23 minute read

DERKETINA DÎNÊ BRAHÎMÎ

DERKETINA DÎNÊ BRAHÎMÎ IBRÎ JI BINAVKIRINA MISRIYAN ‘APÎRÛ’ YA BI MANEYA ‘MIROVÊN TOZGIRTÎ YÊN JI ÇOLÊ HATINE’ TÊ

Mirov dikare texmîn bike ku Nemrûdên(qral û rêveberên payebilind) Babîlan jî li demeke bi vî rengî ya pêxîrtengiyê rast hatine. Di dest de dîroka rast nîne. Rîwayetên der barê hezar salan berê de hene. Lê em dikarin bi krîterên zanistî yê manedar ên roja me ya îro şîroveyên nêzî rastiyê weke bingeh pêşde bibin. Eger em qebûl bikin ku dîrok hunerekî şîroveya dîrokê ye, hêza her şîroveyê bêguman wê bi nêzîkbûna wê ya rastiyê were pîvan. Devera Brahîm jê xurûc kiriye ango jê hîcret kiriye an jî derketiye Ûrfa ye. Şîroveya civakî-dîrokî ya Ûrfayê dikare me nêzî rastiya dînê Brahîmî bike. Herweha eger em dema derketinê ya tê texmînkirin û dema wê ya bihurandî li ber rohniya dîroka gerdûnî şîrove bikin, em ê karibin gaveke din nêzî rastiyê bibin. Divê em bi tevahî nebin hezkirekî çavkorî yê rastiyê. Ji ber ku rastiyeke bi vî awayî tineye. Bi herêma xwe ya berfireh jeobiyolojiya Ûrfayê, piştî Dema Qeşayê ya Çaremîn ji bo komên mirovan

Advertisement

ABDULLA OCELLAN

weke buhuştekê xuya dike. Rewşeke welê ya avhewayê lê heye ku bi awayekî xwezayî tê avdan. Em ji xebatên zanistî yên pêwendîdar wer fêhm dikin ku bi flora û fauna xwe devereke balkêş e. Di qonaxekê de ku mirovatî piştî sedhezar salan bi zimanê sembolan dipeyive, mirov dikare li vê deverê li bendê be ku mirovatî gavên mezin biavêje. Herweha ji ber Rîfa Rojhilat a Efrîkayê çavkaniya rêya mezin a derketina mirovan e, mîna stasyona belavkirinê ya mirovan e. Şert û mercên wê hene ku mirovên xwedî ezmûn jî wê teqdîr bikin. Mirov dikare bibêje ji bo insanê wê demê ji aliyê debar, cihûwar, parastin û zêdebûnê gelekî di cih de ye. Kevirên tîk ên di erdkolana li Girê Navikê de hatin dîtin, bi awayekî vebirî zelal bû ku yên perestgehekê ne, û herî kêm dîroka wan duwanzdeh hezar sal berê ye. Mirov dîrokê bibe 15.000 salan wê zêdegavî nebe. Ji ber ku avakirina perestgeheke bi vî rengî, li pişt wê çandeke hezar salan nebe, nayê lêkirin. Ev

tespîta zanistî û şîroveya jeobiyolojîk li hev dikin. Ji panzdeh hezar salan zêdetir demek e, sîstemeke bi hêz a qebîleyan heye. Ji ber ku perestgeh temsîla sîstema qebîleyê dike. Her qebîle perestgeheke xwe ya çemberwarî ya piçûk heye. Dibe ku di bin erdê de mînakên wê yên din jî hebin. Mînak li ser girên nêzî Haranê jî bermahiyên perestgehên bi heman rengî yên nîv-çember têne dîtin. Gundiyên îro û heta bajarî jî xwedî teknîka çêkirina kevirên tîk nînin. Wê wextê mirov dikare bibêje ku insanên wê demê di rewşeke pêşketî de ne. Mezinahiya perestgehê çil qat ji ya Mekkeyê(di dema derketina Îslamê de) mezintir e. Jixwe perestgeha li Mekkeyê avahiyeke besît a bi keviran e. Hingê mirov dikare pîroztiya Ûrfayê û rola wê ya navendî bibe demekê ku herî kêm bi qasî panzdeh hezar salan wêdetir e. Di wê demê de ne bi tenê Mekke, ji aliyê mezinahî û zeman ve ji Quds(Di dawiya salên 1000’î B.Z. de hîmê perestgeha pêşî ji aliyê kurê Dawid, Silêman pêxember ve hat danîn) û bi tevahî deverên pîroz ên bi heman rengî gelekî mezintir û kevintir e. Şîroveya min a şexsî ev e; dever heta bi dema Brahîm herî kêm bi qasî deh hezar salan weke qada navendî maye. Ev dem tê maneya navendeke dinyayê ya deh hezar salî û li vir têgîna navendê girîng e. Em ji têgîna şaristaniya navendî ya pênc hezar salî zêdetir jî dizanin ku têkiliya navend-dewrûberê di dîroka gerdûnî de dewamî ye. Dîroka bê navend nabe. Di dîroka şaristaniyê de têkiliyên navend û dewrûberê gelek caran cih guhertine. Ti mekan bi hezarên salan rewşa xwe ya navendî nîne. Devera Ûrfayê ji ber ku navenda pêşî ya mirovatiyê ye, û ji aliyê zemanê bihurandî ve mekanekî bêhemta ye. Xisleteke wê ya din jî otantîkbûna mirovên li wir in. Belkî jî yên ji derve hatibin û li wir bicih bûbin hebin. Lê gelê perestgehên li wir avakirin her tim li wê deverê man. Di dîrokê de qebîleya cara pêşî navê wê hatiye hildan Hûrî, yek ji devera bingehîn a lê bicihbûyî Ûrfa ye. Paytexta Împaratoriya Mîtannî(Waşûkanî-Serêkaniyê-Ceylanpinar) ya bi koka xwe Hûrî li vê herêmê mezin bû û ji bo serwextbûna me li nasnameya gelê otantîk derfet û îmkanan dide. Herweha navenda Kevana Bi Bereket e. Gavavêtinên çandî yên çavkaniya xwe Kevana Bi Bereket her alî û dever nexasim jî şaristaniya Sumer û

Misrê xwedî kirine û ji sedî sed di vê de bi rola sereke rabûne. Rîwayeta sefera Brahîm a Misrê û têkiliya wê bi Babîlê re vê rastiyê piştrast dike. Hîksosên li Misrê xanedanî ava kirin(salên 1800 B.Z.), tê zanîn ku çavkaniya wan dîsa ev dever e. Perestgeh rastiyeke din derdixin holê. Mirov dikare texmîn bike ku çanda diyarî û ziyafetê yek ji karên girîng ê perestgehê ye. Ev rastî îşaretên piçûk ên derketina holê ya bazirganiyê jî dide. Ji perestgehên Sumeran jî em dizanin ku perestgeh bi rola navendê ya pevguhertinên pêşî radibe. Wexta ku mirov wesfê bazirganiya dema derketina Brahîm li ber çavan digire, ev rastî wê berçavtir bibe. Ez pir girîng nabînim ku argumanên piştî Brahîm bijimêrim. Ji ber ku baş têne zanîn. Ûrfaya salên 1600’î B.Z., di nava sê hêzên dîrokî yê wê demê de ye: Mezopotamya Jêr a di bin destê Sumer-Babîl-Asûr de, Hîtîtên li Anatolya Navîn bilind dibin û Misr a firewnên Xanedaniya Nû lê bi heybet bi hêz dibin. Devera Ûrfayê hê di wê demê de tevî ku navenda jeobiyolojiyeke herî bi bereket e, ber bi navendbûna herî girîng a jeopolîtîk ve jî dimeşe. Mîtanniyên keysa xwe li vê valatiya jeopolîtîk tînin, mezin bibin. Yên hûrûkûr li dîrokê temaşe dikin wê bibînin em li destpêka qonaxeke dîrokê ne ku têde cara pêşî di navbera şaristaniyan de demeke bi heybet a têkilî û dîplomasiyê heye. Di nava çandan de danûstendineke zêde heye, di warê bazirganiyê de her tişt çirik e, ango bazirganiyê her tişt daye ber xwe. Demek e, bazirganî weke çandekê dibe rêûresm û bi sazî dibe. Qesr di nava xwe de gelekî jinan didin hev. Dîn, îdeolojî têkelî hev dibin, vediguherin. Hîtîtî xwe weke ‘welatê hezar xwedayan’ bi nav dikin. Di wê demê de pêdivî gelekî bi hespan heye û navenda ‘hesp xwedîkirinê’ dîsa li vê deverê ye. Di destanan de seyîstiya navdar a bi navê ‘Kîkulî’ derbas dibe li vê deverê ye. Sîstema qebîleyan li qonaxa xwe ya herî jor e. Ûrfa bi tenê ji aliyê pîroztiya dîn ve girîng nîne; li pişta hunermendiya stranbêjî, klambêjî, sazbendî, dahol û zirneyê jî ev bereyê çandî yê dîrokî heye. Li pişt derketina Brahîm jî ev rastî heye. Yê xurûc kiriye kesek e, an jî hezar Brahîm in, ev jî hê mijareke zelal û eşkere nîne. Ev ewçend jî ne girîng e. Ya girîng ew e ku di

Îdeolojiya Ibranî yan jî Cihû têkiliya wê bi milletgiriyê re ango bi dewletdariya netewe re tevî ku min di beşa modernîteya kapîtalîst de girtibû dest jî divê tavilê bê diyarkirin ku ev têkilî û bandora wê gelekî girîng e. Encamên wê yên herî xeternak bi ‘qirkirina Cihûyan’ li ser gelê Cihû bi xwe pêk hat

wê demê de meyleke xurt heye. Naverast gelekî bi liv û lebat e, bazirganî bûye zenaetkariyeke gelekî kar têde heye. Brahîm bi tenê ferdekî çîna bazirgan e ku bi sazî dibe. Ya girîng, bazirganiya di navbera şaristaniyan de bi sazî dibe. Bazirganiya heywanan gelekî gur û geş e. Dever di vî warî de jî şert û mercên wê gelekî li cih in. Jixwe Brahîm tevî kerî û colên xwe tevdigere. Eşkere ye ku bazirganekî heywanan e. Seferkirina Misrê ya bi hezaran bazirganên bi vî rengî di xwezaya bazirganiyê de heye. Bazirganiya koleyan jî heye. Firotina Yûsiv weke kole, manedar e. Bazirganiya cariye-jinan jî heye. Brahîm Hacerê dikire û ev yek jî vê mijarê rohnî dike. Herweha qebîleyeke bi hêz a Brahîm heye. Ew bi xwe serokê qebîleyê ye. Ji çanda perestgehê ya bi heybet baş tê fêhmkirin ku her qebîleyek xwedayekî xwe heye. Eşkere ye ku xwedayê qebîleya Brahîm wê bi xwedayên Babîlan ên herêmê di bin destê xwe de digirin, xwe li hev rakişînin. Berjewendiyên maddî yên xwe li hev radikişînin, di çanda xwedayan de ku xwe li hev radikişînin, wê xwe nîşan bide. Peyva Ûr a di

Bêguman bi sedan qebîle û kesên bi vî rengî hene bi şaristaniya fermî re pevçûne. Babîl û Asûr di dema xwe de bi ‘qirkirina qebîleyan’ navdar in. Mirov dikare behsa demeke têde pevçûn û nerehetiyên mezin hene, bike. Hemmûrabiyê navdar qralekî bi heybet ê vê demê ye

navê Ûrfayê de ji aliyê etîmolojîk ve ji gotina Sumerî Ûr ji rengdêrê ‘gir’ yan jî îhtîmaleke xurt e, ji navê Ûr zêde bûye. Heye ku Ûrfa xwedî maneyeke ‘cihûwarê li ser girik’ be. Ev binavkirineke rast e. Mijareke din a tê guftûgokirin koka etnîkî ya Brahîm e. Gelo Hûrî ye, yan jî Semîtîk e, ev hê bi temamî zelal nebûye. Dever ji vî alî ve îro jî bi temamî herêmeke têra xwe têkel e. Hema bêje qebîle û çanda wê ya têkelîhev nebûye nîne. Zimanê Ibrî ji aliyê etîmolojîk ve zimanekî têkel tîne hişê mirov û di vî warî de bi mînakan tijî ye. Çîroka der barê Brahîm de ku bûye malê Pirtûkên Pîroz jî em tev ji ber dizanin. Tê gotin xwe li Nemrûd rakişandiye, pûtên wî şikandine, xwestine wî biavêjin agir, bi mûcîzeyê rizgar bûye, hîcret kiriye, koçî Îsraîl-Filistîna îro kiriye, cariye Hacer(heye ku ji çanda xwecihî nêzî Ereban be) piştî ku Simaîl aniye neçar hatiye hiştin koçberî devera Mekkeyê bibe, ji Saraya esîl Îshaq welidiye, Yaqûb yek ji du kurên Îshaq e, kurê Yaqûb Yusiv weke kole tê firotinî firewnên Misrê, di encama dekûdolab û eşqên qesrê de heta bi wezîrtiyê mezin dibe û hwd. gelek hêmanên çîrokê di vê çarçoveyê de ne. Eşkere ye ku çanda Brahîm ne çanda şaristaniya Sumer, ne jî ya Misrê ye. Çanda qebîleyê ya hezar salan a Ûrfayê ye. Lê bi awayekî gelekî girîng veguherî ye, di serdemeke tevlîhevkirî de çandeke sentezkirî ye. Eger em çîroka wê şîrove bikin, em dikarin xwe bigihînin encamên girîng. Nemrûd tê zanîn, navê waliyên rêveberiya Babîlê ne. Cihê pût lê bi awayekî komî hene, temsîla Panteona Babîlê ya li Ûrfayê ye. Bavê Brahîm di xizmeta Nemrûd de ye. Lê pirgirêk û nakokiyên wî pêre hene. Her çi be jî li herêmê esilzadeyekî qebîleyê ye. Mirov dikare texmîn bike ku baweriyên wî yên dînî yên xweser û xas hene. Brahîm li pey berjewendiyên bavê xwe ango berjewendiyên qebîleyê ye. Encam pevçûn û xwe li hev rakişandine. Şikandina pûtan û ceribandina avêtina agir, vê rastiyê eşkere nîşan didin. Wê wextê ne bi tenê qebîleya xwe, ji bo berjewendiyên tevahiya qebîleyên bi heman rengî pêşengiyê dike û têdikoşe. Bi awayekî li dijî kolonyalîzma Babîlê têkoşîna xwecihtî û welatperweriyê dike. Panteona Babîlê bereyê maneyê yê vî şerî ye, biryargeha îdeolojîk e, û dixwaze bi rola hegemonîk rabe. Bereyê îdeolojîk ê Brahîm jî çanda manewî ya qebîleyê ye, ango dîndarî û xwedaperestiya qebîleyê ye. Li gorî ku serektî û pêşengiyê dike, xwedayê wî yê qebîleyê jî wê ji xwedayên qebîleyan re pêşengiyê bike. Jixwe wisa jî dibe. Ji ber ku dewlet e, Nemrûdê Babîlan di du şerên bereyê maneyê de hê bi hêz an jî serketî derdikeve. Ji aliyê Brahîm ve ketina ser rêyên koçberiyê ferz dibe. Ji bo Brahîm hem sal û hem jî rê ferz dibin. Ji ber ku şerê ketiye navê, ciddî û ji dil e. Li ber rêûresma şaristaniyê radibe. Pût şikandin, redkirina sîstema şaristaniya fermî ye, ango modernîteya fermî ya demê ye. Bêguman bi sedan qebîle û kesên bi vî rengî hene bi şaristaniya fermî re pevçûne. Babîl û Asûr di dema xwe de bi ‘qirkirina qebîleyan’ navdar in. Mirov dikare behsa demeke têde pevçûn û nerehetiyên mezin hene, bike. Hemmûrabiyê navdar qralekî bi heybet ê vê demê ye. Tê gotin rêzikên pêşî yên huqûqî wî danîne. Têkoşîna Brahîm bi vî aliyê xwe bi awayekî dişibe şerên rizgariya mêtingehan li dijî şaristaniya kapîtalîst a roja me ya îro. Berê xwe dide Misrê,

sedema pêşî bazirganiya pez e, lê sedema duyemîn a girîng, heye ku gera li hevalbend û hevgiran e. Ji sedî sed mirov dikare ji çîroka Yûsiv vê encamê derxe. Ji ber ku di vê demê de reqabeta di navbera şaristaniyan de xurt û dijwar bûye. Xwelihevrakişandinên HîtîtMisr, Babîl-Hûrî(Hîtît) û Babîl-Misrê di gelek qeydan de tê dîtin. Ya mirov fêhm dike ew e, Brahîm li dewrûbera Qudsa îro bi cih dibe û ev der ji aliyê bahewayê ve hinekî dişibe Ûrfayê û li derveyî kontrola sê şaristaniyan dimîne. Li vir jiyana xwe weke koçberekî derbas dike. Bi zor û zehmetî ji xwe re cihekî qebristanê kiriye. Têkiliyên wî bi Ûrfayê re dewam dikin. Nêviyê wî Yaqûb ji vir bi xizmên xwe yê nêz bi keçên Lavan, Rahel û Lea’yê re dizewice. Ji aliyê mijara me ve ya girîng veguherîna dînê Brahîm e. Diyar e ku Brahîm ketiye şik û gumanekê. Şikandina wî ya pûtan gumana wî ya dînî piştrast dike. Temsîla xwedayên dînekî din be jî şikandina pûtên wan di warê guman birina ji dîn de îşareteke eşkere ye. Di rêûresma fikra wê demê de ‘dengên ji xeybê’ tên, xwedî cihekî girîng in. Dengên ji xeybê di encama zêde fikirkirin û ponijandina hin awayên wecd û îlhamê de pêk tên. Zimanê îlhamê ye. Li gorî tê gotin, rojekê dengekî bi vî awayî bihîstiye. Dengê hatiyê yan jî îlhama hatiyê(dengê ji xeybê) weha şîrove dike:“Wa Hewe!” Dibe ku ev şêweyekî îfadeya Hûrî be. Maneya wê ‘Ev Ew’ e, bi kurtî ‘Ew’ e. Ango senteza xwedayê nû yê li hêviyê ye, li bendê ye. Mûsa û Muhemmed jî wê bi vî awayî xwe bigihanda xwedê. Yanî ev rêûresm pir kevn e. Etîmolog hê jî li “Ew e” lêdikolin. Şîroveya min a şexsî ev e. Her çûye ev şêweyê îfadeyê bûye ‘Yahweh’, ji vê jî veguheriye ‘Yahûdî’(Cihû) û di vî warî de gelek qenaet hevpar in. Bi kurtî çîroka xwedayê navdar ê Ibraniyan bi vî awayî bû. Min berê gotibû peyva Ibrî ji binavkirina Misriyan ‘Apîrû’ ya bi maneya ‘mirovên tozgirtî yên ji çolê hatine’ tê. Dibe ku Brahîm ji qebîleya ji nû ve ava kir û jêre pêşengî dikir Ibrî û ji dînê xwe re yê ji aliyê maneyê ve ji nû ve ava kir, Yahûda gotibe. Divê em bi bîr bixin ku di cewherê Yahûda de xwedê heye, çawa ku di navê Îsraîl de heye. Ji aliyê dîrokî ve bi vî awayî analîzkirina koka dînê nû û bi serhatiya wî ya kurt anîna ziman a pêşketina wî, li gorî min gelekî

manedar e. Em bi dînekî nû yê xwe ji nû ve avakirî û dînekî qebîleyê re rûbirû ne ku xwe bi tenê his dike. Dîndartî û xwedaperestiya qebîleyekê veguherî eger şoreş nebe jî ji sedî sed weke Îslamê û weke Protestaniyê reformeke ciddî ye. Sedema bi awayekî hişk parastina qebîle û xwedayekî ji nû ve hatine avakirin û veguherîne, dibe ku şert û mercên jiyanê yên zor û zehmet bin. Cihû çima girîngiyê didin bazirganî û pereyan, di heman demê de çawa li gelemperiya dinyayê di vî warî de bûne pispor, ev yek kengî weke qebîle gav diavêjin bazirganiyê, gelekî baş tê fêhmkirin. Manûnemana qebîleyê bi baziganiyê ango bi pereyan ve girêdayî ye. Brahîm dixwaze Simaîl bike qurban û bi dengê ji xeybê tê, ji kirina vê yekê digere. Ev bûyer hêmanekî girîng ê temamkerê vî dînê nû ye. Rêûresma qurbankirinê gelekî kevn û belav e. Qurbankirina zarokan jî yek ji van e. Heye ku rêûresmek e ku heta wê rojê bi cih tê anîn. Brahîm û maneya wî ya xwedayî li hev dikin ku êdî modaye vê rêûresmê derbas bûye. Xaleke girîng a reformê, ev e. Qurbankirina heywanên têne zanîn, şûna wê digire. Ji çîroka Hacer û Simaîl şîroveya mirov derxîne ev e, dînê nû di nava qebîleyên Semîtîk-Ereb de pir bi xweşî nayê pêşwazîkirin. Gelekî zû derketiye, mirov dikare weke ezmûneke ‘Pêş Îslamê’ binirxîne. Lê zêde nikarîbûye belav bibe. Hê di wê demê de Mekke girîngiya navendbûna xwe nîşan dide. Panteoneke cuda ya qebîleyan heye. Paganîzm(pûtperestiya qebîleyan, xwedaperestiya qebîleyan) hê gelekî bi hêz e. Navê Îsraîl ê di dema Yaqûb de bi gewde bû, bi awayekî balkêş diberide, bi pêş dikeve. Daçeka ‘El’ ji Kenaniyan(Qebîleyên Semîtîk ên li devera Filistîn û Lubnanê) hatiye girtin. Ev têgîna bi koka xwe Semîtîk e, maneya xwe nêzî ‘bilindî’ û ‘meznahiyê’ ye. Di nava qebîleya Ibraniyan de weke ‘Elohî’ tê bilêvkirin. Bi Îslamiyetê re vediguhere û weke ‘Ellah’tê gotin. Mirov dikare weke xwedayê giştî yê qebîleyên Semîtîk qebûl bike. ‘Got’ di nava qebîleyên Hind-Ewrûpî de û ‘Gudea’ yê di nava zaravayên Kurdî-Îranî de heman maneyê temsîl dikin. Bi maneya pêşî yan jî xwedayê hevpar

ê qebîleyan tê. Ji ber vê yekê di sala 2150’î B.Z. de hegemonya Gûtî û Gudea ya li Sumerê, manedar e. Bi maneya qral-xweda tê. Nîşaneke qralan e ku di wê demê de gelekî tê bikaranîn. ‘Îsraîl’ bi maneya ‘kesê bi xwedê re gulaşê dike’ tê. Hinekî bêhna şovenîzma qebîletiyê jê tê. Xwe ewqas bi hêz dibînin ku dikarin bi xwedê re jî gulaşê bikin. Ya rastî bi xwedê re şer dikin. Mîna dewameke pûtşikandina rêûresma Brahîm xuya dike. Mirov ji bêhejmar pêngavên wan ên îdeolojîk dikare fêhm bike ku tevahiya dîrokê bi gelek xwedayan re gulaş kirine. Divê em ji bîr nekin ku her gava îdeolojîk a ji bo nûbûnê avêtine, tê maneya ‘gulaşa bi xwedê’ re. Ez ê piştre behsa hostetiya maneyê(têgîn, teorî, teolojî) ya rewşenbîrên Cihûyan bikim. Çîrokeke koçberiyê ya qebîleyê ya ber Misrê ve heye ku li gorî texmînan di navbera salên 1600-1300’î B.Z. de pêk hatiye. Serhatiya Mûsa û Yûsiv di encama vê koçberiyê de derdikeve holê. Li gorî rîwayetê, li Misrê serhatiyeke wan a demdirêj heye, di şert û mercên nîvkoletiyê de dijîn, hewl didin yekîtiya xwe biparêzin, ber bi çînayetiyekê ve diçin, heye ku Mûsa yek ji giregirên vê bermahiya qebîleyê be, û mîna nakokiya Brahîm bi Nemrûd re ketiyê Mûsa jî bi Firewnê Misrê re ketibiyê û ev bûyer jî li dema Akhenaton dînekî yek xwedayî îlan kirî, rast hatibe. Li gorî rîwayetê hîcret jî salên 1304-1280 B.Z. di dema Firewn Ramsesê II. de pêk tê. Gavavêtin û derketina navdar a Mûsa di Tewratê de dûrûdirêj heye. Hem berxwedana wî li beramberî şert û mercên xwezayê(şert û mercên xwezayî yên Nîvgirava Sînayê dijwar in), hem jî nakokî û şerê wî bi gelek qewm û qebîleyên ne dost ên li dewrûberê, di Tewratê de cih digirin. Berxwedaneke çil salî û êşeke mezin a koçberiyê. Li Tûrî Sîna(tûr-çiya) rêûresma ‘dengê ji xeybê’ tê, careke din xwe dubare dike. Deh Ferman(wehî, fermana xwedayî) têne girtin. Peyva Ibranî heye ku berhema vê demê ye. Der barê xwedê de li şûna navên kevin navên nû yên weke ‘Rab’(efendî) tên danîn. Ev yek çînîbûneke diyar nîşan dide. Hê bi dijwarî li ber pûtperestiyê rabûn heye. Li dora sindoqa Deh Ferman(rêûresma Pirtûka Pîroz) têde têne veşartin û hilanîn kulteke

Eşkere ye ku çanda Brahîm ne çanda şaristaniya Sumer, ne jî ya Misrê ye. Çanda qebîleyê ya hezar salan a Ûrfayê ye. Lê bi awayekî gelekî girîng veguherî ye, di serdemeke tevlîhevkirî de çandeke sentezkirî ye. Eger em çîroka wê şîrove bikin, em dikarin xwe bigihînin encamên girîng

nû(şêweyê perestin û îbadetê) tê pêkanîn. Di Tewratê de dabeşkirineke deman tê çêkirin. Termînolojiyeke bi awayê dema Derketinê-Kahînan-RêberanQralan-Pêxemberan-Nivîskaran tê bikaranîn. Divê neyê jibîrkirin ku ji salên 1600’î B.Z. dema Brahîm jiya, heta bi salên 600’î B.Z. li naverastê belgeyeke nivîskî ya Cihûyan nîne. Bi devkî veguhestina hinek rêûresman heye. Ez yeqîn dikim ku rêûresma nivîskî bi Pêxember Îşaya di van deman de tê destpêkirin û pêşdebirin. Di dema esareta Babîlan de(596-540 B.Z.) gelek hêman ji Zerdeşt têne girtin. Her diçe ji fikra Grekan jî bi tesîr dibin. Pirtûka Pîroz a jêre Ahdî Atîk tê gotin timî bi pêşdebirinê derdikeve holê. Cildên wê yên stûr û şîroveyên wê hatine çêkirin. Ji ber ku encama kombûneke rêûresma parastinê ye, girîng e. Piştre bandorên wê yên dînî, felsefî û wêjeyî û îlhama da huner gelekî mezin bû. Herweha hejmareke zêde şîroveyên wê hatin kirin. Tevî ku çîroka kurt a têgîna yek xwedayî bi vî rengî ye, di dînên Brahîmî de bi vî awayî behs û qal nayê kirin. Eşkere ye ku xwestine wê weke hegemonya nasna

Ûrfa bi tenê ji aliyê pîroztiya dîn ve girîng nîne; li pişta hunermendiya stranbêjî, klambêjî, sazbendî, dahol û zirneyê jî ev bereyê çandî yê dîrokî heye. Li pişt derketina Brahîm jî ev rastî heye. Yê xurûc kiriye kesek e, an jî hezar Brahîm in, ev jî hê mijareke zelal û eşkere nîne

meyeke îdeolojîk pêşde bibin. Yek ji fikrên sereke der barê ‘projeya’ avakirina qraliyeteke piçûk a Cihûyan de ye. Spînoza jî bi xwe şîroveyeke bi vî rengî dike. Têgîna dînê yek xwedayî jixwe li Misrê hatibû îlankirin. Li cem Sumeran, Babîlan û Asûran li gorî rêzê ‘En’, ‘Mardûk’ û ‘Asûr’ nîşaneya xwedayê herî mezin, pir ji mêj ve girtibûn. Weke ku ez gelek caran bi girîng dibêjim dîsa dubare dikim, ev têgînên sembol, bandor û otorîteya saziyên qraliyetê û qralan a zêde dibe, nîşan didin. Mirov wan dikin pût û li ser navê wan kultan(îbadet) pêşde dibin, ev beşek ji hewldanên rewakirinê ne. Di tevahiya şaristaniyan de bi heman awayî hewldanên hegemonyayeke îdeolojîk hene. Ji ber ku amûrekî xurt ê rewakirinê ne, her şaristaniyê hewl daye vê rêbazê an jî dînî bi heybet bike. Qebîleya Ibranî yan jî qewmê wan di bin bandora vê rêûresma dîrokî de amûrê rewakirina qraliyeta xwe ya piçûk a qewm ava kirine, ji lewra jî mirov dikare li benda hewldaneke wan a bi vî rengî be û ev xusûsek e ku mirov dikare fêhm bike. Rêûresmeke belav e, û ev jî beşê para Ibraniyan dikeve, nîşan dide. Projeya qraltiyê ya bi îdeolojiya Ibriyan timî di xeyalên xwe de zindî digirtin, di dema salên navbera 1020-950’î B.Z. de berçav dibe. Saûl, Dawit û Silêman di dîrokê de weke sê kesayetên girîng ên qraltiyê têne nîşandan. Pêxember û qral in. Em cudahiya wan ji Misrê û ji Sumeran yekser dibînin. Ne xweda qral in, pêxember-qral in. Ji lewra di xwendina Tewratê de lêgerîna li qraliyeteke Cihû û bi vî awayî şîroveyên têne kirin, divê piçûk neyên dîtin, neyên piştguhkirin. Bêguman mirov bi tevahî weke projeyeke qraliyetê şîrove bike jî rast nîne. Lê dîsa jî divê mirov têkiliya yek xwedayî ya her qewmî bi dewlet, qralê wî yê xwecihî û millî re bibîne û ev pirsgirêkeke girîng a rêbazê ye ku di dema xwendina Pirtûka Pîroz de divê mirov xemsar nêzîk nebe. Ji ber jiyana wan a bi êş, zor û zehmetiyên rûbirû dibûn, dîsa ji ber pirbûn û mezinahiya qebîle û şaristaniyên bi wan re şer dikirin, karîbûn sentezên xwe hûrûkûr, pîroz û bi îhtîmameke mezin, cuda bikin. Ez divê dubare diyar bikim ku li pişt vê dîndartiya qebîletiyê bandora çandeke qebîleyan a bi rola navendî rabûye û herî kêm deh hezar salan kudandî heye. Di parastina hêza xwe de para vê çandê gelekî girîng e. Divê mirov li pişt bihêzbûna rêûresma dînî ya li Rojhilata Navîn jî misêwa li vê bandorê bigere. Dînê Ibranî heta Xirîstiyantî weke şax an jî milekî jê qut bibe bandoreke xwe ya ciddî nîne. Bandoreke kêm li gelên din kiriye. Jixwe ji ber ku dînê qewm e, nikare belav bibe. Gotina ‘qewmê hilbijartî’ vê tektî û tenêtiyê xurt dike. Girîngiya wê ya bingehîn di derketina Xirîstiyantî û Misilmantiyê de û di têkiliya wê ya milletgiriya modernîteya kapîtalîst de xwe nîşan dide. Têkilî zêdetir di çarçoveya têgîn, teorî û teolojiyê de ye. Avahiyên teolojîk û hêmanên îdeolojîk ên şaristaniya Sumer û Misrê yên du şax û milên girîng ên şaristaniya navendî ne, reforme kirine û ev jî yek ji xisletên wê yên girîng e. Eger ev reform nebûna, dîroka Rojhilata Navîn ango dîroka gerdûnî wê bi rengekî din biqewimiya. Girîngiya detaya wê ev e: Yek ji prensîpên bingehîn ên dînê Ibranî ew e ku mirov ti carî nabin xwedê. Mirov bi tenê dikarin bibin pêxember ango dikarin bibin qasidê xwedê yan jî nûnerê wî.

Ev bûyereke gelekî girîng e. Qralên Sumer û Misrê xwe bi hezarên salan weke qral-xwedayan rewa kiribûn. Rêûresma Brahîmî bi awayekî sîstematîk li ber vê yekê rabûye. Di çanda Grekan de bi felsefeyê li ber teşbîhkirina mirov-xweda radibin, li Rojhilata Navîn jî bi dînên Brahîmî li dijî vê yekê derdikevin. Bêguman li pişt vê nêzîkatiyê bûyerên ekonomîk, civakî û siyasî bi rolekê rabûne. Têgihiştina ekonomîk a di şexsê Brahîm bi xwe de gelekî dişibe lîberalîzmê. Kolektivîzmên Firewn û Nemrûd, xwe dispartin xebitandina koleyan. Li ser koleyan nîzameke mekîneyan hatibû avakirin. Têgîna evd-xweda(hê jî têgînek e, tê bikaranîn) ji dema koletiya bûye mekanîk, maye. Dînê Brahîmî herçend ev têkiliya bi kok xira nekiribe jî têra xwe nerm kiriye, reforme kiriye. Di bandorbûna wê de rola wê ya li vir diyarker bûye. Qebîleya Ibranî bi xwe hem li cem Nemrûd(qralên Babîl) hem jî li cem Firewn(Qraliyeta Misrê) li dijî vî şêweyê xebitandinê gelekî li ber xwe daye. Çanda qebîleyê, bi temamî kolekirin qebûl nekiriye. Di bin hîmê diyardeya şerê çînî de berxwedana hezarê salan a çanda qebîleyan li dijî kolekirinê heye. Ya li vir behsa wê tê kirin bi tenê berxwedaneke etnîkî nîne. Xusûsa ez weke têgîneke cihê girîng dibînim, di vir de ye. Ne şerê çînî, şerê çînînebûnê, qebûlnekirina çînîbûnê girîng e. Hem a di dîrokê de derdikeve pêşiya me ev e, hem jî ya rast ev e. Xusûsa Marks û Marksîst hîç fêhm nakin ev e. Ew çînîbûnê erênî û weke xeteke dîrokî ya pêşketî dibînin. Bi qasî şaşiyên wan di hîmê serneketinên wan de ev têgihiştinên wan, bi roleke gelekî neyînî rabûne. Berxwedanên hezarê salan ên qebîle, eşîr û qewman, heta şerên rizgariya neteweyî bi hin aliyên xwe li dijî modernîteya kapîtalîst di heman demê de şerên berxwedanê yên li dijî çînîbûnê ne. Di dînên Brahîmî de ev xislet bi hêz in. Piştre ji rê derxistina wan û veguherandina wan a dînên şaristaniyê divê weke diyardeyeke cuda were nirxandin. Li ber rabûna koletiyê di her sê dînên Brahîmî de rewa ye, û tê teşwîqkirin. Di ekonomiyê de jî rê li ber reformên ciddî vekirine. Avahiyeke wekhevîxwaztir kirine hedefa xwe. Sedeqe, zekat û weqif amûrên girîng in. Di hedefa wan de nermkirina sînorên hişk ên ekonomiyê heye. Di qada siyasî de demokrasî û komarê neke hedef jî otorîteya xwedê-qral hatiye nermkirin. Têgîna ‘Qralê siya Xwedê’ hatiye çêkirin û pêşdebirin. Jiyana komin, hem manedar hatiye dîtin û hem jî hatiye bicihanîn. Eşkere ye ku di qada ekonomîk, civakî û siyasî de ne şoreş lê reform hatiye kirin. Lê divê mirov van gavên hatine avêtin li gorî dema wan piçûk nebîne. Min ev gavavêtin di sîstema şaristaniya navendî de weke helwesteke ‘sosyal-demokrat’ a dema wê nirxandibû. Yên weke vê, tevgerên sosyoekonomîk in. Min beşê wê yê xwe di çanda manewî û dîn de nîşan dide gelekî girt dest û li ser sekinîm. Lê dîsa jî mirov bibe cîgirê xwedê û wesfê qasidê wî bigire, şoreşeke teolojîk e. Li ser dîroka gerdûnî bandora wê mezin bûye. Ez ê di beşa Îslamê de hewl bidim hinekî din li ser vê xusûsê rawestim. Îdeolojiya Ibranî yan jî Cihû têkiliya wê bi milletgiriyê re ango bi dewletdariya netewe re tevî ku min di beşa modernîteya kapîtalîst de girtibû dest jî divê tavilê bê diyarkirin ku ev têkilî û bandora wê gelekî girîng e. Encamên wê yên herî xeternak bi ‘qirkirina Cihûyan’ li ser gelê Cihû bi xwe pêk hat.

Bi herêma xwe ya berfireh jeobiyolojiya Ûrfayê, piştî Dema Qeşayê ya Çaremîn ji bo komên mirovan weke buhuştekê xuya dike. Rewşeke welê ya avhewayê lê heye ku bi awayekî xwezayî tê avdan. Em ji xebatên zanistî yên pêwendîdar wer fêhm dikin ku bi flora û fauna xwe devereke balkêş e

This article is from: