Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Çirya Paşîn / 15 - 11 - 2019
Kurdistan-Hejmar (161)
www.pdk-s.com
Zêdebûna teqînan li Kurdistana Sûriyê koçberiyeke zêdetir bi xwe re tine Nîdal Kazim
Di 11ê vê mehê de li Qamişlo 3 teqîn hatin kirin, û di encamê de jî 6 kesan canê xwe jidest dabûn û zêdetir ji 40 kesî birîndar bûbûn. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS di daxuyaniyekê de, teqînên ku bajarê
Qamişlo hejandibûn şermezar kir. ENKS di daxuyaniya xwe de dide zanîn, bûyerên bi vî rengî yên terorî yên sivîlan dikin armanc, di çarçova berdewamiya prosêsa koçberkirina xelkê deverê ye. ENKSê daxwaz ji
civaka navdewletî û welatên pêwendîdar kir, ku rê li ber vegera DAIŞê ji bo deverê bigre. Herweha daxwaz kir, ku operasyonên serbazî werin rawestandin û devereke aram bi serpereştî û parastina navdewletî,
were avakirin. Ehmed Cuma di vê derbarê de dibêje pirs ew e gelo çawa du otomobîl di nava bazara sereke ya Qamişlo de hatine bombekirin û ti kes pê hest nebûye, gelo asayişa PYD li kuderê ye. Di texmîna min
di nava du mehan hejmarek teqîn rû dan û heta niha ti lêkolîn nehatine zanîn yan jî kesek nehatiye girtin. Divê PYD ji xelkê re eşkere bike, û ew xwe bi parêzvanê vê xelkê jî dide zanîn dive giyanê welatiyan
were parastin. Ronak jî wiha di vê derbarê de dibêje ev teqîn têne kirin da ku xelk bêhtir koçber bibin, her aliyê ku van teqînan dike li dijî mirovahiyê ye, û karê wî yê sereke belavkirina tirsê ye di nava xelkê de. www.pdk-s.com