Rastnivîsa zimanê kurdî kurmancî

Page 1

Rastnivîsa zimanê kurdî - Kurmancî Ev nivîs di komcivîna zimanê kurdî ya navnetewî de ku li Berlinê, di 06-08.01.1995an li dar ket, hat pêşkêşkirin û di kovara Lêkolîn ya Instîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistiyê, li Berlinê No: 5 meha adara 1995 hat weşandin (ISBN: 3-930943-07-7) Dema mirov li ser rastnivîsa Kurdî dipeyîve, di serî de, rêzimanê kurdî tê bala mirov. Tevî ku hin hêlên rastnivîsê yên serbixwe hene, lê ji rêzimên cuda nabe. Rênivîs bi tevayî, di bin banê rêzimên û rêzanên rêzimanî de, dicive. Di rastnivîsê de, sê hêlên bingehîn xwe ber bi çav dikin: 1. Rastnivîsa dengan 2. Rastnivîsa peyvan, ev jî , dibe du beş: 2.1. Rastnivîsa ferhengî (Lexicology). 2.2. Rastnivîsa rêzimanî 3. Rastnivîsa hevokan. 1. Rastnivîsa dengên Kurdî Dengên, di zimanekî de, bi tîpan tên pê. Bi tevayî ev deng alfabe saz dikin. Di alfabeya Kurdî de, sî û yek tîp hene. Ev deng (tîp), ji hêla zimanzan û rewşenbîrê Kurd CELADET BEDIRXAN ve bi alîkariya rewşenbîrên derdora wî hatine pejirandin. Piştî xebata nêzî şêst salan, van dengan bikêrhatina xwe ji bo zimanê Kurdî diyar kirine. Tîpên kurdî yên latînî ev in: Gir: A B C Ç D E Ê F G H I I J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z Hûr: a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z Nivîsîna tîpan Peyvên kurdî herdem bi tîpên hûr tên nivîsandin. Lê, di rewşên jêrîn de, tîpa gir tê nivîsandin: a: Nasnav bi tîpa gir dest pê dike yan jî, bi tevayî gir tê nivîsandin. Azad AZAD Hewes HEWES Bagok BAGOK Dîcle DICLE Amed AMED Kurdistan KURDISTAN b: Hevok herdem bi tîpa gir dest pê dike. Şoresa Kurdistanê xwe gihandiye koçbera şerê gelî. Di şerê gelî de, hemû hêzên civatê dibin eniyên cengê. Di Kurdistanê de îro, her gund, her bajar û her beşê civatê, li hember dijmin eniyeke cengê vekiriye. c: Dema mirov ji bo balkêşiyê bixwaze peyvekê yan hevokekê berçav bike, dikare bi tîpên gir û di nav du kevankên hûr de, binivîse. Li Kurdistanê “ÇAPKIRINA” pirtûkan qedexe ye. Ji “ SERXWEBÛN AZADIYÊ” bi rûmetir tiştek nîn e. ç: Sernivîsên gotar û nivîsaran bi tîpên gir dest pê dikin yan jî, bi tevayî gir tên nivîsandin. Şoreşa Rewşenbîrî yan Rewşenbîrên Şoreşger ŞOREŞA REWŞENBIRÎ AN REWŞENBÎRÊN ŞOREŞGER d: Navên pirtûk, rojname û kovaran bi tîpên gir tên nivîsandinê. WELATÊ ME REWŞEN RASTNIVISA ZIMANÊ KURDÎ e: Textik, depik û pankertên bangeşiyê bi tîpên gir tên nivîsandin. BERXWEDAN JIYAN E! AN SERKEVTIN AN SERKEVTIN ! JI BO AŞTIYÊ EM DIMEŞIN! Qeyd û rêzanên nivîsîna tîpên dendar


1. Di peyvekê de û li dû hev du dengdar nayên. Di vê rewşê de, tîpa (y) wan ji hev cuda dike. Dengdarên (ê) û (î) xwe kurt dikin û dibin (i). Duemîn - Duyemîn Dirêjaî - Dirêjayî Paleî - Paleyî Azadîa gel - Azadiya gel Gundî - Gundiyek Xanî - Xaniyek Rê - Riya mirovayiyê Dê - Diya min Pê - Piyê min Gelek caran tîpên dengdar bi tîpên (h,w) ji hev cuda dibin: Mirovaî Mirovayî Mirovahî Reşaî Reşayî Reşahî Paleî Paleyî Palehî Duemîn Duyemîn Duwemîn Serşoa malê Serşoya malê Serşowa malê Dûê reş Dûye reş Dûwê reş Dema tîpa (w) tîpên (u,û) ji hev cuda dike, ev tîp dikarin bibin (i): Dûyê reş Dûwê reş Diwê reş Her wiha tîpê (uy, ûy) jî, dibin (iw). Duyemîn Duwemîn Diwemîn Dûyê êgir Dûwê êgir Diwê êgir 2- Eger herdu tîpên dengdar ji hev bin yan nêzî hev bin, yek dikare bikeve û cihê xwe bide ya din. Pale Paleya jîr Pala jîr Ka Kaya nîska Ka nîska Mamoste Mamosteya Kurdî Mamosta Kurdî Mamoste Mamosteyê Kurd Mamostê Kurd 3- Tîpa (u) bi tîpa (x) re dikare bibe (wi). Xunav Xwinav Xundekar Xwindekar Xudan Xwidan 4- Eger daçekên lêkerî (di, bi) bi lêkereke ku bi dengdarekê dest pê dike re, hatin, ev daçek dengdara xwe (i) davêjin. Ajotin biajo bajo diajom dajom Axaftin biaxive baxive diaxivim daxivim Anîn biîne bîne diînim dînim (tînim) Dubarekirina tîpên bêdeng Di peyvekê de û li dû hev du tîpên mîna hev nayên. Di vê rewşê de, tîpek jê dikeve û cihê xwe dide ya din. Yek-kîte Yekîte Pak-kirin Pakirin Paşşîv Paşîv Xurt-tir Xurtir Rast-tir Rastir Di hin mercan de, peyva hevdinanî ji hev cuda dibe, hingê tîpa ketî dîsa vedigere: Pakirin Dilê xwe pak bike Eger herdu tîp di du peyvan de bin tên nivîsandinê, lê yek jê nayê xwendinê: Ez di gund de bûm (gun de) Dengbêj jî hene (dengbê jî) Di ser re neçe (di se re) Dengên nêzî hev tên nivîsandinê lê nayên xwendinê. Rind Rindtir (Rintir) Bilind bilindtir (Bilintir) Bi tu awayî tîpên tirkî (ı, i ) cihê tîpên (i, î ) nagirin. Daxwaza guherîna wan metirsiyeke mezin bi xwe re tîne. Guherînên di dengên Kurdî de bên kirin pêwîst e li ser bingeheke zanistî bin.


2- Rastnivîsandina peyvan a: Rastnivîsîna peyvan ji hêla ferhengî ve (LEXICOLOGY) Babeta vî beşî lêgerîn û lêkolînên li ser peyvên ku di zimên de, tên bikaranînê ye. Rastnivîsîna peyvên bingehîn di zimanê Kurdî de û guherînên wan yên dîrokî û devikî diyar dike. Bi çi rêzan û qeydan mirov li koka peyvê dikole û rastiya wê derdixe û zelal dike. Em dikarin di vê hêlê de, van cureyan berçav bikin: 1- Peyvên ku dengê (i ) dixin: Sipas Spas Sipartin Spartin Sitêrik Stêrk Sitiran Stiran Bi baweriya min ev rewş ji hîkariya hin zimanên biyanî tê. Di van zimanan de, dengê (i) ji navbera (s) û (t), (s) û (p) dikeve. Lê di Kurdî de, pêwîst e ev deng bimîne. Ji ber ku ketina wî, dengekî bingehîn ji peyvê dixe. Peyvên mîna ziman, zindan, giran, biha, bihar, mijar, bingeh ûwd. Bê guman avêtina dengê (i) ji van peyvan şaş e. 2- Bihevguherîna dengdaran Di zimanê kurdî de, gelek caran tîpên dengdar bi hev tên guherandinê. Ev jî dibe sedema nivîsîna peyvê bi awayekî nû. Heyv Hîv (ey) bûye (î) Gasin Gêsin (A) bûye (ê) Cewal çiwal (c) bûye (ç) û (e) bûye (i) Bagîr Belgîr Bergîl (a) bûye (e) û (r) bûye (l) Bihar Buhar Behar Bahar Di kurdî de (eh) dibe (a): çehv çav Xwehr Xwar Behr Bar Sehr Sar Kehr Kar Mehr Mar Keh Ka (ih) dibe (î ): Cih Cî Sih Si Mih Mî Bih Bî Rih Rî Tirih Tirî Bihn Bîn (uh) dibe (o) yan jî (û): Cuh Co Duh Do Buhtan Botan Cuht Cot Duhtmam Dotmam Cuhtin Cûtin Suhtin Sûtin Nuh Nû Di van rewşan de, her dem tîpa dengkurt cihê xwe dide ya dengdirêj 3- Peyvên hevwate


Ev peyv bi yek wateyê tên bikaraanîn. Peyv Şor Xeber Axiv Şerm Fihêt Şeref Rûmet Wisa Wilo Wer Werge

Qise

Şitexalî

Bêje

Wanî

4- Guherîna cihê dengekî ji peyvê Li gora herêman dengek ji peyvê cihê xwe diguherîne. Berf Befîr Derwêş Dewrêş 5- Peyvên biyanî Mîna her zimanî, Kurdî jî, gelek peyvên biyanî ji derdorên xwe di nav xwe de civandine. Peyvên ku hevwateyên wan bi kurdî hene pewîst e mirov hêdî hêdî bikaranîna wan kêm bike û di cihê wan de, yên bi kurdî bixebitîne, heta ku ji ber xwe ji nav ziman derkevin. Lê, yên ku hevwateyên wan nîn in wê mîna xwe bimînin piştî ku kirasekî kurdî bê lêkirin. Ji van peyvên ku ji Erebî hatine: Şerbet, Himam, Hêsîr, Hebis, Şeref (Noşav, Serşok, Dîl, Girtîgeh, Rûmet) Lê peyvên teknîkî û zanistî her mirov mîna zimanên din digire. 6- Dengê (k) û (q) Di kurdî de dengê (q) pir kêm tê bikaranîn. Pir caran jî, vî dengî cihê (k) girtiye. Dalikandin Daliqandin Lik Liq Xelk Xelq Kakil Qaqil Fîkîn Fîqîn 7- Dengê ( ‫ )ع‬ya Erebî Li gora hin herêman dengê (a) kurt dibe, xwe bi (e) diguherîne piştî ku (‫ ) ع‬a erebî bi dû ve dibe: Asmam ‫ ع‬esman Kanî Ke‫ ع‬nî Masî Me‫ ع‬sî Tal Te‫ ع‬l Di nivîsînê de, ev peyv bi hêsanî vedigerin ser reseniya xwe. Di hêla ferhengî de, pêwîstiyeke mezin bi lêkolînên zanistî heye. Bi xebatên tevayî, ji hêla sazgehên zimanî ve, mirov dikare bigihîje encamên baş. b: Rastnivîsîna ji hêla rêzimanî ve: Hemû rêzan û qeydên rêzimanî yên di rastnivîsîna peyvan de bi kar tên babeta vî beşî ne. Bi piranî jî, peyvên zimên yên guhêrbar cihê xwe di vir de degirin. Peyvên zimanê Kurdî yên ku li gora kes, dem, cih û rewşê tên veguhastinê ev in: - Nav - Cînav - Rengdêr - Jimar - Lêker Rastnivîsa navan 1- Navên şênber: Nêr: Mêr, beran, kon Mê: Jin, bizin, av 2- Navên razber: a. Navên razber yên ramanî:


Nêr: Sewda, derd, hest Mê. hêz, hêvî, tirs b. Navên razber yên jêbirînî: Atî: Reşatî, serokatî, koratî Tî: Reşatî, biratî, zavatî î: Erzanî, xweşî, hogirî c. Navên razber yên raderî: Ev nav bi xwe raderên lêkeran e û hemû mê ne mîna: çûn, man, birin, anîn, kelandin, girîn çêkirina navan Navên cih: Navên cih yên xweber: Xanî, meydan, dibistan, keleh, bazar, bênder, şikeft Navên cih yên sazber: Ev nav bi van paşgînan çêdibin: Istan: Kurdistan, gulistan, daristan, goristan, mûristan Geh: Dengeh, lîzgeh, çêregeh, zanîngeh, kargeh, tomargeh Zar: çîmenzar, gulzar Xane: Mêvanxane, nexweşxane, dermanxane Lîn: Kulîn, hêlîn, xwêlîn, biriqilîn Dîn: Kadîn Navên alav: Navên alav yên xweber: pênûs, kevçî, bivir, tevşo Navên alav yên sazber: Ev nav bi alîkariya paşgînan çêdibin, ji van paşgînan: Ek: Birek, badek, pêçek Dan: çaydan, xwêdan, xwelîdan, kildan çîv: Kilçîv, Ing: Bêjing, hevring, Ar: Xîzar, Navên hevdinanî: Navên hevdinanî bi van awan çêdibin: Nav û Rengdêr: Girsor, rûreş, dilpak, şevreş, zimanxweş Nan û nav: Marmasî, biramak, birabav Nav û Lêker. Gerav, bager, dermansaz Nav û Hoker: Berçavk, bermalî, navmalî, serdest Nav û Daçek: Bêdeng, nemir Navên hevinanî carna bi alîkariya paşgînan jî, çêdibin, ji van paşgînan: Gûn: Argûn, pargûn, N: tevn, xewn Tewandina navan Nav di rewşa berkariyê de tê tewandinê. Navê nêr paşgîna (î ) distîne û yê mê paşgîna (ê) distîne. Navên nêr eger tîpa (a) tê de hebe ev tîp xwe diguhêrîne û cihê xwe dide (ê). nav di van mercan de tê tewandin: 1- Eger nav kiryarê lêkerekî derhingêv be tê tewandin. Navên nêr: Şervên dijmin lerizand. (Şervan) Gê ka xwar. (Ga) Hogir (î) al hilgirt. Xort (î) gul avadan.


Navên mê: Bêrîvanê mî dot. Şêrînê pênûs rakir. 2- Eger nav berkar be tê tewandin: Soro nên dixwe. Cano bêr hildigre. Nazê tivingê radikê. simo çêlekê dibe mêrgê. Tu Bêrîvanê bibîne! 3- Herdem nav bi daçekan re tê tewandin: Min ji şervên pirsî. Huner bi Hêvînê ve çû. 4- Navê dawî di hevoka hevbend de tê tewandin: Kirasê Şêrînê. Nanê sêlê. Pijandina nên. Hêrandina arvên. Dîtina Hogir (î). Di kurdî de tewandina navên nêr yên ku tîpa (a) tê de nebe hatiye hilanînê. lê eger nav bi cînavekî nîşandinê re hat tê tewandinê. Di vê rewşê de eger tîpa (a) hebe li gora rêzana giştî navê nêr bi (î ) tê tewandin: Li berên binihêre. Li vî beranî binihêre. Min jî Hogir (î) pirsî. Min ji wî Hogirî pirsî. Ez ji bajêr têm. Ez ji vî bajarî têm. Navên nêr û mê yên kom bi (an) tên tewandin: Beranan ceh xarin. Keçan xort dîtin. Xortan keç dîtin. Mêran ji jinan pirsîn. Nav bi zêderê re Zêdera pendî: ê ji bo nêr û tek, a ji bo mê û tek, ên ji bo nêr û mê (kom). Zêder li dû nav tê û pê ve tê nivîsandin: Nanê sêlê. çiyayê bilind. Gula sor. Serhildana gelî. Çiyayên bilind. Gulya sor. Zêder bi serê xwe û cuda tê nivîsandin, eger maneyek serbixwe û temam bide. Serhildana gelî ya 1990 î. Çiyayên bilind yên nû dibişkivin. Zêdera nependî: Ek ji bo nêr û mê tek, eke ji bo mê tek, ekî ji bo nêr tek (tewandî), ekê ji bo mê tek (tewandî), in (ine) ji bo koma nêr û mê. Xortek hat. Keçek hat. Xortekî got. Keçekê got. Min guleke sor bîn kir. Xortin hatin Keçin hatin. Biçûkirina navan: Di kurdî de, bi du armancan nav tên biçûkirin. Ji bo kêmkirinê û ji bo delalîkirinê. Nav bi van paşgînan tê biçûkirinê:


Ek: Bendek, destek, pêçek Ok: Zarok, canok, danok, şemamok, gulok Kok: Xweşkok, delalkok Ole: Reşole, gêjole, hişkole, meşkole Kole: Reşkole Ik: Darik, dasik, xweşik, reşik, dilik, keçik Çe: Baxçe, navçe Çik: Rêçik, derçik, Ko: Hesenko, rebenko, Kele: Sûrkele, Leke: çoleke, Oke: Baroke, Kê: Dilvînkê, Nermînkê, Ikê: Xweşikê, Sêvikê, Gulikê, Iko: Xweşiko, Diliko, Xortiko Bangkirin: Babet Nêr Nêr Nêr Mê Mê Mê Mê

Tek Azado Bavo Birawo Şêrînê Şerînê Yadê Xwîşkê

Kom Azadino Bavino Birano Şêrînino Şêrînino Yadino Xwişkno

Rastnivîsa navan: Nexşe -1- Navên mê (Keç) Rêz 1 2 3 4 5 6

Awa Rast Bang Tewandî Bihevre Tevayî Cîwarî

Pendî-Yek keç keçê keçê keçê re keçê ve keçê de

Nependî-Yek keçek ........... keçekê keçekê re keçekê ve keçekê de

Pendî-Kom keç keçno keçan keçan re keçan ve keçan de

Nependî-Kom keçin .......... keçinan keçinan re keçinan ve keçnan de

Pendî-Kom nan nanino nanan nanan re nanan ve nanan de

Nependî-Kom nanin --------naninan naninan re naninan ve naninan de

Pendî-Kom xort xortno xortan xortan re xortan ve xortan de

Nependî-Kom xortin --------xortinan xortinan re xortinan ve xortinan de

Nexşe -2- Navên nêr (Nan) Rêz 1 2 3 4 5 6

Awa Rast Bang Tewandî Bihevre Tevayî Cîwarî

Pendî-Yek nan nano nên(nanî) nên re nên ve nên de

Nependî-Yek nanek --------nanekî nanekî re nanekî ve nanekî de

Nexşe -3- Navên nêr (Xort) Rêz 1 2 3 4 5 6

Awa Rast Bang Tewandî Bihevre Tevayî Cîwarî

Pendî-Yek xort xorto xort(î) xort(î) re xort(î) ve xort(î) de

Nependî-Yek xortek --------xortekî xortekî re xortekî ve xortekî de

Rastnivîsîna cînavan: Cînavên kesok awayê rast: Ez, tu, ew, em, hun, ew. Cînavên kesok, awayê tewandî: Min. te. wî, wê, me, we, wan.


Cînavên (wî) û (wê) bi daçekan re: Li wî (wê) Lê Bi wî (wê) Pê Di wî (wê) Tê Ji wî (wê) Jê Cînava hev (hev û din) bi daçekan re: Bi hev Pev Ji hev Jev Di hev Tev Li hev Lev Cînava êk bi daçekan re: Bi êk Pêk Li êk Lêk Li êk Jêk Di êk Têk Cînavên nîşandanê: Ev, evan, evan, evê ha, eva ha, evên ha. Ew, ewî, ewan, ewê ha, ewa ha, ewên ha. Cînava ev bi peyvên roj, şev û sal re dibe (î): Ev şev îşev Ev roj îroj Ev sal îsal Cînava girêkî (ku): Keça ku, te dît şoreşger e. Rastnivîsa cînavan Nexşe -1- Cînavên kesok Rêz 1 2 3 4 5 6

Awa Rast Bang Tewandî Bihevre Tevayî Cîwarî

1Tek Ez ----Min Min re Min ve Min de

2Tek Tu -----Te Te re Te ve Te de

3Tek Ew ----Wî/Wê Wî/Wê re Wî/Wê ve Wî/Wê de

1Kom Em -----Me Me re Me ve Me de

2Kom Hun -----We We re We ve We de

3Kom Ew -----Wan Wan re Wan ve Wan de

EwKom Ew ----Ewan Ewan re Ewan ve Ewan de

Nexşe -2- Cinavên nîşandinê Rêz

Awa

Ev-Mê

Ev-Nêr

Ev-Kom

Ew-Mê

Ew-Nêr

1 2 3 4

Rast Bang Tewandî Bihevre

Ev ----Evê(Vê) Evê re

Ev -----Evî(Vî) Evî re

Ev ----Evan Evan re

Ew ----Ewê(Wê) Ewê re

Ew ----Ewî(Wî) Ewî re

5

Tevayî

Evê ve

Evî ve

Evan ve

Ewê ve

Ewî ve

6

Cîwarî

Evê de

Evî de

Evan de

Ewê de

Ewî de

Nexşe -3- Cînava kîjan Rêz 1 2 3 4

Awa Rast Bang Tewandî Bihevre

Mê Kîjan? ------Kîjanê? Kîjanê re?

Nêr Kîjan? --------Kîjanî? Kîjanî re?

Kom Kîjan? ------Kîjanan? Kîjanan re?


5 6

Tevayî Cîwarî

Kîjanê ve? Kîjanê de?

Kîjanî ve? Kîjanî de?

Kîjanan ve? kîjanan de?

Nexşe -4- Cînavên kî û çi? Rêz 1 2 3 4 5 6

Awa Rast Bang Tewandî Bihevre Tevayî Cîwarî

Kî? Kî? ----Kê? Kê re? Kê ve? Kê de?

Çi? Çi? -----Çi? Çi re? Çi ve? Çi de?

Mê Çi jin? ----Çi jinê? Çi jinê re? Çi jinê ve? Çi jinê de?

Nêr Çi xort? ------Çi xortî? Çi xortî re? Çi xortî ve? Çi xortî de?

Rastnivîsîna rengdêran Rengdêrên pesinde: Baş, reş, sor, bilind, xweş, geş Rengdêrên afirandî: Ev rengdêr bi alîkariya paşgîn û pêşgînan tên afirandin. Paşgîn: Baz: canbaz, tîrbaz, rimbaz, sextebaz Kar: Cotkar, alîkar, sextekar Ker: Zîvker, zêrker, şûrker, hesinker Van: Bilûrvan, şervan, gavan, şivan Bend: Solbend, sazbend Vanî: Aşvanî, xêlvanî, bajarvanî Gîn: Gulgîn, rengîn, xemgîn, lezgîn, xwazgîn Yar: Hişyar, bextiyar, kiryar Dar: Serdar, bindar, guhdar, dildar, evîndar Anî: mêranî, piranî Ane: Şahane, hovane Î: Gundî, çiyayî, giranî, erzanî Ger: Şoreşger, şevger, dadger, şanoger Mend: Cegermend, hişmend, hunermend Gêr: Wergêr, xwegêr, kargêr Saz: Pîşesaz, dermansaz Bîn: reşbîn, bedbîn Pêşgîn: Hev: Heval, hevrê, hevkar, hevpîşe Nîv: Nîvro, nîşev, nîvsal Ho: Hozan, hogir Rengdêrên hevdinanî: Bi ketina zêderê çê dibin: Dilê şad Dilşad Bejna zirav Bejnzirav Çavê reş Çavreş Bi guhastina peyvan çê dibin: Bihayê giran Giranbiha Roja xweş Xweşroj Ji du navan çêdibin: Bavkuştî, dilşewitî Ji nav û lêker çêdibin: Dilrevîn, dengbêj, mêrkuj, dengir Ji rengdêr û lêker çê dibin: Xweşgo, pirgo, pakbîn Pêpelûka rengdêran: Sor Sortir Sert Sertir

Sortirîn Sertirîn


Reş

Reştir

Reştirîn

Gelek rengdêr ji bo navekî: Xortê çelengî jîrî qenc Çiyayê asêyî bilindî pîroz Keça rinde bedewe ciwan Ava zelale kûre xurt Keçên rinde bedewe şoreşger

Xortê çelengê jîrê qenc Çiyayê asêyê bilindê pîroz Keça rinda bedewa ciwan Ava zelala kûra xurt Keçên rindên bedewên şoreşger

Rastnivîsa jimaran: Yek: Bi (ê) tê tewandin. 1921ê Hezar û nehsed û bîst û yekê. Ji yekê bixwîne heta dehan.Yek, tewanga xwe nade navdêrê xwe: Ji yek xortî min pirsî. Di jimarên hevbend de, bi tenê parçeyê dawî tê tewandin: Sala 901 ê (Sala nehsed û yekê) Jimarên 2-20an bi (an) tên tewandin: Çaran ez dîtim. Min ji dehan pirsî. 1920an Hezar û nehsed û bîstan. Ev jimar tewanga xwe didin navdêrên xwe: Min hesp bi şeş zêran kirî. Bîst mirovan xwe dan pêş. Çar salan mim xwend. Jimarên dehtayî (30, 40, 50, 60, 70, 80, 90, 100) bi (î) tên tewandin: Min ji sihî pirsî. Min ji Çilî re got. Sala 1990î hezar û nehsedû nodî. Ev jimar tewanga xwe didin navdêrên xwe: Min ev wêne bi sed zêrî kirî. Min ev sal bi Çil pereyî kirî. 1000 û 1000000: Mîna jimarên dehtayî bi (î) tên tewandin: Hezarî bi hev re digotin: Bijî azadî. Milyonî digot: Kurd namirin. Ev jimar tewanga xwe didin navdêrên xwe. Min ev pirtûk bi hezar pereyî kirî. Milyon mirivî digotin: Yan serkevtin, yan serkevtin. Dema hezar bi jimarekê din re be tewanga wê distîne: Ji çar hezaran yek derket. Yek hezarê min heye. Sed hezarî serî hildan. Eger navdêr di vê rewşê de hebe ne hezar û ne navdêr nayên tewandin: Min ev tişt bi çar hezar zêr kirî. Dema jimar ne diyar be û guman li ser hebe bi (an) tê tewandin: Bi hezaran gelê me serî hildide. Bi sedan rewşenbîr dibin yek. Bi milyonan alîkariya şoreşê dikin. Nîv. Dema nîv bi serê xwe be bi (î) tê tewandin: Nîvî bide min. Me sêvk bi nîvî kir. Navdêra nîv li gora tewanga xwe tê tewandin: Nîv nanî bide min. Min pênûs bi nîv zêrî kirî.


Nîv sêvê bixwe. Sed û nîv rojê min kar kir. Eger nîv bi jimarekê re be li gora tewanga we tê tewandin: Bîst û nîvan bide min. Çar û nîvan binivîse. Sed û nîvî bijimêre. Yek û nîvê bîne. Jimarnavên didu û sisê, dema bi navedêrekê re tên û dibin rengdêrên jimarî (di) û (si) dikevin û dibin du û sê: Min du pênûs kirîn. Sê sêvan bide min. Rastnivîsîna lêkeran Radera lêker herdem bi (n) dawî dibe: Çûn (çûyin), bûn (bûyin), man (mayin), pan (payin) Kirîn, birîn, çinîn, birîn, kirin, hatin, dîtin, gerandin Gelek lêkerên nederhingêv bi du awa tên nivîsandin: Meşîn Meşiyan Girîn Giriyan Kenîn Keniyan Veguhastina hin lêkerên kurdî Rader Ajotin Alandin Alastin Anîn Avêtin Axaftin Barandin Barîn Bezandin Bezîn Bihartin Bihîstin Bijartin Biraştin Birin Birîn Bişkaftin Borîn Bûn Çêrandin Çêrîn Çinîn Çûn Cûtin Dan Danîn Dirandin Dirîn Dirûtin Dîtin Dotin Dûn Firandin Firîn

Fermanî bajo balîne balêse bîne bavêje baxive bibarîne bibare bibezîne bibeze bibihêre bibihîze bibijêre bibirêje bibe bibire bibişkive bibore bibe biçêrîne biçêre biçine biçe bicû bide dane bidirîne bidire bidirû bibîne bidoşe bidû bifirîne bifire

Nihok dajo dalîne dalêse tîne davêje daxive dibarîne dibare dibezîne dibeze dibihêre dibihîze dibejêre dibirêje dibe dibire dibişkive dibore dibe diçêrîne diçêre diçine diçe dicû dide didane didirîne didire didirû dibîne didoşe didû difirîne difire

Buhêrk ajot aland alast anî avêt axaft barabd barî bezand bezî bihart bihîst bijart biraşt bir birî bişkift borî bû çêrand çêrî çinî çû cût da danî dirand dirî dirût dît dot dût firand firî


Frotin Gerandin Gerîn Gestin Gihan Gihandin Gihîştin Girîn Girtin Gotin Guvaştin Hatin Hejandin Hêran Hêrandin Heristin Hêrtin Hiştin Jentin Jîn Karîn Kelandin Kelîn Kenandin Kenîn Ketin Kirin Kirîn Kolan Kotin Kuştin Lerizandin Lîstin Maliştin Man Mêtin Mirandin Mirin Mîstin Nalandin Nalîn Nêrîn Nihêrtin Nirixandin Nivîsandin Nivîsîn Nixumandin Pan Parastin Patin Pêçan Peyîvîn Pijandin Pijîn Pirsîn Pişavtin Pûn Qelaştin Qelişandin

bifiroşe bigerîne bigere bigeze bigihe bigihîne bigihîje bigirî bigire bêje biguvêşe were bihejîne bihêre bihêrîne biherêse bihêre bihêle bijene bijî bikare bikelîne bikele bikenîne bikene bikeve bike bikire bikole bikoje bikuje bilerizîne bilîze bimale bimîne bimêje bimirîne bimire bimîze binalîne binale binêre binihêre binirixîne binivîsîne binivîse binixumîne bipê biparêze bipêje bipêçe bipeyîve bipijîne bipije bipirse bipişêve bipû biqelêşe biqelişîne

difiroşe digerîne digere digeze digihe digihîne digihîje digirî digire dibêje diguvêşe dê (tê) dihejîne dihêre dihêrîne diherêse dihêre dihêle dijene dijî dikare dikelîne dikele dikenîne dikene dikeve dike dikire dikole dikoje dikuje dilerizîne dilîze dimale dimîne dimêje dimirîne dimire dimîze dinalîne dinale dinêre dinihêre dinirixîne dinivîsîne dinivîse dinixumîne dipê diparêze dipêje dipêçe dipeyîve dipijîne dipije dipirse dipişêve dipû diqelêşe diqelişîne

firot gerand gerî gest giha gihand gihîşt girî girt got guvaşt hat hejand hêrt hêrand herist hêrt hişt jent jî karî keland kelî kenand kenî ket kir kirî kola kot kuşt lerizand lîst malişt ma mêt mirand mir mîst naland nalî nêrî nihêrt nirixand nivîsand nivîsî nixumand pa parast pat pêça peyîvî pijand pijî pirsî pişavt pû qelaşt qelişand


Qeşartin Quraftin Rawestandin Rêtin Revandin Revîn Rijandin Rijîn Ristin Rîtin Rizandin Rizîn Rûniştin Şandin Şewitandin Şewitîn Şikênandin Şikestin Simtin Sipartin Şiştin Sitandin Sotin Sûtin Teraştin Tirsandin Tirsîn Veniştin Vexwarin Viritîn Weşandin Weşîn Xebitandin Xemilandin Xistin Xurandin Xwarin Xwestin Zan Zanîn

biqeşêre biqurêfe rawestîne birêje birevîne bireve birijîne birije birêse birî birizîne birize rûne bişîne bişewitîne bişewite bişkênîne bişike bisime bisipêre bişo bistîne bisoje bisû biterêşe bitirsîne bitirse vene vexwe bivirite biweşîne biweşe bixebitîne bixemilîne bixe bixurîne bixwe bixwaze bizê bizane

diqeşêre diqurêfe radiwestîne dirêje direvîne direve dirijîne dirije dirêse dirî dirizîne dirize rûdine dişîne dişewitîne dişewite dişkênîne dişike disime disipêre dişo distîne disoje disû diterêşe ditirsîne ditirse vedine vedixwe divirite diweşîne diweşe dixebitîne dixemilîne dixe dixurîne dixwe dixwaze dizê dizane

qeşart quraft rawestand rêt revand revî rijand rijî rist rît rizand rizî rûnişt şand şewitand şewitî şikand şikest simt sipart şişt sitand sot sût teraşt tirsand tirsî venişt vexwar viritî weşand weşî xebitand xemiland xist xurand xwar xwest za zanî

Lêkerên hevdinanî (cemkirî) Lêkerên hevdinanî bi yekgirtina lêkerên alîkar û pêşgîn, daçek, nav û rengdêran çêdibin. Ji lêkerên allikar yên ku lêkerên hevdinanî çê dikin ev in: Bûn, dan, kirin, birin, xistin, girtin, ketin, birîn, dîtin. Çend mînak li ser lêkerên cemkirî: Mînak 1: Pêşgîn û Lêkera alîkar Hilgirtin, vegirtin, wergerandin, rakirin, vebirînûhwd. Mînak 2: Daçek û Lêkera alîkar Lêxistin, pêketin, levhatin, levkirin, jêkirin, pevçûn…

hwd.

Mînak 3: Hoker û Lêkera alîkar Berxistin, pêşketin, pasxistin,derketin, serketin, peyketin, derkirin… ûwd. Mînak 5: Rengdêr û Lêkera alîkar Sarkirin, sorbûn, korbûn, xweşkirin, reşkirin, zerkirin, sazkirin, germkirin, geşkirin… ûwd.


Mînak 6: Nav û Lêkera alîkar Bersivdan, rêxistin, cihgirtin, gilîkirin, hînbûn, kardîtin, karkirin, dersdan, guhbirîn, rêbirîn… ûwd. Mînak 7: Lêkerên cemkirî yên ku bêtir ji du parçeyên axaftinê ne. Têderxistin, malbarkirin, xwejibîrkirin, xwemijûlkirin, bixwebawerkirin, liberxweketin, devjêberdan, lihevhatin… ûwd. Rastnivîsîna lêkerên hevdinanî Di veguhastinê de, ev lêker parçe dibin. Her parçeyek bi serê xwe tê nivîsandinê eger bikaribe wateyeke temam di hevokê de bide. Lê eger parçeyek jê bi serê xwe ne xwedî wateyeke temam be, cuda nabe û bi lêker ve tê nivîsandinê. lêkerê hevdinanî bi hev ve tê nivîsandin dema ku mîna nav tê bikaranîn. Ji mînakên jor ya yekemîn lêker bi hev dihêle û parçe nake ji be ku pêşgînên hil, ve, wer, re, ve bi serê xwe ne xwedî wate ne. Lê di her şeş mînakên din de lêker parçe dibe. Çend mînak li ser veguhastina lêkerên hevdinanî: Min ala rengîn hilgirt. Ew konê xwe li bihara min vedigire. Em herdem ala aşitiyê radikin, lê ji şer jî re amade ne. Ew kengê li hev hatin? Ez gelekî ber hevalê xwe ketim. Ev çiqasî xweş dike. te dinya li ber min reş kir. We kengê mal bar kir? Azad gelekî li ber xwe ket. Ma tu bi xwe bawer nakî? Lêkerên ku bi du awa tên nivîsandin: Gelek lêkerên nederhingêv yên ku bi (în) dawî dibin, dawiya wan dibe (iyan) jî: Meşîn Meşiyan Kenîn Keniyan Gerîn Geriyan Westîn Westiyan Bezîn Beziyan Firîn Firiyan Çerîn Çêriyan Revîn Reviyan Awayê ku bi (iyan) dawî dibe tenê ji bo demên derbasbûyî tê bikaranîne: Ez westiyabûm. Pez diçêriya. Paşgînên kesanî û lêkera bûn: Lêkera bûn li gora kesan mîna paşgînekê li dawiya lêker, nav, rengdêr û cînavan tê bikaranîn: Kes Bûn bi dengdaran re Bûn bi bêdengan re Ez im me Tu î yî Ew e ye Em in ne Hûn in ne Ew in ne Ew paşgîn bi lêker ve tê nivîsandinê, lê eger bi nav, cînav û rengdêr re be cuda tê nivîsandin.


Ez difirim Tu dikenî Ew dimeşe Em diçin Hûn dikirin Ew direvin Ez têr im Tu têr î Ew têr e Em têr in Hûn têr in Ew têr in

Ez birçî me Tu birçî yî Ew birçî ye Em birçî ne Hûn birçî ne Ew birçî ne

Veguhastina lêkera bûn: Ez Tu Ew Em Hûn Ew

bûm bûyî bû bûn bûn bûn

bûme bûyî bûye bûne bûne bûne

dibûm dibûyî dibû dibûn dibûn dibûn

bama bayî ba bana bana bana

ê ê ê ê ê ê

Ez Tu Ew Em Hûn Ew

bûbûm bûbûyî bûbû bûbûn bûbûn bûbûn

ê ê ê ê ê ê

bûbim bûbî bûbe bûbin bûbin bûbin

bûbama bûbayî bûba bûbana bûbana bûbana

ê ê ê ê ê ê

bûbim bûbî bûbe bûbin bûbin bûbin

Ez Tu Em Hûn Ew

dibim dibî dibin dibin dibin

ê ê ê ê ê

bibim bibî bibin dibin dibin

bim bî bin bin bin

im î in in in

bûbama bûbayî bûba bûbana bûbana bûbana

bama bayî ba bana bana bana

me yî ne ne ne

Fermanî: Bibe be Bibin bin Veguhastina lêkerên nederhingêv (ketin) Ez Tu Ew Em Hûn Ew

ketim ketî ket ketin ketin ketin

ketime ketiyî ketiye ketine ketine ketine

diketim diketî diket diketin diketin diketin

biketama biketayî biketa biketana biketana biketana

ê ê ê ê ê ê

biketama biketayî biketa biketana biketana biketana

Ez Tu Ew Em Hûn Ew

ketibûm ketibûyî ketibû ketibûn ketibûn ketibûn

ê ê ê ê ê ê

ketibim ketibî ketibe ketibin ketibin ketibin

ketibama ketibayî ketiba ketibana ketibana ketibana

ê ê ê ê ê ê

ketibama ketibayî ketiba ketibana ketibana ketibana

Ez Tu Ew Em Hûn Ew

bikeve

bikevin

ketibim ketibî ketibe ketibin ketibin ketibin

dikevim dikevî dikeve dikevin dikevin dikevin

ê ê ê ê ê ê

bikevim bikevî bikeve bikevin bikevin bikevin

Veguhastina lêkerên derhingêv (dîtin):

bikevim bikevî bikeve bikevin bikevin bikevin


(Min, te, wî, wê, me, we, wan) dît/dîtin. Kê kî/çi dît/dîtin? Te, wî, wê, wan Min, wî, wê, me, wan Min, te, me, we, wan Te, wî, wê,we, wan Min, wî, wê, me, wan Min, te, wî, wê, me, we

ez tu ew em hun ew

dîtim dîtî dît dîtin dîtin dîtin

dîtime dîtiyî dîtiye dîtine dîtine dîtine

didîtim didîtî didît didîtin didîtin didîtin

Te, wî, wê, wan Min, wî, wê, me, wan Min, te, me, we, wan Te, wî, wê, we, me, wan Min, wî, wê, me, wan Min, te, wî, wê, me, we Te, wî, wê, wan Min, wî, wê, wan Min, te, me, we, wan Te, wî, wê, we, wan Min, wî, wê, me, wan Min, te wî, wê, me, we Te, wî, wê, wan Min, wî, wê, mw, wan Min, te, me, we, wan Te, wî, wê, we, wan Min, wî, wê, me, wan Min, te, wî, wê, me, we

ez tu ew em hun ew ez tu ew em hun ew ez tu ew em hun ew

bidîtama bidîta bidîta bidîtana bidîtana bidîtana dîtibûm dîtibûyî dîtibû dîtibûn dîtibûb dîtibûn dîtibama dîtiba dîtiba dîtibana dîtibana dîtibana

ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê ê

bidîtama bidîtayî bidîta bidîtana bidîtana bidîtana dîtibim dîtibî dîtibe dîtibin dîtibin dîtibin dîtibama dîtibayî dîtiba dîtibana dîtibana dîtibana

BY

dibînim dibînî dibîne dibînin dinînin dibînin

ê ê ê ê ê ê

bibînim bibînî bibîne bibînin bibînin bibînin

bibînim bibîni bibîne bibînin bibînin bibînin

dîtibim dîtibî dîtibe dîtibin dîtibin dîtibin

Kî kê/çi dibîne/dibînin? Kiyê kê/çi bibîne/bibînin? Ez tu ew em hun ew

Te, wî, wê, we, wan Min, wî, wê, me, wan Min, te, me, we, wan Te, wî, wê, we, wan Min. wî, wê, we, wan Min, te, wî, wê, me, we

Fermanî: Bibîne

Bibînin

Di demên derbasbûyî de, lêkera derhingêv bi berkar ve tê girêdanê û li gora wî tê veguhastinê. Kiryar di awayê tewandî de berkar di awayê rast de tê bikaranînê. Nakirina lêkeran: Di nakirina demên niha û pêşerojê de lêker (na) distîne, lê di demên derbasbûyî de (ne) distîne. Na û ne bi lêker ve tên nivîsandinê. Eger lêker hevdinanî be na û ne dikevin pêşiya parçeyê dawî. Lêkerên karîn û zanîn, di hemû deman de, (ni) distînin. Ez nakevim Ez neketim Ez nizanim Ez nikarim Di lêkeran de darêja hatin- kirin: Darêja hatin-kirin (pasîv) bi alîkariya lêkera hatin tê xebitandinê. Bi tenê lêkera hatin tê veguhastinê û lêkera din di awayê raderî de dimîne. Ji bo lêker ji navê raderî cuda bibe baştir e ku dawiya wê (ê) bistîne. Ez têm kuştinê. Ez hati bûm girtinê. Bila ez bihatama girtinê. Ez dihatim mirinê.


Rastnivîsîna peyvên neguhêrbar: Ev peyv di hevokê de herdem mîna xwe dimînin. Peyvên neguhêrbar ev in: - Hoker - Daçek - Gihanek - Bang Rastnivîsa hevokan Di hevokê de rêzkirina peyvan: Bi gelemperî hevok bi vî awayî saz dibe Kiryar Berkar Agahî (lêker) Min nan xwar Min gul av da Te pênûs kirî Di lêkerên nederhingêv de, yên ku bizava wan ber bi aliyekî ve ye, mîna: Çûn, ketin, hatin .ûwd. Her wiha lêkera bûn dema wateya bibe, dibe distîne, rêzkirina peyvên hevokê bi vî awayî çêdibe. Kiryar Agahî (lêker) Berkar Ez diçim zanîngehê Hêvî çû çiyê Gulê ket şikeftê Şêrîn dibe mamoste Rêzkirina cînavan: Eger, di hevokê de, gelek cînav hebin li gora rêza xwe li pey hev tên: Ez , tu, ew, em, hun, ew. Min, te, wî/wê, me, we, wan. Ez, tu û ew em diçin bajêr. Em û hun bi hev re nehatin dawî. Me û wan pêmanek danî. Cînavê nîşandinê: Eger babet û jimara van cînavan yek be, di hevokê de, du navdêr dikarin bi cînavekê re bên. Ez vê gulê û vî baxçeyî dibînim. Ez vî rez û baxçeyî dibînim. Vî hespî û van mehînan bikire. Vî hesp û kerî bikire. Di rastnivîsîna hevokan de nuqteşanî Di nivîsandinê de, birên axaftinê bi alîkariya nîşanan ji hev cuda dibin. Ev nîşan dawiya hevokê, wateya parçeyekî jê yan jî, daxwaza wê pêş me dikin. Li hêla din ev nîşan, di xwendinê de cihê rawest û bîndanê jî, diyar dikin. Ji bo van nîşanan niqteşanî tê gotinê. Nîşanên niqteşaniyê ev in: . Niqte, xal , Bihnok ? Niqtepirs ! Niqtebang : Niqtecot ; Niqtebihnok ( ) Kevanek “ “ Dunik - Xêzek - Bendek


Niqte: Ev nîşan dawiya hevokê pêş me dike. Duh, ez çûm Amedê. Min şal û şapik kirî. Li wir min hevalekî xwe dît. Em gelekî bi hev şabûn. Li nava bajêr, min tiştên balkêş dîtin. Lêşkeran bi hezaran kolan dagirti bûn. Bihnok: Ev nîşan, di nivîsandinê de pir pêwist e. Cihên ku digire ev in: 1. Cihê gihaneka (û) digire. Hogir, Azad, Rojîn û Rewşen ji bajêr tên. Kurd hişyar in, dost û dijmin ji hev nas dikin, xwedî bawerî ne û riya xwe baş dizanin. 2. Dikeve navbera parçeyên hevokê yên biçûk, lê bi mercê ku wateya hevokê neyê guhêrandin. a. Piştî jî tê. Çiya, cihê rûmeta me, hem jî, ji pîrozayiyên me ne. b. Di de, di re, bi ve, ji re, ûwd, di navbera du bihnokan de cih digirin. Di rewşên awerte de, hevalên me, ji min re, dibin şîretkar. Ez, ji te re, dibêjim ku em biçin çiyê baş e. c. Li paşiya cînava girêkî ku tê. Mirovê ku, te dît şoreşger e. ç. Eger ku bi wateya heke be jî, dîsa li paşiya wê tê. Ku, tu bê mala me em ê çayê vexwin. Ku, ez biçim bajêr ez ê şalekî xwe bikirim. d. Dikeve pêşiya ku ya gihanek ya ku li pey lêkeran tê. Ez gelekî ber xwe ketim, ku ez neçûm serdana hevalê xwe. Ez matmayî mam, ku te wisa got. Ev çi zeman e em ketinê, ku rovî bi şêran tên naskirinê. e. Piştî kiryar tê dema ku ji lêker dûr dikeve. Şêrîn, di rojeke bi berf û baran û bager de hat rûdinê. Ez, di sala hezar û nehsed û şêstî de, ji dê bûme. Reşo, ji ber ku nizane bixwîne matmayî dimîne. ê. Piştî banglêkirinê tê. Mizgîn, li min binihêre û gotinên min guhdar bike. Xebat, ku tu çûyî Şerefdînê silavan li hevalan bike. Niqtepirs: Dikeve paşiya hevokên pirsyariyê. Tu kengê ji welêt hatî? Ew çi dixwaze? Çend leşger hatin gund? Niqtebang: Dikeve paşiya bangan û hevokên bi wan re. Ax! Ev çi zemanekî xirab e! Xwedêyo! te çawa li hev anî! Oh xweş! çi mizgîneke baş e! Niqtecot: Dikeve paşiya hevokê ku tiştek tê gotin yan hejmartin: Beyana sibê bû, dema bavê min ji xew hişiyar bû û got: Ev çiya ji şer û kûştinê natirsin.


Niqtebihnok: Dikeve navbera hevokên ku bi hev re girêdayî ne û wateya hev temam dikin. Reşo, bilez ji malê derdikev; wisa xuya ye ku tiştekî pêwist qewimî ye. Kevanek: Peyvên ku bi sebebekê dikevin hevokê dikevin nav kevanekan. Rakirina wan jî, wateya hevokê naguherîne. Dunik: Peyvên ku ji cihekî din tên guhastinê di nava dunikan de tên nivîsandin. Xêzek: Eger nivîsandin ket awayê axaftinê û peyvbêj hat guhartinê, li pêşiya hevokê xêzek tê nivîsandin. Bendek: Dikeve navbera du peyvên ku hogiriyek di navbera wan de heye. Birca-belek Kaniya- sipî Bedir-xan Çavkanî Rêzimanê Kurdî, C.Bedixan, R. Lescot Gramera Zimanê kurdî, Q.Kurdo Rêzimanê Almanî Yê Nû, R. Luschr û R. Schäpers Zeichensetzung (Almanî), P. Habecker Rêzimanê kurdî, F. H. Sagniç Kovara Hawar, C. Bedirxan Kovara Stêr Kovara Rewşen Rojnameya WELAT Navên Kurdî, H. Kartal Xebateke neçapkirî, H. Kartal 20 Lektionen für Deutsche; Z. Haco Zimanê Kurdî yê Yekgirtî, Jemal NEBEZ Kovara Roja Nû


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.