18 minute read

DI SEDSALA 21 AN DE CÎNOSAYDA LI SER CIVAKA ÊZIDÎ

SUHAM ŞINGALÎ

Civaka Êzidî yek ji civakên herî kevanra ku li ser xaka zêrîn ya mezobotamiya bi hezarên salan jiyan kiriya. Civaka Êzidî ku xwedî dîrok, çand, bawerî û olek kevnara di dirokê de 74 caran ru bi ruy fermanan hatiya. Bi dehên caran Êizdî ji cîh û warê xwe kocber bune û welatê wan hatiya dagirkirin. Mînakê vê yekê jî welatê Xalta yê Bakurê Kurdistanê ya. Fermanên ku di dîrokê de hatina jiyan kirin bi destê Osmaniyan, Farsan û eşîrên ereban hatina çêkirin. Di van fermanan de çand, bawerî û erdingariya civakê hatiya hedef girtin. Dîl girtina keç û jinan wek xanimyat, talankirin, wêrankirin û qetilkirin bi dehên caran hatiya jiyan kirin. Desthiladar û dagirkeran timî çav berdana welatê me yê bi berhem û xaka bi berket, ji bone ku xwe li ser xaka me bi cih bikin bê navber ferman, komkujî, talan û wêrankirin pêkanîne. Demê behsa civaka Êzidî tê kirin ferman tê bîra mirov. Herî dawî fermana 3 Tabaxa 2014 an ya li ser Êzidiyên Şingalê. Şingal qezayek ser bi parêzgea Musilê veya. di aliyê erdingariyê de Şingal 125,8 km dikeva rojavayê Musilê. Herêmek ciyayî ya ku dinava deşta Nînova de cîh digrê. Ciyayê Şingalê bi temamî 1463m bilinda û 1000 km jî dirêja. Her weha erdingariya herêma Şingal bi giştî 2,928 km koşe mezina.

Advertisement

Şingal herêmek ciyayî ya ku bi xwezaya xwe tê naskirin

Hemû nebat û dar lê şîn dibin. Bi hezarên salaya ku civaka Êizdî bi çand û baweriya xwe li ser vê xakê jiyan dike. Civakê Jiyana xwe bi awayek xwezayî, wek cotkarî û pez xwedî kirinê domanidiya. Şingal di aliyê civakî û xwezayî de dewlemediyak xwe ya mezin heya. Taybetmendiyê vê erdingariyê ewe ku civak û baweriyên cuda jî dikarin lê jiyan bikin. Lê Şingal ji dîrokê û heya roja îro herêmek yê Êzidiyana, piranî civaka Êzidî li herêma Şingal jiyan dike. Lê belê Şingal di her demê de hembêza xwe ji bawerî û civakên cuda re vekiriya. Di dîrokê de glek malbatên ji bawerî û olên cuda wek Mesîhî, Kakayi, Xiristiyan, Misilman û hwd ji ber şer û sedemên cuda kocberî Şinalê bune û xwe parastine. Civaka Êzidî ew bi nan û xoya xwe mezin kirina û di nava xwe de hewandina.

Şingal di pêvajoya berî fermana 74 an de Piştî ruxandina sistema Sedam Hisên ji aliyê Emerîka ve, di sala 2003 an de, siyaset û rewşa îraqê ket merheleyak nû. Di wê demê

Kerkuk, Şingal, Sihêla û gelek herêmên din wek herêmên bi nakok dihatin dîtin. Li ser rewşa van herêman hikumeta Îraqê bi Emerîkan re di nava niqaşan de bû. Ji bona peydakirina çareseriya van herêman di sala 2005 an de madeya 140 fermî ket desturê Îraqê. Ev herêm wek herêmên bi nakok di navbera Hikumeta Îraqê û herêma Kurdsitan hatin dest nişan kirin. Ji ber vê yekê îdare û parastina Şingal ya beriya fermanê demkî bû. Ne hikumeta îraq ne jî ya herêma Kurdistan xwe li bermberî Şingal û civaka Êzidî berpirsiyar nedidîtin. Ev yek bu sedem ku li sala 14-08- 2007 an de Teqîna Til Ezêr û Sîba Şêx Xidir ru bide. Ji wê demê de diyar bu ku Şingal bê parastina. Beriya sala 2014’ an Daişê bi sala xwe li Îraqê deverên wek Enbar, Feluca û

Li 10-06- 2014 an çeteyên Daişê bi êrîşek berfirah bajarê Musilê bi temamî girtin. Piştî wê bi du rojan ketin bajarê Tilaferê. Şingal 125,5 km dikeva rojavayê Musilê, Her weha 54,5 km di navbera Bajarê Tilafer û Şingalê deya

Geyara de bi rêxistin dikir û gelek caran êrîş pêk tanîn. Di pêvajoyek wisa hesas de Şingal herêmak bi nakok û bê parastin bû. Civaka Êzidî di wê demê de na şiyar bu, ji ber ku ji siyasetê hatibû durxistin. Metirsî pir zêde hebû û li ber çavan bû lê civak bê pêşeng û çareserî bû. Di heman demê de civak dihat xapandin.

Bi ketina Musilê re Daişê hêza xwe dît, ku dikara êrîşî her deverê bike Li 10-06- 2014 an çeteyên Daişê bi êrîşek berfirah bajarê Musilê bi temamî girtin. Piştî wê bi du rojan ketin bajarê Tilaferê. Şingal 125,5 km dikeva rojavayê Musilê, Her weha 54,5 km di navbera Bajarê Tilafer û Şingalê deya. Beriya 3-082014 an gelek çaran Daişê xwest êrîş bîne ser Şingalê û herêm ji her

alî ve xistibû dorpêçê. Di wê wextî de gaz, xaz û ceyran bi temamî li ser herêma Şingal hat qutkirin. Herêm di nava metirsiyak mezin debu. Di wê demê de pêşmergên PDK li nava civakê digeriyan û silahên gel jê distandin, ji bone ku nikaribin parastine xwe bikin. Vê yekê diyar dikir ku PDK bi Daişê re li ser qirkirina civaka Êzidî li hev kiriya. Beriya ku ferman ru bide,bi dehên caran pêşmergên PDK ji civakê re gotin ku, (êzidî koka kurdîniyêne emê Şingalê biparêzin netrisin). Beriya fermanê bi çend rojan Daişê xwest ku ji navçe (Nahiya) Rebîa ku 86,7 km durî bajarê Şingalê ya êrîş bikin. Di wê demê de PDK bi Daişê ra cardin li hev kir ku ji aliye Rabîa ve êrîş nekin, ji bone ku pêşmerga bikaribin di rêka Rebîra re biravin. Ger ku êrîş ji aliyê Rebîa ve hatibe çêkirin, riyekî ku pêşmerga têra birevin nedima.

Xortên Êzidî li gund û bajarê xwe di satiran de nubeta xwe digirtin Li 3 Tabaxa 2014 an,di seat 3 şevê de Daiş ji bajarê Beac ku 33,8 km durî Şingalê ya dest bi êrîşê kir. Şerekî mezin li gundê Girzerik, Til Ezêr û Sîba Şêx Xidir ru da. Ji seat 3 şevê heya 7 seharê bê navber şer di navbera xortên Êzidî yên di satiran de û Daişê dewam kir. Xortên Êzidî bi çekên sivik li beramberî top û silahên giran yê Daişê berxwedaniyak mezin dan meşandin. Roja 3 Tebaxê fermaana 73 dest pêkir. Di roja fermanê de 7000 pêşmergên PDK di seat 9 seharê de hemû hêza xwe li bajarê Şingal û nahiya Sinunê kom kirin. Bêy ku yek fîşekê biteqînin Şingal teslîmî

Di encamê fermanê de bi hezaran keç, jin, zarok, xort pîr û kal ketin destê Daişê. Bi sed hezaran gel ji axa xwe koçberbun. Keç û jinên ciwan di bazarn de hatin firotin, zarok ji xwere birin û ji daykên wan qut kirin, xot û mêr jî kuştin

Daiş kirin. Bi tank û topên xwe beriya gel reviyan û çûn. Gel bê parastin ma, bi sed hezaran gel ji bone ku parastina xwe bikin, berê xwe dane ciyayê Şingalê, Gelek jin, zarok, pîr û kal ji tîn û nêzan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan keçên ciwan xwe ji zinaran avêtin, demarê destê xwe birîn da ku dîl nekevin destê Daişê.

12 siwariyan destana qehremaî nivîsandin

Di roja fermanê de 12 siwariyên HPG Û YJASTARÊ li Şingalê bûn. Her 12 siwariyan şer kirin û hewil dan ku gel biparêzin. Gel ji berxwedana Siwariyan hêz û moralek mezin gir. Demê ku gel dît hêzek heya ku şer dike, wê demê tirsa mirinê ya nemanê li ser çavên wan rebû. Li 4 Tabaxê Gerîlayên HPG û YJASTARÊ, YPG û YPJ ji ciyayên azad û Rojavayê Kurdsitanê berê xwe dane Şingalê û mudaxla fermanê kirin. Şervanên azadiyê bi hezaran gel ji komkujiyê rizgar kirin û rê li ber qirkirina li ser civaka Êzidî girtin.

Dîl girtine keç û jinên Êzidî birînekî ku nayê derman kirine

Di encamê fermanê de bi hezaran keç, jin, zarok, xort pîr û kal ketin destê Daişê. Bi sed hezaran gel ji axa xwe koçberbun. Keç û jinên ciwan di bazarn de hatin firotin, zarok ji xwere birin û ji daykên wan qut kirin, xot û mêr jî kuştin. Her weha bi sedan pîr, kal û zarok li ciyê ji tîn û nêzan jiyana xwe ji dest dan. Daişê li herêma Şingalê bi dehan kumkujî pêk anîn. Keç û jinên ku dîl ketin nava lepên hovên Daişê rastî, tecawiz, şidad û qetilkirinê hatin. Di fermanê de herî zêda jin bu qurbanî, ji ber ku di şexsê jin de xwestin çand, bawerî û ola civaka Êzidî qir bikin û ji holê rakin. Daişê êrîş bir ser baweriya û çanda civaka Êzidî, ji ber wê keç û jin girtin, mezargeh û cihên pîroz teqnadin û xira kirin.

Hya neha çaranusa bi hezaran keç, jin, zarok û xortên Êzidî ne diyara Ferman 73 bu dersek dîrokî ji bone civaka Êzidî. Bi sedan Êzidiyên ku xwe li ciyê sipartin û dev ji ax û ava xwe berneda.Bi îradeyak mezin li berxwedan û hêza xwe avakirin. Ji bone pêşîgirtina li fermanan bi fikir û ramanê Rêber APO civaka Êzidî xwe di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de bi rêxstin kirin. Ev yek jî encamê berxwedanî û mudaxleya Şervanên azadiyê yên Rêber APO bû. Ji bone paras-

tina Şingal û civaka Êzidî geîlayên HPG û YJASTAR, şervanên YPG û YPJ bi hezaran şehîd dan. Bi saya van şehîdan îro Şingala azad xweseriya xwe dixwezê. Civaka Êzidî ji fermanê dersa xwe parastin û xwe bi rêvebirinê girt û li ser vî esasî xwe bi rêstin dike. Civaka Êzidî xwedî mafekî rewya ku xweseriya xwe ava bike. Ji xwe civaka Êzidî di çadn û baweriya xwede xwesera, na weke tu civakên dine. Ji ber vê yekê jî xweserî û jiyanek azad mafê meya. Êzidî nikarin ku careaka din çarenusa xwe bixin destê hinekî din de, kengê bixwezibin me qir bikin.

