Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (152)
Tîrmeh / 1 - 7 - 2019
Armanc ji şewtandina zeviyan, koçkirina xelkên mayî ye
www.pdk-s.com
Ebdurehman Xidir
Ev demeke zeviyên xelkê Kurdistana Sûriyê têne şewtandin û rojane bi deh hezaran donim têne şewtandin, û desthilatdariya
ku xwe li ser wê deverê ferz kiriye heta niha bêdeng e, û ti kes nizane ku kî van agiran vêdixe. Cotyarên deverê ji van agiran dilgiran in û heta niha zêdetirî
200 hezar donimên genim û ceh hatine şewtandin, û hêviya ti qerebokirinê nakin. Cotyarê bi navê Ehmedê Cuma wiha dibêje: Me hejmareke zêde ya pereyan li
zeviyên xwe daniye û deyn li me hene, û niha jî mala me xera bûye, û em ti carî jî li hêviya qerebokirinê ji rêveberiya PYDê nakin, ez dibêjin destên mezin li pişt
van agiran heye. Xalid Ebdulah jî wiha dibêje: destên gelekî mezin li pişt van agiran e û mebest jê koçkirina xelkê me ye ji deverên wan, ez daxwazê ji Encûmena
Niştîmaniya Kurdî ENKSê dikim ku bêhtir kar li ser vê mijarê bike û bikaribe alîkariyekê bidest bixe ji bo qerebokirina vê xelka zirarmend. www.pdk-s.com