9 minute read

FEHED HEMÎD: ‘DIVÊ DOSYAYA FERMANÊ WERE VEKIRIN’

FEHED HEMÎD: ‘DIVÊ DOSYAYA FERMANÊ WERE VEKIRIN’

A:ÊZDÎN ŞENGALÎ

Advertisement

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd yek ji wan kesan e ku di fermana 2014’an de di bin êrîşên DAIŞ’ê de li Çiyayê Şengalê maye. Fehed Hemîd dixwaze ji bo fermanê dadgeheke navneteweyî were danîn û vê bangawaziyê dike:“Divê dosyaya fermana Şengalê were vekirin. Lazim e ev dosya were vekirin û ji herkesî li gor berpirsyariya wan hesap were pirsîn”. Di 2014’an de beriya ku DAIŞ berê xwe bide Çiyayê Şengalê destpêkê Mûsil, Telafer û Baac hedef girt. Piştî şikestina van bajaran DAIŞ xwe gîhand hawîrdora Çiyayê Şengalê. Wê demê artêşa Iraqê êdî li herêmê nemaye, tekane hêz a serwer PDK ye. DAIŞ her ku diçe xwe nêz dike, ji Tilbenat heya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir, seranserê mintiqeyên Êzidiyan dikeve dorpêça DAIŞ’ê. Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd bi van gotinan xan rojan tarîf dike:“Ne şev hebû ne jî roj ji bo Êzidiyan” .

ye lê dest danîn ser çekan’

Bi tirs û fikara dorpêça DAIŞ’ê, Şengalî berê xwe didin berpirsên PDK’ê da ku daxwaza parastinê ji wan bikin. Dema Êzidî serî li pêşmergeyan didin vê bersivê digirin “Şengal dilê me ye, Şengal dilê Kurdistanê ye. Kurdistan bişkê, Şengal naşkê.” PDK’ê vê bersivê dide Êzidiyan lê rastiya rewşê Fehed Hamid wiha tîne ser ziman:“Êzîdiyên di nav artêşa Iraqê de, hinek ji wan 100 km. dûrî Şengalê bûn. Ji bo berxwedan û parastina Şengalê dihatin û sîlehên xwe dianîn. Asayîşa PDK’ê ev sîleh ji Êzidiyan digirtin. Ev wekî xiyanetê bû. Mezinên Êzidiyan diçûn digotin DAIŞ nêz bûye, digotin biçin tiştek nîne”.

’Bi hezaran pêşmerge bi carekê re çûn’ Nîvê şevê êrîşa DAIŞ’ê li Girzerik û Sîba Şêx Xidir destpê kir. Civaka Êzidî rabû, her yek çi sîleh pê re hebû derxistin, li ber xwe dan. Bi taybet Girzerik û Sîba Şêx Xidir. Berxwedana gel bi saetan berdewam kir. Lê pêşmergeyên ku diviya li hemberî êrîşan Şengalê biparêzin bi carekê re wenda bûn. Fehed Hemîd wiha berdewam dike:“Sibe saet 6 me dît ne pêşmerge ne asayîş nîne. Bi milet re qewet nema, ji bo sîlehan cebilxane nema. Şehîd û birîndar çêbûn ji milet. Malbat neçar man ber bi Çiyayê Şengalê ve çûn. Ji mintiqa Qaniya Evdê, Zoman, Qizilkent, Gabara, ji Sikêniyê heya Heyalê, milet li seranserê Çiyayê Şengalê belav bû. Digotin wê saetek şûn ve qewet bê, sîleh be, dinya û alem dê were alîkariya we lê kesek bi me ve nehat”.

‘Hem DAIŞ hem pêşmerge rê li ber gel girtin’ Ji ber ku pêşmerge dest ji Şengalê berdan û hêza gel têrî şer nekir, ji bo parastina malbatên xwe li seyareyan siwar bûn da ku xwe bigihînin cihên ewle. Pêşmergeyên ku li ber xwe nedan vê carê jî rê li ber Êzidiyan girtin û nehiştin bilivin. Fehed Hemid rêgirtina li ber gel û encamên vê rêgirtine wiha tîne ser ziman:“Seytera gundê Hemê asayîş tê de bû, ew xwe baş nas dikin, nedihiştin xelkê

Girzerik û Rembosî derbas bibin. Ne tenê DAIŞ, seyterên PDK’ê jî rê li ber milet girtin. Seytera Qendîlê jî, herkes jî dizane her du seytere bi zanebûn rê li ber milet digirtin û herkes dizane ew kî ne. Seytere rê digirt, milet kom dibû, heta DAIŞ were bigihe wan. Nedihiştin milet biçe lê li milê din qewetên wan diçûn. Quwetên pêşmerge û asayîş beriya milet çûn. Eger ji milet 10 çûbe, ji pêşmergeyan 100 tirêmpêl çûne. Ji ber ku rê li ber milet hat girtin, milet nekarî biçe, bi hezaran kes li wir ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin girtin. Bi hezaran şehîd çêbû, bi hezaran ketin destê DAIŞ’ê”.

‘PKK’ê beriya fermanê hişyarî da’

Fehed Hemid dibêje dema ferman li ser wan rabû, piştevaniya ku behsa wê dihat kirin tenê li ser ziman ma û gotinê tînê ser gerîlayên PKK’ê ku çûn hawara Êzidiyan. Hemid dibêje beriya fermanê bi heyvekî PKK’ê hişyarî daye wan da ku amadekariyên berxwedanê bikin û wiha pê de diçe:“Ciwan hişyar kirin, hinek jî derbasî Rojava bûn, ji bo perwerdehiya parastinê. Komên ji 50 kesan derbas dibûn. Demeke perwerde dikirin û vedigerandin. Eger rê ji hevalan(PKK) re hatiba dayîn dê li seranserê Çiyayê Şengalê parastin heba. Hevalan moral dida gel. Her hevalek, bi dehan xort pê re radibûn. Lê ji aliyê asayîşa pêşmergeyên PDK’ê ve ev hate astengkirin. Komeke heval bi veşartî, bi awayek sivîl derbasî Çiyayê Şengalê bûn”.

‘Gerîla ji çiya av berda geliyan’

Fehed Hemid di bîranînên xwe yên fermanê de mînakek balkêş jî tîne ser ziman ku zêde nayê zanîn. Ji koma gerîlayên PKK’ê 2 kes diçin Serdeştê û ji bo tedbîrên pêwîst bi gel re dicivin. Hemîd bi xwe jî di wê civînê de ye. Hemîd armanca vê civînê wiha radigihîne:“Heval projeyek pêşkeş kirin ku ava li serê Çiyayê Şengalê heyî, ji bo milet berdin geliyan. Ev proje heya astekî pêk anîn jî. Ji Sîba Xidir Tehla bi tankên avê û sondayan av gihandin heya Textê Kelehê û Geliyê Dilopkê. Ez bi xwe jî dema fermanê, hefteyek li ser wê avê me jiyan kir. Lê mixabin astengî li wan hate kirin, PDK’ê nehêşt ev proje li seranserê Şengalê pêk were. Eger pêk bihata, encamên fermanê ewqas giran nebûya”.

‘Beriya herkesî heval bi Êzidiyan ve hatin’

Roj bi roj hejmara gerîlayan zêde dibe û bi gel re tevdigerin. Tiştê herî esas û lezgîn rizgarkirina gel ji êrîşên DAIŞ’ê ye. Ji ber vê destpêkê di nav Digure û Dahola de korîdor hate vekirin. Bi sedhezaran kes ji wê korîdorê derbas bûn û ji destê DAIŞ’ê xilas bûn. Fehed Hemed ji bo wan rojan dibêje:“Beriya her kesî heval bi Êzidiyan ve hatin. Ev başiya wan kete dîrokê de ku beriya her kesî mudaxale kirin û Êzidî xilas kirin.”

‘PKK hêzeke navneteweyî ye’ Hin derdor, ji bo berxwedana gerîlayan berevajî bikin û rûreşiya xwe jî veşêrin dibêjin PKK ji ber pere û sîlehan hatiye Şengalê. Fehed Hemîd wiha bersiva van derewan dide:“Bi nêrîna min hêza PKK hêza navneteweyî ye, ne hêzeke ji rêzê ye. Tiştekî normal e ku têkiliyên wan ên diplomatîk bi derdorên cûda re hebin. Tu febriqeya wan nîne ku sîlehan çêkin. Tiştekî normal e ku ji xwe re sîlehan peyda bikin. Ji serê Çiyayê Şengalê heya Qendîlê, ji Bexdayê

Hinek hene, bi sedan şahid hene ku DAIŞ’î ne, niha di dewletê de bûne mesûl. Însanên bi DAIŞ’ê tevgeriyane, di bêrika wan de nasnameya DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan şer kirine, niha li Iraqê wekî şehîd tên hesabê û mafên şehîdan digirin

heya Ewropayê têkiliyên wan heye. Li ber çavê min hêzeke navneteweyî ye. Eger em werin rastiyê, ji bilî PKK’ê me kes nedît li ser erdê şer kirin. Yên bi me ve hatin, em xilas kirin PKK bû. Ê ku pîr, kal, yên di geliyan de mayî, li ser pişta xwe birin û gihandin Çiyayê Şengalê ew bûn. Ev tişt jî nayê jibîrkirin. Di dîrokê de tê nivîsandin. Ev heqîqet e”.

‘Heval û xortên Êzidî bi hev re Çiyayê Şengalê parastin’ Fehed Hemîd destnîşan dike hêzên ku beriya fermanê li Şengalê bûne hemû derdorê li Êzidiyan kirin dijmin, herêmê kirin wekî agir û di dawiyê de jî Êzidiyan firotin. Hemîd bi taybet polîtîkayên PDK’ê bi tundî rexne û şermezar dike û wiha dibêje:“Hêza PDK’ê jî weke hêzeke Kurdî dihat zanîn, wan em firotin. Lê PKK jî hêzeke Kurdî bû ku xwedî li

me derket. Ev başî di dîrokê de hatiye nivîsandin. Herçî mirovê Êzidî yê rastiyê bêje, wê vê gotina min bêje. Dema korîdor vebû, zêdeyî 100 hezar insan di bin parastina wan de derbas bûn û xwe xilas kirin. Em jî nêzî 700 malbat li Çiyayê Şengalê man û derneketin. Beriya dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî, hevalan 7 kamyonên mezin erzaq ji Rojavayê Kurdistanê anîn û li serê Çiyayê Şengalê li miletê belav kirin. Beriya dinya û alemê ew hatin.” Bi hatina gerîlayan ve, ciwanên Êzidî jî hêdê hêdê têne rêxistinkirin. Sîlehên li derdorê dihatin komkirin, gerîlayan perwerdehiyên demkurt didan ciwanan û tevlî refên berxwedanê dikirin. Bi gotina Fehed Hemîd “Heval û xortên Êzidî bi hev re Çiyayê Şengalê parastin”.

‘PDK’ê çawa firot wisa jî ji DAIŞ’ê kirî’ Fehed Hemîd gotinê tîne ser sala

Divê dosyaya fermana Şengalê were vekirin, sedemên vê fermanê çi bûn, kî bû berpirsyar ku parastin çênebû

2015’an ku PDK çawa bêyî bi DAIŞ’ê re şer bike car din vedigere herêmê û wiha pê de diçe:“Bakurê Çiyayê Şengal, ji Rabîa heya Sinûnê, çawa beriya fermanê PDK’ê firotibû çeteyên DAIŞ’ê, bi heman şeklî di 2015’an de PDK’ê ji DAIŞ’ê kirî. Ji Rabîa heya Sinûnê di 4 saetan de hate rizgarkirin! Tu xisar nebû, kuştin nebû, birîndar nebû. Tenê DAIŞ vekişiya û PDK hat herêmê.”

‘Çima piştgiriya vegera Şengalê nayê kirin’

Niha di ser fermana 2014’an 7 sal derbas bûne. Fehed Hemîd dibêje di nav van salan de di serî de hikumeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan, tu hêz bi rastiya fermanê nêzî Şengalê nebûne û Şengalê ji ser guhê xwe ve avêtine. Hemîd destnîşan dike ku di nav van salan de bi hezaran malbat bi derfetên xwe ve vegeriyana Şengalê, ne hikumeta Iraqê ne jî saziyên girêdayî tu alîkarî nedane û vê pirsê dike “Bi sedhezaran koçberên me li kampan e, çima piştgirî nayê kirin ku vegerin ser axa xwe”.

‘Divê dosyaya fermanê were vekirin’ Fehed Hemîd mijarê tîne ser hêzên ku ji fermanê berpirsyar in jî. Hemîd dibêje di serî de hikumeta Iraqê

û pêşmergeyên PDK’ê ji fermana Şengalê berpirsyar in û ji bo hesabpirsînê vê bangawaziyê dike:“Divê dosyaya fermana Şengalê were vekirin, sedemên vê fermanê çi bûn, kî bû berpirsyar ku parastin çênebû. Lazim e ev dosya were vekirin û ji herkesî li gor berpirsyariya wan hesap were pirsîn”.

‘Hebûna Êzidiyan di Peymana 9’ê Cotmehê de nîne’

Fehed Hemîd balê dikşîne ser ku li şûna dosyaya fermanê were vekirin û hesap were dayîn, hikumeta Iraqê bi Hewlêrê re peymana 9’ê Cotmehê îmze dike û wiha berdewam dike:“Hebûna Êzidiyan di nav vê peymanê de tune. Peymanek bê Êzidî li ser Êzidiyan e. Êzidî nekirin aliyê vê peymanê. Gerek tu peymanekî çêkî ji bo kesên wenda, ji bo qurbaniyên gorên komî. Komîteyeke çêbike, hestûyên wan şehîdan di çeperên şer de peyda bikin, hêdî hêdî wenda dibin. Kî berpirsyariya vê dike. Hun çima peymanek çênakin ku mafê Êzidiyan were girtin, qanûnên jenosidê pêk bên. Ji van tiştan re hun kerr û kor in. Lê ji bo berjewendiyên şexsî hun peymanan çêdikin, ev nayê qebûlkirin. Em wekî miletê Êzidî van şaşiyan qebûl nakin” .

‘Ji bo Êzidiyan dadgeheke navneteweyî were danîn’ Hemîd di dawiya nirxandinên xwe de balê dikşîne ser polîtîkayên cezakirina Êzidiyan yên hikumeta Iraqê û van mînakên balkêş dide:“Hinek hene, bi sedan şahid hene ku DAIŞ’î ne, niha di dewletê de bûne mesûl. Însanên bi DAIŞ’ê tevgeriyane, di bêrika wan de nasnameya DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan şer kirine, niha li Iraqê wekî şehîd tên hesabê û mafên şehîdan digirin. Lê Êzidiyên şehîd ên fermanê, mafê yek şehîdê nehatiye qebûl kirin. Li hemberî vê rewşê Êzidiyek giliyê bike, nayê şopandin. Di ser de niha emrê girtina Êzidiyan tê dayîn. Heta hinek Êzidî hene

hêzên ku beriya fermanê li Şengalê bûne hemû derdorê li Êzidiyan kirin dijmin, herêmê kirin wekî agir û di dawiyê de jî Êzidiyan firotin

dixwazin îdam bikin. Em pirs bikin, ka mafên mirovan, ka hikumet, ka Neteweyên Yekbûyî? Çima bêdeng in, çima rastiyê nabêjin? Pêwist e ji bo Êzidiyan dadgeheke navneteweyî were vekirin, eger ne dadgeheke navneteweyî be, em mafên xwe nastînin. Divê Êzidî parastina xwe bikin”.

This article is from: