Rojnameya Kurdistan - 163 - Kurdi

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Çileya Pêşîn / 15 - 12 - 2019

Kurdistan-Hejmar (163)

www.pdk-s.com

Ne ji mafê PYD ye bi tena xwe danûstandinan li ser mafên Kurdan bike Barzan Mehmûd

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hinek partiyên nêzîkî wê ligel şadeke partiyên nêzîkî rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo civiya. Parlemanterê

rejîma Sûriyê Newaf Trad Elmilhim ji medyaya rejîmê re ragehandibû ku wan hevdîtinek Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hinek partiyên nêzîkî wê li Qamişlo encam

daye û wan sîstema rêveberiya xwecihî pêşkêşî wan kiriye. Li gor ku berpirsên nêzîkî PYD dibêjin ku rejîma Sûriyê ev şand şandiye cem wan, lê ew dibêjim ku ew destpêşxêriyê dikin.

Parêzer Cîhad Cuma wiha di vê derbarê de dibêje, tirs ew e Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD bi vê pêşnyarê razî bibe û hemû amaje vê yekê jî didin xuyakirin, ev yasa di sala 2011an

de ji aliyê Beşar Esed derketiye wek gaveke çaksaziyê, lê gerek ne cihê qebûlkirinê be li cem her aliyekî Kurdî, ji ber ku mafê Kurdan li Sûriyê ji rêveberiya xwecihî zêdetir e. Zana Ekî wiha di vê

derbarê de jî dibêje, ne ji mafê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê bi tena serê xwe danûstandinan li ser maf û çarenivîsa gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê bike. www.pdk-s.com


2

Çileya Pêşîn / 15 - 12 - 2019

Kurdistan-Hejmar (163)

www.pdk-s.com

Çarenivîsa Kurdistana Sûriyê di navbera dewletên zulhêz de Kurdistan- Şemsa Cemal Li Kurdistana Sûriyê rewş gelekî tevlihev bûye, û kes nizane ku ev rewş dê berev ku ve biçe yan dê çarenivîsa miletê Kurd li vî perçeyê Kurdistanê çi be. Her yek ji Emerîka, Rûsiya, Îran, Tirkiyê, Birîtaniya û Ferensa hêzên wan li ser erda Sûriyê û Kurdistana Sûriyê hene. Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS ji bo rewşa niha ya Kurdistana Sûriyê û mafên Kurd di destûra Sûriyê de çûbû Moskoyê. Şanda ENKSê li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyê bi Cîgirê Wezîrê Derve bo Karûbarên Rojhilata Navîn Mikhail Bogdanov re civiya. Serokê şanda ENKSê Kamîran Haco piştî civînê ji medyayaê re ragehandiye ragihandiye, rola Rûsyayê li Sûriyê bi giştî girîng e, bi taybet piştî derbasbûna wê ji herêmên Kurdistana Sûriyê re, bêhtir bo doza Kurdî girîngtir bûye. Armanca serdana wan bo Moskoyê naskirina pêşeroja Kurdistana Sûriyê ye. Me xwest ji Wezareta Derve ya Rûsyayê bizanin berê rêkeftinên Rûsî -Tirkî li kû ye û encam û bandorên sê li ser gelê Kurd û herwiha rola Kurd di pêşerojê dê çawa be.Diyar kir jî, di civînê de her her aliyan, mijara destûra Sûriyê, bicihkirina mafên Kurd di destûrê de û rewşa Efrînê guftûgo kirin. Şanda ENKSê ji Berpirsê Komîta Pêwendiyên Derve Kamîran Haco û endamên wê komîtê Îbrahîm Biro û Îsmaîl Hesaf pêk hatibû. Her berî niha jî û herdem Serok Barzanî tirsa xwe ji rewşa Kurdistana Sûriyê tine ziman, û dibêje ew ji vê rewşê bitirse û nizane dê çarenivîsa vî perçeyê Kurdistanê berev ku ve biçe, û ev tira wî ya berya çend salan niha xuya dibe, lê ew bi xwe jî hewil dide ku ev rewş baş bibe û Kurdên Kurdistana Sûriyê bighên mafên xwe yên rewa li ser xaka xwe ya dîrokî û kevnar ji hezarên

salan de.Helbet xelk jî tirsa xwe ji rewşa niha didin zanîn, û dibêjin ew nizanin çi bikin û nizanin dê çi li çarenivîsa wan were bi taybet bi hatina van hemû hêzan. Ebdula Qasim wiha derbarê rewşa niha ya Kurdistana Sûriyê dibêje,rast e niha li Kurdistana Sûriyê gelek hêz hene, lê yên gelekî bandora wan li ser erdê heye Rûsiya û Emerîka ye, û ew bi xwe li dijî hev in, û dê di paşerojê de herdu dewlet li Sûriyê nakokiyên mezin di navbera wan de durst bibe, wek çawa Emerîka xwest ku biçe �irokxaneya navdewletî

ya Qamişlo û rêgirî li wan hatie kirin, Rûsiya jî dixwest nêzîkî Dêrikê bibe rê li ber wan hate girtin û ev jî amaje ne ku dê herdu hêz di paşeroê de rastî aloziyên mezin werin, û dê bikevin beramber hev, bi nerîna min Rûsiya û rejîma Esed ti mafan nade Kurdan û tenê dixwaze wek çawa rejîma Esed dever radestî Partiya yekîtiya Demokratîk PYD kir, partiya navborî jî deverê careke din radestî wan bike, û rêveberiya deverê bi temamî bikeve jêr destê rejîma Esed û hêza PYDê ya çekdar jî tevlî artêşa

Sûriyê bibe û ligel rejîmê biçin parêzgeha Idlibê ji terorîstan rizgar bikin, helbet xwîna bi hezaran xort û keçên me jî tekez bê sûd dê biçe û bibe qurana rejîma Esed.Niha rejîma Sûriyê dixwaze bi rêveberiya xwecihî razî bike, û di baweriya min de di dawiya dawiyê de dê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê bi vê pêşnyarê razî bibe, ji ber Rûsiya li ser wê �işarê dike û jêre dibêje yan tê bi mercên min razî bibe yan jî ezê Tirkiyê bi ser te bişînim. Cîhan Xidir derbarê vê mijarê de wiha dibêje divê PYD xwe ji Partiya Karkerên

Kurdistanê cuda bike û ligel hêzên din yên Kurdî bereyekê ava bikin û bi eşkere daxwazên xwe pêşkêşî her yek ji Emerîka û Rûsiya bikin, heger ev yek neyê kirin jî dê çarenivîs xerabtir bibe û dê miletê me yê mayî li ser xaka Kurdistana Sûriyê koçber bibe, û dê Ereb li şûna wan bi cih bibin wek niha ku çawa li Serêkaniyê û Girê Sipî û Efrînê tê kirin bi destê Tirkiyê û girûpên çekdar yên ser bi wê ve. Li aliyekî din di baweriya min de dê Kurd sûdê ji nakokiyên herdu welatên mezin Rûsiya û Emerîka bibînin û dê hinek mafên

xwe jî bidest bixin, lê divê Kurd di serderiya digel herdu welatan de hişyar bin, û guhdanê nedin aliyekî li ser hisabê aliyê din, û divê yekîtiya xwe biparêzin da ku bikarin rûbirûbûna vê kirîza bê awî bibin ya rastî gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê tê. Pirs niha ew e gelo dê çi li çarenivîsa gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê were dê desthiltdariya wî bike piştî sedên salan ji zulm û zordariya desthilatan, divê Kurd di vê dema hestiyar û nazik de çi bikin heta ku bikaribin mafên xwe bidest bixin û îradeya wan jî azad be.

www.pdk-s.com


Çileya Pêşîn / 15 - 12 - 2019

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (163)

3

Ala Kurdistanê wateya yekîtî û aştî ye Mahir Hesen-Elmaniya Roja Ala Kurdistanê wateya helkefta yekîtî û aşitiyê di nav Kurdan de ye, û bihêzkirina hestên welatparêzî û Neştîmanî ye , digel vê Helkefta pîroz hevrêzî dikeve navbera xelkên me de li her çar Parçeyan , û hestên bo yekîtiya me, armancên me û pêkvejiyana me û ji bo parastina destkeftiyên Pêşmerge û destkeftiyên yên çandî û mirovî li tevaiya kurdistan , diyar bibe di roja Ala Pîroz de . Her wiha , em biryara xwe nû dikin di 1712/an de , da ku riya xebatê bidomînin ji bo pêşkeftina me , û li ser riya bav û kalên xwe berdewam bin , û ji bo paşerojek çêtir û omîd û hêviyên xwe bi dest bixin û dewleta xwe ava bikin . Dîroka Ala Kurdistan : Cara yekem di sala 1919an de ji hêla "Komîsyona Civakî ya Kurd" ve hat pejirand Di sala 1920-an de Civata Al-Ta’alî ya Kurdî ev ala bi rengê xwe yê niha pejirand . Di Serhildana Quçekirê ya Adara 1921 de , ji aliyê Şehîd Elî û Dr. Nûrî

Dêrsim , biryarekek mezin ya kurdistanî hat standin , ku Ala Pîroz li bakurê welat û li hemî deverên hatine rizgar kirin bilind bibe . Di dewrana - 1927an de Komela xweybûn hat damezrandin û bi navê Xweybûn pirtûk çap dikirin û Ala kurdistan li xwe girtin , û him Ihsan Nûrî Paşa û Pro Hasko di dema serhildana "Agirî" de jî vê alê hildibijêrin wek Ala Kurdistan . Di sala 1928-an de, wêneyê ala kurdistan bi rengên xwe li ser pirtûka ya ku ji hêla

nemir Bedirxan ve hat bû nivîsandin Celadet alî Bedirxan di yek ji gotarên xwe de yên li ser rûpelên "kovara Hawar" hat bû weşandin , wiha got bû : "Rengên ala kurdî ji jor heta jêrîn ev in: Sor, spî, kesk û di navîn de rojek e . (Kovara Hawar, Hejmar 9, Sal: 1932, rûpel 12-). Di sala 1932-an de, Ala Kurdistan li du rûpelên kovara "Hawar" derket, bi rengên: sorli jor, spî li navî , kesk li jêr, û Rojek zer bi hejdeh Tîrêjan . Helbesta ji hêla

Celadet Bedirxan ve, di sala 1932-an de di Kovara Hawar-Hejmar 5 de hatî weşandin ” Alê Qurban ” ku tê pesnê Ala kurdistan da bû û ev beşek ji helbesta wî ye ( alê qurban di nav roq , çi bedew û biheybet , bi çar rengî rengên te , çi delalî çi xweşqoq) Di hejmara heştan de (bercile 1932-an de) rûpel (7), Dr. Kamîran Bedirxan helbestek li ser Ala kurdistan belav kir. Yekemîn klûba kurdî (Klûba Ciwanên Kurd) li Amûdê di salên 30-an de hate damezrandin, û ew di

bin çavdêriya Mihemed Elî Şiwêş û helbestvanê gewre Cegerxwîn de bû , ala kurdistan li ser bilind dikirin Di sala 1936-an de nivîskar û şoreşger Apê Osman Sabrî helbestek li ser Ala kurdistan nivîsand ( Ala Rengîn min divê her tu bilind bî , Ala rengîn kesk û zer , Him xweşî him ceng û rûmet , Tên zanîn ji sor û gewr… (Dîwana Osman Sebrî. R.23). Nemir Nuredîn Zaza di kovara "Hawar" de çîrokek nivîsand ku tê de behsa rola şêx Seîd

Pîran û şoreşgeran dike, û gava ku Kurdan Ala pîroz li ser dezgehên Hikumeta tirkiye bilind dikin . Wisa dibêje ( çaxê em li derdora Qerqola tirka kom bûn , ez piçûk bûm , û li ser serê me re Keskesoreke bi çar renga û bedew hebû , min ji bavê xwe pirsî , bavo ev çi ye , got kurê min ev Ala me ye , rumeta me ye .... Kovara Hawar, Hejmar: 30. 1941 , rûpela 45-) Li devera Mehebat (jarjare) di 171946/12/an de ji aliyê Serok Qazî Mihemed ve hat bilind kirin , lê guhartine piçûk li ser ve zêde kirin . Konferansa "Dijî Dagerkiriyê " a li Beytexta Yewnanistanê di sala 1957-an de , ku Rewşen Bedirxan wek nûnera gelê kurd beşdar bû û ala kur�istan bilind kir û wisa got: "Alaya kurdî ya ku îro tê nasîn di çar rengan de li salona konferansê, wek sembola gelê Kurd û welatê wan, Kurdistan e di çirisand " . Ala rengîn sembola azadiya me ye ku divê em biparêzin û hewl bidin ala xwe di hemî forûmanên navneteweyî de bilind bikin .

Tenê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyê dike Kurdistan- Siûd Miehmed Neteweyên Yekgirtî jî ragehand, wan pêwîstî bi 25 milyon Dolaran heye, bo dabînkirina pêdivîyên Zivistanê ji penaberên Sûrî re. Hikûmeta Yabanê jî ragehand, alîkariyeke darayî pêşkeşî deverên bakurê rojihelata Sûriyê dike ji encam wê krîza mirovî ku li deverê durist bûye piştî operasyonên artêşa Tirkiye û grûpên çekdar yên ser bi wê ve. Di daxuyaniya hikûmeta Yabanê de hatiye, ew alîkarî di warên tenduristiyê û ximetguzariyê de ne. Mihemed Mistefa di vê derbarê de dibêje heta niha jibilî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ti aliyekî alîkarî ji bo

koçberên Serêkaniyê û Girêspî pêşkêş nekirine, û ev ti carî ji bo me nayê jibîr kirin ku Herêma Kurdistan û Serok Barzanî xelkê me bi tenê bicih nehiştin,

helbet Partiya Yekîtiya Demokratîk wan alîkariyan jî nîv nîv dike û beşekî ji xwe re dibe û kes nizane bi çi bi serê wan dike, berya niha û niha jî helbet Partiya

Yekîtiya Demokratîk pyd nabêje ev alîkarî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ne, ji ber ku çavê wê bar nabe û tê bîra her kesekî dema sala 2012n ku Dezgeha Xêrxwaziya

Barzanî alîkarî belav dikirin, wê netê Mele Mistefa Barzanî li ser radikirin û davêtin, baş e tê çawa karibe serderiyê ligel partiyeke bi vî rengê bike bi

nerîna min zehmet e. Diya Ehmed jî wiha di vê derbarê de dibêje, xelkê Serêkaniyê yên ku li Hesekê dimînin di rewşeke pirr xerab de dijîn û pêwîstiya wan bi alîkariyeke zêde heye, lewma divê bilez daxwaz ji rêxistinên navdewletî yên mirovî bê kirin ku berê xwe bidin deverê û alîkariyan pêşkêş bikin. Heta niha tenê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî dane wan koçberan û ti aliyekî din nîne ku alîkariyan bide.nabe rêgirî li ti aliyekî were girtin û divê ew rêxistin bi kêfa xwe alîkariyan pêşkêş bikin, û rêveberiya PYDê nebe rêgir ji wan rêxistinan re. www.pdk-s.com


Çileya Pêşîn / 15 - 12 - 2019

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Derhênerê Kurd Ardin Diren: Sînema li ser asta cîhanî jî di krîzekê de ye (1 - 2) �îlmê te (Her Malek Dibistanek)* di festîvala Duhkê de nasbikim? Festîval kêm caran pêwendiyên bi hunermendekî, yan jî derhênerekî sînema dikin, ew li ser malpera xwe belav dikin, min jî bi rêka enternêtê, pêwendî bi festîvalê re kir û min �îlmê xwe bo wan şand bi vî awayî ez beşdarî festîvalê bûm.

Kurdistan- Idrîs Hiso Ardin Diren di sala 1988an de li Kurdsitanê, bajarê Batman jidayikbûye, Derin li zanîngeha Eskîşehir û Akdenîz, beşa Sînema xwendiye, piştre vegeriyaye Kurdistanê li bajarên mîna Amed, Batman û Wanê jiyana xwe derbas dike û karê sînema dike, herwiha ji hejmarek kovar û rojnameyan re gotaran derbarê sînema û rexneya huberî dinvîsîne û ji bo rêxistina festîvalan jî dixebite. Ji bo me hatina wî bo bajarê Duhok û beşdarbûna wî di festîvalê de bi �îlmê Her Malek Dibistanek, derfet bû ku em vê hevpeyvînê pê re bikin. Tu çawa heftemîn �îlmefestîvala Duhok a Navdewletî dinirxînî? Festîvala Duhokê, herwiha hemû festîvalên ku li Kurdistanê û diyasporayê ku ji bo sînema Kurdî dibin, karekî gelekî baş e. lê şêweyê organîzkirina wê û dabeşkirina �îlman û hilbijartina wan ev behsekî dine. Lê em binerin bê çawa hunermend û sînemakarên Kurd li hev civiyane wê demê tê nasbike ku, ev festîval valahiyekê dadigre. Rexneyek min heye derbarê paşguh kirina Zimanê Kurdî di festîvalê de, tevî ku raste zimanê Inglîzî zimanekî cîhanî ye, lê festîval li welatê me ye, û divê bayex bi zimanê me were dan. Hemû miletên dinyayê sînema bi zimanê xwe çêdikin, ji ber dema tu sînema bi zimanê biyanî çêdikî, wê demê ew sînema dibe ji bo keltur û çanda miletê ku sînema bi zimanê wî hatiye çêkirin. Lewma divê em di �îlmên xwe de, di festîvalên xwe de, di poster û banghêşên xwe de Zimanê Kurdî bikarbînin û bayexê bi zimanê xwe bidin. Di baweriya min de wê di salên bê de festîvala Duhokê van xalan berbiçav bigre û guhdanê

bi vê yekê bike, ku hemû �îlmên beşdar jêr nivîsa wan bi Kurdî were çêkirin berî ku werin nimayişkirin. Lo gorî te sînema Kurdî heye? Tekez em dikarin bêjin sînema Kurdî heye, ev bêhtir ji 30 salî ye, Kurd sînema çêdikin, mirov kare bêje jî ku berî sed salî sînema li ser Kurdan hatiye çêkirin, ez behsa �îlmê Zarê ku derheqê Kurdan de hatiye çêkirin, lê Ermeniyan çêkiriye. Ji wî �îlmî heta ku dighê Yelmaz Guney valhiyek mezin çêbûye. Biherhalî em dikarin bêjin sînema Kurdî heye, lê bi çi awayî heye, ew pirsek dine, divê ji bo vê pirsê lêkolîn li seranserî Kurdistanê were kirin û li ser berhmên hemû derhêneran, ka çi ziman di sînema xwe de bikaranîne, ciqasî nêzîkî pirsgirêka neteweyî ya Kurd bûne û hin mijarên din. Gelek mijar û babet girêdayî sînema Kurdî hene, derbarê akterên Kurd, sponserên Kurd, sînaryo û mûzîka sînema, divê li ser wan niqaş û lêkolîn were kirin, lê bigiştî ez dikarim bêjim sînema Kurdî heye, lê dibe ku di rewşek ne baş de be. Tu çanda sînema di nav civata Kurdî de çawa

dinirxînî, bitaybet li Bakurê Kurdistanê? Ez dikarim bêjim niha heta asteke baş sînema di nav civata Kurdî de, bitaybet li Bakur belav bûye, çi bi rêya telvizyonanan be çi bi rêya holên sînema be, lê asta vê yekê nizme ne li gorî daxwaza me ye. Ji aliyekî din ve jî em bala xwe didin hejmarek baş ji xortên Kurdistanê diçin sînema dixwînin û dixwazin vê valahiya ku heye, bi �îlm, kurte�îlm û belge�îlman dagirin, lê ji ber sînema di nav me de nebûye wek pîşezaiyekê cîgir, kêşeyên darayî û abûrî herdemê derdikevin û yek carnana dibin rêgir. Tu paşeroja Sînema li Kurdistanê çawa dibînî? Di vê ez wê yekê bêjim ku li ser asta cîhanê jî sînema rastî qeyranekê tê, çîrok xelasbûye lê dûbarekirina çîrokê maye! Welatên rojava ji nû ve berê xwe didin welatên rojhilat, ji ber çîrokên welatên rojhilat gelekî kûr in. û li ser wan baş nehatiye karkirin û zûbizû naqedin, Kurd jî beşek in ji rojhilat, lewma divê li ser vê xalê kar were kirin û em ji vê sûd werbigrin. Kurd jî xwedan hizr û ramanên baş in, lewma ez bi paşeroja sînema li Kurdistanê geşbîn im. Bi taybet dema em hejmareke

baş ji derhênerên zîrek, festîvalên sînema û hejmarek alî û kes ku dixwazin piştevaniya karên sînema bikin. Ez geşbîn im lê bi mercê ku sînemakarên Kurd werin cem hev û rêxistinekê çêbikin, tê de hemû mijarên girêdayî sînema Kurdî niqaş bikin û têde pilanan ji pirojeyên xwe re danin. Tu çi li ser Yelmaz Guney dibêjî? Yelmaz Guney ew kes e ku rê ji bo hemû sînemakarên Kurd nişan dide. Em dikarin bêjin Yelmaz mîna stêrkekê ye ku di tariyê şevê de rê bo me ronî dike, ji bo sînemakarên Kurd Yelmaz ew stêrk e. Bi te pencemora Guney li �îlmên ku niha di sînema Kurdî de em dibînin xuya dibe? Belê heger ne wisa be jî, lê di her �îlmekî Kurdî de tu dikarî hest û henaseyên Yelmaz Guney bibîne, ji ber Guney bo me wek bavekî rohî yê sînema Kurdî ye. Alavên di nav destên me de gelekî ji yên di nav destên Guney de pêşketîtirin, lewma divê em �îlmên bi kiwaliyeteke baştir ji Guney çêkin, lê herdemê hensae û hestê Guney dê di �îlmên Kurdî hebin û ev ji bo min girîng e.

Niha Kurd xwedan ragihandin in, bi dehan telvizyon, rojname , radiyo û saytên entirnêtê, tu rola ragihandina Kurdî di piştevanî û belavbûna sînema Kurdî de çawa dinrxînî? Herwisa heger �îlm ji aliyê xelkê ve nehat dîtin wê demê çi sûde ji çêkirina �îlm dimîne? Ev behsek gelek gringe, heger �îlm ji aliyê milet ve neyê dîtin, ti sûde ji �îlm ji bo civatê namîne. Kesek hunerê ji bo xwe tenê çênake, huner çêdibe ji bo ku mirov derd, êş, hêvî û hestên xwe bi xeynî xwe re parveke. Ez werim ser rola ragihandinê, ragihandin rola xwe wek pêwîst nalîze. Li gorî te, çima ragihandin bi rola xwe ranabe? Pêwendî di navbera ragihandin û sînemakaran de nîne, ji bo ku �îlm werin belavkirin bi rêya ragihandinê, pêwîste pêwendiyeke baş di navbera dezgehên ragihandinê, sînemakar, nivîskar û rojnamevanan de hebe. Dema ku yekîtiya neteweyî nebe, herwiha dê hevgirtin û yekîtiyek di nav hunermendan de jî tinebe, wê gavê ew pêwendiya ku ez behsa wê dikim jî dê tinebe, lê bi berdewamiya kar dibe ku ev rewş were guhertin.

Mamoste Ardin dema tu �îlmekî sînema li Bakurê Kurdistanê çêdike, rêgirî, astengî li berdem te çi ne? Astengiyên ku li berdem Kurdekî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dijî, ji wan astengiyên ku têne pêşiya Kurdekî ku li devereke din a Kurdistanê an jî li diyaspora dijî cuda ne. Li Bakurê Kurdistanê, ji xwe hikûmeta Tirkiyê ti destûrekê nade, lê hemû imkanên xwe bikartînin ku karê te serkeftinê bidestnexe, çinku hemû sînema Kurdî, bi taybet belge�îlm, herdemê stemkarî, rûreşî û karên hikûmeta Tirkiyê yên xirab nîşan dide, vêja helbet wê hikûmet li dijî karê me be. Rewş ji bo sînemakarekî Kurd li Bakurê Kurdistanê gelek xirabe, lê tevî wilo jî bi zehmetî be jî em derfetê bo xwe çêdikin. Niha Komeleya Rojhilata Navîn ya Sînema, ku ev nêzîkî heft bo heşt salan li Bakurê Kurdistanê çalake, serbixwe ye û ti pêwendiya wê bi hikûmeta Tirkiyê ve nîne, û alîkariya me dike ku em hin �îlman çêbikin. Derbarê zehmetiyan girînge ez vê yekê bînim ziman, çendî astengî hebin, çendî mirov xwedan abûriyek lawaz be û çendî astenkî û sitemkarî ji aliyê delwtê hebe jî, ev hemû li hêlekê, lê divê mirov di hiş û bîrweriya xwe de azad be, herwiha divê ji xwe bawerbe û bi mafên xwe bawer be wê demê tevî hemû zehmetiyan dê karibe berheman bidestbixe.

Ez dixwazim derbarê çawaniya beşdarbûna www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.