Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (173)
Gulan / 15 - 5 - 2020
www.pdk-s.com
Divê rêkarên rûbirûbûna Korona qonax bi qonax bêne kêmkirin
“Pabendbûna xelkê Kurdistana Sûriyê giring e” Dîlan Seîd
Piştî tomarkirina çend haletên nû yê pêketiyên Korona li Hesekê tirsek di nava xelkê de çê bû, lê niha rewş aram e, lê pêwîstiya xelkê bi wê yekê heye ku xwe
biparêzin. Welatiyek ji bajarê Hesekê dibêje, niha rewşa baş e, lê hêj tirsek di nava xelkê de heye û bi rastî xelkê me pabend nabe û qerebalixê
durst dike, û heta niha ev nexweşî belav nebûye, lê heger hat û belav bû dê karesatek rû bide, lewma divê rêkarên xweparêziyê hêdî hêdî werin kêmkirin
da ku nexweşî belav nebe. Welatiyekî din dibêje, rewşa me ya abûrî xerab e, û divê çavek li me bê dan û nabe wiha kar bê rawestandin,
emê pabendî hemû rênmayan bin, û emê karê xwe bikin, bi rastî me rojên zehmet derbas kirine. Helbet divê sînorek ji pirsgrêka wan rêwiyên ku ji
Şamê tên bête dîtin, û bi qaçaxî derbasî nava bajarê Qamişlo nebin ji ber ku heger hat û nexweş di nava wan de hebin dê karesatekê durst bikin. www.pdk-s.com