Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (155)
Tebax / 15 - 8 - 2019
www.pdk-s.com
Çarenivîsa endam û kadirên ENKS yên li cem PYD girtî ne di metirsiyê de ye Sara Mehmûd
Sekirdeyekî bilindê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê di bernameyekî televizyonî de ragehandibû ku ti girtiyên ku Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKSê behsa wan
dike li cem wan ne girtî ne, û dazanîn ku divê Encûmen vê mijarê jibîr bike û êdî careke din behsa girtiyan nake.Ev yekem care ku PYDê bi fermî radighîne ku ti girtî li cem wan nîne, û berya niha digot ku girtî hene û
heta neyên pêşberî dadgehê nayên azadkirin. Herwiha yek ji mercên ENKSê ji bo danûstanin ligel PYDê ew e ku girtiyên siyasî werin serbestberdan. Siyamend Ebdula wiha di vê derbarê de dibêje: Piştî vê
daxuyaniya berpirsê PYDê, çarenivîsa girtiyên li cem PYDê di metirsiyê de ye, û niha guman heye gelo PYD ev kes terorkirine yan radestî rejîma Esed kirine, divê bilez ENKSê derbarê vê yekê de tevgerekê
bike, û çarenivîsa van kesan diyar bike, PYDê partiyeke ku ev tişt li ser ne nû ye, û dikare her tiştekî bike û dikare wan radestî rejîmê jî bike. Hediye Ehmed jî wiha li ser vê mijarê dibêje: Ya herî giring di vê demê de ragehandin
giringiyeke zêde bide vê mijarê ji ber ku gelekî metirsîdar e. di vê bi her awayekî be ENKSê tevgerekê bike û dengê van kesan bighîne raya giştî ya cîhanî, û piştguh neke. www.pdk-s.com