5 minute read

JI ŞENGALÊ BÊHNA AZADIYÊ TÊ

JI ŞENGALÊ BÊHNA AZADIYÊ TÊ

AYSEL AVESTA

Advertisement

Ji gelî û newalên Şengala ku beriya 7 salan dengê nalenalê jê dihat, niha bêhna azadiyê tê. Dayikên bê mecal, bûne peşeng û milîtan. Ji çavê zarokên ku ken ji bîr kiribûn, azadî dibiriqe. Keç û xwortên ku bê hêvî mabûn, niha bûne şervan û parazvanên axa xwe. Jinên ku dixwestin ji xwe re bikin kole, niha çek hilgirtine û tola xwe radikin. Şengalê ango Êzîdxanê, piştî fermana 73’ yan cara yekê ye ku bi hêza xwe birînên xwe pêçan. Di dema fermanên berê de li şûna ku hêza xwe ya parastin û rêxistinî ava bikin, berê xwe didan çiyayên xwe û xwe li qontarên Çiyayên xwe vedişartin. Ji lewma hertim hêzên desthilatdaran ew li gorî dilê xwe bi rê ve dibirin. Di dema rejîma Sedam de yên herî zêde tevlî hemû mekanizmayên pergalê hatin kirin, Êzîdî bûn. Di serî de Sedam parazvaniya hemû erkdarên rejîma Beesê ji aliyê Şêx û serekeşîrên Êzîdiyan ve dihat kirin. Civaka Êzîdî ango kesên ku ew kar dikirin, ev yek ji xwe re weke xenîmet didîtin. Lê pê nedizanîn ku bi vê polîtikayê hebûna wan tê înkarkirin. Ji lewma heta niha jî qismek Êzîdî hene, dibêjin; Em ne Kurd in, Êzîdî ne. Piştî hilweşandina pergala Sedam Hisên vê carê pdk ket dewrê û li ser civakê Êzîdî heman siyaset meşand. Êzîdiyên bê mecal, vê carê pişta xwe dan mala Barzanîyan. Tevlî hewqas karesat û malweraniyê jî hîna hinek kes hene ku ji van derewan bawer dikin û neyartiya koka xwe dikin. Lê em hemû di 3’ê Tebaxa 2014´an de bûn şahidên wê yekê ku van hêzan Êzîdî neparastin û ew di nav lepê hovan de hiştin. Cîhan hemû dizane ku di dema Fermanê de ne ji şervanên azadiya Kurdistanê bûya, îro kesî nikarîbû bahsa hebûna vê civaka kevnar bikira. Beriya Fermanê piştî ku Mûsil û Tilafer ket destê çeteyên DAIŞ’ê, Êzîdiyan hemûyan dizanî ku jiyana wan ne ewle ye û êriş wê bi ser wan de bê. Lê tevî vê yekê jî heta kêliya dawî baweriya wan hebû ku wê peşmergeyên mala Barzanî parastina wan bikin. Mixabin tevlî ewçend xiyaneta mala Barzanî jî hîna hinek Êzîdî baweriya xwe bi wan tînin. Bi vê wesileyê ez dixwazim ji wan kesan re bêjim; dev ji berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîrtiye berdin. Doza rast a Şehîd Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî, Bêrîvan û Mam Zekî ye. Ya ku we ji fermanan xilas bike, xeta wan lehengan e. Azadiya Êzîdiyan û Xweseriya Şengalê bi yekîtî û tifaqê pêkan e. Ji bo pêkanîna vê jî bingeh amade ye. Şengal êdî xwedî hêza parastin û îradeya siyasî ye. Beriya fermanê û piştî fermanê ez gelek caran çûm serdana Şengalê û rewşê ji nêz ve dişopînim. Min şahîdiya Şengala werankirî jî kir û ya niha jî. Her cara ku ez çûm Şengalê, min dît ku Şengal çawa hatiye guhertin û bi pêş dikeve. Bi van guhertinan dilê mirov gelek şah dibe. Herî dawî beriya êrişên 16-17 Tebaxê bi demeke kin ez dîsa li Şengalê bûm. Lê bipêşveçûnên vê carê pirr ji yên din cuda bûn. Vê carê hem ji aliyê civakî û siyasî ve hem jî ji aliyê leşkerî û çandî ve gelek guhertinên berbiçav hebûn. Ew êdî baweriya xwe ji derveyi xwe bi ti hêza din nayînin. Jixwe, her du êrişên li ser hev yên ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve, li hemberî vê vîn û biryardariyê bû. Ew dixwazin civakê bê pêşeng bihêlin da ku li gorî xwe dîsa wan bi rê ve bibin. Lê êdî ev yek ne pêkan e. Ji ber ku yek diçe bi sedan tên şûna wê/wî. Her ew êriş dikin, hêrs û kîna Şengaliyan zêdetir dibe.

PADÊ: DIVÊ EM HÊZA XWE BIKIN YEK

A: Heval ezîdî

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Şivan Emerî ragehan wê PADÊ bi awayekî fermî tevlî hilbijartinan bibe û namzetê wê yê Şengalê jî Semîr Derwêş e. Şivan Emerî 9 xalên bernameya PADÊ yên hilbijartinê jî eşkere dike. Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan(PADÊ) Şivan Emerî li ser hilbijartinên Iraqê û bernameya partiya xwe dibêje: gelê Êzidî di gelek merheleyan re derbas bûye, lê heta niha tu partiyeke li ser navê Êzidiyan hatiye avakirin, tiştek ji bo berjewendiyên Êzidiyan nekiriye. Şivan ev jî dibêje: PADÊ di roja hatiye avakirin heta niha hewl dide xizmeta civaka Êzidî bike û ji bo berjewendiyên civaka xwe wê tevlî hilbijartinin îraqê jî bibe.

‘Namzetê me Semîr Derwêş e’

Emerî destnîşan dike ku wan berevajî partiyên din, namzetê xwe di encama kombûnên berfireh ên gelê Şengalê de diyar kiriye. Emerî got ku di encama kombûn û gotûbêjan de Semîr Derwêş wekî namzetê PADÊ hatiye hibijartin û wê karekî serkeftî ji bo naskirina îradeya Êzidiyan bide meşandin. her eşîrek Êzdiyan namzetek cuda nîşan dabû, ev jî bibû sedem ku dengên Êzdiyan parçe bibin. Ji bo vê jî şivan bang li gel kir ku nekevin van şaştiyan û dengên xwe parçe nekin.

‘Divê gelê me keda şehîdan ji bîr neke’ Şivan Emerî li ser ked û rencin şehîdan jî dibêje: ji bo çareseriya pirsgirêkan û naskirina îradeya Şengalê hilbijartin jî girîng in. Pêwîste em hêza xwe bikin yek. Gelek hêz û hizib hene ku dixwazin bi riya hilbijartinan li ser Şengalê planan bikin. Pêwîste em hişyar bin. Gelê me yê di nava kampan de, belkî nikarin dengên xwe bi awayekî azad bikar bînin. Dîsa gelek aliyên siyasî hene ku ew jî bandorê li ser partiyên piçûk dikin. Pêwîste em li ser van mijaran hişyar bin. Yek ji armancên me ewe ku em xweseriya Şengalê hêzên wê yê leşkerî di Iraqê de femî bikin. ji ber ku wan ji bo parastina Şengalê gelek şehîd dane. Gelê me jî pêwsîte vê kedê jibîr neke û bizanbe ku PADÊ’ê wê mafê rewa ê gelê Êzidî misoger bike. Em bang li gelê xwe dikin ku di hilbijartinan de dengê xwe bide namzetê xwe”. Endamê meketeb siyasî ya padê şivan emerî li ser armanc û bernameya padê jî çend xalan rêz dike û dibêje: 1- Ji bo Şengal bibe parêzgeheke nenavendî ya girêdayî hikûmeta federal kar were kirin. 2- Ji bo ku fermana di 3.08.2014’an de bi serê Êzidiyan hatibû weke jenosîd bê naskirin û berpirsên vê fermanê bêne darizanidin, kar were kirin. 3- Li deverên kêmnetewan, ji bo parastina wan, daxwaza avakirina hêzeke leşkerî. 4- Ji bo ku kesên di fermanê de hatine girtin vegerin, kar were meşandin û ji bo pêşeroja wan girîngî were dayîn. 5- Ji bo peydakirina xizmetguzariyên sereke kar were meşandin û ji bo vegera koçberan avakiran rewşeke aramî. 6- Destekdayîna ciwan û jinan. Destekdayîna ji bo ragihandin û çapemeniya azad. 7- Misogerkirina mafên malbatên şehîdan û kesên ji destê DAIŞ’ê zirar dîtine. 8- Alîkarîdayîna kesên ku ji destê DAIŞ’ê û operasyonên leşkerî zirar dîtine. 9- Li hemû deverên Êzidiyan, ji bo ku pirsgirêkên gel werin guhdarkirin û çareserî werin peydakirin, vekirina ofîsên parlemanterê PADÊ’ê.

This article is from: