Rojnameya Kurdistan - 153 - Kurdi

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (153)

Tîrmeh / 15 - 7 - 2019

www.pdk-s.com

Pirsgirêka avê li Qamişlo û Hesekê serî hildaye, û xelk bi giranî avê dikirin Serdar Omer-Qamişlo

Ev demeke pirsgirêka avê li her yek ji Qamişlo û hesekê serî hildaye û xelkê çend taxên wan herdû bajaran bê av in, û zehmetiya kêmbûna avê dikçînin. Herî dawî

li Qamişlo av li çend taxên bajêr hate birîn û rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê bi durstkirina vê kirîzê tometbar dike, welatî jî gazindan dikin. Mihemed Ebdula li ser vê mijarê wiha ji

rojnameya Kurdistan re dibêje: Av tiştekî sereke ye di jiyana mirovan de û nabe welatiyên me bê av bimînin di demekê de ku rewşa avê li Qamişlo baş e, û av heye, gelo ev mijara qutkirinê ji ber çi

hatiye, helbet ev jî ji bo yekê ye ku Kurd ji deverê xwe koçber bibin û zehmetiyan bibînin. Sena Xelef jî dibêje, gelo rêveberiya PYDê nikare �işarê li rejîmê bike, bi nerîna min ev

rêkeftin e di navbera wan de da ku xelk deverên xwe vala bikin, ji ava îsal bêhtir tine ye, divê xelk xwepêşandanan li dijî kiryaryên vê partiyê encam bide, û êdî sînorekî ji kiryarên li dijî

mirovahiyê re deyne. Mihemed dibêje, ji ber nebûna avê xelk neçar bi giranî stêrên avê bikirin, û ev yek bargiraniyeke mezin e ji bo malbatên hejar. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.