Rojnameya Kurdistan - 203 Kurdî

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (203)

Tebax / 15 - 8 - 2021

www.pdk-s.com

Divê welatî xwe biparêzin, vaksînê jî werbigrin Îmad Omer

Ev demeke carake din li bajarên Kurdistana Sûriyê pêketiyên korona zêde dibe, û ev yek jî metirsî ye li ser rewşa

tenduristî, ev yek di demekê de ye ku hejmara vaksînê li Kurdistana Sûriyê kêm e. Li ser vê mijarê rojnameya

Kurdistan nerîna welatiyan li ser vê mijarê wergirt. Welatiyê bi navê Ehmed wiha li ser vê mijarê dibêje, corê Dêlta gelekî dijwar

e, divê xelk xwe biparêzin, û xwe ji qerebaliziyê dû bixin bi taybet pîr û kal, em dibînin ku çi li welatên dunyayê diqewimin.

Viyan jî wiha dibêje, rêjeyek ji vaksînê li Kurdistana Sûriyê heye çi di destê rêveberiya PYDê de çi ewên di jêr destê damûdezgehên

rejîma Sûriyê, lê divê welatî sûdê ji vê yekê bibînin û vaksînê werbigrin û xwe jê netirsînin. www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.