Kovari dicle jimare 1 besi kurdi latini

Page 1

DICLE

Sal 1

2017/03/20

Hejmar 1

Diclepress13@gmail.com

Şehîd Nazê Nayif têkoşîna azadî û xwe rêxistin kirina jina Êzidî de ew ê bibe ronahî


Şervanên Bi Destê Xiyaneta Çeteyên pdk Li Xanesorê Hatin Şehîd Xistin

ŞI;Şoreş Şingalî

ŞI;Nazê nayif


KOVAR DICLE

DIVÊ HIJMARÊ DE

Dıcle

Lêkolîn û Belge û Lêgerîn Jimarê:

şubat: 2017

ŞOREŞA ME ŞOREŞA AFIRANDINA HEZKIRINÊ YE ���������������� 4

Berpirsyarê Giştî: Aram kerîm baban

GELÊ KU JI 72 MILETAN RE DUA DIKIN; ÊZIDÎ NE ����������������� 11

Director Serpereştiyrê: Samî Omer Qasim

BAYÎK: PÊWÎSTE ÊZÎDÎ SERÊ XWE LI BER KESEKÎ ETEWÎNIN

Xwediyê kovarê: Alî Hisîn Hecî

ÇÎROKEK JI FERMANÊ ������������������������������������������������������������������ 8 ÊZÎ, ÊZDÎ, ÊZDIYATÎ ����������������������������������������������������������������������14

��������������������������������������������������������������������������������������������������������� .17 JINEKE QEHREMAN XUNAVA ZORO ������������������������������������� 22

ŞENGALÎ: BÊDENGIYA IRAQÊ DÊ BIBE SEDEMA NEFRETA ÊZIDIYAN ������������������������������������������������������������������������������������� 24

NEWROZ ROJA XWEDA, TÊKOŞÎN Û ROJA AZADIYÊ YE ����� 30

JI BO TEVLIHEVIYÊ LI ROJAVA DERXIN ÊRÎŞÎ ŞENGLÊ KIRIN

��������������������������������������������������������������������������������������������������������� 33 XOBÛN ������������������������������������������������������������������������������������������� 35

DIJWAR FEQÎR: Hêrişa ser Xanesorê, xiyaneta li dijî Êzidiyan e �� 38 BI TÎPÊN ZÊRÎN KETE DÎROKÊ �������������������������������������������������44

PADÎŞAHÊ OSMANIYAN ABDULHAMÎD ÊZDÎ ÇAWA IRKIRIN

���������������������������������������������������������������������������������������������������������45

Desteya Weşanê - Hisîn Hecî Nefso - Medihe Mirad Nemir - Şêrzad Şemo Qasim - Hemed Beşar Xelef - Mirad Elyas Kaka - Cemal Sebrî Sepandina û Derhênerî: Deriya Runahî Navîşan: Şengal -sincarTel: 07504197663 07507782806 07507174358 E. mail:

Diclepress13@gmail.com


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

4

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

ŞOREŞA ME ŞOREŞA AFIRANDINA HEZKIRINÊ YE PIŞTÎ KU RASTIYA NETEWÎ HATE PERÇIQANDIN HEMÛ PERGALÊN SAZÎ Û TÊKÎLIYÊN CIVAKÎ TÊK ÇÛN

ABDULLAH OCALAN

Di roja me de pirsgirêka jin

û malbatê yek ji mijarên herî girîng in. Mijareke ku li ser lêyîstok tên kirin, di derbarê wê de gelekî tê axaftin. Mijareke ku di riya wê de gelek tişt tên kirin, di rastiya Kurdan de hinek kes di rêya wê de mêrkujiyê dikin, stranan li ser distrên û govendan li ser digerînin. Di rastiya me de ev mijar ji dijmin hîna zêdetir xwedî bandoreke kujînêr e. Ew rastiyên weke ronahî û tarî, germ û sar, elektron û proton, erênî û neyênî ji bo xwezayê çi be, jin û zilam jî ji bo xwezayê xwedî heman wateyê ye. Ango nêrbûn û mêbûn jî rastiyeke xwezayê ye. Lê belê ev anîna bîra xwe nîne, di derbarê rastiya xwezayê de zêde hewce nîne ku darezandin çêbibe. Em lê binêrin ev rastiya xwezayê ya gelekî şênber e, gelo li gel me dikeve çi rewşê?. Çewisandin di giştî de heyîn û rastiyê, ji heyînî û rastîbûnê derdixe. Ger gihayek der-

beyeke kevir a gelekî hişk bixwe êdî ji gihabûnê derdikeve. Giha xweşik e, lê belê ji ber ku kevir gelekî hişk e, wî gihayî diperçiqîne û derbas dibe. Mirov dikare di xwezayê de bibe şahidê bûyer û pêşketinên wiha. Di civakê de jî, curên

TÊ XWÊSTIN NAVEROKA MALBATÊ,

HÎMÊ FELSEFÎK KU XWE

DISPÊRE PIRSGIRÊKÊN KU

AFIRANDINE

VÊ GAVÊ WERE DÎTIN

çewisandinê yên ku dişibine vê yekê hene. Ya ku pêwîste bijî, bi çewisandineke hişk ve dibe ku ji holê were rakirin. Rastiya gelê me jî hindekî vê rewşê dijî. Gelekî lewaz û ketibe vê rewşê sedema wê çi

dibe bila bibe, tunebûna wê jî gengaz e. Masiyên mezin dikarin masiyên biçûk daqurtînin, mar dikarin gelek çivîkên xweşik bixine zikên xwe, tîmsah dikarin heyînên zindî bixin nava diranên xwe yên har û sosret û hema wisa daqurtînin. Piştre jî rondikên çavan birijînin. Ev jî rastiyên jiyanî ne. Di rastî de, di xwezayê de ev pênase nehatiye kirin. Di gerdûnê de zilambûn çiqasî derbas dibe, mêbûnî çiqasî derbas dibe? Li gor min ev pirsgirêk bi qasî rastiya mirov de heye tevlîhev û bi nakokî nîne. Bi taybet pêwîste ne ji alî ve û ne jî ji dijber ve zêde encam nede. Ev pêşketinên di civakê de ku li ser zayenda jinê bi dijberî çêdibin, ji ber taybetmendiyên wê mêbûna xwezayî zêdetir bi derbasbûna şaristaniyê û civaka çînî ve dest pê kiriye. Di pêvajoyên çewisandin, neheqî û dagirkerî ku pêşketiye de hêmanên mêbûnê weke dezawantajekê hatiye bikaranîn, bûye mijara çewisandin û dagirkeriyê. Ez di vê baweriyê de me ku ev dîtin rast e û zanistî ye. Ger ne bi vî rengî be, mêbûn bi serê xwe


Diclepress13@gmail.com

ne dagirkeriyê û ne jî hatina dagirkirinê, ne çewisandinê, ne jî çewisînê rave dike. Ev tişt bi rêxistinkirina civakî, ji wir jî bi pêşketina pergala çewisandin û dagirkirinê ve girêdan nirxandineke rast e. Pêşkêşkirina hindek derfetan ku taybetmendiyên mêbûnê ji bo vê dike, di vir de diyarker nîne. Mirov nikare lewaziya fîzîkî ya jinê jî weke sedemeke diyarker derbixe pêş. Berovajî, dîrok jî ji bo vê yekê mînakan pêşkeş dike. Tê wê wateyê ku çewisandina li ser zayend û pêşketina pergalê çewisandin û dagirkeriyê ve girêdayî ye. Malbat jî rengekî veguhertî yê civatên klan û kabîleyan e. Weke veguhertinekê yan jî weke rengekî civatê derdikeve pêşberî me. Malbat weke saziyeke ji rengên civatên destpêkê heta roja me ku dixwaze xwe bide jiyîn, ketiye nava vî karî. Bi hatina gelhev a cureyên mirovan ve rê vekiriye ku xwesazkirineke ku jê re tê gotin, malbat ava bibe. Di şêweyên destpêkê yên civatan de, di navbera malbat, klan û qebîleyan de zêde cihêbûn nîne. Ev yek hema weke hev in. Di nava her civakê de cihêbûna wê û hatina wê ya asteke ku bibe saziyekê cihê, bi pêşketina civaka çînî ve hîna zêdetir gengaz bûye, taybetmendiyên xwemalî bi dest xistine. Em dikarin vê yekê jî bînin ziman, malbat bi şêweyên xwe yên dîrokî yên ku heyî ve bi pêşketina şaristaniyê yan jî bi gotineke din ve, di nava pêvajoya

FIKRÎ

pêşketina pergala çewisandin û dagirkeriyê de bû saziyeke ku her çû xwe taybet kir. Dema pergala koledar derkete holê, xwediyê koleyan malbatên balkêş derxistin holê. Bi rastî jî hindek eserên gelekî balkêş ên pêvajoya koledariyê hene. Ew tirbên malbatên mezin di serdema koledariyê de di dewletên koledar de derketine holê. Tirbê malbateke wê demê ji mabetên bi nav û deng ên vê gavê hîna zêdetir xwedî nirx in. An jî ji salona konserê, ji cihekî seyranê hîna balkêştir e. Ji van tirban ev derdikeve holê: li gel xwediyê koleyan de malbat bûyereke gelekî mezin e. Ji bo çi ev yek wisa ye? Xaleke bingehîn a çewisandin û dagirkeriyê malbat e. Xwediyên koleyan ku cara yekem dewletbûna mezin bi dest xistine bi rewşeke jorcivakî ve ber bi xwedabûnê ve diçin. Malbat jî şêweyeke ku herî zêde ber bi çav dibe. Di heman demê de mirovan xwestiye ku bêmiriniyê bijîn. Di tirbê firavûnên Misirî de hîna jî mumyayên wan hene. Împarator bi malbata xwe ve, bi hemû xanedan, jinên derûdora xwe ve, bi rengekî ku weke kevirekî hişk bûye, di bin erdê de ye. Li gel ku li pey bêmiriniyê de ye, xwe bi rengekî li jor xweza û civakê dike xweda û bi rengî hetanî roja me rengê xwe dide. Ji bo mîmariyê jî bi vî rengî nêzîk dibin, lê belê malbatên koleyan nînin. Mafên wan ên avakirina malbatê jî nîne. Ew jî rastiyek e.

5

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

Weke tê zanîn, di pêvajoya feodaliyê de xanedanî hîna zêdetir hate pêşxistin. Di rastiyê de xanedaniyê mezin, aîdê serdema feodaliyê ne. Ew xanedaniyên Emewî, Ebasî, Selçuqî û Osmanî yên di Îslamiyetê de her yek ji wan weke dewletên malbatî yên balkêş in. Rêncberên (serf) di vê serdemê de jî, hêdî hêdî mafên xwe yên avakirina malbatê bi dest dixin. Avakirina malbatê aîdê serdema rêncberiyê ye. avakirina malbatê yên çînên jêr û pêşketina malbatgeriyê bi serûberbûna feodalî û derbaskirina koledariyê ve gengaz dibe.

DI PÊVAJOYA FEODALIYÊ DE XANE-

DANÎ HÎNA

ZÊDETIR HATE PÊŞXISTIN. DI RASTIYÊ DE

XANEDANIYÊ MEZIN, AÎDÊ

SERDEMA FEODALIYÊ NE

Dema ku kapîtalîzm weke pergal bi pêş ket, vê carê jî malbatên bûrjuva bi hemû balkêşbûna xwe ve derketine rastê. Li Ewrûpayê hîna jî ban-


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

dorên van gelekî zindî ne. Li Fransa, Îtalya û Almanya hîna jî malbatên bûrjuva yên gelekî bihêz hene. Di vê mijarê de Îngîlîstan jî di heman rewşê de ye. Di pergala kapîtalîst de di nava jêr, di nava proleterya de hindekî din jî pêş ket. Girêdaniya vê yekê bi dagirkeriyê ve gelekî zelal e. Ji ber dagirkirinê malbat bi pêş nakeve. Di koleyan de, rêncberan de û proleterya de rewş bi vî rengî ye. Lê belê di çînê dagirker û zordest de jî malbat gelekî balkêş bi pêş dikeve. Gelo emê pênaseya malbatê çawa bikin? Di nava saziyeke ku evqasî bi dagirkirinê û dagirbûnê, çewisandinê û çewisinê ve girêdayî ye, çi nabe û çi lêyîstok nazîvirin. Saziyeke bi vî rengî pêwîste herî zêde were lêkolînkirin. Di rastiyê de di vê mijarê de lêkolîn hîna nû têne kirin. Tê xwêstin naveroka malbatê, hîmê felsefîk ku xwe dispêre pirsgirêkên ku

6

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

afirandine vê gavê were dîtin. Bi taybet zêdebûna nifûsê ya balkêş jî mijara gotinê ye. Tê gotin ev zêdebûna nifûsê mirovatiyê û cîhanê tehdît dike. Girêdana vê yekê bi malbatê re heye. Pirsgirêkên malbatê ku di pergala emperyalîst de him gelên tên çewisandin û girêdayîne him jî welatên kapîtalîst emperyalîst de derdikevine holê. Mirovatî hereşe (tehdît) dikin. Ger tedbîr neyên girtin mirov nikarin di cîhanê de bijîn. Bi rengê ku hatiye pejirandin malbat û weke ku saziyeke bingehîn e, ku mirovahiyê li aliyekî dihêle ber bi dawî anîna mirovatiyê ve diçe. Ji ber vê yekê jî malbat û şêwazên têkîliyan ên ku yekser bi malbatê ve girêdayî ne, dê werin lêkolînkirin, werin nirxandin û riyeke çareseriyê were dîtin. Ji lewra ew serûberkirina têkîliyan di navbera her du zayendan de li ser mirovahiyê dibe hereşe.

Têkîliya di navbera her du zayendan de ku di nava gelên li Efrîka, Emerîkaya Latîn û di Rojhilat a Navîn de dijîn de jêdereke qeyranê ye. Malbat bi tenê ne zêdebûna nifusê de di afirandina pirsgirêkên weke bêperwerdetî, bêkarî û qeyrana derûnî de jî bûye saziyeke rûxandinê. Li gel vê yekê jî li welatên kapîtalîst ên pêşketî de tê dîtin ku ber bi encamên hîna xetertir ve çûyîn çêdibe. Şêwaza têkîliya zayendî, bi taybetî sererastkirin û serûberkirina wê welatên kapîtalîst ber bi îflasê ve dibin. Ew rêpîvanên ku hatine danîn, bi navê exlaq, bêexlaqiyê derdixe asta herî bilind. Cihekî weke Efrîqa ku bandora pergala klanan lê peyda ye, têkîliya zayendî di rewşeke nexweşiyê de ye. Ajoyên zayendî hiştiye ku mirov nikarin ji nav derbikevin. Ev tişt gelekî zelal e. Pêwîste di giştî de malbat û şêwazên têkîliyan di navbera


Diclepress13@gmail.com

zayendan de, bi taybetî jî saziya malbatê bi lez were lêpirsînkirin û ger gengaz be ji nû ve were avakirin. Bi rengekî gelekî balkêş, lêpirsîna van têkîliyan tê kirin û tê xwestin yê nû were pêşxistin. Lê belê hîna jî çareserî nehatiye dîtin. Olan xwestin ku şêweyekî diyar bi cih bînin. Dîsa şêwazên civakî, aborî xwestin li gor xwe mînak zagonên exlaq bi pêş bixînin. Lê belê hemû jî kêm dimînin. Gelo nêzîkbûnê felsefîk ên nû û bingehên exlaq heta nêzîkbûnên nû di derbarê vê pirsgirêkê dê çawa bibe? Li gel pêşketina zanistiyê di vê mijarê de dê çi were gotin? Pêwîst e mirov bi baldarî binirxîne û lêkolîn bike. Ji lewra ev pirsgirêk bi hemû pirsgirêkên civakî ve ji nêz ve girêdayî ye. Di civakê de ji bo pirsgirêkên vê saziyê ku weke saziyeke bingehîn tê bi bîranîn gelo dê çiqasî girêdayî zanistiyê çareseriyek were dîtin. Ev pirsgirêk dê çiqasî ji bo zanistiyê werin nîşandan? Di vê mijarê de zêde pêwîstî bi ponijandina kûr û felsefekirinê nîne. Ev, arîşeyeke (problem) çi qasî cidî ye, li hemberî mirovahiyê sekiniye ev rastî gelekî eşkere ye û zelal e. Dibe ku zanistî ber bi çareseriyekê ve biçe, dibe felsefe û exlaq hindek tiştan bi pêş bixin, li ser vê bingehê teqeze dê ji bo şêweyên têkîliyan çareserî were dîtin, dê şêweyên nû yên têkiliyan derbikevin rastê. Jiyan di çarçoveya ku di sînorên tên pejirandin de û aliyê wê yê azadiyê hîn pêş ve diçe û

FIKRÎ

berdewam dike. Di bin ronahiya nirxandinên ku giştî hatine kirine de em li rastiya xwe binêrin. Rastiya gelekî ku têk çûye bandor û encamên xwe yên rûxînêr di nava saziya malbat ku weke saziyeke li ser piyan maye de xwe nîşan dide. Weke ew kesên ku dibêjin di dest me de tenê malbat maye gelo bi rastî jî li ser piyan maye? Piştî ku rastiya netewî hate perçiqandin hemû pergalên sazî û têkîliyên civakî têk çûn dîl hatine girtin û hatine hilweşandin, rûbirûyê dagirkeriyê û çewisandinê hatin bi bişaftinê (asîmîlasyon) hatin tasfiye kirin, ji bo wê malbata ku di dest de maye mirov dikare çi bibêje? Hela ji bo malbatekê her tişt dayîna pêş çavên xwe tê çi wateyê? Derveyî malbatê tu armanc nedîtin tê çi wateyê? Gotina “her tişt ji bo malbatgeriyê” tê çi wateyê. Pirsên bingehîn ku pêwîste bigihên zelaliyekê ev e. Li gor me, karesata rast hebûna rastiyeke me ya malbatê bi vî rengî ye. ji ber ku bi tevî rewşeke her tişt hatiye wendakirin de bi rengê “sparteka min a dawiyê” an jî “hemû hebûna min” hembêzkirina malbatê ji rê derketineke mezin e. Xerîbûna ji cewher e, xilasbûn e, xwe derveyî rastiyê hiştine û apolîtîk kirine. Dijberî netewbûnê ye. Heta malbatên li gel me kesan li hemberî saziyên din ên civakê nezan û bêkar dihêle. Rewşeke bi vî rengî diafrîne. Ew kesê ku di nava rastiya malbata me de mezin dibin jî em in. Tê wê wateyê di

7

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

GELO NÊZÎK-

BÛNÊ FELSEFÎK ÊN NÛ Û BINGEHÊN

EXLAQ HETA

NÊZÎKBÛNÊN NÛ DI DER-

BARÊ VÊ PIRSGIRÊKÊ DÊ

ÇAWA BIBE? hindek welatên din de nirxê girtîbûna malbatê yek be li gel me bi qasî hezarî ye. Hele ev bi taybetmendiyên serdema qebîleyên despêkê û bi rêbazê şerê taybet ê dijmin ve gihiştibe hev û pêşkêşî me hatibe kirin, tê wê wateyê ku em rûbirûyê karesatekê rastî ne. Yekî ku nû ji dayik dibe hîna nû çavên xwe vedike ewlehiya xwe di nava malbatê de dibîne. Hinekî mezin dibe yan jî nabe ewlehiya xwe di malbat avakirinê de digere. Di nava malbatê de her kes dibêje “em hewcedarê hev in, pêwîste bi her tiştê xwe ve em vê saziyê bidin jiyîn.” Ên ciwan jî, yên temen mezin jî vî tiştî dibêjin. Pêşxistina rastiyên weke netew, civak, sazî û dezgehên din ne di bîra tu kesekî de ne, van tiştan jî gelekî ne pêwîst dibînin.


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

8

JIYAN

Diclepress13@gmail.com

ÇÎROKEK JI FERMANÊ DI ROJÊN DESTPÊKÊ DE NANÊ JI BOYÎ PEZÊ XWE ME HIŞIK KIRIBÛ ME EW DI XWAR

ŞALAN ŞÊBO

Şahidikî fermanê ye bi nave Êzdîn Salih ye ji gundê Kersê behsa şahidiya buyerên fermanê kirine weha behis dike.

* Navê we çiye? hûn xelkê kurin? - Navê min Salih Êzdiîn e, mala me li deriyê Kersê bû dikeve bakûrê çiya yê Şengalê. * Berî Daîş were û êrîşê Şengalê baika jiyana we çawa bû? We çawa nave Daîşê bihîst? - Beriya Daîş êrîşê Şengalê bike jiyana me pir xweş bû, min karê çêkirina reza dikir û ji gelek cureyên dara li nava rezê min de hebû, jiyana min jiyanek xwezayî bû min pir ji jiyana xwe hezdikir, beriya daîş were me bi xwe ew ne dîtibûn lê tenê min ew li ser Tv û ragihandina dîtibûn me tenê hovîtiya wan li ser Tv ya dîtibû ka çawa mirovan qetil

dikin û jina tecawis dikin, bi vê yekê gelek tirs kete dilê mede, ji ber vê yekê ji ferman li aliyê pîskolojîk de de di dilê her kesê de tesira xwe çêkir,di destpeka êrîşîn xwede êrîşê başûrê Şengalê kirin û bi tayibet gunde Sîba Şêx Xidir û Girzerik, êrîşan di seatên piştî nîva şevê de dest pêkir,piştî berxwedaniyek mezin hatî meşandin ji aliyê herdo gundan ve hatî meşandin lê teknîka di destê wande têra wan ne dikir bi hemû hewildanan jî hîna jî gund hatin valakirin, piştî ew gund herdo ketin destê daîşê de Şengal hêdî hêdî hat valakirin û wisa Şengal kete bin kontirola wan huvana de, bi hezaran gel hat kuçber kirin û ji wan kuçberan jî nêzî 70 malbatî hatin gel mala me gelek ji wan ew cara yekemîn bû min di jiyana xwede di têtin, çi ji destê me di hat me li gor qedir îmkana xwe ji wan re pêk tanîn, piştî demekî min hizir kirk u xeterî li ser cihê me heye ji ber ji sê aliyan ve cada û rêk di hat mala me, min ji wan malbatên li gel me re got ez di xwazim hun

ji vir herin ji ber xeterî li ser vir heye û dibe êrîş were ser vir ez na xwazim hûn zerer bibinin. Ew malbatên li gel mala me nizanin bi kude herin ji ber ku li ciya de ne ew qas şaraza bûn û di nava wan de jî kesên bi temen û ne xweş jî hebûn,min ew malbat li cihek ewlere gihandin cihek bi av û ewletir û rê kêm di çûnê. Ji ber ku silahên di destê Daîşê de pir bûn û bi qewet jî bûn em neçar bûn ku cihê silahê wan di gihêjinê em xwe ji wan dûr bikin û dema ber bi mede hatin me kariben ji xwere bir bi cihên ewle tir ve bi revin. * We çi zor û zehmetî dît? - Di rojên destpêkê de nanê ji boyî pezê xwe me hişik kiribû me ew di xwar û ji boyî em ji xwere agir pêxin me roj bi roj diçû dar bi mila tanîn û wisa me agir ji xwere dadida, piştî demek min ji dostek xwe kerke an ku dewar anî û wisa hinek karê me ye anîna dar û beran rehet bû. Di wan dema de payidakirina kerek pir ecîb di hat ji ber ker


Diclepress13@gmail.com

ji siyara bi temen tir bûbûn, dema wisa îmkanê me kêm bûbûn me tu carî bawer ne dikir ku em jiyan bikin ji ber jiyan li me bûbû jiyanke tarî, dayik di mirin kala jiyana xwe ji dest dida û zarok di behecîn ji tîna, min bi xwe zarokeka dayikekê bi zorê pê da birin heta go ew zarok karibe jiyan bike ji ber xwedikirina wan pir bi zehmet bûbû. Dema em car cara diçûn şer me di rêaka xwede gelek mirî di dîtin ji zaroka bigira heta bi kal û ciwanan. Ji boyî em jiyan bikin me gelek zor û zehmetî dîtin li wan rojan de îmkanê me ketibûn asta herî pîs de ji alîyê xwarin û ve xwarin de car cara balefira xwarin ber dida ew ji ji 100 kesî ne di gihişt yekî lê

JIYAN

ew jî baş bu gelek mirov wisa xelas bûn û jiyan dikirin. * Rê çawa hat vekirn û kê vekir? Rê ji aliyê hêzên HPG,YPG,YPJ ve hat vekirn, li wê rêka hatî vekirin de gelek alîkarî ji mere hat û gelê me li wê rêkê de derbasî cihên bi ewle hatin kirin, gel di wê rêkê de derbasî Rojava û Başûrê Kurdistnê hatin kirin, bi hezaran kes ji Şengalê kuçber bû ji wî gelê me yen li Şengalê de ji 100 derdura 10 man li Çiyê de, hemû rêkên di hatin gel me hatibûn girtin ji bilî wê rêka hevala vekirî. * Hûn bi xwe bejdarî şer bûn? - Belê li kudera Şengalê şer çêdibû ez û çend hevalên

9

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

GELO NÊZÎK-

BÛNÊ FELSEFÎK ÊN NÛ Û BINGEHÊN

EXLAQ HETA

NÊZÎKBÛNÊN NÛ DI DER-

BARÊ VÊ PIRSGIRÊKÊ DÊ

ÇAWA BIBE? xwe bûn em di çûn şer û me alîkarî di da hevalên xwe û piraniya wan şera ku em di


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

çûnê di Zivstanê de bûn. Daîş li derdora çiya yê Şengalê bi dehan gorên bi kom çêkirin û gel avêtin têde û bi sedan keç û jinên me dîl ketin destê wan huvan de û bi sedan xortên me hatin qetil kirin ew qas bi serê me hat lê me îrada xwe tesilîm ne kir û di hemû zor û zehmetiyan de me berxwedaniya xwe da meşandan. Dibe ku kesên ev ferman jiyan nekirin ger em wisa behes bikin bawer nekin lê ev yek gelek cara di mede derbas bûne û gelê Êzidî jiyan kire. Dibe ku fermanên beriya vê wek çîrok hatiben tîtin lê ev ne wek wan bû her tişî vê eşker û li ber çav bû, ragihandinê jî gelek tişt eşkere kirin ku ferman çawa rabuye

10

JIYAN

Diclepress13@gmail.com

û kî sebeb bûn. Ji mere di bêjin hun kafirin û mefê me heye em we bi kujin lê em jî di bêjin ger em heroj fermana jiyn ji bikin emê dev ji baweriya xwe bernedin û emê ji axa xwe dûr nekevin tu carî ji bilî vê axê tu cih û milkên me nînin em nikarin xwe bi xapînin,cihê kesî nabe cihê ye din, bi hezarên salana kal û babên me li vê axî xwedî dereketine û ev ax terik nekirine emê jî li ser şopa wan bin û terka vê axê nekin, me gelek xwîn li ser vê axê rijandiye emê cawa terik bikin Ez li Şengala xwe berûya bixwem ji min re bi rûmet tire ez li Europa an jî cihek din jiyan bikim ji ber ku insan di weletê xwede bê nimet di kara jiyan bike û ger mir jî wê bê nimet li wir were defin kirin.

PIŞTÎ EW

GUND HERDO KETIN DESTÊ DAÎŞÊ DE

ŞENGAL HÊDÎ

HÊDÎ HAT VAL-

AKIRIN Û WISA ŞENGAL KETE

BIN KONTIROLA WAN HUVANA DE, BI

HEZARAN GEL HAT KUÇBER KIRIN


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

11

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

GELÊ KU JI 72 MILETAN RE DUA DIKIN; ÊZIDÎ NE GELO TU KESÎ DÎTIYE GELÊ ÊZIDÎ TU ZILM Û ZORÎ Û NEHEQÎ LI KESÎ KIRIYE

RIHAM HICO

Dema mirov behsa jiyana

Êzdiyan dike û xwe di nava wê jiyanê de dibîne, yanî behsa jiyana xwe dike û çawa jiyan dike? Li kur jiyan dike? Çi jiyan dike? Bi hemû awayên wê, bi xweşî û nexweşiyên wê, erênî û neyîniyên wê, bi xwezaya wê, yanî jiyan hemû tiştê ku mirov jiyan dike digre nava xwe de. Lê belê dema em Êzîdî behsa jiyanê dikin, tim û dayim em behsa jiyana xweş ji xelkê re dikin. Em nizanin û nikarin behsa jiyana xwe bikin. Ji ber jiyaneke xweş ji mere nine û me jiyan jî nekiriye. Me rojeke xweş nedîtî ye. Herdem em behsa mirinê dikin. Di dîroka Êzîdiyan de, her dem û gav mirin û ferman li pêşe. Dema tu behsa Êzîdiyan dike mirin, qirkirin, talan, wêran kirin, ferman û bê cih

û war mayin têne bîra mirovan. Hemû şêwazê mirinê çi şewitandin, serjêkirin, qutkirin, qamçî kirin, darvekirin, îşkencekirin û hûrkirin. Em bi hemû şêwazên kuştinê hatine kuştin û bi me dane jiyan kirin. Em bi rêbazê cûda-cûda hatin kuştin û di dîroka mirovayî de tu kesî din û tu bawariya din wek ya Êzidiyan ne hatin qetil kirin. Gelo tenê bi vî şêwazî me jiyan kiriye? Na, tenê me mirin jiyan kiriye. Em miletekî herdem têne kuştin û bi mirineke qirêj tu kes bi vê mirinê re jiyan nekiri ye.Tenê Êzîdiyan ev jiyan kiriye. Em wisa karin bêjin me jiyan kiriye û em hîna vê jiyan dikin. Gelo fermanên di van sed salan de werin jiyan mirovan şaş dike yan ne, ez dixwazim vê yekê bi zaninbim di sedsalek wek sedsala 21`an de çawa gelek yan jî baweriyek evqasî kevnar û ewqas dewlemend di bingehê xwe ye erdingarî de rû bi rûyê ferman û qirkirinekê were û şirove bike ji bilî kesên Êzidî yê ev yek jiyan kirine nikare

vê trajediyê bi lêv bike. Tu kesên din jî nikarin jiyana me jiyan bikin. Heta nikarin jiyana me bi hev re parve jî bikin û nikarin bînin ser ziman û ne jî jê fam dikin û nikarin tehmul jî bikin. Divê em mijara jiyana xwe di ber çava re derbas bikin. Hin pirsan ji xwe bikin û bersiva wan bigerin û lêkolînê li ser jiyana xwe bikin. Gelo çima ewqas qetilam û ferman hatine ser me? Bi destê kê hatine kirin, çima hatine kirin, armanca wan kesan ji êrîş û qetilkirina me çi b, çima em têne bi wî şêwazî tên qetil kirin, çima ewqasî dijmin û neyarên me pirin, çima dostên me yên ji dil û can nînin? Çima ev zilma li ser me kes nabîne û her kes xwe li himberî wê bê deng e û pirsa herî giring çima em Êzîdî ji xwe fam nakin û rastiyê nabînin? Çima em ji van fermanan sûd nagrin tenê em wan dijmêrin û wek çîrok dibêjin: ``Wisa ev ferman li me rabûye û filano rakiriye û ji ber filan tiştî kirine û kirin û nekirine em nebûne misil-


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

12

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Divê em mijara jiyana xwe di ber çava re

derbas bikin. Hin pirsan ji xwe bikin û bersiva wan bigerin

man û çîrokên me bi vî bi vî rengî ne. Ma gelo ev ferman hemê sûcê kêne tên ser me? Gelo em Êzîdî ne sûcdarin di vê mijarê de? Ger me ev pirs hemû rast bersivind bana û bersiva wan bi rengekî zanistî dest girta bana, ez bawerim em kêmekî ji vê jiyana reş dûrketibana û me çavê xwe ji ronahiyê re vekiribana. Ji ber em miletê destpêkê baweriya wî bi ronahiyê hatiye û ronahî

pîroz dîtiye û di roja me ya îro de ronahî li ber çavê me hatiye reşkirin û hemû bûye reşahî. Ger em li van pirsên xwede gihiştiban encamek baş û me encamek jê girtiba wê niha hin tişt raste-rast derketiban holê û ev tişt jî wê carek din nehatiban jiyan kirin. Wek ferman, qetilam, destdirêjî, werankirin û mal û gund şewitandin nehatiban jiyan kirin û nûjen kirin, bes tu kes nîne êşa me

wek gelê Êzidî ji xwe re bibe û herkes dibêje min çi jê ye û çi ji minre... Gelo tu kesî dîtiye gelê Êzidî tu zilm û zorî û neheqî li kesî kiriye. Gelo kesî dîtiye û bi guhê xwe bihistiye gelê Êzidî mal û milkê kesi talankiriye … Gelo tu kesî bi çavê xwe dîtiye gelê Êzidî gelek tunekiriye û dest dirêjî hemberî keç û jinê wî kirine û bi zorê li xwe mehr kirine … Naaaa tu kesî nedîtiye û tu kes na bîne û na bihîze jî vê yekê tu carî ji ber gelê êzidî gelekî bi çanda xwe û bi bîr û baweriyên xwe pir temîs û paqije. Ma em êzîdi ne dema berê


Diclepress13@gmail.com

xwe didin rojê ji 72 miletan re dua diki û başiyê dixwazin piştre ji xwere dikin. Tu neheqiyê qebûl nake û xwe ser kesî nade ferz kirin û bi zorê xwe nade qebûl kirin, tenê wekhevê û biratî û aşitî azadî hevjiyana azad, bi gelên din re di nava hevsengiyekê û wekheviyekê de jiyan kirin, parastina şeref û rûmeta kesên pêre jiyan dikin û hwd. Heya niha gelê êzidî kesekî bi zorê ne anîne ser olê xwe. Çima ji ber ku her milet bi reng û baweriya xwe jiyan dike. Lê olên din çima ji vê me dixwaze, ma di pirtûkên wan ê pîroz de gotine biçin gelên din bine ser olê xwe an jî qetil bike, bawer nakim bêje. Lê yê vê dikin rastiya olê xwe jî jiyan nakin. Her wiha Êzîdî ji her ol û baweriya di rojhilata navîn de herî kevin e û li rojhlata navîne baweriya herî zext lê hatiye kirin û hatiye çewisandin û bê maf hiştin ew e. Disan olê ku raste-rast bi xwezayê ve girêdayî û rêz ji zindî û xwezê re digire disan Êzidiyatiye. Di olê êzidî de tişta herî guneh û neyê efû kirin kuştina mirovekî ye û ji wê gunehtir tiştek din tune. Ola herî dewlemend bi çand û exlaqê xwe yê xwezayî Êzidî ne. Bi hemû şêwazî hatiye reş kirin û heqaret lê hatiye kirin û hatiye kirêt kirin. Heta niha yek pirtûk li

GOTAR

13

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

ser gelê êzdî bi awayekî rastî ne hatî nivîsandin, tenê her kesî xwe bi gelê êzidî daye qebûl kirin û li gor xwe dîroka wan nivîsandin û reşkirin. Armanca wan pirtûkan ne naskirina Êzidiyan berevajî wê reş kirina wan ye. Yek ji sedemê ku ne Karin gelê êzidî tune bikin, kevneşopî, paqijiya wan û girêdana wan a bi baweriya wan bû. Lê mixabin ev yek ne di hat

MA EM ÊZÎDI NE DEMA

BERÊ XWE

DIDIN ROJÊ JI 72 MILETAN

RE DUA DIKI Û BAŞIYÊ

DIXWAZIN PIŞTRE JI

XWERE DIKIN. TU NEHEQIYÊ QEBÛL NAKE Û XWE SER KESÎ NADE

FERZ KIRIN

ber çavê tu kesan û kesî jî bi kesek din ne daya qebûl kirin, di hin deman de behsa Êzdiyan dikirin di gotin bi dûvikin yanî wisa hatibûn nas kirin.

Ya din jî tu gel wek gelê êzidî bi baweriya xwe ve ne girêdaye. Ji ber baweriya Êzidiyan baweriyek herî kevine di cihanê de ye. Di baweriya Êzidiyan de her tişt piroz û muqedese. Ji ber ku her tiştek li ser erdê hatiya çêkirin û avakirin, hinek kes baweriya xwe pê tînin. Lewra jî êzidî pê bawer dikin. Ne tenê nirx didin baweriya xwe. lê belê nirx didin baweriya her kesî jî û wek ya xwe. Ji ber baweriya mirovan bi mirovan ve girêdayî ye.


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

14

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

ÊZÎ, ÊZDÎ, ÊZDIYATÎ ÊZIDÎ TÊ WATAYA EW MILETÊ BAWERIYÊ BI ÊZÎ Û TAWISÎ MELEK Û ÊZDIYATIYÊ TÎNIN

Ya Şêşims tûyî rehîmî Xaliqê min yê qedîmî

KOVAR DICLE

Navên XWEDÊ

Di baweriya Êzdiyan da Xwedê

yeke, bê şirîke û bê hevale û afirînerê erd û esman û hemû Kiniyatê ye, bi çendîn nava dihate navkirin, Ev in hindek navên Xwedê û çend sebeqên Qewla li sere: ÊZÎ: Naveke ji navên Xwedê: “Siltan ÊZÎ bi xwe Padişaye Hezar û yek nav li xwe danaye Navê mezin her Xweda ye” Padişa: Naveke ji navên Xwedê: Li hemû dema û li hemû wexta Ew e padişayê erd û texta JI ba wî tên rizq û bexta Êzdan: Naveke ji navên Xwedê: Padişê min melekê bêrî ye Rebê pêxembera û Mehdî ye Êzdanê min yê jorî ye Rêber: Naveke ji navên Xwedê: Padişê min rêber e Ew yekî ekber e Sicûdet jêre ya fer e Şêşims: Naveke ji navên Xwedê:

ÊZÎ:Mebest ji peyva ÊZÎ, XWEDÊ ye, di qewlên Êzdiyan de gelek cara navê Êzî hatiya Diyar kirin: Siltan ÊZÎ dizane li behra çend keşkûl ave û li besta çend kevir dinave Ev diniyaye li ba wî sa’et û gave E wî Hewa kire bûk û Adem kire zave Êzidî tê wataya ew miletê baweriyê bi ÊZÎ û Tawisî Melek û Êzdiyatiyê tînin. Bi vê çendê ramana Êzdî dibe XWEDÊPARÊZ. Peyiva)Êzdî) tê wateya giyanê paqij û ewên li rêya rast dimeşin. Heke XEWDÊ kir Êzdîn e Ser navê Siltan ÊZÎN E Em bi ol û erkanê xwe razîn e Her ew e, her ewe WîNe xwarine û ne vexwarine û ne xewe Şehde û îmana min, Bi navê XEWDÊ û Tawisî Melek dibin rewa Êzdî anku XEWDÊ parêz. Êzdî, XWEDÊYEKÎ tek û bitinê dinasin.

Ya XWEDÊ tu vê dinyayê bi kar tînî Vî esmanî bê sitûn radwestînî Tu bo me meseb û dînî Qewla bêjin, Qesîda bixwînin û rastiya Ezdatiyê têde bibînin Ya XWEDÊ tu aqil û fihm di serê me bikî Tu pirsiyareke xêrê li rewşa me û vî miletî bikî Êzdiyatî Êzdiyatî ayinekî kevin û dêrîn e, ev çende jî di rê, resmên, cejnên, bawer û tîtalên Êzdiyan yên rojane de xweya dibe, çûnkî piraniya van rê û resmên neha Êzidî pê radibin û dizivirine berî hezarên sala ku li cem miletên mîsopotamiya dihatine peyidakirin. Ji encamên derbazbûna Êzdiyan di gelek qonaxên dijwar de, ew jî ji ber peydabûna bîr û bawer û ayinên cûra û cûr, hindek guhorîn bi ser bîr û bawerên êzdiyatî de hatine, sere rayî vê çendê Êzdiyan resenatiya ol û bîr û bawerên xwe parastiye. Êzdiyan her ji kevin de hizira peydabûna Erd, Esman, Roj, Hîv, Av, agir û HWD gerdegenê din yên xwezayi kiriye û ji boyî


Diclepress13@gmail.com

her gerdegenk Xwedawendek destinîşan kiriye. Ya XWEDÊ tu melikê erşî Li hemû karan bi agahî Bi hemû dilan tu heyî Ji ber ku di her baweriyek de tayibetmendîyek, felsefeyek û mîtolojiya xwe ya cuda heye û Êzdiyan jî, hizir û bîr, bawer felsefe û tîtalên mîtolojiyen xwe yen cuda hene. Renge Êzdiyan hindek rewşit û tîtal û bîr û bawer hebin her di heman demê de, di baweriyên din de jî de hebin û beruvajî wê çendê, dibe Êzdiyan hindek bîr û bawer û rê û resm hebin di Baweriyên din de nebin. lewma cûdahî di nêvbera bîr û bawerên baweriyan de tişitekî normala e. Êzdî bi rê û resmên cejinên xwe, bi rewşetên xwe yên rojane bi qewl, beyit, qesîde û nesîhetên xwe ….. diyarin, ev hemû derbrînê ji baweriya Êzidiyan dikin,

LÊKOLÎN

15

Êzdiyan baweriyeke mukim bi rê û resmên xwe heye û ji ber vê yekê heta niha jî pêgeryekî mukum pê dikin, di ser vê çendê jî re, rêz û behayê didine hemû pêxember û baweriyên din din. Cejna Cemayê Cejina Cemayê, li peristgeha pîroza ya Lalişê tête gêran, divê cejnêde, Êzdî 7 rojan, ankû ji (24ê heta 30ê) Îlona rojhilatî, li Lalişê komdibin û rê û rismên wê bi vî şêwazî di gêran. Êzdî qesta peristgeha pîrozaya Laliş dikin. Li hemû êvaran de rê û risim tên gêran wek Def, Şibaba, Qewl, Beyt, Qesîda û sema tê kêşan. Di her roja cejnê de rê û rismek cuda heya periya siwar dikin, periya bi rê û resmekê tayibet di bin Kaniya Sipî û li wir mor diken û ji wir jî diden ser serê xwe heta bi cihê ku lê tête siwar kirin an ji bi darve kirin. Li rojek ji rojên cejnê, Rê û resmên qebaxê têne gêran an

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

ÊZDÎ BI RÊ

Û RESMÊN CEJINÊN XWE, BI

REWŞETÊN XWE YÊN

ROJANE BI

QEWL, BEYIT, QESÎDE Û

NESÎHETÊN XWE DIYARIN


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

ku roja ga kuj jêre tê gotin, ku sê Êl bi hevpişk van rê û resman digêrin û êla qayidiya serpirştiya wan dike. Li vê rojê de fîşek li dû ciya têne berdan, cara yekê li serê Çiyayê ‘Erefatê û cara dûymên li ser çiya yê mişetê. piştî berdana fîşekan Ga diben ser çiya yê erfeta û ji wir berdiden û bi xwe tê cihê ga kuj jêre tê gotin li wir di sekine û li wir wî gayî ser jêdikin û goşitê wî dikine nav Simatê, piştre ev her sê êl xelatê xwe ji serderiyê Şêşems werdigirin û têne ber derê qapiyê û piştre guvendeke tayibet li ber dengê Def û Şibabê tê kirin. Roja piştî qebaxê, berê şibakê, ji mezargehê ŞêxAdî, li ser Milan dibîne Ser hewda û mordikin. Li roja dawiyi jî cejnê, Tawis tê ciwankirin bi ava Kaniya Sipî û tê morkirin. Micêwir û serderî bo demê

16

LÊKOLÎN

Diclepress13@gmail.com

heft Rojan Simatê çêdikin. Zarokan bi ava Kaniya Sipî mor dikin û Li hemû hêvaran çira û qendîlên nîşangehan têne vêxistin. Rojî Girtin Rojî Girtin ferzek e ji ferzên terîqetê û Her Êzdiyek divê 3 rojiyan ji bu Xwedê bigire, dibêjnê rojiyên ÊZÎ. Êzdî hindek rojiyên dî jî digirin, dibêjnê rojiyên xwedana ev roj di bin xêrji mirovan re. Rojîgirtin bi vê terzî ye. Piştî nîva şevê, paş şîvê dixwin. Ji buyê paşîvê gundî hevdu mêvan dikin. di gel tarîgorikê dibe devgirtin. Mirovê bi rojî divê xwe ji hemû peyiv û tiştên xirab dûr bike. Berî fitarê li ber nîşangeha xasê gund kom dibin û du’aya dikin. piştî du’aya hêvarê ku roj ava dibe fitar.

ÊZDÎ 7 RO-

JAN, ANKÛ

JI (24Ê HETA 30Ê) ÎLONA

ROJHILATÎ, LI

LALIŞÊ KOMDIBIN Û RÊ Û RISMÊN CE-

JNA CEMAYÊ DI GÊRAN


Diclepress13@gmail.com

HEVPEYVÎN

17

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

BAYÎK:

PÊWÎSTE ÊZÎDÎ SERÊ XWE

LI BER KESEKÎ NETEWÎNIN “DIVÊ PDK Ê HÊZA ŞANDIYE ŞENGALÊ ` VEKŞÎNE”

Hevserokê

A:ROJBÎN ARÎN

Konseya Rêveber a KCK ê Cemîl Bayîk dide ` xwuyakirin ku ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk were, divê PDK ê hêza ` ku şandiye Şengalê divê paşde bikşîne û got:Eger vê neke, diyar e di nava planê li Enqereyê cih girtiye. Cemîl Bayik, li ser êrîşa çeteyên PDK’ê ya li Şengalê de li hevpeyvînekî de dibejê, “Çawa ku me li dijî DAIŞ’ê ew parastin, ji vir û pê ve jî kî êrîşî Êzidiyan bike, em ê gelê xwe yê Êzidî biparêzin. Ev wezîfeyeke me ya neteweyî ye” -Rewşa ku naha Gelê Kurd têde jiyîn hun çawa dinirxînin‫؟‬ * Îro li Rojhilata Navîn şerekî mezin diqewime. Ew statu, dengeyên berê çêbûn, xera bûn. Hê denge û statuyên nû jî çênebûne. Ji bo çêbibe, her kes li ser berjewendiyên xwe têdikoşin”. Di wan denge, statuyên xer-

abûne de cihê Kurdan nebû, li ser Kurdan înkar, îmha dihate meşandin û wiha dewam Ji ber vê yekê xerabûna wan denge û statuyan baş bû, ket xizmeta gelê Kurd. Ji ber ku gelê Kurd ji her kesî zêdetir zerar ji van denga dît. Ji ber ku ev xera bû, ji bo Kurdan firsendeke dîrokî derket holê. Kurd ji bo ji vê firsenda dîrokî feydeyê bibîne, ku karibin di denge, statuya nû de cih bigirin, têdikoşin û her roj vê têkoşînê bi pêş ve dixin. Her ku diçe Kurd li Rojhilata Navîn dibe hêzeke esasî, pêşeng. Çiqasî têkoşîna Kurdan mezin dibe, bi pêş dikeve dibe hêzeke pêşeng, hinde ji bo Kurdan xeterî jî pêş dikeve. Tehlûkeyên ku rû didin, li ser firsendên dîrokî ku Kurd karibin encamê werbigirin, ji bo xwe û gelên herêmê mezin qezenç bikin, ew tehlûke zehîf in, kêmtir in. Van tehlûkeyan jî, eger dijminê Kurdan, dagirker pêş dixin, ji neyekîtiya gelê Kurd feydeyê dibînin. Yanî eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî bi pêş bixin, Kongreya Neteweyî pêk bînin, dagirker nikarin weke tehlûke ji bo Kurdan çêbike. Kurd di nava firsendên dîrokî de, bi nebûna yekîtiya xwe

rê li ber van tehlûkeyan vedikin. Lazim e vê yekê ji holê rakin. Wê wextê kes nikare ji bo Kurdan tehlûkeyê çêbikin. Kurd wê li herêmê pêşengiya xwe bi pê bixin, wê li hemû beşan azadiyê bi pêş bixin û ji bo gelên herêmê jî rola xwe ya dîrokî pêk bîne. Ji ber ku tevgera Kurd bi pêş dikeve, ji ber ku dibe hêzeke esas, pêşengiyê dike, dewleta dagirker a faşîst a Tirk ji bo pêşî li Kurdan bigire ku Kurd nebin yek, nebin hêzek ku nikaribin pêşengiyê bikin kar dike. Ji ber vê yekê, wê çawa karibe yekîtiya Kurdan xera bike, wê çawa di nava Kurdan de dijminê bafirîne, wê çawa bike ku Kurd ne li dijî dagirkeran-dijminê xwe bisekinin ku li dijî hevdu bisekinin, ji bo vê têdikoşin. Temamiya siyaseta xwe ya li hundir û derve li ser dijminatiya li Kurdan bi pêş xistiye. Vê jî her roj, eşkere eşkere daxivin. Ne tenê daxive, bi her şêwazî êrîşî Kurdan dike. Li hemû beşan. Wê çawa di nava Kurdan de parçebûnê bi pêş bixîne, di nava Kurdan de şer, dijminatiyê bafirînin, wê çawa Kurdan tine bikin ku Kurd ji wê firsenda dîrokî feydeyê nebînin, ku careke din karibin li ser Kurdan da-


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

girkeriya xwe pêş bixin. Ji ber vê yekê êrîşî Rojava, Başûr û Bakur dike. Eger li Bakur li ser HDP zext kirin, li parlamentê qels kirin, heta dixwaze ji parlamentê derxîne; ku parlamenterên wan girtin, xistin zîndanan, ku şaredarî desteser kirin, girtin xistin zîndanan; ku waliyê xwe, qeymeqamê xwe li şaredaran bi cih kirin; ku Kurdan ji şaredariyan derdixin; ku Kurdan koçber dikin; ku bajarên wan xera dikin, talan dikin dişewitînin; ku dest didin ser erd, xanî, milkên wan; ku însana digirin, dikujin, îşkenceyê li wan dikin; ku ji wezîfeyan davêjin; ku ragihandinan digirin; ku akademîsyenan ji wezîfeyê dûr dixînin hemû ji bo wê ye. Tam jî ku bikaribin bi vê siyasetê qirkirina Kurdan temam bikin Rewşa Awarte ragihan-

18

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

din û berdewam dikin. -Turk dıxwaze gîştî Kurda tune bike, dı we rewşê de hun jî qala wî kirin, çuyîna Mesud Barzani ê Turkiye hun çawa dinirxînin? * Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan temam bike, qanûn ji holê rakiriye, li gorî daxwaz û kêfa xwe tevdigere. Ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe, referandûmê pêk tînin. Ji bo di wê referandûmê de bi ser bikevin hemû derfetên xwe bi kar tînin. Di nava pêvajoya referandûmê de ew siyaseta li ser Kurdan dimeşînin, girêdayî vê li ser demokratên Tirkiyeyê dimeşînin hê berfireh û kûrtir dikin û pêş dixin. Tam jî di vê wextê de Kek Mesûd çû Tirkiyeyê. Hal-

bûkî, lazim e di vê wextê de neçûya Tirkiyeyê. Ji ber ku di vê wextê de çûyîna Tirkiyeyê dibe alîkariyek ji bo ErdoganBahçelî. Xizmeta wê dike. Em ne li dijî çûyîna Kek Mesûd a Tirkiyeyê ne. Ne li dijî hevdîtinên wî yên li Tirkiyeyê ne. Lê belê Tirkiye di qonaxeke nazik de ye. Di vê qonaxê de çûyîn, Erdogan-AKP dîtin, heta berî ku biçe pesnê Erdogan dayîn ne rast e. Nakeve xizmeta gelê Kurd. Dikeve xizmeta Erdogan-Bahçelî ku karibin referandûmê qezenç bikin. Qezençkirina referandûmê tê wateya xurtkirina siyaseta li dijî Kurdan e. Ev xizmetê ji vê re dike. Çawa Kek Mesûd di vê wextê de diçe Tirkiyeyê, piştgiriya vê siyasetê dike?. -Piştî çuyîna Serokê PDK êrîş li ser Şengalê û êrişên li ser


Diclepress13@gmail.com

deskeftên Kurdan li Rojava zêde bû, hun wan êrîşa çawa dinirxinin? Çûyîna Kek Mesûd, ew nerazîbûna di nava gelê Kurd de li dijî Erdogan-Bahçelî bi pêş ketiye nerm dike. Tiştên ku li dijî Kurdan kirin, meşrû dike. Xizmetê ji vê re dike. Ji ber vê yekê me nedixwest ku Kek Mesûd di vê wextê de biçûya Tirkiyeyê. Çû, piştî ku zîrivî jî, pir wext di ser re derbas nebû Tirkiyeyê li Minbicê êrîşî Kurdan kir, êrîşî Rojava kir. Li Şengalê jî, yên ku Tirkiye û PDK’ê ew perwerde kir, maeş da wan, çek û wesayîtên bi zirx da wan çûn li Xanesorê şer derxistin. Êrîş kirin. Li wir şehîd çêbûn. Yanî ev êrîş, piştî ku Kek Mesûd çû Enqereyê, bi Erdogan re hevdîtin çêkir û pê ve rû dan. Vê yekê hem di nava Kurdan de, hem li qada navneteweyî dîtinek çêkir, gumanek çêkir. Ku ew êrîş li Enqereyê hatiye plankirin. Ku planek li ser Kurdan tê meşandin. Rê li ber vê gumanê vekir. Eger Kek Mesûd, PDK dibêjin ‘çûyîna me ya Enqereyê ne tevlî plana Tirkiye bûyîne’, wê wextê lazim e wan hêzên ku şandin Şengalê derhal paşve bikişîne. Eger paş ve kişandin, wê wextê em jî, hemû Kurd jî, yên li qada navneteweyî di nava gumanan de jî wê bawer bikin ku rast e Kek Mesûd wexta ku çû Enqereyê planek çênebûye, li gorî wê planê ew êrîş nehatiye kirin. Ji ber ku em jî, hemû Kurdên xwedî wijdan, yên ku dilsozên rastiya neteweyî ne, yên xwedî exlaq dixwazin vê yekê li gel Kek Mesûd-PDK’ê bibînin. Banga wan li ser vê esasê ye.

HEVPEYVÎN

19

Hêzên navneteweyî yên ku gumana xwe heye, dixwazin vê bibînin, hêviya wan li ser vî esasî ye. Eger ew hêz neyê kişandin, wê wextê wê her kes wer fêhm bike ku ew planeke li ser Kurdan tê meşandin û ew plan li Enqereyê hatiye amadekirin. PDK jî di nava vî planî de ye.Bi vî rengî de hem PDK hem jî tevahiya gelê Kurd wê zerarê bibînin,ji ber ku dewleta Tirk a faşîst-dagirker dixwaze Kurd vê firsenda dîrokî bi kar neynin û encamekê bi dest nexin.

-Armanca êrîşen ku 3 adar ji aliyen çekdaren ser bi PDK li ser giredayî Şengalê li Xanesore pêk hat hun çawa dinirxînin? * Dewleta Tirk naxwaze Kurd bibin yek, dixwaze Kurd li dijî hev şer bikin, ne li dijî dijminên xwe. Dewleta Tirk dixwaze bi vê yekê re bi Kurdan bide windakirin. Ji bo vê kar dikin. Ji ber vê yekê lazim e hemû Kurd, li kîjan beşî dibe bila bibe, bi taybetî jî li Başûr PDK lazime plana dewleta dagirker û faşîst a Tirk li ser Kurdan dimeşîne bibîne, di nava wê planê de cih negire, li dijî wê planê bisekine, li gel gelê xwe, li gel azadiya gelê xwe têbikoşe. Ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd kar bike. Ji ber vê jî, lazim e wê hêza ku şandin Şengalê, yên ku çûne ser Xanesorê, yên ku şehîd xistin lazim e paş de bikişîne. Hem jî derhal paş de bikişîne. Eger paş de bikişînin em ê bawer bikin ku PDK di planek li nava ser Êzidiyan,

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

ÇAWA KU ME LI DIJÎ DAIŞ’Ê EW PARAS-

TIN, JI VIR Û PÊ VE JÎ KÎ

ÊRÎŞÎ ÊZIDI-

YAN BIKE, EM Ê GELÊ XWE YÊ ÊZIDÎ BIPARÊZIN

li ser Rojava, li ser PKK’ê de tê meşandin cih nagire. Wê wextê dikare li Şengalê bi Êzidiyan re rûnê, bi saziyên wan re, bi rêveberên wan re rûnê û pirsgirêkan çareser bike. Em ê jî wê wextê alîkariyê bikin. Eger vê neke, diyare di nava planê li Enqereyê cih girtiye, diyare ku şer dixwaze, diyare ku naxwaze Êzidî bi îradeya xwe, bi nasnameya xwe, bi nirxên xwe bi kerameta xwe li Şengalê bijîn, xwe bi rê ve bibin. Dixwaze statuya ku Êzidî ji bo xwe ava dike ji holê rake. Dixwaze li gel Tirkiyeyê dijminatiyê li Şoreşa Rojava bike. Wê wextê, PDK wê ji vê siyasetê zerarê bibîne. Kurd nikarin vê qebûl bikin. Ji ber ku Kurd yekîtiya Kurdan dixwazin, yekîtiya neteweyî,


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

DEWLETA

TIRK NAX-

WAZE KURD BIBIN YEK, DIXWAZE

KURD LI DIJÎ HEV ŞER

BIKIN, NE LI DIJÎ DI-

JMINÊN XWE

HEJMAR 1

20

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

kongreya neteweyî dixwazin. Ku karibin xeteriya heyî ji holê rabikin, firsenda dîrokî ji bo Kurdan bi kar bînin, encamê werbigirin. Kurd li benda vê ye, vê dixwaze. Lazim e hemû Kurd jî guh bidin vê, vê hêviyê ji bo xwe esas bigirin, vê pêk bînin. Yê ku vê pêk nîne, diyare ku li dijî yekîtiya Kurdan disekine, dixwaze xizmetê ji dagirkeran re bike. Kurd wê vê çawa qebûl bike? Kurd nikarin vê qebûl bikin. -Ger ku êrîşen li ser Êzîdîyan berdewam bike helwesta we wek KCK çawa bibe? * Lazim e gelê me yê Êzidî zanibe, ku ew ne bi tenê ye. Em li gel wan in. Çawa ku me li dijî DAIŞ’ê ew parastin, ji vir û pê ve jî kî êrîşî Êzidiyan bike, em ê gelê xwe yê Êzidî biparêzin. Ev wezîfeyeke me ya neteweyî ye, exlaqî ye, însanî ye. Lazim e hemû Kurd li Êzidiyan xwedî derkevin. Xwedîderketina li Êzidi-

yan xwedîderketina li xwe, xwedîderketina li însaniyetê ye. Êrîşa li dijî Êzidiyan, tinekirina Êzidiyan tê wateya tinekirina Kurdan. Êzidî koka Kurdan e. Eger Kurd dixwazin xwedî li xwe derkevin, xwedî li pêşeroja xwedî derkevin, azadiya xwe bi dest bixin, bigihêjin jiyaneke azad û demokratîk, lazim e bizanibe ku ew rêya vê xwedîderketina li Êzidiyan e. Ji Êzidiyan mezlûmtir kes nîne. Êzidî ne li dijî kesekî ye. Êzidî tiştekî zêde ji kesekî naxwazin, tiştekî ji kesekî nastînin. Êzidî di 3’ê Tebaxê de netîceyeke dîrokî jiyan kirin. Ne Iraq, ne hikûmeta başûr ew neparastin. Li holê hiştin, li ber komkujiyan hiştin. Eger PKK nebûya, YPG nebûya Kurd wê di komkujiyeke mezin re derbas bûna. DAIŞ wê Şengal bi temamî xistibûya destê xwe. Ev ji bo Kurdan dibû şermeke mezin. Careke din wê Kurd nekarîbû gav bavêtina Şengalê. Ji ber


Diclepress13@gmail.com

ku PKK li dijî DAIŞ’ê sekinî, nehişt ku Şengalê bi temamî bi destê xwe bixe, nehişt ku komkujî li Êzidiyan bê kirin, Êzidî parast, îro Êzidî li Şengalê li ser îradeya xwe, nasnameya xwe, nirxên xwe careke din xwe ava dikin. Kurd careke din li Şengalê xwe ava dikin. Ji ber vê yekê, wezîfeya her kesî ye ku li Êzidiyan xwedî derkevin. Êzidî ji bo xwe çi dixwazin, li wê xwedî derkevin, wê biparêzin. A rast ew e. Ne ku li ser Êzidiyan, li ser Şengalê hikumdariya xwe ava bikin. Meseleya Şengal-Êzidiyan, ne meseleya partiyekê ye, ya hinek partiyan e, ya Başûr tenê ye. Meseleya Êzidiyan li ser meseleya partiyan e. Meseleya hemû beşên Kurdistanê ye, meseleya însaniyetê ye. Ji ber vê yekê lazim e hemû Kurd, însaniyet li Êzidiyan xwedî derkevin ku Êzidî karibin xwe bi rê ve bibin û xwe biparêzin. Ev dikeve xizmeta PDK, Başûr, beşên din, dikeve xizmeta însaniyetê. -Wek KCK pêşnîyare we yê ji bo çareserkirina we aloziye çiye? * PDK derhal ew hêza ku şand wê derê derhal paş de bikişîne û Kurd hemû vê yekê ji PDK’ê bixwazin. Bêjin; ‘wê hêzê paş de bikişîne’. Em naxwzin şer rû bide, parçebûn çêbibe. Em dixwazin netewebûna Kurd, yekîtiya Kurd, kongreya Kurd bi pêş bikeve. Em nahêlin êrîş li Êzidiyan bê kirin. Qada navneteweyî, saziyên navneteweyî jî lazim e xwedî li Êzidiyan derkevin, xwedî li statuya wan derkevin. Em jî ji PDK’ê re bêjin ‘ew hêza

HEVPEYVÎN

21

we şandin wê derê bikişînin’. Eger Kurd li qada navneteweyî li ser wezîfeyên xwe yên însanî, exlaqî bisekinin, baweriya min ew e ku PDK jî wê dest ji vê berde, wê wan paş de bikişîne. Wê wextê wê pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin. Li ser van esasan, ez gelê me yê Êzidî silav dikim. Ez dibêjim; bizanibin ku hûn ne bi tenê ne, lazim e hûn serê xwe li ber kesekî netewînin, hûn li xweseriya xwe, li pêşeroja xwe, li nasnameya xwe, li kerameta xwe, li nirxên xwe, li ola xwe xwedî derkevin. Eger hûn xwedî derkevin kes nikare we têk bibe, li ser we hesabê xwe bimeşîne. Ew şehîdên ku we daye, ez bejna xwe li pêş wan ditewînim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim.

PDK DERHAL EW HÊZA KU ŞAND WÊ

DERÊ DER-

HAL PAŞ DE BIKIŞÎNE Û

KURD HEMÛ VÊ YEKÊ JI

PDK’Ê BIXWAZIN

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

22

ÇÎROK

Diclepress13@gmail.com

JINEKE QEHREMAN

XUNAVA ZORO MA HEQÊ JINÊ JÎ NÎN E ÇEK HILGIRE

Demên

HESO BIRAHÎM

berê, extiyarê mergehê, pêşengê Meclîsa Ruhanî Babê Şêx, her tim di nav miletê xwe yê Êzidî de digeriya. Rewşa wan dipirsî û guhdariya pirsgirêkên wan dikir. Û bi vî awayî hewl dida, ji derdên wan re derman bibîne. Dîsa rojek ji wan rojan, Babê Şêx ji Lalişa Nûranî diçe serdana Welatê Xalta û dibe mêvanê eşîra Mala Zoro. Keçeke Mala Zoro hebû. Navê wê Xunav bû. Xunav keçeke şehreza, zîrek û pir bedew bû. Xunav ji birayê xwe Îskan dipirse, “gelo ez jî dikarim werim dîwana Babê Şêx. Dixwazim pirsekê jê bikim.” Îskan dibêje, “belê xwişka min a delal, kerem ke were”. Piştî ku Xunav destê Babê Şêx maç dike, jê dipirse “Babê me yê mezin û hêja, çima her tim tenê mêr bi çek û sîleh e. Ma heqê jinê jî nîn e çek hilgire? Babê

Şêx, jixwebaweriya Xunavê û ji pirsa ku wê kirî pir tesîr dibe û wiha dibêje: keça min a delal, di hizûra xaliqê mezin de tu ferq û cudahî di navbera jin û mêr de nîn e. Jixwe gava mesele bibe xwe parastin mêr jî, jin jî divê çekê hilgire. Xunav dîsa bi hurmeteke mezin destê Babê Şêx maç dike û bi kêfxweşî xatir jê dixwaze. Lê bele birayê Xunavê jê re dibêje, xuşka min, heger em rabin çekekî mezin bidin te, miletê me wê bêjin, axayên me keçên xwe jî biçek kirine û wê tehde li me bikin. Ez ê xençerekê bidim te ku tu bikaribî bi awayekî rihet li ba xwe veşêrî û her tim bi xwe re bigerînî. Xunav qebûl dike û xençera xwe di bin cilên xwe de vedişêre. Li wan deveran, ji cemaeta misilmanan kesekî bi navê Hesoyê Bado hebû. Rojekê ji mamê xwe re dibêje, mamo ez ê biçim talana Êzidiyan. Mamê wî jê re dibêje, neke kurê min. Ev şixulê tu difikirî şaş e. Em û ew cîranê hev in, em kirîvê hev in. Lê mixabin ew qet guhdariya mamê

xwe nake. Rojek ku egîdên Mala Zoro ne li malê bûn Heso ji xwe re weke fersend dibine û bi suwarên xwe ve hêrişî wan dike. Pez, dewar û hema çi bikeve ber wan talan dikin. Di wê navberê de Xunav û çend hevalên xwe ku ji bêriyê dihatin, rastî wan tên. Heso û suwarên wî dema keçikan dibînin, dixwazin wan ji xwe re esîr bigirin. Xunava Zoro ji keçi-

NEKE KURÊ MIN. EV

ŞIXULÊ TU

DIFIKIRÎ ŞAŞ E. EM Û EW

CÎRANÊ HEV

IN, EM KIRÎVÊ HEV IN


Diclepress13@gmail.com

kan re dibêje, netirsin, ez nahêlim ew me ji xwe re dîl bigirin. Wekî me berê jî gotibû, Xunav keçeke pir şehreza bû. Bi awayekî nazenînî ji dûr ve ji Heso re dikene û dibêje, Hesoyê Bado, ev demeke dirêj e min dil hebû ku bi te re bizewicim. Lê malbatê rê nedida min. Hingê Heso ji dest hevalên Xunavê berdide û tê ba wê. Xunav dibêje, Heso divê tu min birevînî. Ji dest talan, malanê berde, heger birayên min û suwariyên xwe werin, wê min jî, talanê jî ji te bistînin. Hingê Heso Xunavê diavêje pişt xwe, hespê xwe diajo û ji suwarên xwe dûr dikeve. Piştî ji suwaran qut dibin, Xunav xençera xwe derdixe û li tenişta Hesoyê Bado re dike û wî dikuje. Hesp û çeken wî ji xwe re digire û tê pêşiya talangeran disekine. Xwe dike

ÇÎROK

23

mertal û heta birayên wê tên, bi wan re şer dike. Dema Îskan û egîdên Mala Zoro ber bi şer tên, ji dûr ve dibînîn ku şerekî giran heye. Îskan ji egîdên xwe re dibêje, heger hûn hemî vê gavê li ba min ne amade bûna, min ê bigota, egîdekî Mala Zoro di nav vî şerî de ye. Dema digihêjin wir, dibînin kesa ku şer dike Xunav e. Wê bi tena serê xwe, bi xençerekê çend suwarî kuştiye û talan jî paş de zivirandiye. Îskan piştî vê rewşê dibîne, nizane çi bibêje. Hingê ew gotina pêşiyên me ku gotibûn, şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e, tê bîra wî û diçe eniya xwişka xwe maç dike. Îro careke dî, di şexsê Xunava Zoro de, YJŞ, li çiyayên Şingalê bi qehremaniyeke mezin dibin bersiva fermanan. Civaka xwe û jinên Êzidî diparêzin.

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

XUŞKA MIN, HEGER EM

RABIN ÇEKEKÎ MEZIN BIDIN TE, MILETÊ

ME WÊ BÊJIN, AXAYÊN ME

KEÇÊN XWE JÎ BIÇEK KIRINE Û WÊ TEHDE LI ME BIKIN


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

24

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

ŞENGALÎ:

BÊDENGIYA IRAQÊ DÊ BIBE SEDEMA NEFRETA ÊZIDIYAN

Endamê

¬Kordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan Zekî Şengalî bal kîşand ku dî şerê li hemberî DAIŞ’ê de gelê êzidî destkefyitên girîng bidest xistine, lewma hêzên wekî AKP û PDK’ê di ditirsin ku serweriya wan winda bibe û êrîş dikin. Şengalî li ser bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrîşên ser Şengalê got: “Ger ku hikumeta Iraqê bêdengiya xwe bidomîne, dê nefreta gelê Êzidî li hemberî wê çêbibe. Çawa ku niha li hemberî PDK’ê nefreta wan heye, dê li hemberî Iraqê jî çêbibe. Zekî Şengalî derbarê êrîşên çeteyên AKP û PDK’ê yên li ser Şengalê, bêdengiya hikûmeta Iraqê û pêşeroja Şengalê de pirsên Kovara Dicle bersivandin.

A: kovara Dicle * Li Iraqê aliyekê şer, li aliyê din jî parlamentoyê hene. Her wiha di navbera Parlamentoya Navendî û Herêma Kurdistanê de alozî heye. Hun vê rewşê çawa dinirxînin? - Serîda bi munasibeta komkoijya 12ê adar ê ya qamislo u 16ê adare ya komkojiya helebce li

kesayeta sehid nazê nayif u sehîdin 3ê adarê bi destê xainan hatin şehîd xistin, bejna xwe li hemberî tevahiya sehîdin welat ditevînim. Niha rewşa Iraqê pir aloz e. Ji sala 2014’an heta niha DAIŞ’ê bandorek mezin li ser Iraqê çêkiriye. Bêguman ev nakokî ji niha de dest pê nekirine, hîna ji dema rejîma Sedam de ev nakokî hene. Piştî ku rejîma Sedam hat ruxandin jî pirsgirêga Iraqê ¬¬çareser nebû. Belkî wekî şekil rêveberî hatin guhertin, lê belê pirsgirêkên di nava civakê de zêde nehatin çareserkirin. Vê yekê hişt ku ev hêza faşîst bandorek herî mezin li ser Iraqê çêbike. Bêguman sedema nakokiya Iraqê hemû ne DAIŞ e. Bingehek pirsgirêkan hebû û hemû ketin ser hev, lê nehatin çareserkirin, xwe zêdetir berfireh kir û bi vê berfirehkirinê re jî DAIŞ derket holê. Têkoşînek li hemberî DAIŞ’ê hat meşandin. Bi têkoşîna ku li Musil, Şengal û tevahiya Iraqê bi piştgiriya hêzên hevpeymanê hat meşandin re, em dikarin bêjin ku DAIŞ lawaz bû û hema bêje ber bi tunebûnê ve diçe. Bi taybetî bi operasyona dawî ya Musilê ku hîn berdewam dike re, Iraqê gavên berbiçav avê-

tin. Niha bajarê Musilê ji sedî 80 ketiye bin kontrola hêzên Iraqê. Pê re girêdayî bajaroka Til Afer hatiye dorpêçkirin, dîsa navbera Til Afer û Şengalê jî hatiye kontrolkirin. Bi vê yekê re DAIŞ hatiye perçekirin, lê pirsgirêka Iraqê ev tenê nîn e. Niha pirsgirêkên Iraqê hîn bi herêma Kurdistanê re hene û nehatine çareserkirin. Her wiha pirsgirêkên Iraqê yên bi gel û Tirkiyeyê re hene û nehatine çareserkirin. Tiştên ku gel dixwaze hîn tam nehatine pêkanîn. Yanî wisa xuya dike ku tekoşîna li hemberî DAIŞ’ê hin destkeftî çêkirine. Dema mirov têkbirina hêzek wiha faşîst li ber çavan bigire, ev destkeftî baş in, lê ev yek têrî nake ku pirsgirêkên din werin çareserkirin. Ji bo avakirina Iraqê pêwîst e li ser van pirsgirêkan bê sekinandin û bingehek herî baş a avakirinê were çêkirin. Ger ku bingehek xurt neyê avakirin, ev pirgsirêk nayên çareserkirin. Bêguman hin hêzên navnetewî û herêmî hene ku naxwazin nakokiyên di nava Iraqê de neyên çareserkirin. Dixwazin pirsgirêkên di nava Şîa û Sunî de hîn kûrtir bikin. Dive pêşiya vê were girtin. Ger ku pêşiya vê neyê girtin an jî bibe şerê Sunî û Şîa, yan jî bibe şerê kêmnete-


Diclepress13@gmail.com

wan ev yek wê pir dirêj bibe û wê tesîrek neyînî li ser Iraqê were çêkirin. Wê li ser Kurdistanê jî bandorê çêbike. Ji ber vê yekê jî têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê gelekî girîng e, lê xwe bihêzkirin hîn bêhtir girîng e. Ji bo ku Iraq careke din nekeve rewşa berê, piştî xilasbûna DAIŞ’ê, pêwîst e rêveberiyeke wisa bê avakirin ku bi şeklekî demokratîk civakê birêve bibe, pirsgirêkan çareser bike û temsîletiya baweriyên di nava Iraqê de bike. Ger ev yek were kirin wê pêşiya gelek tiştan jî were girtin, lê ger ku nêzîkbûnek yekalî hene, wê pirsgirêk neyên çareserkirin. * Rizgarkirina Musilê di aliyê civakî û siyasî de wê bandorek çawa li ser Şengalê çêbike? - Rizgarkirina Musilê gelek girîng e. Dagirkirina Musilê DAIŞ bihêz kir û bandorek neyînî li ser Rojhilata Navîn çêkir. Belkî gelek cih û navçe piştî Musilê ketin destê DAIŞ’ê, lê niha DAIŞ di Musilê de hati-

HEVPEYVÎN

25

ye dorpêçkirin. Di Iraqê de ji bo DAIŞ’ê cihê herî girîng Musil bû. Cihên din hemû ji DAIŞ’ê hatine girtin û bi rizgarkirina Musilê wê li herêmê aramiyek çêbibe. Şengal jî di warê erdnîgarî de, her wiha li gorî zagonên ku hatine çêkirin perçeyek ji Musilê, girêdayî wê parêzgehê ye. Lewma rizgarkirina Musilê wê bandorê li ser Şengalê jî bike. Çawa ku dagirkirina wê bandora neyînî çêkir, rizgarkirina wê jî dê bandora erênî çêbike. Rizgakirina Muslê wê rizgarkirina Şengal û Ti Afet jî bixwe re bîne. Lê rizgarkirin erdnîgariyê bi tena xwe têrî nake, belkî di warê statuyê de jî ev bandor were çêkirin, wê baştir be. Wê Şengal bi Musilê re çawa bibe yek, ev mijarek girîng e. Zagonên ku beriya niha hatibûn çêkirin, ji bo aramiya herêma Şengal û Êzidiyan têrî nekir. Ji ber wê yekê jî pêwîst e di jor de temsîla hereman hebe û karibe li jêr jî vê temsîliyeta xwe pêk bîne. Ger wisa nebe, tenê meclîsek were çêkirin û bêjin ev

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

temsîla hemû herêman e, ev yek têrî nake. Pêwîst e ku her netew û baweriyek ku di Iraqê de dijî, bi îradeya xwe cîh bigirin. Ger ku di rêveberiya jor de ev temsîliyet nebe, wê pirsgirêk hîn kûrtir bibin. Yanî îradeya jêr esas neyê girtin, wê wê li jor jî pirsgirêk kûr bibin. Em bi hêvî ne ku rêveberiya Iraqê vê rewşê bi temamî bibîne û bandora ku li ser Şengalê çêbuyê, êşa ku li ser gelê Êzidî çêbuyê bibîne. Bi hezaran dayik, jin, zarok û pîr-kal ketin destê DAIŞ’ê. Temsîlek û parastinek wan tunebû. Pêşmergeyan jî ev yek pêk ne anî û meydan ji DAIŞ’ê re hişt. Bandorek gelek neyînî li ser gel çêkir. Ger ku ji niha û şûn de derfet were dayîn ku herêm û ev gel karibe xwe birêve bibe, parastina xwe saz bike û bi îraeya xwe jiyan bike, wê ev yek Iraqê xurt û dewlemend bike. Wê karibe rêveberiyek û temsîlek rast derxîne holê. Dema ev pêk hat çiqas bawerî û kêmnetew li herêmê hebin, wê karibin


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

YA ESASÎ EW

E KU KOMÊN ÊRÎŞ DIKIN

YÊN BI NAVÊ “ZÊREVANΔ

YÊN PDK’Ê Û KONTRAYÊN

DEWLETA TIRKIYEYÊ NE

bi hevre jiyan bikin. Şengal jî herêmek biçûk nîn e û êşeke gelekî mezin dîtiye, pêwîste Iraq viya bibîne û li gorî wê

26

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

nêzîk bibe. Ev yek wê bihêle ku Iraq li herêmê rolek baş bilîze. Şengal jî perçeyek Musilê ye, lewma diviyabû ku YBŞ jî tevlî operasyona rizgarkirina Musilê bibûya. Ji ber ku ev du sal û nîv e li hemberî DAIŞ’ê têkoşînek bêhempa dimeşîne, gelek cih rizgar kirine û di roja îro de wekî hêzeke gelekî bibandor a li herêmê tê naskirin. Divê ev hêz were dîtin û ji bo pêşerojê derfet ji vê hêzê re werin dayin. * Di vê pêvajoya hesas ku Şengal jî xwe ji bo îlankirina xweseriyê amade dikir de, êrîşek hat ser bajaroka Xanesorê. Yên ku êrîş kirin kî ne? - Şengal di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi êrîşek mezin re rû bi rû ma. Fermanek li ser Şengalê çêbû, bi hezara kes di dîl ketin destê DAIŞ’ê û niha çarenûsa wan nediyar e. Pêşmergeyan xwe vekişandin û ev gel bêçare

hişt. Ger ku wisa dewam bikira, wê gelê Êzidî derbeyek pi mezin bixwara. Em dikarin bêjin ku gelê wê demê hatiye rizgarkirin wê niha nemabûya, ev gelê dîrokî wê ber bi tunebûnê ve biçûya. Bi tunekirina vî gelî re rûmet û qîmeta gelê Kurd jî nedima. Ji wê rojê û şûn de şervanên azadiyê, destpêkê jî YPG, piştî wê jî HPG’ê xwe gihandin Şengalê û bi sed hezaran gel rizgar kir. Piştî wê YBŞ hat avakirin, YBŞ û HPG’ê bi awayekî hevbeş Xanesor rizgar kir. Ev zêdetirî du salan e bajaroka Xanesorê ji çeteyan hatiye paqijkirin û di rewşek aram de ye. Em dikarin bêjin ku li Şengal û derdora wê herêma herî bi aram ku gelê wê hêdî hêdî vedigere malên xwe Xanesor bû. Di vê demê de Xanesor rû bi rûyê êrîşek DAIŞ’ê nehat. Lê rû bi rûyê desthilatdariyek wek


Diclepress13@gmail.com

PDK’ê hat. Li pişt wê jî dewleta Tirkiyeyê heye. Gefên ku Erdoxan zêdetirî sal û nîvekî ye dike, perçeyekî siyaseta dagirkeriyê ye û bandora xwe li ser hêzeke Kurdan dike û wê dixe nava tevgerê. Komkujiya li ser Xanesorê çêbûye, pilanek dagirkeriyê û bi taybet perçeyek plana dewleta Tirk e. * Çima bi taybet êrîşî Xanesorê kirin? - Ji ber ku Xanesor bi hêzên xwe yên cewherî, cewhera xwe diparêz e, xwe xwedî dike. Di aliyê madî de jî ketiye nava hewildanê ku tu alikariyê ji tu kesî naxwaze. Parastina xwe bi xwe dike, YBŞ hêza parastina Şengalê ye û bi taybet li Xanesorê hakimiyetek xwe çêkiriye. Li Xanesorê dîsa serweriyek siyasî jî çêbûye, saziyên sivîl hatine avakirin û sîstemek xweseriyê hatiye avakirin.

HEVPEYVÎN

27

Bandora vê sîstemê herî zêde li Xanesorê çêbûye. Ji ber vê yekê Xanesor hedef hat girtin. Em dikarin bêjin mesele tenê ne ew e ku çeteçeyên Erdogan û PDK’ê yên bi navê “Pêşmegeyên Rojava” nava Xanesorê de bicîh bikin. Dibînin ku gel xwe birêxistin dike, li ser piyan dimîne, xwe birêve dime, loma ev li xweşiya wan naçe, dixwazin vê îradeyê têk bibin. Di 14’yê adarê de êrîşî gel kirin, gulebaran kirin. Dixwazin ji xwe re hincetan çêbikin û PKK’ê dide pêş. Lê pirsgirêk ne ew e. Mesela PKK niha di navenda Şengalê de ye û tu pirsgirêka PDK û PKK’ê li wir nîn e. Pirsgirêka PDK’ê bi gelê Êzidî re heye. Ji ber ku gelê Êzidî di zane ku PDK tiştek nade vî gelî û gunehbariya li ser Şengalê kiriye, baş dizane. Lewma pê nebawer e, yanî em dikarin bêjin ku herdu alî ji hev nebaw-

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

DIBÎNIN KU EV GEL DIKARE JI BO TEVAHIYA

ŞENGALÊ BIBE

MÎNAK Û SIYASETA PDK’Ê DÊ ÎFLAS BIKE

er in. PDK di bêje “baweriya min bi vî gelî nayê” û gel jî di bêje “baweriya me şikestiye”. Di dema fermanê de PDK’ê gel


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

BILA IRAQ

Û HERÊMA

KURDISTANÊ

BAŞ ZANIBIN KU BI TEHDÎDAN Û ZORÊ NIKARIN VÎ

GELÎ TESLÎM BIGIRIN

ne parast. Pêwîst e PDK baş zanibe ka çima guman li ser wê tên kirin, bila çav û guhên xwe

28

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

negire û bi rengekî din pênase neke. Di êrîşa 3’yê Adara 2017’an de 7 şehîd û bi dehan birîndar çêbûn. Tehemûla wan li hemberî aramî û sîstema ku li Xanesorê tê avakirin nîn e. Dibînin ku ev gel dikare ji bo tevahiya Şengalê bibe mînak û siyaseta PDK’ê dê îflas bike. Lewma dixwaze vê siyaseta îflaskirî, bi şîdetê careke din bide avakirin. Lê wê nikaribin bi vê siyaseta klasîk re şaştî û kêmasiyên xwe derbas bike, nikare baweriya gel qezenç bike. Îro hemû cîhan dibîne ku çekên ji bo parastina êzidiyan hatine dayîn, li hemberî êzidiyan bikar tînin. PKK ne di nava gel de ye, lê PKK xwedî lê derketiye, PKK ketiye mejiyê vî gelî, ketiye bîr û baweriya wî. Îro pêşeroja xwe di vê fikir û ramanê de dibîne. Ev rastiyek e û nedîtina vê rastiyê û berevajîkirina wê, nikare êrîşkaran xilas bike. Ger partiyek an jî hikûmetek bi şîdetê here ser gelê xwe, wê hikûmetê ew gel winda kiriye û ew gel ne gelê wê ye. Ger ku îro gel bi êrîşek çekdarî ya PDK’ê re rû bi rû maye, diyar dibe ku tiştekî ew bidin gel tune ye, wan ev gel winda kiriye û ev gel wan qebûl nake. Ji ber wê yekê jî gerek e ev were dîtin, gelê Êzidî jî û dinya-alem jî vê yekê dibîne ku PDK wê nikaribe ji îro û şûnde ronahiyê tarî bike, ew hêza wê tune ye ku rastiyan berevajî bike. * Li hember van êrîşan nerazîbûnên li Kurdistan û cihanê çêbûn. Dema ferman li ser gel rabû jî hikûmeta navendî ya Iraqê û herêmê berpirsyar bûn, çima niha hikumeta navedî ya

Iraqê li hemberî êrîşan bêdeng e? - Komên ku êrîşî Xanesorê kirine, hêzek revok û tirsonek e, li hemberî DAIŞ’ê yek fîşek jî neteqandiye. Ji Rojavaye Kurdistanê reviyane, bi malbatên xwe re derketine û ew der berdane. Lê li Rojava bi hezaran şehîd hatin dayîn. Ev kom jî vala vala bi perwerdeya dewleta Tirkiyeyê re hatin avakirin û îdîa dikin ku Rojava temsîl dikin. Lê hêzeke ku li dijî rizgariya gelê Rojava derketiye, nabe hêzek şoreşger, welatparêz û şerker. Ne li ser vî esasî hatiye avakirin, divê bê zanîn ku ev projeyek dewleta Tirk û PDK’ê ya hevbeş e. Weke tehdîdek li pêşiya tekoşîna rizgariya gelê Rojava ye. Ya esasî ew e ku komên êrîş dikin yên bi navê “Zêrevanî” yên PDK’ê û kontrayên dewleta Tirkiyeyê ne. Mesela ne meseleya “Pêşmergeyên Rojava” ye. Dema roja destpêkê hatin, xwestine bi gel re şer bikin. Di nava wan de kesên ku dibêjin “pêşmergeyên Rojava” hebûn û wana nexwestine şer bikin. Dema şer nekirin û çek danîn jî, bi şek komek din bi çekên giran anîn. Destpêkê jî wan êrîş kir, bila PDK vana veneşêre, wan û dewleta Tirk bi hevberî êşîr kir. Helwesta Iraqê helwestek rast nîn e. Di dema fermanê de wan jî erka xwe pêk ne anî, li Şengalê xwedî derneket. Piştî fermanê diviyabû ku alîkariya Şengalê bikira, lê ew jî nekir. Şengal perçeyek ji Iraqê ye, lewma bêdengiya Iraqê ya li hemberî êrîşên ser Êzdiyan, tê wateya ku berjewendiyên xwe yên dewletî esas digire, civakê esas nagire. Dewleteke ku mafê gelekî nede û wî wekî


Diclepress13@gmail.com

perçeyek xwe nebîne, ew çi dewlet e ku dibêje “bila zirar negihîje min, bila bigihîje yên din”. Jixwe Êzidiyan zirar dîtiye. Di fermanê de bi sed hezaran gel ji axa xwe qût û koçber bû. Bi hezaran ketin destê DAIŞ’ê û hatin qetilkirin. Diviya bû ku Iraqê ev yek qebûl nekiriba, diviyabû bi hemû derfetên xwe xizmeta gelê êzidî bikira ku neyê qirkirin. Hîn birîna me hev negirtiye, cardin tê kolandin, lê Iraq dibêje “wê hemleya Musilê bikeve xeteriyê.” Baş e ma niha êrîşî ser herêmek girêdayî Musilê nakin? Madem êrîşkar navê “Pêşmergeyên Rojava” lixwe dikin, ev ne hêzek Iraqî ye. Her roj tehdîdên dewleta Tirkiyeyê li ser hene. Lê ew dibêje “Marê ku bi min venede bila hezar salan bijî”. Ev siyaset ne demokratîk e, nikare ava bike. Ji ber vê jî ev bêdengiya Iraqê cesaretê dide komên ku êrîşî Xanesorê dikin. Mijarek rexneyê ji bo hikûmeta Iraqê ye. Ger ku bi vî rengî dom bike, wê gel helwesta xwe nîşan bide. Gelê Êzidî 73 caran rastî qirkirinê hat, lê dest ji rastiya xwe bernedaye. Lewma êşek mezin kişandiye, ev ferman jî parçeyek ji wan e. Bila Iraq û herêma Kurdistanê baş zanibin ku bi tehdîdan û zorê nikarin vî gelî teslîm bigirin. Belkî karibe bedewa wan tune bike, lê nikare wan ji baweriya wan dûr bixe. Ev rastiyek e, ger ku wiha dom bike, dê nefreta gelê Êzidî li hemberî Iraqê jî çêbibe. Çawa ku niha li hemberî PDK’ê heye, dê li hemberî Iraqê jî çêbibe. * Çi pêwendiya van êrîşên li ser Şengalê û serkeftinên li Rojava, her wiha rêferanduma ku dê li Tirkiyeyê çêbibe, heye?

HEVPEYVÎN

29

- Êrîşa li ser Şengalê perçeyek ji siyaseta dagirkeriya dewleta Tirkiye ye. Li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên mezin ên gel hene. Dibin sîwana QSD’ê de tekoşîn tê meşandin û îro QSD, YPG û YPJ derbeyen mezin li DAIŞ’ê dixin. Gelek dever ji destê wan hatine rizgarkirin. DAIŞ’ê bajarê Reqayê wekî paytexta xwe pênase kiriye, lê niha hatiye dorpêçkirin. Heta niha alîkariyên ji Rojava re dihatin kirin, di aliyê leşkerî de bûn, lê wê ji niha û şûn de di warê siyasî de jî bikeve pêvajoyek nû. Wê karibe wek xweserî jiyan bike û statuya Kurt di Suriyeyê de bê destnîşankirin, qebûlkirin. Hêzên navnetewî jî dê viya qebûl bikin, ji ber ku bi keda xwe ev destkeftî stendin. Hekes vê heqîqetê dibîne ku gelê Rojava û Bakurê Suriyeyê dibin sîwaneyekê de jiyan dikin. Ji bo ku pêşiya viya bê girtin û statuya gelê Rojava çênebe, dewleta Tirk plan çêkirin û di heman wextî de êrîşî Şengal û Minbicê kirin. Em dibînin ku piştî hevdîtina Barzanî yên li Enqereyê, ji Minbicê heta Şengalê û Bakurê Kurdistanê êrîş çêbûn. Ev yek perçeyek planê ne. Rizgarkirina Bakurê Suriyeyê wê bandorek gelek mezin li ser Şengalê bike. Sînorê wan bi hev re ye, di warê jiyanê de, ji hev dûr nîn in, lewma dê bandorek erênî çêbike. Yan din jî, ger ku gelê Êzidî rastî êrîşan were, wê bandora xwe li ser Rojava bike, ji ber ku di warê erdnîgariyê de cihekî stratejîk ê Şengalê heye. Rojava û Şengal wekî xelekekê bi hevre girêdayî ne. Niha dixwazin viya qut bikin. Iraq jî li hemberî êrîşan bêdeng e, belkî di navbera wan

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

de peyman û danustendin hebin, nexwe çawa hêzek derve êrîşî axa te dike û tu dengê xwe nakî. Li vir lîstok hene, pêwîste gelê me vana baş bibîne. Divê yên ku ketine nava lîstokan, xwe ji van lîstokan derxînin. * Di dawiyê de ji bo ku gelê êzidî karibe careke din li ser axa xwe jiyan bike, peyama we çiye? - Beriya her tiştî pêwîst e Êzidî bixwe bawer bin. Rewşa Êzidiyan hat guhertin, destkeftî hatin çêkirin, saziyên wan hatine avakirin. Hêza wan a parastinê hatiye avakirin. Rast e gelek êş kişandin, lê di warê navnetewî de gelê Êzidî û Şengalê hat naskirin. Divê vê nasnameya xwe baş biparêz e û têxe xizmeta mirovahiye. Dîsa di nava tifaqekê de bikaribe xwe biparêz e, derdora xwe re di nava tifaq û têkiliyan de be.

ÊRÎŞA LI SER ŞENGALÊ

PERÇEYEK JI

SIYASETA DAGIRKERIYA

DEWLETA TIRKIYE YE


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

30

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

NEWROZ

ROJA XWEDA, TÊKOŞÎN Û ROJA AZADIYÊ YE

NEWROZ ÇANDA GELÊ KURD ÊN KU JI MEDAN BIGIRE HEYA ROJA ÎROYÎN DEWAM KIRIYE

KOVARA DICLE

Newroz an jî Cejna Kurdan,

cejna Gelên Ariyî û gelek gelên din, a buharê ye. Gelên Arî bi taybet Gelê Kurd her sal, şeva ku 20’ê Adarê bi 21’ê Adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin. Di dîroka kurdan de, Newroz weke Cejna Vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê, Kawayê Hesinkar, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. Êtîmolojî “Nava Roaca” li gor zimanê qedîm yê avestayî Newroz e. Lê di kitêba Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Lê li gor zimanzanan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Nava>new: nû û Roaca>roz: roj Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî “Nava>Newe û Roaaca>Ruec” hatiye

guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî “Nava>Nû û Roaca>Roc(j)” hatiye guherîn. Lewra di zimanê Aryen de dengên “z-c-j” bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: “Roja nû”. Hin gel vê weke “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina teqwîmî be. Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demek dirêj de li gor tebîeta zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de Noroz, piştre di kurdî de bûye Newroz. Dema îroyîn de Newroz bi taybetî di nav gelên Rojhilata Navîn de tê pîroz kirin. Ev jî gelek normal e. Lewra çanda gelekî, dema ku rengekê gerdûnî girt, êdî gelên ku wê çandê nêzî xwe dibînin, dipejirînin û li gor zimanê xwe û bîr û baweriyên xwe nav lê dikin û pîroz dikin. Bo mînak Newroz çanda gelê Kurd ên ku ji Medan bigire heya roja îroyîn dewam kiriye û vê cejna xwe ya netewî ji bo gelên din jî pêşkêş kirine.

Taybeta “Roja Nû” Xêncî wateya roja nû, wateyên din li Newrozê tên barkirin, bawer im piçek ji çand, reng û ruhê wî tê qetandin. Lewra ev wateya han bixwe gelek fireh e. Bi taybetî jî ev şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (nebaşî) li hember Ahûra Mazdayê (başî) têk diçe. Ev tenê di çanda Newrozê de sembol in. Çimkî ev dualîte her dem heye, ji ber wî dê Newrozê her dem bi vê wateya xwe bidome. Lê dema ku ev mane jê hate sitandin, tu taybetî jê re namîne. Ger ku îsnadê guherîna salê bikin, ew çax dema ku nêrîna teqwîm û demê di civakê de guherî, Newroz jî dê biguhere. Roja nû ji bo Medan: Roja zayînê, roja destpêkeke nû, Roja Xweda(Homa), dîlgirtina xirabîye, girtina heyameke kesîf, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja Azadiyê ye. Piştî van nirxan meriv dikare bibêje destpêka sala nû ye jî.


Diclepress13@gmail.com

Li Gor Gelê Kurd Çîroka Newrozê Di demeke kevn de, li welatê kurdan, pahdîşeyek hebû, navê wî Dehak bû. Dehak, keyeyekî pir zalim bû. Wî welatê kurdan wêran kir. Di gund û bajaran de mirov nehiştin. Zîndanên wî, ji girtiyan tim dagirtî bûn û celadên wî ji serîbirînê nediwestiyan. Dehak bi awayekî ji xwe bawer tim rûdinişt, zêr û zîv û kevirên buha, morîk û mircanên xezîna xwe dijmartin, bi hespên xwe yên rewan û esîl serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît. Ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn firehtir werbigire û talan bike. Şevekê, Dehak xewneke xirab dît. Nîvê şevê, ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar bû. Gazî zana û bijîşkên li qesrê kir û ji wan re got: Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin; yan na ez ê serê we tevan jê bikim! Hekim û bijîşkên qesrê, li laşa Dehak nêrîn. Laşa wî pelandin. Çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî bûn ketin. Tev bi hev re mat man. Gotinek ji devên yekî derneket. Ji ber, heta wê gavê tu kulên bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êşek bi wî awayî bihîstibûn. Lê Dehak ji ber êşa xwe her bi ser wan de dikir qêrîn: Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bi-

DÎROK

31

din min. Ez peritîm, şewitîm! Hûn tebîb û bijîjkên herî baş û şahreza ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike? Hekîmekî ji wan, dest da ber xwe û got: Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan. Belkî hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêşniyar ji Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze”, mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan bînin, bikin qurbana birînên ser milên wî ku bibûn wek du marên qelişî û dev vekiri. Bi vî awayî, rojê bi mêjiyên du zarokên nûhatî, kulên ser milên Dehak dihatin dermankirin. Lê carna zarok ji vê belayê dihatin xelaskirin. Zarokên ku dihatin xelaskirin li şênaya nedihiştin, rêdikirin çiyan, di şikeftan de vedişartin. Her ku diçû çiya bi mirovên reviyayî tijî dibû. Jiyan di şikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra jiyana wan dikir. Demeke dirêj derbas bû. Lê kulên ser milên Dehak bi hev ve nekewiyan. Her ku diçû xerabtir dibûn. Agir ji devê Dehak dibariya. Tirs ketibû dilê her kesî. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiştekî ji Dehak re bibêje tunebû. Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê xwe

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

GELÊN KU WÊ ÇANDÊ NÊZÎ

XWE DIBÎNIN, DIPEJIRÎNIN Û

LI GOR ZIMANÊ XWE Û BÎR Û BAWERIYÊN

XWE NAV LÊ

DIKIN Û PÎROZ DIKIN


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

dabûn çiyayên asê. Lê gel nema êdî di şikeftan hildihat. Kawa, kurdekî hesinkar bû. Zarokên wî jî ji kulên Dehak re bûbûn qurban. Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re behsa zulm û zordariya Dehak kir. Plana kuştina Dehak ji wan re eşkere kir. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda îşareta wî man. Kawa gotibû gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we agir dît, bizanin ku min Dehak kuştiye. Kawa, ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi dizî li wan belav kirin. Ji xwe re çakûçekî ku mirov pê hesin dikute, çêkir. Gava leşkerên Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re got: Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîşahê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîşahê xwe deynim. Gava leşkeran ev xeber gihandin Dehak, kêfa wî hat, şa bû û çavên wî ma li riya Kawa. Kawa, çakûçê xwe kir destê xwe, lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Gava gihaşt ber derî, leşkeran dergeh jê re vekir. Kawa, rast e rast berê xwe da şahnişînê ku text lê vegirtî û Dehak li ser rûniştî bû. Dehak ji Kawa re got: Tu qehremanekî bê hempa

32

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

yî, tu nîşana fedakariyê yî. Bijî! Kawa, piştî gotinên Dehak, bêtir nêzîkî wî bû. Bi çengê lawê xwe girt û bir li ber piyên wî dirêj kir. Kawa çakûçê xwe bilind kir. Lê li şûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêz û hêla xwe daweşand serê Dehak. Taca serê wî gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak bi rastî mir, kêfa wan hat û yên mayî, ji desthilanînê ketin, teslîm bûn. Kawa bi destê lawê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê û agirekî gurr li wir dada. Dema heval û hogirên Kawa çav li êgir ketin, wan jî dest pê kir û êrîş anîn ser qesrê, leşker û hevalbendên Dehak yên mayî dîl girtin, yên teslîm nebûn jî kuştin. Gava gelê li çiyê jî agirê azadiyê dîtin, fêm kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate kuştin û dawiya zordariyê hat. Wan jî li ser çiyan agirê azadiyê pêxist. Belê wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welêt agir hate dadan. Gel ji deverên asê daket û bi meşaleyan berê

xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welêt jiyaneke nû û azad dest pê kir. Roja din, her kesî xemla xwe girêda û li meydanan govend gerandin Û bi xwarinên xweş li seyrangehan civiyan, kêf û şahî kirin. Ew roj, roja 21’ê Adarê bû. Ji wê rojê û vir ve ye, bi taybetî di nav kurdan de ku her sal roja 21’ê Adarê weke Newroz, ango weke cejna yekitî, berxwedan

û azadiyê tê pîrozkirin.

XÊNCÎ WATEYA ROJA NÛ, WATEYÊN DIN LI

NEWROZÊ TÊN BARKIRIN,

BAWER IM

PIÇEK JI ÇAND, RENG Û RUHÊ WÎ TÊ QETANDIN


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

33

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

NEWROZ

JI BO TEVLIHEVIYÊ LI ROJAVA DERXIN

ÊRÎŞÎ ŞENGLÊ KIRIN KESÊN HAN JI BO PDK Ê KAR DIKIN Û DOZA ` KURD ESAS NAGIRIN

Dema

EKREM BEREKAT

mirov li paşperdeya komên çete yên êrîşî Şengalê kirine binêre, dê ferq bike ` a Tirkî ku hemû ji aliyê MÎT û PDK ê ve tên birêve birin. ` Dîsa gelek çeteyên wek Zîab El-Remediye yên girêdayî MHP`ê jî hene. Lê tenê navê Pêşmergeyên Rojava derket pêş, ev yek jî bo derxistina fitne û fesadiya di navbera gelê Rojava de pêk hatiye. Hin komên çete di 3`yê adarê de li navçeya Xanesor a Şengalê kom bûn û êrîşî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin. Di encamê de 8 şervanan jiyana xwe ji dest dan Li gor kenalên nêzî PDK ê, ev komên ` çete bi xwe çeteyên bi navê Pêşmergeyên Rojava ne, lê bi karanîna vî navê gelek sedeman derdixe pêş. Li gor agahiyên ji Şengalê û belgeyên ketin destê YBŞ`ê, komên êrîşkar ji çeteyên Zîabên Remadî, Zêrevanî, çekdarên PDK ê yên bi ser ` Serbest ve, Heşida Sûnî, ` a Tirkan û Pêşmergeyên MÎT

Rojava pêk dihat. Bi vekolandina koka van koman re, yekser têkiliyan wan bi Tirkiyê re diyar dibe ku ev ` a Tirk û kom bi feremên MÎT PDK ê tevdigere. ` Zîab El-Remadiyê(Gurên Gewir)

Di sibeha 7`ê adarê de, bi sedan gelê êzîdî ji Kampar Newroz û bajarên Amûd û Tirbespiyê bi armanca destekdayîn gelê Xansorê berê xwe dan korîdora di navbera Rojava û Şengalê. Lê çeteyên PDK ê li benda ` dawî ya di navbera Rojava û Şengalê de li gundê Zeraya berê çekên xwe dan gel û gule teqandin. Bi vî awayî xwestin herikîna gel asteng bikin. Di nava kesên ku gule bi ` î reşand Mihemed çeka BKS Yilmaz hat nasîn. Yilmaz ji bajarê Seqariya ya nêzî Istenbûlê û heman demê endamê Zîabên El-Remadî ye. Rêxistina Zîab El-Remadiyê girêdayî rastgirên radîkal ên Tirkiyê ne û weke çekdarên MHP`ê tên nasîn. Ev koma han tu muzekereyan bi kurdan re qebûl nake û berê di lîsteya terorê de bû. ji aliyê Alp Arslan Turkeh hat avaki-

rin û di salên 70`an de gelek çalakiyên terorî lidar xistin. Di îlona 2015`an de Ahmet Davutoxlu ku wê çaxê serokwezîr bû, serdana gurê Turkeh kir. Piştî wê Endamekî vê kombûnê, pîlotî rusî ku balafira wî di 24`ê mijdara 2015`an hat xistin, kuşt. Dîsa Receb Erdogan di 12`ê çileya 2015`an de bi riya vê komê ambargo li ser Qirim ferz kir. Di êrîşên li ser Şengalê de, Endamên vê komê ku li kampa Bişîqa bûn, cilên pêşmergeyên Rojava li xwe kirin û cihê xwe tê de girtin. Hêza Zîrevanî Ev hêz girêdayî PDK ê ne û ` di bin feremana Mesrûr kurê Mesûd Barazanî de ne, ji aliyê Ezîz Weyîsî ve tên birêvebirin. Ev hêz xizmeta mala Barazanî dike. Di Başûrê Kurdistanê de bi tundetujî tê naskirin û destê wê di kuştinên ku kujerê wê nayên nasîn de heye. Hejmara çekdarên wê digihêje derdora 10 hezarî. Çekdar PDK ê û Serbest ` Hejmara wan derdora 10 hezarî ye. Beriya êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê bi cih dibûn. Piraniya kesên beşdar


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

bûne ji bo peran e. yekser girêdayî PDKê ne û tu têkiliya wezareta pêşmergeyan bi wan re tune ne. Destê wan di komkujiya dawî ya li Şengalê qewimî de hene. Heşida Niştimanî ya Sunî Ji eşîrên ereb yên sûnî yên Musilê pêk tên. Tirkiye ew birêxistin kirin û di Kampa Beişîqe de perwerde kirin. PDK ê û malbata Barazanî ` di avakirina El-Heşide de cih girtin. Bi riya vê komê re Tirkiye hewl dide altirnatîfa Heşid El-Şeibî ava bike. Lê ev yek bi redkirina Îraqê re rûbirû ma ku beşdarbûna Tirkiye di operesyona Musilê de red kir, lewma Tirkiye bi Barazanî re li hev kir ku di bin navê Pêşmergeyan de bên nasandin. Tevî ku ev kom xwedî têkiliyeke yekser bi Esîl El-Necîfî re ku destek da DAIŞ`ê û pê re çete ketin Mûsilê. Di 19`ê çileya 2016`an de, berdevkê eşîrên ereb yên parêzgeha Neynewa Şêx Mizahim El-Hiwêt avabûna togayeke pêşmergeyan ku di nav de eşîrên Neynewa hene, ragihand û da zanîn ku ew girêdayî Wezareta Pêşmergan e, ji 2 hezar leşkerî pêk tê û bi feremana Mesûd Barazanî hatiye avakirin.

34

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

` a Tirkan MÎT ` a Tirkan li Komek ji MÎT herêma Beişîqa ya Başûrê Kurdistanê de bi cih dibe û ji xwe MÎT xwedî rolekî sereke bûn di pîlankirina êrîşa li ser Şengalê de. Komên Tirkmen Ji tirkmenên Til Eferê pêk tên. Tirkye bi desteka PDK ê ` û bi riya pereyan wan bi kar tîne. Dîsa li Bişîqa hatin perwerdekirin û ji derdora hezar kesî pêk tê. Pêşmergeyên Rojava Komeke leşkerî ye, di 2012`an de li ser daxwaza Mesûd Barazanî hatin çêki` ê tirrin. Li ser destê MÎT kan di kampan de li ser Başûrê Kurdistanê hatin perwerdekirin û navê wan kirin Pêşmergeyên Rojava. ` ê îdîa dike ku sîwana ENKS wan a siyasî ye, lê li rex wê Wezareta Pêşmergeyên a Başûrê jî dibêje ew girêdayî me ne. Di 22`ê mijarê de, Ahmet Davutoxlu serdana kampekî wan kir û ji aliyê generalên Tirkî ve hat pêşwazîkirin. Di destpêk de bi hêviya parastina Rojava, hin ciwanan ku derbasî başûr dibûn, cihê xwe di nava vê hêzê de digirtin, lê bi derketina rastiyê re gelek ji wan dev jê berde. Lewma PDK ê siyaseta `

birçîbûnê û bêkariyê li ser ciwanên Rojava yên li Başûr ferz kir, li beramberî wê jî mûçeyên pêşmergeyan zêde kir da ku bi vî awayî ciwana teşwîqî tevlîbûnê bike. Baran Qamişlo ji bajarê Qamişlo ye, di 2011`an de bi armanca xebatê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û bi avakirina Pêşmergeyên Rojava dibihîse, lewma bi hêviya parastina welat dixwaze tevlî bibe. Bi demê re û piştî tevlî nava vê hêzê dibe rastiya wan dibîne û dibêje Fitne û fesadî belav dibe, xeberan ji hev re dibêjin. Dema me dipirsî çima narin Rojava digotin ji xwe hin li wir şer dikin û pişt re emê serkeftinana bi nîvî parve bikin. Baran destnîşan kir ku ew kesên han ji bo PDK ê kar ` dikin û doza kurd esas nagirin. Bi vî awayî ku mirov çav li çekdarên êrîş Xanesora Şengalê kirine, bigerîne, dê diyar bibe ku ev kom girêdayî Tirkiyeyê ne û ji aliyê wê ve hatine pewerdekirin û ne dûre ku altirnatîfa DAIŞ`ê bin. Her wiha armanca bikaranîna navê Pêşmergeyên Rojava jî ew e ku dixwazin fitne û fesadî di nava gelê rojava de çêbkin.


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

35

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

XOBÛN HER DEMA KU ÊZÎDÎ DI XOBÛYÎN Û XOPARASTIN DE LEWAZ BÛNE WÊ DEMÊ BI FERMANAN RE RÛ BI RÛ MANE.

AZAD ARARAT

Di fermana 74’rê ya 14’ê teb-

axê de hinek hêzên nexêrxwaz wisa dizanîn ku êdî Êzîdî dê tune bibin. Jixwe bi fermanê re di serî de qubeyên Êzîdiyan û gelek tiştên wan ên çandî û mêjûyî dê bihatana tunekirin. Jê şûnde bi navê Êzdayetî tu tişt li ser rûyê erdê nedima. Lê belê ew leyîstoka qirêj û gemar bi pêşdîtinên Rêber Abdullah Ocalan û destwerdana PKK‘ê hatin xerakirin. Gerîla hat û xwedî li Êzîdiyan derket. Ji vê û şûnde gav bi gav Êzîdî çarenûsa xwe ji nû ve nivîsandin. Bi gotineke din, ji nû ve xobûnek jiyan kirin. Hebûna xo dan jiyankirin. Ji xwe di xwezayê de tu tişt tune nabin, reng diguherin û dikevin nava guhertinan. Hebûn jî bi vê ve girêdayî ye. Zîndewar her tim dixwazin hebûna xwe dewam bikin. Naxwazin bi yekcarî tune bibin. Ji bo vê jî her zîndewarek xobûnê jiyan dike.

Lewre bûyîn û xobûyîn pir bi hev re girêdayî ye. Bûyîn bi xobûyînê mîsoger dibe. Heke xobûyîn nebe bûyîn her tim di nava xeteriyê de ye. Di xwzayê de ji bo bûyîn û xobûyînê tişta esasî parastin e. Heke parastin nebe tu zîndewarek nikare bûyîna xo jiyan bike û bibe ê xo. Pergala parastinê di hemû zîndewaran de heye. Zîndewarê ku pergala wî ya parastinê têk biçe nikarê bijî. Lewre gelek zîndewer ji hebûn pişt re xobûyîna xo ji dest berdidin û tune dibin. Kîjan zîndewer di parastinê de bihêz be ew zîndewer di gerdûnê de zêde dibe û dibe serwer. Mirov ji ber ku zîndewereke pir lewaz e parastina xo pêş xistiye. Di milê parastinê de xo xurt kiriye. Dawiyê de jî em dibînin di nava zîndeweran de ê ku herî zêde zêde dibe mirov in. Nifûsa mirovan bi mîlyaran e. Ew bi xo niha bûye xeteriyek mezin li ser rûyê erdê. Em dikarin ji vê vî encamê jî derxînin ku kêmbûn û tunebûn çiqas nebaş be, zêdebûn jî ew qas nebaş e.

Heke bi vê perspektîfê em rewşa Êzîdiyan binêrin: Êzîdî civak nînin civat in. Gel nînin di nava gel de kom in. Lê belê xwedî oleke kevnar in. Di vî milî de ji her kesî cuda dibin. Wek ola cihûyan kesî ji derve ve qebûl nakin û nagirin nava xo. Nabe yekê/î Êzidî ola xo biguhere û biçe ser oleke din. Bi van taybetmendiyan jî em fam dikin ku Êzîdî berê di milê xobûn û xoparastinê de pir li pêş bûne. Lewre karîn heta roja me ya îro werin û ola xo jî neguherin. Ev milekê, di milê din de, Êzîdî kevintirîn civat e ku hebûna xo pêş xistiye û heta roja îro hatiye. Heke di Êzîdiyan de xobûyîn nebûya bi hejmareke kêm be jî nedihatin û xo negihandin roja me ya îro. Em bala xo bidinê: her dema ku Êzîdî di xobûyîn û xoparastin de lewaz bûne wê demê bi fermanan re rû bi rû mane. Her ku pergala parastinê pêş xistine wê demê jî ji nû ve zindî bûne û hebûna xo dewam kirine. Du sed salên dawî bi taybet di dema Împaratoriya Osmaniyan de Kurdistan her tim bûye cihê serhildan û


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

DI XWZAYÊ DE JI BO BÛYÎN

Û XOBÛYÎNÊ TIŞTA ESASÎ

PARASTIN E.

HEKE PARASTIN NEBE TU

ZÎNDEWAREK

NIKARE BÛYÎNA XO JIYAN BIKE

paşê jî komkujiyan. Ne tenê Êzidî hemû kom û komikên gelê kurd bi komkujiyê re rû bi rû mane. Jixwe peywa ferman ji fermandayîna ji bo kuştina Êzîdiyan re derketiye. Paşayên Osmaniyan bi dehan car ferman li ser serê Êzîdiyan de rakirine. Êzîdî wek pêlên deryayekê carna pêş de çûne carna paş de ketine lê ya girîng tune nebûne. Êl bi êl belav bûne. Koç kirine ber bi nediyariyan ve çûne lê bi rik, bi înad tune nebûne û hebûna xo dewam kirine. Ev jî bi xobûyînê ve girêdayî ye. Heke xobûyîn bi hêz nebûya bêguman Êzîdî dê tune bûbûna. Li ser serê Êzidiyan xetereya herî mezin di dema netevdewletan de rû daye. Ev

36

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

jî bi şerê cîhanê ya yekê ve bi tundî dest pêkiriye. Di vê demê de êl ji hev qut bûne. Ji cih û warên bav û dayikan terikandine û çûne. Di roja me ya îro de em dibin şahid ku ev êl, bi tesadûfî rasta hev tên û ji nû ve hev û dû kifş dikin. Hebûna Êzîdiyan dikeve xetereyê. Ji xobûnê dûrketin dest pêdike. Pergala xoparastinê namîne û civata Êzîdî dimînin ber rehma Xwedê. Jiber vê rewşê mirov ecêb dimîne û dibêje “gelo Êzîdî çava tune nebûne!” Di dema desthilatiya Baasiyan de rewş hîna bêhtir kambax dibe. Asîmîlasyon gav bi gav tê pêşxistin. Piştî kuştina sor, kuştina sipî dest pêdike. Gundikên Êzidîyan tînin ser hev û nahiyeyan ava dikin. Êzîdî ji jiyana gundewar a xozayî dûr dikevin. Fêrî bazirganiyê lewre jî şexsiyeta sermayedaran dibin. Bi vî rengî hem bûyîn hem xobûyîn hem jî ji milê pergala parastinê ve Êzîdî pir lewaz dibin. Êzîdî ji hilberînê têne qutkirin û piranî di artêşa Iraqê de dibin leşker. Bi vê ve girêdayî ji çand, rê û resmê xo dûr dikevin. Mînak: rû û simbêlan jê dikin. Cil û bergên wan diguherin û dibin modern(!). Sala du hezar û sisê şûnde bi destwerdana Emerîka ji Iraqê re rewş careke din diguhere. Êzîdî wê demê dikarîn pergala xo ava bikin, lê mixabin ji ber bûyîn, xobûyîn û xoparastinê de gelek lewaz in nikarin pergala xo ava bikin û bi vî rengî dikevin bin desthilatiya PDK’ê. Bi desthilatiya PDK’ê re rewşa heyî hîna zêde xirap

dibe. Êzîdiyên kevnar yekcarî şûnde dikevin. Di destê axa, şêx û muxtaran de dikin nale nal, lê nikarin xo ji destê wan rizgar bikin. Tevgera Azadiya Gelê Kurd her çiqas xwest civata Êzîdî rêk bixe û şiyar bike lê mixabin ji ber sedemên cur bi cur nekarî weke pêwîst dike di Êzîdiyan de xobûyînek ava bike. Bi vî awayî rewşa kambax gihaşte asteke nû. Çi bu ew asta nû? Bi rewşa cîhanê ve girêdayî rewşa Rojhilata Navîn bû. Pêwîstîya gelan bi azadî û demokrasî hebû. Ji bo wê jî lêgerîna gelan bi taybet jî yê ciwanan hebû. PKK bi salên dûr û dirêj têkoşîn dida meşandin û her sal pêş diket. Li gel vê sosyalîzma pêkhatî û partiyên wê têk çûn. Rewş nû bû, rewşa nû lêgerînên nû bi xwe re anî. Bihara gelan a azadî û demokrasiyê pêş ket. Lêgerînên gelan bi têkoşîna gelê kurd re dibû yek. Vê yekê bala Kapîtalîzma Gerdûnî kişand. Sermayedarî kete nava lêgerînan ku pêşiya azadî û demokrasîbûna gelan bigire. Di encamê de rêxistina DAîŞ hate damezirandin. Li hember pêşveçûna gelan hêzeke pir hov û dirinde hate meydanê. Pêvajo tê zanîn, lewre jî dubare kirin ne pêwîst e. Di encamê de fermaneke nû li ser Êzîdiyan rabû. Kêm zêde tê zanîn ka ev ferman çi ferman bû. Ji ber vê yekê ez ê qala vê fermanê nekim. Beriya fermanê û bi taybet jî dema ferman rabû, PKK kete nava hewildanên mezin da


Diclepress13@gmail.com

ku karibe pêşiya tunebûna Êzîdiyan bigire. Pişt re Çiyayê Şingalê bû hêlîna xo ji nû de çêkirina civata Êzîdî. Bûyîna Êzîdiyan her hebû û xobûyîna Êzîdiyan jî dest pêkiribû. Bi xobûyînê ve parastina Êzîdiyan jî pêş ket. Bi vî rengî bûyîn, xobûyîn û parastin hevdû temam kir. Êdî bi hêsanî em dikarin bêjin ku pêşî tunebûne civata Êzîdiyên resen û kevnar hate girtin. Bêguman bi vê ve sînordar mayîn dê xetereyên nû jî bi xwe re bîne. Lewre pêwîstî bi pêşketinên nû heye da ku Êzîdiyên bi komkujiyê re rû bi rû mabûn karibin vê carê pêşengiya azadî û demokrasiyê ji gelên Rojhilata Navîn re bikin. Niha Êzîdiyên qedirberz per-

GOTAR

37

gala xo ava dikin. Xorêveberiya xo saz dikin. Gelek sazî û dezgeh ava kirine û dikin. YBŞ û YJŞ her roj xurttir dibe, pêş dikeve. Di vê mijarê de tişta girîng ev e ku her Êzîdiyek azadîxwaz, demokrasîxwaz pêwîst e xo biwestîne û di avakirina azad a pêşeroja xo de cih bigire. Bi xwebûyîneke nû wek kulîlkên biharê ji nû de vebike. Bêşik û bêguman dijminê gelan, baweriyan dê di cihê xo de nesekinin. Lê belê xobûyîn dermanê gelek nexweşî û derdan e. Bi xobûyîneke nû pêşeroj dê ya Êzîdiyan be û dê azad bê jiyankirin.

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

DI DEMA DESTHILATIYA

BAASIYAN DE REWŞ HÎNA

BÊHTIR KAMBAX DIBE.

ASÎMÎLASYON

GAV BI GAV TÊ PÊŞXISTIN


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

38

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

DIJWAR FEQÎR:

HÊRIŞA SER XANESORÊ, XIYANETA LI DIJÎ ÊZIDIYAN E

EM WAN ÇETEYAN DAGIRKER DIBÎNIN

Fermandarê

Yekîneyên Berxwedana Şingalê DIJWAR FEQÎR di Hevpeyvînekî ya Kovara Dicle de, li ser armanca damezirandina YBŞ’ê û hêrîşa li ser Xanesorê dibêje”YBŞ bi armanca parastina gelê Êzidî û pêkhateyên Şingalê hatiye damezirandin û hêrişa li ser Xanesorê jî berdewama fermana 73. a li ser Êzidiya ne”.

A: Kovara Dicle Ji ber ku we dema xwe ji me re vala kir, em spasiya we dikin. Spas xweş, em jî vê xebata we ya girîng pîroz dikin û silavên xwe ji we û xwendakarên we re dişînin. - Armanca damezirandina YBŞ û YJŞ Çiye? • Di despêkê de em bejna xwe li hember hemû Şehîdan ditewînin û wan bi rêzdarî bibîr tînin. Em weke hêza YBŞ silavên xwe ji hemû Şervanên ku ji bo azadiyê têdikoşin, dişînin û şoreşa her çar aliyê welat silav dikin. Belkî beriya fermana 03-08-2014an de avakirina vê hêzê di bîra tu kesî de nebû. Lê belê êşên vê fermana dawî li ser gelê me yê Êzidî ferz kir

ku li dijî her cure hêriş xwe biparêzin. Yan ev gel bi awayekî birêxistinkirî wê xwe biparêze, yan jî wê ji kokê hatiba rakirin. Pêwîst bû yek ji van ji xwe re hilbijartana. Dema fermanê her kesî dît çi li Şengalê qewimî û çi anîn serê Êzidiyan. Li ser vî esasî me pêwîstî bi parastineke cewherî dît. YBŞ û YJŞ, ne li ser esasê berjewendiyên şexsî, li ser esasê parastin, berjewendî û îradekirin û xurtkirina civakê hatiye avakirin. Me weke YBŞ konferansek lidar xist. Di wê konferansê de, rêveberiya YBŞ û YJŞ, meclisa eskerî û saziyen rêxistinkirinê hatin hilbijartin, rêzikname hate derxistin. Gelê me bi tunebûnê re rû bi rû mabû, dijminên me pir bûn û hêrişên pir alî li ser me hebûn… Me baweriya xwe dabû gelek aliyan, lê mixabin wan derûdoran, li hemberî vî gelî tu erkên xwe pêk neanîbûn. Jixwe di fermanê de jî hate dîtin ku wan derûdoran ev gel neparastin. Ji ber ku tu girêdana wan bi vî gelî re, bi bawerî û dîroka vê civakê re nebû. Ji ber ku ne zarokên vê axê bûn û hebûn û tunebûna Êzdiyan ji wan re ne xem bû. Kesên ku li ser zêhniyetekî kapitalîst û desthilatdar hatibin perwerdekirin, tu carî ji bona vî gelî şer nakin. Mixabin di ancama wê de bi hezaran dayîk û keçên me dîl ketin

destê wan hovan. Gelek miletê me hatin qetilkirin û di bêhejmar gorên komî yên ku li der û dora Şengalê de hatin veşartin. Ciwanên me di rojên destpêkê de li çeperên herî pêş de cihên xwe girtin û heta şehîd neketin çeperên xwe bernedan. Heta tank li ser cinazê wan re derbas nebûn, wan cihên xwe bernedan û gelê xwe bêparastin ne hiştin. Her çiqas gelê me li ber xwe dayî be jî, hêza me têrê nedikir.Yanî em dikarin bibêjin, ji bona ku ev bûyer careke dî xwe dubare nekin, YBŞ û YJŞ hate birêxistinkirin. - YBŞ û YJŞ kî ne û çawa hatin avakirin. Di damezirandina vê hezê de kî bi we re bûn alîkar? • YBŞ û YJŞ ji aliyê îradeya welatparêzî ya keç û xortên Êzidî ve hate avakirîn. Lê belê hêzên weke HPG û YJA-STAR, dîsa YPG û YPJ jî di asteke girîng de destek dan me ku di aliyê leşkerî û perwerdê de em xwe xurt bikin. Hêza YPG’ê û YPJ’ê erka xwe ya welatparêzî û mirovahî bi cih anîn û korîdorek vekirin û bi hezaran gelê me ji fermanê xelas kirin. Piştî ku em heta astekê hatin, êdî axên me yên rizgarbûyî teslîmî me kirin. Lê belê, ji ber ku hê jî hinek axên me di destê DAİŞ’ê de ne û bitaybetî jî ji ber ku hê jî xetereya DAİŞ û hevkarên


Diclepress13@gmail.com

wê fermaneke dî li ser me de rakin didome, HPG heta niha jî di aliyê leşkerî û perwerdê de bi me re dibe alîkar. Bi saya van perwerdan me dîroka xwe baştir lêkolîn kir û nas kir. Di aliyê manewî de me gelek hêz ji HPG’ê girt. Di warê berxwedaniyê de bingehekî ku li ser esasekî fikrekî azad hat avakirin. Dîsa YPG û gelê me yê Rojava di aliyê madî-menewî de bi me re bûn alîkar û heta roja me ya îro jî ev alîkariya xwe ne dane sekinandin. - Piştî avakirina hêza we hinek aliyên Kurd we wekî beşek ji Heşda Şeabî dibînin. Gelo armanca wan reşkirina we ye, hûn çawa dibînin vê yekê? • Li dijî hêza me propagandayekî ya reşkirinê tê kirin. Bêguman em jî weke Başûrê Kurdistanê herêmekî xweser in û ji dewle-

HEVPEYVÎN

39

ta iraqê jî ne qut in. Niha gelek caran dixwazin me li hemberî gelê me yê Başûr reş bikin. Ev propagandaya reşkirinê ji rastiyê dûr e û nakeve xizmeta tu gelî de. YBŞ temsîliyeta îradeya Êziyan û gelên Şingalê ye. Em ne hêzekî desthilatdar in û em tu hêzên ku desthiladariyê li ser gelê me bimeşîne jî qebûl nakin. Yanî em dikarin bibêjin ku YBŞ girêdayî hikûmeta Îraqê ye, lê ne beşek ji Heşda Şeabî ye, ne jî girêdayî PKK’ê ye. Hinek aliyên siyasî hene me wek PKK dibînin lê em ne PKK ne. Em fikr felsefeya PKK’ê ya li ser azadiya jin, insan, civak, xweza û wekheviyê ji bo xwe esas digirin. Em weke YBŞ, li ser esasê mafê xwe yê parastina rewa, ji bo parastina Êzidxanê têdikoşin, lê belê PKK hêzeke enternasyonal e û hemû netewan dikare di nava xwe de bicih bike. PKK dibêje ku “em

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

NE HIKUMETA ÎRAQÊ Û NE JÎ YA HERÊMÊ TIŞTEK JI

BOYÎ ÊZDIYAN NEKIRIN

amade ne ji bo azadiya hemî insanan têbikoşin. Ku îro hemî dinya dibîne, PKK ji bo azadkirina Êzidiyan û gelan têkoşîneke pir bi rûmet dide meşandin. - Çima bi hatina serokê nû yê Emerîkayê rê, şerê bi Daîşê re gurtir bû? • Tramp beriya ku were hilbijartin soz dabû ku li dijî Îslama


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

radîkal-komên terorî xebatekî xurt bide meşandin û hinek alîkarî bide hêzên wekî QSD’ê û YPG’ê ku li hemberî Daîş bi awayekî çalak şer dikin. Bi salane DYE li ser herêma Rojhilata Navîn hesabên xwe yên mezin hene. Heger îro Daiş neyê têkbirîn, berjewendiyên DYE dikevin xeteriyê de. Tramp îro serokê hêzekî mezin ya iqtidarperwer e û ew jî li gorî meslihetê iqtidara xwe wê tevbigere. - Hêza YBŞ ji aliyê hikûmeta Îraqê ya navendî ve hatiye qebûlkirin, lê çima beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê nehatekirin? • Di destpêkê de hêza me di nava planên beşdarkirinê de bû. Li gorî planê, ji sê an jî çar aliyan ve dê êrîşî Mûsil bihatakirin û hinek cih wê ji YBŞ’ê re bihata hiştin. Wisa hatibû plankirin ku êrîş dê ji Şingal û gundewarên wê destpê bikira.

40

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

Operasyon ji aliyê hêzên me ve, li Medîbanê hate destpêkirin. Lê belê pêwîst bû me bi şiklekî aktîf di nav opersyona Mûsilê de cih bigirta. Weke hêza bajarê Mûsilê na, lê belê pêwîst bû em hêza sereke ya gundewarên wê bûna. Tirkiyê bi alikariya PDK hêzên xwe anîn Başîqa û li wir bicih bûn. Gotin, heger YBŞ beşdarî opersyonê bibe, em ê jî beşdar bibin û bi wî awayî astengî ji me re derxistin. Jixwe ev yek bi alîkariya herêma Kurdistanê çêbû. Ji ber ku wan nedixwestin dinya hemî bibe şahid ku Êzidî xurt bûne û tola fermanê û keç û jinên xwe ji Daiş’ê hiltînin. Ev heqîqet li karê wan nedihat. Jixwe hedef û armanca wan li Mûsilê ne şerê Daîşê bû, berovajî wê, dixwestin li hemberî me destek dabana Daiş’ê. Tevlîbûna me ya operasyona Mûsilê hinekê jî ji ber vê yekê sekinî.

- Li Mûsilê pêşveçûnên hêzên îraqê li ser Daîşê zêdetir bûne û her ku diçe Daîş bêhêz dibe. Heger Mûsil rizgar bibe, bandora wê ya li ser Şingalê wê çi be? • Rizgarkirina Mûsilê, dê hêviya rizgarkirina êsîrên me yên li herêmên Telefer û Mûsil di destê Daiş’ê de ne wê mezintir bike. Ya din jî, gundên me werin rizgarkirin, hingê gelê me wê bikaribe ji Başûr û ji wan derûdoran bi awayekî azad vegerin ser axa xwe. Rêya di navbera hikûmeta Îraqê û Şingalê de vebe, ew alîkariyên ji gelê me re têne rêkirin wê bigihêje gelê me. Ji ber ku alîkariyên ji bo Şingalê tên Başûr, PDK dest di dayne ser û piraniya wê alîkariyê ji xwe re radike û hinekê jî li ser navê xwe belav dike. - Ji derveyê YBŞ û YJŞ kîjan hêz li Şingalê ne û rewşa wan çi ye? Dîsa, di sîstema îdara Îraqê de hinek gund û navçe ji Şingalê


Diclepress13@gmail.com

HEVPEYVÎN

41

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

YBŞ Û YJŞ, NE LI SER ESASÊ

BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ,

LI SER ESASÊ PARASTIN,

BERJEWENDÎ

Û ÎRADEKIRIN Û XURTKI-

RINA CIVAKÊ HATIYE AVAKIRIN

hatibûn cudakirin û bi ser bajarên din ve hatine girêdan. Ji bo rizgarkirina wan gund û navçeyên ku hîna di bin kontrola Daîşe de ne, xebatên we hene? • Li Şingalê, ji bilî hinek komên serbixwe, hêza YNK û PDK heye. Qaşo ya herî zêde dibêje Şingal ya min e PDK ye. Lê belê PDK hewl dide perçebûnê di nava civaka Êzidî de çêbike. Bi ambargoyê dixwaze gel bi birçîbûnê bi xwe ve girêbide. Ev kiryarên vê hêza desthilatdar, her diçe Şingalê ji herêma Kurdistanê dûr têxe. Ew dixwazin xwe temamî ji Îraqê qut bikin, lê nikarin. Hê nikarin xwe rêve bibin û axên ku di bin hakimiyeta xwe de biparêzin, lê gava tengav dibin behsa dewletekî Kurd dikin. Di rastiyê de ew dixwaze

netew dewletekî di bin siya Erdoxan de ava bikin. Jixwe zêhniyeta wan û ya Erdoxan yek e. Me pir caran ji hêzên herêmî û ji hêzên serbixwe yên ku niha li Şingalê de ne re bangewazî kiriye ku em fermandariyek hevbeş avabikin û bi hev re opersyonekê lidar bixin û gundên xwe rizgar bikin. Lê belê heta niha me tu bersiv ji wan negirtiye. Tişta ku me ji wan fam kirî, armanca wan ne rizgarkirina Şingalê ye, lê armanca wan parçekirine û dixwazin Şingalê bikin mesela kirîn û firotinê. Ger ne bixêra YBŞ û YJŞ ba, piştî fermanê ne pêşmerge û ne jî kesekî dikarî li Şingalê bisekine. - Di daxuyaniya Meclisa Êzidiyan de behsa Xweseriya Şingalê hatibûkirin. Hûn amade ne bibin hêza parastina Xweseriyê? • Em weke hêza parastina Êzidxanê heta dawiyê piştevanê vê Mecilsa Gel in. Mixabin dema herî zêde em hewcedarê wan bûn, ne hikumeta Îraqê û ne jî ya Herêmê tiştek ji boyî Êzdiyan nekirin. Niha hîna jî tiştek li ser rewşa Şingalê zelal nebûye. Ne em dizanin em girêdayi kî derê ne, ne hikumeta Îraqê û ne jî

ya Heremê. Ji aliyê îdarî ve jî tiştek nehatiye zelalkirin. Erka hikûmeta navendî bû ku di aliyê mirovahî û leşkerî de li beramberî vî gelî helwesta xwe zelal bikira. Keç û jinên dîlgirtî tenê ne şerefa Şengalê ne, ew şerefa hemî mirovahiyê ne. Ya din jî pêwîst e Meclîsa Avaker ya Şengalê li her derê were qebûlkirin. Êzidiyen Şengalê jî heq dikin ku êdî xwe bi xwe rêve bibin. - Duduyê Adarê hinek hêzên çekdar êrîşî bajarokê Xanesorê kiribûn. Ev hêz kî ne û çi dixwazin? • Em vê hêrişê wekî xiyaneta li dijî Êzidiyan dibînin. Xiyanet tenê li YBŞ’ê nehate kirin, di heman demê de, li gelê Êzidî û îradeya wan jî hate kirin. Hêrişa li ser Xanesorê jî berdewama fermana 73. a li ser Êzidiya ne. Despêkê me jî nezanî ew kî ne û çi ne. ji Sêmalka heta Rebîa hemû rê ji wan re vekiriye, lê wan berê xwe dan me. Dema ku xwestin derbas bibin, me ew dan sekinandin. Wan her hêzên xwe zêdetir kirin û di nava wan de kesên ku bi Tirkî û Erebî diaxivîn hebûn. Kesên ku di fermana Şingalê de cih girtibûn jî hebûn. Jixwe di wir de diyar


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

YBŞ Û YJŞ JI ALIYÊ

ÎRADEYA

WELATPARÊZÎ YA KEÇ Û

XORTÊN ÊZIDÎ VE HATE AVAKIRÎN

dibû ku hevkariya Berzanî, Erdoxan û Çeteyan bi hevre heye û dixwazin gelê Êzidî bi temamî ji kokê rakin. Me dixwest pirsgirêkê bi hevdîtinan çareser bikin. Hevalên me ji bo axaftinê di nav wan de bûn, lê hema me dît ku ji nişka ve êrîşî me kirin. Tirkiyê Berzanî ji xwe re wek lîstokekê bi kar tîne û wî li beramberî gelên Kurdistanê dide şerkirin. Dixwazin qirêja di cîhanê de hemiyê kom bikin, bînin ser axa Êzdiyan û axa Êzdiyan pê gemar bikin. Em jî weke hêzên Êzidxanê vê qebûl nakin û em ê destûr nedin vê yekê. - Peywendiya vê êrîşê ya bi êrîşên li ser Minbic, Amed û Efrînê çi ye? • Jixwe hikûmeta Tirkiyê dixwest bikeve Minbicê û astengiyan ji hêzên QSD re derbixin. Lê ev yek biser neket û Meclisa Minbicê ya eskerî li hemberî êrîşên wan bêdeng neman. Xwestin li ser rêya Şengalê re derbasî wî milî bibin û wisa astengiyan çêbikin. Jixwe hemî qirêjiyên wan bi hev re giredayi

42

HEVPEYVÎN

Diclepress13@gmail.com

ne. Gava li cihekê libin dikevin, aloziya li aliye din de derdixin. Lê ev yek jî biser neket. Çiqas hewldanên wan çêdibin jî, lê nema biser dikevin. Li Amedê jî hêzên YPS’ê bêhn li Tirkiyê çikandine û li Efrînê jî gel û şervanên wê, herêma xwe diparêzin. Ji ber vê yekê jî Tirkiye nema dizane çi bike. Hem li Rojava têk çûye hem jî li Bakûr ber bi tunebûnê ve diçe. Dixwaze bi rêya Pêşmergeyên Barzanî aloziyan li her derê derxe. Yanî hemû bi yek ve girêdayî ye. - Gelo ew çekdar ji herêmê vekişiyan. Heger neçin hûn ê çi bikin? • Heta niha ev hêz venekişiyane û em hebûna wan li vir qebûl nakin. Ger dixwazin şerê Daîş’ê bikin cihên ku têde şer bikin heye. Di navbera wan û Daiş’ê de çend KM hene. Heger biçin wan gundên di destê Daîşê de rizgar bikin, belkî gelê Şingalê ji wan re spas jî bike. Bes dema ku bibêjin em ji vir naçin û divê gel di bin kontrola me de be, ew tê meneya plana şer. Û ev yek ji boyî wan nayê qebûlkirin. Ger mesela wan hebûna PKK’ê ye, bila herin Garê û Qendîl tijî ne, heger hêza wan têrê dike, bila ji wir derbixin. Ger mesela wan bi Rojava re heye, bila biçin bi PYD’ê re rûnin û mesela xwe li wir çareser bikin. Na, heger dixwazin her meseleya xwe bi ser serê gelê Êzidî re çareser bikin, em weke hêza YBŞ’ê û YJŞ’ê vê yekê qebûl nakin û hingê em ê wana weke çeteyên dagirker bigirin dest û ji bo derxistina wan jî em ê her cureyên têkoşînê bidin meşandin. - Di dawiyê de axeftinek we heye hûn bi bêjin? • Di dawiyê de em bang li gelê

xwe dikin ku bila li beramberî rewşa Şingalê ya niha li tê de ye û li beramberî lîstokên dijmin şiyar bin. Bila neyê jibîrkirin ku Daiş ne tenê hêzeke çekdar e, ew fikir û felsefeyekî gemar e. Heger em bi wî fikrî re rast şer bikin û bin bêxin, hingê Daiş otomatîkmen, yekser ji hole radibe. Heger Daîş xilas bibe jî, divê em weke civaka Êzidî li hember vê yekê hişyar bin. Jiber ku em ne tenê ji aliyê Daiş’ê vê hatine qirkirin û qetilkirin. Em dikarin hêrişa li ser Xanesorê mînak bidin. Jixwe hêrişkar dikarin bi gelek navên cûda werin, lê belê hemi yek fikir in. Kesên ku îro bi her şêweyî alîkariya YBŞ’ê û YJŞ’ê û parastina gelê Êzidî dikin, em wan spas dikin. Berxwedaniya dayikan pir birûmet dibînin û jidil û can silav dikin. Disa, wekî tê zanîn, welatên hevpeymana li dijî Daiş, bi armanca parastina Êzidiyan çek dabûn wan, lê mixabin bi heman çekan Êzidî têne qetilkirin. Em bang li sazî û rêxistinên navnetewî dikin ku lêkolînek baş li ser vê mijarê were kirin. Di heman demê de, weke YBŞ’ê em bang li keç û xortên Êzidî dikin ku ji bo parastina rûmeta gelê xwe, tevlî YBŞ’ê û YJŞ’ê bibin. Û di heman demê de, em daxwaz dikin ku ew xortên Êzidiyên ku îro di nav pêşmergeyên PDK’ê de ne, bila vegerin eniya gelê xwe û nebine parçeyekî ji xiyanetê. Silav û rêz ji we re û em serkeftinê di kar û xebatên we de dixwazin Em jî spasiya we dikin ku we ev derfet da me. Di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazin


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

43

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

XEBATÊN ÇAND Û HUNERA ŞINGALÊ

ÊZIDIYÊN KU JI DEST EDET Û TEQELÎTÊN XWE BERDIN, TU KES HÊRIŞÎ WAN NAKE; JI BER KU EW ÊZIDÎ, HINGÊ JIXWE MIRÎ NE!

FUAS FARIS MÎCO

Wekî tê zanîn, çanda me ya qedîm Ezdayî di xwedîkirina mirovatiyê de, xwedî roleke pir girîng e. Lê mixabin, ji avabûna dewlet û desthilatdariyê ve, ev çanda me jî ji hêrîşên dagirkeran rizgar nebûye. Her ferman û qirkirina fîzîkî ya li ser miletê me hatî pêşxistin, qirkirinek-fermanek spî, an jî asimilasyona çandî jî bi xwe re aniye. Vê tiştê jî hêlaye ku edet û teqelîtên me, heta asteke girîng, di bin tesîra çanda dagirkeriya Ereban û îslamiyetê de û herî dawî jî di bin tesîra modernîteya sermayedar de bimîne. Wekî evîndar û kedkarên çanda gelê xwe, berî her tiştî em hewl didin ku feraseta berxwedana çandî di miletê xwe yê Şingalê de pêş bêxin. Gava em xebatên xwe dimeşînin, bêguman di pir aliyan de em zehmetiyan dikêşin. Mixabin miletê me zêde girîngiyê nade xebatên çand û hunerê; Çand û hunerê, ji têkoşîneke berxwedan û azadiyê zêdetir, tenê ji aliyê wê yê şahiyan ve destgirtinek heye. Êş û janên tehrîbata fermanan, gelê me weke fikir, hest û ruh pir belav kiriye. Perçebûneke ruhî ya mezin heye. Jixwe weke fîzîkî jî li her derê dinyayê hatine belavkirin. Siyaseta dewlet û desthilatdaran dixwaze ev gel ji Êzîdxana xwe ya qedîm

û pîroz koç bikin û dûr bikevin. Ji ber ku kesên ji axên xwe, ji kokên xwe dûr bikevin, hêdî hêdî hafize û bîranînên xwe yên civakî, dîrokî û çandî jî jibîr dikin. Û mixabin her diçe ji baweriya xwe û ji edet û teqelîtên xwe qut dibin. Tehrîbatên vê fermana dawî, bi taybet jinên esîr ketine destê Daişê, êş û xemgîniyek giran berdaye ser miletê me. Mixabin ji çalakiyên moral û menewiyatê dûrketinek heye. Ji ber ku hê jî di rewşekî şînê de ne, êdî zêde girîngiyê nadin şahî û pîrozbahiyan. Lê ev tişt, zererek mezin dide nirxên me yên civakî û çandî. Lê weke kedkarên çand û hunereke demokratîk, em biryardarin, careke dî li gelê xwe bidin bawerkirin ku, heger li çanda xwe xwedî dernekevin, aha hingê daxwaza dijminên xwe pêk tînin. Rastiya ku em hewl didin li gelê xwe bidin qebûlkirin ev e: Êzidiyên ku ji dest edet û teqelîtên xwe berdin, tu kes hêrişî wan nake; ji ber ku ew Êzidî, hingê jixwe mirî ne! Pergala dewletgir, sermayedar û desthilatdar ji çandên kevnar, ji dîrokên bikok pir ditirse. ji ber ku nirxên çandî civakîbûnê, xwebûnê ava dike û insanan ji pergalê qut dike. Em jî bi xebatên xwe yên çand û hunerê, hewl didin di gelê xwe de hêza xweparastin û mezinbûna çandî ava bikin. Şingal ji bo xebatên çandî qadeke nû ye. Xebatên me di serî de li Serdeştê despê kiribûn. Lê niha em li her deverê Şingalê xebatên xwe yên çand û hunerê birêxistin dikin. Niha di xebatên me de

perwerdên beşên muzîkê, şano, govend û helbestê li pêş in. Şop û kokên şanoyê, di jiyana rojane ya dîroka vê çandê de hebin jî, ev huner di nav civaka me de hunerekî nû ye. Lê her diçe pêtir balê dikêşe ser xwe. Jixwe muzîk, govend û helbest perçeyekî ji jiyana civaka me ye. Her wiha, bi rêya radyo û telewîzyonê, xebatên parastin û mezinkirina dengbêjî û baweriya Ezdayî jî têne pêşxistin. Çanda dengbêjiyê ku Rêber Apo jî pir nirx didiyê, di nav gelê me yê Şingalê de jî, pir tê heskirin. Lê mixabin wekî her tiştî, vê çanda me ya qedîm jî, di nav tehrîbatên modernîst de, qederekê zindîbûna xwe wenda kiriye. Ji bo birêxistinkirin, parastin û mezinkirina vê çandê, me di xaniyekî ax de, malek an jî koçkekî ya dengbêjan jî vekiriye û me ev mal bi tiştên kevnar ên çanda me ya dîrokî xemilandiye. Ji ber ku di dema fermanê de malên gel hatibûn talankirin û şewitandin, di peydakirina tiştên kevnar de me pir zehmetî kişand. Lê gel ji vê armanca me pir tesîr bû û bi taybetî dayîkên me, ji bo peydakirina tiştên kevnar bi kelecanî ketin tevgerê. Em dikarin bibêjin ku ev çanda me ya bi hezaran salî, wekî deverên dî yên welêt, li vir jî li ber sikratê ye. Lê em hewl didin bi rêya vê Mala Dengbêjan vê çanda qedîm, şevxweşkan an jî şevbirkan dîsa têxin rojeva gelê xwe. Dîsa, bi rêya konserên di nav gel de û herî dawî bi saya vê kovara xwe, em hewl didin xebatên xwe bigihînin civaka xwe.


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

44

PAKREWAN

Diclepress13@gmail.com

BI TÎPÊN ZÊRÎN KETE DÎROKÊ

Şopdara

Binevş Egal Bêrîvan, jina serhildêr a li dijî zilm û zorê sere xwe ne tewandî. Dinyazat Seid Hesen, bi nasnav Bêrîvan Şengal. Bêrîvan di sala 2000 an li gundê Zomanî yê girêdayî Şengalê ji dayik buye û xwîşka 5 xurt û 5 keça ye,Bêrîvan bi temenê xwe ya navîn bû di male de di kar û xebatên xwedê pir pêşkeftî bû her tim di xwast bi jiyana komînal bijî. Bêrîvan di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Malbata bêrîvan salên dirêj xizmeta ol û netewa xwe dike. Ji ber wê yekê Bêrîvan bi hestên baweriyê û netawa xwe mezin dibe. Dema çeteyên Daişê dikevin Şengalê û dagir dikin,Bêrîvan û malbata xwe jî weka her kesî xwe ji komkujiyê rizgar dikin. Ew jî weke gelek heval û hogirê xwe li ber tava havînê meşiya û xwe spart çiya yê xwe. Di vê rêwîtiya dijwar de gelek zarok pîr û kal jiyana xwe ji dest dan, gelek bicûk di himbêza dayikên xwe de fetisî. Gelek mal û gund hatin wêran kirin, ev rastiya bi êş di dilê Bêrivan de şopên nayên ji bîrkirin hişt. Bêrîvan bi temenê xwe yê biçûk ferman, talan,

koçberî,mirin, kuştin dîtîbû û birçîbûn bi çavê xwe dît û jiya. Wê dît ku gelek dayîk çavê wan ji hêstiran zuha bûne û nikarîn li ser lorîkên xwe de bigrîn. Hemû rê hatbûn girtin, û hêvî kêm mabûn. Bêrîvana şengalî weke gelek neviyên Zerdeştên kal û hêviyên rojî ji nûve hilat. Bêrîvana delal piştî fermanê dilê wê yê biçûk tejî hers û kîn dibe.JI bo tola bi hezaran jinên Êzidî hilîne dest bi tekoşînê dike. Bêrîvan Ji bo perwerdê û xwe rêxistinkirinê berê xwe dide çiya yên azad. Bêrîvan di mijdara 2015an de li herêmên parastina mediya tevlî karwanê nemira bû. Bêrîvan şengal weke yekemîn jinên Êzidî yên şengalê ket nava rûpelê dîrokê de.Bêrîvan hîn biçûk bû lê dilê wê weke navê wê mezin bû, têra herkesî hebû. Bêrîvan weha di hat nas kirin. Navê rast: Diniyazad Seîd Hesen Navê kod: Bêrîvan Şengal Dîroka ji dayik bûnê: 2000 Zomanî,Şengal Dîroka Şehadetê:2015 Herêmên parastina mediya Nivîs: Rê hevalê şehîd


Diclepress13@gmail.com

DÎROK

45

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

PADÎŞAHÊ OSMANIYAN ABDULHAMÎD ÊZDÎ ÇAWA QIRKIRIN

JI BER POLÎTÎKAYÊN OSMANIYAN ÊN TEVKUJIYÊ, DI 1877’AN DE BEŞEK JI ÊZÎDIYAN JI NÛ VE REVIYAN RUSYAYÊ

JOHANNES DÛCHTING

Johannes Dûchting li ser Dîroka Êzidiyan agahiyên di dema Osmaniyan de dide. Osmaniyan çawa Êzidî weke ol pejirandin, peywendiyên Osmaniyan bi êzdiyan re di çi aste de bûn? Begên Êzdiyan di çi rewşê de bûn? Salên piştre ji bo Êzîdiyan bêdeng(ango bê şer) derbasbûn. Împeretoriya Osmanî, ola Êzîdiyatîyê tevlî statûya wê ya xas naskir, Mîr Hiseyîn Beg jî ji hêla siltanê osmanî ve hate pejirandin û payeya “Çûhadarê Dêrî(çûhadar gotinek bi erebî ye û tê wateya kesê ku karê derve ê saziyeke fermî dike)” ji bo wî hate dayîn. Êzîdî nehatin mecbûrkirin ku di artêşa osmanî de leşkeriyê jî bikin. Waliyê wilayeta Bexdayê(wilayeta Bexdayê di 1872’an de nûjen hatibû avakirin, beşek mezin ji yê Iraqa îroyîn û Kuwêyt jî di nav sînorên xwe de di hewand) Mîthat Paşa biryara ku Êzîdiyên Şêxanê jî leşkeriyê(ji bo

osmaniya) bikin, da. Li ser vê yekê Êzîdiyan ji bo Mîthat Paşa û rayedarên osmanî daxwaznameyek ragihandin. Ev daxwaza Êzîdiyan nehat pejirandin. Di sala 1875’an de Êzîdî bi 50 lîreyên tirk ji leşkeriyê bêberpirs(mûaf) hatin girtin ango berdêla leşkeriyê wê 50 lîreyên tirk bidana. Lê di pêkanîna vê rêbazê de her tim pirsgirêk derdiketin. Di 1885’an de biryarek din hat dayînê ku Êzîdî him 50 lîreyên tirk bidin û him jî ji bo demeke kin leşkeriyê jî bikin. Êzîdiyên li derdorên Helep, Amed û Wanê ev biryar pejirandin. Lê Êzîdiyên li wilayeta Iraqê(Bexdayê) li himber vê biryarê derketin. Bi ûşt a ku li herêma Şêxanê tevlîhevî derêxistiyê di sala 1875’an de Hiseyîn Beg hate girtin û ew avêtin zîndanê. Li ser vê yekê birayê wi yê ciwan Evd(Abd) Beg vatina(wezîfa) mîrîtiyê da ser xwe. Du biraziyên Hiseyîn Beg bi sedema ku apê wan hate girtin serhildan lidarxistin. Lê serhildana wan jî hate perçiqandin û ew jî hatin kuştin. Hiseyîn Beg di sala 1875’an de(piştî girtina wî bi çend mehan) ji girtîgehê derket lê rewşa wî a tenduristî pir xe-

rab bû. Hiseyîn Beg di 1879’an de çû ser dilovaniya xwe. Di navbera kesên ku dixwestin cihê Hiseyîn Beg bigrin(ango bibin Mîr) de nelihevhatin derket. Kurê wî ê herî mezin Elî Beg, di hemû mafên xwe borî û cihê xwe da kurê sêyem Mîrza Beg. Lê bes kurê navîn bi vê rewşê ne razî bû. Piştî nîqaşên demdirêj ew û Mîrza Beg bi çekên giran, li himber hev, derketin çiyan. Gava Mîrza Beg bi tenê ji çiyê vegeriya wekî mîr hate îlankirin û ev yek ji hêla osmaniyan ve jî hate erêkirin. Ji ber polîtîkayên osmaniyan ên tevkujiyê, di 1877’an de beşek ji Êzîdiyan ji nû ve reviyan Rusyayê. Di bin rêberiya birazyê Mîrza Beg, ê bi navê Elî Beg, de nêzîkî sê hezar Êzîdî li derdora Aleksandropolê bi cih bûn. Êla Sipkî ya di bin pêşengiya Emer Axa de di navbera salên 1879-82’an de koçberî Qersê kirin ku, wê demê di bin dorpeçkirina rusan de bû û li wir bi cih bûn. Li gor hejmara şêniyên a 1897’an nêzî 15 hezar Êzîdî li transqefqasyayê, ku herêma rusan bû, dijiyan. Tê texmîn kirin ku ev hejmar di 1916’an de derketibû 40 hezarî. Di salên 1891-92’an de, di îm-


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

WALIYÊ NÛ OSMAN PAŞA, DI ÊLÛNA 1892’AN DE, GIHIŞT MÛSILÊ. LÊ GENERAL WEHBÎ BÊYÎ KU WALÎ BIKE HISAB, JI BO TEVGERA CEZAKIRINA HERÊMA ÊZÎDIYAN YEKÎNE ŞANDIN

HEJMAR 1

46

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

peretoriya osmaniyan de li dijî Êzîdiyan êrîşên tevkujî yên giştî destpêbûn. Vê carê armanc ew bû ku Êzîdiyên hejmara wan heta bi milyonekê daketî, bi tevahî bên qirkirin û ji dîrokê bên rakirin. Delegasyoneke ji 4 kesan(2 serbaz û 2 melle) pêkhatî ku fermanên Siltan Evdilhemît(1876-1909) radigihandin, di buhar a 1891’an de ji Stenbolê çûn Mûsilê. Di peyama ku Evdilhemît bi delegasyonê re rêkiribû de dihate gotin ku Êzîdî ji eslê xwe de misilman in û biryar hatiye girtin ku Êzîdî vegerin ser ola “heqîqetê“. Ji derveyî van jî di peyamê de dihate bi bîrxistin ku Êzîdiyan bacên leşkeriyê yên du salan jî nedane. Di Tîrmeha 1891’an de gazî Êzîdiyan kirin ku werin Mûsilê û li wir biryarê rêvebira osmanî ji wan re hate gotin. Bedlên(ûnîformayên) şîn ku Êzîdî jê pir nifret dikin, li 22 girgirekê Êzîdiyan ku, Mîrza Beg jî di nav de bû, kirin. Ev bêhûrmetiyek mezin bû bo Êzîdiyan. General Emer Wehbî Paşayê ku rêvebirê Mezra Botan(Misopotamya) di destan de bû, di 19’ê Tebax a 1892’an de ragihand ku, divê hetanî waliyên nû bên vatindarkirin(wezîfedarkirin an jî tayînkirin) hemû Êzîdî an misilman bibin an jî oleke ku di Quranê de heq tê dîtin bipejirînin, na û na Êzîdî tev wê bên qirkirin. Beşek Êzîdî ku Mîrza Beg jî di nav de bû, kelîma şahdê gotin. General ji kêfa hişê xwe windakir û têlgrafek rêkir Stenbolê û tê de got bi hezaran Êzîdî misilman bûne(li gor texmînên nepixandî ên general 1.1 milyon kes). Ji

ber ku Mîrza Beg û birayê wî Badî Beg derbasî misilmaniyê bûbûn’ mehê 2000 quruş meaş ji bo wan hate girêdan û payeya “Paşatiyê” jî ji bo wan hate dayîn. Birayê Mîrza Beg Elî Beg,(di sala 1879’an de di payeya emîrtiyê bihûrtibû ango emîrtiya ku osmaniya dabû wî ji ser xwe avêtibû) li dijî guhertina olê bû. Ji ber vê sedemê jî ew hate girtin û îşkence lê hate kirin. Di vê navberê de 100 mêrê Êzîdî yên olî serî li balyozê frensayê Siouffî dan û jê re sergirtî diyar kirin ku, gava alîkarî bi wan re bêkirin dikarin derbasî mesîhîtiyê jî bibin. Siouffî jî daxuyakirin ku tiştê ji destê wî bê wê bike. Waliyê nû Osman Paşa, di Êlûna 1892’an de, gihişt Mûsilê. Lê General Wehbî bêyî ku walî bike hisab, ji bo tevgera cezakirina herêma Êzîdiyan yekîne şandin. Bi piştgiriya Erebên Şammar û Kurdên Misilman yekîne ketin Şingal û Şêxanê; Êzîdî bi mirinê hatin tehdît kirin û tirsandin. Bi hejmarek mezin gund hatin xerab kirin, bi sedan Êzîdî hatin kuştin û gelek ji wan jî hatin girtin. Yekîneyên Emer Wehbî, ziyareta(gora) Şêx Adî ya li Lalişê jî dorpêç û dagir kirin. General ziyaret(gor) da talan kirin. Xwest ku sencaxa pîroz bişînê Mûsilê. Bi heman cureyî dest danî ser heykelekî miyê ya ji bronz çêkirî û gopalekî, wekî din jî tiştên binirx yên ji kesên pîroz(kesên di olê de navdar û ayîndar) mayî birin û got ku, ev tişt bêhtir layiqî mûzeya siltan in. Lê ev tiştên pîroz hîn li biryargeha artêşê,


Diclepress13@gmail.com

bi rengekî ecêb ji holê rabûn. Emer Wehbî di dewsa zîyareta Şêx Adî de vekirina medreseyekê jî ji bîr nekir. Emer Wehbî bikaranîna peyva Êzîdî jî qedexe kir. Dixwestin ku bi girtiyên Êzîdî, bi zordestî peyva xerab bidin gotin lê piraniya girtiya bedêlê de peyva “siltan” bilêv kirin. Çûyîna nimêja misilmanan a roja înê, ji bo Êzîdiyan jî kirin mecbûrî. Di vê navberê de zêdekariyên Emer Wehbî li Stenbolê jî hatin bihîstin. Misyonerên Ewropî û hinek balyozxaneyan dengê xwe bilind kirin û kiryarên general Wehbî protesto kirin. Li ser vê yekê Siltan Evdilhemît di 9’ê berfenbara 1892’an de Emer Wehbî ji vatinê daxist. Di serê 1893’an de gazî Wehbî kirin ku bê Stenbolê. Li Şingal û Şêxanê rewşa hişk û zirihayî domand. Erebên Şammara nedixwestin keriyên miyên ku ji Êzîdiyan dizîbûn şûnde bidin Êzîdiyan. Di cotmeha 1893’an de şer ji nû ve destpêkir û dawiyê de ser-

DÎROK

47

bazê Êzîdiyan Sofuk Axa got ku ew ji bo hevdîtinan amade ne. Êzîdiyan azadiya baweriyên xwe dîsa bidest xistin. Lê artêşeke xurt a osmanîyan li Beled Şingalê ma. Berdêla azadiya baweriyê pir giran bû: Êzîdî mecbûr man ku,di gundên xwe de, destûrê bidin vekirina dibistanên ola îslamê. Ziyareta Şêx Adî bi dirêjahiya 12 salan weke dergeha derwêşê îslamî û dibistana ola îslamê ma. Mîrza Beg û kesên din yên girgir dîsa vegeriyan ser ola xwe ya berê(ango Êzîdîtayiyê) û payeyên xwe jî parastin. Elî Begê ku bi biryar tevdigeriya sergomî Kastamonûyê hate kirin. Tevlî ji nû ve bidestxistina azadiya baweriyê jî, hejmara Êzîdiyan piştî qirkirinê kêm bû. Mînak, li herêma Tûrabdîn(Torê) Hesenê Qenco ku mezinekî ji yê Êzîdiyan bû, tevlî êla xwe misilman bû û wisa jî misilman ma. Êzîdiyên herêma Çiyayê

HEJMAR 1

2017/01/17

SAL 1

DICLE KOVAR

Şingalê bi ola xwe ve girêdayî man lê ew jî mecbûr bûn ku leşkeriyê bikin. Piraniya leşkerên Êzîdî rêkirin Yemenê û carek din jî venegeriyan. Di vê navberê de Mustefa Nurî Paşa bû waliyê Mûsilê. Mustefa Nurî hebekî nerm nêzîkî Êzîdiyan bû. Medreseya ku Emer Wehbî Paşa di dewsa ziyaretgeha Şêx Adî de avakiribû girt û ev cihê pîroz dîsa şûnde da Êzîdiyan. Lê Mustefa Nurî Paşa pirtûkek biçûk bi navê “Lênerînek li ser terîqata Êzîdiyên îsyankar û kesên xerabiyê(...) di hebînin” weşand ku vê broşûrê gelek çewtiyên mezin di derbarê Êzîdîyatîyê de dihewandin û bû sedem ku gelek fikrê şaş li ser vê olê belav bibin û di serê mirovan de cih bigrin. Nurî Paşa jî nikarîbû, Êzîdiyên ku bi hejmar pir kêm bûbûn, ji êrîş, zext û şopandina misilmanan biparasta. Çend caran bang li Mîrza Beg hate kirin ku misilmaniyê bipejirînê û di rewşa nepeji-


DICLE KOVAR

SAL 1

2017/01/17

HEJMAR 1

randinê de bi qutkirina meaşê salekê, zext li ser pêkhatin. Mîrza Beg di sala 1899’an de çû ser dilovaniya xwe. Birayê wî Elî Beg ê ku di 1898’an de ji tarawgeh(sirgûn)ê vegeriyabû, wekî emîr hate hilbijartin. Di sala 1913’an de Elî Beg hate kuştin. Du kesê ji êla Basmariya, ku di nav Êzîdiyan de êla girîng a duyem bû, ji kuştina Elî Beg berpirs hatin girtin. Kesên ku tewanbar di hatin dîtin tevlî malbatên wan hatin kuştin. Kurê Elî Beg ku bi temenê xwe hê zarok bû, di dewsa Elî Beg de kirin emîr. Di navbera xanima Elî Beg a bî mayî Meyan Xatûn û birayê wî Îsmaîl Beg Kol el Dasinî de, li ser rêvebirê nelihevkirin derket. Di vê nakokiyê de Meyan Xatûn bi ser ket, lê nerehetî û bêhizuriya di nav malbatê de bi dehan salan domand. Pêşî destûr dan Îsmaîl Beg ku xwe bi şûnde bikşîne Şingal ê. Ew diramî ku bi alîkariya rusan desthilatdariyê li ser Êzîdiyan pêk bîne. Di Împeretoriya Osmanî de, piştî 1911’an li dijî Êzîdiyan êrîşan dîsa dest pêkir. Bi taybet General Faruq Paşa yê ku, xwe di nav Împeretoriya Osmanîyan bi ber belavbûnê ve diçû de wekî qomutanê tevgera îslamî didît, li dijî Êzîdiyan bi hejmarek zêde êrîşê tevkujiyê saz kirin û ji dervî vê jî Elawî, Mander û Nesturî jî perçiqandin. Tê texmîn kirin ku bi van tevkujiyên nû yên di navbera salên 1911-1918’an de, hejmara Êzîdiyan nîvî bi nîvî kêm bû. Piştî emîr Mûawiye hat Ewropa alîgirê wî yên ku ji wê demê

48

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

mabûn ajotin Yemenê. Di encama bazariyên dijwar de Meyan Xatûn, di sala 1914’an de li wilayeta Mûsilê(ku şêniya Êzîdiyan li vir heta 68 hezarî daketibû) ola Êzîdîtayiyê bi fermî da pejirandin. Ji derveyî vê jî, tevgerên ji holêrakirinê yên ku li dijî ermenî û mesîhiyan dihatin bikaranîn, Êzîdî jî kirin hedef. Tevlî ku nebûn cangoriyê tevgerên tevkujiyê yên ji hêla dewletê ve dihatin rênîşankirin jî, lê hin rêvebirên heremî ku tevkujiyên li ser ermeniyan fersend didîtin, meremê xwe ên li dijî Êzîdiyan bicihdianîn. Gelek gundên Êzîdiyan wekî gundên din yên kurdan, di dema tevgerên tevkujiya li ser ermeniyan de, ermeniyên di bin metirsînê de kirin nav xwe û ew ji êrîşan sitirandin. Îddîaya ku kurdan berpirsê serekê yê tevkujiya ermeniyan dibîne, dereweke çîptazî ye. Lewre di navbera salên 19151918’an de 700 hezar kurdên Êzîdî û kurdên misilman hatin kuştin.(12) Êzîdiyan, 20 hezar Ermeniyên dibin tehdîtê de anîn Şingalê û ji mehûbûnê rizgar kirin. Li herêma Îngelê alîkarî dan 60 hezar Ermeniyên ku di destê Osmaniyan de dîl bûn. Daxwaza rêvebira Osmanî ku, ew daxwaz teslîmgirtina Ermeniyên li Şingalê bû ji hêla Îsmaîl Beg ve hate redkirin. Karmendên Osmaniyan ku ji bo vî karî hatibûn Şingalê kincên wan ji wan hatin jêkirin û tazî bi şûn de hatin rêkirin. Yekîneyên di bin serleşkeriya Enwer Paşa de tevlî milîsên ereb ku bi Osmaniyan ve girê-

ÊZÎDIYAN, 20 HEZAR ER-

MENIYÊN DIBIN TEHDÎTÊ DE

ANÎN ŞINGALÊ

Û JI MEHÛBÛNÊ RIZGAR KI-

RIN. LI HERÊMA ÎNGELÊ

ALÎKARÎ DAN

60 HEZAR ERMENIYÊN KU

DI DESTÊ OSMANIYAN DE DÎL BÛN

dayî bûn, di sibata 1918’an de êrîş birin ser serhildêrên Êzîdî yên Şingalê. Li derdora Şengalê(Beled Sincar) Êzîdiyan êrîş birin ser yekîneyên desthilatdariyê. Lê ev hewldan bêserkeftin ma. Êzîdiyan xwe li asêgehên çiyayan girtin. cavkani: (12) Lazarev, M.S.;Kurdistan i Kurskaja problema; Moskova 1964, s.315 Werger: Rêzan Demir


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.