
3 minute read
TEVGERA TESFIYEKARIYÊ YA NETEWEYÎ
from dil,dicle,kar,jin,jinolojî,gul,amed,gerîlla,apo,serok,sine,sengal,singal,fb,qamişlo,karwan,şehîd,şeh
by dicle
TEVGERA TESFIYEKARIYÊ YA NETEWEYÎ!
KARKER ÊRIŞ
Advertisement
Tevgereke mezin a tesfiyeyê heye ku gelê Kurd bi awayekî neteweyî eleqedar dike û gihaştiye qonaxa man û nemanê ku çarenûsa neteweyekê diyar bike. Rûdanên li Başûrê Kurdistanê êdî nikarin wek bûyerên jirêzê yan jî wek şerê birayan bên ravekirin. Em ne behsa rêxistinekê, behasa tevgereke tasfiyekar a li dijî tevahiya gelê Kurd dikin. PDK ku temsîla xeta hevkar a xayîn a bi rêya dijberiya PKK’ê dike, pişta xwe daye dijminên Kurdan û dixwaze hemû berjewendî û destkeftiyên neteweyî yên Kurdan bixe xetereyê. Pirsgirêk ji pirsgirêka du rêxistinan gelekî cuda ye. Konsepteke nû ya tesfiyeyê ku hêzên navneteweyî jî tê de cihê xwe digirin, xistine dewrê. Komploya Navneteweyî bi armanca dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û tesfiyekirina PKK’ê pêk hat. Niha tesfiyeyeke berfirehtir heye ku tevahiya gelê Kurd dike hedef. Tesfiyekarî bûye bela serê PKK’ê. Her çend car caran agirbest û rewşên bêpevçûn hebin jî, têkoşîna azadiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji sala 1984’an ve bi gelek tehrîkan re rû bi rû ma. Ji bo ku her hemleyeke PKK’ê bê pûçkirin, tesfiyekariyê di ser kom, kes an jî klîkan re xwe ferz kiriye. Her wiha vê tesfiyeyê gelek pratîkên ku xizmetê ji dijmin re dikin, hene. Ji qonaxa komê ya PKK’ê heta xiyaneta navxweyî ya Ferhat-Botan(Osman Ocalan-Nîzamettîn Taş) ku bi girtina serok Apo re partî kirin du parçe, gelek hewldanên tasfiyeyê hatin berterefkirin. Bê guman êrişên derve jî armanc dikin ku têkoşîna azadiyê ji hev bixin. Her cure êrişên dewleta Tirk, hewldanên rasterast ên rêxistinên mîna Gladyo û NATO’yê û pevçûnên cuda hebûn, her wiha Komploya Navneteweyî ku bû sedema girtina rêber Apo. Însiyatîfa tesfiyekar a niha ne tasfiyeyeke ji derve ya rêxistinekê ye yan jî ji derve ve hatiye ferzkirin. Tevgereke ku ji nava neteweyekê derketiye û li ser bingeha desteka derve, tevahiya neteweyekê dike hedef. PDK bi çalakî û daxuyaniyên xwe bûye tevgereke tesfiyeyê ya neteweyî. Ji bo ku ev tesfiyeya neteweyî bê dîtin, deşîfrekirin û pûçkirin divê hemû gelê Kurd bi hestiyarî tev bigere. Tesfiyeya neteweyî ya Kurd ku PDK temsîla wê dike; vîna xwe winda kiriye, erdnîgariya Kurdan ji dagirkeriya dijmin re vekiriye û bûye xeteke teslîmkar, noker-xayîn. Hewldanên provokatîf ên PDK’ê ku li gel her cure provakasyonên şer êrişî gerîlayên PKK’ê dike û komkujiyan dike, divê bên lêpirsînkirin. PDK dixwae çi bike û bi meşandina şer li dijî PKK’ê ku ji dewleta Tirk a faşîst re dibe piştgiriyeke mezin, dixwaze pêvajoyê ber bi ku ve bibe? Hewldanên provakatîf ên ku bang li PKK’ê dikin ku li dijî wan şer bike, ziyanê didin berjewendiyên neteweyî yên Kurdan û kêfa dijminan tînin. Hemû Kurdên ku berjewendiya gelê Kurd diparêzin, divê di vê qonaxa krîtîk a dîrokê de li dijî PDK’ê helwestê nîşan bidin. Rûdana pevçûnan dê nebe şerekî navxweyî yê Kurdan; di navbera xayîn, xeta tasfiyekar û xeta serhildêr de dê pevçûn çêbe. Dîroka PKK’ê di heman demê de dîroka têkoşîna li dijî însiyatîfên tasfiyekar e. Lê belê dê bi taktîkên xwe yên taybet li dijî tawîzên li ser qedera neteweyî ya gelê Kurd tê koşiya. PKK di vî warî de tevgereke xwedî tecrubeyeke mezin e. PDK bi dewleta Tirk re hewl dide YNK’ê bikişînin ser vê xetê û PKK’ê li Başûr sînordar bikin û heke pêkan be tesfiye bikin. Rola sereke jî dane PDK’ê. Niha jî PDK serkêşiya tasfiyeyê dike. Ev hewldana xiyanetê dê zirareke mezin bide destkeftiyên neteweyî û dê bibe valahiyek ku tevahiya Başûr, Rojava, Şengal û Mexmûr bikevinê. Divê ji niha ve pêşî lê bê girtin. Hewldanên ji bo tesfiyekirina gerîla lezandin û niha bere xwe didin êrişên tunekirinê yên fîzîkî. Jixwe hewl didin herêmên gerîla ji hev qut bikin. Lê belê bi saya nêzîkatiya PKK’ê negihaştin vê astê. Êrişa dawî ya li Xelîfanê kevirê dawîn bû. Hewldanên dijminane yên PDK’ê ji bo çar parçeyên Kurdistanê tehdîteke mezin in. Heke pozîsyona şer dewam bike, îhtimal heye ku di dema pêş de veguhere pevçûnekê. Encamên siyasî û leşkerî yên vê yekê dê bandorê li gelê me bikin. Divê were zanîn ku hemû gelê Kurd dê ji vê pevçûnê, ji tevgera tesfiyekar zirareke mezin bibîne. Gelekî girîng e ku hemû gelê me berê xwe bide lêgerînên pratîk û li dijî tasfiyeya PDK’ê ya ku hewl dide tasfiyeya neteweyî bike, bisekine. Divê tu carî rê nede tasfiyeya PDK’ê ku dê siberoja azad a gelê me tune bike û destkeftiyên wê ji holê rake. Bi taybetî divê gelê Başûr bi sekna xwe ya li cem gerîla, ku temînata jiyanî ya gelê Kurd e, tasfiyeyê berteref bike.