Sal 3
2019/8/15
Hejmar 14
Diclepress13@gmail.com
HEVSEROKÊ MXDŞ:
GELÊ ME BAWERIYA WAN BI DEWLETA ÎRAQÊ NEMAYE ÇÎROKÊN FERMANA 3Ê TEBAXA 2014 XELAS NABIN CELO ŞENGALÎ KIYE? DuRAN KALKAN pIRSÎ: HuN ALÎGIRÊN HEVAL HELMET IN AN YÊN ERDOGAN?
ş: MEZUL BAşQELA
Dıcle Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 14 Tebax : 2019 DI VÊ HIJMARÊ DE
Berpirsyarê Giştî: Aram Kerîm Baban
Civaka Êzidî dibe xwedî meCliseke ku xwe, bi îradeya xwe birÊve bibe 4 FemîNizm serHildaNa mÊTiNGeHa Herî kevN 5 GelO HiN damarÊN aTÛNiyÊ HOrî /mîTTaNî Ne? 12 TradîsyONÊN Olî yÊN bi rOJÊ re PÊweNdîdar 16 KAREKTERÊ ŞIRA MILLÎ YA XWEMALÎ XASÎYETÊ BINGEHÎN YÊ BERHEMÊ eHmedÊ NalbeNd e 21 CELO ŞENGALÎ KIYE? YEKEMÎN STRANA KU MIN JI XIDIR FEQÎR HILGIRTÎ STRANAX(EYŞA BALÊ) BÛ 24 aPO: zimaN NavGîNa raGiHaNdiNa mirOv ÇaNd Û CivakaN e 34 KESAYETEKÎ KURDPERWER Û ŞOREŞGER; MAM ZEKÎ ŞENGALÎ 40 bibe dOkTOra xwe... ŞEKER, XWÊ JEHRÊ SIPÎ NE 41 berxwedaN di vaN xakaN de bÛye ÇaNd 43 TIL‘IZÊR SALA 1979 BI FERMÎ JI LAYÊ DEWLETÊ IRAQÊ VÊ BÛYE NEHYE 45 HELMET, MAM ZEKIYÊ DUYEM E! 50 HEVSEROKÊ MXDŞ: GELÊ ME BAWERIYA WAN BI DEWLETA ÎRAQÊ NEMAYE
53
ÇÎROKÊN FERMANA 3Ê TEBAXA 2014 XELAS NABIN HuNermeNd Û kesayeTî duraN kalkaN Pirsî: HuN alîGirÊN Heval HelmeT iN aN yÊN erdOGaN? SERHILDANA QEDEMXÊR MELEKŞAHÎ
58 63 65 70
Director: Samî Emer Qasim Xwediyê Kovarê: Alî Hisîn Hecî Desteya Weşanê - Hisîn Hecî Nefso - Xemê Berdkat Xwedêda - Şêrzad Şemo Qasim - Hemed Beşar Xelef - Îbrahîm Emo Kiçî - Berekat Îbrahîm Hisîn Sepandin û Derhênerî: Deriya Rûnahî Navîşan: Şengal -SincarTel: 07504197663 07507782806 07507174358 E. mail: Diclepress13@gmail.com
JI EDÎTOR DI DIROKÊ DE CARA YEKÊ YE, CIVAKA ÊZIDÎ DIBE XWEDÎ MECLISEKE KU XWE, BI ÎRADEYA XWE BIRÊVE BIBE Xwendevan ên hêja: Bi vê hejmara ku rastî Rojiyên me yên Bi vê hejmara ku rastî Rojiyên me yên Çileyê tê ve, em dîsa li pêşberî we ne. Em vê Cejna Çilê Havînê li gelê xwe pîroz dikin û hêvî dikin, ev cejna ku ji bo gelê me yê Êzidî xwedî wateyekî girîng e, bibe sedema yekîtî û rêxistinîbûna gelê me. Di vê pêvajoya ku em têre derbas dibin de, di tevahiya cîhanê û herêma me de pêşketinên girîng têne jiyîn. Rageşiya Îran û DYE, şerê navxweyî yê li Sûrî û pirsgirêka Idlibê, pirsgirêka DYE a ku girêdayî têkiliyên Rûs û Tirkan ku li ser esasê kirîna S-400 derketiye pêş, êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojavayê welêt û dagirkeriya li ser Başûrê welêt, dîsa, êrîşên li ser wargeha Mexmûr û tehdîdên li ser Şingalê gava em tînin ber çavan, ev rewş dide nîşandan ku li tevahiya herêmê, hewayekî ciddî ya şer heye. Ev hevaya germ a şer û pevçûnan, tevahiya gelên herêmê bi awayekî neyînî bandor dike. Divê neyê jibîrkirin ku weke civaka Êzidî, ji derveyê van geşedanan, em bi êrîş û tehdîda DAIŞ’ re jî rûbirû ne. Ji bo ku em bi awayekî neyînî ji vê pêvajoya tevilhev tesîr nebin, weke gel, pêwîst e em ji her demî zêdetir bi baldar tevbigerin, em hêza xweparastinê ya xwe pêş bêxin, rêveberiya xwe ya xweser xurt bikin û azadiya Şingalê mîsoger bikin. Piştî fermanê hinek destkeftiyên girîng hatine destxistin. Di asteke girîng de vîna gel derketiye pêş. Pêvajoyekî serkeftî a pratîkî hatiye jiyîn. Van rojên ku em nêzîkî 5. salvegera fermanê dibin, divê em muheseyekî giştî bikin û ji wan tecrûbeyên pratîkî hinek encam derxin. Li ser vî esasî, em destkeftiyên xwe biparêzin û divê em baş bikevin
zanebûna pêşxistina erkên xwe yên pêşerojê û bi wî awayî karê xwe bikin. Komgreya MXDŞ’ê ya giştî li ser vî esasî hate çêkirin. Ji bo ku em karên xwe yên meclisan zêdetir pêş bêxin jî, pêkhateyekî dewlemendtir derketiye holê. Nirxekî pir mezine ku di dirokê de cara yekê ye, civaka Êzidî dibe xwedî mecliseke ku xwe, bi îradeya xwe birêve bibe. Civak, êdî di derbarê jiyana xwe de dibe xwedî gotin, biryarên xwe bi îradeya xwe digire û dibe xwedî hêza xwerêvebirinê. Bêguman ev mijarekî pir girîng û jiyanî ye. Civaka Êzidî, di nava hemî xeteriyan de jiyana xwe îdare dike, didomîne. Di nava vê rewşa xeter de xwerêvebirin û xweparastin, ji bo Êzidiyan du xusûsiyetên esasiyên pir girîng û jêneger in. Erka herî esasî ya her ferd, jin, ciwan û herkesê xwedîderketin û pêşxistina van herdu erkên esasî ne. Ji bo pêşîgirtina li fermanan, pêwîst e em vê fersenda dîrokî baş bikarbînin û ji her alî ve tedbîrên xwe bigirin. Ji bo tedbir jî, ihtiyacekî mecbûriye ku em xwe baş perwerde, zana û birêxistin bikin. Bi mezinkirin û pêşxistina karên meclisên xwe, dê îradeya me hê jî xurtir bike. Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin ku pergala xwe ya Xweseriya Demokratîk dest bixin. Me, di fermanê de pir êş kişand. Dîsa, ji bo paqijkirina DAIŞ’ê, me berdêlên mezin dan. Divê em baş bizanin ku ji bo ew rewşa xirab careke din dubare nebe, ji derveyê xwebirêxistinkirinê çareyekî me yê din nîn e. Em mecbûrin ku li dijî neyarên Êzidiyan, di nava xwe de tifaqî û yekîtiyekê ava bikin û xwe bikin hêzeke xurt. Bêguman, yekane rêya vê jî, xutkirina Meclisa Xweser e. Xwendevanên hêja! Mijareke din a sereke ya vê hejmara
me jî, li ser salvegera şehadeta Mam Zekî Şingalî ye ku par 15’yê Tebaxê ji aliye dewleta tirk a faşist ve bi awayekî nemerdane, di êrîşeke hewayî de hatibû sûîqestkirin e… ‘Ew’ bibû remza yekîtî û tifaqa civaka xwe ya Êzîdî. Êdî ‘ew’ bibû “Mamê” vê civakê. ‘Ew’ bêrawestan, heta nefesa xwe ya talî ji bo yêkîtî û pêşeroja vê civakê dixebitî. Em êşa windahiya ‘wî’ rêberê gele Êzîdî di kûrahiya canê xwe de hîsdikin û dijîn. Van rojan, em 1. salvegera şehadeta “Mamê gelê xwe pêşwazî dikin. Heman demê, di şexsê Mam Zekî de, tevahî şehîdên ku di vê riyê de canê xwe dane, bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatên wan re sersaxî dixwazin. Mam Zekî, nûnerê wijdana civaka Êzîdî ye. Em wî bibîr tînin û girîngiya girêdana soza xwe ya wan nirxên ku ‘Wî’ nûnertiya wan dikir bilêv dikin û li ser esasê bilindkirina têkoşînê û xeyalên wî yên yêkîtî û tifaqiyê, em careke din soza xwe dubare dikin. Dîsa, di heyva Tîrmehê de, di encamê êrîşeke din a nemerdane ya dewleta tirk a faşist de, me Endamê Serokatiya KCK’ê heval HELMET (Diyar Xerîb) jî wenda kir. Diyar Xerîb jî, rêberekî gel bû. ’Wî’ jî, ji bo civaka Êzîdî pir kar dikir û her gav ji bo berjewendiyên Êzîdiyan tevdigeriya. Şehadeta Diyar Xerîb jî, ji bo civaka Êzîdî tê wateya windahiyekî pir mezin. Em wî şehîdê mezin jî bi rêzdarî bibîr tînin, sersaxî ji malbata wî re dixwazin û êşa wan parve dikin. Pêwîst e, ji bo girêdana bîranîna van herdu rêberên gel ku ji bo civaka Êzidî jî xwedî wateyekî pir mezin û girîng bûn, em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em careke din birêzdarî bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de, ji gelê xwe re serkeftinê dixwazin.
Diclepress13@gmail.com
FIKRÎ
5
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
ABDULLA OCELLAN
FEMÎNIZM SERHILDANA MÊTINGEHA HERÎ KEVN Têgîna femînîzm, bi zimanê Kurdî
di wateya jinparêzî(jinperestî) de, dûr e ji wesfandina tam a pirsgirêka jinê û, ji ber ku dijraberê wê weke zilamparêzî tê sêwirîn, dibe ku bibe sedema zêdetir bêsûdiyan. Wateyek wisa diteyisîne weke ku tenê jina bindest a zilamê serwer be. Lê bele, rastiya jinê pir berirehtir e. Wateyên wisa di xwe de werdigire ku, ji zayendiyê wêdetir, rehendên wê yên aborî, civakî û siyasî hene. Eger em têgîna ‘mêtingerî’ ji hîmê welat û netew derxînin û wê daxînin bo komên mirovan, em ê karibin şûngeha jinê bi hêsanî weke ‘mêtingeha herî kevn’ pênase bikin. Bi rastî jî, ti diyardeyeke civakî, bi qasî jinê weke giyan û beden, mêtingeriyê nas nekiriye. Divê were têgihîştin ku jin di statuyeke mêtingeh a wisa de tê ragirtin ku sînorên wê bi hêsanî nikarin werin destnîşankirin.
Risteyên ku qala jinê dikin, di bêje û gotinên zilam de, ku mora xwe, çawa ku li tevahiya zanistan daye, li zanistên civakî jî daye, barkirî ne bi nêzikatiyên propagandatîv ku qet dest nadin rastiyê. Statuya rastîn a jînê bi van bêje û gotinan ve belkî jî çil caran tê nuxaftin, heman weke ku dîrokên şaristaniyê çîn, mêtin, zordestî û êşkenceyan dinuxêvin. Jîneolojî (zanista li ser jinê) li şûna femînîzmê, dibe ku çêtir bersiv bide armancê. Rastiyên ku jîneolojî wan derxine ronahiyê, diyar e para rastiya ku di xwe de wergirin wê ne kêmtir be ji ya gelek ‘lojî’yên beşên sosyolojî yên teolojî, eskatolojî, polîtîkolojî, pedagojî û wekî vana. Bê nîqaş e ku jin weke hem fîzîkî û hem jî wate, beşa herî ireh a xwezaya civakî pêk tîne. Wê demê, çima vê perçeya xwezaya civakî, ku pirr [ewqas] girîng e, neyê kirin mijara zanistê?
Sosyolojî, ku dabeş bûye heya li perwede û terbiyeya zarokan weke pedagojî, jineolojiyê ava nekiriye; vê yekê nikare were ravekirin bi mijareke dîtir, jî bilî ku bi bêje û gotina zilamê serwer e. Ta ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê weke neronîbûyî bimîne. Ronîbûyîna rastîn û berireh a xwezaya civakî gengaz e ancax bi ronîbûyîna berireh û rasteqîn a xwezaya jinê. Zelalkirina şûngeha jinê, ji dîroka mêtingehbûna wê heya mêtingehbûna wê ya aborî, civakî, siyasî û zihni (mejî) wê tevkariyeke mezin bike li zelalbûyîna tevahiya bi her milî ve mijarên din ên dîrokê û civaka rojaneyî. Bê gûman, zelalbûyîna statuya jinê tenê rehendekê mijarê ye. Rehendeke hîn girîngtir, bi pirsgirêka rizgarbûna wê re têkildar e. Bi gotineke
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
Ji ber ku persgirêka xwedîbûyîna zarokan li ser pişta jinê ye, aborî ji bo jinê wateyeke jiyanî derdibirre. Bi ser de, wateya peyva aboriyê “ zagona malê û rêsayên debrandina malê” ye din, çareseriya pirsgirêkê zêdetir girîng e. Pirrî caran tê gotin ku asta gelemperî ya azadiya civakê rêjedar e bi asta azadiya jinê re. Ya girîng ew e bê ka wê çawa were dagirtin nava vê biwêja ku rast e. Azadî û wekheviya jinê, ne tenê azadî û wekheviya civakî destnîşan dike, lê ji bo vê sazgerîn (mekanîzma)ên pêwîst ên teorî, bernameyî, rêxistinî û çalakî
6
FIKRÎ
Diclepress13@gmail.com
pêwîst dike û ya hîn girîngtir, nîşan dide ku bê jin siyaseta demokratîk nikare çêbibe, heta tew siyasetmedariya çînî jî wê kêm bimîne û her wisa wê nikaribe aştî û jîngeh jî bêne pêşxistin û parastin. Pêwîst e mirov jinê ji statuya ‘‘dayîka pîroz, namûsa bingehîn û hevsera jêneger ku bê wê nabe’’, derxîne û wê weke yekûna kirde (subje) û heyber (obje), bigire nava lêkolînê. Elbet, pêwîst e mirov van lêkolînan, berî her tiştî ji qeşmeriyên evînê biparêze. Heta, pêwîst e rehendeke herî girîng a van lêkolînan ew be ku van pispayetiyên mezin (di serî de tecewuz, kuştin, lêdan û dijmîn/ dijûnên ku hezaren wan dikin yek pere) ku di bin navê evînê de têne dapaçîn (sergirtin), raxin ber çavan. Ew gotina “Tevahiya Şerên Rojhilat û Rojava, ji rûye jinê çêbûne” ku biwêja Heredot e, dikare ancax rastiyekê rave bike. Ew jî ew e ku, weke mêtingeh nirx wergirtiye û ji ber vê sedemê hatiye kirin mijara şerên girîng. Çawa ku dîroka şaristaniyê wisa ye, modernîteya kapîtalîst mêtingehkirineke jinê, ya hezar qat girantir û wergirtî pir-alîtî,
dinimîne. Wate ku li nasnameya wê [jinê] kolaye. Mêtingehkirina wê, weke dayîka hemû kedan, kedkara bêmize, karkera bimizeya herî kêm, a herî zêde bêkar, çavkaniya bêsînor a dilçûn (îşteh) û zordestî ya zilamê xwe, makîneya pergalê ya zayandina zarokan, dadika gihîştandinê, navgîna reklamê, navgîna seksporno û wekî vana, her dirêj dibe û diçe. Kapîtalîzm, bi qasî ku di ti sazgerîneke mêtinê de nebûye, sazgerîneke mêtinê li ser jinê pêş xistiye. Biêş dibe vegerîna dîsa û dîsa ser statuya jinê, tevî ku em nexwazin jî. Lê, zimanê rastiyan, ji bo yên têne mêtin, bi cûreyekî dîtir jî nabe. Divê tevgera femînîst bê gûman di ronahiya van rastiyan de bibe tevgereke herî radîkal a dijberî sîstemê. Tevgera jinê, ku bi awayê wê yê nûjen, dîsa em dikarin kokên wê bispêrin Şoreşa Frensî, kariye, piştî çend qonaxan, heya roja me ya îro were. Di qonaxa yekemîn de li pey wekheviya huqûqî hatiye bezin. Ev wekhevî, ku zêde wate dernabirre, di roja me ya îro de hema bi belave hatiye bidestxistin. Lê, pêwîst e baş were zanîn ku naveroka wê vala ye. Her wisa di mafên din de jî, yên mîna mafên mirovan û mafên aborî, civakî û siyasî, pêşketinên şêweyî hene. Jin di dîmen de bi qasî zilam wekhev û azad e. Lê di rastî de xapînokiya herî girîng di vê şêwaza wekhevî û azadiyê de veşartî ye. Ji bo azadî û wekheviya jinê, ku ne tenê heyamên modernîteya fermî, lê tevahiya yên [heyamên] xerarşî û şaristaniyê wê di hemû tevnên civakî de di warên mejî (zihnî) û bedenî de kirine kole û wê bi awayê koletiya herî kûr dane xebitandin, xebatên teorîk ên demokrasiya wan pirr berireh be, têkoşînên bîrdozî,
Diclepress13@gmail.com
xebatên bernameyî û rêxistinî û ya herî girîng jî çalakiyên xurt pêwîst dikin. Beyî vana femînîzm û xebatên li ser jinan, ti wateyek wernegirin, ji wêdetirî xebatên lîberal ên jinê ku hewl didin sîstemî rehet bikin. Di rewşa ku zanista li ser jinê [jineolojî] pêş bikeve, wê xeylî fêrkar bibe ku çareseriya pirsgirêkan bi mînakekê were ravekirin. Pêwîst e mirov têbigihîje ku navajoya zayendî, yek ji şêweyên sereke yên herî kevn ên fêrbûnê ya jiyanê ye. Bersivek e ji pêdiviya jiyanê ya xwe berdewamkirinê re. Negengaziya jiyîna bêdawî ya takekes, weke çareserî, yekî/ê neçar kiriye ku potansiyela xwe ji nû ve hilberandinê pêş bixe. Ew tişta ku jê re tê gotin ajoya zayendî, ew e ku vê potansiyelê xwe di mercên guncav de hilberrîne û bi vî rengî jiyanê bidomîne. Dibe wek cûreyek çare li hemberî mirinê û mezixîn/qedîna nijad. Her wisa, dibe yekemîn dabeşbûna şanikê û, bi rêya xwe pirrkirina şanikê, ku yek e, xwe dike nemir. Eger em hîn bêhtir bikin gelemperî, ew bûyer e ku meyla bêdawîbûna gerdûnê, li hemberî tineyî û valatiyê, ku dixwazin wê daqurtînin, xwe bi berdewamî dike cihereng û xwe pirr dike û bi vî rengî di jiyana zîndewer de dewam dike. Ew yek, yan jî takekes a ku vê bûyera gerdûnî di cûreya mirov de dewam dike, jin e. Pirrbûn di bedena jinê de pêk tê. Rola zilam di vê bûyerê de ta radeya dawî duyemînî (talî) ye. Lewre, di bûyera berdewamkirina nijad de hemû berpirsyarî li ser jinê ye û ev jî weke zanistî mijareke têgihîner e. Bi ser de jin ne tenê cenîn di zikê xwe de diguhêze, mezin dike û dizayîne; lê di heman demê de berpirsyariya xwedîkirina wê/wî jî hema hema heya mirina wê/wî,
FIKRÎ
weke xwezayî, digire ser xwe. Wê demê, yekemîn encama ku pêwîst e em ji vê bûyerê derxin, ew e ku jin di mijara hemû têkiliyên zayendî de teqez xwedî gotin be. Ji ber ku her têkiliya zayendî ji bo jinê pirsgirêkên ku weke potansiyel pirr zor e ku mirov ji binî derbikeve, bi xwe re tîne. Pêwîst e mirov têbigihîje ku jina ku deh zarokan bizayîne, weke izîkî û heta di warê giyanî de, dikeve rewşên xirabtir ji mirine. Nêrîna zilam li zayendîtiyê bêhtir şewş (çewt) û bi rengekî bê berpirsyar e. Di vê de nezanîn û korkirina desthilatî di radeya yekemîn de rol dileyîze. Wekî din, bi xerarşî û dewleta xanedanî re, ji bo zilam, bûyîna xwedî pirr zarokan, tê wateya bûyîna xwedî hêzeke jêneger. Bûyîna xwedî pirr zarokan, ne tenê misogerî (garantî)ya berdewambûn nijadê, her wisa, ya [misogeriya] mayîna wî ya wek desthilatî û dewlet jî, pêk tîne. Mercê ji dest neçûyîna dewletê, ku tê wateya cûreyek yekdestiya mulk, girêdayî meziniya xanedaniyê ye. Jin bi vî awayî tê veguherandin bo navgîna zayandina pirr zarokan ji bo hem heyîna biyolojîk û hem heyîna des-
7
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Bi ser de jin ne tenê cenîn di zikê xwe de diguhêze, mezin dike û dizayîne; lê di heman demê de berpirsyariya xwedîkirina wê/wî jî hema hema heya mirina wê/wî, weke xwezayî, digire ser xwe thilatî û dewletê. Hîmê, pêwendîdar bi xwezaya yekemîn û duyemîn, ê mêtingehbûna tirsnak ji bo jinê, bi vî rengî tê amadekirin. Pirr girîng e ku mirov rûxîna jinê, weke pêwendîdar bi van herdu xwezayan re, tehlîl bike. Pêwîst nake zêde bê vegotin ku ne gengaz e ku jin di bin vê statuya dumend a xwezayê de di warên giyanî (ruhî) û bedenî de demek dirêj, weke zinde (zindî) û nehin-
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
ciriyayî li ser piyan bimîne. Rûxîna izîkî û giyanî di nava hev de zû pêş dikeve û jinê, di berdêla domandin û misogerkirina jiyana yên dîtir de, bi jiyaneke biêş, kin û bikeser (biderd), ber bidawiyê ve dibe. Pirr girîng e ku dîroka şaristanî û modernîteyê li ser bingeha vê rastiyê were tehlîlkirin û
8
FIKRÎ
Diclepress13@gmail.com
xwendin. Em giraniya pirsgirêke di hêla jinê de li aliyekî bihêlin. A ku bandorên xwe yên girantir li ser tevahiya xwezaya civakî û jîngeha ekolojîk dide hîskirin, rehenda şêniya pirole ya mirovan anku ya [rehenda] pirsgirêka demografîk e. Yek ji waneyên herî
bihgehîn ku pêwîs e jê bêne derxistin di hêla hem zanista jinê û hem hemû zanistên civakî de, ew rewş û rastî ye ku şêniya mirovan nikare bi rêbaza ‘fêrbûna navajoyî’ were berdewamkirin, mezinkirin û, hin rewşên awarte ne têde, biçukkirin. Domandina nijadê bi rêbaza herî
Diclepress13@gmail.com
hoveber weke navajoyîtî, tê destekkirin bi rêbazên zanistî yên pêşxistî bi dirêjiya dîroka şaristanî û modernîteyê; vê yekê sedema bingehîn a zêdebûna pirole ya şêniyê ye. Tê wateya rewşeke pirr paşmayî ku cûreya mirov, weke xwezaya civakî, tenê bi rêyên navajoyî, bi taybetî bi dehf-
FIKRÎ
dana ajoya zayendî, heyîna xwe bidomîne. Asta wê/wî ya zeka û çand, potansiyelên wisa yên fêrbûnê jê re pêşkêş dikin ku karibe heyînên civakî di wesfên hîn pêşketîtir de bidomîne. Takekes û komcivak, bi zeka û çandên xwe, her wisa bi saziyên xwe yên felsefî û siyasî dikarin
9
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
derfeta xwe jiyandina di demên herî dirêj de bikar bînin. Lewre, wê pêwîst neke ku nijad, bi rêya ajoya zayendî pirr bibe û were domandin. Çand û zekaya mirov ji mêj ve ye ku vê rêbazê derbas kiriye. Lewre, di bingeh de rêgeza karê ya şaristanî û modernîteyê, ji vê hov
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
Risteyên ku qala jinê dikin, di bêje û gotinên zilam de, ku mora xwe, çawa ku li tevahiya zanistan daye, li zanistên civakî jî daye, barkirî ne bi nêzikatiyên propagandatîv ku qet dest nadin rastiyê eberiyê berpirsyar e. Qet gûman jê nîne ku zêdebûna pirole ya şêniyê yekdestî û desthlatiya pirole ye û ew jî wekhev e li gel kara pirole û mezîntirîn. Sedema ku cûreya mirov bi dîrêjiya dîrokê, bi rêya xwe pirkirina pirole, ne tenê civakê, lê jîngeh û xwezaya wê jî aniye ber şêmûga tunebûnê, teqez ji ber encama daneheva kumulatîv(lodane) asermaye û desthilatî ye, lew re ji ber encama zagona kara mezintirîn e. hemû pêker/faktor û sedemên din duyemînî (talî) ne û di rêza duyemîn de rol dilîzin. Wê demê, divê berpirsyariya bingehîn di destê jinê de be, di çareseriya pirsgirêka demografîk de, ku rêya sereke ya pêşîgirtina li rûxana ekolojîk e û ya çareserkirina pirsgirêka jinê ye, ku ji niha ve rehendên dêwane wergirtiye. û yekemîn merca vê jî, azadî û wekheviya tam a jinê ye; her wisa, mafê wê ye tam ê kirina siyaseta demokratîk e û di hemû têkili-
10
FIKRÎ
Diclepress13@gmail.com
yan de mafê wê yê tam ê gotin û vînê ye. Ji bilî van rastiyan, gengaz nabe ku rizgarî, azadî û wekheviya jinê, civakê û jîngehê bi wateya tam pêk werin. [Di vê rewşê de] elbet, şêwegirtînên siyaseta demokratîk û siyaseta konfederatîv jî gengaz nabin. Jin, bi ser de, weke hêmana serekîn a civaka exlaqî û polîtîk, di ronahiya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de, di hêla etîk û estetîka jiyanê de, wê di hemû mijarên etîk û estetîk de, weke hêza hem raman û hem sepanê, vebûn û pêşketinên mezin bidest bixe. Girêdana jînê bi jiyanê re, li gorî ya zilam, pirr berirehtir e. Gihaştîtiya rehenda zekaya wê ya hestî, bi vê yekê re pêwendîdar e. Lewre, estetîk, ku tê wateya xweşikkirina jiyanê, di hêla jinê de, mijareke hebûnewerî ye. Her wisa, berpirsyariya jinê di hêla etîk (teoriya exlaqî; estetîk = teoriya xweşikî) de jî, bêhtir berireh e. Li gorî pêdiviya xwezaya jinê ye ku di hêla civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir rasteqînî û berpirsyar tevbigere di warên nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya jiyan û aştî; xirabî û saw/erjenga şer; her wisa pîvanên mafdarî û dadwerî. Elbet, ez qala jina dûvelang (qûqla) û ya siya zilam nakin. A mijara gotinê, jina azad û wekhev e û ku demokratîkbûne hezm kiribe. Wê bêhtir rast be ku zanista aborî jî weke perçeyek ji zanista jinê were pêşxistin. Aborî hîn ji destpêkê ve şêweya xebateke civakî ye, ku têde jin rola serekîn dilîze. Ji ber ku persgirêka xwedîbûyîna zarokan li ser pişta jinê ye, aborî ji bo jinê wateyeke jiyanî derdibirre. Bi ser de, wateya peyva aboriyê “zagona malê û
rêsayên debrandina malê” ye. Eşkere ye ku ev jî, karê bingehîn ê jinê ye. Aborî ji destê jinê hatiye girtin û hatiye dayîn destê rayedarên wek axayekî, mîna selefxur, bazirgan, pere, sermayedar û destjilatî û dewletê; vê yekê bûye derbeya (lêdana) herî mezin li jiyana aborî. Aborî, ku hatiye dayîn destê hêzên dijberî aboriyê, hatiye kirin armanca bingehîn a desthilatî û mîlîtarîzmê û bi vî rengî, bi dirêjiya hema hema dîroka şaristanî û modernîteyê, hatiye vegûherandin bo pêker/faktora sereke ya şer, pêkdadan, alozî û pevçûnên bêsînor. Aborî di roja me ya îro de hatiye kirin qadekê lîstoka yên ku ti pêwendiya wan bi aboriyê re tine ye, ku bi rêya leyîstina bi perçeyên kaxizan, bi rêbazên xirabtir ji qumarê, nirxên civakî bi awayekî bêsînor xesp dikin. Pîşeya pîroz a jinê hatiye vêguherandin bo destegeh (îmalatxane), borsa û lîstokên iyet (bûha) û faîzê (selef) ku hildiberînin makineyên şer; amûrên trafîkê, yên ku jîngehê anîne rewşa nejînbar [ku mirov nikare têde bijî] û berhemên negerek (izûlî), yên kara ku zêde pêwendiya wê bi pêdiviyên bingehîn ên mirovan re tine ye, ku jin bi temamî ji vana hatiye jêderkirin. Tevgera jinê ya ji bo azadî, wekhevî û demokratî, spartî bi zanista jinê ku femînîzmê jî wergire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bilîze. Bêyî ku mirov qîma xwe bine bi rexneyên tevgerên jinan ên di paşeroja nêzîk de, pêwîst e mirov giraniya xwe bide ser şaristanî û modernîteyê, ku jinê windabûyî kirine. Eger mijar, pirsgirêk û tevgerên jinan di zanistên civakî de hema hema di radeya nîne de ne, berpirsyarên bingehîn ên vê yekê heşmendiya serwer û pêkhateyên
Diclepress13@gmail.com
çanda daringî (madî) yên şaristanî û modernîteyê ne. Bi nêzikatiyên teng ên huqûqî û wekheviya siyasî, belkî karibe tevkarî ji lîberalîzmê re were pêşkêşkirin; lê [bi vî awayî] em çareseriya pirsgirêkê li milekî bihêlin, tew tehlîlkirina wê jî, weke diyarde, nikare were bi serxistin. Wê bibe xwe xapandinek ku mirov îdea bike ku tevgerên femînîst ên heyî, ji lîber-
FIKRÎ
11
alîzmê qut in û bûne hêzên dijberî sîstemê. Eger yek ji pirsgirêkên sereke yên femînîzmê, weke ku tê gotin, radîkalîzm e, wê demê pêwîst e pêwendiya xwe ji xûy, şêwazên hest û raman, en bikok ên lîberal, û ji jiyanên wan bibirre; her wisa şaristanî û modernîteyê, ku dijminên jinê ne, tehlîl bike û li ser vê bingehê giraniya xwe bide ser rêyên watedar ên
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
çareseriyê. Divê modernîteya demokratîk xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê, weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn bibîne; her wisa wê yek ji erkên xwe yên serekîn bihesîbîne ku hem were pêşxist û hem pê re peyman were çêkirin û bi vî rengî wê di xebatên xwe yên ji nû ve avabûnê de binirxîne.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
12
LêKOLîn
Diclepress13@gmail.com
TîRêJên ÇAR EMbê (XELEK – 10)
GELO HIn DAMARên ATûnIyê HORî /MîTTAnî nE?
DR. SOzDAR MîDî (E. XELîL)
Dema girên Kurdistanê biaxivin:
Bi
me ra derbas bû ku ayîna rojanî(şemsanî) li ba pêşiyên Kurdan û Misiriyan; û pir gelên din jî gelek kevine. Ji lew ra, ne tiştekî bêgane û xerîbe ku Atûnî û Zerdeştî(berdewamiya yezdaniyê) di hin têgeh û nîşanan da mîna hev bin. Lê tevî wê jî, tiştekî gelek balkêşe ku Fer’ewn Amûnĥûtebê Sêhem xwe ji ayîna xwedawend Amûn(Amîn) bidûrxistiye, û kurê wî Fer’ewn Exnatûn şoreşeka ayînî gewre di vê babetê da pêkaniye ku ayîna xwedawend Atûn xistiye cihê
ayîna xwedawend Amûn. Gelo peywendiya çanda Horî /Mîttanî bi vê yekê ra heye? Helbet li ber destê me belgeyeka berbiçav nîne ku bandora rojaniya(şemsaniya) Horiyan li Ayîna Atûnî hebûye. Bi gelemperî agahdariyên derbarê Horî/Mîttaniyan ji belgeyên tomarkirî yên misirî, hîttîtî û aşûrî gihîştine me. Lê ev agahdarîne pir kêm û biçûkin li gor peydabûna Horiyan hên ji destpêka hezarsala duwem ya b.z. da ku wan bi rêveberiya liq û şopa Mîttanî padîşahiyeka mezin avakirine û ew bi dirêjahiya sê sedsalan di warên siyasî, çandî û aborî da hêzeka herêmî pir girîng bûne. Em bawer dikin ku ev girên çêkirî û warên dîrokî ku li seranserê Kurdistanê hene - li rojava ji Derya Sipî da
bigire heya bi Gola Ûrmiyê li bakurê rojhilat û heya bi herêma Kerkûkê li başûrê rojhilat - ku di wan da agahdariyên gelek pir û bi nirx li ser Horî/ Mîttaniyan hene. Gava Kurdistan rizgar bibe û gir û warên wê yên dîrokî biaxivin, hîngê wê şoreşeka zanistî di dîroka Rojhilata Navîn da pêkwere, û ewê pir agahdariyên şaş, çewt û çewtkirî sererast bikin. Pênc nîşanên balkêş: Helbet, li gor belgeyên ku di dest me da hene, em nikarin bandora çanda horî li Atûniyê piştrast bikin. Lê belê, pênc nîşanên diyar hene ku îmkan û gengaziya vê yekê pir xurt dikin; ew jî evin: Nîşana yekem: Peywendiyên za-
Diclepress13@gmail.com
LÊKOLÎN
13
text bûm. Warê wanî bingehîn çiyayên Zagrosê ne(Loristan). Wan li Babil(Îraqa niha) 433 salan(navbera 1595 heya 1162 b.z.) serdarî kiriye, û di dewlemendkirina şaristaniya wê da beşdarî kirine. Peywendiyên hevpeymanî û zavatiyê di navbera wan û padîşahên Misirê da jî xurt bûye. Divêt bête gotin ku Kaşşî jî mîna Mîttaniyan ariyanî ne. Ji xwedawendên wan yên navdar xwedayê rojê Soryaşe. Ev şêweyê kaşşî yê navê xwedayê mîttanî Asora ye û yê navê xwedayê hindî Sorya(Surye) ye û yê navê xwedayê ariyanî “Xûr” û “Ahûra” ye. Navê xwedayekî ji xwedayên Kaşşiyan”Xûd”(Khud) bûye . Heya niha jî, navê xweda li ba Kurdan û hin gelên ariyanî bi awayê “Xûda”(Khuda) tê gotin li cihê peyva “Allah” yê yekem tê bikaranîn. Di zimanê înglîzî da jî bi awayî “God” û bi zimanê almanî jî bi awayê “Gott” tê gotin û herwisa di hin zimanên ewropayî din da jî li nêzî vê bilêvkirinê heye. Ev tiştê derbasbûyî tê wê maneyê ku ji Ayîna Rojeyî(Şemsanî) ra di qesrên padîşahên Misirê da du jêder hebûne - dotmîrên Mîttaniyan û dotmîrên Kaşşiyan û ew kesên ku hevaltiya wan ji cariye û xizmetkaran dikirin û hebûna wan li Misirê, ji bona çîna serdar, mîna pencereyekê bû ku li çand û bermaya ayînî mîttanî û kaşşî temaşe bikin, ji aliyê bawerî, têgihîştin û dêlindêzên ayînî da, û helbet di rewşeka wisa da, kêm yan zêde, wê hin kes bikevin bin Nîşana duwem: Dema padîşahên bandora vê bermayê. Misirê bi dotmîrên Mîttaniyan ra dizewicîn - ji hêla din va - bi dot- Nîşana sêhem: Padîşahên Misirimîrên Kaşşiyan ra jî zewicîne. Kaşşî yan yên ku bi dotmîrên Mîttaniyan jî ji pêşiyên gelê Kurdin û ew jî di ra dizewicîn bi bandora giyanî ya heyama Horî/Mîttaniyan da li ser xwedayên Horiyan û şiyana vatiyê di navbera herdu malbatên padîşahî yên misirî û mîttanî da di heyama Fer’ewn Amûnĥûtebê Duwem(1436 - 1413 b.z.) da destpêkririn û çar nifşan berdewam kirine. Hin caran padîşahê misirî bi bêhtirî yekê ji dotmîrên Mîttaniyan ra dizewicî. Dayîka Amûnĥûtebê Sêhem dotmîreka mîttanî bû û herweha kebaniya wî û kurê xwe Exnatûn jî bi dotmîreka mîttanî ra zewicandiye. Helbete, dotmîrên Mîttaniyan bi tenha serê xwe nedihatin, û bi her hal bi dehan û hin caran bi sedan jî cariye û xizmetkar bi wan ra dihatin. Wek tê gotin, 317 cariyeyan hevaltiya dotmîr Çîlo-Xîpa(Gulo-Xîpa) kirine gava ew bi padîşah Tiĥûtmûsê Çarem ra zewiciye. Piraniya van cariye û xizmetkaran bi mezinên berpirsiyarên Misiriyan ra zewicîne û helbet ji wan kur û keç peyda dibûn û bi Misiriyên derdora xwe ra tevlihev dibûn. Wek ku niha jî derbarê jina Kurd - neviya Horiyan - tê naskirin, ew kan û kelaha bermaya neteweyî/ niştîmanî ye; ew ya dawiyê ye ku dest ji wê bermayê berde. Herwisa, wê dotmîrên Mîttaniyan û cariyeyên wan jî wisa bin, ew bi çand û baweriya horî perwerde bûbûn û wê ne karekî hêsan be ku ew ji çand û baweriya xwe bêne nixumandin. Bê guman, wan ev çand û baweriya xwe digihandin qesrên padîşahên Misirê; digihandin malxiyên xwe, kur û dotên xwe û xizmetkarên xwe di qesra padîşahî da.
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Padîşahên Misirê, alîgirên xwedawend Amûn, ji bo vî xwedayî dîlên şer yên Sûriyan, Horiyan û kesên din dikirin qurban wan ji bo saxkirina ji nexweşiyan bawer dikirin. Heger ne wisa be, çima razî bûne ku padîşahê Mîttanî peykerê hin xwedawendên Mîttaniyan ji wan ra bişîne daku wan ji nexweşiyan saxbikin? Wek tê zanîn, padîşahê Mîttanî Tûşratta peykerê xwedawenda evînê û cengê ya mîttanî Şawûşka(Shawushka) ji padîşah Amûnĥûtebê Sêhem ra şandiye daku wî ji nexweşiyeka diranan sax bike . Ma gelo peykerê xwedawend Şawûşka bi tenha serê xwe dihate şandin? Helbet, wê pir oldarên taybetî wê jî pêra hatibin şandin. Ma ne ew oldar bûn, yên ku bi dêlindêzên taybetî Şawûşka radibûn?. Ma gelo hema ji dûr da avsîn û berbencên xwe dişandin? Helbet, wê ev dêlindêz bi beşdariya padîşah, malbata wî û derdorên wî hatibin pêkanîn. Tiştê balkêş ewe, di jêderan da nehatiye ku padîşahekî misirî
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
li gor belgeyên ku di dest me da hene, em nikarin bandora çanda horî li Atûniyê piştrast bikin. Lê belê, pênc nîşanên diyar hene ku îmkan û gengaziya vê yekê pir xurt dikin xwedawendek ji xwedawendên Misirê şandibe Waşşûkanî - paytextê Mîttaniyan daku padîşahekî Mîttaniyan ji nexweşiyekê sax bike; yan jî kesekî nexweş ji malbata padîşahî. Gelo ev tê çi maneyê? Ma ne ev nîşana wê yekê ye ku li ba padîşahên Misirê, di kûraniya dil da, rêzdariyeka taybet ji xwedawendên Horiyan ra hebûye. Ma gelo gengaz bû ku padîşahê Mîttanî xwedawendekê ji padîşahê Misirê ra bişîne, bêyî piştrast be, ku ew padîşah bi dilekî ireh bi şiyanên wê xwedawendê bawer dike û wê dipejirîne? Ma baweriya padîşahê misirî bi şiyana xwedawenda horî bi saxkirina ji nexweşiyê, ne tê wê maneyê ku ew bawer dike, xwedawendên misirî nikarin vê erkê bi cih bînin? Divêt em bêjin ku padîşahên Misirê xwe ji nifşên xwedayan dihejmartin(Ĥûr, Reh, Amûn), Misirî bi Misirtiya xwe pir serbilind bûn û bawerdikirin ku mêranî û
14
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
payedarî tenha para wane û ne ya gelên dine . Gava em van rastiyan bînin ber çavên xwe, hîngê girîngiya wê yekê ji me ra tê xuyakirin ku padîşahekî Misirê ji pozbilindiya xwe ya neteweyî bê xwarê û bipejirîne ku xwedawendekî biyanî jêra bê şandin daku wî ji nexweşiyê sax bike. Herwisa di vir da rola dotmîrên Mîttaniyan di pêkanîna vê baweriyê da li ba malxiyên xwe û zarokên xwe tê xuyakirin. Nîşana çarem: Bi me ra derbas bû ku bidûrketin ji ayîna xwedawend Amûn di heyama Fer’ewn Amûnĥûtebê Sêhem da(1405 1367 b.z.) destpêkir; wî kelîja oldarên vî xwedawendî kêm kir û navtêda ku xwedayê rojê bê perestin. Dîsa bi me ra derbas bû ku kurê wî Amûnĥûtebê Çarem(Exnatûn ji 1367 heya 1350 b.z. serdarî kiriye) li dijî ayîna xwedawend Amûn derket û bi awayekî fermî ayîna xwedawend Atûn ferz kir û da pejirandin. Dîsa bi me ra derbas bû ku dayîka Amûnĥûtebê Sêhem mîttanî bû, ew bi xwe jî bi du dotmîrên Mîttaniyan ra zewicî bû û kurê xwe Exnatûn(Amûnĥûtebê Çarem) bi dotmîreka mîttanî ra zewicand. Başe, ma ne wisa ye ku em li gor logîk û aqilmendiyê, li sedemên bidûrketina ji Amûniyê di heyama Amûnhûtebê Sêhem da bipirsin? Amûnĥûtebê Sêhem ji nifşê sêheme ji padîşahên Misirê yên ku bi dotmîrên Mîttaniyan ra zewicî bûn û Exnatûn ji nifşê çareme. Ma ev nayê wê maneyê ku gelek gengaze ev padîşahên ku di hembêza dayîkên xwe da mezin bûne û hevaltiya kebaniyên xwe kirine ketibin bin bandora çanda horî û bin bandora Ayîna Rojeyî(Şemsanî) ku di wê çandê da
serdar bû? Nîşana pêncem: Em di mîtologiya misirî da rastî ti xwedawendan - ne biçûk û ne mezin - bi navên Atûn / Etûn, pêş dema Fer’ewn Exnatûn, nayên. Dîroknas Morris Karrocier dibêje ku Etûn xwedawendekî rojeyî bû û navê wî dihat maneya “qaşê rojê”. Û dîroknas William Langer jî di vê babetê da dibêje ku navê “Etûn” tê maneya “tîrêja rojê” . Ev yek peyva“Etûn” ya kurdî tîne bîra me ku tê maneya “pêta agir”. Lêkolîneran bingeha zimanî ya peyva “etûn” negotine; ka gelo ew peyveka misirî ye yan ne misirî ye. Lê belê, hebûna wê di zimanê kurdî yê niha da, nîşana wê yekê ye ku ev peyveka ji bermaya kurdî ya kevine. Gelek gengaze ku ev peyv li ba Horî / Mîttaniyan ji bo navê rojê dihate gotin. Baweriya dawî: Kurtahiya vê mijarê ewe ku Ayîna Atûnî di çarçewa gelemper ya Baweriya Rojeyî da ku bi sedsalan li Misirê serdar bûye pêkhatiye. Lê belê, ew bi dîtina xwe ya cîhanî ji Misiriyan ra biyanî bû û herwisa bi ramana xwe ya yekxwedayî û razber ji hemû teşeyên daringî; bi tîrêjiya xwe aştiyane û bidûrketina xwe ji bikaranîna darê zorê tê naskirin. Padîşahên Misirê, alîgirên xwedawend Amûn, ji bo vî xwedayî dîlên şer yên Sûriyan, Horiyan û kesên din dikirin qurban. Lê belê, em tiştekî wisa di Ayîna Atûnî da nabînin . Bala hin lêkolîneran kişandiye ku Atûnî ayîneka ji derva hatiye Misirê ye. Dr. Ehmed Sûse dibêje:“Herhal Exnatûn ayîna yekxwedayî di bin bandora Heksûs û heyama Yûsif
Diclepress13@gmail.com
û Ye’qûb da biriye”. Mebesta wî bi”heyama Yûsif û Ye’qûb” Benî Îsraîle ku li Misirê jiyane. Başe, ma gelo! Heksûs ji kîjan erdnîgariyê derketine? Û ji kîjan erdnîgariyê pêximber Îbrahîm ku Benî Îsraîl wî wek bapîrê xwe dibînin, derketiye? Ma ne ew erdnîgariya horî/mîttanî bi xwe ye? Ji bilî vê, heger Exnatûn, di doza xwe ya Atûniyê da, di bin bandora Heksûs da bûye, ew Heksûsên ku Misir talan kirine û ji 1720 heya 1570 b.z lê serdar bûne, û di bin bandora Benî Îsraîl da bûye, yên ku di heyama Heksûs da hatine Misirê(wek piraniya pir gotûbêjan), tevî ku du
LÊKOLÎN
15
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Şaristaniyan ya gelemper, 1/96. - William Langer: Berirehiya dîroka cîhanê, 1/49. - Dr. Muhemmed Ebdulletif Muhemmed Eli: Xûrrî û peywendiyên Misirê bi wan ra, rûpel 36, 41, ... - Ehmed Sûse: Şîroveya Ereb û Cihûyan di dîrokê da, rûpel 477. - Vilaykovski: Heyamin tevlihev, rûJêder: pel 83. Seyed El-Qimni: Îsraîl, rûpel 288-289. Tewiq Suleiman: Lêkolîn - Cemal Reşîd Ehmed: Kerkûk di li şaristaniyên kevnar yên rojavayê demên kevnar da, rûpel 32. Asiyayê, rûpel 90. - Fadel Ebdulwahed Eli: Ji Somer ta Wergera ji Erebî: Mustefa Reşîd bi Tewratê, rûpel 158. - Dr. Mihemmed Beyyûmî Mehran: Benû Îsraîl, 1/240. - Mourris Karrocier: Dîroka sedsal di navbera derketina Heksûs ji Misirê û heyama Exnatûn da hene; hîngê çima emê nikaribin bêjin ku Exnatûn di bin bandora Baweriya Rojeyî ya horî/mîttanî da bûye, ya ku di wê demê da li nîvê jorîn yê Sûriyayê serdar bû û bi rêya dotmîrên Mîttaniyan derbasî Misirê bûye?
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
16
LêKOLîn
Diclepress13@gmail.com
DI OLA êzDIyA DE pîROzIyA ROJê ... BE A II
TRADîSyOnên OLî yên BI ROJê RE pêwEnDîDAR
AVRAMAn FETî
Tav ango Roj di nav gelan de, teybet
jî di nav gelê me de hewçend pîroz hatiye dîtin ku heta ew bûye bergeha îbadetê, bingeha bawerî û jiyanê. Bawermend her hebûnî bi wê ve girêdane û pîvana dem, demjimêr, saljimêr û karên demsalan li ser bingeha wê kirine sîstem û jiyan meşandine. Ji ber ku gelê me xwe zarokên xanadana heyama Rojê dîtine ji ber wê navê pir zenda ango xoza koka xwe ji navê Rojê an ji navê Xwedanê Rojê digirin. Mînak: berekên Gelûtî, Mîxayilî, Rojkî, Şamî, Şemesorkî, Şemsikî, Xaldî, Ûtî, ocaxên şêxên Şemsaniya û h.w.d., koka xwe ji navê Rojê digirin. Di demên kevnar de, li ser bingeha zivira Tavê ya li ezmana di nava gelan de mîtolojiyên curbe cur hatine airandin. Di hin ji wan de weke ku Xwedanê Rojê, Tav danîye li ser bora zêrîn ya ku bi sê an jî pênc hespan bi şev û roj, bê sekin li dor cîhana me digerîne. Ev hejmar dişibe 3 danên dema rojê û 5 demên duwayên rojane. Pênc duwayên rojane yên ji bo navê Xwedê, ya bawermendên êzdiya, zerdeştiya, mîhraniya girêdayî pênc demên rojê ne, yên ku bi rewşa sekina Rojê li ezmana têne diyarkirin. Zanista êzdiya, di beyta Cindî de xîreta benda jî bi Rojê re tê girêdanê.
Ji ber ku bi rabûna Rojê jiyan destpêdike, ev beyt dewa xîretê li me dike, dewa keddayin û jiyanê li me dike, ji bo ku em zû ji xew rabin, dem û irsenda bi Rojê tê dayin, bê ku dem winda bikin, em wê bikar bînin. Beyt wiha dibeje: Cindiyo rabe roj e Bes vê xewê hindoj e Xewa berê sibê zor ezab û doj e Cindiyo rabe rab e Bes bi vê xewê tu şab e Xewa berê sibê zor ezab e Bi şopandina dîrokê dertê holê ku sonda êzdiya, ango sonda kurda bi giştî, ta niha jî bi giranî girêdayî navê Rojê ye. Peyvên sondxwerinê yên wek“bi Şems”, bi vê Rojê”, “bi vê îşqe” ango “bi vê ronahiyê kim”, ez bi Şems kim, an “ez bi vê rojê kim” û h.w.d., rojane tên bikaranîn. Bi Rojê ve girêdayî di nava kurdan de, teybet jî nava êzdiya de tradîsyona silavdayinê wek ”Roja te bi xêr”, û rêkirina mêvanan an neferên male li ser rêwîtiya dûr, duwayên “rêya te ronî be”, “roniya Rojê li ser tebe” an jî “Şems bi te re be” an “Şems piştovaniya te be” an jî Şems mertala te be û h.w.d. duwa dihatin kirin. Gelê hewqasî girêdayî ola xwe ya bi Roj tê senbolîzekirin, heta carna dewsa mire Rojê, herçiqasî Roj hebûnekî ne bi zar û ziman be jî nave wê bi xwe bikar tinin. Mînak dema li ser yekê aciz be an zîver be dibêje: “Tesmîlî Şems dikim”, ”Şems bela wî bidê”, an jî ”Şems belayekê ji wî ra bîne”, Roja wî tarî be” û h.w.d.. Dema
xêr ji yekê re bixweze jî bi heman wê şêweyî nêzîk dibe. Wek mînak:“Şems li te bê rehmê”, “Şems te biparêze”, “Şems bi xêr û bereketa te re be!” û h.w.d... Di vir de gor nêzîkatî diyare ku xêrxwez dewsa Mîrê Rojê, xwe dispere alîkariya Rojê ango “Şems” ya ku teneyê ezmanî ye, ne zindîye ku heta karibe dewsa mêr û miliyaketa duwa û banga benda bibihîze û alîkarî bide wan. Ev nêzîkatiya ji Tavê re çarna bûye sedeme ku bawermendên olên din êzdiyetî bi pûtparêziyê tewanbarbikin, heta hin kesên ji civaka me bi xwe jî di vê nihêrînê de nin. Ev nihêrîna şaşe û tewanbarkirine êzdeyetiyê ye. Ji xwe neyar dixweza êzdeyetî bi pûtparêziyê biçûk û bê wete bike. Bê ku ew bikevin nav me, em bixwe xizmeta neyarên xwe dikin. Ango berovajîkirina neyar nikare di nav me de pêk bîne, bi hêsanî dewsa wan em vê yekê pêktînin. Berê xwe berbi roj kirin û duwa kirin nayê wê maneyê ku êzdî ebadetê xwe ji Tavê re dikin. Ebadet û duwa ji Xwedê re tê kirinê. Ev yek di beyta Çarşembe de wiha tê ravekirin: Dema çarşemê roj hiltê ye Hincî mêrê zû rabe ji xewa berê sibê ye Medih û sena bike bo navê Xwedê ye Duwayê Tawisî Melek li wê ye Oleka xwedanas nikare bi pûtparêzî re bê beralîkirin! Çawa Qudus bergeha xrîstiyana ye û xaç nîşana wan e, çawa Mekke bergeha misilmana ye û Heyv nîşana wan e, wisa
Diclepress13@gmail.com
LÊKOLÎN
17
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
jî Roj bergehê êzdiya ye, hem nîşana vê olê ye. Weke din gor baweriya êzdiya û olên din jî bedenê ruhên pîroz - Xweda, horî û melekan ji agir pêk tê û ew agir hêza bedenê wan e. Xwerin û vexwerin di wana de nîne. Lewra bi baweriya vêxistina agir, mirov hêz dide miliyaket û xwedanên li devdorên ocax û ziyareta, yanî bi
18
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
rengekî din agir wek xêr û qurbanî ji bo hêzdayina wan tên vêxistin. Agir heman demê jî nîşaneya enerjîyê ye. Di vê menayê de, gor baweriya olî, bi pêxistina agir ve pêwandiya ruhê benda bi miliyaketa re diha hêztir dibe. Bi vê baweriyê bende agir vêdixe, duwa û daxwezî ji Xweda û miliyaketan re, ji Xwedanên ziyaret û ocaxan dike.
