pdf giştî beşa kurdî latînî hejmara 23

Page 70

KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

70

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

GUNDÊ GURMUZ NE TESLÎMÎ SEDAM BÛ NE JÎ DAIŞ’Ê

A: SELAH BERCES

Çîrokên fermanê di heman demê de

çîrokên berxwedanê ne jî. Ev berxwedan ne tenê çekdarî ye, eger êrîş li ser nasname, bawerî an jî çanda civakekê be; ziman li ber xwe dide, bawerî li ber xwe dide, çand li ber xwe dide. Carna kesek pêşengiya vê berxwedanê dike, carna gundek carna jî bajarek. Gundê Gurmuz a ku ji aliyê bakur-rojhilatê Çiyayê Şengalê ve gundê dawî ya Êzidiyan e, yek ji wan gundan e ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li hemberî DAIŞ’ê serê xwe netewandiye û heya rizgariyê jî vê rûmetê parastiye. Çîroka berxwadana gundê Gurmuz kevn e, berxwedana li hemberî fermana 2014’an xeleka dawî ya berxwedana vî gundî ye. Gund ku girêdayî komelgeha Herdan e, di sala 1975’an de jî Sedam Huseyîn bi zext û zor xwest civaka Êzidî ji Çiyayê Şengalê dûrbixe û li deşt û bajaran bicih bike, Êzidiyên vî gundî teslîmî

vê polîtîkayê nebûne, pişta xwe dane çiyayê xwe yê pîroz û li gund mane. Kalemêrê gund Qasim Gurmuz û kurê wî Xelef Qasim Gurmuz ku şahidiya fermanê kirine û li hemberî êrîşan li ber xwe dane, bi dilekî giran lê bi sebreke kûr, bîranînên roja fermanê û piştî wê anîn ser ziman. Qasim Gurmuz 60 sal in li Gurmuz e. Beriya werin gund, destpêkê berê xwe daye Gohbel, Zorava û pişt re jî hatiye li Gurmuz bi cih û war bûye. Gund, heya roja fermanê jî bi karê cotyarî, çandinî û şivantiyê, di nav aramiyê de jiyana xwe borandiye. Qasim Gurmuz ji bo wan rojan dibêje, rojên xweş û geş bûn. ‘Me li ber xwe da lê hêza me têr nekir’ Qasim Gurmuz bi kamilbûna salên dirêj û êşên giran, wekî ku li hemberî lez û beza dinyayê bisekine, bi sekn û awireke giran, her tiştê ku roja fermanê jiyayê tîne hişê xwe û bi giraniya li ser dil a van bîranînan

diaxive. Gurmuz, destpêkê xemgînî û êşa xwe tîne ser ziman cîranên wan ên ku bi salan bi hev re kirîvatî kiribûn, beriya DAIŞ’ê êrîşê wan kiriye û çûne alîkariya DAIŞ’ê û ji bo roja fermanê wiha pê de diçe:“Me li ber xwe da lê hêza me têri nekir. Me 5-6 rojan şer kir. Me hinde li ber xwe dida, lê gule li tirêmpêlên wan nediçû.” Di dawiyê de neçar dimînin ku dest ji gund berdin, destpêkê berê xwe didin Şerfedînê pişt re jî Başûrê Kurdistanê. ‘Em naçin ba bêxîretan’ Gurmuz ji bo berxwedana gund a li hemberî DAIŞ’ê dibêje, wan 3 caran êrîşên DAIŞ’ê şikandine, di vê berxwedanê de çend gundî jî şehît ketine. Roja fermanê beguman roja hawarê ye lê ji der û pişt tu kes naçe hawara wan û ew tenê dimînin. Qasim Gurmuz bi hêrsa ku kes neçûye hawara wan van tiştan dibêje: “Dor û pişta me hemû kirîvên me yên xwînê bûn, lê dostaniya xwe negihandin dûmahiyê. Piştî ku rê vebû em vegeriyan


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.