7 minute read

WEKÎ FÎLMEKÎ BÛ PÊŞMERGE EM TESLÎMÎ WAN KIRIN ŞÊX SEMÎR: EM BI HEMÎ PÊKHATEYÊN ŞENGALÊ RE PARASTINA XWE BIK

MOHRA FERMANÊ KOÇO WEKÎ FÎLMEKÎ BÛ PÊŞMERGE EM TESLÎMÎ WAN KIRIN

A: XÊRÎ QÎRANÎ

Advertisement

Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de gelek gundên Êzidiyan rastî komkujiyan hat. Lê cihekî heye ku peyva fermanê jî têrî nake rûreşî, hovitî û tarîtiyê îfade bike. Gotineke Kurdî heye ku dibêje“Kit ji wan nehêlin” Ev gotin rastiya qirkirinê tîne ser ziman û tiştê ku li Koçoyê qewimîn jî di rastiya xwe de kok qelandin bû. Koço, gundê herî dawî ya Başûrê Çiyayê Şengalê ye ku 25 km. ji navenda Şengalê dûr e û her wiha dikeve navbera Şengal û Baacê. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hejmara şêniyên gund derdora 1700 kesî ye ku ji Eşîra Mendika ne. Piştî ku DAIŞ’ê Şengal girt, hefteyek muhlet dabû Êzidiyên Koço ku misilmaniyê qebûl bikin. Êzidî ji bîr û baweriya xwe nehatin xwarê û 7 roj şûn ve ango 15’ê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê yek ji kiryarên xwe yên herî hovanê li vî gundî pêk anî. Nehiştin kesek ji gund derkeve, hemû ciwan û zilamên Êzidiyên Koçoyê hatin kuştin, jin û zarok jî hatin revandin. Niha 5 gorên komî li gund in ku cenazeyên derdora 400 Êzidî tê de ne. Di 6’ê Sibata îsalî de, meytên 104 Êzidiyên ku di komkujiyê de hatibûn kuştin, bi merasîmekî li gund hatin veşartin. Hê jî çarenûsa bi sedan jin, zilam û zarokên Koçoyê nayê zanîn.

Dayik û 6 birayên wî hatin kuştin

Yek ji kesên ku di komkujiyê de li Koçoyê bû û bi awayek mucîzewî xwe ji destê DAIŞ’ê xilas kir, Seîdê Muradê Pisî ye. Dayika wî û şeş birayên wî ji ber ku nexwestin bi darê zorê bibin Misilman hatin qetilkirin. Seîdê Murad jî di gulebarana DAIŞ’ê de bi 6 guleyan birîndar bû, tevî bi dehan kesên ku hatin qetilkirin di nav gorê komî de hat hiştin û bi îradeyeke mezin a jiyanê xwe ji çela mirinê xilas kir. Murad dibêje 3’ê Meha 8’a, ango roja êrîşa DAIŞ’ê li gundê Koço nêzî 80 peşmergeyên PDK’ê hebûne ku xwe li ser medresa Koço bicih kirine. Tevî ku ferman li ser Êzidiyan hatiye rakirin û DAIŞ hatiye herêmê jî pêşmerge ji wan re dibêje tu metirsî ji bo wan nîne û wan navê ji gund derkevin. Lê li ser vê gotinê destpêkê pêşmerge dest ji gund berdidin û direvin, Pişt re jî DAIŞ tê gund dorpêç dike û dikeve nav gund de.

‘Wekî fîlmekî bû’

Murad wê kêliyê wiha tîne ser ziman:“Wekî fîlmekî bû em teslîmî wan kirin. Eger DAIŞ’ê biviya, wê pêşmerge jî li gundê me bigirin, lê wan em teslîm kirin. Em li gund man, DAIŞ’ê noqteyên xwe anîn dora gund. Gotine me ka sîlehên we, hinek ji me sîleh dane hinek nedanê, gotin ala spî rakin, em ne ji Êzidiyan re hatine, em hatine desthilatdariyê hilweşînin”. Piştî dorpêçê, zext û zora li ser bîr û baweriya Êzdiyatiyê dest pê dike. DAIŞ’ê ji Êzidiyên Koçoyê re du rê datîne. An ewê bi darê zorê bibin misilman an jî bêne kuştin. Murad, bersiv û helwesta Koçoyê wiha destnîşan dike “Mixtarê me Ehmed Caso mewcûd bû, ez jî li ba bûm. Wî got eger hun me bikujin jî em nabin Misilman”.

Heta 15’ê meha Tebaxê, di bin destê DAIŞ’ê de li gund dimînin. Roja 15’ê Tebaxê, danê sibehê bi dehan seyarê têne gund, dibêjin emê we bigihînin çiyê, yên hatî cîran û kirîvên Koçoyiyan bûn, hêvî û xeyala herî mezin ji wan re dibêjin… Lê li şûna wan bigihînin çiyayê pîroz, hemûyan dibin medreseya Koçoyê. Keç û jin li qata jor, mêr jî li qata jêr bicih dikin. Murad jî di nav de derdora 450-500 kes li qata jêr bûn ku armanc qetilkirina wan bû.

‘Me şehadetiya xwe bi navê Tawisê Melek da’

Murad roja komkujiya reş, sibeha 15’ê Tebaxa 2014’an, wekî sahneyekî fîlmeke dîrokî bi van gotinan bîranî: “Dirav û zêrên me ji me xwestin û ev tişt ji me birin. Pişt re ji me pirs kirin ‘Kî ji we dibe Misilman’ me got em nabin Misilman. Bi tirimpêlan ji medresan kom bi kom derdianîn, di koma çaran de ez jî derketim. Li rojavayê-bakurê Koço em birine hewdekî sibayê, em kirine hewda. Me şehadetiya xwe bi navê Xwedê û Tawisê Melek da. Em gulebaran kirin“.

