3 minute read

MEHA TEBAXÊ MEHA FERMAN Û KOMKUJIYA ÊZIDIYA NE

JI EDÎTOR

MEHA TEBAXÊ MEHA FERMAN Û KOMKUJIYA ÊZIDIYA NE

Advertisement

Xwendevanên hêja!

Her çiqas meha Tebaxê jî wekî hemû mehên din ên salê ji aliyê xwezayî ve ti cudatiyêk nîne, lê ev meh ji bo gelê me yê Êzidî bûye mehekî ku di dîrokê de ti carî nayê jibîrkirine. Bi taybetî jî di vê mehê de yek ji fermanên herî mezin bi ser civaka me de hat û di encama vê fermanê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh- hezaran kes jî mal, cih û warê xwe koçber bûn. Di dîrokê de gelê me bi gelek fermanan re derbas bûye, lê ji ber ku piraniya wan fermana di dema xwe de li ser nehatine nivîsîn û nehatine berhevkirin, hinek ji hiş û bîra mirov diçin. Lê piranî di hafîzeya civakê de dimînin. Lê, di komkujiya sala 2007’an a sîba Şêx Xidir û Til Êzir de nêzî hezar kesî şehîd û birîndar bûn. Ti kes ne ji ber vê komkujiyê hate girtin û ne jî ji ti kesî hesab hate xwestin. Civaka me jî ji ber ku qedera civaka xwe dabûn destê hin kesan û di rêveberin û parastina xwe de cih nedigirtin, ji bo komkujiya 2007’an û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a bi destê DAIŞ’ê zemîn pêk hat. Ger civaka me li hember komkujiya 2007’an bibûya xwedî seknek cidî û hesab ji wan kesên ku di ber parastina Şengalê de berpirsyar bûn bixwesta û ji wê komkujiyê ders derxistibana dibe ku fermana 2014’an pêknehata. Tevî ku li ser civaka me ev ferman pêk hatine jî, niha neyar û xêrnexwazên nasekinin û naxwazin rastiya gelê me û îradeya vî gelî nas bikin. Civaka me tevî ku bi fermanê re her tişt ji destê wê hate sitandin, lê cardin xwe ji nû ve ava kir û dixwaze berhemê vê avabûna xwe bi rêxistinkirin û bihêzkirina yekîtiya xwe bi dest bixin, lê cardin hem hêzên herêmî û hem jî hêz û hinek alî û hikumeta navxweyî û heremê jî naxwazin wê îradeyê nas bikin. Herî dawî di 9’ê Cotmehê de hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendê bêyî ku nêrîna civakê esas bigirin lihevkirin ku nehêlin Êzidî xwedî hêza xwe ya parastinê û rêveberiya xwe bin. Ango car din herdu hikûmetan weke sala 2007’an nêzî civaka me bûn û niha jî li ser komkujiya gelê me biisrar in. Naxwazin îradeyek bi rêxistinkirî ya Êzidiyan qebûl bikin. Di 7’emîn salvegera fermanê de Belçîka û Holenda komkujiya gelê me qebûl kirin. Di roja ku Belçîka xwest li ser naskirina komkujiyê biryarê bide, dewleta Tirk a dagirker bi drona êrişî Şengalê kir. Her çiqas hinek wan welatên Ewropa fermana li ser gelê me weke komkujî qebûl dikin, lê heta niha li hemberî destdirêjiya dewleta Tirk bêdeng in. Ev jî nêzikbûnek berjewendîparêze û gelê me vê yekê dibîne. Di heman demê de ger ev dewletane bi rast komkujiyên li ser gelê me pêk hatine qebûl dikin, divê zextê li dewleta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku rêveberî û parastina Êzidiyan qebûl bikin. Wê demê mirov dikare bêje hewldana wan dewletan cihê rêzê ye û binirxe. Dewleta Iraqê jî û hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo ku ruyê xwe û îtibara xwe cardin di asta heremî, netewî û navnetewî qezenc bikin divê êdî rastiya Êzidiyan, rêxistinbûn û hêza wê ya parastinê qebûl bikin. Eger her du hikûmetan helwestek wiha nîşan dan, wê demê wê civaka Êzidî û hem jî gelê me baweriya wan bi dewletê re çêbibe. Li ser vê mijarê jî divê ji berî her kesî gavê bavêjin. Peymana 9’ê Cotmehê jî betal bikin. Di asta cihanê de guhertinên bi awayê lez pêk tên. Ev guhertinane rasterast nebe jî di astek berfireh de bandoriyê li civaka me û rêxistinbûna me jî dike. Ji ber vê yekê divê civaka me ji her alî ve amade be. Bi taybet jî krîza Efganistan, Sûriye, Yemen, Libnan û Iraqê herku diçe kurtir dibe. Dibe ku hinek hevsengî werin guhertin. Divê gelê me rêxistinbûna xwe xortir bike. Ji niha hilbijartinên pêşwext ên Iraqê di rojevê de ye. Divê gelê bikare dengê xwe wiha bi kar bîne ku xizmeta civakê bi xwe bike. Divê êdî gelê me vê rastiyê baş bizanibe ku tenê gel bi xwe dikare pêşiya dubarebûna fermanan bigre. Nabe gel bendewariyê ji ti kesî bike ku wê hewara wan were. Ger gelê me tifaqa xwe ya navxweyî bi hêz bike, hêza xwe ya parastinê xortir bike, rêxistinbûna xwe ya civakê bihêztir kir, wê hem bikare komkujiya civaka xwe bide qebûl kirin û hem jî rê li pêşiya fermanan bigire.

This article is from: