Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Çirya Pêşîn / 1 - 10 - 2021
Kurdistan-Hejmar (206)
www.pdk-s.com
Pêwîst e ENKS
xwepêşandan û çalakiyên xwe berdewam bike Îmad Omer Ehmed Îsa –Qamişlo
Li tevahiya bajarên Kurdistana Sûriyê, Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKS xwepêşandan li dijî kiryarên Rêveberiya PYD encam dan. Di van xwepêşandanan
de hejmareke zêde ya alîgirên ENKS amade bûn tevî astengiyan, û êrîşkirina ciwanên şoreşger yên ser bi PYDê ve, lê xelk çavtirsî nebû, û di xwepêşandanên xwe de berdewambûn.
Mihemed Mecîd wiha li ser vê mijarê dibêje: Divê Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKS di xwepêşandan û çalakiyên xwe yên sivîl de berdewam be heta ku ev kiryarên
PYD derheqê miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê werin rawestandin, bi nerîna min ENKS biryarek wêrekane da û divê vê yekê berdewam bike heta ku tekez bike ku ENKS
hêj zindî ye, û di nava xelkê de ye. Samiya Ebdulwehab jî wiha li ser vê yekê dibêje: Êrîşkirina ciwanên şoreşger yên ser bi PYDê ve pilankirî bû, û wan dixwest xelk bitirsin, lê ev pilana
wan biser neket, serkirdeyên ENKS li pêş bûn û netirsiyan û ev yek hişt ku xelk jî netirsin, lewma pêwîst e ENKS berdewam be, heta ku mafê xelkê vegerîne. www.pdk-s.com