Rojnameya Kurdistan - 157 - Kurdi

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (157)

Îlon / 15 - 9 - 2019

Zêdekirina nirxê mazotê bi plan

www.pdk-s.com

ji aliyê PYD ve hatiye kirin Dunya Ebdula-Qamişlo

Zêdekirina nirxê Mazotê, nerazîbûneke mezin li cem xelkên Kurdistana Sûriyê çêkiriye, buhakirina nirxê Mazotê nirxê hemû keresteyan bi xwe re zêde kiriye û bi

taybet nirxê nan ku madeyeke sereke ye di jiyana rojane ya welatiyan de. Ev ne car e yekem e ku Partiya Yekîtiya Drmokratîk PYDê nirxê keresteyan li welatiyan buha dike da ku neçar bibin û

koçber û penaber bibin. Ebdula Hemê wiha di vê derbarê de dibêje buhakirina nirxê mazotê enqest de di demeê de ku sotmenî û petrol li Kurdistana Sûriyê heye, ev siyaseta PYDê ji

destpêka şoreşê de ye, ewe jî buhakirina keresteyane da ku xelk koçber bibe û malên xwe bicih bihêlin, bi buhakirina mazotê nan jî buha dibe ku nan keresteyeke sereke di jiyana welatiyan,

herwiha hin tiştên din jî buha dibin. Omer Merwan jî wiha dibêje: PYDê destê xwe daniye li ser movikên jiyana welatiyan û li gor mezacê xwe xelkê birêve dibe, û her carê nirxê keresteyekê

bilind dike û sûdê jê dibîne, ev yek ji bilî danîn û ferzkirina bacan li ser xelkê hejmar, PYDê mala Kurdên Kurdistana Sûriyê bi biryarên xwe yên çewt xerab kiriye www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.
Rojnameya Kurdistan - 157 - Kurdi by pdk-s - Issuu