‘Guleya şeşemîn berdan serê min’

5 gule li laşê Murad dikeve û birîndar dibe lê ji bo sax nemîne guleya şeşemîn jî berdidin serî wî, li stûyê wî dikeve. Murad kêliyên di navbera mirin û jiyanê de, rizgarbûna ji gorê komî wiha tîne ser ziman: “Wan go ez kuştî me. Pişt re hevalek ji me re got kî ji we sax e, min got ez sax im. Min serê xwe rakir du teyare raserî me bûn, em bi çalepkê derketin, ez û Elî nêzî 100 metreyî ji cihê makberê (gorê) dûr ketin, em ketine cihê muwelide, em tê de man” .

‘Birîndaran bi saxî binax kirin’

Ji bilî Murad, gelek kesên din jî birîndar dibin lê hê jî sax in lê nikarin ji cihê xwe derkevin. Murad û hevalê wî Elî heya êvarê li cihê ku xwe veşartine dimînin. Birîna wan hebû lê derman tunebû. Murad dibêje wan ax wekî derman daniye ser birîna xwe da ku sax bibin. Ji aliyekî ve jî çavê wan li ser gora komî ye, kesên birîndar hene. Lê hovitiya DAIŞ’ê tu sînor nas nake, tên kesên birîndar bi saxî defin(binax) dikin, keç û jinan jî direvînin. Murad pişt re behsa rêwitiya dûr û dirêj dike û wiha dibêje:“Di saetên

Yek ji kesên ku di komkujiyê de li Koçoyê bû û bi awayek mucîzewî xwe ji destê DAIŞ’ê xilas kir, Seîdê Muradê Pisî ye. Dayika wî û şeş birayên wî ji ber ku nexwestin bi darê zorê bibin Misilman hatin qetilkirin

êvarê de ez û Elî derketin, me xwe li gundê Kapusî girt. Em şeş rojan man. Birakê min li wir bû. Cihê birînên me diwerimî, min got em biçim. Em ji

Kapusiyê derketin. Saet 8’ê bi şev em meşiyan, em gihîştin nêzikê Solax, 3 tirimbêlên DAIŞ’iyan

hatin pêşiya me. Me xwe veşart. Piştî ku ew çûn, em rabûn, av diherikî me dibyetên xwe dagirtin, em çûn depe. Li ba depe jî tirembêlên wan hebûn, me xwe veşart, piştî ku ew çûn em ber bi çiyê ve çûn, hevalê min nêzikê Reşeka got ez hew karim. Birîna wî li piştê bû. Min got tu li vir bimîne, eger xwedê ji me re bike bi xêr emê vegerin”.

‘Li çiya em gihîştin hevalan’

Murad şeş û nîvê sibehê digihe Amûda serê çiyê, çav bi dewrêşên hemdem dikeve. Li wir xwe digihînin gerîlayên PKK’ê, bi gotina wî cemaatê hevalan û wiha pê de diçe: “Em gihiştîn ba hevalan, alîkariya me kirin. Me got hevalek me maye, çûn ew jî anîn. Me xwarin xwar, em derman kirin, çi ji destê wan hat texsîr nekirin. Eger ew ne li wir bûna îxtimal emê miribana. Eger PKK ne mewcûd ba”. Murad pişt re ji bo derman bibe diçe Başûrê Kurdistanê lê çawa ku guleyan ji laşê wî derdixin û sax dibe berê xwe car din dide Çiyayê Şengalê û tevlî têkoşîna rizgarkirina axa qedîm û pîroz dibe.

‘Kesên bedel dane divê li Şengalê bimînin’

Murad di dawiya çîroka xwe de gotinê tîne ser roja me ya îro û ji bo ew kesên li ber rizgarkirina Şengalê canê xwe dane van gotinan dibêje: “Em gelek memnûn in ji hevalan, ji PKK’ê, Asayîşa Êzîdxan, YBŞ’ê, Haşdî Şabî. Bi ya min, ew însanên ku şehîd dane, cihê ku lê şehîd dane ne lazim e ku ji wan re bêjin derkevin. Lazim e ew şexs bimînin. Şehîd dane, ked dane, qencî li me kirine”.

‘Pêşmerge şer bikira Êzidî şehîd nediketin’

Murad, ji ber zexta li ser hêzên YBŞYJŞ’ê û Asayîşa Ezîdxanê jî bertek nîşan dide û wiha dibêje: “Partî (PDK) dixwaze ev hêz derkevin. Ew reviyan ji ba me, piştî me evçend şehîd dan. Wan şer nekir, guleyek jî neteqandin. Eger çar pêşmerge li Koço şehîd bûna, evçend ji Koço nedihatin kuştin. 1726 nefer hebûn li Koço. Hemû talan bûn, sebeba wî çi bû, sebep pêşmerge bû. Eger şer bikirana evçend Êzidî şehîd nediketin”.

Me li ber xwe da lê hêza me têri nekir. Me 5-6 rojan şer kir. Me hinde li ber xwe dida, lê gule li tirêmpêlên wan nediçû, Di dawiyê de neçar dimînin ku dest ji gund berdin, destpêkê berê xwe didin Şerfedînê pişt re jî Başûrê Kurdistanê

This article is from: