Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar (177)
Tîrmeh / 15 - 7 - 2020
www.pdk-s.com
Xelkê Kurdistana Sûriyê bi hesreta nanê xwarinê ne, û desthilata heyî jî xemsar e Mehmûd Ebdula
Ev demeke xelkên Kurdistana Sûriyê bi hesreta nanê xwarinê ne, û jibilî ku buhayê nan gelekî zêde ye, bi kiwalîteke xerab dighê
destê welatiyan û bi demjimêran li ser sireyê dimînin da ku nan bidest bixin. Dayika Ehmed dibêje, xêr û bêra Kurdistana me, ji genim û ceh û petrolê
û xelkê wê bê nan û kehrebe ne, ev desthilat xelkê bêzar dike daku koçber bibin û ji stoyê wan derkevin. Heger nikarin nan dabîn bikin bila ji nav me
biçin, xelk nema dikare tehemulê bike û divê çareseriyek bê dîtin. Xelîl Berekat jî wiha di vê derbarê de dibêje, bi rastî nayê fêmkirin welatek
xwedî genim be û nikare nan ji bo welatiyên xwe dabîn bike, ev yek mebest li pey hene û divê bêne eşkere kirin. Kiwalîta xerab ya nan, hemû şewitîye
û nayê xwarin. Di vê berpirs werin sizakirin ji ber ku ev yek tawaneke li dijî mirovahiyê ye û bi ti awayî nayê qebûl kirin.
www.pdk-s.com
2
Tîrmeh / 15 - 7 - 2020
Kurdistan-Hejmar (177)
PYD ji rewşa xeraba Kurdistana Sûriyê berpirs e Kurdistan-Ala Kemal Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKS daxuyaniyek derbarê rewşa abûriya xerab ya Kurdistana Sûriyê belav kir û têde ragehand, di dema rewşa xerab li tevahiya Sûriyê ji ber kirîza heyî û ne qebûlkirina rejîmê bi çareseriya siyasî û rêbazkirina çareseriya leşkerî û berdewamiya vê rejîmê di dorpêç û birçîkirina deverên ji derveyî desthilatê wê, herwiha bandorên neyênî yên vayrosa Korona û daketina lîreya Sûrî beramber diravên biyanî, û buhabûna nirxên kelûpelan hiştie ku rewşa xelkê Sûriyê zehmetir bibe li hemû deveran û bi taybet li parêzgehên rojhilat ku bi xêr û bêrên xwe navdar in û selika xwarinê ya hemû sûriyê ye û roj bi roj rewşa jiyana welatiyan zehmetir dibe ku her rojekê nirx têne zêdekirin û niha gihiştiye pariyê nanê wan ku buhayê wê bi pênc qatan zêde bûye ku nan madeyeke sereke ya jiyana rojane ya welatiyan e, jibilî buhabûna nirxê derman û kelûpelên din, û niha xema herî giring ya welatiyan ew e ku çawa kêmtirîn keresteyên jiyanê ji xwe û zarokên xwe re dabîn bike, herwiha kêmbûna ava vexwarinê jî pirsgirêkeke din ya mezin e. ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje di vê dema ku Hesekê û gundewarê zehmetiya kêmbûna avê dikşînin ku wêstgeha Elok di jêr destê grûpên çekdar de ye û nahêlin ava vexwazrinê bighê welatiyan,Encûmena
Niştîmaniya Kurdî daxwaz ji Amerîka û Rûsiyê kir ku herdu welatan rêkeftin ligel Tirkiyê kirine �işarê li ser Tirkiyê bikin da ku av bighê bajarê Hesekê û welatî nebin qurbaniya nakokiyên aliyên şerker. Tişta ku hiştiye êş û azarên welatiyan zêde bibin ew e ku hêzên ewlekarî yên Partiya yekîtiya Demokratîk PYDê li ser rêbendan ciwanan ji bo leşkeriya neçar direvînin ku gelek ji wan li ser karên xwe bûne û ji bo debara jiyana xwe
kar dikirin. Herwiha revandina zarokan ji bo leşkeriyê ji aliyên grûpên ser bi wê ve ku ev yek di demekê de ye gelê Kurd li hêviya encamên yekrêziya Kurdî bûye û van kiryaran seqayên nerênî durist kirine û rewş û derûniya xelkê xerabtir dike û rewşê berev nediyarbûnê ve dibe. ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje jî ku ew dibîne divê bilez helmetên leşkeriya neçar werin rawestandin û tevahiya revandiyan bêne berdan û sînorek ji van
kiryaran re were danîn û neyên dubare kirin. Encûmena Niştîmaniya Kurdî hevxemiya xwe ji êş û azarên welatiyan nîşan died û rêveberiya Partiya yekîtiya Demokratîk PYDê berpirs dibîne ji ber ku samanên deverên Kurdî di jêr destê wê de ye û wê partiyê nikariye hewcedariyên xelkê dabîn bike. Herwiha daxwaz ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kirk u bi hewara xelkê ve were û wan ji vê rewşê risgar bike û alîkariyên mirovî
pêşkêşî wan bike û dezgehên navdewletî arasteyî deverê bike da ku alîkariyên bilez pêşkêş bikin. Herwiha Encûmena Niştîmaniya Kurdî Vêtoya Rûsiya û Çîn li dijî biryara Encûmena Ewlekariyê ya derbskirina alîkariyan di rêya sînorên Sûriyê de êşeke din dibîne û daxwaz ji herdu welatan kir ku barê ser milê welatiyan sivik bikin. Cuma Ebdulrehîm li ser vê mijarê wiha dibêje: nabe Partiya Yekîtiya Demokratîk vê berpirsyariyê ji
www.pdk-s.com
stoyê xwe derxe, û dive çareseriyekê ji vê pirsgirêka mezin re bibîne. Rewşa xelkê li Kurdistana Sûriyê geleî zehmet bûye û bê kêmtirîn xizmetguzarî dijî, ne av û ne kehrebe û ne jî nan, welatiyên me hêjayî jiyaneke xweştirin ji vê jiyana ku ew têde ne û nabe bi ti awayî xizmeta wan were piştguhkirin, lewma dive bilez çareserî were dîtin, û êdî rewşa wan xweş bibe. Ya herî giring di vê dema niha de ku ev û kehrebe û nanekî baş ji xelkê re were dabîn kirin û ew ji vê jiyana nexweş bêne rizgarkirin û wek welatiyên tevahiya dunyayê jiyaneke xweş derbas bikin. Lava jî wiha li ser vê mijarê dibêje, ev �işara li ser welatiyên Kurdistana Sûriyê gelekî xerab e û dê encamên nebaş li pey xwe ve bîne ji ber ku ti kes nizane dê di paşerojê de çi durist bibe.Nabe bi vî şêweyî welatî werin sizadan ji her deh rojan av li Hesekê heye û xelk xwe li ser dikuj in heta ku hinek av bi dest wan bikeve, ev hemû ji ber kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ne ku hişt pereyê samanên xelkê bê sûd biçe, û niha jî ji stoyê xwe derdixe. Dilşad Omer jî dibêje, hejmarek bendav di jêr destê PYDê de ne, lê xelkê me bê kehrebe dijî û ev yek bargiraniyeke mezin li ser milê wan e, gelo ew kehrebe bi ku ve diçe, heger difroşe bila eşkere bike ji raya giştî re ku ew kehrebeyê difroşe rejîma Esed, ji berk u niha ji xelkê re diyar e ku ev partî çi dike û kiryarên wê çi ne, nabe xelk di vê rewşa xerab de bimînin. www.pdk-s.com
Tîrmeh / 15 - 7 - 2020
www.pdk-s.com
Kurdistan-Hejmar (177)
3
Bajarê Hesekê ji nebûna ava vexwarinê dinale Kurdistan-Alan Umran Grûpên çekdar berdewam ava wêstgeha Elok li ser xelkê bajarê Hesekê û gundewarê wê qut dikin û ev yek jî bûye pirsgirêkeke gelekî mezin ji nişteciyên vî bajarî re, ji ber bi sedhezaran koçberên Serêkaniyê û Girêsipî û bajarên din yên Sûriyê lê dijîn û ew ava ku tê dan jî têra xelkê nake. Welatiyek wiha di vê derbarê de dibêje: Her dema avê didin me, av naghêje piraniya taxên bajêr. Ji ber kêmbûna avê em gelek zehmetiyan dibînin. em neçar dimînin ku ava nayê vexwarin dagirin ji bo em pê debara we bikin. Em bi buhayên pir bilind ji xwediyên tenkeran dikirin, bi rastî heger çareseriyeke baş ji vê pirsgirêkê re neyê dîtin
dê karesateke mirovî li vî bajarî rû bide û egera wê yekê heye nexweşî jî belav bikin û bi taybet ku niha korona li deverê heye û bi taybet li Şamê û xelk çûnûhatinê dikin. Welatiyekî din destnîşan dike ku ew
nikarin avê bikirin ji ber pir buhya bûye û xwedanên tankeran vê yekê wek delîveyekê ji xwe re dibînin û rewşa xelkê bi buhabûnê zehmetir dikin û bi rastî ti kes jî wan siza nake, û ew jî zêdegaciyê dikin û bi
kêf û heza xwe nirxan datînin û difroşin xelkê., pêwîstiya xelkê bi aveke zêde heye bi taybet di vê Havînê de ku her îsal pileya germê li Hesekê gelekî zêde ye û dighêje jor 50 pileyê û ev yek jî bargiranieke mezin li
ser milê xelkê vî bajarî. Xidir Elaedîn jî dibêje av tiştekî sereke ye di jiyana mirovan de lewma divê berdewam ava vexwarinê ji bo xelkê re were dabîn kirin da ku paqij bin û ji nexweşiyan rizgar û dûr bin, divê dezgehên
navdewletî alîkariya xelkê bikin û bîrên avê ji wan re bikolin da ku ava wan were dabîn kirin, lê ti kes bi hewara wan ve naçe. Divê desthilata heyî lezê di kolandina bîran de li derdora hesekê bikole û avê bighîne taxên bajarê û xelkê ji vê pirsgirêka mezin rizgar bike. Omer Kenan dibêje, ew ava dighê xelkê gelekî kêm e û ew bi hewceyî çareseriyeke temam in û nabe ev pirs were piştguhkirin ji ber ku jiyana bi sed hezaran xelkê li xwe digre. berya niha jî UNICEF raportek li ser qutkirina ava Hesekê ji aliyê grûpên çekdar belav kiribû, lê ti rêxistinên din heta niha behsa vê yekê nekirine ku di demekê de ev pirsgirêk karesateke mirovî ye û nabe bê pişguh kirin.
Nalîna penaberên Gewîlan ji ber Koronayê duqat e Idrîs Hiso – Gewîlan Bêhtir ji 5 mehan e xelk ji ber betaya Koronayê û qedexeya cûnûhatinê dinavbera parêzgehan de dinalin, xelik bi giştî dinalin, lê ne wek nalîna penaberên Rojavayê Kurdistanê yên kampa Gewîlan, kampa Gewîlan ser bi qeza Berdereş ku ser bi parêzgeha Duhokê ve ye, lê ew ji bajarê Hewlêrê ve nêzîke, hemû karûbarên penaberên kampa Gewîlan li Hewlêrê bû, ti pêwendiya wan ji bo bazirganî, xizmetguzariyên tendurûstî û xizmetguzariyên din jî bi Duhokê ve nebû, bi tenê çûna wan bo Duhokê jibo serdana kesûkarên xwe bû ku li kampên Domîz, Faydê û bajarên Zaxo û Duhkê dimînin hebû. Girtina rêka Hewlêrê li berdem penaberên
kampa Gewîlan bandoreke zor xirab li ser jiyana penaberan kiriye, ta wê astê ku êdî gelek malbat bizorê debara nanê zarokên xwe dikin, rojane mirov dikare gazinde û nalîna xelkê bibihîze. Rojnameya Kurdistan jî xwest nalîn û gazindeya wan bighîne aliyên pêwendîdar ku çareyeke guncaw ji wan re bibînin. C. B ku yek ji penaberên
kampê ye wisa dibêje: Berî qedexeya çûn û hatinê di navbera Duhok û Hewlêrê de ez rojane ligel hejmareke karkirên kapmê diçûm bazara sewze ya giştî li Hewlêrê (Elwê) me bar hildigirtin û me debara xwe dikir, lê ev bêhtir ji 4 mehan e min bi dînarekî jî kar nekiriye, ji xwe alîkariyên ên xwarinê ku carekê du caran hatin têra me nakin, tevî ku baş
bûn jî lê piştî çend rojan em vegeriyan rewşa xwe ya berê, ez dixwazim careke din rêya Hewlêrê li ber me vebe da ku ez karibim vegerim ser karê xwe û debara malabata xwe, ku ji 6 kesan di nav wan de xweha min a nexwş jî pêk tê, bikim. Ji aliyê xwe ve E. R ku dayika 3 zarokan e dibêje: Zilamê min feraşê dibistana Kampê ye, ji xwe berê
mûçeyê wî têra me nedikir, bi ser de jî ev bêhtir ji 4 mehan e mûçe wernegirtiye, rê jî girtîne nikare biçe ti karekî din ji xwe re bike, rewşa me wek ya gelek penaberên din gelekî xirab e, em dixwazin dengê xwe bighînin aliyên pêwendîdar ku çareyekê ji me re bibînin, bi vî halî berdewam bike, em nizanin dê çi bi me
were. Her ku dema qedexeya hatin û çûnê di nabera Duhok û Hewlêrê de dirêj dike, derd û gulên xelkên kapma Gewîlan kûrtir û girantir dibin, û hejmara wan malbatên ku nikarin êdî malbatên xwe bi asteke meqbûl xwedî bikin pirtir dibin û rêjeya hejarî û belengaziyê jî zortir û bilindtir dibe. Heger rênmayên qedexeya çûnûhatinê di berjewendiya tenduristiya xelkê de ye, lê ji ber bêkariyê xelik dinalin heta wê radeyeyê ku ew dixwazin biçin cihê karê xwe û rê jib o wan were vekirin tevî metirsiyên nexweşiyê, bitaybet penaberên Gewîlan ku hemû karûbarên li Hewlêrê dikirin, lê niha ji ber ku ew ser bi Duhokê ve ne rê li wan hatiye girtin û derdê wan ji yê hemiyan mezintir e. www.pdk-s.com
Tîrmeh / 15 - 7 - 2020
Çand û Huner
Bilbilê Diyarbekirê dengekî resenê Kurdewarî
Kurdistan-Bidûvçûn Kurê dengbêjî Mehmet Şîmşek bo Kurdistan24ê ragihand ku bavê wî ji 76 salan zêdetir li ser êş û azar û evîn û deşt û çiyayên welatê xwe striya lê nêzî sal û nîvekê bû, nexweşiya wî lê giran bibû. Cenazeyê Seyîdxanê Boyaxçî li gorîstana Yenîkoyê ya Diyarbekirê bo axê hat spartin. Dengbêjê navdar Seyîdxanê Boyaxçî li mala xwe ya Diyarbekirê (05.07.2020) çû ser dilovaniya xwe. Li gorî gotinên kûrê Seyîdxanê Boyaxçî Mehmet Şîmşek, bavê wî nêzî 99 salan jiya û bi sedan stran û kilam li arşîva dengbêjiya kurdî zêde kiriye. Seyîdxanê Boyaxçî, di sala 2019an de bi nexweşiyeke enfeksiyonê dikeve û ji ber vê nexweşiyê felç dibe û ji wê rojê ve rewşa tenduristiya wî giran bû. Mehmet Şîmşek ê kurê dengbêjî amaje kir ku ji ber rewşa giran ya tenduristiya wî ew di van demên dawiyê de li mal dihat dermankirin û ji beriya ku canê xwe ji dest bide jî bijîşk lê nêriye. Seyîdxanê Boyaxçî yek ji dengênêjên Mala Dengêjan bû. Bi salan ji bo welatî û geştiyaran kilamên li ser şer û evîniyê û mêrxasî û sozdariyê û deşt û çiya û zozanên Kurdistanê striya. Navê Seyîdxanê Boyaxçî yê nasnameyê Seydo Şîmşek e. Lê ji ber ku debara malbata xwe, li kuçe û kolanên navçeya Sûra Diyarbekirê 25 salan pêlav boyax kirin, navê Seyîdxanê Boyaxçî digire. Bilbilê Amedê ne tenê boyaxçîtî kir, herwiha li karên wekî hemalî û şivanî û �irotina ava sûsê jî kir. Jiyana Seyîdxanê Boyaxçî jî wekî ya gelek dengbêjên kurd di nav êş û azarên giran de derbas dibe. Hêj 2 salî, dayika wî wefat dike û dema dibe 4 salî jî bavê xwe wenda dike. Seyîdxanê Boyaxçî ji aliyê mamê xwe ve tê xwedîkirin. Piştî ku dizewice jî 7 zarokên wî li pey hev dimirin. Seyîdxanê Boyaxçî jî wekî gelek dengbêjên kurd temenê xwe di nava xêzanî û bêxwedîtiyê de derbas kir. Wî digot; “Ez gelek caran beşdarî mîhrîcanan bûm, min di gelek bernameyan de kilam gotin, lê piştî ku nexweş ketim tenê hatim hiştin.”
www.pdk-s.com
4
Tu nebêje
Xezalên tîpên zimanê xwe
Kemal Sîno
Nayif Çolo
Tu nebêje dûrî çavim ruhnî tu b'xwe ye Çiqasî dûrî min here tim di dil de ye Padîşah a evîn a min ji te pêv tune ye Paytext a evîn a dil im tim par a te ye
Bi qizwanên dilsoziyê xwedî bikin Wê xifşên hevokên wê Li çola behremendiyê biçêrin Şevîniyê li wan bikin Ta gurên ereb û ecem û tirkan Wan ji ser zimanê zarokan Nerevînin Di şevên ku heyva yekitiyê Ji Esîmanê ramanên we dev ji roniya xwe berdaye Keryê wan bi pêşengê evîniyê bikin Wê aramî û hedan wan raste rast Bibin ser gola parastinê Û Têr ji ava mayînê vexwin Paşê Wê karibin bi tena ser xwe Li çiyayê lênosan biçêrin Bê pend û şîret Bi ser�irazî û payebilind bûnê Wê Zimanê miletan kêrên wêjeya xwe Ji bedewbûna qiloçên xezalên Zimanê me bi sotînin
Ku can bi�ire j'laş ê min giyanêm tu ye Reh ê min bê xwîn bimîne neqî tu b'xwe ye Xweşî li jînê nemîne bese tu heye Xweşiya jînê Têliyê dîtin a te ye Bi dîtin a te çîçek û nêrgiz bişkivîn Cobar û çem û kanî j'nûve herikîn Balinda li ezman kirin govend û semîn Jînê ji nû sitira bo dîtna te ye
Penaber im Emel Hesen Xwezî dayê tu sed xwezî ba ! Ji vî gelî re tu hêvî ba Rojek tenê tu mêvan ba Nava kempê tu geriya ba Li rewşa me tu çavdêr ba Gotinên me tu guhdar ba Ji derdê me re tu derman ba Tu gazî ba û dilovan ba Da ku dayê te bizaniba Çendî îro em birîndar in Li binê konan em dinalin Kes bi halê me nizane Tenê yezdan ew dizane Daxwaza gel îro ew e Ew koçer ban û ne koçber ban Di nava deşt û zozanên geliyê welatê xwe bûma Rêncber û bilûrvanê terş û talanên xwe bûma Avkêş û bêrîvana pezê bavê xwe bûma Ceng û hawara welatê xwe bûma Birçî û tazî bûma li ser cî û warê xwe bûma Parsek û pêxas bûma li ser ax û ava xwe bûma Li welatê xelkê ne bindest bûma Navê me li cîhanê ne penaber bûye !.. www.pdk-s.com