sûriyê bimîne، ji ber ku hêviya milet tenê di vê partiyê de ye. Ji aliyê xwe ve، Hêvîn Seyid jî wiha dibêje: Divê rola jinê di nava partiya me de zêde bibe û piştevaniya wê bi cidî were kirin، PDK-Sê hilgirê ala netewî û doza gelê Kurd li Kuurdistana Sûriyê û divê li ser vê rêbaza xwe heta dawiyê bimîne û parastina kadir û slîgirên xwe bike. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.