PROJEYA XEBATA MAFÊN CIWANAN
PÊŞGOTIN Ew pirtûkçe di çarçoveya “bernameya Fikirîna Sivîl ya YE’yê” de ji bo ku dane û agahiyên bingeh yên di derheqê xebatên mafên ciwanan û mekanîzmayên têkoşîna polîtîkayen ciwanan de hatiye amadekirin. Mebesta wê projeyê ew e ku em pişgiriyê bidin polîtîkayên ciwanên li herêmê, ciwanên ku di xebatên YE û YM’yê yên ji bo ciwanan tên kirin de dixebitin bînin ba hev, xebatên aktîvîstan bihêztir bikin û di navbera ciwanan û rêxistinên xwecihî de hevkariyê ava bikin. Ji bo Necat SOYDAN yê ku di xebata me de harîkarî kirî û em bi tenê nehiştî, ji bo wergera Kurdî Aynur TAŞ, ji bo Koma Xebata Ciwanan ya Navenda Xebata Civaka Sivîl ya Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê Yörük KURTARAN û Burcu OY û xebatkarên “YE'yê Sivîl Bifikire” spas dikim.
NEZMİ YILDIZ
Bernameya Aktîvîstan ji aliyê Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê di çarçoveya Bernameya YE’yê ya Sivîl Bifikireyê de dixebite.
DESTPÊK Têgaha polîtikaya ciwanên welatî li Ewrûpayê pir rûniştiye. Saziyên di çarçoveya Konseya Ewropayê û Yekitiya Ewropayê de dixebitin bûne parastvanên polîtikayên welatî û bihêz yên ku dixwazin ciwanan pêşve bibin, mekanîzmayên cur bi cur yên ku wan saziyane pêk tînin, hewl didin ku dewletên endam û sektorên ku ciwan û saziyên civaka sivîl bi aktîf dikin nava xebatan pêşve bibin, piştgiriyê bidinê, Di wan deh salên dawiyê de li Ewropayê di pêşvebirina polîtikayên ciwanan de hin serkeftin çêbûn. Di nava wan pêşketinan de ya yekemîn ew bû ku Konseya Ewropayê di sala 1997'an de polîtikayên Fînlandiyayê yên ciwanên welatî qebûl kir. Ew lêkolîna Fînlandayê yekemîn lêkolîna pisporî ya navnetewî bû. Bi qebûlkirina polîtîkayê dewletên ji bo wan xebatan xwedî xwastek bihêztir xebitîn. Pistî 2009'an lêkolînên 16 dewletan yên pispor temam bûn û gelek dewlet jî ji bo ku bebatên wan bihên lêkolînkirin serlêdan kiribûn. Wekduyemîndi sala 1999'an de Koma Xebatên Ciwananya girêdayî Pakta ÎstîkraraBaşûrê Rojhelatê Ewropayê,ji bo ku li balkanan xebatên polîtikayên ciwanan pêş biêxe xebitî û pir tesîr jî kir. Wek dînamîyek nû derkete holê. Wê yekê li li Başûrê rojhilatê Ewropayê, di pêşvebirina polîtikayên Ciwanan de bandorên erênî kirin û Romanya di destpêkirina Bernameya Çalakiya Ciwanan de di 2001'an de ye bû yekemîn dewlet. Wek sêyemîn jî li Ewropayê bixwe bi ciwanan re pêvajoyek şêwirmendiyê dane destpêkirin û Komîsyona Ewropayê di Sermaweza 2001'an de di mijarê ciwanan de: bi serenavê "Ji bo ciwanên Ewropayê hêzek nû" Pirtûka Spî pêşkêş kir.ew meseleya polîtikaya ciwanan serdemk wisa de hat pêşkêşkirin ku Hem birêvebirin û rêberiya deh dewletên endamên YE hem jî ji polîtikayên YE'yê de vekirî hat pêşkêşkirin. Polîtikayên ciwanan yên netewî li Ewropayê pir cudahiyan di nva xwe de dihewînin. Bersiva pirsgirêkên cuda cuda didin çimkî wek çandì gelek çavkaniyên cur bi cur di destê wan de hene û resenin jî. Li gel wê yekê jî gelo mirov dikare ji bo polîtîkayên ciwanan qala "standartek Ewropayê" bike? Politîtîkayên Ciwanan, ligel hemû zehmetiyan li ser pêšvebirina stratejiya ciwanên netewî disekine. Wekî din li ser hevkariya di navbera hukumetan û sektoran jî radiweste. Heman demê di wê derê de tevlîbûna ciwanan û STK' yên di qadên ciwann de dixebitin jî girîng in. Wekî din stratejiyên kêrî karê xwînerên ciwan bihên jî tên pêşvebirin û vegotin. Ewyeke dibe navgîna bipêßxistina polîtikayên Ciwanan yên xecihî jî. Wek dawî em dikarin bibêjin ku ew weşane ji bo pêşvbirin û çêkirina bernameyên stratejiyên ciwanan yên netewî dixebite. Beşa 5. Pêkanîna polîtikayan dide aşkerakirin. Lê dîsajî tiştê girîng ew e ka dê ciwan çawa wan polîtikayan bi kar bînin û pêş biêxin, bi kîjan rê, rêbaz û Rêbazan.
POLÎTÎKAYA CIWANAN YA NETEWÎ ÇI YE ? Polîtîkaya Ciwanan ya Netewî, pratîk û taahhûda hikumetan e. Ji bo ku derfetên jiyan û xebatên ciwanan pêş biêxe, bibe harîkar dixebite. Dibeku hin cihan berfireh be hin cihan kêm be, hin cihan bihêz be hin cihan jî bêhêz be. Mirovmecbùr nìn e polîtikayeke cwanan bi zorî bi stratejiyeke taybet ve girê bide û wisa çêbike.( dibe ku ew rêbaz bê terîhkirin jî. Lê gava mirov wek bitûnek lê binêre hikumetek dikare polîtikayên ciwanên li welatê xwe ji hin pratîkên siyasî an jî ji hi çavkaniyn bistîne. Ne hewce ye polîtikayeke ciwanan (dibe ku zêdetir jî bin ) grêdayî mewzûatek fermî be. Zêdetir girêdayî şert û mercên netewî ne. Lê dîsa jĵ ji bo ku polîtikayeke ciwanan pêşketî be divê li gor hin rê û rêbazan bê amadekirin.ew rê û rêbaz di vê nivîsê de hatine dayîn. Di rawekirina polîtikayên ciwanan de rêbazên ur bi cur hene. Sedema wê yekê jî ew e ku ew polîtîka tenê bi mijarê naveroka xwe bisînor nîn in. Di heman demê de rêbaz, komên armanc, pişkdar, bûtçe û sedemên cur bi cur di wir de derbasdar in. Konseya Ewropayê di lêkolîna polîtikayên ciwanan de pênç hêmanên polîtikaya Ho Ward Wîllîamson dide berçav.* Vegir ( komên civakî û herêmên di wergirtine nava xwe û cihê bandor li ser kirî); Kapasîte (têkilî û rolên STK û hikumetan); Tekûzayî ( perwerdehiya pîşeyî û pirsgirêka kalîfîkasyonê); Hevkarî, koordinasyon û yekitî( hem berwarî hem jî tîkane); Maliyet( Hem pare hem jî kes); 2.1. Otoriteya Hikumetan ya li ser Ciwanan Ji bo pêşvebirin, koordînekiron û bi hevre xebitîna polîtikayên ciwanan, divê berpisyariyê bidin hukimetan jî. Ewe zêdetir wezîrtî ye. Di wêr derê de heke wezîrtì berpisyar nebe jî yên berpisyar divê li gel wezîrtiyan têkiliyê deynin. Hin welat jî hene ku tu hikumetên berpisyarên polîtikayên ciwanan tune ne. Di wan mînakane de zêdetir kesên ciwan û STK piştgiriyek mezin tê dayîn û pîçek jî hikumet lê xwedî derdikeve. Ji bowan jî gelek mesref hatine kirin. Lê mixqbin di dawiyê de jî tu tişt bi dst neketiye. Tenê wek formalîte perwerde dane kesan, taslak hatine amadekirin û bi wê pè ve ji bo ciwanan tiştek nehatiye kirin. 2.2. Komek ku bi Awayek Aşkera Hatiye Pênasekirin. Kesek heta kengî wek "ciwan" tê qebûlkirin? Têgeha ciwanê ne bîyolojî zêdetir wek ciwakî tê pênasekirin; ewj î girêdayî wî tiştî ye ka rewşa wê ciwakê ya abor î-civakî çawa ye, em kîjan dem eû pirsli kê hatiye pirsîn. Bi wê sedemê li welatên cur bi curyên YE, koma ku dè wî karî bike tênîqaşkirin. Di dawiyê de digihêjon encamek netewî. Pênaseya li Ewropayê ya "Kesên ciwan" wek gerdûnî bersivek peyda nekiriye. Di hin polîtikayên ciiwanan de sînora temenî hatineaşkerakirin û guhertin jî pir zor çêdibe. Di Hin polîtîkayan de jî temen ne aşkera ye û hetta zarok jî wî karî dikin. Loma di temenî de têkelî heye. Limgel wê yekê li Ewropayê hin welat jî li gor pirtûka di derheqê ciwanan de hatiye amdekirin ya bi navê "Pirtûka Spî" tevdigerin. Ango temen wek 15-25 hatiye pejirandin. 2.3. Stratejiyek Şênber û Zelal (şeffaf) Polîkayên kalîteya wan baş nayê wê wateyê ku ji bo ciwan û saziyên ciwanan bûtçeyek mezinbê dayîn. Polîtikaya herî baş ew ku xwedî stratejiyek baş be, bersivên ciwanan bide, armancên şênber û aşkera bide, û armancên ku pêkanîna wan pêkan be. Polîtîka divê armanc û bergiriyên bi serdemek dirêj derbasdar be. Wek faaliyet jî divê dem kurttir be. Heman demê divê bûtçeyeke ku bi parlamentoyê bê pêşkêşkirin jî hebe. Bi hemû hêmanên wê yên cuda cuda mirov dikare nirxandin û şopandinê jî bi hêsantir pêk bîne. Divê bernameyeke şopandin û nirxandinê jî ligel stratejiyê hebe. An jî divê ligel raya giştî bê parvekirin. Divê polîtikaya ciwanan zelal be.ew yeke gelek tiştan bi hevre rawe dike. Berpisyariya pêkanina bernameyê li ser milên kîjan rayedarê hikumetê / wezîrtî be divê bê dîyarkirin. Ji bejên cuda jî kîjan wezîrtî berpisyarbe divê ew jî bê diyarkirin.
2.4. Polîtîkayek bi Zanînê ve Têkildar Polîtikayên ciwanan divê tenê bi pêdiviyên ciwanan neyê amadekirin, divê bi lêkolînan û li gor pêdivìyên civakê yên rstîn bihên amadekirin. Polîtîkayên bi zanînê tên amadekirin wek du qadên zanînê tên dabeşkirin. Zanîna zanistî û zanîna pratîkî/ceribandî. Her du jî ji bo pêşvebirina polîtîkayê xwedî heman girîngiyê ne. Her hukimetên ku dixwazin bernameyên netewî pêş biêxin di serî de divê lêkolînên rojane yên diderheqê ciwanan de bikin. Hek kêmasì jî hebin divê bihên temamkirin. Di pêkanîna stratejiyan de rêbazek zanistî şert e.divêîspatkirin hebe. Dema ku em ciwanan bikêşin nava piyasayê kîjan bergirî pêvîst in kîjan ne pêvîst in em ê çawa bizanin? An jî ciwanên sûç kirî em ê çawa ji civakê bidin qebûlkirin? Di wê derê de mesele ne tenê bijartina bergiriyan e. Pêkanîn dê kengî û bi çi awayî bê kirin jî girîng e. 2.5. Divê Ciwan ne Wek Pirsgirêk, Wek Çavkanî Bihên Dîtin Perspektîfên hikumetan yên di derheqê ciwanan de cur bi cur in. Gotina "Ciwan ne pirsgirêk in, ew çavkanî ne." her çiqas wek klişe bê zanîn jî ciwanan wek "pirsgirêk" û "çavkanî" dîtin meseleyek gelek girîng e û tu tiştên dijberî hev in. Hukimet, zêdetir wek pirsgirêk nêzî polîtikaya ciwann dibin. Bi perspektîfek wisa ciwan yan bê parastin û di bin tehdîtê de dimînin. Ji ber wê yekê jî divê bi polîtîkayên hukimetê bihên parastin, yan jî ew kes in yên ku pirsgirêkan derdiêxin. Yan ji ber şert û mercên gihaştina wan wek potansiyela qurban tên dîtin yan jî wek ji bertaybetîyên kesayetiya wan wek sûçdarên potransiyel tên dîtin. Di dawiya wê rêbazê de di navbera sektoran de têkilî qels dimînin û tenê armancên hin ciwanan didin ber çav. Perspektîfên ku ciwann bi tena serê xwe wek hebûn û hezêk dibînin bi saya wê perspektîfa xwe hemû ciwanan bi aktîf diêxinnava civakê. 2.6. Teşvîkkirina Tevlîbûna Ciwanan Polîtikayên ciwanan ligel wek çavkanî dîtina ciwanan divê ew polîtika ,ciwanan hem pêş bibe hem jî rê û rêbazên xwe bi awayek aşkera bide diyarkirin. Ciwan û STK'yên ku di qadên ciwanan de dixebitin divê di tevlîkirina ciwanan de bi awayek aktîf bixebitin, ji aliyê hikumetê ve baş bihên nasìn. STY'yên di qadên ciwanan de dixebitin divê ji bo tevlîbùna ciwanan wek model rolak girîng bilîzin. Di bin banê STK'yan de gelek ciwan dixebitin. Bi sedemê mafê wan yê demokratîk e ku dengê xwe bidin bihîstin. Li gelek welatên Ewropayê ji bo STK'ên ciwanan, konseyên ciwanan wek sîvaneyekê rola yekitiyê dilîzin. Divê ew konseyene wek kevkarek hukimetê di pêşvebirina polîtikayên ciwanan de xwedî roleke cuda bin. Ew pêşvebirina polîtikayên ciwanan, birastî li Ewropayê bûye startek girîng. Polîtikayên Ciwanan divê STK'yên di wê qadê de dixebitin baş nas bikin, hemwelatiyê teşwîq bikin û di şekildayîna civakê de bi aktîf bixebitin, ji o wan xebatan ciwanan bi cir'et bikin.
2.7w. Ji bo polîtîkaya Ciwanan di Navbera Sektoran de Metodek Giştî Di polîtîkàya ciwanan de Berpisyariyên hikumetan gelek in. Li her welatê ewropayê perwerde polîtîkaya sereke ye. îstîhdam û tenduristî jî ji bo her hikumetekê di heman asta girîngiyê de ye. Lê ya girîng ew e ew polîtîkayene ji aliyê hemû sektorên dewletî ve bi hev re di nava xebateke giştî de bin. Hin polîtîka jî hene ku qadên wan cuda ne lê divê dîsa bi hev re bixebitin. Wek mînak kalîte û asta perwerdeyê baş be piştî mezûnbûnê li ser peydakirina kar bandorê dike.di heman demê de bandorê li ser hişyariya ciwanan ya tendûristiyê jî dike. Gelek hêmanên polîtikayên ciwanan bandorênli ser qadên polîtîkayan yên gerdîşî dike. Wek mînak perwerde, îstîhdam, tenduristî. 2.8. Koordinasyona di Navbera Wezîrtîyan de Ji ber ku polîtîkaya ciwanan li gel gelek polîtikayên din di nava danûstandinê de ye ji polîtiyan din cuda ye. Ji ber wê yekê jî di pêşvebirina polîtikayên ciwanan de divê gelek sektor û wezîrtî bên tevlîkirin. Tevlîkirina wan wezîrtîyan taybetiyên netewê didin diyarkirin. Lê her çi nebe divê wezîrtîyên berpisyarên tendûristî, îstîhdam, perwerde û çandê tevlî bibin. Koordînasyona di navbera wezîrtiyan de pir zehmet e û li gelek welatan têkoşînek xurt dixwaze. Her yek ji wan dixwaze pêşengtiyênew bike û piranî jî çanda wan ya xebitînê û berjewendiyên wan ji bo koordinasyonê dibin asteng.
2.9. Bûtçeyek xweser Ji bo ku armancên polîtikayên ciwanan pêk bihên divê bûtçeyek xweser hebe.ew bûtçe bi diravdaniyên cudancuda pêk tên û divê bi şeklek rast bihên koordînekirin. Heke hikumetek girîngiya STY'yênciwanan û jiyana rêxistinî bizanibe divê ji bo polîtikayên ciwanan fonê jî bide. Wek pratîkên ku êdî li Ewropayê rûniştî, divê hukimet xwedî sekreteryayekê bin û ji bûtçeya xwe, xebatên ku ne proje ne jî ( civînên fermî, têkiliyên di navbera endaman de) para wan bidin. ji bo hîbeyên polîtîkayên ciwanan pêk bihên divê bûtçeyek dewlet hebe. 2.10. Girêdanên Netewî, Herêmî û Cihî Polîtikaya ciwanan ya netewî divê xetên bergirî û pêngavên netewî bide diyarkirin. Lê dîsa jî polîtikaya ciwanan divê saziyên xwecihî jî tevlî projeyan bike. Heta wisa nebe polîtika pêk nahên. Ji ber wê yekê divê hêzên herêmî û xwecihî jî bihên nasîn. Her wekî din divê ligel wan di nava koordinasyonek xurt de bixebite û pêşniyar û rêbazên nû nîsşanî wan bide. Xweseriya şaredariyan ya cihî li gor welatan tê guhertin. 2.11. Li gel Ewropa û Pratîkên Navnetewî Paraleltî Di beşa piştî wê beşê de çi tişt dibe polîtikaya ciwanan ya li gor standartên "Ewropa"yê yan jî "Navnetewî" tê vegotin. Bi belgeyên Ewropa û yên Navnetewî bersivan dide rexneyên xwe dike. Polîtîkayek ciwanan divê vekirî û zelal be. ji bo pêşvebirina ciwan û STK' yên ciwanan alîkarî bihênkirin.
LI EWROPAYÊ POLÎTÎKAYA CIWANAN Tevlîbûna ciwanan ya jiyana xwecihî û herêmî, li Ewropayê ji aliyê Konferansa Daîmî ya Rêxistinên Herêmî û Xwecihî ya li Zozanê(Xizîran-1988) û li Langollen (Îlon 1991) hatiye rêxistinkirin dest pê dike. Piştre Adara 1992'an de ji aliyê Konferansa Daîmî de Biryara237'an û maddeya 22'an hatiye qebûlkirin. Konseya Ewropayê di 7-8'ê 2002'an de 10. salvegara Kongreya Rêxitinên Xwecihî û Herêmî pîroz kir. Armanca wê konferansê ew bû ku tevlîbûna ciwanan zêdetir bikin û tevlîbûna Bi deh salan binirxînin. Kesên ku tevlî konferansê bûyî Deklerasyona Krakowê qebûl kirin. Li gel wê yekê pêşvebirina civakek demokratîk nemaze di jiyana gelemperî ya xwecihî û herêmî de tevlîkirina ciwanan hatiye pejirandin û qebûlkirin. 1- Siyasaya Werzîş, Dema Betal û Jiyana bi Hevre Bi hevkariya rêxistinên cihî û herêmî, malbat, dibistan û kargehan organîzasyon û komeleyên ciwanan û komên ciwanan ĉalakiyên çandî civakî divê bihên parastin Û piştgirî bê dayîn. Ne tenê di qadên civakî de divê di qadên werzîşî, çandî, zanaatî û hûnerî e jî afirîneriya wan pêş bikeve. Rêxistinên cihî û herêmî divê ji bo ku civqn bi. Ĉalak tevlî jiyanê bibin harikariya wan bê kirin. 2 Siyasaya Têkoşîna bi Bêkarî û Teşvîkkirina Îstîhdama Ciwanan Şert û mercên aborî û civakî li ser tevlîbûna civanan ya komên cihî û xwastekên wan bandorê dike. Heke civan bêkar û belengaz bin di tevlîbûna jiyana cihî de kêmtir xwedî derfetan dibin. Ciwanên bêkar gelek caran ji aliyê civakê ve tên dûrxistin û tenê hiştin. Ji ber wê sedemê rêxistinên cihî ù herêmî divê tevlîbûnên ciwanên belengfaz û bêkar biparêzin û piştgiriyê bidin wan. Ji ber wè yekê; _ divè civan ji aliyê rêxistinên cihî, sendîka û kardên ve bihên parastin û ligel wan bixebitin. -divê piştgiriya aborî bidin wan ciwanên ku dixwazin kargeh, kooperatîf û şîrketan vekin. - ji bo ku ciwan di tevlîbûna jiyana aborî, piştgiriya civakî de xwedî cir'et bin divê harîkarî bê dayîn.
3 Siyasayên Gihaştin, Jîngeh, Bicîhbûn, Derdora Bajarî Rêxistinên cihî û herêmî û nûnerên organîozasyonên ciwananbo veguherînabajarî bihevre bixebtin û fikrêncuda biafirînin. Rêxistinên cihî û herêmî, nûnerên bijarte, kesên biryarên aboriyê didin, pêşengên komeleyan û avahîsaz divê ji bo mekanîzmayên piştgiriyê yên ku dê bi hev re bihên çêkirin ciwanan zêdetir tevlî bikin. 4. Siyasaya Pêşvebirin û Perwerdekirina Ciwanan ya ku Tevlîbûna Wan Zêdetir Dike Dibistan ne tenê cihê ciwana yê ku jiyana xwe lê derbas dikin û iperwerde dibin nîn e di heman demê ede li ser fikr û ramanên wan jî bandorê dike. Ya girîng ew e ku ciwan mijarên demokrasì û tevlîbûnê bizanibin û dersênwan jî bibînin. Li gel wê yekê dibistan cihê bidestxistina demokrasi û biryardayînê ye jî. 5. Siyasaya Guherìn û Veguherînê Rêxistinê cihî û herêmî; divê piştgiriyê bide polîtikayên guherînê, polîtikayên tora geşedanê û ligel saziyên ku bi feraseta hemwelatiya Ewropayê veguherîna ciwanan( xebatkarên ciwan, xwendekar, dildar) dixwazin bikevin têkiliyê û piştgiriyê bidin wan. Divê rêxistinên cihî û herêmî ji bo ku ciwan, dibistan, organizasyon tevlî aktîvîteyên biratiyê yên navnetewî û bernameyên guherînê bibin teşvîq bikin. Ew rèxistinene ji bo ku ciwan di ziman û çandê de pêş bikevin divê piştgiriya aborî bikin. Rêxistinên cihî û herêmî divê berpisyarên komîteyênbiraiyê û bernameyên guherînê tevlî vê polîtîkayê bikin. 6 Siyasaya Tenduristiyê Di pêşvebirina jiyana civakî û tenduristî de rêstinên cihî û herêmî divê ciwanan twnê nehêlin. Da ku ciwan zêdetir tevlî projeyan bibin. Saziyên tenduristiyê jî divê di nava wê polîtîkayê de cihê xwe bigire. Gelek civan dibin xetereya tutn, alkol û hin maddeyên din de ne. Dema ku rêxistinên cihî û herêmî rastî wan maddeyan tên divê ligel sazî û rêxistinên tenduristiyê bikevin têkiliyê û ciwanqn ji wan maddeyan rizgar bikin. Diwê wan bide perwerdekirin û rêbertiyê ji bo wan bide kirin. 7. Siyasaya Wekheviya Cinsî Rêxistinên cihî û yên herêmî divê di kar û xebaan de jin û mêran wekhev tevlî bîkîn şert û mercên uptîmum biafirînin. Divê piştgiriyê bidin jin û mêrên cinav ji bo li kar, bihevrebûn, di rêxistinên cihî û herêmî de bi hev re cî bigirin. Rêxistinên cihî û yên herêmî piştî serdema zarokatiyê ya yekemîn, di navbera jin û mêran de divê perwerdeyek wekhev teşvîq bikin. 8.Siyasayek Taybet ya li gor Herêmên Gundewarî Rêxistinên cihî û yên herêmî di pêkaknîna pêdiviyên cur bi cur yên ciwanan de divê ciwanan li gundan jî bidin ber çav. Divê hem piştgiriya fînansal hem jî piştgiriyên din bidin wan ciwanan li herêmên gundewarî dijîn. Ew rêxistinene dikarin li herêmên gundewarî jiyana çandîû civakî jî pêş biêxin, ew rêxistitene tenê ciwanan naêxin din ava wan xebatan de; di heman demê qalîteya jiyanê jî bilindtîr dikin û herêmên gundewarî ji tenêtiyê dûr diêxin. 9. Siyasaya bidestxistina Çandê Çand û huner li gor cih, dem, serdeman xwe diguherîne, bi şeklên cuda hebûna xwe diparêze. Mîrateyek hem şexsî hem jî civakî ye. Hem parçeyek paşerojê ye hem jî parçeyek pêşerojê ye. Rewnaqa her civakekê bixwe ye. Ciwan bi zanîn û serpêhatiyên xwe di pêşketina çand û hunerê de rolek girîng dilîzin. Ji ber wê yekê ji bo ku ciwan di çand û hunerê de pêş bikevin divê derfetên wan pêş biêxin û berê wan bidin qadên nû yên afirînerîyê.
10. ji bo Derdor û Pêşketina Domdar Siyasa Rêxistinên cihî her ku diçe bi pirsgirêkên derdorê ve rû bi rû dimînin. Ji bo ku pirsgirêkên derdorê bihên dîtin divê rêxistinên cihî piştgiriyê bidin projeyên li dibistan û saziyan. Bi pirsgirêkên di paşerojê de derdikevin dê ciwanên pêşerojê rû bir û bimînin. Bi wê hişyariyê divê rêxistinên cihî û herêmî divê piştgirîyê bidin proje û çalakiyên ciwanan. 11. Siyasayek ji bo bi Şîddet û Sûçê re Têkoşîn Divê neyê jibîrkirin ku Qurbanên sûç û şîddetê pirî caran dibin ciwan. Yên ku wan sûç û şîddetan çareser dikin jî divê ciwan bin. 12.Sîyasayek li Hemberî Ferq û Cudahiyê
Rêxistinên cihî û herêmî mafên mirovahiyê, neheqiyên li hemberî komên kêmanî, ciwanên astengdar, an jî komên din yên ku dîsa neheqî lê tê kirin divê tenê nehêlin her tim li gel wan bin. Hin bergiriyan bigirin, cudahî, pêdivî çand, huner, şeklê jiyana wan jî bidin ber çav. Bi saya entegrasyonakomên kêmanî divê civatên pirçandî biparêzin. 13 Siyasaya Zayendiyê Dema ku mirovên ku giredayî malbat, dibistan, ol, û civakan ji zarokatiyê derbasî serdema xweser dibin li gel heval, dersgirtî, malbat û kesên li derdora wan gelek pirsgirêkan dijîn.ne hêsan e ku zayendiya xwe zû zû qebûl bikin û li gor wê bijîn. Di heman demê de di mijarên zayendiyê de bawerî li gotinên fermî nayê. 14. siyasaya hihaştina maf û zagonan
Ji bo ku civak bikaibin bi hevre bijîn li gor hin rêzikan tevdigerin. Li civakên demokrat ew rêzik ji aliyê gel ve tên diyarkirin qebûl kirin. Nemaze di nivîsên qagunan de heq û peywirên ku didin hemû welatiyan , bi awayek aşkera tên dayîn. KOMA MILETAN Lebatên girêdayî Koma Miletan Komiteya Giştî, Konseya Ewlehiyê, komiteya aborî û civak û dîvana Edaletê ya navnetewî ne. Lêbelê malbata Koma Miletan bi 15 sazî û hin bername, mîsyon û projeyan pêk tê û pir berfireh e. Di heman demê hin belgeyên girîng yên ku piştgiriya wan ya standarta navnetewî, Sekreterya û saziyên Koma Miletan pêk tê. Dewletên girêdayî Koma Miletan li ser tevlîbûûna ciwanan ya plîtîkayan û tevlîbûna civakê disekine. Li gor Peymana Mafên Zarokan a Koma Miletan(1989- heta 18 saliyê) divê hemê zarok tevlî civakê bibi û ji bo wê yekê jî hemû pêdiviyên wan bihên dayîn. Mijarên ku wan alaqedar dikin de şewîrmendî bê kirin.
Koma Miletan sala 1985’an wek Sala ciwanan ya Navnetewî hat qebûlkirin. piştî deh salan di 1995’an de sazî ji sala 2000’an û pê ve Bernameya Çalakiya ciwanan ya cihanê hat qebûlkirin. piştgirîya dide polîtîkayên ciwanan zêdetir pêşve bir. endamên Koma Miletan bi giştî deh qadên çalakiyan dişopînin. 1. perwerde 2. îstîhdam 3. birçiyatî û belengazî 4. tendûristî 5. derdor 6. bendewariya madde 7. sûçdariya zarokan 8. çalakiyên demên vala 9. keç û jinên ciwan 10. tevlîbûna ciwanan ya jiyan û biryarên siyasî Di sala 1998’an de Foruma Ciwanan ya Cîhanê ( Braga, Portekîz) û Konferansa Berpisyarên Ciwantiyê ya Cîhanê (Lîzbon,Portekîz) pêk anîn. Di konferansê de li ser girîngiya bername û polîtîkayên ciwanan sekinîn. Hin mijar ji ber girîngîya wan dîsa hatin dubarekirin. Yanê deh qadên çalakiyan kirin panzdeh: 11. Gerdûnibûyîn 12. Teknolojiyên agahî û ragihandinê 13. HİV/Aids 14. Pevçûnên çekî 15. Têkiliyên di navbera nifşan de Di 2005’an de di wan qadan de ji bo ku pêşketin zêdetir bibe peywirên sekretaryayê zêdetir kirin. Armancên pêşketina Milenyûmê bi endamên koma Miletan hatin pejirandin. Bi heşt maddeyan gihiştin biryarekê: • ji holê rakirina belengazî û birçiyatiyê • ji bo her kesî pêkanina dibistana seretayî ya Gerdûnî, •teşvîkkirina wekheviya zayendê û bihêzkirina jinê • kemkirina mirina zarokan • başkirina tendûristiya dayikan, •Bi HİV/EIDS û nexweşiyên din re têkoşîn , •pêkanîna berdewamiya xwezayê. •ji bo pêşveçûnê avakirina hevkariyek gerdûnî. Hikumet ji bo ku di wan biryaran de bigihêjin armanca xwe bi awayek bihêz û aşkera taahhût kirin. Mijar derbasî rojeva Koma Miletan jî kirin. Taahhûta ji bo Armancên pêşketina Mîlenyumê di sala 2005’an de hate nûkirin. Ji bo wê armancê jî fon dane ajansên Koma Miletan.