Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (154)
Tebax / 1 - 8 - 2019
www.pdk-s.com
Sê sal bi ser komkujiya taxa Xerbî ya Qamişlo re
derbas dibe û hêj hûrgiliyên wê nehatine eşkere kirin Cemşîd Xalid
Sê sal bi ser komkujiya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo re derbas dibe, ku di encama wê teqînê de bi dehan welatiyên Qamişlo bûne
qurbanî, lê heta niha nezelaliyek di vê bûyerê de heye, û xelk dipirse gelo kê ev teqîn encam daye. Adil Omer wiha di vê derbarê de dibêje, nabe ev
bûyer bê veşartin û divê desthilatdariya dîfakto li Kurdistana Sûriyê kujeran eşkere bike û ji ber çavê xelkê veneşêre, gelo çawa ew barhilgira mezin û
tijî madeyên teqîner derbasî nava bajar bû, gelo kê wê derbas kir, sed ji sedî dest li pişt hene û divê ew kesên hêsanî kirine bêne dadgehkirin. Sîlva Ebdulezîz jî
dibêje xelkekî bê guneh di vê bûyerê de bûne qurbanî, û divê tola wan were hildan, û kujer werin eşkerekirin, û divê PYDê ne tenê encamderên
teqîna Qamişlo, divê encamderên teqîna Hesekê ya şeva Newrozê û komkujiya Kobanê jî eşkere bike, û dev ji siyseta veşartinê berde. www.pdk-s.com
2
Tebax / 1 - 8 - 2019
Kurdistan-Hejmar (154)
www.pdk-s.com
Devera aram di navbera Tirkiyê û Emerîka de Kurdistan-Sara Xidir Ev çend roj in, Emerîka û Tirkiyê devera aram li Sûriyê û bi taybet li Kurdistana Sûriyê gotûbêj dikin, û heta niha jî negihiştine ti rêçareyekê ji vê pirsê re, Tirkiyê dixwaze li gor xwe vê deverê ava bike, Emerîka jî dixwaze berjewendiyên hevalbendên wê û yên wê jî di deverê de hebe. Wezareta derve ya Emerîkayê raghand, ew bi hêvîne ku danûstandinên wan bi Tirkiyê re derbarê avakirina devera aram li Sûriyê berdewam bin. Morgan Ortagos, peyivdara wezareta derve ya Emerîkayê raghand, ku danûstandinên wan û Tirkiyê derbarê rewşa bakura rojhlata Sûriyê berdewamin û Waşintun hêvî dike danûstandinên derbarê avakirina devera aram li gel Enqereyê berdewam bin. Got jî armancên wezîrê derve yê Emerîka li Sûriyê, rêgirtine li ber duristbûna valahyê li wê navçeyê ku dibe tevlîhevyê li navçeyê çêbike. Tekez jî kir ku ew metirsîyên Tirkiyê liber çav digrin û di heman dem de jî ew dixwazin gêrêntîya parastina hevalbendên xwe jî bkin yên ku şerê DAIŞê kirîne. wezareta berevanîya Tirkiyê ragehandibû, eger Emerîka sozên xwe di mjara avakirina devera aram de bicî nehînê ewê dest bi operasyoneke serbazî li rojhlata Firatê bikin. Herwiha Piştî 3 rojan ji dan û sitandinan, wezareta derve ya Tirkiyê ragihand ku civînên wan li gel rayedarên Emerîka der barê avakirina devera aram bê
encam bidawî hatin, daxuyaniyek hin çavdêr dibînin ku derfeteke da hikûmeta Turkiyê gefên xwe cî becî bike, bi taybet ku di dema dawiyê de hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Kurdistana Sûriyê zêde kirine. Ji aliyekî din ve hin siyasetmedarên Kurd dibînin tu pirsgirêk bi şer nayêne çareserkirin, lê belê dê kêşeyan zêdetir bike, û didin zanîn ku Emerîka li ser çareseriyeke aştiyane bi Turkiyê û rêveberiya xweser re kar dike. Li gorî daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyê şert û mercên Emerîka ji bo avakirina devera aram ji aliyê Tirkiyê ve hatine red kirin, ku ji wan hêzên
navdewletî dê li ser sînor bicî bibin. Rayedarên Tirkiyê dibêjin ewê li ser avakirina tu devereke aram erê nekin eger berjewendiyên Turkiyê neparêze, û ew jî ku hêzên Turkiyê bixwe di vê deverê de belav bibin, herwiha hêzên Sûriya demuqrat bêhtir ji 30KM dûrî sînor kevin, ev şert û merc jî li gorî berpirsên rêveberiya xweser binpêkirine ji pirojeya rêveberiyê û metirsiyên destwerdana Turkiyê di herêmê de zêdetir dikin.Rejîma Sûriyê ji aliyê xwe ve ragehand ku ew rêkeftina dewleta Tirkiyê û Emerîka derbarê deverên wê li bakur û rojhilatê Sûriyê bi ti awayî qebûl nakin û
daxwaza derketina hêzên Emerîkî û Tirkî ji Sûriyê kir. Derbarê vê mijara hestiyar de Mihemed El-Elî ji rojnameya Kurdistan re got, mijara devera aram li Kurdistan Sûriyê mijareke gelekî hestiyar e, û pirs ew e gelo dê ew dever di jêr serpereştiya kê de be, û dê devereke ewlekarî be yan devereke aram be. Bi ti şêweyî nabe devera aram grûpên çekdar yên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve di vê deverê de werin bicih kirin, ji ber ku her kes dizane ku kiryarên wan yên Efrînê hêj berdewam in, û nabe ew wê deverê birêve bibin, ji ber ku dê bikin cihê terorê û kiryarên terorîstî mîna tişta ku li E�înê niha
dikin.Xelkê me dê vê devera bi vî awayî qebûl nake. Elî Salih, jî wiha dibêje derbarê vê mijarê de, divê devera aram di jêr serperiştiyeke navdewletî de be û cihê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê têde nebe, û divê Pêşmergeyên Roj cihê xwe di nava vê deverê aram de bibîne ji ber ku dê ev hêz deverê ji her êrîşekê biparêze, û dê ti cudahiyê nexe di navbera pêkhateyan de û dê deverên Kurdî ji êrîşan biparêze, û nahêle êdî xelkê me ji deverên xwe koçber bibin, lê heger ev yek jî nebe divê hêzên hevpeymaniya navdewletî li devera me werin bicih kirin, yan jî hêzên aştîxwaz li devera
aram ya ku behsa wê tê kirin werin bicih kirin.Bi nerîna min Tirkiyê naxwaze hêzên Pêşmerge derbasî vê deverê bibin , û dixwazin çekdarên PYDê lê bimînin da ku hincetê wê hebin da ku êrîş devera me bike, wek ku çawa li Efrînê rû da. Niha alîgirên PKKê û PYDê li Kurdistana Sûriyê hinceta dixin destê dewleta Tirkiyê dema ku li ser sînorê wî welatî xwepêşandanan dikin û wêneyên Ebdula Ocelan û alên PKKê li wir jî li pêşiya çavên cendirmeyên Tirkiyê bilind dikin û ev yek nerênî li me vedgere, û dibin hincetên xurt di destê dewleta Tirkiyê de da ku êrîşî deverên me bike.Divê PKKê û girûpên ser bi wê van hincetan nexin destê dewleta Tirkiyê û ji deverên me derkevin û rê bidin ku hêzên navdewletî yan Pêşmergeyên Roj vê deverê birêve bibin, PKKê xebata xwe ji Kurdistana Sûriyê dûr bixe û bibe Bakurê Kurdistanê, nabe PKKê destê xwe bixe nav perçeyekî din yê Kurdistanê wek çawa ku niha li Herêma Kurdistanê dike. Cemîl Xelef jî wiha vê mijarê dinerxîne, heta ku ev dever were avakirin bi nerîna min demeke zêde jêre pêwîst e, û divê bi her awayekî Emerîka Tirkiyê razî bike da ku ev dever were avakirin û careke din nekeve destê rejîma Sûriyê û Îranê de û wan miîlêsn ser bi wan ve, herwiha divê Kurd ji gavên vê deverên re hişyar bin, bi taybet divê Encûmena Niştîmaniya Kurdî pêwendiyên xwe bi dewleta Tirkiyê re baş bike û bibe beşek ji vê devera aram daku bê par nemîne.
www.pdk-s.com
Tebax / 1 - 8 - 2019
Kurdistan-Hejmar (154)
Pirsa Kurd derfet û pêwistî Dr. Mûnîb Ahmad Em îro gelek guhertina di Cîhanê de dibînin, û li ber çavê her kesî jî ev guhertin çê bûne. Ji wan rûxandina Sovyêtê di dawiya çerxa 20an de, û ji vê yekê û pêve êdî em di karin bêjîn yek qutib dunya ye birêve dibê, ew jî Amerîka ye, û her yekser Amerîka dest bi daxuyankirina xwe wekû yekemîn hêz ku bi hêsanî dikare çi bixwaze bike. Amrîka karî bû xwe li Afganîstanê bi cih bike, ew bi sedema ku li wir terora Elqaîde heye û ev armanc bi cih bû, û Ûsama Bin Ladin ji navbirin û herwiha rejîma Sedam Hûsên ew wekû rejîmeke tund ku ne dûrî �ikra Alqaîda bû, ku her core çek bikar dianî bo ku bimînd
azdehakê wextê xwe, lê Amerîkiyan ew jî ji kokê rakir. Bexda ji Sedam û leşkerê wî rizgar bû, her di wê demê de berpirsên Amerîka digotin guhertin wê tavahiya Rojhilata Navîn li xwe bigre. Guhertin berdewam in rejîma Sûriyê êdî her wekû berê namîne, û
Sûriya tenê dê bibe dewleteke nenavendî û bê vî tiştî û ta ku ev yek çê nebe, em nikarin bêjin kirîza Sûriyê çareser bû, ji xwe Îran di pirsa Sûrî de xweş pêwendîdar e û herweha di deverên din de wekû Îraq û Libnan û deverên din de, vê çê, yan wê Îran bi serkeve
û zora Amerîka bibe, û Amerîka ji Rojhilata Navîn derxe û yan jî wê rêjîma Iranî wekû Alqaîda û Dîktator Sedam ji nav herê û ev jî ya dê bibê, nexasîm Opozîsyona Îranê bi hemû pêkhatiyên xwe ya Kurdistana Îranê û Opezîsiona kû pîşgîrîya xwe ji Amrîka û dewletên
rojava werdigrê Rêjîma Iranî ne di halekî xweş de ye Şer wê ne li qazanca wê de ye her wiha gûft û go wate Qebûlkirina Şirûtên Amrîkî ne ew jî tê wata xwe parastin ji Rojava re û Amrîka re. Dimînê Tûrkîya ew jî ne zêde di aramî ye de
www.pdk-s.com
3
derbas Dibê naxasim, ji piştî helbijartina dawî û dubarekirîna helbijartinên Istembolê û dîsa şikestîna Partîya Dad û Geşepêdanê û bi serketîna CHP di her hal de, kû çi partî li Tûrkîya desthilat bê êdî tenê Dimoqratîya Rastî tenê wê Tûrkîya Aram bihêlê, û Aramî ya Turkiyê, Iran,Sûrîye tenê pê dana mafê Gelê Kurd bi cîh dibê û gelê van dewleta ji dê di bin �işara rêjimên xwe bimînîn,ev rejîm Heger wa bin wê birûxîn mehale ,vêce gelê Kurd ji bo van egera Amedê ye? Pêwîstî bi bi lihev kirinekê he ye,ew jî parastîna nirxên Netewî e gelê Kurd û armanc ew bê Kurdistaneke serbixwe kû tavaiya parçên Kurdistanê li xwe bigre.
6 sal derbas dibin û hêj beşek ji penaberên kampa Kewirgoskê di çadiran de dijîn Kurdistan- Raid Mihemed- Kewirgosk Di dema şepêla penabertiyê Dest pêkir ji Rojavayê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê di sala 2011an de, kampeke taybet ji bo penaberan dirust bû, ew jî kampa Domîzê bû, ku ta anha mezintirîn kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, ku di sala 2013an di meha Tebaxê pêla herî mezin ji penaberan hatin Başûrê Kurdistanê, ji ber wan hejmarek kamp hatin avakirin, yekemîn kamp û ya herî mezin Kampa Kewirgoskê bû ku di 15 Tebaxa 2013an bi fermî hat vekirin, ku Nêzîkî 20 000 kes têde dijîn, lê piştî hejmarek ji xelatên kampê çûn Ewropa û hin vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, û hejmarek hatin veguhestin ji bo kampa Dareşikranê, anha hejmara penaberan li kampa Kewirgoskê dighe Nêzîkî 8500 kes, di nav Nêzîkî 1500 xanî ( Qa'îde) dijîn ku xaniyê ji Bilok û Çiminto pêk tê, lê Nêzîkî 300 mal hîn di konan de dijîn û di rewşeke pir xirab û ev yek ji kêşe û aloziyên pir
mezin ku xelkê kampê jê dilgiranin, ji bo em bihtir rewşa wan ji Nêzîk ve bişopînin, Rojnameya me nerîna hejmarek ji xelatên kampa Kewirgoskê stand di derbarê kon û avakirina Qa'îdeyan, û şirovekirina vê alozeyê, yek ji wan " Nidal Îsa " ku jî sala 2014an di konekî de dije li gel hevjîn û zarokê xwe , ku xemgîniya xwe ji Nûçegihanê Rojnameya me re da xuyakirin û got:" bi rastî ev 5 sal in dibe ku bûn 6 sal ku ez û hejmarek mezin ji xelkê kampê di konan de dijîn, rewşa me pir Nexweş e, ji ber ku di zivistanî baran bi ser me tê, tiştek ji sermayê me naparêze, û dema ku ba tê , em di tirsa xwe de
dimînin, lê em çi bikin, Soza ku ji me re hatiye gotin ku wê Xaniyên me yên ji Çiminto (Qa'îde) ku wê di meha 11an sala 2018an wê radestî me bikin lê va ye sal qulibî, em niha di meha Tebaxê 2019an de ne û hîn Xanî ne dane me ". Ji rexê xwe ve " Diya Derwîş " ku li gel kurê xwe û bûka xwe û 4 zarokan di konekî de dijîn ji Rojnameya me re axi�î û got:" em şewitîn di nav van konan de , bi rastî Jiyaneke pir xirab e, dema ku Kehrebe (Ilkitrîkê) tê birîn, ev der dibe Dojeh û Cehneme, lê em çi bikin tiştek ji destê me dernakeve, û hêviya me di riya vê bangê di Rojnameya Kurdistan ku dengê me bighe berpirsan û çarekê ji me
re peyda bikin, bi taybetî ji bo van zarokên belengaz ku tu gunehê wan tune ye, ku çok û kolanên teng û bi gemar û gilêj ji wan re bûye yarîgeh û cihê lîstikê , ev yek hişt nexweşî peyda bibin " " Mam Silêman " ew jî bi malbata xwe re di nav konan de dijîn, bi dilekî şikestî ji Nûçegihanê Rojnameya me re axi�î û got:" ev zêdey salekê ku (Qa'îde ) xanî ji me re avakirin lê hîn Cok û cade û Kehrebe çênekirine, û em çaverêne ku timam bikin, û em ji Dojeha Konan xilas bibin û herin di nav van Xaniyan de, bi rastî em pir westiyan, her tim destê me li ser dilê me ye , û di vê dawiyê de , ji ber me xrbatek kir û me berê xwe da rêveberiya
kampê ku ew jî weke me xemxorî vê yekê ne, ew jî dixwazin ku di demeke nêzîk de ev xanî werin avakirin, lê kêmayî di Sîstema UN de ye ku pir xemsarî kirine di derbarê xelkê kampa Kewirgoskê, ku ev yekemîn kamp bû di parêzgeha Hewlêrê de ji bo penaberê Rojavayê Kurdistanê lê kampa herî dawî ye ji rexê avakirina Qa'îdeyan û Xaniyan, lê di vê dawiyê de soz hene ku werin avakirin, û em jî li benda vê yekê ne". Ji alîkî dî ve, "Mihemed Emîn " ku ew jî li kampa Kewirgoskê dimîne û xaniyê wî hatiye avakirin ji rexê rêxistina (Bayê Aşitiyê) ya Japonî, ji me re axi�î û got:" em
pir xemgînin li ser van kesê ku hîn di konan de dijîn li kampa me, ev 6 sal in ew di vî agirî de ne, her kêlîk û dem di metirsiya Sotandinê ne, û gelek bûyerên Şewatê li kampa me rû dane û ziyanên pir mezin çêbûne, ji bilî ku Pak û xawinî û paqijî pir kêm dibe di jiyana nav konan de ne weke Xaniyê Ji Bilok û Çimintoyê, ez hêvîdarim ku di demeke nêzîk de ev xanî werin avakirin ji van kesan re û ew jî bibin weke beşê mayî ji xelkê kampê, û kampa me jî bibe weke van kampên dî ". Kampa Kewirgoskê ku dikeve Bakurê Rojavayê Hewlêrê û bi 23km dûrî wê ye, girêdaye bi Qezaya Xebat û di dest pêka avakirina kampê di Tebaxa 2013an Serok Mesûd Barzanî Serdana Kampê kir û gotarek ji xelkê kampê re pêşkêşkir û got : "" Ev der mala were û hûn bi xêr hatin hûn di nav xizmê xwe de ne, Û bi saya Xwedê em ê kar bikin ku em vê êş û azarê ji ser milê we rakin û hûn bi serbilindayî vegerin bajar û malên xwe, heta wê demê em di xizmeta we de ne " www.pdk-s.com
Tebax / 1 - 8 - 2019
Çand û Huner
www.pdk-s.com
4
Li Elmanya Komeleya Ronak xuleke fêrkirina Zimanê Kurdî bidawî kir Kurdistan - Aso Mihemed Di jêr durişma "Zimanê me hebûn, û Nasnameya me ye" Komeleya Ronak ya Çandî û Civakî li Bochuma Elmanyayê roja 212019-07-an de ahenga belavkirina bawernameyên Zimanê Kurdî lidarxist. Aheng bi beşdarbûna gelek xebatkarên di warê çand, huner û siyasetê de û gelek rêxistin û komeleyên Kurdî û Elmanî birêve çû. Bi sirûda Ey Reqîb û strana Zimanê Kurdî gelek şêrîn e bi dengê hunermendê hêja Zoro Seîd Yûsif aheng destpê kir, û hejmarek gotin jî hatin xwendin. Pişt re Mihemed Keleş maosteyê ziman behsa xulên Zimanê Kurdî û giringiya fêrbûna zimanê dayikê ji beşdarbûyan re kir.
Derbarê karê Komeleya Ronak ya Çandî û Civakî, û xulên ku pê radibin, berpirsê Komeleyê Xweşnav Silêman wiha ji Rojnameya Kurdistan re got: "Dema em gihiştin welatê Elmanya, me dît hejmareke zêde ya xelkê me li vî welatê dijîn, û tenê li bajarê ku ez lê dimînin zêdetirî heft hezar Kurd lê hene, lê ew hizra ku dê emê winda bibin û zarokên me dê winda bibin di serê me de bû, me pirsî ka gelo em dikarin çi bikin û çi pêşkêş bikin, û di civînên komeleyê de em gihiştin wê baweriyê ku em li vî welatî dikarin gelek tiştan bikin û xwe û zarok û malbatên xwe biparêzin, û me dît ku ev parastin dê ji parastina ziman were, ji ber ku ziman nasname û hebûna me ye, û tinebûna wê jî
windabûna me ye, û tenê em karê xwe di nava vî bajarî de dikin û karînên me yên zêdetirî jî nînin. Niha li gelek malbatan zarokan zimanê xwe yê dayikê jibîr kirine, û em hewil didin di riya karê xwe vê yekê herî kêm li devera ku em lê ne nehêlin. Destpêkê me ji zarokan destpê kir, lê ya ku em pê matmayî man ku hejmara mezinan ji ya zarokan gelekê bêhtir bûye, lê zarokan korsên xwe berdewam kirin, û ev zêdetirî salekê ye ligel me ne, û fêrî ziman dibin. Careke din ezê dubare bikim armanca sereke ya van korsan ew e ku em parastina xwe û zarok û malbatên xwe ji windabûnê bikin". Herwiha li ser karê ku dê di paşerojê de were kirin, Xweşanv Silêman wiha got: "Hêvî û daxwaza me
ew e ku em dibistaneke Kurdî li vê deverê ava bikin û niha em kar li ser vê yekê dikin, rêxistina Avo piştevaniya me gelekî kiriye, û wan cih jî ji bo me dabîn kirine. Heta niha Elman di nava me de nînin, lê di korsên nû de dibe ku hinek Elman tevlî me bibin, û ew jî sûdê ji zimanê me bibînin, û fêrî zimanê me bibin û ev jî cihê kêfxweşiyê ye, û me ji wan re gotiye
Waneyek ji waneyê… çima zarok naxwînin? Di dawî xula fêrbûna Zimanê Kurdî li kampa Giwêlan ku taybet bû bi jinan, derbarê dûrbûna zarokan ji xwendina pirtûkan heta bi pirtûkên dibistanê li gel 8 jinan min Idrîs Hiso giftûgo kir. Ji xwe asta xwendina beşdarbûyên vê xulê herî kêm heta pola nehan bû û herî zêde pola 12ê bû, wate hemûyan çend sal ji jiyana xwe di dibistanê de qedandine û dizanin bi zimanê Erebî ku zimanê fermî yê dewleta Sûriyê ye. Temenê wan di navbera 20 heta 45 salî de bû. bêhtirên wan ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê bûn. Gazindeya wan ji wê yekê bû ku zarokên wan berdewam bi mûbayil, aypad û li ber ekranê telîvîzyonê ne û bi zor û heft bela heta ku hinekî dixwînin. Min ji wan yek bi yek pirsî aya her yek ji we çend mûbayilên zîrek di mala we de heye û nirxê herî kêm ji her mûbaylekî çend e? Li gorî bersivên wan encam bi vî rengî bû: Herî kêm her malek 3 mûbayilên zîrek têdeye, û nirxê herî kêm ji her mûbaylekî re 100 dolarên amrîkî ye û nirxê herî bilin yê mûbaylan 300 dolarê amrîkî ye, bi giştî me got bila nirxê navendî yê her mûbaylekî 150 dolar be. Wate, 24 mûbayil di 8 malan de hene, ev mûbayil bi tevahî bi 3600 dolarî hatine kirîn, xerciya her mûbayilekî herî kêm mehê 5 dolar e, wate mehane jî 100 heta 120 dolarî li van mûbayilan tê xerckirin, di sale de herî kêm 1000 heta 1200 dolarî xercî li mûbaylê van malbatan tê dan. Piştre me nîqaş bi aliyekî din ve araste kir: Aya di her malekê de çend pirtûk hene, kê kirîne, mijara pirtûkan çiye û nirxê wan çend e? Di encama bersivên her heşt jinan de hat diyarkirin ku bi tenê 16 pirtûk
li seranserî malan heye, ew pirtûk jî ne kirîne, hin rêxistinên mirovî dane bêhtirên wan, bi tenê du yan sê pirtûk hatibûn kirîn, nirxê herî buha yê pirtûkekê ji wan 2 dolar bû, mijara pirtûkên wan jî wisa bû, hejmara herî mezin olî bû, hejmarek ji pirtûkan jî derbarê fêrbûna zimanê Elmanî, Tirkî û Inklîzî bûn. Di bersiva pirsa: Aya li malên we cihekî taybet ji bo pirtûkan heye? Bersiva hemûyan NA bû. Wate li malên wan pirtûkxane, pirtûk, kovar û rojname nînin û ti kes ti carî bi xwendina pirtûkekê mijûl nabe. Ev bi giştî ji xwe di malên wan de pirtûkên taybet bi zarokan nebûn. Min ji wan xwest behsa tiştê ku ew dizanin derbarê girîngiya pirtûkan û metirsiyên mana zarokan bi seetên dirêj li ber ekranên tv, mûbayil û aypadan lê ti kesî bi rengekî ku derbarê vê mijarê zaniyariyên baş hebin neaxi�î, bi tenê çend tişên ne bi hevûdin girêdayî gotin. Ji xwe asta xwendina beşdarbûyên vê xulê wek me got, herî kêm heta pola 9 ye û herî zêde pola 12ê ye, wate hemûyan çend sal ji jiyana xwe di dibistanê de qedandine û dizanin bi zimanê erebî ku zimanê fermî yê dweletê ye dizanin. Temenê wan di navbera 20 heta 45 salan de ye. bêhtirên wan ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê ne. Vêja piştî van encaman gilî û gazindên xwe jî dikin derbarê çima zarokên wan naxwînin. Ji bo zarok hogirî xwendinê bibin divê berî biçin dibistanê li male çîrok, kovar û keresteyên taybet bi xwendin û nivisandinê mîna reng, pênûs, tabloyên taybet bi zarokan, kaxetên sipî û lênûs û pirtûk hebin, herwiha divê endamên malê bi xwe jî beşekî girîng ji dema xwe bi xwendina pirtûkan li pêşiya zarokên xwe derbasbikin. Divê beşek ji xerciyan malê were terxan kirin jibo kirîna kereste û pirtûkên zarok û mezinan, ji ber ne maqûle di maweyê du yan sê saln de ji 10000 dolar heta 12000 dolar li ser mûbaylan were xerckirin û bi tenê sed dolar jî li ser pirtûkan û keresteyên xwendinê neyê xerckirin û piştre jî em gazindeyan ji zarokên xwe bikin çima ew naxwînin.
em amade ne korsan ji fermanberên wan yên danûstandinên bi Kurdan re dikin vekin da ku fêrî Zimanê Kurdî bibin, û ev yek jî dê têkiliya di navbera me û wan de zêde û bihêz bike". Derbarê pêwendiyên Komeleyê, Silêman dibêje ku komeleya wan yekemîn komele ye ku bi sîstemê Elmanî kar dike û pêwendiyên wan jî ligel Elmanan gelekî baş in, û ev yek jî ji ber çalakiyên wan yên mezin hatiye û ew gelek caran jî bi hev re kar dikin. Herwiha got jî "Çalakiyên me bêhtir di warê çand û huner û ziman de ne, bêhtir ziman û muzîk û niha zêdetirî 70 şagirtên me yên muzîkê hene, û Hikûmeta Elmanya pereyên hinek mamosteyê muzîkê dide û ev yek jî di rêya pêwendiyên me re pêk hatiye" Xewşnav Silêman karekî
din yê Komeleyê eşkere kir û wiha got: "Em kar li ser wê yekê dikin ku civaka Kurdî ji warê nakokî û dijberî derkeve û siyaseta xayintkirinê ji nav me were hilanîn, partiyên siyasî cihê rêzê ne, lê karê civaka sivîl karê komeleyan e, û emê bihêlin malbatên Kurd di riya çalakiyan re bêhtir ji hev hez bikin, û dijminatiya hev nekin. Em kar dikin da ku zarokan bi awayekî durst ava bikin ji ber ku nifşê nû paşeroja me ne. Em bi hêvî ne her Kurdekî welatparêz li ser vê riyê bimeşe û piştevaniya me bike da ku em bikaribin dibistaneke Kurdî ava bikin, em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û komeleyên wê dikin ku alîkarî û piştevaniya me bike da ku em bighên armanca xwe û bikaribin xizmeta welat û xelkê xwe bikin".
Bo Diya min Helbest: Mehmûd Derwîş Wergerandin : Mahir Hesen Bêriya nanê diya xwe, Qehwa diya xwe, Û destdana wê dikim. Bîranînên zaroktiyê di min de, Roj bi roj mezin dibin. Ji jiyana xwe hez dikim, Cinkî bimirim, Ezê li ber rondikê diya xwe bikevim! Ger rojekê ez vegeriyam, dayê Min bike çarika mijankên xwe Û hestiyên min veşêre bi giyayê Pîroz ji şopên solên te Min hevbikire, bi biskek ji porê xwe Bi tayek ji girastê xwe Min bixe, heger ez vegeriyam Ardûyê agirê tenûra xwe Û werîsê cilşiştinê li ser banê mala xwe Belku min rawestandin winda kir Bê nimêja roja te Porspî bûm, stêrikên zarokaniyê vegerîne Ta ku ez bi çêlîkên çûkan re beşdar bim Li rêça vegerê .. bo hêlîna bendewariyê www.pdk-s.com