
3 minute read
EGER PDK VEGERE ŞENGALÊ, EV FERMANEKE NÛ YE
from dil,dicle,kar,jin,jinolojî,gul,amed,gerîlla,apo,serok,sine,sengal,singal,fb,qamişlo,karwan,şehîd,şeh
by dicle
dikin re kar bikin. Bi şexsiyetan re karkirin, xizmeta Êzidiyan nake. Macron dixwest serdana Şengalê bike, lê hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê rê li ber vê serdanê girtin. Macron beriya niha soz dabû ku serdana Şengalê bike. Hat Bexdayê, ji wir derbasî Mûsil û Hewlêrê bû, serdana pêkhateyan kir, lê serdana Êzidiyan nehate kirin. Cihê Êzidiyan ji Mûsilê ne dûr e. Hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê naxwazin kesayetên wekî Macron, welatên wekî Fransa bikevin nav Êzidiyan û daxwazên wan guhdar bikin. Dema werin bibînin, ewê şerim bikin. Em dixwazin rê ji bo serdanên bi vî rengî neyê girtin. Yek ji astengiyên li pêşiya vegera Êzidiyan êrîşên dewleta Tirk in”‘axaftinekî rast’e. Ji bilî wê siyaseta ku PDK û Hikumeta Iraqê dimeşîne jî dibe asteng ku Êzidî vegerin ser axa xwe. Divê ev êrîş were rawestandin ku xelkê me vegere. Bila hikumetên Başûrê
Bang li hemû civaka Êzidî jî dikin ku tevlî bibe, dengê xwe bide namzetên Şengalê. Em bang li Êzidiyên bi PDK’ê re ne jî dikin ku dengê xwe nedin wan. Dengê xwe bidin wî kesî ku ji bo wan îdareyeke rast dixwaze
Advertisement
Kurdistanê û Iraqê dest ji van polîtîkayên nerast berdin. Yên pêşiya xelkê digirin ew bi xwe ne.
* Dewleta îraqê çima li hemberî êrişin ser êzidiya bêdenge?
- Her roj serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin. di 16 û 17’ê Tebaxê jî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Şengalê êriş pêkhatin. Iraq karîbû bi gelek rêyan bersiva van êrîşan bida. Bang li sefîrê Tirk jî nekir. Ev tê wê wateyê ku dixwazin îradeya civaka Êzidî teslîm bigirin. Dibêjin ‘an hunê ya min qebûl bikin an jî ezê Tirka berdim ser we’. Ji xwe beriya niha ji me re gotin; ‘eger hun peymanê qebûl nekin, emê biçin bila dewleta Tirk were’. Ma dewletek gelê xwe bi dewletek din tehdît dike?’
* ji bo helwesta gel gotina we çiye?
- Hemû hesabên li ser Şengal û Êzidiyan tên kirin li berxwedana gel dikevin. Eger dixwazin rihê berxwedanê, Êzdayetiyê bibinin, li dîmenên 17’ê mehê binêrin. Bersiva Şengalê, helwesta dayikên

Êzidî ya 17’ê Tebaxê ye. Siyaseta me, axaftina dayikan a 17’ê mehê ye. Daxwazên dayikan, daxwazên me ne. Tiştekî ku em li ser wan zêde bikin nîne. Di bin êrîşan de gotin ‘em îradeya xwe teslîm nakin, em fedayiyên Tawisê Melek in. Serê me hemûyan biçe em sira xwe nadin, em dest ji doza xwe bernadin’. Em şopdarên wan gotinan in, ew gotin ji bo me talîmat in. em girêdayî biryarên kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê(MXDŞ) ku 23-24’ê Tîrmehê pêk hatibû ne. Mafên civaka Êzidî yên siyasî, îdarî, aborî û ewlekariyê hene, misogerkirina van mafan pîvana me ya jiyan û azadiyê ye. Em ji wan biryaran gav paş de navêjin. Ev jî mîsogerkirina Êzîdxana Xweser û Azad e. Di ferhenga me de tu kes teslîmiyet û îxanetê nabîne.
* Di pêşiya me helbijartinin îraqê heye, pdk e jî ketiye tevgerê di heremê de, gelo pdk ê çi dixwazê di vê demê de?
- PDK dixwaze bi riya hilbijartinê li hemberî Şengalê planên nû pêk bîne. Tiştên nikaribûn bi Peymana 9’ê Cotmehê bi Şengalê bidin qebûlkirin, dixwazin bi hilbijartinan bikin. Dixwazin PDK û hin hêzên sunnî yên tundrew bi veşartî tifaq çêbikin û 3 kursiyên ji bo Şengalê hatine diyarkirin bidest bixin. Eger PDK vegere û siyaseta wê Şengalê dîsa serwer bibe, ev fermaneke nû ye. Civaka me divê di vê mijarê de hişyar be. Em wekî Rêveberiya Xweser van hilbijartinan girîng dibînin û bang li hemû civaka Êzidî jî dikin ku tevlî bibe, dengê xwe bide namzetên Şengalê. Em
bang li Êzidiyên bi PDK’ê re ne jî dikin ku dengê xwe nedin wan. Dengê xwe bidin wî kesî ku ji bo wan îdareyeke rast dixwaze. Ez bang li êzidiyan dikim ku vegerin ser axa xwe.