Di rê û risimên êzdiya de dema zarokê kurîn 7 an 9 meh temam dibe, ferze biskê wî bê hildanê. Ev prosêdûr dûrî dema êvarê, dema Roj hê li jorêye gere pêk be! Di nava gelê me de, ji dema kevnar de çend rêformên olî çêbûne, navê olê hatiye guhertin hema dîsa jî hebûna sereke ya gelê me û bergeha silav û duwayê wan Roja ronîdar
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
an “roniya çavê wê geşe”an jî “roniya çavê wî lewaze”derbaz dibin. Di nava civakê de dema zarok tê jiyanê an jî neferên malê ji rêwîtiya demdirêj vedigerên malê, xêrxwez ji malmezin an nefêrin din yê malê re dibêje:“Çavê te ronî be”! An jî dema mirov tên malekî mêvanî, kesên malê ji wan re dibêjin “Tu ser çava hatî!”, an jî dema bende di rasthatina de silav didin hev û “dibêjin ser çava” û heman demê jî destê xwe dide li jora çavê xwe. Ev mînak diyar dikin ku yek ji yekê re dibêje “bî ditina te kêfxweşim”. Heta niha, bêtir jî beşa civakê yên temen mezin di rasthatinan de destê xwe didin li jor çavê xwe û bi gotina “ser çava” silav didin kesê pêşberî xwe. Dibê derbarê vê mijarê de, mirov vê gotinê dîrokzanên Îtalî berçav bigire yên ku dibêjin: “silavên leşkerî ya niha li cîhanê, ya dest danîna ber enî, ji silavê gelên meda (kurd) tê yên ku di rasthatinan de bi hev re dibêjin: “ser cava û destê xwe didin jora çavên xwe”. Di zanista xalda ango ya kurdên ro-
20
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
jparêz tarîbûna Tavê bi hatina xwedanê erdê dihat şirovekirin û diyar dikirin ku piştî vê hatinê feleketekê xwezayî çêbibe, bêtir jî erdhejê pêk bên. An jî bûyereka mezin pêşbikeve. Mînak: dibe navdarek di vê roja tarîbûna Tavê de ji dayik dibe an jî bê li ser text yê ku demên pêş de bibe padşayekî zilmkar an jî bibe sedema şerên giran. Yanî di nav civakê me de tarîbûna Royê wek “tiştekê ne ji bo xêrê be” dihate şirovekirin. Di nav olên kevnar yên gelên arî, hopt û çermsoran de tradîsyoneke hevbeş yê girêdayî Rojê heye. Dîrok û pêşbêniyên wan de tê diyarkirin ku di nava heyama cerbê de 24 zarokên Xwedayê Rojê wê bêne cîhanê, ji wan yê 22-a wê cîhan rizgar bike û zemana zêrîn ava bike. Di vir de du tişt dertên pêş me: 1. Kesê cîhan rizgar bike wê ji gelê bi rojê re pêwendîdare derkeve. 2. Dîn û tradîsyona destpêkê yê bi Tavê re pêwendîdar wê careka din vegere cîhanê. Li gor ola êzdiya kesê cîhan rizgar bike, zemana zêrîn bîne Melik
Şerfedînê Mad e, yê ku piştî derketina ji mixarê zarokên osmaniya têk dibe, textê xwe li Amedê daytîne! Girêdayî rewşa rojê tradîsyona kurdên êzdî û yên misilmana serlêdane goristana miriyan çêdibin heye. Bê guman di nav kurdên misilman de ev pêkhate girêdayî tradîsyona olên kurdî yên êzdeyetî, zerdeştiyê ne. Ev serlêdana di nav kurdên misilman de, dema demdirêjaya rojê dikeve pêşiya demdirêjaya şevê ango li sersalê dema roj berbi germê ve diçe, di roja pênşemê pêş an paş de pêk tê. Lê di nav êzdiya de, serlêdana li goristanê pênşema berî 22 meha hizêranê pêk tê, dema demdirêjaya Rojê digihêje asta here jor. Di vê salê de, roja êzdî diçin serlêdana miriyên goristanê dikeve 20 meha Hizêrana sala 2019-a. Ji bo hemû kesên cangorî û miriyên wan hene, em ji Xwedê û Tawisî Melek ji wan re rehmê dixwezin û dibêjin xêrên ku ji bo miriyên xwe didin bila qebûl be!
Diclepress13@gmail.com
DîROK
21
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
EHMEDÊ NALBEND(1891-1963)
KAREKtERÊ IRA MILLî yA xwEMALî xASîyEtÊ BINgEHîN yÊ BERHEMÊ EHMEDÊ NALBEND E
Ehmedê kurê Emîn, di sala 1891an
de li gundê Bamernê hatîye dine. Navê malbatîyê ji bavê xwe wergirtîye, pîşeyê wî nalbendî bûye, di nav xelkê de bi gelek naznavan hatîye naskirin, di şiirê de “Ehmed” bikar anîye, hinek car “Nalbend” jî tomar kirîye. Di vî warî de dibêje: Ez bi tebi‘ê xwe feqîr im ne‘lbendî nîsbet e Lê bi şî‘ra xo xenî me fexra Kurdistan im ez Di temenê xwe yê pênc-şeş salîyê
Bêduh, Dêrşikê û yên din dikin. Avahîyên wan dişewitînin, mal û samanê xelkê talan dikin. Rûniştîyên wan gundan derbeder dibin, bi naçarî Ehmed berê xwe dide gundê Çelê. Salek piştî wê diçe gundê Ruysê û duwazdeh salan li wir melatîyê dike. Piştî wê du salan melatîya gundê Bêgovanê yê li navçeya Gulê dike, vêca şeş salan jî li gundê Xeşxaşê melatîyê dike. Di sala 1942an de vedigere Amêdîyê heta sala 1947an li wir rûdine, piştre li navçeya Silêvaneyê bi cih dibe. Di sala 1957an de berê xwe dide Amêdîyê, salek piştî wê diçe Bamernê û heta sala 1961an li wir dimîne, piştre carek din vedigere gundê Xişxaşê yê li navçeya Berwarîya Bala. Ev dawîn cihê wî yê niştecihîyê bûye. Wî navî re Ehmed tûşî nexweşîya psîkolojîk bûye, kesên nêzîkî wî û şarezayê jiyana wî, di wê bawerîyê de ne ku Şoreşa Îlona 1961an, wî tûşî reşbînîyê kirîye, li gor wî êdî tu manaya jiyanê nemaye, ji ber wê di roja 9ê îlona sala 1963an de bi awakî trajedîk, li gundê Xişxaşê kêrekî li de di hicreya mizgeftê de dest bi zikê xwe daye û koça dawîyê kirîye. xwendinê kirîye. Wekî ûrf û adetê wê serdemê li gelek cihan xwendîye, ŞIIRÊN WÎ ya eşkere ye li navçeyên Behdînanê Hê di salên zaroktîya wî de li ba hicreyên xwendina mizgeftan zêde Ehmed îlhama şiirê serî hildaye. Wî bûne. Li bajarên Amêdê, Zaxoyê û wextî heta koça xwe ya dawîyê bi Duhokê xwendîye. şiirê re jiyaye, wisan dixuyê ev his û Di sala 1914an de li gundê Bêduhê hest qet xwe jê dûr nekirîye û timî pê yê li navçeya Berwarîyê du salan mi- re bûye, ev ji hemî şairên kurd ên din jûlê xwendinê dibe û vêca îcazeya zêdetir jê re bûye saheyeka şiirê. melatîyê werdigire û di sala 1916an Komek nivîskarên kurd di sala de di eynî gundî de dibe mela, heta 1998an de karekî baş kirin ku di sala 1919an. Vî navî re çekdarên pênc cildan de hemî şiirên Ehmed bi asûrî yên Tiyarê êrîşê gundên Mayî, navê “Baxê Kurda” weşandin.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
Hê di salên zaroktîya wî de li ba Ehmed îlhama şiirê serî hildaye. Wî wextî heta koça xwe ya dawîyê bi şiirê re jiyaye, wisan dixuyê ev his û hest qet xwe jê dûr nekirîye
22
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
Şiir ji alîyê Taha Mayî ve hatibûn berhev kirin û ji weşanê re amade kiribûn, piştre pêdaçûn, rastkirin û serperiştîya çapê ji nivîskar Reşîd Findî, Îsmaîl Badî û Mihemed Ebdula re hat sipartin. Îhtîmal e ev dîwana ireh û mezin yek ji wan kêm dîwanan be ku ji sansorê hatibe rizgar kirin, yên şair gotine bê guhê xwe bidin sevîya nizmî û bilindahîya şiiran ên di warê huner û sipehîtîyê de hemî hatine weşandin, her wiha ji alîyê ûrf û adet û exlaqê civatî ve sansor li ser van şiiran çênebûye, bi eşkere wesfê mekanîkî ya peywendîya jin û mêrî ya di esnayê ku şehwet tenê heyecanî li mêrî nake, belko li jinê jî dike. Ev azadî ji bo nasîna dewlemendîya neteweyî wekî heye û beşekî ji ras-
tîya jiyanê ye, di berhemê edebî û hunerî de karekî di cih de ye. ŞIIRÊN WÎ DI WARÊ BÎÇIMÊ/ STÎLÊ DE Dîwana Ehmed nêzîkî şeş sed lîrîk û qesîdeyên behra arûzê dewr dikin, qasî wê û belkî zêdetir jî şiirên li ser kêşa hêceyî ya xwemalî hûnandine. Di bikaranîna behra arûzê de yek ji wan e ku di şiira kurdî de zêdetirîn vê kêşê bikar anîye. Bi vî awayî kêşên hezec, remel, muteqarib, recez, besît, muzari‘ û medîh di şiirên wî de tên dîtin. Di van şiiran de yekîtîya qafîyeyê bikar anîye. Ji ber zêdebûna şiirên wî, çar-pênc ne tê de, karîbûye hemî dengên alfabeya kurdî û erebî bike qafîye. Ev şiirên han her çend wekî nûner-
Diclepress13@gmail.com
eka şiira klasîk a sedsala 20an dikevin li ber çav, lê beşdarîkirina ber bi pêşvebirina şiira millî ya hêceyî ya xwemalî de, ger ji vê zêdetir nebe, ne kêmtir e. Ji ber wê hemî kêşên xwemalî ku di şiirên xwemalî yên nivîskî û şiirên millî yên devkî (folklor) de hatine bikaranîn, Ehmed ji tevan zêdetir xwedîyê nimûneyan e. Bi vî awayî kêşên millî yên“5, 6, 7, 8 û 10” kîteyî bikar anîye. Hinek car kêşeyên dirêj perçe kirine û perçeyan nekirîye bi rêzeşiir, eger vê bikiribûya, hinek şiirên wî di warê bîçimê de wekî “şiirên nû” dihatin li ber çav, ew şiirên li ser bingehê zêdetir ji kêş û qafîyekê hatine rêkxistin. Ehmed di bikaranîna qafîyeyê de dewlemend e, hemî awa qafîyeyên yekîtî, mesnewî û rengaûreng bikar anîye. Dêmena bîçima şiira Ehmed di warê endaziyarîyê de bi vî awayî ne: 1- Şiirên wî yên lîrîk ji pênc rêzan heta duwazdeh rêzan hene. 2- Qesîde gelek zedêtir in, yanî ji duwazdeh rêzan jortirin. 3- Qesîdeyên wî yên çarînî hene, qafîyeyên“A A A A”, “A B A B”, “A A A B”yê bikar anîye. 4- Di perçeyên sê rêz şiirê de, yanî şeş nîv rêz şiir, qafîyeyên “A B A B A B” tên dîtin. 5- Komek qesîdeyên wî yên pêncînî yên asayî hene “A A A A B”. 6- Di dîwana wî de komek tercî‘ bend hene, lê lîrîkên wî bi hejmara rêzan kêm in, her wiha hinek car nîv rêz tercî‘ê carî nabin, dikare ji van re terkîbî bend bê gotin. 7- Bi giştî karekterê şiira millî ya xwemalî xasîyetê bingehîn yê berhemê Ehmedê Nalbend e. Zimanê şiiran hêsan e, ji axaftina xelkê hatine wergirtin, ji ber wê beşekî zêde ji kesên kurdî dizanin fehim bikin.
DÎROK
23
Li gor wî mebest ji bîçimê, têgihiştina naverokê ye, ji ber wê qîmetekî wisan bi vê nade. Xwe ji rewanbêjîyê heta derecekê dide alî, her çend hinek car wêneyên hunerî yên sipehî dikevin li ber çav jî.
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
çoveya perwerde û hîndekarîyê. 4- Di şiira niştimanperwerî de rastgo ye, kesk e û di nav kurdîtîyê de hela ye. Ev awa şiirên wî dibin du beş, yek jê wesfê sipehîtî û rengînîya erdê Kurdistanê ye, ya din hereketekî kûr ê hinavî yê di wê rêyê de digere, ku kurdan rizgar dike, dibin xwedîyê xwe, wekî hemî milletek û neteweyekî ser rûyê dinyayê yên dijîn 5- Şîn û girîn wekî mebesteka kevin a edebê û bi awakî nû wekî mebesteka taze di dîwana wî de xwedîyê cihekî taybetî ye 6- Di sitayîş, şanazî kirin û methê de cihê wî diyar e. Hinek car tevlî henek û pêkenînê dike, di vî haletî de ji çarçoveya mebestên pêşîyê derdikeve û dikeve xaneya pêkenînê Carên wisan jî heye werdigere û dibe drama û wekî komedî dikeve li ber çav. 7- Komek şiirên wî yên vekirî yên erotîk hene, wan dîwana şiira kurdî dewlemend kirine.
ŞIIRÊN WÎ DI WARÊ NAVEROKÊ DE Eger havêna sipehîtîyê di hinek şiirên Nalbend de kêm bin û li şiirên perwerde û hîndekarîyê (dîraktîk) nêzîk bibin, ji ber wê ye ku hemî babet, bûyer, naverok û serpêhatîyên jiyanê nivîsandine. Bêguman hinek ji van babetan cerabeyên wî kêm in, lê ev ne tenê di edebîyata kurdî de ne, belko di edebîyata hemî neteweyên Rojhilata Navîn de wiha ye. Ji ber wê em dikarin van awa naverokan bikin nav naveroka qalibê dahênaneka nû. Di xwendina şiirên Ehmed de, em dibînin ku tenê xwe wekî şairekî nade nîşan, belko wekî seydayekî xwendegeha asoya ireh û mejîyê wî tijî ji nesîhet û pendên rojhilatê dide nasîn. Bi giştî şiirên Ehmed di warê naverokê de mijûlê van mijaran e: Çavkanî: 1- Şiirên dînî (minacat, pesin û Prof Maruf Xeznedar, Dîroka Edehinek milên sofîzmê) di şiirên wî de bîyata Kurdî, cild VI. xwedîyê cihekî diyar in. 2- Dildarî û wesif bi gelek awayî dide A: Ziya Avci(Elîşêr) xuyakirin. Ji wan wesfê dilber û niştiman tevlî dildarîyê dike. Teqlîda dildarîya klasîk zêde ye. 3- Şiirên wî yên civatî ewqas zêde ne, eger bi mebesteka akademîk lê bê nêrîn, ne bi mebesta tahm û xeyala hunerî, ansîklopedîya civatî jê çêdibe. Şair behsa hejarî, dewlemendî, dizî, qumar, bertîl, çakî, xerabî û gelek bûyerên din ên nav civatê dike. Piranîya ev awa şiir dikevin nav çar-
Şiirên wî yên lîrîk ji pênc rêzan heta duwazdeh rêzan hene
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
24
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
CELO ŞENGALÎ KIYE?
YEKEMÎN STRANA KU MIN JI XIDIR FEQÎR HILGIRTÎ STRANAX(EYŞA BALÊ) BÛ
Her hunermendêkî bi hunera xwe
û asta xizmeta kû ji civaka xwe re dike, dibê xwedî dîrokêkî. Dîroka hunerê jî bi wan kesayeta hunerî tê tijî kirin û tê afrandin, li civaka me jî hejmarêkî mezin ji wan kesayeta hunerî derketine û bi qasî hêza xwe xizmeta çand û hunera gelê xwe kirine. Hunermend celo şengalî jî yek ji wan hunermendaye kû her li temenê xwe biçuktî hewl daye ala hunera gelê xwe bilin bilêhê. Li wî hevpêyvînê de bi kovara dicle, dîroka hunermend celo şengalî û çewaniya fêr buna hunerê ji xwendivanin xwe re parve dikin.
A: XWEDÊDA SEYDO
* H.Celo Şengalî kî ye? - Hunermendê çiyayê Şengalê H.Celo Şengalî yan jî Bavê Ferhan li sala 1956 li gundê(Qizil Kend) yê dikeve başûrê çiyayê Şengalê ji dayik bûye. Navî wî(Celal Qasim Hisên) e û bi navê hunerî(H.Celo Şengalî) tê naskirin, bavê wî ji eşîra(êla) Çêlkan e. Celo Şengalî di şeş saliya xwe de ji babê xwe fêrî lêdana tembûrê û gotina stranê dibe, bi heskirina vê hunerê û gudarkirina li dengê hunermendên çiyayê Şengalê weke, Qepql, Şêx Mûs,Pîr Biro, Xidir Feqîr û hwd dikeve di nav jiyana hunerî û dengbêjiyê. Hunermendê yekemîn ku bandor li ser wî kirî ku stranan bêje hunermendê mezin Xidir
Feqîr bû, wekî ew jî dibêjê koçerî û cotyarî hişt ku ji biçûkanî ve dest bi karê hunerê bike. H.Celo Şengalî ji gundê ku lê bûye ji ber jiyana koçeriyê diçe”Zoman” û ji wir jî diçe gundê(Keleha Pûlê) û li wir piştî heskinekê jiyana hevjîniyê pêk tîne,tevî hemû astengiyên jiyanê û feqîriyê dest ji gotina strana şengalî berneda, çanda û kultûrê bav û kalan winda nekir û bi dengê xwe ji civakê re da xuyakirin. * We çawa dest bi dengbêjiyê kir? - Her yek di temenê biçûkaniyê de hîs dike stran bêje û destpêkê stranên xemgîn bi bandor dibe, ji ber vê çendê dibe aşiqê dengê H.Xidir Feqîr û Şêx Mûs...hwd, ji ber
Diclepress13@gmail.com
ku dengê van hunermendan yê xemgînî, wekî ku ew jî di bêje :-hisreta min bû ku ez li dengê H.Xidir Feqîr guhdarî bikim ji ber vê çendê min kasetên dengê wî peyda kirin, beriya ku H.Xidir Feqîr jiyana hevjîniyê pêk bînê stran digotin her li wî demî min nas dikir. Yekemcara ku min H.Xidir Feqîr dîtî di salên heftiya de li şêv beratê(leyl el-qedir) li navbera gundên(Simê Hêstir) û(Kolka) de, li ber dîlanêre min dengê H.Xidir Feqîr kir ku stran digot. Min digot ezê bi mirim lê fêrî gotina stranê nabim her çend kêm be jî min dest bi gotina stranê kir lê ti carî na gehêjim asta strana H.Xidir Feqîr. bi şevan min stranên wî guhdarî dikir, her tiştê ku bi hiskirin nêzî bibiyê dê fêrî biyê û ez ji dil bûme aşiqê gotina stranê li ber jiyana koçeriyê li ber pez min srtan di gotin li salên 76 bû, li gundê(dêr ‘as) em di çûn malên cîranan da ku li radyoyê li dengê h.xidir feqîr gohdar bikim, piştî demekî xelkê daxwaz ji min dikirin ku ez strana bîjim li wî demî ku ez biçûk bûm û min bi şermokîve strsn digotin û pişre min şerîtên dengê xwe berhem kirin êdî bi vî awayî derbasî dengbêjiyê bûm. *Di sala çendê de we dest bikarê hunerê kiriye? - Di 17 saliyê min dest bi gotina strana folklor kiriye, di Tîrmeha sala 1979‘an min digel keçmama xwe jiyana hevjîniyê pêk anî, min çar kur û çar keç heye lê niha keçek û kurekî min çûne ser dilovaniya xwedê .Di şerê Îran û Iraqê de me koçî Rojavayê Kurdistanê(Sûriya) kir, her çend zor û zehmetiyan lê min dest ji gotina stranê ber neda. * Li ber destê kijan hunermendî hûn fêrî dengbêjiyê bûn?
ÇAND
25
- Li ser destê û ji dengê hunermendê çiyayê Şengalê Xidir Feqîr fêrî gotina stranê bûme, hetanî çend salan jî min neqla dengê xwe ji stranên H.Xidir Feqîr digirtin, piştî çend salan min guhdarî stranên Qepal, Şêx Mûs, Pîr Biro û Keka....hwd û ji bilî Pîr Biro,Şêx Mûs û Qewlan min bi hemû stranbêjên çiyayê Şengalêre stran gotîne. *Gelo kesin hene ku li ser destê we fêrî dengbêjiyê bûne? - Gelek gencên me ku ji dengê min hez dikin hene û dixwazin li dengê min guhdar bikin. Herwsa birayê min Nasir li ser destê min fêrî stranan bû û heskirneke zêde di navbera me de hebû, eger daxwaza ‘emrê min kiribaya minê daba û ez gelek bi mirina wî xemgîn bûm. * Yekemîn strana ku we gotî çi stran bû? - Yekemîn strana ku min ji Xidir Feqîr hilgirtî strana(eyşa balê) bû û strana yekemîn a min gotî.
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Di 17 saliyê min dest bi gotina strana folklor kiriye, di Tîrmeha sala 1979‘an min digel keçmama xwe jiyana hevjîniyê pêk anî, min çar kur û çar keç heye lê niha keçek û kurekî min çûne ser dilovaniya xwedê xemgînî ne û him jî evînî ne.
* Ji derveyî stranên çiyayê Şengalê, stranên girêdayî Kurdistanê we bi kê re stran gotiye? - Stranbêjên ku min bi wan re stran * Stranên hûn dibêjiin, yên we bi gotî weke; Ekrem Reşo, Se’îd Gabarî xwe ne yan jî we kesên din girtine? ...hwd. - Stranên ku ez fêrî bûme ne tinê ên min in, yên folklorê yên çiyayê * Ne tinê li Şengalê li cihên din we Şengalê ne û yên gelek dengbê- stran gotine? jan e. Stranên min jî hene li ser fer- - Ne tinê li Şengalê, li Rojavayê manê ne,weke Xidir Feqîr gotî stran Kurdistanê û Bakûr di mîhrecanan keşkûle ku pitrya xortên me stranê de min û Tehsîn Xidir stran gotine û tinê ji hunermendekî hidigirin lê min li gelek radyo û televziyonên Kurdisgot çênabe di vê guhdarî stranbêjên tanî beşdar bûne. din jî bikim. * Di civaka me de tiştekî şerm e ku * Piraniya stranên we gotine li ser jin bistirên, gelo sedema vê yekê çi ye? çi ne? - Piraniya stranên ku ez dibêjim ên - Ne xêr e û ne şerm e, lê tinê civaka xemgîniyê ne yên weke; ‘Eyşa me dike şermî ku jin bistirên. Dema Balê,’Edûl û Gênc Xelîl û Siyamend û ku mirov bû aşiqê tiştekî çênabê keXecê...hwd. Stranên ez dibêjin him sek astengiyan derxînin, berûvajî wê
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
26
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
divê mirov destek û moral bide wan kesan, eger ne ji civakê bûye beriya her kesî minê destûr daba keçên xwe ku bistirên, eger ne ji fermana ku bi ser miletê me de hatî ya 3 Tebaxa 2014‘ an kurê min Ferhad wê fêrî stranê bûba. * Erkê hunermend di civakê de çi ye? - Bi nêrîna min hunermend ne tinê yê mala xwe ye, di heman demê de milkê hemûyan e. Lewra divê ku hunermend şanî milet bide ku çi serê wan hatiye netinê ev ‘eşiq û evînî û foliklorê jî şanî civakê û dinyayê bike. Lê mixabin tu piştevanê hunermend û dengbêjên çiyayê Şengalê nînin, eger welatê me alîkarî kirbaya wê dengbêjên me niha ne di vê astê de bana û di vê hunermend azad be û bi zimanê xwe li ku cinhî bê spasiyeke mezin ji hemû hunermendare. * Divê civak çawa li hunermend xwedî derkeve? - Mixabin civaka me ne tifaqeke, pirsyar ji min hate kirin gelo niha xweşe yan li demê sedam hisên û minjî bersiv da geger welatê me ji mere neke her weke heve û mixabin êzidiyan xweyekî xwe nîne eger nebin yekdest tu kes wê ji mere nake. * Gotina we ji bo kesên ku guhertinan di folklora Şengalê de dikin, çi ye? - Stran tiştekê pîroz ê civakê ye û divê li ser koka xwe bimîne, eger guhartin hebin jî divê guhartinên baş bin. Erkek dikee ser milên me ku em civakê ji her alî ve bidin xueyakirin û divê stran bi wezin û qafyekî ciwan bête ristin û gotin. Ez ji tevayî hunermend û stranbêjan re, bi tayibet civaka me re dibêjin çênabe ticara hunermend ku bêje ez hunermendê gelê xwe me xwe mezin û kubarî bike û xwe ‘eşîrî neke divê ku çawa milet jê hez bike ew jî bi wê hezkirinê xizmeta miletê xwe bike, her weke di qewl û têkistên dînî de hatî”Kes bi kubariya xwe naçê pêş”.
Diclepress13@gmail.com
HEVPEYVÎN
27
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Hevpeyvîna Uskê Cim bi Êzdîzan Kemal Tolan ra
ÊZDIYATÎ DÎNEKÎ XWEZAYÎ, ESMANÎ Û SERBIXWE YE
“Êzdiyatî dînekî xwezayî, esmanî û serbixwe ye. Êzdî îmana xwe bi ilm û qewlên Êzdiyatiyê nas dikin. ”Pêşîn ji bo kes ji min şaş fahm neke, ez dixwazim ji we û xwendevanên birêz re bibêjim, ez bersivên van pirsên hevpeyvînê li gorî Êzdînasîn, dîtin û ramanên xwe didim. Gava rexne û pêşniyarên we hebin û hûn şaşîtiyên min ji Êzdiyatiyê re nekine kêmasî, lê ji min re bibêjin ezê gelekî dilxweş bibim. * Birêz Tolan, Êzdî kî ne? - Bi dîtina min, ew kes(evd)ên ku baweriya xwe ya olî li gora ilm û qewlên Êzdiyatiyê dimeşînin, ew Êzdî ne. * Êzdiyatî çi ye? - Ez dibînim ku gelek nivîskar û rewşenbîrên miletê me û gelên dinê li gora zanîn û agahdariyên xwe. di hinek malper, nûçe, rapor, kovar, pirtûk û lêkolînên xwe de bahsa naveroka dînê Êzdiyatiyê û jiyana Êzdiyan kirine. Lê, bi dîtina min, ji ber kû piraniya van kesan bi xwe ne Êzdî ne, piraniya nûçe û berhemên wan ji aliyên ilmên Êzdiyatiyê ve jî gelekî qels in. Li gorî Êzdînasîna min, eşkere dibe ku van kesan agahdariyên xwe ji ber devên hinek dunavên Êzdiyên belengaz û menfeatçiyên gelên cînar bi rişwetê(bertîlê) standine û lewma jî nikarîbûne xwe bi temamî berdin ser riknên dînê Kurdên resen. Li gorî ku ez ji zargotina me Êzdiyan fahm dikim, naveroka dînê Êzdiyatiyê bi kurtasî weha ye: Êzdiyatî dînekî xwezayî, esmanî û serbixwe ye. Êzdî îmana xwe bi ilm û qewlên Êzdiyatiyê nas dikin Sembol, ilm û qewlên me hemû girêdanên di navbera Xwedayên esmanî û xwezayê de rast diyar dikin û dibêjin, ku di destpêka airandina dinyayê de ji xeynî Xwedê, Melek(Milyaket), Horî, Perî û whd. tu giyander(ruhilber) ên dinê li ser û binê erdê tunebûne. Dû re, wexta melekan bi quwet(hêza) a Xwedê û her yekê ji keremetên xwe nîşan-sembolên pîroz(yên weke erd, ezman, av, ba, agir, roj, hîv, stêrk, şev û hwd) çêkirine û gelek ruhilber(giyander) xuliqandine, êdî ew derketine çûne dîwana Xwedê û di dewsa xwe de ev sembolên xwe yên pîroz li ser û binê erdê hîştine.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
Bi dîtina min, di naveroka dînê Êzdiyatiyê de jî tê xwanêkirin, Êzdiyatî bingeha hemû dînê li cîhanê û haveynê mirovatiyê ye. Xwedayê me hemû giyander(ins) û cinsên li seranserê cîhanê yek e Di zargotin û kevneşopên Êzdiyatiyê de xwanê dibe ku Xweda yeke, bê şirîke û di ser hemû Xwedana re ye. Başî û xirabî tev ji ba Xwedê tên. Ew dilê ku xofa Xwedê tê de hebe û hebûna Xwedê nas dike ew Êzdîtiyê dişopîne Ew kesê ji bo Xwedê be, Xwedê jî ji bo wî ye. Her evd ji pêywendiyên xwe yên bi Xwedê, Milyaketa û Xwedana re berpirsiyar e Her mîh(mêşin) û bizin bi qîtikên xwe ve tê dalqandin û hwd. Her weha mîna her olek û miletekî li cîhanê ku ûrf û edetên xwe yên taybetî hene, wisa yên me Êzdiyan jî gelek sembolên pîroz, ilm, qewl, cejn, ferzên rastî(heqîqet) û îbadet(terîqet)ê me hene. * Kitabên Êzîdiyan yên muqedes hene? - Gava evdek karibe baş li kûriya fîlozofî û mîtolojiya Êzdiyatiyê birêne û
28
HEVPEYVÎN
Diclepress13@gmail.com
jê fahm bike, ewê bivîne ku me Êzdiyan ji berê ve gotiye û vêga hêjî dibêjin; Sembol, ilm û qewlên Êzdiyatiyî pêywendiyên di navbêna Xwedê û Milyaketa, Milyaket û Xwedana û Xwedan û evdan de zelal didine xwanê. Li ser vê bingehê dibêjim, tu beşerî Êzdiyatî ne airandiye û ji hinga mirovatî peyda bûye û heta vêga hêjî tu kesekî nikarîbûye tevaya fîlozofî û mîtolojiya Êzdiyatîyê di tu kitêban de tomar bike. Eger li ber destan çend mişêwr(destnivîs)ên hinek xwedîocax, xas û qelenderên Êzdiyan hebûne anjî hêjî hebin, ew jî ne kitêbên Êzdiya ye muqades in Kitêbên Êzdiya ye ku muqades bin tunene Ji berê û heta îro hêjî tu kesekî Êzdî û xerîb nikarîbûye tevaya kevneşopên Êzdiyatiyê bi gotin û di kitêban de şîrove bike. Wekî ku xwanê dibe, me Êzdiyan heta vêga îmana xwe timî ji ilm, qewl û sembolên Êzdiyatiyî û bi xêra zargotina(batinî, sir, rahm, keremet û hwd) xwe nas dikir. Lê ji ber ku ev mercên parastin û pêşxistina ilm, qewl, sembolên Êzdiyatiyî û zargotinê kêm dibin, pêwîste êdî em jî wan hemû bingehên dînê Êzdiyatiyê binivisînin û biparêzin. Lê dîsa jî ev nayê wê mahnê ku ev tiştên hatine û bêne nivîsandin wê pîroz muqades bin. Hinek kes li ser Ola Êzdiyatîye dibên, ”Êzdî ji hova bawer dikin. ”Ji xwe di rûpelên dîroka kevnar de jî zelal xwiya dike, ji bo ev kesên ku dijminên Xwedê û mirovatî(Êzdiyatî) yê dikin karibin daxwaz û berjiwendiyên xwe, di her demê de zêdetir bikin, ewan timî hebûna Xweda yê seranserê cihanê û em airandiye înkar kirine.
Ewan ji bo berjiwendiyin xwe ye şexsî timî şirîk ji Xwedê ra çêkirine û agirê neyartiyê berdane navbera ol û gelên li cîhanê. Her wisa ewan gelek tiştên ne rast li ser Êzdiyatiyê û di nava axa Mezopotamiyayê de belakirine û gotine:“Êzdî ne Kurd in, Êzdî qûreşî ne, Êzdî ji hova bawer dikin, kitabên Êzîdiyan yên muqedes nînin, kî neferekî Êzdî bikuje, ew gunehê xwe yî di axret û îmanê de afû bike û ewê li dinya dinê here bihuştê û hwd. “Bila ev dijminên Xwedê, dîn û netewa me înkar dikin baş bizanîbin ku Êzdî îro hêjî dibêjin, “Xweda yeke, bê şirîke û di ser hemû Xwedana re ye. Başî û xirabî tev ji ba Xwedê tên. Tu Milyaket - ins(giyander) û cins(matariyal)ê şirîkê Xwedê be tune. Ruhê însan namire û ruh her li ser ruyê vê dinyayê digere û hwd”. Sebeqeyeke qewlê Êzdiyatiyê de jî dibêje:“Siltan Êzî bi xwe Padşa ye, Hezar û yek nav li xwe dana ye, Navê mezin her Xweda ye” Vêca, ji ber gelek eger, kêmasî û neheqiyên ku van Xwedê ne nasan bi serê me Êzdiyan ve anîne, em Êzdî gelek caran ji cîhên xwe koçber bûne, gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurdên resen û baweriyên cînarên me. * Êzdî îro zêde li ku dijîn? - Bi dîtina min, hinga ku Êzdîxan ji Êzdîyan dagirtî bû û sînor ne ketibûne nava Kurdistanê, hingê Êzdî di nava Mezopotamiyayê û bi taybetî jî di nava Kurdîstanê de bi serhevûdin ve bi hêsanî çûne û hatine. Bi dû re wexta dagirker hatine ketine Kurdîstanê, wan nehîştiye ku meriv tucara di derheqê Êzîdiyan de tiştekî rast bizanîbe.
Diclepress13@gmail.com
HEVPEYVÎN
29
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
zehmetê giran parastine. Êzdiyên kû di nava sînorên bakurê Kurdîstanê(Êzîdiyên XaltiyanBeşîrî-Batman-Sêrt, Amedê, Hekkarî-Serhedê, Botan(Basa), Çêlka-Tur-Abidin-Mêrdîn-Cizîr, Ruhayê, Wêranşehîrê û hwd. ê) mabûn, piraniya wan hatine qirkirin û helandin. Îro di wan herêman de, tenê çend malên Êzîdiyan li devera Xaltiyan, Çêlka û li herêma Wêranşeherê de mane Belê eger mirov îro wan tevan bîne li ser hev, weke gundekî piçûk jî tûnene. Ez jî li goriya gumana xwe dêjim, îro di nava cîhanê de jî hêjmara me Êzdiyan di bin miliyonek û nîvê de ye. * Hinek Êzdî xwe wek “Kurd” nabînin, hûn li ser vê meselê çawa diikirin? - Ola Êzdiyan ola Kurda ye herî kevn e û bi dîtina min kevnbûna dîroka Kurdîtiyê vêga hêjî di stran, folkWan bi darê zorê cî û warên Kurd(Êzdiy)an li hev parve kirine û şopa hebûna Êzdiyan tam wenda kirine. Weke ez ji dîroka ola Êzdiyan fahm dikim, heremên ku Êzdî berê lê dijiyan û heta îro hêjî piraniya wan di nava axa Kurdistanê de ne. Êzdî li nava herêma başur-rojavayê Kurdîstanê(Sûriyê, li derûdora Efrînê, heta Hesekê, Qamîşloyê û hwd. ê). li nava başûrê Kurdîstanê de(Îraqê, li derûdora ji Şengal, Duhok, Musilê û hwd. ê). li nava rojavayê Kurdîstanê(Îranê, li derûdora Mahabadê, tevaya ber ava gola Hezarê û hwd.
ê). li nava başurê Ermenîstan, Gurcîstanê û li nava gelek komarên Sovyeta berê(li derûdora Êrîvanê, Lenînakan û Tbîlîsî). Li nava tevaya bakurê Kurdistanê(Tirkiyê, li derdora Agirî, Qersê, Sêwas, Çewlik, Mûş, Bedlîs, Elezîzê, Meletê, Maraşê, Amed, Wan, Sêrt, Batman, Cizîr, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Kilîsê û hwd. ê) de jiyane. Piraniya Êzdiyan, îro hêjî nêzî 700-800 hezar neferî li derûdora ji Şengalê, Duhok, Musilê û hwd ê dijîn. Ez dizanim, ew Êzdiyên kû koçberî nava welatên Sovyeta berê û deverên din bûne, ewan di nava wan welatan de Êzdiyatî û çanda xwe bi
Bi dîtina min, hinga ku Êzdîxan ji Êzdîyan dagirtî bû û sînor ne ketibûne nava Kurdistanê, hingê Êzdî di nava Mezopotamiyayê û bi taybetî jî di nava Kurdîstanê de bi serhevûdin ve bi hêsanî çûne û hatine
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
lor, ilm û qewlê Êzdiyatiyê de zelal xwanê ye. Bi dîtina min, pêwîst e ku her Kurd zanîbe, gava oldarên Êzdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ye Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin. Ji ber ku zimanê ola Êzdiyatiyê zimanê Kurdî ye. Em Êzdî ji xeynî zimanê Kurdî, nikarin bi ti zimanê dinê dua, qewl û beytên xwe bibêjin û bipêşve bibin. Heta vêga Êzdiyekî ku bi Kurdî nizanîbe tûne bû. Ji xwe rastiya ku Êzdî Kurdin, di zilm
30
HEVPEYVÎN
Diclepress13@gmail.com
û zordariya hatî serê Êzdiyan de zelal xwiyanî dike. Êzdiyan bi vê baweriya xwe û bi zahmetekî ku meriv nikare salix bide ev çanda Kurdî li ser piyan hîştine. * Têkilî yên Lêkolînvan û Rewşenbîrên Kurdan li ser Ola Êzdiyan çiye? - Ew kesên biyanî û Kurd ku ji xwe re dibêjin”Ez rewşenbîr, nivîskar, zane, îlîmdarim û hwd. ”naxwazin ola Êzdiyan weke oleke serbixwe nas bikin û dibêjin, ”Êzdî Mithraîzmî, Mazdaîzmî, Zerdûştî,
Sabî, Buddhîzmî û hwd ne. Êzîdiyatî ji ber ola Cuhuyan, Mesîhiyan an jî ya Musilmanan zêde bûye. Êzdî ji Dêw, Hova, Cinikan û hwd. bawer dikin”, ew tenê ji bo mebestên xwe û bi zanistî xizmet ji koledaran re dikin. Ji xwe Mîrê me Êzdiyên li cihanê, rêzdar Tahsin Seîd Beg, di Konferansa ku Mala Êzîdiyan ya Oldenburgê di 1607 2005 de amade kiribû û berpirsyarê hemî komelên Êzdiyan yên li Almanyayê, ronakbîr, nivîskar, dixtor, hiquqnas û polîtîkvanên Êzdî,
Diclepress13@gmail.com
HEVPEYVÎN
31
Ola Êzdiyan ola Kurda ye herî kevn e û bi dîtina min kevnbûna dîroka Kurdîtiyê vêga hêjî di stran, folklor, ilm û qewlê Êzdiyatiyê de zelal xwanê ye
dûnavîyên ola Êzîdiyan(pîr, şêx, pêşîmam û hwd), Êzîdiyên endam û alîgirê partiyên Kurdan(PKD-Iraq, Yekîtî û hwd), nûnerên Êzîdiyên ji hemî perçeyên Kurdistanê, ji Ermenistanê û yên ji welatên Ewropa, nûçegihanê Kurdistan-TV û Roj-TV jî hazir bûn, bersiva vê pirsa, ”GELO ÊZDÎ KURD IN YAN KURD NÎNIN ?„ zelal daye û gotiye: ”em Êzdî Kurd in û me tu caran kurdîtiya xwe înkar nekiriye û nakin. Heke ku em zimanê xweyî Kurdî winda bikin, hingê emê ola xwe, Êzdîtiya xwe winda bikin.
Heke ku em ola xwe winda bikin, emê zimanê xwe winda bikin. ”Ez di wê baweriyê de me ku, hemû rêzdarên endamên Meclisa Ruhanî û civata bilind ya Êzdiyan, birêz Bavê Şêx, Bavê Çawîş, Şêxê Wezîr, Serokê Qewala û hwd. ê jî weke Mîrê me gotî diikirin. Hûn jî dizanin ku li Anatolîya Navîn nêzîkî mîlyonek Kurd dijîn. Edetên Kurdên Anatolîya Navîn nêzîkî edetên Êzdîya ne, ew nêzîkî ji ku teyê? Hinek Kurd dibên, “Kurdên Anatolîya. * Navîn bere Êzdî bune”… Hûn li ser van ikran çi diikirin? - Ez dibêjim ancax Xwedê tenê pê dizane, bê ka kengî dagirker hatine ketine nava welatê me, bav-kalên me çend caran qir kirine, bi darê zorê ji hevûdinê qetandine, çend hezar Kurdên ku bac û alîkarî nedane wan kuştine, mecbûrî koçber kirine û ew birine li herêmên cûde ku ji êl û
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
êşîrên wan gelekî dûr de ji bona berjewendiyên xwe bicîh kirine. Li gorî ku ez weha dibînim û di gelek lêkolîn û pirtûkên nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurd û xerîban de jî xwanê dibe, raste hemû êl û êşîrên“Kurdên Anatolîya Navîn“ ji navenda Kurdîstanê derketine. Her çiqas dijminên ol û netewa me ne bi reza dilên me û timî li gorî berjewendiyên xwe cîh û baweriyên me guhastibin jî, nijad û baweriya me Kurdên li cîhanê dijîn tev yeke û em Kurd tev weke sêvên ji darekê ne Hemû kultur, çande, ol, êl-êşîrên me jî gul û beybûnê li derdora wê dara sêvê ne. Ez ji Xweda yê dilovan hêvî dikim, ku fersend û tifaqa nivîskar, rewşenbîr, zane, dîroknas û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî) an jî hîna mezintir bibe û ew jî karîbin ji bona pêşeroja zarokên me temamiya kronolojiya dîroka dagîrkirina welatê me, bawerî, belabûn(asîmîlebûn), koç û qirkirina me Kurdan hîna çêtir zelaltir bidine nasandin û valahîyên di dîroka dîn û netewa me de sererast bikin. * Tesîra ola Êzdî li ser olên din çi bu? - Bi dîtina min, di naveroka dînê Êzdiyatiyê de jî tê xwanêkirin, Êzdiyatî bingeha hemû dînê li cîhanê û haveynê mirovatiyê ye. Xwedayê me hemû giyander(ins) û cinsên li seranserê cîhanê yek e. Navê Xwedê di nava hemû ol û netewên li dinyayê(yên weke Sumerî, Hurrî, Hattî, Hetîta, Gotî, Mîtanî, Arî, Lulî, Marî, Kassitî, Urartî, Medî, Babilî, Keldanî(Asûrî), Kardukî, Kaldahî, Mecûsî, Mazdayî, Sabî, Zerdeştî, Mervanî, Manî, Farizî, Yahudî, Xirîstiyan, Musilman, Hinduy
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
32
HEVPEYVÎN
Diclepress13@gmail.com
Em Êzdî ji xeynî zimanê Kurdî, nikarin bi ti zimanê dinê dua, qewl û beytên xwe bibêjin û bipêşve bibin. Heta vêga Êzdiyekî ku bi Kurdî nizanîbe tûne bû
an û hwd) de heye û ew li gorî bawerî, ziman û zaravên herêmî bi gelek navan(Hurmuz, Aton, Marduk, Şamaş, Bal, El, Hadad, Xuda(xwe dayî), Xwedê, Padişa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Ez da, Ezdan, Yezdan, Yazad, Yêzad, Yê ez dayî(Êzîd, Yêzdî, Yêzîdî), Xaliq, Tanrı, Allah, Gott, Xwudah û hwd) hatiye bi nav kirin. Ji roja baweriya Êzdiyatiyê di nav Rojhilata Navîn de peyda bûye û heta vêga hêjî, jiyana me Êzdîyan ji jiyana gel û olên din pir cûda bûye. Me Êzdîyan ji ber destê zilm, zor û qedexekirina der û hundir, tu carî nikaribûye xwe di nava welatê ku em tê de dijiyan azad bidine nasandin û bi derdora xwe re bikevine nava pêywendiyên ireh. Ji berê û heta vêga jî gelek dîroknas, lêkolînvanên Kurd û biyanî dibêjin, “Êzdî gelekî bi soz, bext, xof, rahm û zêde bi erf û adetên xwe ve girêdayî bûn” Ji xwe bav û bapîrên me ji ber
vê baweriya xwe yê paqij nikarîbûne tu tahdê û zorê li hinek kesên wekî dinê diikirin bikin û malên der û cînarên xwe bixwin. * Di huner, çand û diroka Kurdan da rola Êzdîyan çiqas e? - Ez gelekî dilxweş im ku çend ilimdar, dîroknas, rojnamevanên Kurd û misyonerên biyaniyan jî, bi rastî hinek nûçe, kovar û pirtûk li ser rewşa Êzîdiyatiyê nivîsandine û hebûna miletê Ézdî weke koka Kurdan ya herî kevn qebûl dikin Heta hinek dokument, lêkolînên dîroka kevn û baweriyên Êzîdiyan didine xwanê û eşkere dikin, ku Êzdî ji berê ve di nava Kurdistanê de xwedî civatek û roleke mezin bûne. Ez jî dibêjim rast e, bav û bapîrên me Êzdiyan dîroka çanda Kurd û Kurd-
istanê bi sembol, ilm, qewl, sema, libas(cil), parêzgeh û xwîna xwe ya paqij parastine. Em Êzdî îro hêjî di zargotina xwe de dibêjin”Tawisî Melek bi adem re zimanê Kurdî xeber daye” Ev kesên ku ji dîroka Kurdîstanê agahdar in, ew dizanin hinga ku ol û netewên xerîb, bi taybetî jî hinga bapîrên Fars, Ereb û Osmaniyên Tirk-Tataran hatine xwastine bikevine nava Kurdîstanê, hingê gelek serokên eşîr, qebîle, êl û mîrgehên Kurdan xwe ji bona berjewendiyên şexsî ji nava tifaqa kurdên resen û ola Êzdiyan dûrxistine û ew bi wan dijminan re bûne alîkar. Di zargotina me de li ser wan xweiroş û xayînan hêjî weha tê gotin:“Gava me bidîta ew kesên ku ji dînê xwe derketî û bi desthilatdarên xerîban re hevkarî dikirin têne nava
Diclepress13@gmail.com
me, me digote hevûdinê wa “kurmanc” hatin û me xwe ji wan menfêatçî û înkarîciya diparast. ”Ji xwe ji ber ku me Êzdiyan bi vê baweriya xwe ye paqij, bêtir ji berxwedan û çande xwe ya netewî re xwedî derdiketin, timî ji sultanên Osmanî, şah, xelîfe, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme, olperestên nezan û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ne hîştine ku zilm, qirkirin, şer û agir ji nava heremên me Êzdiyan bitemire Ji Xwedê ve eyane, lê kesek ji me Kurd/Êzdiyan hew dikare êdî derheqê hejmara serpêkhatî û şerên berxwedanên Êzdiyan yên di wextê berê de bûne bide û bi delîl-dokumentan bi rêz bike. Lê, gava merivek vêga jî bikeve nava zargotina me Êzdiyan û baş lêkolîn
HEVPEYVÎN
33
bike, merivê bivîne bê hêjî çiqas rola serpêkhatî(efsane - destanên mîna Lawijê Pîrê, Mîr Mihê, Gilgamêş, Nuh Pêxember, Brahîm Xelîl û hwd) û berxwedanên xwedîocax, bapîr, beg û mîrekên Êzdiyan(Mîn, ya Şêşims, Şêx Hesen, Mend, Şerfedîn, Êzîdî Mîrza, Mîrzayê Anqosî û gelekî din, herweha şerê Dewrêşê Evdî, Miçoyê Îsa, Kok-Çopan Axa, Cangîr Axa, Hesenê Hewêrî, Mîrzikê Zaza, Hiseynê Hûtî û hwd) di nava parastina ziman, çande û kultura Kurdan de heye. Birêz Tolan, bo wê hevpeyvîne ez sipasî we dikim. Ez jî sipasî we dikim û di dawiyê de dîsa dibêjim, hêviya min ji rewşenbîr, nivîskar, partî û rêxistinên li Kurdîstanê jî eve ku, ew êdî rê nedine leystik û çewtîtiyên dîrokî.
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Çawa ew di bernamên rêxistin, partî, televîziyon, kovar û rojnamên xwe de hirmetê didine Musilmantiyê û Xirîstaniyê, gerek ew wisa jî, xizmetê ji bo parastina olên miletên kêmjimar û Êzdiyatiyê bikin. Divê em bi hev re nehêlin êdî tu cûdetiyên xirab bikevine nava civat û olên li Kurdîstanê û em îro jî ol û polîtîkî tevlî hev nekin. Bizanîbin, pêwîst e hevkariya komel û rêxistinên Êzîdiyan serbixwe bin û ne girêdayî ti rêxistin û partiyan bin Divê komel û civatên Êzîdiyan karibin bîr û baweriyên xwe, li gel hev û di nava tevgera rizgarîxwaza netewiya Kurdî de, bi rewşeke azad guftûgo bikin û xwe azad biparêzin. Ji we û hemû xwendevanên birêz re serkeftinê dixwazim…
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
34
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
DÎROKA ZİMANÊ KURDÎ
APO: ZIMAN NAVGÎNA RAGIHANDINA MIROV ÇAND Û CIVAKAN E
A: Nesrîn Şengalî
Ziman çiye? PÊNASE 1- Ziman navgînemke xwezayîye ku têgihîştinê di navbera mirov de çêdike. 2- Ziman heyîneke zindiye ku zagonên wî yên xweser hene û encex li ser bingehê wan pêşdikeve. 3- Pergalêke hevpeymanên veşartî yên ku bingehê wê di demên ku neyên zanîn de hatiye avêtine. 4- Saziyeke çandî neteweyî û civakî ye ku ji dengan hetiye hûnandin. 5- Ziman hêza civakûyînê ya herî bingehîne. Yanî ziman civakbûyîn
bi xwe ye. Girêdana zarok û dayîkê çibe girêdana ziman û civakûyînê jî ew e. 6- Zinam hem civakbûyîne hem jî hîs û çande. 7- Bi gotineke din ked bi xwe ye. Gotineke çîniyan heye dibêje: zimanê xelkê cil û berge zimanê mirov cildê mirov bi xwe ye. 8- Mirov di zimanê xwe de veşartiye 9- Zimanê mirov tixub ango sînorê cîhanê mirove. 10- Ziman şertê heyînê bi xwe ye(wîngesteyîn) 11- Ziman hizir bi xwe ye(Marks) 12- Çi tiştê ku mirov dihizire û wateyekê digire zimane, kesê ku bizane bipeyîve qet ne feqîre(gotina
pêşiyan ya Efrîqa) RÊBER APO Rêber APO dibêje: ziman hêmanê sereke û yê yekemîn ê pêşxistin û pêşvebirina civakbûyînê ye Navgîna ragihandina mirov çand û civakan e, sedema hebûna mirove. Zimanê gelê kurd nasname û bîra wî ya civakî û neteweyî ye. Zimanê neteweyekê giyana wê ye û giyana wê jî zimanê wê ye. Di rastî de her tiştê ku di xwezaya daringî û giyanî de hebe û di mêjiyê mirov de li beranberî weteyekê bide ziman e. Gotina ku kesê an jî gelê ku zimanê wî hebe dîroka wî/ê jî heye, kesê /
Diclepress13@gmail.com
LÊKOLÎN
35
an jî gelê ku zimanê wî/ê nebe dîro- de rista dayîkê bê zanîn. Ango ziman ka wî/ê jî nîne wate dibîne. çawa bi rêka dayîkê pêş ket Dema ku em berê xwe didine rasZİMAN Û CİVAKBÛYÎN tiya dîroka avabûna jiyana civakî Çend zaroka dixin xaniyekî cihekî û pêşxistina civakê em her dem tarî û kes bi wan re na_ axive ew dibînin ku jinê ango dayîkê risteke zaroki tenê heta ku dimire jî nizane dîrokî lîstiye. Ango rista dayîka biaxive, lê du zarokan dixine cihekî xwedawend gelekî mezin e. ew di nav xwe de zimanekî taybet Bi gîştî di nava ahengiya xwezayê de çêdikin, lê ji bilî wan kesek ji wan jî her dem girêdana giyanewerên mê fêm nake û çêlîkan zêdetir e. Ev girêdan ji bo Ziman hizire, hizir jî bi kedê cureyên despêkê ku dişibiya mirov jî pêşketiye! wisa ye. Bi pêşketina zimên re çandeke ci- Guherînên ku di kişwerî hewirdor û vakbûyînê çêbûye , ev jî bûye sede- erdnîgariyê de çêbûyî sedema perma guherînên civakê asena derketina ziman e. Piştî hilweşîna newala rîfê rewşa Baş tê zanîn ku nas kirina civakekê kîşwerî tê guherîn. bi naskirina mercên wê yên dîrokî û Lawir neçar dimînin dakevin erdê, erdnîgarî ve girêdayî ye. êdî neçar dimînin ku li erdê bijîn. Dîroka qut bûna jin ji piramîtiyê Di wan rewşan de di navbera heta şoreşa cotkariyê heta heşt micureyên zindîwaran de jî cûdahî lyon sal diçe. çêdibe. Lê bi ezmûnan hatiye misogerkirin CİH RÎFA AFRİQAYÊ ku her çiqas hidamê organên deng Hem delîlên şînwarnasî hem jî li û hizirê girîng bin jî di derbas bûna herêmê peydabûna pir cinsên nêzîkî ziman de mîsiger bi jiyana bi wat- vê a niha vê tezê pişte rast dike eya civakî re digihêje çawaniyeke û Qutbûn ji nişkave çêbûye an bi parapêşdikeve. sanê çêbûye baş nayê zanîn. Ji xwe Çend hêmayên hizirê yên bi tixûb û ev ji hêla mijara me ve jî ne pir girîng awayê anîna wan a zimên ku jest û e. mîmikên rastî serdema kilanê tên ku Çêbûyîn û dest dayîna pergala ew jî teşeyê civakbûnê yê herî ser- zengelorê ji bo derxistina pir cure tayî û teng e. dengan û mezinahiya çapa mêjî jî ji Zimanê destpêke xwe dispêre avantajên me yên nû ne. îşaretan jest û mîmîk hê jî ji hatina Ji ber ku newala tebiqî ya Rîfa asta dengan pir dûr in. Her ku jiyana Efrîqeya Rojhelat hem xwedî çoltar civakî pêşdikeve ziman pêşdikeve, û daristan bû, hem jî xwedî gol û her ku ziman pêdikeve jiyana ci- gervok bû, lewre ji bo ewlekariya vakî pêşdikeve. Di vê pêk hatinê de cureyên mirov stiratêjîke. pêşketina hizir û ziman vebeyîneke Bi taybetî jî reva demdirêj ya ber bi ne qels e li ser ava kirina civakî, ve- golan ve bû sedem ku mirov mûyên beyîneke pir bi hêz û wate ye xwe yên lawirî winda bike biweşîne Ev di heman demê de pêşketina du- û nêzîkî mirovê bi mû yê nû bibe. alîteya civakî jî nîşan dide. Divê li vir Kiswer ji bo vê heta dawiyê dest yanî di avakirin û pêşketina civakê dide.
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Di rastî de her tiştê ku di xwezaya daringî û giyanî de hebe û di mêjiyê mirov de li beranberî weteyekê bide ziman e Eventajekî din ê Rîfê ew e ku dema heman peraf bêne şopandan û heta dighêje torosan riyeke xwezayî pêk tîne. Di heman demê de xeta fayê û hatina ber hev û ji hev cihê bûna du perçeyên parzemînê asya û Efrîqa jî pêk tîne. Tê hizirîn ku di Newala Tebiqîn a Rîfê de bi milyonan salan bi awayê kilanî jiyane. Mirov dikare bêje ku ber bi hundirê Efrîqayê jî her dem di nava koçberiyê de bûne. Gelek agahî hene dibêjin ku belav bûna vî cinsî ya cîhanê esas li ser xeta bakûrê Rîfê çêbûye. Tê texmîn kirin ku heta dighêje homosapîyansan ( mirovê ku dihizire) gelek cureyan heman rê şopandine. Heta niha li ti cihên cîhanê ên din rastî cureyên din ên ku dişibin mirovan ne hatine, koka hemû cureyên ku dişibin mirovan li Rojhelatê Rfrîqayê ye. Heta niha li deverê cihê yên din
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
36
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
Koma zimançanda Aryan çi di warê ziman de, çi jî di binsaziyeke bi kok a çandî de hîmekî girîng daniye, ev jî bi mercên dîrokî û erdnîgarî ve girêdayî ye yayê gelek fosîlên temenê wan milyon sale hatine dîtin tê pejirandin ku tavahiya curyan beriya serdema çaremîna a qeşayê li dinyayê belav bûne. Tê hizirîn ku di tevahiya vê dema dirêj de cûreyên mirov wek klanê ji bîst - sî kesî tevgeriyane. Debara xwe bi nêçîrvanî û komkirina pincaran kirine. Pejirandineke giştî ya ku van her du cure çalakiyan li ser çêbûna dest û lingan bandoreke baş kiriye heye. Bermahiyên fosîlî didin nîşan dan ku di wê demê de di stargehan de di giravan de, di şkeftan de û li ser stargehên li ser daran jiyana xwe domandine û ev ji bo wan gelekî baş bûye. Ewlekariya wan baştir bûye. Wê demê hîn malbat û maldarî pêşneketiye. Klan bi xwe malbate. Tê zanîn ku karîbûne bi zimanê îşaretan(zimannê deng û beden) li hev bikin û xwe bigînin asta sembolan. Em niha baştir fêm dikin ku ji
bo na ziman xwe bighîne asta sembolan pêvajoya karvaniyeke dirêj hewce dike. Lêkolîn didin diyarkririn ku nêzî sed û pêncî dused hezar sal berê nifşê homo sapîensan nêzîkî taybetmendiyeke zimanê sembolan bûye. Heman çavkanî didin diyarkirin ku cihê zimanê îşaretan yekem car bi dengan ê nûjen û di hevgirtin û belavbûna cîhanê de risteke mezin dilîze 50 hezar sal berê bûye.
Ev çalakiya belav bûnê di heman xeta Rîfê de ber bi bakûr ve li dinyayê belav bûye. Di vê demê de komên ji hev dighêjin zêde dibin û ji wan cure û komên cuda jî ava dibin. Di despêka Homosapîens sapîensan(mirovê ku di hizire û diaxive)de em rastî ji hev cuda -bûna ziman û nîjadan nayên. Lê mirov dikare texmîn bike ku komên xwe mezintirîn kirin. Jin di komkirin û berhevkirina giya de,
Diclepress13@gmail.com
zilam jî di nêçîrvaniyê de pispor bûne. Tê peyîtandin ku ev kom gelekî pêşketine. Resîm û xêzkirinên di hinek şkeftên li Colemêrg û herêma di navbera Spanya û Firansayê de pir bi hêz in û ji wê demê mayîn e. Li gorî teoriya koçberiyê: Giştî her du herêm ji bo koçberiyên ji Efrîkayê li cihekî baş in. Xwe gihandina wan di ser Rojhelat û Rojavayê Derya Spî re gengaz e. Ev teorî bi teoriya giştî
LÊKOLÎN
37
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
ya koçberiyê û belavbûna li dinyayê re li hev dike. YA YEKEMÎN: Ev kevan dawiya rêya xwezayî ya ji CİH Û WARÊ DUYEMÎN Ê KOM- Rîfê ye. Heta bi van deran pêl bi pêl BÛN Û NAVENDA BELAVBÛNA tên. Ji ber ku çolistana sehra mezin CÎHANÊ YA NİFŞÊ MİROV Û û çolên Erebîstanê deriyên RojheŞOREŞA ZİMAN lat û Rojava girtîbûn, coya sûveyşê Hêmanên mirov didin hizrandin û deryaya Spî bibûn cihê rêya beku piştî derketina ji Rîfa Efrîkkayê lavbûnê ya xwezayî. deriyê cihê bingehîn ê kombûnê û Peravên başûrê Deryaya Spî di ser navenda belavbûna hemû dinyayê tengava(gewriya) cebelûtarik de Toros - Zagros in pir in. ber bi Spaniya û Ewurupayê ve ri-
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
yeke duyemîn û girîng pêk tînin. Lê şert û mercên erdnîgarî wê ne biqasî yên Derya Spî ne. Di navberê de astengên dijwar û pirsgirêkên zad hene. Riya herî mangî piştî peravên Deryaya Spî di vê kevana ku rêzezincîra çiyayên Toros - Zagros pêk tînin û wekî heyvika zêrîn hatî bi navkirin re derbas dibe. Şert û mercên vir ewqas li cihin ku ne gengaze mirov nebin civak û pêş nekev e.
38
LÊKOLÎN
Diclepress13@gmail.com
gelek çem û dewlemendiya lawirên nêçîrê ji bo sitirîn û ewlekariyê hebûna şkeftên mangî. Mirov dikare bide diyarkirin ku piştî Rîfa Efrîqa cihê duyemîn ê bi cihûwarbûna mirovan ev axa pîroz ya Mezobotamiya ye. Weke cihê yekemîn kurk ketina mirovahiyê ye.
YA SÊYEMÎN: Çêbûn û pêkhatina herêmeke fereh a ziman ji bo nifşên mirov derfetên pir mezin ên civakbûn, xwe parastin YA DUYEMÎN : û zad bi destxistinê çêdike. Dibe ku Ji bo civakên mirovan mercên şoreşa dîrokê a destpêkê şoreşa zikişwerî di asta zeviyeke xwezayî man be. de ne ku xwedî fêkiya ne. Herikîna Wê guncav be ku mirov ji vê şoreşa
mezin ya destpêkê re bibêje şoreşa ziman.
Lewre di vê erdnîgariyê de tu şoreşan bi qasî vê şoreşê xizmet ji mirovahiyê re nekiriye. Her roj têgîneke pîroz, mirov dikevin nava pergaleke nêzî pergala malbatiyê (klan) , cara yekem di stargehan de dibin xwedî jiyaneke bi ewle. Di çar demsalan de bi awayekî ewle dijîn. Dema ev pêvajona hemû dibin têgîn, zimanê hevpar ê civakên berferh derdikeve, ya rastir cara yekemîn NASNAMEYA ku civakan ji hev cihê dike çêdibe.
KOK, CİH Û WARÊ VELAVBÛNA
Diclepress13@gmail.com
LÊKOLÎN
39
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
karin koka wê bibin heta bi heta 12 hezar sal berî vê û ev di metnên nivîskî yên sumerande jî hatine nivîsandin. Di dema vê çandê de Ewrupa di serdema kevir a kevin de bû, Hîndîstan jî di dema pîgmeyan de bû. Vê çanda Arî di serdema xwe de amûrên ku afrandine heta roja me ya îro jî hema bêje biqasî ku hemû mirovahî bi kar bîne û hîna bi kar tînin e. Jixwe gelên wê demê cih û warên wan bi serê xwe şûnwarnasîne. Mirov dikarê wekî nasname berî 6000 sal diyar bike. Êdî nîjad ji hev cuda dibûn. ŞÎROVEYEKE DİN: Şîroveyeke herî nêzî rastiyê ye ku dema pêşiyên sûmeran destpêkê ji Mezobotamyaya jorîn ber bi mezobotamiyaya jêrîn koç dikin, ew koç rastî dema Tel Xelef(BZ 6000- 4000) çaxê herî pêşketî a kakil Aryanyên mezobotamiya jêrîn tê. Çanda wê ji bixwe re di bin û derdixînin qonaxeke jortirîn. ÇAND Û ZİMANÊ ARYAN: Koma ziman- çanda Aryan çi di warê ziman de, çi jî di binsaziyeke bi kok a çandî de hîmekî girîng daniye, ev jî bi mercên dîrokî û erdnîgarî ve girêdayî ye. Salên di navbera 10.000 – 4000’ ê BZ’ê de dema dirêj ya bi cihbûn û sazîbûna vê çandê, vî zimanî îfade dike. Jixwe gelek berhem ên vê demê ne. Gêsin tekirlek, ajotina zeviyan, tevin, destar, çomlek, hunerê destan, û hwd. Hatiye destnîşankirin. Ol sazbûye. Bivir, kêr, aş, avanîsazî (mîmarî) tê vedîtin. Mînakên ku vê rastiyê pişte
rast dike îro jî di erdkolanên li Riha(gobeklîtepe ) û cihên din têne dîtin hene. Gelê hermê heta îro ji van amûrên çandê û koma gotinan bi kar tîne. Ev jî nasnameya devera kakil(dendik) ronî dike. Geo - cih, erd- jin, roj, mur - mirin, sol, neo- nû, ga, gran-gran, meş , xweda, guda, gudea û hwd. Ji koma gelên xwe cih ên kevin ên herî têne naskirin, kurd, fars,belocî, efgan, hîna ji wan gotinên kok ên me jimartin bi kar tînin. Ev jî dest nîşan dike ku koka zimanê arî ne ji Hînd- Ewrupayê hatiye. Ya me gotî berovajî vê dide nîşan dan. Ev çanda ku em behsa wê dikin di-
Divê mirov sûmeran ji komên koçkirî wêdetir weke belavbûna çanda Tel xelef bi nav bike. Hêmana bingehîn a herî bi bandor belavbûne. Bêguman neraste ku mirov çanda xwerû bi bizire, ketina wan ya nav hev her dem gengaz e. Çawa ku îro gelek kes koçî DYE û Ewrupa dikin. Piştî ku Aryan li kevana bi xêr û ber bi ser, ket û saziyeke xurt çêkir, di belav bûna ber bi Îran, Efganjîstan, Pakîstan û Hîndîstana îro de gelekî bi bandor bû. Ya koçî van deran dike ji mirovan zêdetir çande. Ango koçên fîzîkî bandorên çandî ne. Di serî de li zozanê Îranê BZ 7000 sal Li Hîndîstanê BZ 4000 sal Li Turkmenuîstanê BZ 5000 sal de belav bûye. Di dîrokê de şoreşên çandî pir bi zehmetî çêdibin.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
40
ÇANGORÎ
Diclepress13@gmail.com
KESAYETEKÎ KURDPERWER Û ŞOREŞGER; MAM ZEKÎ ŞENGALÎ
SEMA DELÎL AMED
Bîranîna Şehîd Mam Zekî Şengalî bi
her aliyî ve kesayeteke serkeftî tîne bîra mirov. Kesayeteke komple; tu valahiyek têde nîne. Xwe temam kiriye, zemîneke ji şoreşgertiyê re amade û her gavên di şoreşgertiyê de serkeftinek ava kiriye. Di nav me Kurdan de exlaqek heye, exlaqekî aydî kurdewariyê ye. Bi hurmet, bi hezkirineke di encama fam û feraset, watedayînê de kamil bûye. Weke hê di hembêza dayîka xwe de; pak, saf û şên e. Ji şîretên dayîka xwe, bi qasî helaliya şîrê wê bawer e, îqna ye. Dizane exlaqekî mîrateya civakîbûneke hezarê salan e. Bi hezarê caran hatiye cêribandin û qayîmkirin. Di kurdewariyê de şîretên dayîkê, yên bav û kalan, bi hezkirin tên pêkanîn. Dibin exlaq, qanûn û qûralên jiyanê. Bi mezinbûna temen re ev exlaq tên xurtkirin. Ji heft heta heftê salî her kes ji her erkî re amade ye. Pêwîst nîne hinek kar bidin ber kesan. Kar ji xwe re dibînin û jiber xwe, bi kêfxweşî dikin. Hurmet û hezkirin weke goşt û neynûk di nav hev de. Yek bê yekî nabe, yek bi yekî bi wate ye. Mirov dikare bêhejmar behsa van taybetmendiyên kurdewariyê bike. Heta îro jî civaka Kurd bi van taybetmendiyan dijî. Di heman demê de ev, aydî cewhera mirovahiyê ne jî. Taybetmendiyên Mam Zekî Şengalî
bi tevahî tabloyek tije bi taybetmendiyên eslî yên Kurdewarî radixe ber çavên me. Saf û paqij; lê rê nade dijminê gelê xwe. Ez bawer nakim tu kesek hebe ku Mam Zekî dîtibe û bibêje min xerabiyeke herî biçûk ji Wî hîs kir. Ne mimkun e! Ji qencî, başî, niyeta pak, manewiyat, hizûr û aramî wêdetir tiştek din nayê dîtin. Gelê me yê xwedî dîrokeke biêş û îro xwedî têkoşîneke bi heybet. Êzdiyên bi 74 fermanan nehatin qirkirin, lê birînên xedar di dil û canê wan de vebûne. Mam Zekî weke endamekî yek ji baweriya herî kevin a mirovahiyê ya Êzdiyatiyê bû. Pir baş di ferqê de bû ku dema ev çand, bawerî were tunekirin, mirovahî wê ji kokên xwe yên herî qedîm û qayîm qut bibe. Lewma jî dên û bala wî her tim li ser civaka Êzdî bû. Me di şexsê Wî de Êzdiyatiya saf û xwerû nas kir. Di şert û mercên herî xeternak û zehmet de, bi fedakariyeke mezin, bi cesareteke bêhempa di nav civaka Êzdî de ciyê xwe girt. Bi fermanê re yek kêlî jî ji gelê hatiye qirkirin qut nebû. Bi tevahî hêza xwe ji bo heyf û tola vê qirkirinê rake, xwe da xebatên rêxistinkirina gelê me yê Êzdî. Mam Zekî bavê zarokên xwe û tevahî zarokên bindest, mamê gelê xwe, rêhevalê rêhevalên xwe bû. Zarok ji bavê xwe zêdetir jê hez dikirin. Bavekî dil birehim, quretî û xwe mezin dîtin li ba wî tune. Bi xwezayî jê hîs dikî ku ji her cure alîkarî û karî re amade ye. Rûmet û hurmeta dida şêxekî civakê ew qas jî dida zarokek li ber dilê dayîka xwe. Kesayetek demokrat û rêzdar, heta dawî bi nirxên mirovahiyê re girêdayî. Mam Zekî kedkarekî bêhesab bû.
Xwe û civakîbûna xwe bi kedê ava dikir. Her tim bi karekî re mijûl dibû. Her karên xwe bi eşq dikir. Mijûliya herî jê hez dikir jî ya bi mirov re bû. Berê wî her tim li dayînê bû. Keda ku dida manewiyat di mirovan de ava dikir. Her wiha rêxistin li derdora Wî çêdibû, xurt dibû. Ruhê Mam Zekî yê her tim ciwan di çavên wî de weke çirûskek diteyîsî. Te tu car li ba rêheval Zekî westandin, bêzarî, tengavî nedidît. Derdora Wî her tim tije bû bi ciwanan. Ciwan li ba Mam Zekî pir rihet bûn. Ji ber ku Wî mîna rêhevalekî di temenê xwe de didîtin. Exlaqeke beriya her tiştî di Mam Zekî de li ber çavê mirov diket jî; bi tevahî ziraviyên biçûk ên jiyanê re mijûl dibû. Her karî aydî xwe didît. Pêşengtiya xwe di her warî de berbiçav dikir. Mêvanek bihata dixwazî bila hevseroka rêxistinek, dixwazî bila zarokek dibistanê be hê ji dûr ve ji ber wan radibû, ber bi wan ve diçû, cî dida wan. Dixwest bi destê xwe îkram bike. Ev exlaqê bingehîn a şoreşgertiyê bi exlaqê kurdewariyê xurt dibû û xwezayî bandoreke mezin li ser derdorê dikir. Qehremanên mîna Mam Zekî Şengalî bi giyanê xwe yê pak ji bo me jiyaneke azad pêşkêş kirin. Em ji bo heyf û tola wan rakin û layiqî wan bibin em ê têkoşîna wan bilind bikin û heta hêza xwe ya dawî li hember dijminên xwînxar şer bikin. Rêber Apo dibêje; bîranîna şehîd bîranîna serkeftinê ye. Şehîd Mam Zekî Şengalî bi tevahî jiyana xwe ji mêj ve mizgîniya serkeftinê da me. Em ê li ser şopa te bimeşîn Mamê hêja…
Diclepress13@gmail.com
TENDUROSTÎ
41
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
BIBE DOKTORA XWE… ŞEKER, XWÊ JEHRÊ SIPÎ NE
Sêv: dermanê bêhempa
mehên havînê li Kurdistanê çê dibin, ji kevin ve Kurdan hejîr ji bo bikaranîna wê di demên zivîstanê de li ber tavê Sêv dermaneke bêhempaye ku timî ji aliyê bijîşkan ve radixistin û hişk dikirin û piştre bi gelek cureyan xwarin tê tewsiye kirin û hinek pisporên tendurostiyê jî, navê jê çê dikirin jî loqom bigre heya bastiq ku bi kaklê gûzan Dukto sêv, li sêvê kirine. ve dirust dikirin. Li jêr me 16 faydeyên Sêvê ji we re nivîsandiye Her weha hejîrên hişk fêdeya xwe gelekî heye, bav û ku hûn dikarin gelek faydeyan jê bibînin: bapîrên me berê bi nan li gel tasek dewê hênik dixwarin 1- Hiş(zêhnê) vedike. û heya demek dirêj li hemberî birçîbûnê xwe radigrtin. 2- Xwînê paqij dike. 3- Berxwedana bedenê bi hêz dike. Ji fêdeyên hejîra hişk jî ev in: 4- Têhnîbûnê dişkêne. 1- Ji ber ku dihon têde nîne fêdeya wê heye û xwarina 5- Qelewan jar(lewaz- zeîf) dike. wê nabê sedema qelewiya mirov. 6- Xelihîna(dilborîn) jinên dûgiyan(pêgiran-hemil) di- 2- Fêdeya xwe ya serekî bo çareserkirina şêrpenceya bire. memikan heye liba xaniman. 7- Şekirê xwînê digire bin kontrolê. 3- Fêdeya xwarina hejîrên hişk bo nermkirin û biriqan8- Ji xweşbûna nexweşiyên û bawîbûnê re dibe alîkar. dina çerm heye. 9- Ketina parazîtên nava rûvîkan pêk tîne. 4- Fêdeya xwe heye bo rêgirtin li tansiyona mirovan. 10- Li hember penceşêra mêlak, (kezeb-cerg) rûvikên 5- Bi rêjeyekî zor madeya Potasyomê têde heye ku stûr, kefesa sing, xwedî bandorek hêja ye. fêdeyekî xwe ya zor bo tendirustiya mirov heye. 11- xwînê çêdike. 12-Sîstema(rista) xweragiriyê bi hêz dike. Şekir bi qasê cixareyê bizirar e 13- Jibo dilkut, bêhntengî, brînên aşik û fatereşkê bandorek erînî nîşan dide. Lêkolînerên zanîngeha San Francesco ya Amerîkayê 14 -Ciwan dihêle û çerm xweşik dike. eşkere kirin ku şekira ku ji bo hin xwarin û vexwarinê 15- Agir dadixe. tê bikaranîn, dibe sedema nexweşiyên giran û demdirêj. 16- Heke piştî xwarinan bê xwarin, diranan paqij dike. Lewma jî daxwaz kirin ku kirîn û irotina wê bê rêkxistin û wek cixare û alkolê, sînorek jê re bê diyarkirin. 5 fêdeyên Hejîrên hişk Zanyaran dan zanîn ku salane bi hezaran kes dibin qurHejîr, xwarineke Kurdewariye ku gelekî tê hezkirinê di banî, ji ber ku şekira xwarin û vexwarinê nayê kontrolki-
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
rin û bûye sedema ku qelewî di cîhanê de belav bibe. Daxwazî tê kirin ku ji bo kirîn û irotina şekir bac hebe, bikaranîna wê bê sînordarkirin û nirxê wê bê zêdekirin, her weha bikaranîna wê tenê ji bo kesên jorî 17 saliyê re be. Di dawiya lêkolîna xwe de, zanyar didin zanîn ku di 50 salên bê de, bikaranîna şekir wê sê qatan zêde bibe. Zêde xwarina Xwê dikare ziyanê bide organîzmaya mirov Xwêya xwarinê Xwê, solin mîneraleke xwezayî ye, bo bitehmkirina xwarina mirovan e. Di pêjgehan de cihekê sereke digire. Ji natrîûmklorîdê pêk tê. Zêde xwarina wê dikare ziyanê bide organîzmaya mirov. Xwêyê herwiha didin ajalên malê jî. Xwê di pîşesaziyê de jî tê bikaranîn. Ji xwêya hebên wê mezin û hinekê zer re solin an sol tê gotin. Di hin devokan de solin bûye navê tevahiya
42
TENDUROSTÎ
Diclepress13@gmail.com
xwêyê. Dîroka xwêyê jî bi qasî ya şarezabûna mirovahiyê kevn e. Di dema Sumer û Babîlê de xwê ji bo konservekirina xurdemeniyan dihatiye bikaranîn. Carnan di demên xelayê de bihayê wê ji zêrê jî derbastir kiriye. Hilberîna wê gelek hêsan e. Ji binê erdê wekî zinarên solinê tê derxistin û di fabrîkan de li ser dixebitin. Rêbaza din jî sûdwergirtina ji xwêya ava deryayê ye. Bi dûkelbûna ava deryayê ya şor ve, av diçe xwê dimîne. Mirov xwêyê ji xwarinan digire. Bo mînak xwê ya di kidak(zebze) û xurdemeniyên din de heye, têra organîzmaya mirovan dike. Lê dîsa jî mirov bêî xwêyê nikarin, wê ji destexaneyên (sifreyên) xwe kêm nakin. Xwê dikare lêdana xwînê bilind bike, demaran bixitimîne, riya NDDê(nexweşiyên dil-demarê) vebike.
A: Şirîn Xidir
Hejîr, xwarineke Kurdewariye ku gelekî tê hezkirinê di mehên havînê li Kurdistanê çê dibin, ji kevin ve Kurdan hejîr ji bo bikaranîna wê di demên zivîstanê de li ber tavê radixistin û hişk dikirin
Daxwazî tê kirin ku ji bo kirîn û irotina şekir bac hebe, bikaranîna wê bê s înordarkirin û nirxê wê bê zêdekirin, her weha bikaranîna wê tenê ji bo kesên jorî 17 saliyê re be
Diclepress13@gmail.com
RAPORT
43
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
BERXWEDAN DI VAN XAKAN DE BÛYE ÇAND
3ê hemîn koniransê MXDŞ li 14ê temuz bi beşdarbuna 250 endam li qeza û nahiye û komelgehin herema şengalê pêk hat li koniransê de, Perspiktîva rêber ebdulla ocellan ji bo 3ê hemîn koniransa meclisa xweseriya dimokratîk ya şengalê hat xwendin... Ev jî naveroka perspiktîvê ye: Jİ HİNEK HEVDÎTİNÊN RÊBER APO Bİ PARÊZERIN XWE RA NÊRÎNÊN Lİ SER CİVAKA ÊZÎDÎ
Ew Mezopotamyaya ku bûye dergûşa şaristaniyê, ez gelê me yê Êzîdî bi geşkirina agirê berxwedaniya bihişmendi û serî rakirina li hember zilmê silav dikim. Ez sılav u hezkirinên xwe di kesayetiya wan ci-
wanên welate mın yenberxwedêrên û jinên ku serên xwe natewînin re dişînim. Ewên ku qet di dilên wan de agirê azadiyê nevemiriye, ew gelê me yê egît ku li Çiyayên Şengala ku bûye warê Derwîş û Edûlê berxwedidin silav dikim. Deşta Musil û Çiyayên Şengalê, yên ku di dîrokê de giştî hêzên xwestine agirê azadiyê bitefînin û tine bikin li hember êrîşên wan ên hovane bûye qada berxwedanên a herî mezin. Çiyayên Şengalê her tim gelê me yên Êzîdiyên ku liberxwedane himbêz kiriye û bûye stargeheyek. Dîroka gelê Êzîdî tevî ku serlêdana giştî tevkujiyan dîroka berxwedêrên bihişmendin. Berxwedan di van xakan de bûye çand. Heta niha vê çandê xwe parast, wê ji vir û pêde jî
têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê bi berxwedaniyeke mezin bimeşînin û bi şerê parastina xwe bidin berdewamkirin. Eşqa Êzîdîtiyê li hember zilmê serhildan e, dostiniya wê/î veguheriye şerê hebûna li hember mirinê. Şerê hebûn-tinebûnê ya ku mil bi mil bi 12 Îmaman re mezinbûyî, îro li benda me sekinîne. Ev şer; li hember qirkirin, asîmîlasyon û mîtîngeriyê weke gelê çiya û eşîretê, şerê parastina hebûna xwe ye. DAİŞ, bi taybetî li ser Êzîdîyan, bi giştî jî êrîşî gelê Kurd dike û talan dike, serî jêdike, jin û keçan weke xanîmetê digire. Ev serê zilaman jêdikin, dibêjin jin jî xanîmetin û digirin. PDK, bi awayekî bi DAİŞ’ê re lihevkir Şengal vala kir. Li Musilê jî heman tiştî kir, Musil vala kir û
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
teslîmî DAİŞ’ê kir. DAİŞ, plankir ku Şengal û Telaferê bigire destê xwe û li vêderê xetekî avabike û êrîşî Rojava bike. Hina jî gelê Êzîdî rûbirûyê qatlîaman e. Siyaset wiha nayê kirin. Siyaset, hûnerê van tiştan neanîna ser serê gelê xwe ye. Rêbertî, ev tabloya derketî holê napejirînin. Em vê qatlîamê ne jibîr dikin ne qebûl dikin, ne jî em ê rûnin hêstiran/lorîkan bibarînin. Di dîroka mirovatiyê de tevkujiyên wiha ti carî nayên jibîrkirin. Ger bên jibîrkirin tê wateya ku wîjdan jî tinebûye. Bêguman ji bo mirov fêm bike, taybetmendiyeke pir xweser a Êzidiyan heye. Gelo ji rewşa jinên Êzidî xerabtir li dinyayê mînakek din heye? Rojnamegerê Japonî ji bo wan gotibû Keçên Xwedê. Bi rastî jî wisa ne. Nasnameya jina Kurd a cewherî û resen e. Bi zorê girtin, revandin, irotin Misrê. Vaye niha di çi rewşê de ne, tu agahî ji wan nayê girtin. Mînak tu xwe biikire (ji parêzera xwe jin re dibêje). Biikire ku tu ketiye destê wan... gelek caran tu rastî tecawizên dehşet hetiye. Pişt re wê
44
RAPORT
Diclepress13@gmail.com
te biiroşin, ji porê te girtine û li erdê kaş dikin, li bazarên koleyan de wê de biiroşin. Wê te biiroşin bajarên Ereban, cihên cuda. Tiştekî felaket e, nayê gotin. Gelo li dinyayê mînaka wê heye, na! Piraniya wan hîn jî di destê wan de ne, aqûbeta wan jî nayê zanîn. Niha dibêjin Ezîdî ji min bendewariyan dikin, gelo ez çi bêjim? Bes, bila xwe biparêzin! Ez ji hevalên li Sûriyeyê pir hêrs dibim. Bi qasî tê xwestin nikarin wan biparêzin. Çima ji bo Êzidiyan bajarek ava nakin? Çima mînaka bajarê azad neairînin? Me behsa Çemê Dîcle kir, li derdora wê de bi sedan erdên vala, guncaw hene. Çima ji bo wan bajarek ava nakin? Ji bo rewşa xwe jî dikarin van bajaran ava bikin. Hinceta nebesiya madî, nayê qebûl kirin. Cihên herî dewlemend ew der in.. Em ji Şengalê ketin ji Reqayê derketin. Me tola wan keçên Êzidî hilgirt. Bi rêzdarî silavên min ji wan re bêje. Me wekî Derwîşê Evdî yê duyemîn kir. Bila bizanibin, me tola wan rakir. Ji gelê li Şengalê re silavên min ên bêdawî bêjin. Ji Şengalê heta Reqayê
ji wan hovan (barbaran) tol hatiye girtin. Wê Şengal jî di destê wan de bimîne, di nava azadiyê de jiyan bikin. Silav dikim ji jin û zilamên têkoşîna azadiya gelê min dimeşînin, silav dikim ji Derwêş û Edûlên nû re, silav dikim ji gelê me Êzîdî yên bi mirinê bawerî û çanda xwe diparêzin!
PDK, bi awayekî bi DAİŞ’ê re lihevkir Şengal vala kir. Li Musilê jî heman tiştî kir, Musil vala kir û teslîmî DAİŞ’ê kir. DAİŞ, plankir ku Şengal û Telaferê bigire destê xwe û li vêderê xetekî avabike û êrîşî Rojava bike
Diclepress13@gmail.com
HEVDÎTIN
45
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
DÎROKA NEHYA TIL ‘IZÊR
TIL ‘IZÊR SALA 1979 BI FERMÎ JI LAYÊ DEWLETÊ IRAQÊ VÊ BÛYE NEHYE ku nifûsa gel li vî gundî bû, piştre eşîra Helîqiya bi navê heman hatin û li vir bi cîh bûn û wan jî dest bi çandiniyê û xwedîkirina ajelan kirin, piştî vê çendê nêzîkî salên 1972 nifûsek çêbû û wê nifûsê erdê çandiniyê yên 100 donim didan gel û bi dewaran erdê xwe coht dikirin. Li sala 1975 ev gund ji cihê wê tê veguhastin li serdemê Sedam Hisên ku serokê Iraqê bû ji ber şerê di navbera Kurdan û Sedam de ku li wî demî gundên derdorê bi temamî rakirin û piştre bajar û gund ji nûve avabûn, Til ‘izêr li sala 1979 bi fermî ji layê Iraqê vê bûye nehye, û li sala 1980 şerê di navbera 8 salan de berdewamkir li navbera hikûmeta Iraqê û Kurdan de, daku li demê şeran gel nikaribê xwe bi çiyayê xwe biparêzê hikûmeta Sedam Hisên miletê me ji çiya tanîn ber beriyê bi cih dikirin. * Navê Til ‘izêr ji ku û ji çi hatiye? - Ezêrê Xelef ku ji eşîra Feqîra bû zavayê mala Heso bû, beriya wê di gotinê qiraç taetê lê piştî vê çendê bi Til ‘izêr bi navbû ankû ji ber ku Ezêrê Xelef bû zavayê Mala Heso, (til)bi Erebiye bi Kurdî jî bi manaya gir tê anku bi Kurdî til ezêr di be gir ezêr, û piştî ku bûye nehye ji aliyê hikûmeta Sedam ve bi Erebî bi(El-qehtaniye) hat bi navkirin, û Sîba Şêx Xidirê bi(Cizîrê)hat bi navkirin li wî demî, û tê zanîn li Swedemê Sedam Hisên gotin bi Kurdî qedexe bû Di hevdîtinêkî de bi berêz(Hisên xelîl) Behsa dîrok çawa ku li Tirkiyê zimanê Kurdî qedexeye meman şêwe nehye TİL ‘İZÊR tê kirin. Hisên dibêjê: Li sala 1975 li Iraqê jî qedexe bû, ji ber ku hikûmeta Iraqê wek însan ev gund ji cihê wê tê veguhastin li serdemê Sedam qebûl ne dikirin, bi zorî û kotekiyê bû. Hisên ku serokê Iraqê bû ji ber şerê di navbera Kurdan û Sedam de ku li wî demî gundên derdorê bi * Piştî wê çi gund li hudir de hat avakirin? temamî rakirin û piştre bajar û gund ji nûve avabûn, - Piştî ku gundê Ezêr hat avakirin bi rexve gundê Hesnik Til ‘izêr li sala 1979 bi fermî ji layê Iraqê vê bûye ne- ku eşîra Feqîra bû ku berî wê di gotnê gundê Teter, piştî hye, û li sala 1980 şerê di navbera 8 salan de berde- wê gelek serok eşîran ên wek: Hesenê Mi, Mîrza Derwêş wamkir... Hemo, Hesenîkê Derwêşê Emo, Evdî Mirad Ûsif, Seydo Şemo bi vî awayê jiyana xwe li ser erd û xwedîkirina A: Şirîn Seydo ajelan berdewamkirin, û piştî wê xerbatê qewala wan jî bi rexve avakirin, piştî ku bajar bi temamî ava bûyî * Til ‘izêr kengî hatiye avakirin? hikûmeta Iraqê ya wî demî gundên Rembûsî, Gir Zerk, - Gundê Til ‘izêr dikeve başûrê çiyayê Şengalê. li nêzîkî Sîba Şêx Xidir, û Til ‘izêr ku di kevine başûrê çiyê bi ser sala 1947 hate avakirin, herdû malbatên heso û izêr xe- Beac ve girêdan. Li wî demî jî partiyan li demê dengdanê lef ku ji gundê Cidalê yê dikeve qûntara çiyayê Şengalê her partiyeke ber bi xweve di kêşan û di xwestin Êzidihatin û li Til ‘izêr bi cîh dibin û li vir dest bi çandiniyê yan bikin parçe bi parçe çawa ku dijmina Kurdis dikin, hejî gotinêye ku beriya niha bi qiraç Taitê bi navbû
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
46
HEVDÎTIN
Diclepress13@gmail.com
Ji ber lîstikên xwe yên siyasî nehiya Sinûnê bi ser Şengal ve girêdane û nehiya Til ‘izêr jî bi Beac ve girêdane, û ji vê çendêra da ku Êzidî parçe nebin tinê yekîtiyeke xurt lazime tan kiriye parçe heman tişt bi serê Êzidiyan jî anîn, heman tişt li Efrînê jî çawa di xwestin Êzidiyan tune bikin ji ber ku zimanê me Kurdî ye lê em Êzidî ne û qebûl nakin tu miletî din bi miletê mere hevjîniyê pêkbînê, û her êrîşê jî em xwe bi çayê xwe di girin û di parêzin û ji aliyê welatan ve Sûriyê(Rojavayê Kurdistan)ê nêzî çiyayê Şengalê ye ku di fermana 3 Tebaxa 2014 de heval anku PKK bi hawara me ve hatin û em ji destê dijmin xelaskirin. * Destpêka ku Til ‘izêr ava bûyî li ser destê kê ava bû? ku gundên Cidal û Werdiyê ji aliyê - Li destpêkê Tilzêr li ser destê Ezêr hikûmetê ve anîn bi Til ‘izêr ve dîsan Xelef û Mala Heso ava bû. Eşîrên bêhtirê Feqîr bûn ên wek: -Cindo, Hemo, Zero, Hesenê Mi, Bi* Li despêkê çi eşîr li Tilzêr hebû? royê Hemo, Heso û Boqetêr ewkû di - Li despêkê eşîrên Feqîr û Helîqî eşîrên weke: -Korkorka, Zendîna, bûn lê piraniya wan ji eşîra Feqîra Çelka. bûn ji malbata Hesoyê Ûsif, malbata Ezêrê Xelef û Heso bûn xal û xwarzi- * Li hindek gudên Êzidiyan weke yên hevdû yanî jiyana hevjîniyê di Dohla...hwd Ereb jî lê dijiyan gelo gel hev pêkanîn. Piştî sala 1975
li Til ‘izêr jî Ereb hebûn? - Nexêr li Tilzêr Ereb lê ne di man lê sinûrek li navbera me û Ereban de hebû li serdemê Hemo û Seydo, li nêzî Beac Til Xelîl ku nêzî 30 kîlometir ji Til ‘izêr dûrdikevê xelkê me li bihara konên xwe dibirine axa Ereba ji ber koçeriyê lê li wî demî Erebe nediwîran bên axa Ereba, hejî gotinêye li serdemê şeşxana û bîksiya de hitanî ku DAÎŞ der neket
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
Beriya ku peqîn pêk were asayişa PDKê agedarî da xelkê deverê eve jî wê çendê dide xuyakirin ku bi zanîbûn wê peqîn pêk werê û li hember vê çendê bê deng man, yekem dengê peqînê ji gundê Ezêr yê kevin hat
48
HEVDÎTIN
Diclepress13@gmail.com
* Çima nehiya Til ‘izêr nebû girêdayê Şengalê? - Herçende Til ‘izêr nêzî Şengal ye lê ji ber siyaseta xwe nehiya Til ‘izêr bi ser Beac ve ye eva jî wan pilanên siyasî
heye li nava nehiyê bi xwede lê bi hijmara gundên bi derdorêve di bête nêzî 100 hezarî hijmara nifûsê heye. * Til ‘izêr kengî bû nehî? - Gundê Til ‘izêr li sala 1979 bû nehî, û li sala 1980 bû ceng li navbera Iraqê û Îranê. Midûr nehyayê Til ‘izêr yanî rêveberê nehiyê beriya ku desthilatariya Sedam bişkê misilman bû lê piştî ku Sedam Şikestî rêveberê nehiyê bûn Êzidî ne tinê rêveberê nehiyê, herwisa polîs jî misilman bûn li wî demî û ne tinê li Til ‘izêr li gundên din ên Êzidiyan wisabû û vê çendê jî gelek bandora xwe li ser deverê kiriye. * nehiya Til ‘izêr di kevîte kî aliyê Şengal de? - Nehiya Til ‘izêr di kevîte aliyê rojava û başûrê Şengal de û Til ‘izêr girêdayî Beacê çende nêzîkî Şengale lê bi ser Beac ve ye lê em weke Êzidî di xwazin bi ser devera me Şengal ve bê em Şengalî ne.
dide xweyakirin, lê piştî ku xwendevanên me çêbûyin em nahêlin ku nehiya Til ‘izêr bi ser Beac ve bête girêdan, tu siyasetmedarên me tucarî li civînên wan de hazir nebûne lê li dema weke fermanê Gazî çend mezin û muxtaran di kirin tinê da ku lîstikên xwe yên qirêj li ser bidin meşandin lê ji ber ku em li riya xwedê bûn hertim encamên qenc me bi destve tanîn. Ji ber lîstikên xwe yên siyasî nehiya Sinûnê bi ser Şengal ve girêdane û nehiya Til ‘izêr jî bi Beac ve girêdane, û ji vê çendêra da ku Êzidî parçe nebin tinê yekîti-
yeke xurt lazime. Gundekî dî yê Êzidiyan ku di bêjinê til saqî ji bideyî gundê Ereban El-wehdeye yanî çawa li serdemê Syckes-Picot dinya ji xwere parçe kir di vê em jî mafê xwe yê girêdanê bi Şengal ve bistînin, eger Êzidiyên ku serî li derve tînin daxwaza mafê xwe kir bane û xîreta xwe bi dijminve ne hêlabane niha wan welatkî serbixo hebû, gotineke Ereban hebû di got yê zêrê xwe windakir li sûkêjî windaye, û yê ku bê welat bê ew milet yê windaye. Eger bi sedên salan miletê me li kampa bi mînê nikarê bostek erdî ji xwere ava bike, gele caran yên ku di çine derveyî welêt bi çavên tijî hestirve vedi-
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
50
ÇANGORÎ
Diclepress13@gmail.com
HELMET, MAM ZEKIYÊ DUYEM E!
Diclepress13@gmail.com
çAngORî
51
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
AHMEt AKtA
Di têkoşînê de, hinek kes, bi kesay-
etiya xwe, bi jiyana xwe ya şoreşgerî derdikevin pêş. Ev mînak, weke tê zanîn di hemû tevgerên cîhanê de û her wiha bi taybetî di tevgera me de jî mînakên wîsa û ber bi çav gelek in. Hema em ji îro ve ber bi destpêkê ve biçin, mînakên herî şênber ên dawî; Heval Helmet (Diyar Xerîb) û Heval Zekî (Îsmaîl Ozden) e. Jimara kesayetiyên wisa, di şoreşan de ne pir in, lê belê bi mezinbûn û hinera kesayetiya xwe, dikarin jimarên pir ên girseyî bikişînin ba xwe, ji civakê hejmareke mezin bînin ser şopa xwe û bidin meşandin. Pîvanên van kesayetiyan, ji alîkî ve gelek zelal û sade ye û her kes dikare zû wan nas bike. Bi kurtasî cewherên nîşaneyên kesayetiya van kesên pêşeng wisa ne: Ji ber ku xwedî bîrûbaweriyek-bîrdoziyek pir bingehîn in, di jiyana xwe de gelek sade û canbexş in, ji ber ku gelhez û welathez û mirovperwer in, di têkiliyên xwe yên hevaltî û civakî de devbiken û bi coş in, her hêvî û baweriyê diairînin. Hesabên biçûk û takekesî, li cem wan tu carî nikare bikeve şûna armancên civakînetewî-mirovayî û nikare bikeve pêş ruhê hevaltiyê. Armancên wan her mezin e û lewma dikarin ji kesên/ kesayetiyên ji rêzê pirtir însanan, pêkhateyan, baweriyan û cûrbecûr reng û dengan hembêz bikin û li dor xwe bicivînin û birêve bibin. Bêguman ev taybetmendî û pîvanên kesayetiyên wisa, hema ji ber xwe ve çênabin. Dibe ku di civakê de
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
nêzî van pîvanan an jî kesên xwedî heman meziyetên mirovayî yên xwezayî hebin, lê bi tenê takekesî dimînin, nabin malê hemû civakê. Ji bo ku bibe malê civakê, divê ev meziyetên hêja yên kesan, bibin hişmendî, birêxistinkirî bibin û bibin îradeyek bi pergal. Ji bo avakarina pergalek wisa rêberiyek xurt divê. Ya na ew meziyetên hêja yên kesan, bi tenê wek rûmetek mirovayî ya takekesî dimîne û civakê, gel bi pêşve nabe. Ger ku îro Tevgera Azadiya Kurdistanê, kesên pêşêng ên xwedî kesayetiyên ewqas bilind û hêja airandibe û hê jî ev airandin bênavber dewam dike, ji ber ku xwedî rêberiyek bi hêz e, ev jî Rêber Apo ye. Ji ber ku ev meziyet û ev ruh ji destpêka bi rêketinê ve hatiye dayîn û hevalên xwe bênavber li ser vê bîrûbaweriyê perwerde kiriye, ev kesayetiyên wisa ji salên destpêkê ve derketine û her bi zêdebûn heta roja îro hatine.
52
ÇANGORÎ
Diclepress13@gmail.com
Weke mînak, mirov dikare çend kesên pêşeng ên ku bi kesayetiya xwe bûne sembolên vê tevgerê destnîşan bike; Hakî Karer, Halîl Çavgun, Mazlum, Ferhat, Kemal, Hayrî, M.Karasungur, Egît, Sakîne, Zîlan, Bêrîtan, Bêrîvan, Sema, Arîn û gelek hevalên din. Û van hevalên mijara gotinê ne, her yek li gor dem û li gor herêm û li gor bawerî û pêkhateyê xwe jî, xwedî rolên cuda cuda ne û di jiyana giştî ya civakî de hevdu temam dikin. Lê belê ev cudahî, ne negatîf e, berovajî, tê wateya dewlemendiya jiyanek yekrêzî ya hevpar a azad û demokrat û wekhev. Ka hema em bala xwe bidin mînaka heval Helmet û Zekî. Hem jiyana wan û hem şêwazê şehadeta wan jî pir dişibin hev. Ez her du hevalan jî nas dikim. Min bo Mam Zekî, li ser şehadeta wî gotibû; ger Melek hebe, yê rasteqîn Mam Zekî bi xwe ye. Her heman şîroveyê, mirov bi hêsanî dikare bo heval Helmet jî bêje. Kesayetiyên wan ewqas xurt bûn;
ger hevalên mîna Zekî nebû ya, dibe ku li wê herêma Şengalê ewqas hişmendiyek xurt nehatiba airandin. Û lewma ew navê Mam Zekitiya ku li wir hilda, bi wê herêmê tenê ne rawestiya ket mejî û dilê hemû kurdistaniyan. Her wiha ger hevalên mîna Helmet û berî wî jî hevalê Dr.Sîrwan nebûna, dibe ku li Başûr ew hişmendiya mijara gotinêye ewqas bilind nebûya. Hevalên wisa, çawa ewqas bi xurtî dikevîn hiş û dilê gelên xwe, her wisa dikevin devê luleyên çekên neyar û xayînên gelê Kurdistanê jî. Ev bûyerên şehadeta hevalên me yên wisa, me çendîn xemgîn dike, bêguman her ew çende û sed bare zêdetir bawerî û biryardariya me jî ya şopdariya li ser rêya van hevalên me yên leheng xurt dike. Li ser vê naverokê ez di kesayetiya her du hevalên me yên qehreman Helmet û Zekî de, hemû şehîdên me bi bîr tînim û soza xwe ya min daye wan, dubare dikim.
Diclepress13@gmail.com
HEVDÎTIN
53
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
HEVSEROKÊ MXDş:
GELÊ ME BAWERIYA WAN BI DEWLETA ÎRAQÊ NEMAYE
BILA GEL TENÊ BAWERIYA XWE BI XWE BÊ
Meclisa Xweseriya Demukratîk a
Şengalê(MXDŞ), her sal bi rêzê Civînan û li darxistina koniransa salane li Şengalê ji nûve endaman û li hemû sazî û dezgehên parastinî û rêxistinî ve xwe nûjen dike, û bê navber di kevîte kar û xebatên xwe yên ji bo Gelê Êzidî li Şengalê, sêhemîn koniransê mxdş li 14/7/2019 pêkhat. Hisên Hecî hevserokê(MXDŞ) ku gel wek hevserokê hlibijartiye, bal kişand ser kar û xebatên Meclisê û wiha got: beriya ku Meclisa Xweseriya Demukratîk a Şengalê pêk bê me Meclisa Avaker li sala 2015 da avakirin, ev meclis ji 27 kesan pêkhat, û li sala 2017 me wek pêwîstî dît ku Mecîlsa Xwe-
seriya Demukratîk a Şengslê bidin avakirin ji ber ku kar û xebatên me têra miletê me bike, ev Meclis ji 104 kesan pêkhat ji endamên meclisa hemû gund, bajar û taxan ve, û yekemîn meclis jî li Bajarokê Xanesorê pêk hat.
alîkariyên me ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve dihatin dayin.
A: xatun xidir
* Ji bo tifaqa miletê Êzidî çi hatiye kirin? - Şehîd Mam zekî konê tifaqa Êzidî bû, û me karîbû wek Meclis gelek serok ‘Eşîr û hoza li hev bicivînin û yekîtî, tifaqa wan çêbikin.
* xalên sereke yên avakirina MXDŞ çîne? - Ji ber ku miletê me pêwîstiyên wan hebûn mejî hemû sazî û dezgeh weke; şaredarî, dibistan, Tenduristî... hwd da avakirin, û mirov dikarê bîje ew valatiyên Hikûmeta Îraqê me tijî kirin bi emkaniyatên xwe yên kêm jî, û me karîbû ku bi xizmetên xwe gel vegerînin ser axa wan, û pitiriya
* Çi pêwîst hat dîtin ku li vî demî Konirans pêk bê? - Ji ber ku li vî demî gelek tevlî hevî li Şengalê hebûn ji gelek aliyan ve, û wek daxwaza Gel me pêwîst dizanî ku li vî demî Konirans pêk were, û ji Başûr, Bakûr û gelek cihên din tevlî civîna Koniransê bibûn. wek şêwazekî Demukratîk bi beşdarbûna gelek kesan Konirans pêkhat, weke
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
çandêkî dimokrasiyê me bi Meclisên taxan re civîn çêkirin ku kesê bixwazin tevlî Meclisa Giştî bibê deriyê me jêre vekiriye. * li Kongirêde piranî nîqaş li ser çî hate kirin? - xala Siyasî li ser rewşa Îraqê û pisgirêkên heyin li Şengalê nîqaş hat kirin. li Şengal û li Îraqê pêşerojeke windaye, hêviyên milet bi Hikûme-
54
HEVDÎTIN
Diclepress13@gmail.com
ta Îraqê nemaye ji ber ku tu xizmet hita roja îro jî nehatiye kirin, û beriya Fermanê xizmetên Hikûmetê ji niha bêtir û baştir bûn. Emerîka bi zanebûn siyaset bi ser Îraqê de da meşandin, û Îraq kirin beş bi beş, dever bi dever Emerîka jî ew kesên diz û bi ceza hemûjî li hev civandin û kirin serwerên Îraqê, ji ber ku Îraq dewleteke li Rojhilata navîn de bi hêze, û hita îrojî Emrîka siyaseta xwe bi ser Îraqê didie meşandin ni-
hajî tinê berpirsên Îraqê diziya xwe li ser xwe dabeş dikin ku li nav de Şî’a, sina, û Kurdên Başûr ji ber vê çendê hêviyên milet bi hikûmeta Îraqê nemaye, û em îtimada xwe nikarin bavêjin ser dewleta Îraqê. pirojeyê me Demukrasiye da ku em karibin Şengalê ji tarîtiya Îraqê derînin, em dibînin gelek aliyên Îraqê xwe bi vî pirojeyî ve girê didin û li gelêk devera niha li dijî Hikûmetê meşa li dar dixin. hitanî ku ev kes hemûjî ji Îraqê
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
56
HEVDÎTIN
Diclepress13@gmail.com
ya me li ser heye ku van kesa li Fermanê tadayî li miletê me kirine yan ne, û gelek ji van malbatan jî rê li miletê me vekirin ku malbatên xwe rizgar bikin, û wan daxwaz ji Meclisa me kir ku tevlî bibin. me Meclisek ji aliyê Bîrcalî re û yek ji aliyê Medîban re çêkiriye û ewjî beşek ji Meclisa mene, baweriya me bi pir rengî û ire çandî heye, meclisa me jî li navê xwe de diyare, meclisa herema şengalê ye, yanê hemî gel û çanda dikarin tê de cihê xwe bigrin tenê bi mercêkî destê wan li fermanê ser gelê êzîdî de nebê, pirsgirêka êzîdî jî bi gelê dî re nîne û em bi salane bi awayêkî azadane û aştiyane pêkve jiyane. * ji bo çareserkirina pigirêkên Şengalê çi rêk hate nîqaş kirin? - Li pirojeyê li pêşiya me de bihêzkirina abûriyê Şengalê ye, em dixwazin kar ji her kesê ku bikarê kar bikê bibînin ku ev kes bêkar nemînin, û ya din jî em karbin bibin rêgir li hember van rê tengiyên li ser abûriya Şengalê heyin û em karibin hêza parastinên xwe bihêz bikin, û miletê me bê perwerdekirin ku careke din neyê xapandin. Berpirsên Îraqê jî gotin ku Rojeva Şengalê ji destê me derketiye û ketiye destê Adil’bdil Mehdî û Mesûd Barzanî de yanî Şengal hisabê vê qurbaniyê dide. hitanî îro jî bi sedan keç û zaroyên me di destê dijmin deye lê hitanî îro Îraqê ev tişt nekiriye pirojeya xwe de tinê ji ber berjewendiyên xwe yên partîtiyê kar dikin yanî baweriya Şengaliya bi Îaqê ne maye, û em jî carek din xwe bi destê Hikûmetekê ve nahêlin ku ew kirîn û irotinê bikin û em jî bibin qurbanî. ne vegera gel jî hindek kesên berpisyar ên Êzidî dibin asteng ku dibêjin qaşo em xwediyên Şengalê ne, lê piştî Fermanê tu pisgirêkî wek berê
nînin. piştî ku wan berpisyartiya Şenglê ji ser milên xwe rakirîn parastina Şengalê û hemû saziyên Şengalê hatin avakirin, eger rast dibîjin ku ji ber PKK ê li Şengal deye mene heroj li Qendîl êrîş çêdibin, lê ne bila wan kesa sûcdar derêxin yên ku bidestê
wan Aboriya Şengalê pêşve çûyî, Hikûmeta Kurdistanê û Îraqê jî dizanê çi xizmet li Şengalê tê kirin. abûrî, hêzên wan çêbûne û bi rojan milet dixwazê vegerê ser axa xwe û bila ew dest ji van berjewendiyên xwe yên vala berdin, malbatên ku
Diclepress13@gmail.com
vedigerin malên wan şewitîne lê hitaî îro tu alîkarî ji aliyê Îraqê ve nehatine kirin ev jî kêmasiya wane, hitanî îro sê çar caran Mûsil ava kiriye ji nûve lê hita îro tu alîkarî û pêngavên bi vî rengî nedane pêşiya xwe ji bo Şengalê, û miletê ku bixwazê veg-
HEVDÎTIN
57
erê wê ev Meclis bibe alîkar jêre ku alîkarî jêre lazim bê emê bidin wan, em daxwazê ji Gelê xwe dikin ku vegerin ser axa xwe, parastin heye û jiyan birêve diçê. Meclisa me piştî 3ê hemîn Koniransa xwe bi dehan piroje li Şengalê dane pêşiya xwe
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
û emê hita dawiyê jî xizmeta Gelê xwe bikin, û bila Miletê me Fikrê tu kesê din nekê serê xwe de raste nexweşiyek bi ser Şengalê de hat lê dîsa jiyan berdewam dike û şaşitiyên ku çbûne car dî çênebe û çawa karibî carek din bersiva van Fermana bide.
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
58
FERMAN
Diclepress13@gmail.com
ÇÎROKÊN FERMANA 3Ê TEBAXA 2014 XELAS NABIN
Li
3ê tebaxa 2014 bi pilaneke qirêj li Dîrokê de cara yekemîne û bi xiyaneta cîranan Fermana herî mezin li ser gelê me birêve çu. Lê carê din çanda berxwedanê xwe li kurahiya dîrokê da vejînê û bi zarokin berxwedêr ve, keç û xortin qehreman daîş a hov hate şikandin. Her çiqasî jî daîş ê hov hate durxistin jî lê êş û azara gel nema xelas bibê.
A: LEYLA REŞO Çîroka Fermanê bê dawiye û bi qasî dîrokêkî dur û dirêj jî koka xwe li civakê xistiye û her kesêkî fermanê bi awayêkî tînê ziman û qala vê komkojiyê dike, Serhan ‘ito Xelef ji Nehiya Til ‘izêr wiha çîrokê tînê ziman û dibêje: DAÎŞ ne ji xwe çêbû, li despêkê de bi navê irhab(Terorîst) hatin nasîn.
li wî demî bi rojan zilamên me dibirin û winda dikirin û tinê me digot Rêxistineke Teroriye lê me nedizanî ku bi navê xelafetê DAÎŞ hatiye avakirin, û dema ku zilamên me dibirin daxwaza 4 ta 5 defteran ji me dikirin ku berdin, pişre bi wesayitên tijê bumbe dixwestin êrîşî Til ‘izêr, Sîba Şêx Xidir û Gir Zerikê bikin. ji ‘Eşîra me nêzî 50 kesî min bi destên xwe bin ax kirin, me behwer nedikir ku
Diclepress13@gmail.com
wê cîranên me wisa bikin, me digot em jî ji deverêne û em neviyên Welatekîne. Hikûmeta Îraqê tu tişt ji mere nekirin tinê bi axê satir dan dora gund, û dema ku me dixwest ji bajêr derkevin nedihêlan ku em ji bajêr jî derkevin, û ev jî tê maneya ku we em ji wan re xistîne zîndanê. İto xelef li ser çewaniya derketina daîşê jî wisa dibêje: Nekû dû ‘Eşîran li hev ketine û peyda bûye û ne jî
FERMAN
59
ku ji Welatekî bi tinê peyda bûye bi hevkariya hemû Welatên Cîhanê peyda bûye. Dewletên Erebî, Tirkiyê û Emrîkî...hwd beşdar bûn têde, qaşo dibêjin em Mafê Mirovan diparêzin lê ew bi xwe Mirovan winda dikin. dema ku li Îraqê Bajarê Mûsil bindest kirin mane ew jî Musilman bûn. gelo çima tinê êriş dan ser me ji Îraqê hemûyê, lê xwiyabû ku tinê dixwestin êrîşî me bikin, jimara me nêzî 1
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
melyon Însaniye, lê ew bi Milyaran li Îraqê ne. me tucarî şerê kesî nekiriye û ne jî me malê xelkê,erd, namûsa wan wêran kiriye, lê ev bû 74 ferman ji zemanê Mistefa Kemal Paşa, Sultan’Ebdul Hemîd, Sultan ‘Ebdul Mirad...hwd. Êrîş li pey êrîşê û dixwazin me tune bikin, ji ber çi, ji ber ku em miletekî feqîrin û pişteke me nîne, eger Emrîka dixwest dikarî weke Îsraîlê alîkariy
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
60
FERMAN
Diclepress13@gmail.com
Êrîş li pey êrîşê û dixwazin me tune bikin, ji ber çi, ji ber ku em miletekî feqîrin û pişteke me nîne, eger Emrîka dixwest dikarî weke Îsraîlê alîkariy bida me jî. Ger hêza me ji me ba bi vî awayî ticarî Ferman li ser me çênedibûn bida me jî. Ger hêza me ji me ba bi vî awayî ticarî Ferman li ser me çênedibûn. eger miletekî feqîr bê û yên li dora wê bi çek bin hertim wê Fermana bi serê mede bînê ji ber ku dibêjin hûn dijminin, me rojekê êrîşî kesî nekiriye me malê wan û erdê wan û namûsa wan bin pê nekiriye, lê ew me dikujin, keç û xort û bûkên me diiroşin em dengê xwe digehîne Însanetiyê, lê mexabin ka Însanetî. em li ser karê xwe bûn yê ku erdê wî hebû Çandiniya xwe dikirin
me haj tiştekî nebû, wan çekên xwe ên giran û hazirtiyên xwe kirî bûn bi şev êrîşî hersê Bajarokan kirin li Başûrê Şengalê, cara yekem êrîşî herdû Gundên derdorê kirin ji ber ku dizanîn eger ku ew standin wê Bajarê nêvê bikeve destê wan, ne ku me li ber xwe nedida lê çekên me yên wek wan ên giran nebûn ma Kilaşînkof wê li hember Debabeyan çi bike hitanî sibê. me bi mêranî şerê xwe kir lê tu dewlet bi me ve nehatin û ne jî Hikûmeta Îraqê û ne jî ya Herêma Kurdistanê bi hawara meve nehatin, başe eger raste em xwedî Dewletin û Hêzeke me heye ji ber çi parastina me nayê kirin, hitanî ji Welat bi me hisan em talan kirin. bi vî awayî bi sedan keç û bûkên me birin û li Bajarê Reqa li Sûriyê Firotin, hitanî niha li Welatan mane û têne kirîn û irotinê. li serdemê Mihemed navê Reqa hebû û ev nav ji Sûq EL- Req hatiye, yanî Sûq EL- Sebye bi Kurdî irotina keç û bûkan li wî serdemî jî dîsan zaroyên me Keç û Bûkên vî Miletî li Reqa dihatin kirîn û irotin. tinê mefera me Çiyayê meye, hawareke ma dî tuneye, û li vî Çiyayî de bi hezaran ji tîhna avê hatin fetisandin, û yê ku nerevîn û li Bajara mayin serjîkirin û hitanî niha jî komên hestîkan li qadane, ne Rêxistineke Mirovî, ne Hikûmeta Îraqê û ne jî Meclîsa emin ya navneteweyî lê ne pirsî, hestîkên me li qadan riziyan negotin em li cihekî gorbikin û ne jî lê pisîn, û bi ser vê çendêde niha heroj agir bi Zeviyan dikevê û li nav de hestîkên me jî dişewitin, ma kanîn Yasayên Mirovî. Em daxwazê ji Welatên yekbûyî dikin ku Hêzek û alîkaryekê bide me ku em jî parastina Welat û Erdê xwe bikin,Terorîst cîranê mene, ticarî xelas nabin, eger 10 zilamî Îslam qenc bûn lê yê 11 û 12ê wê pîs derkevê û wê dîsa êrîşî me bikin. hitnî niha jî Ferman li pey Fermanê berdewamin û wê berdewam jî bikin çima? ji ber ku em li nava dujmin dene, Ermîniya tinê Fermanek bi destê Tirka hat lê Tirkiya hima bêje hemû Fermanên me ji Tirkiyê hatine, careke din jî piştî sed salî eger em xwe ava bikin wê dîsan Fermanekê bi serê me Êzidiyan de bînê. sibe wê Îraq û Kurdistan jî lawên xwe bişînin Mizgeftê û wê jêre bêjin ku Êzidî kairin, ew bi Qanûnên vî zemanî naikirin wê li wan Qanûnan vegerin ku beriya hezar salî li Quranêde hatî, nekû wê li xwe biikirê ku em zarokin Welatekîne û cîranên yekin, her kesekî li ser dînê xwe û li ser’emelê xwe, lê ew bi vê çendê razînabin, ma gelo li Quranêde nedigot”we çend gund helikandine(talan kirine)” ma ew gund yên kê bûn her dîsa yên me bûn, min daxwaz ji te nekiriye ku tu bêye ser Dînê min her kes
Diclepress13@gmail.com
FERMAN
61
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
li ser dînê xwe lê çima tu dibêjî were ser dînê min lê ew bi vê çendê qebûl nakin dibêjin bi zorê, zorê, zorê. Ferman xelas nabin yê çûyin çûn lê, em ji Fermanê xelas nabin û yên tên jî ji vê bi zehmetir û şidtirin û hetanî ku ev cîranên me bin emê ji Fermanê xelas nebin, bila Cîhan hemû vê çendê zanibe. Di 3ê tebaxa 2014 bi xiyaneta mala barzaniyan û hevkarên wê Fermana herî qirêj di dîrokêde bi ser temamî devera Şengslê û bi taybetî jî li ser miletê Êzidî de hat Di 3ê tebxa 2014 de bi xiyaneta mala barzaniyan û hevkarên wê Fermana herî qirêj di Dîrokê de li ser temamî gund û bajarokên Şengalê de hat, miletê Êzidî bi dirêjahiya dîrokê ji Fermanan xelas nebûye. Meto Xidir ji gundê werdiyê Çîroka fermanê wisa tînê ziman: gundên Sîba Şêx Xidir, Gir zerik û Til ‘izêr ku li başûrê Çiyêne, ber bi çiyê hilkişiyan, lê daîş pêşiya me ketin û em vegêrandin, em li werdiyê bûn, me bi şev karê xwe kir û em ber bi Çiyê hilkişiyan, me bawer nedikir bi vî awayî bê, me digot wê hêzêk hebê ku me biparêzê. di dunyayê de Fermanek wek, fermana 3ê tebaxê 2014 li Dîrokê çê nebuye, hima bêje Fermanên me bi temamî ji aliyê’osmaniyan ve bi serê me hatine. Malbata me 12 rojan di çiyêde man, me didît ku çawa dayikan zarokên li ber pêsîrên xwe li serê çiyê ji tîhna avê davêtin. me çavên spî ji mirnêre danîbûn, lê Haval hatin pêşiya me û av ji mere anîn, lê Çîroka me li ba ên din ne tu tişte, tiştê bi serê me hatî bi rojan xelas nabê ku em bêjin û di Însanyetê de nayê zanîn, bi koman xort kuştin û keç û jin dîl girtin, yê ku feyda wan jê neyî ser jê kirin. Çîrokên me ji jimara me bêhtirin û bi zehmet tirin, heta niha bi hezaran hestîkên wan li çolane lê tu kes lê ne pirsîne, dijminê me her ew dijmine û xwe hisêb dike ku vî miletî xelaske lê mixabin mezinên me vî tiştî ber çav nagirin, eger li kê partiyê bibê bila bibê lê bila yek bin lê tinê diikirin ku wê mi’aşê xwe ji kur bigrê û li miletê xwe na ikirê di tu qanûnê Êzidiyan de ev tişt çênebûye, êdî gehaye wê astê eger dijmin hat û bi dorê em ser jêkirin tinê her yekî wê li xwe biikrê û wê bêjê îro ne dora mine. Rêxistinên mirovî dibêjin emê zaroyên ku ji daîşê ne emê bînin nav milet lê wê gelek mişkila li ser vê meselê çêbibin eger bibêje em rêxistinên Mirovîne çênabê qanûnên dîn ‘adat û teqalîdên dînî bidê ber lingan hima
Çîrokên me ji jimara me bêhtirin û bi zehmet tirin, heta niha bi hezaran hestîkên wan li çolane lê tu kes lê ne pirsîne, dijminê me her ew dijmine û xwe hisêb dike ku vî miletî xelaske lê mixabin mezinên me vî tiştî ber çav nagirin bila vekirî bêjin em vî dînî vê baweriyê qebûl nakin. Di Fermanêde dema em ber bi Rojavayê Kurdistanê diçûn Ragihandineke Emrîkî pirs ji me dikirin û min jî pirsiyar jêkir û min gotê ew kaxezek li Meclîs ElEmin de ye lê bi xelet li ser nivîsiye Mafê Mirovan, eger raste mafê Mirovane gelo kanî gundê Koço bi temamî dor gitine we yek jê xelas nekir û gund bi temamî komkuj bun. niha tên dibêjine ma hûn mi-
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
htacî çine ma miletekî ku Ferman bi ser de hatî mihtacî çiye. tiştê herî asasî Îdare û parastine, lê me ev her dû jî nînin, ev lîstike li ser me didin meşandin. dewletan hatine û dixwazin Rojhelata navîn bi temamî dabeş bikin, eger Îraq bixwaze miletê me yê Kampa vegerê bila av, Karebe, naxwşxane û ...hwd çêbike, miletê me wê demê wê vegerê ser axa xwe, Rêxistnên bi navê Mirovî tinê li feyda xwe digerin, gotineke beriya heye dibêji gazin ji cihê birecû dibê yanî di vê em gazinê xwe ji dewletê bikin û bila mezin û serwerên me li me xwedî derkevin. ji serdemê Sedam hisên û paşde dewletê Îraqê hîç hisabêkî ji bo êzîdiya nekirne. Em ne miletêkî kimîn, berovajî em gelêkîn û dibê
62
FERMAN
Diclepress13@gmail.com
dewleta îraqê me bigrê diqeta xwe û mezinin me jî li me xwedî derkevin. beriya fermanê hikûmeta herêma kurdistanê alîkariyên madî tanîn lê didane şaxê(leqê) şengalê û mezinê me li ser me belavdikir bila nihajî li me xwedî derkevin bi vê yekê hikûmet û gel wê ji hev dûr didinê bilanê serwerê daxwaz bike hikûmet wê pêk bînê, em daxwazê ji meznên xwe dikin xwedî li miletê xwe der kevê. ma cînosayid bi çi çêdibê Qetil ‘am bi serê mede hat erdê me û malê me talankirin ev yasayên Cînosayêdêne em dixwazin zanibin ji Îraqê û dûre ji Cîhanê gelo ji ber em Êzidîne Cînosayida gelê me qebul nakin, ma gelê êzîdî ji orupiya jî însanîtirin wisa bê.
Ma cînosayid bi çi çêdibê Qetil ‘am bi serê mede hat erdê me û malê me talankirin ev yasayên Cînosayêdêne em dixwazin zanibin ji Îraqê û dûre ji Cîhanê gelo ji ber em Êzidîne Cînosayida gelê me qebul nakin, ma gelê êzîdî ji orupiya jî însanîtirin wisa bê
Diclepress13@gmail.com
ÇAND
63
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
HUNERMEND Û KESAYETÎ
ALÎ FURAT
Hunermend bi xwe kesayetek e. Pêwendiyek zor bihêz jî di navbera kesayet û hunerê de heye. Tew tu carî herdu ji hev du nayên qutkirin. Kesayetek bihêz hunerek bihêz diairîne. Her çendî ku kesayet bihêz be, ewqas jî hunerekî bihêz diairîne. Hinek kes dixwazin huner û kesayetê ji hev du dûr bixînin, ev yek jî gelekî şaş e. Kesayeta Kurd, kesayetek lewaz e, çima? Gelek sedem hene, heya niha tu kesî erkê bihêzkirina kesayeta Kurd nexistiye stûyê xwe. Dijmin jî bi hemû şêweyan bi kesayeta Kurd lîstiye û kiriye kesayetek kole û kesek bêkesayet. Ev jî
tiştekî kêm nîn e. Ji ber vê yekê, dibînin ku kesayeta Kurd, ji xwe bêtir guhdarî dijminê xwe dike û ji xwe bêtir hez ji dijminê xwe dike... Bi temamî jî, dibe koleyê dijminê xwe. Bi rastî jî, dema min kesayeta mirovê Kurd şirove kir û nirxand, wê demê min gelek baş zanî ku, mirovê Kurd ji hemû mirovên dîtir ên cîhanê bêtir perîşan bûye. Vê jî ez gelekî êşand im. Divê di çarçoveya huner de jî ev yek bê nirxandin, ji ber ku mirovê Kurd perîşan bûye, wê demê hunera wî mirovî jî hatiye talankirin. Ji ber ku kesayeta mirovê Kurd, kesayetek lewaz e, wê demê hunera wî mirovî jî hunerek lewaz e. Ji bona vê jî divê mirov bizanibe huner çawa tê bikaranîn. Heger em nizanibin çawa huner bikarbînin, wê demê em nikarin kesayetek hunerî jî biparêzin û
ber pêş ve bibin. ROMAN Bİ XWE ŞOREŞ E Berî her tiştî divê em ji xwe bipirsin: Gelo roman çi ye? Ka romana Kurdî heye an na? Rewşa ku gelê Kurd dijî, bibe materyalek wêjeyî ji bo romanê an na? Wekî em dizanin di demên borî de efsane hebûn, em dikarin bibêjin ku ew jî heyanî astekê wek romana bûn. Em dikarin navê roman li ser (Mem û Zîn) bikin. Ger em bixwazin di demên niha de, Mem û Zîn bikin romaneke hemdem û ji her kesî ve bê têgihîn, pêwîst e ku em ji nû ve wê bi nêrîneke nûdem û hemden binivîsînin. Em ti carî nikarin bi siviktî û durûtî nêzî bûyera romanê bibin. Li vir divê em agahdar bin û şiyar bin ku, nekevin daikên pesindayînê, ne
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
Hunermend bi xwe kesayetek e. Pêwendiyek zor bihêz jî di navbera kesayet û hunerê de heye. Tew tu carî herdu ji hev du nayên qutkirin. Kesayetek bihêz hunerek bihêz diairîne. Her çendî ku kesayet bihêz be, ewqas jî hunerekî bihêz diairîne jî daikên zemkirinê û ne bi rastiya bûyeran re jî şer bikin. Armanca min ji vê axaftinê ew e; divê mirov ne bi şêwaza pesnan, ne jî zema binivîsîne, ev yek jî şaş e. Mînak; dema ku em li ser şoreşê dinivîsînin divê yên piştgiriya şoreşê kirine ji bîr nekin, ne jî yên ku dijminatiya wê kirine… Romana hêmanê(hîm-stûn) xwe hene, vegotina herikandina çend kesayetan di nava pêşgotin, nivîng û paşgotinê de ye. Mînak, ji rastiyê dûr di nivîsandina romanê de, mirov dibe xeyalan û rabûna bi nivîsandina rastiyan wekî xwe(belge, xweser) dikeve xana wêjeya bîranîna… Hevalên me jî, di nivîsandina çîrokan de zîrek in, lê ji bo romanê tiwaneya wan a nivîsandinê tune ye. Ew jî, ji ber ku roman, li tev hemû tiştên borî jî, hinek hêmanên nû dikevin ser. Yanî romanivîs radibe wesf û vegotina tiştên ku pêwîst e
64
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
bibe dike. Dema ku romanivîs bi wê nikaribe rabe, em dikarin navê (çîrokvan) lê bikin, ne romanivîs. Mînakên vê jî pir in, romanivîsên Rûsan ên navdar wek (Çernîşevskî, Tolstoy, Dostoyevskî) her wiha jî gelek mînakên ji wêjeya Firensî û wêjeyên Îslamî hene, em dikarin(Nehc ElBelaxe)mînakeke zindî li ser vê xalê bidin mirov dikare vê li ser vî xalî bibêje… ŞOREŞA WÊJEYÎ Li gor nêrîna min baştir e em bibêjin: “Wêje û rastiya şoreşê.” Di hundirê vê gotinê de erênî û nerênî derbas dibe. Wekî tu dizanî ev jî tiştekî realîteyê ye. Wêje jî roleke xwe ya nazik û zirav di jiyana şoreşê de heye. Dikarim bibêjim şoreşeke bêwêje, wek mirovekî bêcil e. Wêje, wateya şoreşê dide, aliyên xweşikiyê(çelengî, ciwanî û qeşengî) dide, her wiha jî mirov dikare bibêje: “Şoreşa bêwêje, weke mirovekî çi
dermanên xweşikiyê tê de nayên dîtin e.” HUNER Û BAZİRGANÎ Girêdana huner bi pere û mehaneyê(meaş) bi armanca dewlemendbûnê, nêzikatiyeke gelekî sivik û seranser e û nêrinekî bênirx û erzan e. Hunermendek xwe bi peran ve girê bide; ev hunermend bi destê xwe dawî li kesayeta xwe tîne û bi vê jî xwe dikuje. Divê hunermend li şûna ku xwe bi peran ve girê bidin, xwe bi gel ve girê bidin. Bi vî awayî jî hunera wî mezin dibe û bi xwe jî dibe hunermendek xwedî kesayet. Em dikarin her hunermendek bi mehaneyê bidin xebitandin, ev jî ne zor û zehmet e, lê em naxwazin bi vî awayî dawî li kesayeta hunermend be û lewaz bibe. Ez her tim dibêjim: “Hunermend ji me çi dixwazin, bila bixwazin. Lê hunermendek ku tenê pere ji me bixwaze ew ne hunermend e. Ji ber ku huner ne tê kirîn, ne jî tê irotin.
Diclepress13@gmail.com
HEVDÎTIN
65
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
DURAN KALKAN PIRSÎ:
HUN ALÎGIRÊN HEVAL HELMET IN AN YÊN ERDOGAN?
Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê
Duran Kalkan bal kişand eger dewleta Tirk ji nava PDK û YNK’ê destek negire, nikare êrîşî Qendîlê bike û got:“Qetilkirina Rêheval Helmet temamî bi rengê hevkariyê pêk hat. Em nabêjin PDK û YNK van êrîşan ji navendên xwe rêxistin dikin, lê dibe ku di nava wan de hin tişt hebin. Em viya dibirsin; Hun alîgirên Rêheval Helmet in,an alîgirên Tayyîp Erdogan in? Pêwîste bi awayekî eşkere deynin holê. Eger di nava wan de yên ku xizmeta dewleta Tirk dikin hebin û nikarin wana kontrol bikin, bila Helmet nîşan bidin, em ê bi hevre têbikoşin”. Kalkan bibîr xist ku PKK li ser xeta 2014’an e û ev bang li PDK’ê û YNK’ê kir:“Xeletî dikin. Îro li ser hebûna PKK’ê hinekê berjewendiyn bidest dixin, lê ger ku PKK têk biçe,
wê ew hemû jî tune bibin. Em bang li rêveberiya Bexda û Hewlêrê, li rêveberiyên PDK û YNK’ê dikin ku rasteqînî tevbigerin, bibin xwedî Helmetek rast û ruhê berxwedna Kobanê, Mexmur û Şengalê temsîl bikin”.
A: Dicle Yusif Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Duran Kalkan li hevdîtinêkî taybet de, derbarê êrîşên dewlet Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Helmeta hêzên Başur de nirxandinên girîng dike. Duran Kalkan dibêje; dîktatoriya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hevkarê wî Devlet Bahçelî di nava êrîşên bîrdozî, stratejîk de ne û sedema vê yekê jî xeyala wan a zindîkirina axa Osmaniyan e. ji ber vê sedemê di nava şerê li Lîby-
ayê de hêza herî bingehîn desthilata AKP-MHP’ê ye, lewre pêwîste mirov li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şaş nebe û got:“Tirkiye xistiye nava şerekî Rojhilata Navîn, şerekî cîhanê. Ev dagirkerî, mêtingeriye, berirehbûna bîrdozî û stratejîke”. ‘Pêwîste hemû Kurd viya bibînin’ Kalkan destnîşan kir; Tirkiye di bin navê dijberiya PKK’ê de dijminahiya Kurdan dike. “Qirkirinê pêk tîne. Dibêje ‘ez li dijî PKK’ê me’ û hewl dide ku Kurdên din bixapîne. Eger PKK’ê tune bike, dê wana jî tune bike. Ji xwe armanca bingehîn a êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê ku ji sala 1983’yan ve didomîne, ev bû. Generalên wan ên ku êrîşên mezin ên salên 1992, 95,
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
97’an pêk anîn, bi awayekî eşkere gotin, ‘Em dixwazin PKK’ê pêpez bikin û PDK’ê jî bixin bin kontrola xwe’. Pêwîste hemû Kurd viya bibînin û zanibin”. êrîşên dewleta Tirk niha hîn dijwartir û bi organîze ne. “Êrîşa ku di Tebaxa sala 2018’an de dijî Şengalê pêk hat, di çarçoveya peymana bi Iraq û PDK’ê re çêbû. Dema Serokwezîrê Iraqê li Tirkiyeyê bû êrîş pêk hat û gelekî plankirî bû. Êrîşên dişibin van êrîşan, îro li ser tevahiya Herêmên
66
HEVDÎTIN
Diclepress13@gmail.com
Parastina Medya dimeşînin. Hewl didin ku li Behdînan û Qendîlê bidin meşandin. Herî dawiyî qetilkirina Rêheval Helmet bi vî rengî çêbû. Di Newrozê de qetilkirina endamên Komîteya me ya Pêwendiyan bi vî rengî, êrîşeke gelekî plankirî bû”. ‘Eger destek neyê dayîn nikare êrîş bike’ Duran Kalkan wisa pê de çu:“operasiyon bi hevkariya artêş
û MÎT’ê de çêdibin”. “MÎT wê li Qendîlê, Behdînanê çawa bigere? PKK’ê jî rêxistinbûnek û kontrolek xwe heye. Wisa bi hêsanî nikarin bikevin van herêman. Wê çaxê ji herêmê hinek destek didin wan. Ev gelekî zelal e. Eger MÎT ji nava PDK û YNK’ê destek negire, nikare êrîşî Qendîlê bike. Ev pir zelal e”. ‘Qetilkirina Rêheval Helmet bi vî rengî çêbû’
Diclepress13@gmail.com
Kalkan ji bo destekdayîna dewleta Tirk qetilkirina Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb(Helmet) wekî mînak nîşan dide û dibêje:“Qetilkirina Rêheval Helmet temamî bi rengê hevkariyê pêk hat. Jixwe çend meh beriya niha me agahî girtibû ku dê dijî rêveberiya me êrîş pêk were û hinek hêz di nava amadekariyên êrîşê de ne, lê me nedizanî ka dê êrîş dijî ku derê pêk were”.
HEVDÎTIN
67
‘Hûn alîgirên Heval Helmetin an ên Erdogan in?’ Me derbarê qetilkirina Diyar Xerîb de li benda bersivekê ne. “Niha berpirsyarên vê yekê hene, em li benda bersivê ne, lê bêdeng bûne, nikarin bersiv bidin. Em nabêjin ku PDK û YNK van êrîşan ji navendên xwe rêxistin dikin, lê dibe ku di nava wan de hin tişt hebin. Çi heye bila derkeve holê. Em viya dipirsin;
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Hun alîgirên hêzên ku qirkirina Kurdan pêk tînin, an alîgirên Kurdan in? Hun alîgirên Rêheval Helmet in ku yek ji berxwedên ji bo hebûn û azadiyêbû ne, yan alîgirên Tayîp Erdogan in? Pêwîste bi awayekî eşkere deynin holê. Eger di nava wan de yên ku xizmeta dewleta Tirk dikin hebin û nikarin wana kontrol bikin, bila Helmet nîşan bidin, em ê bi hevre têbikoşin. Ger ku wiha nebe wê demê ew berpirsyariyê digirin ser xwe. Bi vî rengî gelekî xirab e, wê
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
PKK dijî DAIŞ’ê liberxwe dide, dijî AKP/MHP’ê liberxwe dide. Wê demê qet nebe bila destek bidin vê berxwedanê, bibin alîgirên vê berxwedanê. Bila nebin alîgirên DAIŞ’ê. Pêwîste nebin destekvanên xeta DAIŞ’ê
68
HEVDÎTIN
Diclepress13@gmail.com
ser Kurdan de diajot AKP/MHP bû. Niha jî AKP/MHP bixwe
bi awyekî gelekî xirab di dîrokê de cîh bigirin. Em li benda daxuyaniyê ne”.
‘PKK li ser xeta tifaqê ye, lê hinek hêz ji ser vê xetê çûne’ PKK li ser xeta 2014’an, ango li ser xeta berxwedana yekpare ye, lê hinek hêz ji vê rê derketine. “Mînak li Kobanê tifaqa dijî DAIŞ’ê hat çêkirin. Li Şengal, Mexmur û Kobanê seknek derket holê. DAIŞ wisa têk çû. Niha em li ser wê xetê ne. Lê hêzên ku ji ser vê xetê çûne hene. Rêveberiya Bexdayê digotin, ‘PKK’iyan mirovahî rizgar kir.’ Barzanî çû Mexmûrê û spasiyên xwe pêşkêş kirin. Gerîla çû Şengalê, Pêşmerge çû Kobanê. Dijî DAIŞ’ê berxwedanek Kurd derket holê. Niha di navbera DAIŞ û AKP-MHP’ê de tu ferqek nîn e. Yên ku DAIŞ bi
êrîş dike. PKK dijî DAIŞ’ê liberxwe dide, dijî AKP/MHP’ê liberxwe dide. Wê demê qet nebe bila destek bidin vê berxwedanê, bibin alîgirên vê berxwedanê. Bila nebin alîgirên DAIŞ’ê. Pêwîste nebin destekvanên xeta DAIŞ’ê. PKK li ser xeta 2014’an e, li ser heman xetê liberxwe dide. Lê hinek ji ser vê xetê çûne. Wê demê divê hemû kes vê rastiyê
bibînin”. Banga ji bo YNK û PDK Duran Kalkan Helweta PDK’ê û YNK’ê rexne kir û ev bang kir:“Xelet dikin. Îro li ser hebûna PKK’ê hinekê berjewendiyn bidest dixin, lê ger ku PKK têk biçe, wê ew hemû jî tunebibin, wê bikevin rewşa herî xirab. Em bang li rêveberiya Bexda
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
70
DîROK
Diclepress13@gmail.com
SERHILDAnA QEDEMxêR MELEK AHî
(Ew JInEKE DûRbîn bû)
Navê xanima Kurd Qedemxêr Melekşahî di dîroka Kurdistanê de kêm hatiye bihîstin. Di vê nivîsê de ezê bixebitim ku li ser jiyan û arKAK AR ORAMAR mancên serhildana wê hinek zanyariyan pêşkêşî we bikim. Ew bi ceJiyan û serbihûriya xanima Kurd saret, şervanî, gotin û ramanên xwe Qedemxêr Melekşahî û Cîhan yên mirovheziyê kesayetiyek naskirî ye. Di hemû şert û mercên dijwar Xanimê li dijî Rizaşahê Pehlewî.
de, heta li hemberî dijmin jî hestên mirovheziyê bi ser kar û biryarên wê da zal bûn. Di nava Kurdan da kesên xêrxwaz pir in, lê bindestiya Kurda bûye sedem ku ew bênav û nîşan bimînin. Qedemxêr di vê derbarê da wiha gotiye:” Bi dîtina min nav û dengê Hatemê Tayî ku bi çavtêrî û merdayetiyê hatiye naskirin, bi qasî(nivî hindî) Ciwamêr Axayê Kurd bexşende û destvekirî nebûye, lê Ereban hertim behsa Hatemê Tayî kirine, helbest li ser çêkirine, li ser camêriyên wî nivîsandine û bi sedema van nivîsan, heya niha navê wî yê bexşendeyîyê zindî maye û ji bîra neçûye”. Qedemxêrê hertim ji şervanan xwe re wiha digot:” Li pey karê kuştina êxsîran nikbetî û xirabî tê. Heya niha tevî ku kesê dîlketî gelek tawanbar jî be, Kurda dîl û mirovên bêdesthilat nekûştine. Nabe ku em jî ji adet û ûsolên himwilatîyên xwe dûr bikevîn.” Ew jineke dûrbîn bû, gelek caran wiha digot:” Hestên tişt zanînê bi wêneyekî neasayî di riha min de hene.” Û wiha bû ku li dijî desthilatdariya Riza Pehlewî dest bi serhildanekê kir. Çimkî bi destê jandarmên rejîma dîktator berî her kesekî wê mêr, bira û kurê xwe ji dest dabûn. Gel daxwaz jê kir ku bikeve pêşberî wan û pêşengiyê ji şoreşekê re bike ku paşerojeke tije bextewerî ji wan re bîne. Wê jî pejirand û berî her karekî dest bi şerê li dijî serleşkerên gendelkar kir ku tenê zanîbûn xwîn û keda xelkê bimêjin.
Diclepress13@gmail.com
DÎROK
71
Wê carekê ji generalekî Îranî re wiha gotibû:” Li cem mirovê bi wijdan azar û êşa hundirîn ji derd û êşa laşê mirov zêdetir û pir jî girantire, lê li cem te û şahê te yê diktator ne wijdan heye û ne jî mêranî. Hûn çima feqîr û hejaran dikujin, çima male wan talan dikin? Çima hurmeta me li cem we mirovên fasd û bêîrade kême? ...”
dianîn ziman û digotin:” bingeha dewlet û gelê Îranê dewleta Kurdî ya Mad bû. Vaye şah cudabûneke dîrokî di navbera gelên Îranê da çêdike. Wihaye ku em dibînin Pehelewî û heta meleyên komara îslamî jî xwestine û dixwazin esaleta Kurda birîndar bikin.
Dewleta Med û Persan
Elwend çiyayê herî bilind ê wilayeta Hemedanê ye. Xêl an jî hoza Qedemxêrê bi du sed malan ve li başûrê rojavayê çiyayê Elwend li nêzî lûtka Şamirad Xan, li rex peleke rûbarê Karûn, li zozan an jî havînewarekê xweş reşmalên xwe hildabûn. Wê rojê Qedemxêrê zanîbû ku Xanê Melekşahî di şer da birîndar bibû. Çimkî ji kevin da xizmayetî di navbera hoza Lek û Melekşahî da hebûye û di nava hemû xweşî û nexweşîyan de hevpar bûn, wê biryar da ku biçe bo dîtin û halpirsîna wî. Ji Mensûrxanê kurê xwe û Şirîna keça xwe re got:” xwe amade bikin, sibe emê herin nava hoza Melekşahî”. Şirîn û Mensûr kur û keçên Mîrza Husên Xanê serokê hemû tîreyên hoza Lek bûn. Wî ji wan re mamostayekî taybetî girtibû û ji ber wê jî ew gelek mirovên zana û xwende bûn. Ew bi rêya niwênerên kompaniyên Efrîqî û Hindî ve(ku wê demê hatinçûyîna Îranê dikirin), hînî zimanên Ingilîzî û Firensî jî bibûn. Herwiha di bikaranîna tifeng û siwariyê, zîrekî, netirsî, sexawet û çavtêrîyê de nimûneya du şahzadeyên Kurd bûn. Bi ti awayî xwe ji hoz û gelê xwe cuda nedikirin û di nava hemû xweşî û nexweşiyan de bi wan re bûn. Ew ti wextekî ji derd û elemên gelê xwe dûr nediketin.
Kurdan beriya Persan emperatoriya Med pêk anîn. Li rojhilatê Kurdistanê ji bo bilindkirina pirestîja Persan rastiyên dîrokê berevajî têne nivîsandin. Mîna ku dîrokê derxisstiye û dide xuyanîkirin, beriya damezrandina dewleta Farsan li Îranê, dewleta Kurdî ya bi navê Mad hebû û paytextê wan jî Hemedan an jî Hemûzana bûye. Ji ber ku Hemedan dikeve ser hêla rêze çiyayên Zagros, li rûyê derya azad pir bilinde, di zivistanê de hinek caran pileya sermayê digehe siir dereca li jêr sifrê. Havînê li wira warekî pir xweş û av û hewayekî fênik û xweş tê de ye. Piraniya rûniştivanên bajar Fars, lê Kurd û Tirk jî têde hene. Mîna ku dîrok li ser diaxive, dewleta Mad di encama pîlan û hîleyên Farsan de hilweşiya. Dema di destpêka salên heftêyan de, Mihemed Rizaşah şahiyek bi minasibeta damezirandina dewleta şahenşahîya Îranê lidarxist, li ser wê hindê ku dewleta Medan jî rijîma şahîtiyê hebûye, wan dewleta Mad wek dewletek Îranî nehesibandin. Yanî salên desthilatdariya wan nexistin ser temenê rijîma şahenşahîya Îranê. Di wê demê de çend neteweperestên Îranî li ser vê nehesibandinê dengê xwe yê nerazîbûnê bi awayekî nihînî li cem dost û nasyarên xwe
Jiyana Qedemxêr Melekşahî
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Azardana gundîyan dibe sedema duberekî û cûdatiya di nava hemû gelê Kurd de. Di mercên wiha da pêwîstiya me ya herî zêde bi yekitîyê heye. Divê ji vir û pê de eşîretî û tîrebazî di nava Kurdan da nemîne Qedemxêr bedew û delal bû. Tevî ku ciwan bû, lê hemû genc û zilamên herêmê bi çavê lîderekî li wê dinêrîn. Çavên wê yên bedew tejî bûn ji nîşanên zîrekatî, netirsî û pir bi tiinga xwe dilgerim bû. Wê dizanî: mirov ku hatiye dinê, pêwîste hemû demên xwe ji bo nexweştirîn buyer an jî karesatên jiyanê amade bike. Ger amadeyî ji bo jiyana xweş û nexweş tunebe, dema ku ji nişkave bûyerek lê qewimî, hêza wî/ê namîne û morala wî/ê jî yê mîna dîwarê li ser beirê biherife an jî yê zû ji nav biçe. Di herêmeke Kurdistanê de mêvanên dîwanxanê ketibûn axaftinek germ û gor. Di germahiya axaftina mêvanên malê da Cîhan xanima dayika Cefer Xan bi keçika xwe Exterê û çend jinên din re, ji odeya din ya nava malê ketin hundirî dîwanxanê. Hemû kes li ber piyê wan hestan ser piyan. Wan jî bi xêrhatina
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
Di çaxekî de ku birînên min pir xerab û bi êş û derd jî bin, ez gelek bi pêwîst dizanim ku biçime pêşwaziya xanimeke birêz û mezina a mîna te, tu seroka me yî rûniştiyên nava dîwanxanê kirin û bi germî silav li mêvanên xwe kirin. Temenê Cîhan xanimê li dora pencî û Extera keça wê jî nuzdeh salî bû. Herdu jî li gor temenê xwe nimuneya du jinên gelek bedew, şox û şengên Kurdên koçer bûn. Kincên wan heya radeyekê sade, rûmet, dev û çavîn wan kêm hatibûn makyaj kirin. Şûtkek pan û zîvî reng û gopikdar li pişta wan bû. Wan ew kemerbend mîna adetê hemû jineke koçer bikar dianîn. Herwiha ji ber ku navtenga wan mezin û kirêt nebe û di yek endazê da bimîne, ew şûtikên jinane bikar aianîn. Bi sedema wê hindê ku ew keçên xan û mezinên hozê bûn, li cem mamostayên taybetî ders xwendibûn û heya radeyeke pir zêde agehdarî rewşa kar û barê cîhanê bûn. Di çareserkirina pirsgirêkên êl û herwiha hemû Kurdekî herêma jiyana xwe de beşdarî diki-
72
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
rin. Cefer Xan ti karekî mezin bi bê agehdariya wan nedikir. Herçend hemû jineke Kurd, bi taybetî koçeran rewşt bedew( ciwan ) û damenpak( bi şeref) û serbilind û serbestin, lê ji ber sedema wê hindê, ku evane xwe bi berpirsyarên hoz û êla xwe û civaka xwe dizanîn, bi şêweyek serbest, zêdetir tevlî nava civat û komelên zilaman dibûn. Piştî koça dawiya Homayun Xanê serokê hoza Melekşahî Cîhan xanim mîna cîgira mêrê xwe, serperestiya hoza xwe girte dest û bi hurbînî agehdarî hemû karekî bû. Xwendina zarokên wê bi şîret û piştgîriya wê bidawî bû. Ewqas di xema hoza xwe de bû û hind bi pey çareserkirina pirsgirêkên mirovên hoza xwe de bû ku ger belayek bi serê wan dihat, diçû ew pirsgirêk çareser dikir. Ji bona wê jî nav û bangê wê ji sinorê herêma wan derkete derve. Wê derfet nedida ku desthilatdariya dewleta navendî li herêma jiyana wan cêgir bibe. Ji bo derxistina desthilatdariya Eceman, çend caran bi serokatiya xwe bi çekdarên hoza xwe re li hemberî artêşa Îranê şerên giran kirin. Ji hêlekê ew û ji hêla din jî Qedemxêrê carna digehiştin hewara feqîr û hejarên Kurd û şerê jandarmên dewletê dikirin. Di wan şeran de leşkerê Îran bi xirabî û ji navçûneke yekcarî rastî şikestê dihatin. Wan karîn bi xanima Kurd Qedemxêr re, fermandarê artêşa Îranê serleşker Ebdullahxanê Tehmasibî bikujin.
awestiyayî ne. Ji bona wê jî di nava wan de rûnişt û wiha şîret li wan kirin:” Ji we tevan tikayê dikim ku ji vir û pê de dest ji dizî û karên çewt berdin. Berê ji ber ku gundî rûniştvanên dayîmî bûn, we li hemberî wan dizî û karên xerab dikirin û we ew bi dijmin dihesibandin. Lê niha divê hûn baş ji vê rastiyê agehdar bin ku ew jî mîna we Kurd in û bi rêya karkirina li ser erd û karê cotyariyê çînek gelek têkoşer û zehmetkêş in. Ew xwarin, mîwe û pewîstiyên din ji we tevan re çêdikin. Divê hûn wan nerihet nekin, belkî pêwîste bi çavê rêz li wan binêrin û sipasdarên wan bin. Azardana gundîyan dibe sedema duberekî û cûdatiya di nava hemû gelê Kurd de. Di mercên wiha da pêwîstiya me ya herî zêde bi yekitîyê heye. Divê ji vir û pê de eşîretî û tîrebazî di nava Kurdan da nemîne. Çimkî ger em aghdarê hev nebin û piştgîriya hev negirîn, desthilatdariya jandarmên Ecem careke din yê vegere. Ewê dîsa destdirêjiyên xwe yên li ser hebûn, namûs û heysiyeta me dest pê bikin. Wê demê bi hêsanî dikarin xiror û serbestiya me binpê an jî pêşil biken.” Xanekî Kurd ku nexweş û birîndar bûye, çûye pêşwaziya Qedemxêrê. Wê jî sedem jê pirsiye û axa jî wiha bersiva wê daye:”... di çaxekî de ku birînên min pir xerab û bi êş û derd jî bin, ez gelek bi pêwîst dizanim ku biçime pêşwaziya xanimeke birêz û mezina a mîna te, tu seroka me yî...”. Ji ber ku kodita an jî derbeya leşkerî a Rizaxanê Mîrpenc ku bi hevkariya Inglîzan hate ser kar bi kar û xebata Serhildana Qedemxêr Melekşahî Qedemxêr û Cîhan Xanimê re peyQedemxêr: Dayikek û lîderek wendîdare, pêwîste behsa wê hindê bêkirin ku sedemên peydabûna RizQedemxêr ji vê rastiyê agehdar bû axan di wê serdemê de çi bûn? Ew ku tîreya Segvend komelek diz û ner- kodeta çima hat encamdayîn û di
Diclepress13@gmail.com
dawiyê de Rixaxan çima bû bi dîktatorekî sitemkar? Piştî ku şoreşa Oktober li Yekitîya Sovyetê pîroz bû, şoreşeke pêşverû li bakurê Îran anku li herêma Gîlan li ser meremên partîya Sosyalîst, bi serokatiya Mîrza Kuçekxanê serdarê Cengel çêbû û di demeke kin de desthilatdariya dewleta navendî ya Tehranê ji holê rakirin. Wan komarek bi navê “komara Gîlan” pêkanîn. We demê dewleta Îngilistanê desthilatdariyek pir zêde li ser hemû Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Îranê hebû. Tirsa wê hindê li ser wan çêbû ku ew şoreşa bi gel ve girêdayî berireh bibe û hemû welatê Îranê bikeve jêr desthilatdariya Yekîtiya Sovyet. Ji ber rewşa wê demê ya dewleta Îranê, wan karî wê şoreşê ji holê rakin. Dema ku Îngilîzan hest bi wê hindê kirin ku pêkhatina Komara Gîlan metirsiyek mezin ji wan re pêkanîye, ketine nava çalakî û hereketê ku bi her awayî dibe wê komarê ji nav bibin. Ji bona wê jî di rêya Seyîd Ziyayedîn Tebatebayî bi Rizaxanê Mîrpenc re ketine nava peywendiyê ku wê demê fermandarê leşkerê Hemedanê bû. Ziyayedîn ku yek ji zilamên naskirî û mirovê Îngilîzan bû, bi Rizaxan re pîlana kodetayeke leşkerî darijandin. Di wê demê de hakimiyeta Ehmed Paşayê Qacar heta li Tehranê jî xwedî hêz û desthilatdariyek wiha bi bandor nebû ku li hemberî Îngilîzan bisekine. Ji bo pêkanîna kodetaya leşkerî, Rizaxan bi leşkerekê ve çû bajarê Tehranê. Di nîva şevekê da bi fermana Rizaxan çiqas zilamên mezin û naskirî yên Tehranê hebûn, hatin girtin. Pişt re Rizaxan xwe kire wezîrê şer û fermandarê hemû artêşa Îranê. Ziyayedîn jî bû serokwezîr. Di nava paytext û derdora
Tehranê
DÎROK
73
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
de
dadgeha orfî-leşkerî danîn û destkir bi ferman derxistinê li jêr nave:(ez biryarê didim). Di destpêkê da wî bi ser Tehranê da desthilatdariya xwe çêkir û balyozên welatên derve xistine jêr çavdêriya xwe. Herkes hatin û çûyîna balyozan bikira, dihate girtin. Piştî ku hêza wan li Tehranê cêgîr bû, Rizaxan kete ikra ji navbirina komara Gîlan û bi serokatiya xwe leşker bir bo lêxistin û ji holêrakirina wê komarê. Ew di destpêkê da bi şêweyek şepirze û xerab hatin şikandin, lê pişt re bi sedema hevkariya Îngilîzan ketine karê fêlbaziyê. Yanî wan bi dayîna pere û bertîldayînê karîn di navbera rêberên komarê de dubendiyan pêkbînin. Li pey wê, piraniya rêberên şoreşa Gîlanê ber desthilatdariya nû a Tehranê ve çûn, an jî ber bi Yekîtiya Sovyet reviyan. Ji wan karbidestên komara Gîlan tenê Xalo Qûrban (Kurdê Hersîn yê girêdayî Kirmaşanê bû) li cem Mîrza Kuçekxanê Cengelî ma. Ew jî
Ji we tevan tikayê dikim ku ji vir û pê de dest ji dizî û karên çewt berdin. Berê ji ber ku gundî rûniştvanên dayîmî bûn, we li hemberî wan dizî û karên xerab dikirin û we ew bi dijmin dihesibandin bi perên dewletê hat xapandin û di kuştina M.K.Xanê Cengelî de rolekî mezin lîst. Pişt re bi fermana Rizaxan, rêberên
KOVAR DICLE
SAL 3
2019/8/15
HEJMAR 14
74
DÎROK
Diclepress13@gmail.com
Rizaxan navê Rizaşahê Pehlewî ji xwe re hilbijart û bi sedema piştgîriya Ingilîzan, roj bi roj desthilatdariya wî zêdetir dibû. Ji holêrakina şoreşgeran Piştî ku ew R. Pehlewî bû padşahê Îranê, kete ber danîna pilana wê hindê ku tevaya serokhoz û mirovên naskirî di hemû Îranê de bigire an jî wan bikuje. Piraniya wan bi derew û fêl an jî bi navê hevdîtin û civîn çêkirinê berê bo bajaran hatin bangkirin. Berê, di wan bajaran de serbaz ji wan re amdekiribûn ku di çaxê civînê de û di rojeke diyarkirî da, bi hezaran serok hozên Kurd, Fars, Turkmen, Belûç, Ereb, Bextiyarî, Qeşqayî, Lor û Azerbayicanî girtin. Herwiha bi vê re komeke mezin ji rewşenbîr, mirovên xwende, endamên partiyên siyasî, esnaf, bazirgan û komperador xistin girtîgehê. Ji wan pir kes jî hebûn ku bawerîya wan bi rijîma Rizaxanê Pehlewî tunebû û neçûn bo wan civînên dewletê. Ji wan kesên naskirî di nava Kurdan de Îsmayîlxanê Şikak, Cefer Sûltanê Hewraman, Serdar Reşîdê Erdelan, Mehmûdxanê Dizlî, Axa Şirey Caf, Qedemxêr seroka Lekistan, Cîhanxanim mezina hoza Melekşahî, Sofîbegê Caf û bi sedan mezinên Belûç, Ereb, Turkman, Azerî û herêmên cûr bi cûr ên Îran bersiva wî nedan. Çimkî dizanîn ku ew mirovekî derewîn û bêbexte. Lê piştî ku bi temamî desthilatdariya Rizaxanê Pehlewî cêgir bû, her yek ji wan bi awayekê ji nav birin an jî bi şêweyên nihînî ew ji Îranê reviyan û ber bi Îraq, Yekîtiya Sovyet, Efxanistan, Tirkiye, Hindustan û partiyên sîyasî hatin girtin. Dr. Teqî Eranî (serokê partiya Pakstanê û bi şêweyek nenaskirî li wan welatan dijîyan. Sosiyal-demokrat), bi endamên komîta navendî û nivîsSedemên şikesta serhildana Qedemxêr xanimê kar û endamên wan yên naskirî bi awayekî hovane, hatin zindanîkirin. Ew di hemû çaxê padişahiya Rizaxan de di girtîgehê da man û derneketin. Di wê demê de gelek Di wê serdemê da niwênerên kompaniyên Efrîqî û Hindî ji wan bi jehrê an jî îdamkirinê hatin kuştin û kêm kes ji ku di zahir da bi navê tacir û bazrgan hatin-çûyîna Îranê dikirin (lê di rastiya xwe de mirov û sîxorên Inglîzan wan bi saxî rizgar bûn. Di çaxê têkçûna rijîma Rizaxan da ew ji girtîgehê hatin bûn), dixwestin desthilatdariya tije kedxwarî a Ingilîzan bi ser hemû Îranê de bisepînin. Wan ji şêweya rûniştin, berdan û partiya komonîst a Todê pêkanîn. Piştî ku Rizaxan komara Gîlanê ji navbir, bû bi se- rabûn û rewşta Mensûr û Şirînê goman peyda kiribûn ku rokwezîr û fermandarê leşker û wezareta şer jî di destê bîr û rayên komonîstî teisîr bi ser gûherandina bîr û rawî de bû. Di wê demê de Ehmed Şahê Qacar jî bi heceta manên wan kiribe. Ev di rewşekê da bû ku wî çaxî hê yager û çareserkirina nexweşiyê, şand welatê Firansê. Pişt sayên komonîstî bi temamî li Rûsyayê jî ser neketibûn û re parlementoyê Rizaxan wek padişa an jî qiralê hemû gelên cîran ên Rûsyayê ji çawaniya meremên Komonîstî û Marksîsimê agehdar nebibûn. Wan niwêneran li ser Îranê da nasandin. Êdî ji wir û şûnde padişahî heya dawiyê ji destê malbata rewşt û şêweya dan û standina Mensûr û Şirînê çend raport nivîsandibûn û ji serokên xwe re Qacarîyan derket.
Diclepress13@gmail.com
DÎROK
75
HEJMAR 14
2019/8/15
SAL 3
KOVAR DICLE
Li pey karê kuştina êxsîran nikbetî û xirabî tê. Heya niha tevî ku kesê dîlketî gelek tawanbar jî be, Kurda dîl û mirovên bêdesthilat nekûştine. Nabe ku em jî ji adet û ûsolên himwilatîyên xwe dûr bikevîn şandibûn. Çimkî di nêrîna wan da, li gor adet û orfên çînayetî ên wê serdemê tiştekî pir ecêb û cihê lêkolîn û pirskirinê bû ku zarokên xan û desthilatdarên herêmeke Kurdistanê( yên mîna Şirîn û Mensûr), bi awayekî bêsinor tevlî nava jiyana gel bibin. Ji bona wê jî hertim di wê baweriyê de bûn û wisa texmîn dikirin ku wan merem û rêbazên Marks xwîndibin. Lê di rastiya xwe de bi ti awayî di wê serdemê de, ew ciwan ji wê îdeolojiyê agehdar nebibûn. Tenê rewşt û taybetmendiyên wan yên exlaqî ew teşwîq dikirin ku bi wî rengî herin nava civata xelkê û xwe ji wan mezintir nehesibînin. Pişt re mîna ku bûyeran jî da xuyanîkirin, nivîsandina wan raportan bû sedema serneketina şoreşa Qedemxêr û cîhan xanimê. Şirîn û Mensûr mîna du xanzadeyên pir hêja di nava dilê hemû hoz û gelê herêmê de xoştivî bûn. Bi awayekî ku xelkê bi serê wan sond dixwar. Qedemxêra dayika wan jî jineke xwende, şiyar, şoreşger û li ber dilan keseke xoştivî bû. Herçend wê xwendina xwe li cem meleyên olî bidawî anîbî, lê pileya zanîn û zîrekatiya wê ji xwendina wê pir zêdetir bû. Herçend Qedemxêr û keça wê Şirîn jin jî bûn, lê dayik mîna fermandar û keça wê jî mîna hevkar derketibûn pêşiya leşker û heybeta wan ji ya serleşkerên mêr zêdetir bû.
Kurdistanê bû, leşkerê Îranê nekarî bi zor û şerê li dijî Kurdan, şoreşa wî bidemirînin. Di dawiyê de gehiştin wê biryarê ku wî bi rêya xapandinê bikujin û li ser vê merema xwe ya çewt jê re peyam şandin ku Riza Şah dixwaze bi awayekî fêrmî kar û barê herêma jiyana wî, bispêre destê wî. Ji bo lihevhatin û hevdîtinan, dawa jêkirin ku li ciyekî bi niwênerê şahê Îranê re bicive. Dewleta Îranê baş ji vê rastiyê agehdar bû ku serokê Kurd bi ti awayî bawerî bi wan nîne ku li Tehran an jî bajarekî din bi wan re hevdîtinê çêbike. Îsmaîl Axa di bersiva wan de got ku bila niwênerê şah biçe bajarê Şino û ew li wira bi hev re bicivin. Li ser wê hindê ku bandora Simko li ser bajarê Şino pir bû, baweriya wî bi wan tunebû û nekarî bi bê efserekî Îranî biçe cem niwênerê şahê Îranê. Wan pilan bi awayekî danîbûn ku ji bo bi destxistina baweriya Îsmayîl Xanê Şikak, efserên artêşa xwe jî pêre bikujin. Çimkî Riza şahê Pehlewî biryar dabû ku bi her qîmetekê dibe, divê Simko û şoreşa wî ji holê rake. Li ser van biryar û peywendîyên ku cara pêşîn bi Simko re çêkiribûn, Îsmayîl Axa ji cihê mayîna xwe li bajarê Şino bi komek çekdar, parêzvan û ew efserê barmite(rehîn) da, ji bajarê Şino ber bi pêşwaziya niwênerê şahê Îranê ve çûn. Wan di rê da ji du aliyan leşkerên xwe danîbûne nava çeper û kemînan û wan ji nişkave ji du aliyên rê Riza Pehlewî û Kuştina Simkoyê Şikak gole li ser wan reşandin. Di vê destdirêjiya wan da Îsmayîl Axa û çend çekdarên wî hatin kuştin û komek jî Mîna ku pişt re rûdana bûyeran eşkera kirin wan bi bi wî efserê barmite(rehîn) re birîndar bûn. Bi vî rengî awayekî namerdane Îsmayîl Axayê Şikakê jî kuştin. Ji wan bi awayekî namerdane dilawer û şoreşgerekî Kurd holê rakirina wî wiha gehandin encamê: yê mîna Îsmayîl Axayê Şikak ji holê rakirin. (1) Dema ku Simkoyê Şikak desthilatdarê bakurê rojhilatê