Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (156)
Îlon / 1 - 9 - 2019
www.pdk-s.com
Çima cotyarên Kurdistana Sûriyê nayên
qerebokirin û alîkariyên komkirî bi kû ve çûne Şiyar Ebdulselam
Îsal bi hezaran donim ji genim û cih yê parêzgeha Hesekê û Kobanê li Kurdistana Sûriyê hatine şewtandin، tevî ku hemî xelk dibêjin، ew şewat ji alî hin aliyan ve çêdibin، lê
hîn jî tu hûrguliyên van bûyeran diyar nebûne، ev cara yekemîn e، ku agir bi vê awayî digre dexlan. Lê ev demeke behsa danheva alîkariyê ji aliyê saziyên ser bi Partiya
Yekîtiya Demokratîk PYDê ve ji bo wan cotyaran tê kirin، lê ti kesî ew alîkarî nedîtiye. Cotkarek ji Rojnameya Kurdistan re dibêje: Ev partî dixwaze vê yekê ji xwe re bike derfet،
û pereyan ji xelkê li ser navê qerbokirinê bistîne، divê xelk ji vê yekê re jişyar bin û pereyan nedin ti saziyeke PYDê، ji ber ku partiya navborî pereyan ji xwe re dibe.
Ji aliyê xwe ve cotkarekî din dibêje، ez ti carê bawer nakim ku PYDê cotkaran qerebo bike ji ber ku ev partî ne ya ku xelkê qerebo bike û tenê pereyan ji xelkê distîne،
dikarim bibêjim ku danhev avan alîkariyan jî destê wê û saziyên wê têde heye heta ku dahatekê ji xwe re peyda bikin li ser hesabê xelkê hejar. www.pdk-s.com