Ferman bi dawî babûya, hîna dewam dike

Êrîşên li ser rêxstin, hebun û îadeya civaka Êzidî bi taybet hedef girtina pêşengên civaka Êzidî berdewamiya fermanê ya. Hedef ji hevpeymana 9 cotmehê, êrîşên balafirên dewleta Tirk û herî dawî jî êrîşêa Artêşa Îraqê li ser civaka Êzidî ya li Şingal, tune kirina îrade û rêxstina civaka Êzidî ya. Ev berdewamiya fermanê ya. Di vê hefiyê de civaka Êzidî li Şingalê rastî du êrîşan hat, dewleta Tirk ji hewaî êrîş kir Artêşa Îraqê jî ji bejahî êrîş kir. Ev herdo êrîş di pêvajoya salvegera 7 mîn ya fermana 74 an de pêk hatin. Ev diyar dike ku hîna ferman ji her alî ve dewam dike, ji destê wan werê tişa ku Daişê bi sere civaka Êzidî de nekiriya ewê bikin. Ji ber ku bi hemû hêza xwe tên ser nirx û destkeftiyên civaka Êzidî. Lê xelkê Êzidî êdî şiyara û dikarê parastina xwe bikê. Li bermberî hemû cureyên fermanê xwe bi rêxstin dike.

Êzidyaên kocber di fermana sipî û helandina çandî re derbas dibin

Li ser Êzidiyên kocber bune tê meşandin. Êzidiyên ku li kampên başur bi rezaletî jiyan dike, nikarin vegerin warê xwe û li ser axa xwe jiyan bikin. Civak ku bi keda destê xwe jiyana xwe bi salan domandiya îro destê xwe vedike. Civak ji çada xwe ya kedkarî tê durxstin ji çand, bawerî, irif û adatên xwe têna durxistin. Bi taybet Êzidiyên ku kocberî diyaspora buna, di asmlasyonê re derbas dibin. Ji bone ku destkeftî, çand, dîrok û baweriya qedîn ya Ezdatiyê werê parastin, divê civaka Êzidî li warê xwe vegerê û Şingala pîroz ava bike û biparêza.

FARIS HERBO: PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ FERMANÊKÎ DIYE DI SER GELÊ ME

IRAQ PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ LI ÊZIDIYAN FERZ DIKE

Di hevdîtênêkî bi berdevkê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo li ser hevdîtinin dinavbera rêveberiya xweser a şengalê û dewleta tirk destnîşan dike kû wan wekî îradeya Şengalê diyalogê esas digirin, lê Bexda jî, peymana 9’ê Cotmehê li ser Êzidiyan ferz dike. Herbo li ser êrişin dewleta tirk jî li ser destketiyên gelê me jî dibêje; di navbera dewleta tirk û dewleta îraqê li hevkirinê heye û êirşa tirka li ser hemî ax û gelin iraqê ye. A: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

* Gelo di van demin dawî di helwesta rayedarin iraqê ti gohertin çê buye, taybetî ji di meseleya moxateb giritina civaka êzidî de?

- Me wekî civaka êzidî ji bo ku ji saziyên fermî yên Iraqê pere bigirin û bibin karmendên xwe şerê DAIŞ’ê nekirine. Wekî civaka Êzidî em dixwazin pêşerojeke me ya siyasî , îdarî, çandî hebe. Em vê dixwazin. Em maeşan naxwazin. Me ji bo maeşan şehîd nedane. Eger hiquqa civaka Êzîdî neyê qebûl kirin, wê demê em pirs bikin em çima li vir jiyan dikin?. Di navbera rêveberiya xweser û hikumeta navendî di meha Heziranê de gelek hevdîtin çêbûn. Du caran hevdîtin bi komisyona bilind a ku ji hêla hikumetê ve hatiye avakirin re çêbû. Di wê komisyonê de Ewlekariya Niştimanî, Ewlekariya Netewî, Fermandariya Operasyonên Giştî, ev her sê saziyên ewlekariyê yên esasî hene. Carekê nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) jî amade bû. Me bi NY’ê re li Şengalê jî hevdîtin çêkirin. Hevdîtinên me li Kerbela jî çêbûn. Di hevdîtinan de me daxwazên xwe da xuyakirin ku em wekî miletê Êzidî dixwazin di warê siyasî, îdarî, ewlekariyê de rêveberiya xwe bikin. Ji bo çareseriyê, dewleta Iraqê heya niha pêş de gav neavêtiyê. Nexwestiye ku bi şiklekî demokratîk ev pirsgirêk çareser bibe. Her tim me xwestiye bi diyalogê meselê çareser bikin. Bêyî ku hêzên cûda tesîr bikin me xwestiye bi Iraqê re çareser bikin. Lê di hevdîtinên dawî de jî gotin çi dibe bila bibe divê hun peymana 9’ê Cotmehê qebûl bikin. Ruxmê ku gel vê peymanê red dike, car din jî dixwazin li ser milet ferz bikin”.

* ger dewlet di biryara xwe de bi israr bê, di pêşerojê de çi bi xwe re bînê?

- Eger hikumeta Iraqê pirsgirêkê bi şêwaza demokrasiyê çareser neke dê wekî li Diyala, Xaneqîn û Kerkûkê, pirsgirêk û alozî kûr bibin û eger pirsgirêk bi awayek demokratîk çareser bibe wê demê dê Şengal ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê bibe mînak û model. Me ne li dijî hebûna dewleta Iraqê ne, lê pirsgirêk ew e ku hikumeta Iraqê mafê gelê Êzidî înkar dike. Dema me li vir şer kir dewlet ne li vir bû. Me wekî hemwelatiyên Iraqê şer kir. Lê niha dewlet dixwaze sazî û însanên girêdayî xwe ava dike û dixwaze her tişt di

xizmeta siyaseta wan de be. Em li hemû parezgehên Iraqê binêrin, li her cihê ku dewletê sazî û dezgeh ava kirine, nakokî tê de hene. Helwesta me ya berê li hemberî Peymana 9’ê Cotmehê çi be em hê jî xwedî heman helwest in. Em ji diyalogê re vekirîne, dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Lê eger Iraq di ya xwe de israr bike dê wisa çareser nebe. Bi rengê çareseriyê nêzîk nabin, bi rengê xwe ferzkirina li ser gel nêzîk dibin. Ev jî ji milê me ve nayê qebûl kirin. di kesayeta Rêveberiya Xweser de, dixwazin civaka Êzidî hemû vê peymanê qebûl bike. Ev yek bi siyaseteke şerê taybet li ser îradeya civaka Êzîdî tê meşandin. Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an li ser daxwaza dewleta Tirk hatiye morkirin lê ji ber berxwedan û sekna civaka Êzidî heya niha biserneketiye. Iraq dibêje em dewletekî federal û demokratîk in. Li gor destûrê jî wisa ye. Îro birayên me yên Mesîhî, Şebek, Tirkmen, Kurd, Sûnî, Şîa, mafê xwe yên siyasî, civakî, îdarî, perwerdehî û ewlekarî girtine, xwedî maf in. Bi xwe îdareya xwe dikin û em jî destek dikin ku her netew mafê

Bêyî ku hêzên cûda tesîr bikin me xwestiye bi Iraqê re çareser bikin. Lê di hevdîtinên dawî de jî gotin çi dibe bila bibe divê hun peymana 9’ê Cotmehê qebûl bikin

xwe bigire. Lê ji bo Êzîdiyan çima qedexe ye? Eger di destûr de heye tu çima mafên Êzidiyan nadî, çima ji Êzidiyan re qedexe ye lê ji yên din re serbest e?

* Di peymana 9 ê cotmehê de behsa hêzin ewlekarî tê kirin û hewl tê daîn kû pirsa şengalê wekî pirsêkî emnî bê çareserkirin, gelo armanca wan ji vê yekê çiye?

- Di nava peymana 9’ê Cotmehê de behsa ewlekariya hindir û derve ya Şengalê tê kirin. Me ji bo ewlekariya hundir xwest, hêzeke girêdayî Rêveberiya Xweser cih bigire. Bila ev hêz jî bi dewleta Iraqê ve girêdayî be, li ser vê mijarê gelek diyalog çêbûn. Me xwest fermandarî li cihê xwe bimîne, lê di heman demê de girêdayî Rêveberiya Xwser be. Gelekan xwest asayîş were belavkirin, heta niha encameke ku gelê me pê razî be, derneketiye holê. Pirsgirêka Şengalê siyasî ye. Ewlekarî jî beşek e û di nava wê de cihê xwe digire. Pêwîst e pirsgirêka Şengalê, weke pirsgirêkeke siyasî were çareserkirin û statuyeke Şengalê hebe. Di peymana 9’ê Cotmehê de, pirsgirêka Şengalê weke pirsgirêkeke ewlekariyê dîtine, lê ev ne rast e. Jixwe, şaşîtiya herî mezin ew bû, lê pirsgirêka Şengalê, pirsgirêkeke siyasî ye. Ewlekarî jî beşeke û di nava wê de cihê xwe digire. Pêwîste pirsgirêka Şengalê, weke pirsgirêkeke siyasî were bidest

giritin û çareserkirin û statuyeke Şengalê hebe. Dema ku sitatu dan, wê saziyên me hemû, û bi giştî Rêveberiya Xweser were qebûl kirin.

* li hember vegera penaberan çi astengiyan heye, yan jî jibo kû penaber vegerin cih û ware xwe divê çi bê kirin?

- van mehên bihûrî Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku divê di nava mehekê de hemû wargehên penaberan ên Başûrê Kurdistanê werin valakirin û penaber li warên xwe vegerin, Lê piştre Wezîrê Karê Hundir yê Herêma Kurdistanê derket û got, ev yek çênabe, biryareke siyasî ye û em qebûl nakin. Yanî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, esas PDK, penaberan bi rêya dosyayeke siyasî li hemberî Iraq û civaka Êzîdî bi kar tîne. Hikûmeta Herêmê dixwaze di dema hilbijartinan de û di warê aborî de feyde jê bigire. Di encamê de 200 hezar mirov ji bazara Başûr kel û pelan dikirin, ji bo vê jî aboriyek derdikeve holê. Ya

Eger hikumeta Iraqê pirsgirêkê bi şêwaza demokrasiyê çareser neke dê wekî li Diyala, Xaneqîn û Kerkûkê, pirsgirêk û alozî kûr bibin û eger pirsgirêk bi awayek demokratîk çareser bibe Şengal bibe mînak û modelêkî çareseriyê

din jî saziyên alîkariyê hene, ew sazî alîkariyê dişînin ji wan wargehan re, Lê di vir de jî Hikûmeta Herêmê li feydeya xwe digere.

* Dewleta tirk nêzî sê mehe êrişin destketiyên gelê me dikin, gelo hûn van êrişan û niyeta giştî a dewleta tirk çewa dinirxînin?

- operasyonên dewleta Tirk bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê tê kirin. êrîş ne tenê li hemberî gerîla û PKK’ê ye her wiha di şexsê gerîla de li hemberî hemû civaka Kurd, deskeftiyên Kurdistanê, Şengalê û her wiha li hemberî xaka Iraqê û gelên Iraqê ye jî. Dewleta Tirk behsa plana 2023’yan dike. Dewleta Tirk dixwaze heya 2023’an hinek mintiqeyên stratejîk li Iraqê bi dest bixe, bike aîde xwe û çeteyên xwe li van mintiqeyan ava û bi cih bike. Dixwazin piştî ku dema Peymana Lozanê xilas be karibin vê mintiqê tevlî xwe bikin”. Ev deskeftiyên ku îro li Başûre Kurdistanê hene, ne tenê malê PDK’ê ne. Ev deskeftî malên gel e. Gelê Başûrê Kurdistanê bi sedhezaran şehîd dan ku karibin hebûna xwe ya siyasi di statuyekê de biparêzin. Bi taybetî piştî şerê

li hemberî DAIŞ’ê, Kurd li hemû cîhanê hatin nasîn, îtibara wan çêbû. Lê îro ji ber ku PDK’ê bi awayek eşkere îxanetê li yekgirtina Kurdan dike, bi Tirka re li hev dike û wan tîne ser axa Iraqê û axa Kurdistanê, ev cihê xeteriyekê mezin e. Eger bê gotin ku ev şer tenê li ser gerîla ye, li ser PKK’ê ye, ev dibe xwe xapandin”. Di stratejiya dewleta Tirk de dagirkirina Kerkûk û Musilê jî heye û vê yekê wekî pêşî lê girtina gelên Iraqê ye. dewleta Tirk îro li Telafer, Musil, Kerkûk û li seranserê Başûrê Kurdistanê xwe birêxistin dike. Eger naxwazin vê heqîqetê bibînin, xwe dixapînin. Gelên Iraqê û bi taybet jî Şîa çawa ku li hemberî êrîşên DAIŞê ketin nav liv û tevgerê, îro jî êrîş li ser xaka Iraqê û gelên Iraqê heye, divê li hemberî van êrîşan hişyar bin.

* Hûn helwesta rayedarin îraqê di hemberî van êrişa çewa dinirxînin?

- bêhelwestbûnê hikumeta Iraqê cihê rexneye. Dive gelên Iraqê xwe li benda hikumeta Iraqê negirin, li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwesteke yekdeng pêş bixin. di nav demên dawî de dewleta tirk hem êrîşê Şêxanê û hem jî bi balafirin bê mirov êirşê Şengalê kir. Ma li Şêxanê çi heye? Em wekî Êzidî, van operasyonan wekî xeterî li ser xwe dibînin. Eger dewleta Tirk biçe Laleşa pîroz dê kî Laleşê biparêze? Ji ber ku di 2014’an de kes neparast, dest jê berdan, gerîla hat û parast”. Di hevdîtinan de hikumeta Iraqê her bi rêya dewleta Tirk gefan li me dixwe. Iraqê ji me re dibêje eger em neyên Şengalê an jî hun tiştên ku em dixwazin nekin dê dewleta Tirk were û êrîşê we bike. Dema mirov axaftina Iraqê û êrîşa dewleta Tirk bîne gel hevûdû, tê wê wateyê di van êrîşan de li hev kirine. Iraq dibêje ez îradeya te nas nakim, an jî dê dewleta Tirk were û li te de. Tirka hat li me da, tê wê wateyê hikumeta Iraqê û dewleta Tirk, li Şengalê di tifaqê de ne”.

meşêkî li dar xist, lê erteşê îraqê gole berdan e gel, rojnamevan û çalakvanan birîndar kirin, çima nizîkbunêkî wisa nîşan dan?

- Di 5’ê Tîrmehê de li Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê, meşeke girseyî hate lidarxistin, di meşê de hêzên Iraqê ciwanek girtibû û rojnamevanek jî birîndar kiribû. Herî dawî Faris Herbo li ser vê êrişê got, “Beriya ku meş çêbe, me hîs dikir wê tevlîheviyek çêbe. Meşa me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên li dijî xaka Iraqê bû. Di sîstema artêşa Iraqê de lîwa hene, lîwaya 72 li Sinûnê û gundê Şemal heye. Berpirsê wê jî Rukin Mihemed Casim e. ev kes beriya meşê bi telefonan li xelkê me digeriya û ji bo neçin meşê, gef li wan dixwar. Di çalakiyê de ciwanek hatibû girtin û rojnamevanek jî bi guleya wan birîndar bûbû. Me daxwaza lêkolînê kiriye, ji ber ku di qanûna Iraqê de nabe gule li ser girseya gel bê reşandin. Berpirsê bûyerê, berpirsê lîwaya 72 Rukin Mihemed Casim e. Em ê di hevdîtinên xwe de ciddî li ser vê mijarê bisekinin.

This article is from: