5 minute read

GUNDÊ GURMUZ NE TESLÎMÎ SEDAM BÛ NE JÎ DAIŞÊ

GUNDÊ GURMUZ NE TESLÎMÎ SEDAM BÛ NE JÎ DAIŞ’Ê

A: SELAH BERCES

Advertisement

Çîrokên fermanê di heman demê de çîrokên berxwedanê ne jî. Ev berxwedan ne tenê çekdarî ye, eger êrîş li ser nasname, bawerî an jî çanda civakekê be; ziman li ber xwe dide, bawerî li ber xwe dide, çand li ber xwe dide. Carna kesek pêşengiya vê berxwedanê dike, carna gundek carna jî bajarek. Gundê Gurmuz a ku ji aliyê bakur-rojhilatê Çiyayê Şengalê ve gundê dawî ya Êzidiyan e, yek ji wan gundan e ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li hemberî DAIŞ’ê serê xwe netewandiye û heya rizgariyê jî vê rûmetê parastiye. Çîroka berxwadana gundê Gurmuz kevn e, berxwedana li hemberî fermana 2014’an xeleka dawî ya berxwedana vî gundî ye. Gund ku girêdayî komelgeha Herdan e, di sala 1975’an de jî Sedam Huseyîn bi zext û zor xwest civaka Êzidî ji Çiyayê Şengalê dûrbixe û li deşt û bajaran bicih bike, Êzidiyên vî gundî teslîmî vê polîtîkayê nebûne, pişta xwe dane çiyayê xwe yê pîroz û li gund mane. Kalemêrê gund Qasim Gurmuz û kurê wî Xelef Qasim Gurmuz ku şahidiya fermanê kirine û li hemberî êrîşan li ber xwe dane, bi dilekî giran lê bi sebreke kûr, bîranînên roja fermanê û piştî wê anîn ser ziman. Qasim Gurmuz 60 sal in li Gurmuz e. Beriya werin gund, destpêkê berê xwe daye Gohbel, Zorava û pişt re jî hatiye li Gurmuz bi cih û war bûye. Gund, heya roja fermanê jî bi karê cotyarî, çandinî û şivantiyê, di nav aramiyê de jiyana xwe borandiye. Qasim Gurmuz ji bo wan rojan dibêje, rojên xweş û geş bûn.

‘Me li ber xwe da lê hêza me têr nekir’

Qasim Gurmuz bi kamilbûna salên dirêj û êşên giran, wekî ku li hemberî lez û beza dinyayê bisekine, bi sekn û awireke giran, her tiştê ku roja fermanê jiyayê tîne hişê xwe û bi giraniya li ser dil a van bîranînan diaxive. Gurmuz, destpêkê xemgînî û êşa xwe tîne ser ziman cîranên wan ên ku bi salan bi hev re kirîvatî kiribûn, beriya DAIŞ’ê êrîşê wan kiriye û çûne alîkariya DAIŞ’ê û ji bo roja fermanê wiha pê de diçe:“Me li ber xwe da lê hêza me têri nekir. Me 5-6 rojan şer kir. Me hinde li ber xwe dida, lê gule li tirêmpêlên wan nediçû.” Di dawiyê de neçar dimînin ku dest ji gund berdin, destpêkê berê xwe didin Şerfedînê pişt re jî Başûrê Kurdistanê.

‘Em naçin ba bêxîretan’ Gurmuz ji bo berxwedana gund a li hemberî DAIŞ’ê dibêje, wan 3 caran êrîşên DAIŞ’ê şikandine, di vê berxwedanê de çend gundî jî şehît ketine. Roja fermanê beguman roja hawarê ye lê ji der û pişt tu kes naçe hawara wan û ew tenê dimînin. Qasim Gurmuz bi hêrsa ku kes neçûye hawara wan van tiştan dibêje: “Dor û pişta me hemû kirîvên me yên xwînê bûn, lê dostaniya xwe negihandin dûmahiyê. Piştî ku rê vebû em vegeriyan

Wê demê PKK jî hatibû vê derê, di şerî gundê me de jî du heval şehîd ketin, hevalek xort û hevalek jin. Lê cenazeyên wan DAIŞ’ê bir

gundê xwe, vê carê ji gundên derdor xwestin werin serdana me. Lê vê carê jî em neçûn ba wan. Me got ew bêxîret in, em naçin ba wan.”

‘Di destê me de Bruno hebû’

Di fermanê de DAIŞ, li gel kuştinê talanê jî dike. Malên gundiyan têne rûxandin, hemû mal û milkên wan tên talankirin. Qasim Gurmuz dibêje, ji ber DAIŞ’ê hemû rêyan girtibû wan nekarî xwe xilas bikin, ji bo parastina jin û zarokan û karibin li ber xwe bidin berê xwe dane qeracê (gir). Ji bo berxwedana li qeracê Qasim Gurmuz wiha dibêje “Em ketin ser qerac de, me malbata xwe bir û me li wir şer kir. Me nekarî em zêde li ber xwe bidin, em neçar man me gundê xwe terk kir. Şerê me û DAIŞ’ê 5-6 rojan berdewam kir. Qeweta wan ji ya me mezintir bû. Tank û top û silahên wan ên giran hebûn, yê me herî qewîm Bruno bû. Me berê şerekî bi vî rengî nekiribû.”

‘Tu dewlet li hemberî me ne sererast e’

Fermana li ser Êzidiyan bi destê DAIŞ’ê hate kirin lê Qasim Gurmuz xweş di wê ferqê de ye ku ji vê fermana giran ne tenê DAIŞ berpirsyar e. Hêzên ku rê li ber fermanê vekirine, hêzên ku pişta xwe dane Êzidiyan û reviyane hemûyan baş nas dike û wiha pê de diçe: “Welle tu dewlet li beramberî me sererast nîne. Dewlet hemû xayin in. Yek bi hawara me ve nehat. Dewleta Tirk dijminê Êzidiyan e. Mesud Barzanî em bi xwe girtin lê ne tu xwegirtin bû. Tiştekî ji me re nekirin. Û ez bêjim, Amerîka mala Êzidiyan xera kir ne kesekî din.” Xelef Qasim Gurmuz jî di dema fermanê de di nav ciwanên berxwedêr de ye. Ew jî roja fermanê li gundê Gurmuz e. Gurmuz dibêje, piştî ku DAIŞ’ê bi ser gundê Herdan de girt û xelk hate şehîd kirin, jin û zarok hatin revandin ew jî neçar mane ji gundê xwe derkevin û ji bo malbatên xwe biparêzin li pişta gund çeperên berxwadenê çêkirine. Gurmuz bi van gotinan behsa wê rojê dike: “Saet derdora 9-10’ê sibehê DAIŞ hat. Piştî DAIŞ hat, ji 1-2 km. dûr ve bi doçkayê gulebaran kir. Quwetên pêşmerge reviyan, me ji wan re got hunê çi bikin, gotin em ê birevin, em hew bimînin li vê derê. Me nekarî ji gund jî derkevin me berê xwe da qeracê.” Dema mufreza DAIŞ’ê derbasî gundê Herdan dibe, xelkê ser rêyan car din vedigerînin nav gund. Ji xelkê re dibêjin em tiştek bi we nakin. Lê piştî ku gund dorpêç dikin, destpêkê keç, jin û zarokan direvînin pişt re jî ciwan û zilamên gund li ser cadeyan dikujin. Gurmuz wiha behsa wê rojê dike: “Ji me re digotin em ne ji bo we hatine, armanca me şikênandina pêşmerge û artêşa Iraqê ye. Alên spî rakin û tiştek bi Êzidiyan nakin. Lê ne wekî gotina wan bû, xelk xapandin.”

‘Yên dikarin şer bikin li gund man’ Rojên fermanê, rojên zehmet, rojên havîna germ bû. Bi roj di bin kelekela tavê de, bi şev jî li çolê di sermayê de man. Av û xwarin nebû, çek û cebilxane kêm bû. Di nav van kêmderfeti-

This article is from: