Umîd Demîrhan, Tîrkî çiqasî tîrkî ye? -Tîpek u du Tîpîtîp-

Page 1

Tirkî çiqasî tirkî ye? -Tîpek û du TîpîtîpUmîd Demîrhan Îro (23.08.2013) min di çapemeniya tirkan de dît ku her du partiyên wan ên muxalefetê CHP û MHPyê li ser mijara kurdan bi kurdan re ketine nîqaşeke bêbingeh û gotine ku kurd ne gelek in, komeke etnîk in. Li ser vê yekê ez rahiştime ferhenga Sevan Nişanyan û ya TDKyê . Nişanyan ferhengsazekî naskirî ye ku li ser zimanê tirkî ferhengeke etîmolojîk amade kiriye û ev ferheng niha li ser înternetê jî heye. Her wiha TDKyê, ango Saziya Zimanê Tirkî jî saziyeke fermî ya Komara Tirkiyayê yê û ferhenga wê jî li ser înternetê ye. Li gorî ferhenga Nişanyanî wateya etnîkê wiha ye: ~ Fr éthnique ulusal, kavimsel ~ EYun ethnikós εθνικός a.a. Li gorî ferhenga TDKyê jî wateya etnîkê wiha ye: sıfat, Fransızca ethnique, toplum bilimi kavimle ilgili, budunsal, kavmî[2] Heke em van her du şîroveyan wergerînin kurdî her du jî wateya “neteweyî, qewmî” didin. Îcar em vegerin serê gotarê ku van tirkan gotiye ew kurd “komeke etnîk” in. Li gorî wan jî rast e ku “ji aliyê civaknasiyê ve kurd komeke neteweyî ne û di wan de şert û mercên netewebûnê hene”; lêbelê ew li hespê Iblîsî siwar bûne û jê peya nabin. Armanca wan ne vexwarina avê; lêbelê şêlîkirina çavkaniyê û tevlihevkirina hişê nezanan e. Îcar karesat li vir jî naqede, ji wan hinekan gotiye ku “sê hezar peyvên kurdî ji farsî hatine wergirtin”[3]. Li ser vê yekê jî ez rahiştime ferhengeke biçûk a tirkan û min tenê tîpa /A/yê tesele kir[4]. Ez ê di vê gotara xwe de tenê qala koka peyvên tirkî yên ku bi tîpa /A/yê destpêkirî bikim; lêbelê ez ê sernava vê gotarê jî hinekî vekim û aliyekî “bişavtina çandî” (cultural assimilation[5]) raxime ber çavan: Salên 80yan benîştekî bi navê Tîpîtîp[6] hebû ku amûreke xurt a bişavtina belengazan bû û hê hê jî bi riya nivîsên li ser kaxezên benîştan gelên Trakya, Anatolya û Mezopotamyayê di qalibên xwestî de tên rokirin. Kesê ku benîştek distand, bi mereqeke mezin nivîsên li ser kaxezê jî dixwendin û carinan van nivîs û karîkaturan jiyana wan a rojekê, hefteyekê dibe ku mehekê dagir dikir. Wekî me got Tîpîtîp amûreke xurt a bişavtina belengazan bû û di kargeha derbeya leşkerî ya sala 80yî de hatibû hilberandin. Ez ê di vê gotara xwe de tenê tîpeke tirkî binirxînim û hûn ê derkevin temaşeya van her du Tîpîtîpan CHP û MHPyê. Min bi vê xebata xwe rastiya tîpekê derxiste holê; hêvîdar im zanayên kurd ên din jî peyvên tirkî yên din di gotareke kurdî de binirxînin. Wê hingê em ê binêrin bê ka kê berx e û kî beran e. Li gorî ferhengeke ji bo dibistanên seretayî nirxandina tîpa /A/yê ya zimanê tirkî: navê tîpê:

hejmara madeyan:

peyvên tirkî:

peyvên biyanî:

Aa

708

342

366

Ev agehî ji ferhengeke biçûk a ji bo zarokan hatiye wergirtin ku divê piraniya peyvan bi tirkî bibûna; lê mixabin ne wisan e. Her wiha ji van peyvên tirkî piraniya wan ji torneya komarê derketine, ango temenê wan negihiştiye sed salî jî. Her wiha piraniya van peyvên çêkirî ji koka peyveke kevn a tirkî hatiye girtin û ji kokekê bi dehan peyv hatine çêkirin. Gelo mirov ferhengeke mezin binirxîne dê bigihêje çi encamê êdî hûn texmîn bikin? Ecêba dinyayê ew e ku mêrikan nikaribûne navê dewleta xwe jî bi tirkî daynin. Bi gotineke din peyva "Turkiye" ji frensî û "cumhûriyet" ji erebî hatiye girtin, tenê rêzkirina peyvan bi şêwazê tirkî ye. De were nekene!


Nîşe [1] http://www.nisanyansozluk.com/?k=etnik [2]http://tdk.gov.tr/index.php? option=com_bts&arama=kelime&guid=TDK.GTS.5217c9a82f44f5.17459808 [3] http://www.ilkehaber.com/haber/mhp-kurtler-aslinda-bir-millet-degil-27193.htm [4] İlköğretim İçin Türkçe Sözlük, Ülkem Dağıtım, İstanbul, 2006, ISBN 9944-5528-3-6 [5] http://en.wikipedia.org/wiki/Cultural_assimilation [6] Hinek nimûneyên van kaxezan li ser vê lînkê ne: http://www.dailymotion.com/video/xh8x5j_80-lerde-tipitip_creation Birastî ev vîdyo bi serê xwe hêjayî nirxandineke zanistî ye û divê li ser vê lêkolînên dîrokî, çandî, aborî, zimanî, wêjeyî bên amadekirin û ji aliyê zanistên civaknasiyê, derûnnasiyê ve ji nû ve bê berçavkirin.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.