Politikart 223

Page 1

Politik

15 GÜNLÜK EDEBİYAT SANAT VE DÜŞÜN DERGİSİ

9 Îlon 2017 Şemî

HEJMAR: 223

‘Ez Bextiyar Elî me’


Tu bê ... Ez ê dengekî bilîlînim li bê Û ji te re vehêjim çîroka şevê Lê neyê! Tu bê ... Ez ê li helbestên xwe bêm xezebê ... Îrfan Amîda

(…) ez dibêm qey gava tu hez dikî, tu ji welêt jî xweşiktir î... (…) Rênas Jiyan

Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH

Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg

Geschäftsführer: Ahmet Yücedağ

Ver. Redakteur: Özgür Reçberlik

politikart@yeniozgurpolitika.org


Ji Kurmancan re Bextiyar Elî B

extiyar Elî yek ji serketîtirîn serhatîbêjê cûreyê vegotinê romanê ye di Kurdiyê de. Romana wî ya bi Soranî ne tenê vegotineke edebî ye ji bo Kurdî, lê ew bêhtir şahidekî serdemekê ye. Serdemeke ku nifşên xwe bi rengekî ji rengan xwarin, ew daqurtandin. Yan jî ji nifşê xwe tenê bermahiyên hêviyê hiştin. Bi romanên xwe Bextiyar Elî hem şahidiya vê serdema di nava serhildan, Enfal û raperînê de dike bi romana xwe, û hem jî çêniyên piçûk ên hêviyê diçêne nav edebiyata Kurd a Soranîziman. Hem awayê nivîsandina wî û hem jî sêwirandina saziya romana wî li Kurdistanê ewqasî deng veda ku ew bû yekem romannûsê Kurdî ku dikarî debara xwe bi nivîsandina romanên xwe bike. Bi dehhezaran pirtûkên wî fermî hatin firotin û bi sedhezaran jî li Îran û Başûrê Kurdistanê û herwiha wergerên wan ên Kurmanciyê li Bakur hatin xwendin. Hîç cihê metelmayînê nîne ku di nava xwînerên Kurmanciyê de jî Bextiyar Elî textê xwe ava kir. Li Elmanyayê dema pirtûka wî ya yekem a bi navî Hinara Dawî ya Dinyayê belav bû, pirraniya rexnegirên edebiyatê ecêbmayî diman û nexasim jî waweylêya ”Çawa ev gencîneya hanê evqasî dereng hat kifşkirin” weke pesindayîneke serketina romana wî xwe dida der. Vî çîrokbêjê wêjeya Kurdî li navenda weşana me nêzî bajarê Frankfurtê li Elmanya, bi zarxweşiyeke ji dil, ji bo cara yekem bi evqasî berfirehî behsa xwe, romana xwe û fikr û hizra xwe ya civakî û siyasî kir. Di vê hevpeyvîna bi wî re ku me li nava vê hejmara PolitikArtê de li gelek beşan dabeş kir, hûnê nivîskarekî serketî, çîrokbêjekî zarxweş ê ku hewl dide mirovan re sohbetê bike bibînin. Jidiliya wî belkî ji bo cara yekê wê mutewazîbûna nivîskarekî gelekî serketî nêzî xwînerên Kurmanciyê bike. Ev hostekarê gotinê, ev ehlê peyvê romannûsekî di asta dinyayê de ye, ne kemî ti romannûsê gelekî serketî ye. Beriya vê jî jînegeriyeke wî ya kurt wê alîkar be bi we re ku hûn baştir hevpeyvînê û sohbeta bi Bextiyar Elî re bişopînin.

Jînegeriya Bextiyar Elî Bextiyar Elî (Muhemed) salên 1960’î li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmanî ji dayik bûye. Ji bilî romannûsî û helbestvaniyê, ew her wiha rexnegirekî baş ê wêjeyî ye jî. Bextiyar Elî xwendina xwe ya destpêkê li Dibistana ”Şêx Selam” a li Silêmaniyê qedand. Paşê jî xwendina xwe ya navîn li ”Navendî Ezmer” qedand. Xwendina xwe ya amadeyî jî li Amedehiya ”Hewlkewt” a kuran xwend. Piştî qedandina tevahiya dibistanên beriya zanîngehê li Silêmanî, dîsa li Silêmanî dest bi xwendina jeolojiyê kir. Paşê li Hewlêrê li zanîngeha Selahedînê xwendina xwe dewam kir. Sala 1983’yan ew di dema xwepêşandaneke li dijî rejîma Baasê de i Hewlêrê birîndar bû. Heman salê wî xwendina xwe di nîvî de hişt. Bi helbestan dest bi nivîsê dike Serpêhatiya wî ya nivîsê jî heman salê ango 1983´yan bi nivîsandina helbesta bi navê Niştiman dest pê kiriye. Ji bo ku eskeriyê ji rejîmê re neke ew paşê xwe li çiyê û şikeftên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê digire. Bi her halî tevî ku wî dest bi nivîsê jî kir heta piştî raperînê wî nedikarî berhe-

mên xwe çap bike. Sala 1992´yan wî pirtûka xwe ya yekem, a bi navê Gunah û Karneval (dîwana helbestan) weşand. Romana wî ya yekem jî sala 1997´an hat çapkirin bi navê Mergî Taqaney Duwem. Gotara wî ya yekem a hatî weşandin jî sala 1989´an di rojnameya ”Paşkoyî Iraq“ de belav dibe. Her wiha Besam Mistefa 3 romanên Bextiyar Elî wergerandine Kurmancî û niha romana Hinara Dawî ya Dinyayê jî vediguhêze ser Kurmanciyê. Di navbera salên 1992 û 1994´an de gelek semîner û civînê xwnedinê li Silêmanî û Hewlêrê li dar xistin. Sala 1994´an bi dana der a şerê navxweyî ya di navbera PDK û YNK´ê de, ew Kurdistanê bi cih dihêle, pêşî berê xwe dide Sûriyê û paşê sala 1995´an weke penaber berê xwe dide Elmanyayê û ji sala 1999´an ve li bajarê Elmanyayê niştecih bûye. Jiyana edebî ya Bextiya Elî Yekemîn berhema edebî ya Bextiyar Elî ya hatî belavkirin Qesîdey Niştiman e. Di salên 1980´yî de Bextiyar Elî dîwaneke helbestan a dirêj dinivîse, di navê de helbestên bi navê ”Şar”, ”Gunah”, ”Karneval” ji yên navdar in. Destnivîsên yekemîn romana wî “Mergî Taqaney Duwem” wî jî ji salên 1980´yî mane. Payîza sala 1989´an yekemîn gotara wî bi du beşan bi navê ”Qisekirdin li perawêzî bêdengî” di rojnameya ”Paşkoyî Iraq” de hat weşandin. Di rojên destpêkê yê raperîna sala 1991´ê de tevî civateke nivîskarên din hejmareke ”Kovarî Azadî” derdixe û paşê jî pênc hejmarên vê kovara tên weşandin. Sala 1992´yan yekemîn dîwana xwe ya helbestan bi awayekî sade û bi tîrajeke kêm çap dike. Di nava karên xwe de destpêka salên piştî raperînê de komeleyeke nivîskar û rewşenbîriyê de jî cihê xwe digire û ji bo dana minaqeşekirinê ya mijarên edebî, di peywendeke neteweyî û civakî de çalak dibe. Piştî ku şerê navxweyî dide der ew sala 1994´an Kurdistanê bi cih dihêle, ji sala 1995´an ve li Elmanyayê dimîne. Li dûriyê ew dibe yek damezrênerên kovara Rehend sala 1997´an. Li Elmanya ew dest bi nivîsandina romana ”Êwarey Perwane” dike û 6´ê Çiriya Pêşîn a sala 1997´an jî diqedîne. Ji vir û şûn ve tevahiya hêz û bala xwe dide hilberîna edebî.

Berhemên wî Pirtûkên helbestan l Gunah û Kerneval l Bohîmî û Estêrekan l Koy berheme şê´riyekan 1983-1998 l Îşkirdin le daristanekanî fîrdews da l Ta matemî Gulî… Ta xwênî frîşte - Koy berheme şî´riyekan 1983 - 2004 l Ey benderî dost… Ey keştî dujmin, 2007 Romanên Bextiyar Elî l Mergî Taqaney Duwem l Êwarey Perwane l Diwhemîn Henarî Dunya l Şarî Mosîqare Spiyekan l Xemşîd Xanî Mamim ke Hemîşe Ba legel xoyda Debird l Xezelnûs û Baxekanî Xeyal l Koşkî Ballinde xemgînekan l Trîlojiya Keştiyî Frîştekan l Hewarekanî Danyal

Bi awirên wêjezanan Bextiyar Elî »Pirtûk (Hinara Dawî ya Dinyayê) serincrakêş e, yek ji metnên herî têrûtijî ji rojhilat e ku ji mêj ve nebûn ku em bixwînin. Mirov di cih de têdigihîje ka çima i welatê xwe nivîskar çawa gihiştiye wê astê ku bibe kultek. Çawa mumkin e ku pirtûkeke wisa, nivîskarekî wisa xwe demeke evqasî dirêj ji bazarên me yên pirtûkan veşêre? Em ê hîna gelekî ji wî bibihîsin û bixwînin.« Stefan Weidner ji rojnameya Süddeutsche Zeitung »Ji bo gelek kesên ji welatê wî ew wijdanê gelekî rasta gelek felaketan hatî ye. Ew xurtî bi vî romanî re heye ku bibe ji wan pirtûkên ku divê mirov bixwîne.« ORF TV »Nivîskar me bi gavên wêrek di nava zemanên ji hev dûr de ji figurekî dibe figurê din, û bi vê jî ji çarenûsekê ber bi çarenûsa din ve.

Dema mirov vê romanê dixwîne, weke ku mirov bikeve nava gelek deriyan - û di nava her deriyê de çîrokbêjiyeke nû ya di nava çîrokê de dest pê dike, bi xêra vê jî mirov her diçe bêhtir ber bi dilê sincirî ê romanê ve dadikeve. "Hinara dawî ya dinyayêİ xwediyê hemû xisletan e ku heq weke edebiyata mezin a dinayayê bê qebûlkirin.« Claudia Kramatschek, ji kanala televizyonê ya dewletê WDR 3 Bextiyar Elî yek ji mezintirîn nivîskarên wejeya cihanê ye. Elî Eşref Derwêşyan Serokê Komeleya Nivîskarên Îranî Heger di sedsalên li pêşiya me de kesek bixwaze civaka Kurd a roja me ya îro, xwendina romanên Bextiyar Elî wê bibe tişta ku divê ew bikin.. Merîwan Kaniye Rexnegirê wêjeyê yê navdar ê Kurd

3


Çîrok hebûn li Kurdistanê ku kesî ew nedigotin Xwînerên Kurmanciyê bi gotineke di cih de û ne mubalexekirî, nezanê meydana edebî ya Soraniyê ne. Jixwe herçî cenabê te ye, ji bilî sê romanên te yên wergerandî Kurmanciyê, me nekariye em xwe berdin derya peyv û xeyalên te, Luqman GULDIVÊ xwe berdin wê bîra romansaziya te. Ji ber wê jî bi destûra cenabê te, bila ev hevpeyvîn bibe, hevpeyvîneke gera li nav tecrûbeya te ya romannivîsînê. Vê ezmûna te kengî û çawa dest pê kir? Romana min a yekem Mergî Taqaney Duhem sala 1986´an min li navbera sînorê Iraq û Îranê de nivîsî, di dema şer de. Ez li gundekî bûm, hemû rûxiyabû ji ber şer. Dewleta Sedam Hisên hemû gundên Kurdistanê anîbûn xwarê hemû wêran kiribûn. Min nexwest ez bibim esker. Tevî çend hevrêyên xwe, em li çiyê dijiyan. Min li wir nivîsî romana xwe ya ewil. Ev romaneke piçûk e, behsa peywendiya du birayan dike. Yek ji wan bi ser desthilatê ye, li aliyê rejîmê ye, û yê din jî şoreşger e. Ev çîrok jî ya van herdu birayan e. Ji gelek kesan ve ye min ev roman di dema birakujiyê de nivîsiye. Lê di rastiyê de min ev roman gelekî beriya şerê birakujiyê nivîsî. Lê tu rastiyê bivê, min nedixwest bibim romannûs. Naxwe, hingê kê tu kirî romannûs? Min dest bi romaneke mezin kir. Ez xweş lê çûm, min bêhtirî hezar rûpelî nivîsî. Lê belê dema ez ji Başûrê Kurdistanê derçûm, çûm Şamê. Ew roman her bi min re bû. Niha li vir li Elmanyayê jî li ber destê min e. Lê ji ber ku min bi destan nivîsîbû, hîç keysa min li paknivîsa wê nehat, min qet nikarîbû wê paqij binivîsim. Navê wê Kajî Gulebax e. Piştî wê dema hatim Elmanyayê, komputer hebû, û kompûterê karê min gelekî hêsan kir. Min dikarî yekser binivîsim, sererast bikim. Ji ber wê jî di demeke kurt de min romana xwe ya duyem nivîsî bi navê Êwarey Perwane. Ew der barê du xwîşkan de ye ku li civakeke gelekî girtî, gelekî dînî, li derve girtî dijîn. Li ser jinan zexta siyasî û civakî ya mezin heye. Yek ji wan tevî dostekî xwe li mekanekî rast tê ku bi tenê aşq û evîndar lê dijîn. Ev aşiq berê xwe didin mekanekî ku navê wî Aşiqistan e. Xwîşka din jî li qutabxaneyeke dînî dimîne. Ha ev romana min, Êwarey Perwane, niha werdigerînin Elmanî û sala bê, ew ê jî bête weşandin. Îsal jî romaneke din a cenabê te hat weşandin bi Elmanî… Wergera Elmanî ya romana min Şarî Musîqarê Sipêkan e bi navê Die Stadt der weißen Musiker ji Unionsverlag derçû. Herçî weşanxane ye, lihevkirina me ew e ku salê carekê yan pirtûkek yan jî du pirtûk bên weşandin û ne bêhtir. Ez niha bi romana xwe dewam bikim. Romana min a sêyem, Duwahemîn Henarî Dunya bû. Ew li ser zarokan, şerê birakujiyê, pêkhatina siyasî ya Başûrê Kurdistanê bû. Tesîreke wê ya mezin hebû. Û ya rastî ez bi rêya vê romanê li Kurdistanê hatim nasîn. Gelo kesek, tiştek, bûyerek çêbû tu ber bi nivîsandina romanê ve birî, çi qewimî li wir? Min timî hewl da helbestê binivîsim, wekî din jî metnên teorîk ên felsefî yan jî siyasî binivîsînim. Lê li wir ez gihiştim deverekê, yan jî êdî menzîleke wisa hat ku min nekarî behsa her tiştî bikim, her tiştî vebêjim. Bi helbestê tenê min nekarî her tişta bi dilê min bû îfade bikim. Yan jî gelekî mucered dima, ji ber ku helbesta min ne şênber bû hinekî mucered bû. Jixwe bi zimanê şênber ê felsefe û siyasetê mirov nikare behsa her tiştî bike, yan jî her tiştî vebêje. Min jî gelek felaket li Kurdistanê dîtin, gelek bûyer hatin serê min û hemû jî di nava min de bûn, bi min re bûn. Min xwest tiştekî bikim ku van tecrûbeyan hemûyan xilas bikim yan jî hinekî ji wan vebêjim, behsa wan bikim. Di nava

min de daxwazeke ewqasî xurt da der, zexteke wisa xurt peyde bû ku ez bibêjim, belkî ez dikarim vê bi serhatîbêjiyê bikim, bi çîrokekê. Ango diviyabû tu bibî serhatîbêjek? Belê, bi rengekî ji rengan ev çarenûsa min bû. Hingê min hewl da bi wê romana kurt dest pê bikim. Di rastiyê de ev temrînek bû, min xwe lê elimand a rastî. Ji ber ku hingê tesîreke mezin a wêjeya Emerîka Latîn li ser min hebû, Gabriel Márquez, û magic-realîzmê tesîr li min kiribû. Min dixwest bi zarê wî rengê nivîsînê bikim. Û ya rastî mirov dikare bibêje, ev roman têra xwe serketî bû. Û bi ser van de jî ewqas çîrok, serpêhatî hebûn li Kurdistanê ku kesî ew nedigotin. Bi ya min ev xebînet bû, mixabina wan bû, ji ber ku belgekirineke wan a wêjeyî nebû. Min ew valahî, ew kêmasî didît.

Romana min a sêyem, Duwamîn Hinarî Dunya bû. Ew li ser zarokan, şerê birakujiyê, pêkhatina siyasî ya Başûrê Kurdistanê bû. Tesîreke wê ya mezin hebû. Û ya rastî ez bi rêya vê romanê li Kurdistanê hatim nasîn. 4


Min timî hewl da helbestê binivîsim, wekî din jî metnên teorîk ên felsefî yan jî siyasî binivîsînim. Lê li wir ez gihiştim deverekê, yan jî êdî menzîleke wisa hat ku min nekarî behsa her tiştî bikim, her tiştî vebêjim. Gelo te di nava civakê te her wiha ew hewldana ku van bûyer û serpêhatiyan ji bîr bike, dît? Hewleke xwe şûştina ji rabihuriya xwe? Erê, tam jî ew bû ya min hîs dikir. Ji ber vê yekê jî min timî gelekî li ser bîroketiyê nivîsî. Di romana xwe ya dawiyê de jî min li ser bîroketiyê û tehlûkeya bîrokebûnê nivîsî. Min carinan jî behsa aliyên erênî yên bîrokebûnê kir, ma ne mirov nikare zanibe, ka bîrokebûn wê çi bike. Ev meseleyeke gelekî nakok e û manezelûl e. Gelek felaket qewimîn, û mirovan miamele bi wan re dikir weke ku tiştên normal bin, ew aîdî ya rojane û normal bin. Ya rastî min dixwest li dijî vê asayîkirina felaketê tiştêkî bikim. Di nava min de çîrokbêjiyeke serpêhatiya Kurdan hebû. Ev bi rastî jî di hinavên min de bû. Min baş dizanî, dema mirov mîna dîrokê behsa bûyerekê bike, mirov nikare behsa her tiştî bike. Hingê ew xeta stûr a bûyerên siyasî heye, lê belê mirovên ji rêzê, ew ê ku mirov ji wan re dibêje ên piçûk, ka çi hatiye serê wan, ka çi hat serê mirovan, Kurdan di van zeman û dewranan de ev ji bo yên ji derve bi temamî xerîb û sil e û heta ji bo me jî û ji bo tevahiya dinyayê jî. Ev ji bo min hem sedemeke mezin û hem jî motîvasyoneke mezin bû ku romanê binivîsim, ku ez bibim serhatîbêjek. “Gelo huner dikare me rizgar bike?“ Şarî Musîqarê Spêkan li ser wê kirina bi navê Enfal e û Sedam Hisên sala 1988’an qederê 182 hezar Kurdî bi zindî enfal kir. Çîroka mûsîqarekî ye, kureke ku li flûtê dixe, dikeve ber vê pêvajoyê û berê wî dane ber bi Başûrê Iraqê ve. Û li wir li gundekî ku bi tenê jin lê hene, dimîne. Li wan deveran hin gund hene ku tenê jinên laşfiroş hene, gundên fuhûşê ne û li wan gundan malbatên ji rêûresmê nînin. Ev mûsîqar, flûtjen li wê şûnê li mûzîkê dixe, ew jin direqisin. Ev roman bêhtir li ser maneya muzîkê, maneya ebedîbûnê, li ser peywendiye di navbera bedewî û ebedîbûne de ye. Û helbet di zemanekî wisa de maneya huner çi ye, di nava şer, hilweşandin û tevahiya van felaketan de gelo huner dikare me rizgar bike, bi hewara me ve bê? Gelo huner ji bo me mirovan dikare çi bike? Romana pên-

can, Xezelnûs û Baxekanî Xeyal bû, wergera wê ya Ingilîzî jî hat kirin. Ev romaneke mezin e li ser pêywendiya di navbera helbest û siyasetê de. Min bi vê dixwest ya rastî bibim çîrokbêjê veguherîne struktur û avahiya siyasî ya Kurd li Başûrê Kurdistanê. Piştî raperîna mezin û rizgarbûna ji Sedam Hisên, siyaseta Kurd bi carekê bi awayekî radîkal berê xwe guhert. Ji tevgereke şoreşger, a modern û demokratîk berê xwe da yeke mişt ji skandal û hetîketiyan, bi serî ve mişt şidet, mişt bertîlxwerî, Ya min dixwest vebêjim ew bû, ka ev çawa qewimî? Ew mirovên ku dixwestin Kurdistanê rizgar bikin, ew şoreşger, dema hatin ser hukim, bi carekê veguherin tiştekî bi temamî cihê.

Lê te ev têra xwe zû kir? Çawa bû, tu çawa bi ser vê mijara vegotinê ve bûyî? Rast e min zû nas kir û gelekî zû dest pê kir binivîsim jî. Lê di vê romana pêncan de gelek figurên cihê hene. Her yekî serpêhatîyên wan hene, tecrûbeyên wan hene. Di vê romanê de giraniyek li ser hizra felsefî, li ser wêjeyê, helbestê û hêzê, desthilatdariyê heye. Hêz çi ye, di navbera hêzê û helbestê de çi peywendî hene, têkiliya di navbera rastî û xeyalê de çi ye; ev hemû ji wan pirsan bûn ku diviyabû min bi wêjeyê bersiva wan bidaya. Li vir destûra te hebe, ez hin pirsên ji rêza romanan der ji te bikim; firrîn, bêgiranî bûn di romana te de gelekî derdikeve pêş. Ev çi ye ji bo Xwedê, çima firrîn, çima bêgiranûbûn, tu dixwazî ji xwîner re çi bibêjî? Di romana min Apê min Cemşîd Xan de ev bi giranî derket pêş. Û vê yekê paşê xwe di romanên din de jî çendbare kir. Di Êwarey Perwane de jî çend fîgur hene hewl didin bifirin. Du rastiyê bivê, min dixwest behsa me Kurdan bikim, ku em nikarin piyê me li ser zemîn, li erdê bimînin. Em gelekî bêîstîqrar in, pêleke siyasî dikare berê me bide ber bi deverekê ve û pêleke din bê me gelekî hişk radîkal biguhuere, û berê me bide devereke din. Weke mînak li Başûrê Kurdistanê ber û bayê siyasî xwe ewqasî radîkal di demeke ewqasî kurt de guhert, em wextekê marksîstên gelekî xurt bûn. Me minaqeşe dikirin li ser marksizmê. Hema hema hemû Kurd marksîst bûn. Û hema te dît bi carekê hemû bûbûn neteweperest. Bi ser de pêleke îdeolojiya dînî, Îslamî hat û bû xwedî domînanseke diyar di

nava civakê de. Min dixwest nîşan bidim ku di dîroka me bi xwe de me rêya xwe, berê xwe nedît. Ev ji me nehat. Em hîna jî di nava bahozekê de ne. Min dixwest bêkarakterbûna me ya siyasî xêz bikim, nîşan bidim. Bi destûra cenabê te ez dikarim wiha şîrove bikim, te ev ne weke rexneyeke li elîtên siyasî ye, lê terîfkirina di nava wêjeyê de ya temamê civakê ye; lê belê bi kîjan armancê? Min dixwest civaka me, dîroka wê, ji wê jî bêhtir serdemên cihê di rabihuriya me ya siyasî de bi romanê vebêjim. Min ev veguherînên bi lez hemû dîtin, ew di ser min re bihurîn. Tesîra wan li min bû. Mirov nexasim jî li Başûrê Kurdistanê nizanin ka ew çi dixwazin. Gelo ew dixwazin bi rastî dewleteka wan a Kurdî hebe, ya gelo ew dixwazin dewleteke wan a demokratîk hebe. Ka ew xwe çawa bi beşên din ên Kurdistanê ve girêdidin? Ka ew bi dinyayê ve xwe çawa girêdidin. Min dixwest vê têkiliya bi pirsgirêk ya di navbera mirov û dîrokê de, û di navbera mirov û mekanî de vebêjim. Ha hingê ev fîgurên bêgiranî peyde bûn. Ev figur carinan hewl didin bifirin yan jî birevin. Bi her halî ew carinan nikarin li ser erdê, li ser zemînê bimînin. Ev bigewdekirineke sembolîk bû ji bo vê diyardeyê. Ji vir jî ez berê xwe bidim romana xwe ya şeşan. Ew jî Qoşkî Balinde Xemgînekan bû. Ew jî hatiye wergerandin Kurmanciyê. Roman li ser evîn û dinyayê ye. Ev çîroka jinekê ye ku sê mêr dil dikevin, lê ew wan dide ber ezmûnekê; ji wan re dibêje hûn mêr timî behsa evînê dikin, lê evîn çi ye? Çawa evîna we dikare biîstîqrar be. Lewma we ti tişt nedîtiye. Hûn tenê li vî bajarî bûn. Haya we ji dinyayê nîne. Ti tecrûbeya we nine. Bi vî rengî ew wan hersêyan dişîne gereke li dinyayê û erka wan e ku cureyên kêmdîtî yên çivîkekî bînin malê. Bi ser de jî divê her yek ji wan serpêhatiya xwe ji nû ve bibêje. Piştre jî hesab ew e ku ew biryarê bide, ka kî bi destûre ku pê re bizewice û kî bê destûr e.

Ew mirovên ku dixwestin Kurdistanê rizgar bikin, ew şoreşger, dema hatin ser hukim, bi carekê veguherin tiştekî bi temamî cihê. 5


Evîndarî ne tenê peywendiya du mirovan e. Evîndarî peywendiya mirovî û tevahiya cîhanê ye.

Gelo min rast fêm kir, di vê romanê de Sewsen dibêje, mirov li cihê lê ne nezan in; û ji bo ku hêjayî tiştekî weke evînê nirxbilind bin, dive bêhtir zanibin û bibînin û ji ber vê evîndarê xwe dişîne dewra alemê? Erê, bi temamî wisa ye. Naskirina xwezayê, jingehê, dinyayê, di vê romanê de evîndarî weke tiştekî wisa hatiye sêwirandin ku peywendiya wê bi tiştên din re heye. Evîndarî ne tenê peywendiya du mirovan e. Evîndarî peywendiya mirovî û tevahiya cîhanê ye. Sewsen Fîkret jî fîgureke balkêş e. Lê weke gelek fîgurên romanan, figureke neasayî ye. Raste her sê mêrên di romanê de vediguherin figurên neasayî ji ber wê yan jî li ser daxwaza wê. Min dixwest bi vê beşekê ji dîroka jina Kurd jî vebêjim. Ew jî jinek e, lê ew timî li malê dimîne. Pirtûkxaneyeke wê heye li malê. Ew gelek pirtûkan dixwîne. Lê ew timî li malê dimîne. Ha ev jina timî li malê dimîne ji wan mêran dixwaze ku dinyayê bibînin. Ew dixwaze bi çavên van mêran dinyayê bibîne. Yanî min xwest ev serpêhatî wisa be. Bi vê ez serpêhatiya jinan hinekî vedibêjim. Li Kurdistanê pirraniya jinan bi xwe nikarin dinyayê bibînin. Ji ber wê yekê mêrekî weke modemekê bi kar tînin da ku dinyayê bibînin. Bêguman, di nava romanê gelek serpêhatiyên din tevî hemû bûyerên siyasî jî dihewîne, nexasim jî yên piştî sala 1992’yan li Kurdstanê rûdayî. Ev gelo ezmûna nifşekî hêvînemayî ye? Herdu, hem xeyal û hêviyên me û hem jî yên nifşê min neman, şikestin. Me hemûyan felaketên gelekî mezin dîtin û em nikarin hema wisa bi carekê wan ji bîr bikin. Tesîreke vê ya mezin heye li ser têkiliyên me bi dinyayê re. Ji ber vê yekê, min ev rewş bi karakterên xwe bi gewde kir. Heta bi siyasetvanên halê hazir heyî jî, di romanên min de ew jî ne razî ne ji rewşê. Têkiliyan wan jî bi pirsgirêk e bi mekan re, bi zeman re. Ya rastî, pirsgirêkên hemûyan ên mezin hene. Ew jî ne razî ne. Romana te ya heftem weke Apê min Cemşîd Xan ê ku bê ew li ber xwe dibir li Kurmancî hat wergerandin. Me behsa firrînê di romana te de kir, lê em dibînin ku Cemşîd Xan bêyî îradeya xwe difire, ba wî li ber xwe dibe û benê wî jî di destê hinên din de ye. Bi ser halan de jî her cara dikeve bîroke dibe. Ma bila çi bûba, ya ku li gorî te maqûl diviyabû çi be? Ji bo min gelekî trajîk bû bîra me weke netewe gelekî lawaz bû. Em timî ji bîr dikin ka çi qewimî. Min di nava van felaketan de mirov dîtin, ku hema hema her tişt ji bîr kirin. Ha, li dijî vê bîrokebûnê min xwest tiştekî binivîsim. Cemşîd Xan bi rastî jî vê bîrokebûnê bi gewde dike. Ew koma

6

vê bîrokebûnê ye. Ji ber vê yekê niha di trîlojiya xwe ya dawî de ku berga wê ya dawî van rojan li Başûrê Kurdistanê çap dibe, ez li dijî vê bîrokebûnê, nebûna bîra dîrokê têdikoşim. Nabe ku mirov dîrokê, her tişta qewimî, felaketan hema wisa ji bîr bike. Ya maqûl ew e ku mirov her tiştî veguherîne tecrûbe ezmûnan. Mixabin em Kurd nizanin, nikarin qewmîn û serbihuriyên xwe yên trajîk veguherînin ezmûnan, tecrûbeyan. Em dîroka xwe pirrcarî dikin. Ya maqûl ew e ku mirov vê dîrokê, van serbihuriyan her carê ducar, sêcar û pirrcar neke. Nexasim jî li Başûrê Kurdistanê em dîroka xwe her pirrcarî dikin. Ji sala 1966’an ve duparçebûna di navbera Barzanî û Celal Talabanî de pirrcar dikin. Her nifşa ku tê, nifşek li pey ya din vê duparçebûnê ji nû ve hildiberîne. Min wisa hîs dikir ku divê ez tiştekî li dijî vê bîrokebûnê bikim, lewma ew tenê dikare berê me bide felaketan yan jî bê karakterbûna siyasî. Te behsa trîlojiya xwe kir, her du bergên pêşî li Başûrê Kurdistanê der çûn. Ya sêyem amade ye, muhtemelen dema hevpeyvîna me hat weşan din ew jî der diçe. Ev trîlojî behsa çi dike? Gelo em li benda şahesereke din a Bextiyar Elî bin ku li zimanên din jî werin wergerandin? Romana min a heştem e, beşa yekem a trîlojiyê. Beşa yekem bi navê Keştiyî Firîştekan e. Serpêhatiyeke gelekî dirêj e. Serpêhatiya siyasetvanekî Kurd e ji sala 1947’an heta roja me ya îro. Karakterê sereke şoreşgerek e, pêşmergeyek e ku di du şoreşan de cihê xwe girtiye. Û siyasî ew hatiye asteke bilind. Erê, di vir de jî timî û ji nû ve pirsa li ser bîroke bûnê xwe dide der. Şoreşek di nava mirovî de, çi beş jê dikarin xirab û necisane bin. Têkiliya di navbera şoreş û weke nimûne xirabiyê çi ye? Yan jî bi pirsa gelo şoreş jî dikare weke desthilatdariyê xirab be? Pirsên bi vî rengî û gelek pirsên din ên ji hev gelekî cihê min hewl da bi wêjeyê bersiva wan bidim. Di vê romanê de jî weke di romanên min ên din de dinyayeke xeyalî ya fantastîk heye. Lê ev metnekî gelekî dirêj e û ya rastî mirov nikare bi kurtî behsa vê romanê bike. Ev trîlojî hemû bi vî rengî ye ya rastî. Di navbera trîolojiyê de jî min romaneke din jî nivîsî. Hewarakanî Danyal ya rastî ev romana min a herî dawî ye bi rengekî. Li Silêmanî çap bû. Min bi vê romanê xwest dîroka serpêhatiya şerqê bi dîrok û serpêhatiya du bajaran vebêjim. Navê van bajaran xeyalî ne. Min bi wan xwest çîroka serîrakirina terorê, ya şidetê, tund û tûjiyê bi rêya çîroka du bajaran bibêjim. Nexasim jî serîrakirina DAIŞ, çanda serjêkirinê, çanda mirov kuştinê, ev tişt li rojhilat çawa peyde bûn, ji ku ve hatin, min xwest bi Hewarakanî Danyal bersivê bidim van pirsan.

Mirov nexasim jî li Başûrê Kurdistanê nizanin ka ew çi dixwazin. Gelo ew dixwazin bi rastî dewleteka wan a Kurdî hebe, ya gelo ew dixwazin dewleteke wan a demokratîk hebe. Ka ew xwe çawa bi beşên din ên Kurdistanê ve girêdidin? Ka ew bi dinyayê ve xwe çawa girêdidin.


Te got, hestên di biwara çanda Kurdî de li cem min xurt bûn, û li min zorek hebû ku ez bibim çîrokbêjê xwe, yê wê civakê, lê ka kesî ji te re çîrok gotine, mesela dayika te çîrok ji te re digotin? Nexêr, dayika min çîrok nedigotin. Li mala me sê çîrokbêj hene. Yek jê dapîra min ji aliyê bêv ve bû; ew çîrokbêjeke harîqulade bû. Û hema hema hemû Çîrokên Hezar û Şevekê min ji wê bihîstin. Wê bi xwe nedizanî ku ev çîrokên ji hezar û şevekê ne. Min jî paşê tê derxist ku ew çîrok ên hezar û şevekê ne. Tişta wê ji min re digot gelekî elaqedarî vê pirtûka şerqê bû. Bavê min jî serpêhatîbêjekî pirr baş bû. Lê di navbera dapîra min û bavê min de cêwaziyek hebû. Bavê min timî roman dixwendin ê dema em zarokên wî piçûk bûn, ew ji me re weke ku çîrok bin, vedigotin. Wî gelek romanên Tolstoy, Şoloxov û gelekên din ji edebiyata Rûsî û ya Fransî weke çîrok digotin. Wî gelek dixwend û ji me re bi awayekî gelekî hêsankirî digot. Gelo ew mamoste bû? Û piçekî şexsî ye, lê gelo ew jî komunîst bû? Erê wele, te tê derxist. Ew mamoste jî bû û komunîst jî bû. Ew di destpêkê de endamê Partiya Komunîst a Iraqê bû. Bi Ibrahîm Ehmed wan re. Ew gelekî di girtîgehê de mabû. Li çiyê jî gelekî mabû. Bi her halî ew çîrokbêjekî harîqulade bû, gelekî baş bû. Ji bilî wî çîrokbêjeke din hebû, yeke gelekî baş û ew jî jinapa min bû. Dema zarok bûye dapîra wî ji wê re gelek çîrok gotine. Bi ser de jî ew van çîroka dikare gelekî baş bibêje. Xulase, erê di malabat min de sê çîrokbêjên min hebûn ku gelekî biaqil bûn. Weke mîna di Diwahemîn Henarî Dunya de kêlî hene, xweş in, bi rastî jî reng didin vegotinê, lê ne tenê ev, ew dilê figurên di nava romanê de jî xweş dikin. Lê ew kêlî kêm in. Gelo derfeta te nîne tu wan zêde bikî yan jî tercîha te ye tu wan kêm bihêlî? Xisleta Kurd a pirr xweş, pirr bedew e ev; ev kêlî bix we ne. Tevî ku di nava felaketan de dijîn, Kurd miletekî dilxweş in, miletekî pêkenîn e, mûzîkeke me ya dilxweş heye. Di nava miletê din de ku felaketê mîna me bi serê wan de hatibin û mîna me dilxweş bin, min nedîtine. Wan felaketên weke me mezin nedîtine, lê mûzîka wan ji ya me bi gelekî xemgîntir e. Ez vê di xislet û karakterê Kurd de gelekî erênî dinirxînim. Lê herçî wêjenivîsîn e, em hewl didin tiştekî bavêjin ser vê û wê ya ku zext geleke li ser, ew a ku birrîna wê, kula wê gelekî dijwar e bînin meydanê. Ruhê min ruhekî Kurdî ye, ez rastiyê bibêjim. Ji ber wê jî ew kul û birînin di mêjûyê wêje de ji bîr nebe û bimîne. Ji ber wê yekê ez hewl didim gelekî behsa wan kul û birînan bikim, qala wan xeman û azaran bikim. Tevî vê jî, ji bîr naçe ku insanê Kurd, insanek e ku şiyana wî ya dilxweşiyê heye, şiyana wî ya strangotinê heye, şiyana wî ya pêkenînê heye, heta di nava trajediyan de dikare peywendiyeke komedî durist bike. Ev jî pirr girîng e. Bi tenê Kurd dikarin pêywendiyeke ev çend komedî bi trajediyê re deynin.

Gelo cenabê te hizr dike ku tiştekî bi temamî cihê binivîsî, bibî nivîskarekî ji Bextiyar Eliyê em nas dikin cuda, gelo bi ceribandinekê Bextiyar Eliyekî nû mumkin e? Belê, herçî mumkinbûn e, erê dikarim, û hez jî dikim. Ya rastî divê bikim jî. Wisa hest pê dikim ku îhtîmal e kitêba min a bê wisa be. Tiştekî bi temamî cêwaz be. Lê ev bes e niha, li ser vê mijarê.

7


Cihek ji xweşbîniyê re timî heye

w Di xeyala me de tişteke weke utopyayê hebû. Lê belê hemû serûbinîhev bû, hemû berbad bû. Vê yekê jî kir ku têkiliya nifşê me bi mekan, dîrok û rastiyê re veguherand têkiliyeke gelekî bi pirsgirêk. Ji ber vê yekê hemû fîgur û karakterên min ji vî nifşî ne, ya rastî ji tecrûbeya min bi xwe ne. Vê carê em berê xwe bidin aliyekî din ên karakterên te yên romanê de. Ew timî nerazî ne, ji mekanê xwe, ji rewşa xwe ya siyasî û civakî ne razî ne. Çima ev nerazîbûna ji mekan, zeman û rewşa siyasî û civakî? Çima ev xemgînî û lêgerîna bexteweriyê barekî giran e li ser fîgurên te? Muhtemel e ku elaqeya vê yekê bi nifşê min ê li Başûrê Kurdistanê re elaqedar be. Ne tenê ez, nifşê min bi serbihurî û serpêhatiyên xwe muhtemel e vê diyar dike. Mînak, ez ji 18 salî heta 32 saliya xwe li nava şikeftekê de bûm. Û me hemûyan ev felaket hemû dîtin. Me Enfal dît, me êrîşên bi sîlehên kîmyewî dîtin. Bi ser van de jî me jihevdeketin û felişîna siyaseta Kurd û siyasetvanên Kurd dît. Me şahidî li van kir. Bifikire, xewnên me hemûyan ên gelekî mezin hebûn dema Sedam Hisên çûyî. Di xeyala me de tişteke weke utopyayê hebû. Lê belê hemû serûbinîhev bû, hemû berbad bû. Vê yekê jî kir ku têkiliya nifşê me bi mekan, dîrok û rastiyê re veguherand têkiliyeke gelekî bi pirsgirêk. Ji ber vê yekê hemû fîgur û karakterên min ji vî nifşî ne, ya rastî ji tecrûbeya min bi xwe ne. Lê dîsa piçek hêvî heye, maye, lêgerînek heye! Ji bo min pirsa mezin timî ew bû, heger azadî nemîne, ji dest biçe, divê em çi bikin? Azadiya me nîne, lê belê belkî em nikarin wê bibînin, yan jî belkî ew nabe para me. Belkî em di şerê ji bo azadiyê de her tiştî jî ji dest bidin. Lê dîsa jî, aliyê me yê insanî, berpirsiyariya me heye; hingê jî timî ev pirs li pêşberî me ye, em dikarin çi xilas bikin, çi dikare bifilite? Mesele, ya rastî di hemû romanên min de ev e, felat, rizgarkirin. Em mirov dibe ku em siyasî ne serketî bin, yan jî îdeayên xwe yên siyasî nikaribin pêk bînin, nikaribin wan veguherînin heqîqetê, lê belê dîsa jî em dikarin di nava vê serpêhatiyê de, di nava vê çîrokê de tiştekî rizgar bikin, jê xi-

8

las bikin. Ji ber vê yekê ji romana xwe ya duyem heta bi romana xwe ya dawiyê ez behsa rizgarkirinê dikim. Mirov dikarin çi xilas bikin. Bedewiyê rizgar bikin, heqîqetê bifilitînin, nirxên exlaqî xilas bikin, û heta pakî û xwerûbûna di jiyanê de rizgar bikin. Ez bi israr im li ser vê nuqteyê. Bi ya min timî gelek tişt hene ku mirov dikarin wan rizgar bikin, wan ji têkçûnê rizgar bikin. Em siyasî ne serketî bin û nikaribin îdeayên xwe yên siyasî bi cih bînin jî, lê belê berpirsiyariya me ya exlaqî dimîne, erka me ya beramberî mexdûrên din jî li cihê xwe ye. Û ez dixwazim behsa vê bikim, vê yekê vebêjim. Xwerûbûneke paqiyê heye li cem hin figurên te, mirov dinihêre li cem karakterên ku ji bo xwîner muhtemel e xirab jî bin, xuypaqiyek heye, nisbî ye, lê heye; gelo tu hêviyê bi vî rengî dabeş dikî? Ez wisa dest pê bikim, min gelekî zû, gelekî bi ciwanî nivîskarên mîna Albert Camus, Freud xwendin. Ez gelekî gumanbir bûm; li cem min timî silbûneke ji mirovan hebû. Ez ji dil bim, ya rastî min dixwest xwe ji vê yekê xilas bikim di wêjeyê de, min dixwest qehremanên wisa biafirînim ku bikin ku ez xwe ji vê silbûna beramberî mirovan xilas bikim. Ji ber vê yekê jî heta li cem wan karakterên necis, ew ên bi xisletên xirab û neçê barkirî, ez hewl didim nîşan bidim ku ew jî mirov in. Aliyê wan ê insanî heye, rast e li cem wan ew potansiyel heye ku xirabtir bin ji mirovên din, lê belê bi her halî ew ne necis bi xwe ne. Min dixwest di wêjeya min de figurên necisane hilneberînim, da ku di serencamê de ez xwe ji vê silbûna xwe ya beramberî mirovan xilas bikim, wê li dûv xwe bihêlim. Jixwe, ez bawer nakim ku ew xeta hişk a ku qenc û xirab, baş û neçê ji hev qut dike di heqîqetê de nîne. Timî di karakterekî qenc û çê de hinek xirabî heye, yan jî di her karak-

terê xirab û neçê de hinek aliyên qenc hene. Jixwe, ji ber vê yekê min hewl da, di rastiyê de çawa ne wisa mirovan nîşan bidim. Jiyanên têkçûyî, evîndarên dil bilkul, kesên xeyalên wan bi cih nehatî; pêjna pesîmîzmekê, reşbîniyekê heye. Gelo Bextiyar Elî reşbînek e, yan wî hewl daye çîroka reşbîniyê yan jî reşbînan bibêje? Nexêr, ez qet nikarim bibêjim ku ez reşbînim. Belkî şexsî ez reşbîn bim, lê belê min nexwest vê pesîmîzmê di romanê xwe de evqasî zelal bi gewde bikim. Min timî karakter û çîrok wisa hûna ku cihek, mekanek ji xweşbîniyê re bimîne. Cihek ji xweşbîniyê re timî heye. Û min gelekî li ber da, da ku ev cih û mekanê xweşbîniyê timî bimîne. Le li aliyê din rastiyek heye, figur û karakterên romanên min di nava felaketan de dijîn, di nava dîrokeke xwînbûyî de. Jiyaneke wan a em jê re bibêjin normal nîne, ji ber wê yekê jî ew nikarin dûrî vê rewşa di navê de bin. Min jî dixwest weke gelek nivîskaran serpêhatiyan binivîsim ku di wan de xwîn û şidet nebe. Lê ev ew karakter in ku bi wan rûxandin, wêrankariyan, parçebûn, jihevqetiyan û diriyanan re rûbirû mane, ev di ser wan re bihurî ne; belê serpêhatiya min a şexsî ji wisa bû, civaka min jî wisa bû. Nabe ku ez derewan bikim. Nabe ku ez behsa tiştên xweş û bedew bikim, lê heqîqet tiştekî bi temamî cihê û cêwaz be, dîrok yeke bi temamî cêwaz be. Bi ser de jî me bi tenê şer û wêrankarî dît. Em îro jî di nava vê wêrankariyê bi xwe de dijîn. Li Başûrê Kurdistanê, li Rojava, li Rojhilat, li Bakur, timî felaketek heye ku bi serê me de tê, li me Kurdan diqewime. Ji ber vê yekê jî min hewl neda ku ez fîgurên leheng, bi çavên xweşbîn li dinyayê dinihêrin û bi xwe jî li dinyayeke xweş in. Bi ya min wêjeyeke bi karakterên bi vî rengî gelekî çêkirî, gelekî nereel û gelekî dûrî heqîqetê ye. Figurên romanên min di nava felaketan de ne û hemû dizanin ku hema hema ti kes nîne ku karibe wan rizgar bike. Ji ber vê jî ew dixwazin bi xwe tiştekî bikin, tiştekî bi ser bixin. Û ha ev hewldan bi xwe ye hêviya me.


Li vir ez pê hisiyam ku mirovên li rojavayê dinyayê di guhê gê de ne, haya wan ji bayê felekê nîne, herçî dîroka me ye. Ka çi qewimiye li Kurdistanê, ka trajediyeke me ya çawa heye, li ser van tiştan ew bi ti tiştî nizanin.

Weke mûcîzeyekê bû Bi Elmanî pirtûka te ya bi navê Hinara Dawî ya Dinyayê hat belavkirin, serketî bû; lê ji bo te çawa bû, hem di warê têkiliya te bi xwîneran re û hem jî di warê têkiliya bi weşangeran re? Bi kurtî, pirr baş bû. Kitêb bi Elmanî hîna 25 roj bû derçûbû, li ser lîsteya rexnegiran a SWR`ê de ku li Elmanyayê navdar e, li rêza 7’an bû. Ev weke mûcîzeyekê bû, lewma ji bo ku mirov van pirtûkan bixwîne gelek dem divê, piştî wê binirxîne û hîna piştre pirtûk dikevin vê lîsteyê. Lê Hinara Dawî ya Dinyayê bi tenê piştî 25 rojan kete vê lîsteyê û li pêşiya gelek romannûsên mezin ên dinyayê cihê xwe girt. Di lîsteya Litpromê de jî bû yekem, ev lîsteyeke ji bo wêjeya ji derveyî Ewrûpayê ye. Bi vî awayê xwe roman serketinek bû. Piştî wê ez vexwendim gelek deveran û di tevahiya rojname û kovarên mezin û girîng de li ser romanê hat nivîsîn. Di demeke gelekî kurt de gelekî serketî bû. Ji bilî van derdorên profesyonel, xwîneran jî xwe gihand te, wan çawa roman dinirxand? Erê, gelekan fikra xwe ji min re digot, gelekan ji min re dinivîsî. Gelekî heyranî romanê mabûn. Hîna jî, ha îro bi xwe jî ez mirovan dibînim ku heyraniya xwe ya ji bo vê romanê îfade dikin. Beriya bi çend rojekî ez bajarê Swîsreyê li Leukerbadê bûm. Li wir min du caran hin beş ji romana xwe xwend. Li wir ez rasta jinekê hatim, wê ji min re got, ez ji Berlînê trênê siwar bûm û pirtûka te di destê min de bû. Jinek bi carekê li hemberî min rûnişt û min dît ew jî pirtûka te dixwîne. Û herdu jî heyrana romanê

bûne. Wekî din min gelek komên xwendinê dîtin ku roman xwendine û piştre li ser minaqeşe kirine. Em Kurd bi rengekî di romana te, karakterên romana te digihijin, li awayê vegotina te serwext dibin, girêdaneke me û serhatîbêj û romannûs xweber çêdibe, lê ji vê çanda xerîb ya ku dike ev mirov heyrana romana te bibin çi ye? Ez bawer dikim tevahiya sêwirandina romanê ye, ji karakteran heta bi serpêhatiyê. Nexasim jî ew zimanê helbestî ji bo pexşanê. Ew gelekî behsa vî aliyê helbestî yê vegotinê dikin. Li vir hema hema hîç nayê nasîn. Em dikarin bibêjin ku ev ziman di pexşanê de li vir gelekî kêm bûye. Helbet ew dinyaya ji bo wan egzotîk e. Li vir ez pê hisiyam ku mirovên li rojavayê dinyayê di guhê gê de ne, haya wan ji bayê felekê nîne, herçî dîroka me ye. Ka çi qewimiye li Kurdistanê, ka trajediyeke me ya çawa heye, li ser van tiştan ew bi ti tiştî nizanin. Di serê wan de dîmen û wêneyên gelekî giştî hene ku ne heqîqet în û ti elaqeya wan bi heqîqetê re nîne. Dema ku ew di serpêhatiyekê de vê bibînin û bixwînin, hingê kêliyeke şokê û hizirînê bi ser wan de tê. Bi ya min pirtûkê ev fonksiyon baş bi cih anî. Êw dikare bike ku xelk şok bibe û bihizire. Di romanê de kêlî hene ku li cem me parçeyên jiyana rojane ne, lê belê li vir weke ku beşeke ji aliyê mîtolojîk ê jiyanê be tê dîtin. Vê jî ez heyranî xwe hiştim. Bifikire ew bûyer û serpêhatiyên normal, parçeyên jiyana rojane, tesîreke efsûnî li xwînerên Ewrûpî dikir. Trajediya Kurdan efsûnî bû ji bo Ewrûpiyan.

Beriya bi çend rojekî ez bajarê Swîsreyê li Leukerbadê bûm. Li wir min du caran hin beş ji romana xwe xwend. Li wir ez rasta jinekê hatim, wê ji min re got, ez ji Berlînê trênê siwar bûm û pirtûka te di destê min de bû. Jinek bi carekê li hemberî min rûnişt û min dît ew jî pirtûka te dixwîne. Û herdu jî heyrana romanê bûne. 9


Edebiyat her xwe bi xwe be nikare bijî z

Ev têkoşîna ha ji bo min, ev têkoşîna Kurdan li Bakur, gelekî manedar e. Rojava jî pê re, êdî yekane hêviya me ne. Ez wisa dihizirim ku tişta me li Başûr kir, tecrûbeya me ya Başûr ne mînakeke baş bû. Em dixwazin ku ev bê sererastkirin li Bakur û Rojava.

Sedema hatina Elmanya? Di dema xwe de, hingê, piştî raperîna sala 1991´ê em civakeke rewşenbîr bûn. Em pirr rexnegir bûn. Me gelek rexne digirtin li siyaseta Kurd, li îdeolojiyan li hizban, li dîn û li civakê digirtin. Kovareke me hebû bi navê Kovara Azadî. Ji bilî Kovara Azadî gelek çalakiyên me yên din jî hebûn. Her serê çend mehan me hefteya rewşenbîrî yan jî hefteya çandî me li dar dixist. Em gelekî dipeyivîn. Em ciwan bûn, em gelekî hêrsrabûyî bûn, pirr navmêr bûn, xewnên me yên mezin hebûn. Dema li pey van şerê navxweyî dest pê kir, ev xewnên me hemû, çawa bibêjim, weke ku li ber bê çûbin. Civakeke gelekî tirsnak derket holê. Ne dida der ka niyazên wê çi ne. Karê rewşenbîrî li Kurdistanê gelekî zehmet bû, pêsîr li rewşenbîriyê pirr hat tengkirin. Ev sedemeke mezin bû ku ji Kurdistanê der biçim, bêm vir (Elmanyayê), li vir fêrî ziman bibim, li vir asoya ber xwe ya rewşenbîrî mezintir bikim, û li vir rûberekî azadtir hebû ji bo em bipeyivin. Bi ser de jî nexasim hingê ne diyar bû, ka Kurdistan wê bikeve jêr destî Sedam Hisên yan na. Ev hemû pirsiyarên mezin bûn hingê. Hingê min biryar da li derveyî Kurdistanê li mekanekî azad ji bo nivîsînî peyde bikim, biafirînim. Çima niha tu venagerî Kurdistanê? Van salên dawiyê gelek caran çûnûhatina Kurdistanê min kir. Lê li vegera bi temamî nafikirim, lewma ez wisa his dikim ku li vir pirr azadtir im. Û bi ya min pirr girîng e ku ez li vir kar ji bo edebiyata Kurdî bikim. Lewma edebiyata Kurdî her li nav xwe bimîne, her xwe bi xwe be nikare bijî. Ew divê hewl bide derkeve, biçe nav zimanên din, çandên din. Pirr girîng e ez ji bo wêjeya Kurd bixebitim li vir. Bextiyar Elî yê bav û çîrokbêj? Dema ku keça min zarok bû, her şev min ji bo wê çîrokek çêdikir û jê re digot. Îro jî ew çîrok li bîra wê ne. Tecrûbeyeke pirr xweş bû, hem ji bo min jî ji bo wê jî. Îro jî dema tê bîra wê, yan jî navê wan çîrokan tên bîra wê, bi wan dike. Tişta ku ez di vê meseleyê de herî zêde xema wê dixwim ew e ku, ew çîrokên min hingê çêdikirin û digotin, niha min hemû ji bîr kirine. Min yek ji wan jî nenivîsiye. Min qeyd jî nekirine.

Bextiyar Elî rojane çi dike? Wele mirovek di jiyanê de çi bike ez jî dikim. Qehwê vedixwim, çayê vedixwim. Digerim. Gelekî hez ji sefer û geştê dikim. Pirr dixwînim, pirr dinivîsim. Jiyana min sefer, xwendin, nivîsîn e, û gelekî xweşhal im ku li gel dostên xwe êvaran rûnim, ew kesên ku li ber dilê min bi nirx in. Ez gelekî hez ji mûzîkê dikim û hez dikim zindî jî guh bidim muzîkê û ji ber vê jî gelek caran ku derfeta min hebe, ez keysê lê bînim diçim konseran yan jî operayê.

Ji serhatîbêjî û mûzîka Kurdî tu kî diecibînî? Ji muzîka Kurdî ez gelekî hez ji kevnên wekî Mezher Xaliqî, Mamlê, Hesen Zîrek dikim. Ez bi kêfxweşî guh didim mûzîka kevin a klasîk a Farisî, ya Erebî. Kêm caran Umm Kulsûm, lê bêhtir Abdulkerîm Hafiz, Feyrûz ez li wan dihisînim. Herçî muzîka klasîk a rojavayî ye, ez pirr hez dikim li Bach, Vivaldi, Çaykovskî bihisînim, ew ên ku mîna serpêhatiyên min, çîrokên ez wan dibêjim, datînin û radibin, natebitin.

w Bi ya min pirr girîng e ku ez li vir kar ji bo edebiyata Kurdî bikim. Lewma edebiyata Kurdî her li nav xwe bimîne, her xwe bi xwe be nikare bijî.

Rojava û Bakur yekane hêviya me ne

E

10

v demeke dirêj e, ez bi rojnameyeke Kurdî re nepeyivîme, min erê nekiriye bi kanaleke televizyonê ya Kurdî re bipeyivim. Ji bo min rûmeteke mezin bû ku ji bo PolitikArtê bi rojnameya we Yenî Ozgur Polîtikayê re bipeyivim. Min ê ji xwe bi ti rojnameyên din ên Kurdî re nekira jî, ev tercîha min e, bi tenê bi rojnameya we re vê hevpeyvînê bikim. Lewma ev têkoşîna ha ji bo min, ev têkoşîna Kurdan li Bakur, gelekî manedar e. Rojava jî pê re, êdî yekane hêviya me ne. Ez wisa dihizirim ku tişta me li Başûr kir, tecrûbeya me ya Başûr ne mînakeke baş bû. Em dixwazin ku ev bê sererastkirin li Bakur û Rojava. Ka ev ê ji me bê, ev pirseke sext e, ez pê dizanim.


Xwînerekî min li Bakur pirr girîngtir e ji xwînerekî min li Elmanyayê Ez gelekî pê şad bûm ku min dît, kitêbên min çawa li Silêmanî hatin pêşwazîkirin, bi heman rengî li Mêrdîn û Amedê hatin pêşwazîkirin. Min xwînerên xwe dîtin ku bi heman rengî bûn

Xwînerên Kurmancî kêm in, lê wan kêman hez ji romanê te kir; têkiliyên te bi weşanxane û xwînerên Kurmanciyê çawa çêbû? Ya rastî zêde ez şehrezayê rewşa Bakur nebûm, min xweş nas nedikir, çawa çap dibin, kî diweşîne û çawa tê belavkirin. Hingê Kak Besam Mistefa romana min wergerandibû Kurmanciyê, û bi Ebdullah Keskîn re li hev kiribû ku pirtûkan biweşînin. Bi qasî dizanim, pirtûk hatin weşandin. Ez wisa bibêjim, bi min gelekî xweş bû. Ji bo heger kitêbeke min bê wergerandin Kurmancî, gelekî zêdetir bi dilê min xweş e ku bibe Elmanî yan Ingilîzî yan jî Fransî. Ji ber ku xwînerekî min li Bakur pirr girîngtir e ji xwînerekî min li Elmanyayê. Hez dikim ev yek pira di navbera me Kurdan de xurt bike. Û ez gelekî pê şad bûm ku min dît, kitêbên min çawa li Silêmanî hatin pêşwazîkirin, bi heman rengî li Mêrdîn û Amedê hatin pêşwazîkirin. Min xwînerên xwe dîtin ku bi heman rengî bûn. Ez beriya bi du salan li Amed û Mêrdînê bûm. Li Amed û Mêrdînê min civînên piçûk ên xwendinê kirin, û hejmareke mezin a xwînerên xwe jî min dîtin. Ez bi nivîskaran re rûniştim. Wê yekê jî ez gelekî kêfxweş kirim ku kitêbên min gihiştin têra xwe xwîneran. Tu romana Kurdî, nexasim jî ya Soranî xweş nas dikî û dikarî li ber fikr û boçûna romana cîhanê jî bigirî; bi ya te romana Kurdî ber bi ku ve diçe? Bi ya min gavên mezin avêtine. Kêm ziman hene li dinyayê ku di demeke ew çend kurt de karîn gavên evqasî mezin biavêjin. Bi heman rengî kêm edebiyat heye ku di demeke ewqasî kurt de karîn gavên evqasî mezin biavêjin. Divê em ji bîr nekin ku ev mohleteke bîst salan e ku em ziman û edeba Kurdî bi temamî û bi azadî bi kar tînin. Ewrûpayê jî ji bo me bergehek afirandiye. Tevî hemû zehmetî û kêşeyên heyî jî, bi ya min çîroknivîsîna Kurdî metnên gelekî baş û bedew weke berhem anîne derê; hem li Başûr û bi qasî min xwendî li Bakur jî. Ez wisa difikirim ku ev pirrbûna edeba Kurdî gelekî balkêş e. Bi ya min di siberojê de zêdetir bibe, kêmtir nebe. Gelo te wergerên ji Kurmanciyê ber bi Soranî ve xwendine? Nexêr, min nexwendine. Belê belê min xwendiye, min wergera romana Helîm Yûsiv xwendiye. Yek jî Sobarto bû û ya din jî Gava Ku Masî Tî dibin. Wêjeya Helîm wêjeyeke zor ciwan e. Ez wî bi nivîskarekî zor baş dizanim. Ez wisa di wî digihim ku ew trajediya Kurdî bi sembolên xwe, bi zimanê xwe yê taybet û bi şêwazê xwe îfade dike. Herçî xisleta şênber a romana Helîm e, tirs di nava wan de cihekî mezin girtiye. Û helbet ew meseleya ka tirs di nav insanê Kurd de dewra xwe dike îş dike. Ji bo min ev aliyekî gelekî balkêş bû di edebiyata Helîm de.

Ez Bextiyar Elî me Tevî hemû zehmetî û kêşeyên heyî jî, bi ya min çîroknivîsîna Kurdî metnên gelekî baş û bedew weke berhem anîne derê; hem li Başûr û bi qasî min xwendî li Bakur jî.

Piştî vê serpêhatiya roman nivîsîna te, bi destûra cenabê te pirseke hişk û yekser ji te bikim; ji bo te dibêjin Márquezê Kurdan, gelo tu Márquezê Kurdan î yan Bextiyar Eliyê me yî? Ya rastî ew e ku ez Bextiyar Elî me. Lê, helbet Márquez nivîskarekî gelekî mezin e. Û nexasim jî di destpêkê de gelek tesîra Márquez li min bû jî. Lê belê cêwaziya herî mezin e beramberî edebiyata Emerîka Latînê ew e ku felaketa hatî serê me gelekî dijwartir û mezintir e. Márquez gelekî li ser çarenûsa şexsan û ferdan serî diêşîne. Lê belê, ez weke nivîskarekî Kurd nikarim bi tenê li ser çarenûsa ferdan bixebitim, îş bikim. Ji ber ku em weke

neteweyek gelek caran li ser hev wêran bûn. Erê! Ji ber wê yekê jî di çîrokên romanên min de vîzyoneke siyasî, civakî ya zelaltir û eşkeretir heye. Helbet ez jî cih didim ferdan, hewl didim wan xurt ava bikim, ez hewl didim dîrokê bi rêya ferdan vebêjim. Bi rêya ferdên piçûk ewên ku li xwar in para bêhtir, hewl nadim dîrokê vebêjim, lê belê hewl didim ew e ku dîrok li ser mirov û ferdan dihêle, vebêjim. Cêwaziyeke din jî ew e ku karîgeriya hikayetên kevn ên Kurdî, çanda kevn a Kurdî û sembolên Kurdî gelekî li min bûye. Ez wisa hest pê dikim ku ev jî cêwaz e ji edebiyata Emerîkaya Latînî.

11


Welatê evînên wenda P

diçûm, li pey şopa wî digeriyam lê rojekê jî min iştî ku min romana Bextiyar Elî ya Qesra ew nedît! Lê dema min dev ji şopa wî ya azman Balindeyên Xemgîn xwend min xwe berda û min li ser rûye azman nihêrî ku Apê mîna balindeyekî ku Kameranê Selma ji Cemşîd Xan li dora min pirr in. Jiyan mîna bawan diyarên dûr anîbû, kiribû nava qefesê de hîs yekî mirovan li ber xwe dibe! Yên ku hay ji vê kîr. Ez asê mam. Êdî nema deng ji min derket! BêFerat KEVIR hene dibe ku xwe bi singê erdê ve jidahî bigire gûman min dawiya romanê texmîn dikir, dema û nehelê pel di jiyana wî de bilebite. Lê hin kes hene ku ba min dest bi romanê kir lê dîsa jî dema di nav pelên romanê mîna pela darê ji cihê wê rake û li ber xwe bibe, dijîn. de bi pêş ve çûm, êdî ketim nava jiyana wî bajarî û çûme Îcar min hewl da ku ez Sewsena nazdar û delalîka mala Fidema kevir penîr bû! Car caran Xanî hat bîra min, ew evîna ku kret Guldançî bibînim. Wê rûyê wê yî xweşik, wê bejna zeîf û di dawiya wê de gihaştina du evîndaran ne pêkan e. Ya rastî nexweş. Min xwe li bajaran da, li kolanan da, kuçe kuçe geriXanî sedemên negihaştinê di karekterê Beko de bi me dide yam. Çawa ew her sê evîndarên Sewsen xwe li rûye dinyayê xwendin, lê Beko nîşaneya gelek tiştan e. Di bingeha gelek rodan û balindeyên ku Sewsena delal ji wan dixwaze jê re werîman, helbest, fîlm û şanoyan de mebesta evînê ne gihaştina nîn, min jî xwe li dinyayê da ku ez rûyekî bibînim ku teşbîhî hev e! Evîn rêyek e ku evîndar tê de wek rêwiyekî dimeşin û rûyê Sewsen bike. Çi keçika ku di ber min re derbas bû min li pirr sedem derdikevin hemberî wan ku ew her du evîndar rûyê wê nêrî! Min li destên wê nêrî! Min li meşa wê nêrî! Genegihîjin hev! Jiyan ne mîna ku mirov di pirtûkan de bixwîne, lek caran min hewl da herim bi wan re biaxivim, ka ma gelo di şano û filman de temaşe bike yan di helbest û stranekê de hûn Sewsen nas dikin? Lê min kir û nekir min Sewsen di vî zeguhdarî bike; jiyan ew e ku mirov tê de dijî û wan tiştên ku dimanî de nedît! qewimîn heta hestiyên xwe hîs dike! Ne hêsan e! Jiyîn, evînek Piştî demekê min xeletiya xwe nas kir. Min gera xwe li ser e! Deynana riknê dostaniyê ne hêsan e! Ji diya xwe hezkirin ji Sewsena delalîka mala Guldançî deyna bû. Lê ev şaş bû! bavê xwe hezkirin ji xwişk û birayên xwe hezkirin û bi tevaGera min ya Apê Cemşîd çawa bi encam bû, ev gera min ya hiya wan re di welat, bajar an jî di gundekî de jiyaneke bexteSewsen jî wisa bi encam bû. Dema min çavên xwe vekir min war ne hêsan e! Hela hela di demeke wisa de qet ne hêsan e! nêrî ku der û dora min tijî Sewsen in! Erê, dibe ku rûyên wan Ya rastî dibe ku demeke wisa hêsan çênebûye û dibe ku çêne mîna Sewsenê bin, lê qedera wan yek bû û ew bi xwe hanebe jî! Heger ji Xanî heta Bextiyar Elî du evîndar di welatekî azad de nikaribin evîneke azad jiyabin, dibe ku ji îro pê ve jî ti tin, ez kirim xemgîniyeke kûr! Ez li pey Sewsenê welat welat evîndar nikaribin bijîn. Evîn hesteke dijwar e, mirov mîna agir digeriyam, lê welatê min bi Sewsenan dagirtî ye. Xwedêyo, dişewitîne. Îcar welat û nexasim civak jî dijwar be, encam her ma Zînê têrî te nedikir? Ma Xecê? Ma çima te ev qeder gav wê Zîn be yan jî Sewsen be! Wê her gav Mem û Kameran deyna eniya Sewsena delalîk? Te çima qedera xweşikên wewenda bin! latên min li ser vê êşê deyna? Te çima dilê Mem û Sîyabend û Kameranê min li ser rûyê erdê hişt û te ew kirin heft qat Cemşîd Xan ên li dora me binê erdê? Peşî min romana Bextiyar Elî ya Apê min Cemşîd Xan ku bê ew li ber xwe dibir xwend. Çi cara ku ba dihat, ez li ezman li Karakterên bajarên me ne Apê Cemşîd Xan digeriyam! Ez jî mîna wî, çi bayê dihat li ber Çi cara ku ez romanekê diqedînim ez ji xwe re difikirim ka nivîskar ev karakter çawa ava kirine. Dema kêfa min ji karek-

Evîn hesteke dijwar e, mirov mîna agir dişewitîne. Îcar welat û nexasim civak jî dijwar be, encam her gav wê Zîn be yan jî Sewsen be! Wê her gav Mem û Kameran wenda bin! 12

terên wan re jî tê, îcar hesûdî dest pê dike. Ez vekirî bibêjim, dihesidim ji wan. Bi rastî ez ne nivîskar im, lê dîsa jî ew giyana ku ew tê de dijîn, bala min dikişîne û ez bi kêfxweşî pirtûkên wan dixwînim. Bextiyar Elî begûman yek ji wan kesan e ku ez ji avakirina karekterên wî hesidîme. Kameranê Selma, Mengure Babegewre, Sewsen Fikret, Fikret Guldançî, qîzên wî û kurê wî, Mensûr Esrîn, Xalid Amûn û yên din mîna karakterên di bajarên me de dijîn. Sewsen jixwe bê dê mezin bûye. Keçikeke bêdeng û tenê ye. Di serê romanê de tenê dest bi jiyanê dike û heta dawiya romanê jî tenê dimîne. Em dikarin bibêjin, tenêtî qedera wê ye. Lê bes ev tişt heye ku her çi qas Sewsen tenê jî be, xeyalên wê gerdûnê jî derbas dikin. Jineke zana û ji xwe bawer e. Ji xweşikbûne zêdetir girîngiyê dide zanebûnê. Roman li ser xewn û xeyalên Sewsena delal dimeşe. Xeyal û xwestekên Sewsen dibe jiyana wî bajarî. Bajar piştî ku pê dihise ku sê xwazgînî li devê deriyê mala Fikret Guldançî rêz bûne, êdî bajar ji formata xwe ya berê derdikeve, vediguhere tiştekî din. Bingeha vî tiştî Sewsena xweşik çêdike. Kêm axaftin û bêdengiya Sewsen ji zanebûna wê tê. Min bêdengî û tenêtiya Sewsen hinekî dişiband Bêrîvana Fîlmên nemir ê Yilmaz Guney. Fikret Guldançî mirovekî dewlemend e û qedr û qiymeta malbata wî li cem wî pirr heye. Kesekî xwende û zana ye. Di jiyana Kurdan de wek bav xwedî mînakeke kêm e. Cudahiyê naxe navbera keç û kuran û ne bavekî otorîter e. Mirovekî zana û ji xwe bawer e. Kameranê Selma, kêrbazekî bajêr e, ciwanekî xwîngerm e. Ji ber tişta ku dixwaze dikare çavmiç mirovekî bide ber kêran. Karekterekî ku mirov dikare li her welat û şarî bibîne. Eşîreke wî nîne. Hêza xwe ji xwe digire. Çavsorbûna wî serê wî dike belayan, lê wî jiyana xwe li ser vî tiştî ava kiriye. Heya Sewsena Delalîk nas dike, jiyan êdî ji bo wî vediguhere tiştekî din. Mensûr Esrîn, ciwanekî pak û delal e. Wêrek e lê ne çalak e. Temsîla romantîzmê dike lê jiyan ji romantîzmê dûr e û rastî her diçe xwe li ber çavên wî dide xuyakirin. Guhertin di Mensûr Esrîn de bi awayekî cuda xwe dide der. Karekterekî kûr e. Ji malê tenê ew kur e. Qedrê wî heye. Ew jî mîna Kameranê Selma ne xwedî eşîr e lê hunermendên bajêr lê xwedî derdikevin. Li ser stran û helbestan çêdikin lê dîsa jî rastî xwe dide der û Sewsena delalîk Mensûr Esrîn naneqîne.


Xalid Amûn, xwedî eşîreke mezin û dewlemend e. Kesekî tolaz û ji xwe bawer. Dikare her tiştî li wî bajarî bike, lê tenê nikare bigihije Sewsena delal. Ji ber dewlemendbûna xwe baweriyê tîne ku wê Sewsen bejê wî erê, lê rastî xwe li ber wî jî dide der. Çawa romantîzm Mensûr Esrîn xilas nake dewlenmendbûn û xwedî eşirtî jî Xalid Amûn xilas nake. Jiyan êdî vediguhere tiştekî din. Xalid Amûn heger temsîl di cih de be, bi awayekî dibe Bekoyê Sewsena xweşik û Kameranê Selma. Xalid Amûn di dawiyê de têk diçe. Dîsa hêza xwe ne bi xwe lê bi girêdayî dewlemendbûn û eşîra xwe digire dest. Ev jî sedema sereke ya têkçûyîna wî ye.

Rehma Xwedê li Yusuf Keywar be Mengure Babegewre, çîrokbêjê çîrokê Yusuf Keywar. Şêwirmendê Kameranê Selma. Bavekî bê kur. Bavekî bê kur ku Kameranê Selma ji xwe re wek kur bijartiye. Ji serê romanê heta dawiya romanê li tenişta Kameranê Selma sekiniye û jê re alîkar bûye. Jiyana Mengurê Babegewre bi temamî di wî şerî de derbas bûye. Dema li Kameranê Selma dinêre ciwantiya xwe dibîne û heta dawî dixwaze jê re bibe alîkar. Bîra jiyana wî hew Yusuf Keywar e. Di her axaftina xwe de jê mînakê dide û rehma Xwedê lê tîne. Karekterekî cuda ye. Dikeve nav karên xirab de lê dîsa jî mirov jê hez dike. Saqî Mehmûd û Mistefa Hejar, du hunermendên mezin yên şar. Şêwirmendên Mensûr Esrîn e, romantîk ku bandora wan herdu hunermandan jî li ser wan heye. Ev her du karekter jî wek Mengure Babegewre zêde di romanê de neyên hîskirin jî bandora xwe ya li ser Mensûr Esrîn romanê diyarde dike. Bi rastî karekterên romanê pirr in û hemû jî bi hev ve giredayî ne. Her yek ji wan jiyanek e, her yek ji wan tehmeke din e. Pêşniyaza min ew e ku hûn pirtûkê bixwînin û xwe bikin nava vê jiyanê û bi van karekteran bi tehma vê jiyanê bitamijin.

Karekterekî xurt e şar Ez dikarim bibêjim, di vê romanê de karekterê herî sereke şar e. Ew şarê ku Enfal jiyaye. Ew şarê ku birakujî di kolan û sikakên xwe de ditîye. Ew şarê ku xwîna birakujiyê axa wê av daye. Ew şarê ku bêhna sêvên bi jahr tevlî ewrên wê bûye. Ew şarê ku goristanên wê ji şêniyên wê zêdetir e. Ew şarê ku dema mirov difikire jî tevzînok dikevin laşê mîrov! Ew şarê ku di her mala wê de êşek ji Enfal û birakujiyê heye. Erê karekterê sereke yê vê romanê li gorî min ev şar e. Dever di her beşa hunerê de girîngiya xwe derdixe der. Carinan nayê xuyakirin, carinan jî mohra xwe li ser wê beşa hunerî dixe. Di romanê de mohra xwe lê daye. Tu bê dever nikarî bigihîjî hestên karekteran. Dever di vir de carinan mîna balindeyekî azad difire, carînan jî dibe Beko û dikeve nava evîndaran. Were, li şarekî bifikire ku nikare du evîndaran di hembêza xwe de xwedî bike, wan bi mal bike û wan şad bike! Şarê Kurdistanê an jî Kurdistan bi xwe di vê rewşê de ye. Ji Mem û Zînê bigire heta Sewsena delal û Kameranê Selma! Heta welatekî mirov yê azad nebe, mixabin mirov nikare evîneke azad û bêêş bijî! Roman di xwendina xwe de vê gotine jî bi me dide gotin! Şarê mirov jiyana mirov e. Mirov xwe di şarê xwe de nas dike. Li wî şarî ji dayik dibe û termê wî li axa wî şarî bi cih dibe. Bingeha jiyana xwe li şarê xwe datîne. Xewna xwe ya jiyanê ku pêk bîne li wî şarî dibîne. Li bin heyv û stêrka wî şarî radizê. Yekem hevaltiya xwe li şarê xwe datîne. Lîstokên xwe li kolan û sikakên wî şarî dileyîze. Yekem car dil dikeve yekî. Yekem car dibêje keçikekê an kurekî ‘Ji te hez dikim’ yekem car gulekê dide destê keçekê. Yekem lêdana xwe li wî şarî dixwe. Li wî şarî yekem car digirî ji ber êşekê û yekem car dema ji wî şarî derdikeve, xwe tenê hîs dike û dest bi girî dike. Werhasil, şarê mirov hebûna mirov e. Mirov di wî şarî de çêdibe û çêdike!

Sê evîndar navgîneke Sewsenê ne Her sê karekterên me jî di vî şarê bi êş û qehr de xwe nas kirine. Yekem car derketina wan ji şar li ser xwesteka Sewsena delalîk pêk hatiye. Sewsena xweşik him nexweş e him jî nikare bi serê xwe derkeve derveyî şar, ji ber ku jin e! Sewsena delal xwestina xwe ya dinyayê bi rêya van her sê evîndarên xwe bi cih tîne. Ew dizane mirov çi qas dinyayê nas bike ew qas xwe nas dike. Ew qas mirovî nas dike ew qas li xwe vedi-

gere û têkiliyên xwe ew qas baş datîne. Sewsen dizane ku ew her sê evîndarên wê li şar bimînin ew ê jî di nav vî şerî de xwe wenda bikin û wê bibin mirovên ji rêzê. Sewsen dixwaze wan ji şar derxe û bi çavên wan parzemîna dinyayê bibîne ji devên wan çîrokên deverên cuda bibihîze, bêhna wan deverên dûr li ser laşên her sê evîndarên xwe bêhn bike.

Bûyer ji bûyeran diwelidin roman jî ji wan Hûnandina romanê mîna hûnandina fîlmekê ye. Pirr kêfa min jê re hat. Jixwe, di serê romanê de bûyer diqewime. Ew bûyer êdî bi xwe re bûyerên din tîne û roman her diçe di nav bûyeran de dewam dike. Bûyera yekem dema diqewime di dikaneke şar de diqewime. Dikan ji min re qet biyanî nehat. Axaftinên Kameranê Selma sekna Mengure Babegewre û hestên Mensûr Esrîn ên ku di navbera erê û nayê de diçûn û dihatin destpêke xweş bû. Mirov di wê demê de li şerê du dîkan temaşe dike û carinan dil diçe ser Mensûr û carinan jî digot, welle Kameran mafdar e, lê dawiya romanê ti pirs di serê

Derketina her sê evîndaran ya ji şar hinekî fantastîk bû. Çûyina deverên wan jî cihên dûr bûn. Bextiyar Elî qet ji nava şar derneketiye. Çi agahiya ku ji wan her sê evîndaran dihatin li ser nameyekê xêzkirî dihat.

rewşeke din û ew bi ber xwe naskirinê ve birin. Di nava hûnandinê de ti karekterên ku Bextiyar Elî afirandibûn, neketin valahiyê. Dever û karekterên xwe pirr li hev hatî hûnandine. Tesfîra cih bi awayekî fantastîk çêkiriye. Têkiliya karekter û deverê pirr hêzê didin hev. Çayxaneya Pepûley Azad û çîrokên Mengure Babegewre yên Yusuf Keywar tehma şarên Kurdistanê dide mirov. Mirov bi rastî dixwaze li wê çayxanê bi Mengurê Babegewre re rûne û li çîrokeke Yusuf Keywar guhdarî bike. Xeta romanê ya hûnandinê ti caran kêm an jî zêde nabe. Heta dawî di halê xwe de dimeşe; ji bûyera pêşî ya kêrê heta dawî ku Kameranê Selma jiyana xwe ji dest da. Carcaran pirsin diketin dilê min. Min digot, gelo wê Sewsena delalîk kê bijêre. Vê pirsê heta dawiya romanê xwe bir. Carinan min digot Sewsena xweşik kesî nabijêre û wê roman wisa biqede. Derketina her sê evîndaran ya ji şar hinekî fantastîk bû. Çûyina deverên wan jî cihên dûr bûn. Bextiyar Elî qet ji nava şar derneketiye. Çi agahiya ku ji wan her sê evîndaran dihatin li ser nameyekê xêzkirî dihat. Her çi qas em di nava romanê de hevaltiya rêwitiya her sê evîndaran nekin jî di giyana Sewsencan de em jî bi wan re wê rêwîtiyê dikin. Em bi wan re didin dûv balindeyan, em xefkê bi wan re datînin. Em bi wan re li bin stêrkên asîmên radizên. Bi wan re birçî dimînin. Bi wan re em bi şevekorî di rêyên çiyayan de dimeşin. Bi rastî di romanê de ev rewş baş tên hîskirin.

8 salên qederê û êşa jinê

Gelo heşt sal di emrê dinyayê de çi qas cihê xwe heye? Di heşt salan de dinya çi qas tê guhertin. Kîjan bûyer yan çend bûyer di heşt salan de dihêle ku jiyana şarekî ew qasî were guhertin. Were, li şarekî ji dayik be ku dîroka wê bi şer û pevçûnê hatiye hûnandin. Were, li şarekî bi zarokatiya xwe bijî ku ji aliyê zordestan ve hatiye bombebarankirin. Were, li şarekî bi ciwantiya xwe bijî ku şerê birakujiyê tê de zîl daye û were li wî şarî bijî û bibêje bila guhertin tê de nebe! Ji bo welatekî mîna Kurdistanê guhertin ne bi rojan bi saetan pêk tê. Li welatekî mîna Kurdistanê zaro hê di zikê diya xwe de bi diya xwe re can didin. Li welatekî mîna Kurdistanê, gor ji bo ciwanan yan li ser çiyayekî rût yan bin tahteke hişk yan jî li geliyekî bêxwedî ye! Şarê vê romanê dilê Kurdistanê ye. Jinên vî welatî ji destê şer û mêrantiyê pirr êş kişandiye. Erê, yên ku şeran çêdikin û tên kuştin dibe ku mêr bin, lê yên ku him tên kuştin him jî êşa wan dikişînin jî jin in. Sewsena xweşik jinek ji wan jinên welat e. Di şerekî bê wate de birayê xwe ji dest daye. Ji şer û nezaniya mêr aciz bûye. Jiyana xwe asê kiriye û xwe ji hemû kesan dûr xistiye. Êşa Sewsen a delal êşa welatekî hemûyî ye. Yên tê dilê xwe berdide erdê û giyana xwe dide ber ewran ji xwe diçe, lê yên ku bi rastî êşê dikişîne ew in ku li pey wan dimînin. Sewsena keça Fikret Guldançî ew bermayî ye. Êdî ev êş Sewsenê hayil dike. Dixwaze ciwanên şar ji vî şerî dûr bike. Diçe dikeve nava şer de. Diçe ser meytekî û bêhna mirinê dike. Ew mirina ku wê were serê her zindiyî lê dîsa ew mirina ku li vî welatî bê dem tê serê her zindiyî! Sewsen wek jinekê bê watetiya şer nas dike û dike ku mêr jî binase lê mixabin hê ji mêr re dem heye ku vê xeletiyê binase. Sewsena delalîk li gorî xwe çareEz li nav dîwanên Seydayê Cegerxwîn li sariyê dibîne û çi kesên ku qedr dide wan, heta ji destên wê tê, wan ji şar dûr dixe. Wan bi rê dike welatên dermanê derdê Kameranê Selma geriyam. Ez dûr ku herin xwe li wir nas bikin û di nava vî şerî de diçûme ku, li xwe vedigeriyam û min got, evîn wenda nebin. Di dawiyê de jî dizane ku şer qedera vê ne encamek e. Evîn rêyek e ku mirov karibe axê ye û xwarzêkê xwe bi destên xwe bi rê dike! Piştî ku min roman qedand demeke dirêj ez li ser heta behnê li ser rûye dinyayê bide di wê rêyê romanê fikirim. Ne roman lê rewş ez aciz kirim. Ev de bimeşe. rewşa ku Kurd tê de dîsa ez li dor xwe fitilandim. Dîsa min silavek da Ehmedê Xanî, ez çûm ser gora wî min xwe di nav rûpelên Mem û Zînê de wenda kir. Min qurmin de nehişt ku ez li ser bifikirim bibêjim gelo kîjan evîndar tek ji ava bîra Melayê Cizîrî vexwar! Ez çûm ber Feqiyê Teyran bi rastî ji Sewsena delalîk hez dikir. Di serî de mirov dibêje, aha min qala Balindeyên Sewsena delal kir. Ez li nav dîwanên Seywelle wê Mensûr Esrîn bi kêra Kameranê Selma bimire û wê dayê Cegerxwîn li dermanê derdê Kameranê Selma geriyam. serê wî bi asayîşê re bikeve bêlaye. Lê na qet tiştek wisa nabe Ez diçûme ku, li xwe vedigeriyam û min got, evîn ne encamek û rewş vediguhere tiştên din. Kêra ku Kameranê Selma li e. Evîn rêyek e ku mirov karibe heta behnê li ser rûye dinyayê Mensûr Esrîn da jiyana her duyan pê re ya Xalid Amûn jî dixist bide di wê rêyê de bimeşe.

13


Qurana di stûyê te de

w

Dema hûn weke nîşaneya pêşketina çandî gulekê didinêvîndara(ê) xwe, an eger hûn hunermendek bin gotinên weke “ez çiqasî bêriya te dikim ey azadî” dikin, an dema hûn dibêjin “Ronakbûna Kurd heq e û zarûrî ye” divê hûn vê dîrokê bi tevahî baş fêm bikin û peywenda wê ya çandî û têgihiştinî baş bizanin.

D

Brünig Lucas Cranach

Johann Wolfgang von Goethe

Johann Heinrich Wilhelm Tischbein

14

ema em pesnê ku kesekî Macar be) dîl hate çand û şaristagirtin. Dozsa, li ser sêleke niyê didin, em sor hate pijandin û bedena Ewrûpa û Emerîkayê li ser wî ji aliyê zilamên xwe ve ku destan digirin. Nexasim jî li tenê dikarîbûn canê xwe bi Ewrûpayê binesaziya çandî vî rengî rizgarbikin, hate bê mînak e. Lê li Ewrûpayê xwarin.” ev kêm-zêde weha pêk hat, Yê ku Dozsa têk bir, Ferİsmet KAYHAN li ser vê mijarê mîmarê bînmandarê Artêşa Transîlgehîn yê ronakbûna Ewrûvanya Johann Zapolya ye. payê Luther digot, “Weke kûçikên har Ew jî dibe ku yek ji wan kesên ku bindivê werin kuştin, divê bi awayekî vegeha ewlekariya îtxalat û îxracata global danî be. Niha slogana ronakbûnê li şartî û eşkere em wan parçe bikin, bixeguhê me xweş tê, dilê me hênik dike, lê niqînin û bifetisînin.” belê ev ronakbûn weha bi pêş ket. “Zanist dibêje, Cibus, onus et virgum asino. (Mejiyê gundiyan bi kayê geya Di şerê navxweyî yê Spanyayê de ku dagirtiye.) Ew gotinên xweda nabihîzin, Unamuno rêveberiya wê dikir, generaew nabihizîn, ew ehmeq in. Ji ber vê lekî alîgirê Franko ku tevî hin zilamên yekê divê em bi wan qemçî û arkebûzê xwe bi ser zanîngehekê de girtibû, piştî (tifingeke bi barûtê) bidin nasandin; ev axaftineke kin ya ji rektor û endamên wê ji bo wan baş be. Ji bo serî bitewêhîndekariyê re kiribû weha qîr dikir: nin em ê dia bikin, naxwe dilê me bi “Abajo la inteligencia! Viva la muerte!” wan naşewite!” Erê, hûn e bizanibin ku bê general çi gotiye; “Bimrin entelektuel, bijî mirin!” Ev ziRohnakbîriya dijminê mirovan lam di rastiyê de nêrîna serdema kapîtaEv zilamê van gotinan dike, Luther e. Li lîst a der barê întelîjensiya de bi du dijî serhildanên gundiyan ji bo pergala gotinan bi awayekî herî zelal tîne zimên. kapîtalîst ya nû hatiye sazkirin, biparêze, Rektor Unamuno li dijî general derdidiaxive. Ev zilam entelektuel e, ango ji keve û dibêje, “Belê hûn xwedî hêz in lê wan kesên herî navdar e ku li derdora belê divê hûn me qanih bikin. Ji bo vê jî berstûka xwe ya sipî a romantîk, qurdeledivê hûn mafdar bin, lê hûn ne mafdar yeke sor dideynin. Lê dema li dijî serhildain.” Unamuno, weke van gotinan çend nên gundiyan diaxive, pisporên Şerê Taypeyvên zanîstî dike, lê belê yê ku bi ser bet ên ku di sedsala bihurî de li Tirkiyeyê dikeve general û têgihiştina wî ye. derketibûn holê hene, ha ji wan dinihure. Dema ez dibêjim însanê berî dîrokê, Û li gorî ku Engels dibêje, Luther li gorî ez behsa vê dikim. Ango ez di wê nêrînê van şîretên xwe yên nûjen û ronak (!) yên de me ku dema hûn weke nîşaneya biji bo pergala kapîtalîst, van kiryarên bê pêşketina çandî gulekê didin êvînhesap dike: dara(ê) xwe, an eger hûn hunermendek “Di sala 1514´an de (ji serokê serhilbin gotinên weke “ez çiqasî bêriya te didanên gundiyan) Gorkey Dozsa (dibe kim ey azadî” dikin, an dema hûn dibêjin “Ronakbûna Kurd heq e û zarûrî ye” divê hûn vê dîrokê bi tevahî baş fêm bikin û peywenda wê ya çandî û têgihiştinî baş bizanin.

Martin Luther

Qurana di stuyê te de fermana kuştina te dide Niha dibe ku em vê girêdanê bi rêya mînakeke weha karibin rave bikin: Li gorî çîrokekê, dibêjin, wextekê, sefîrekî Îslamê weke qasid çû cem qewmekî Îslam/Bedewî. Ew reîsê qewma Bedewî ku çûbû cemê, bi zilma xwe dihat nasîn. Qasid, ji bo ziyan û zewalê nebîne, Quraneke bi dest hatibû nivîsandin bi stûyê xwe ve kir. Bi vê yekê bawer dikir ku rêîsê zalim ê Bedewî ku bi temamî girêdayî qanûnên Îslamê bû, wê wî nekuje. Lê belê reîs, li gorî kevneşopiyên xwe biryar dabû ku qasid ji qewmekî ye ku bi ti awayî nikarin li hev bikin. Ji ber vê yekê girîngî nedida bi gotinên wî. Dema ferman da ku stûyê wî jêkin, qasid Qurana ku bi stûyê xwe ve kiribû, nîşan da. Ji ber ku li gorî Îslamê divê li dijî Quranê şûr neye kişandin, qasid bawer dikir ku reîsê Bedewî dê wî nekuje. Lê reîs weha axivî: “Qurana di stûyê te de ferman dide ku tu bêyî kuştin!” Piştî vê meseleyê, ji bo dostên me yên dinivîsin, stranan dibêjin û hin karên din dikin, pêşniyazeke min a mutewazî ew e ku dema xebatên întelîjensiya an rewşenbirî dimeşînin, divê lêkolîn bikin ka ew Qurana ku me bi stûyê xwe ve kiriye, dema em rastî hêrsa wê bên, xwedî çi qanûnan e. Ji ber nêrîna min ew e ku di têgihiştîna me de piranî “Qurana di stûyê me de ferman dide ku em bên kuştin!” Gelo em ê karibin ku bi qasî ku Quranê ji nû ve binivîsin wan tabûyên di zihniyeta xwe de bişkênin? Çawa ku Îslam eger ku Quran ji nû ve were nivîsandin, wê bi şîdeteke girseyî bersivê bide, dema em şoreşeke zihnî çêkin jî wê pergalên me yên baweriyan heman bersivê bidin. Ma em ji bo vê amade ne? Eger em ne nivîskarekî reklamê, an jî kafirekî siyasî bin, divê bi her awayî em li van baş fikirin û bihizirin.


Berî Kuştinê Berî ku min bikuje pirsî: Tu bi ser kîjan netewe yî? Netewa gulan yan miletê daran Ji nifşê bişirînê yan ji niqutîna girî? Dipirsî: Mala we nêzî baxçeyê aliqî yê zemên bû Yan li nêzî saniyeyên herî bêdeng a xwekujiya gulê bû? Male we nêzî henaseyên gula qurnefîlê bû Yan jî di kuçeya korerê de li ber gulenêrgizê rawestiya bû? Dipirsî : Bi çend gavan ji ronî û tahbê digihêjî kolana dilrihetîyê? Bi çend kêliyên ji şebnemê, digihayî bazara perperokan? Li min dinihêrî û digot: Tu ne ji nifşê gula kanêje ya rûxweşik bûyî? Ji dibistana jimara xwedayîyên gilyasê Ne hevalek ê te bû, xeyba gulebaxê dixwend?. Te dostek ê te bû, ji bo hinarekî bi lêvgirtî xêr dixwest. Min tu di kolanên bextewariyên derewîn de dîtiye Min destên te di destê berbangeke şewq û berq de dîtiye Ji xewnên te ve diyar e ku te hemû axa sererdê qevaztiye Ev hemû camên şikestî yên odeya te, belgeya jîvana bi şevê re ye Ev hemû şîlanên weriyayî yên hewşa te, korelêdana hetahetayî ye Li ser rondikên te hatiye nivîsandin: Di heyamek, yê êvarekî de digihîje ber deriyê mehşerê. Li wê derê kesek berî ku te bikuje, ji te dipirse: Tu bi ser çi miletî yî, ji nijada bayê yan ya şapeyê? Bi ser çi neteweye yî, neteweya gulan yan ya perperokan?

Derewa Êgir

im Ez ne li cînsê wan tabloyan e. xeloza min tije reng neb êjim wan darên ku ji dojehê bitirsêm li biav dê a xwe ê çim dest dî î m, ê wêr witi Min Ez ku dişe sermayê vêketibûn. xwe ji şûr venadize Yê ku bi tevekî birîn be, pêka gerdûnê dest ji ên yên an nevi dost ey û n, hem Ey agirkuja Ey agir, ey dostê li stiriyên baxan. n diki wan wisa a îro îstiy nî pêw heta ve Tenê mirovên tirsonek de. itînê. yan şew bo cere ji pen di heye ê te irin tên qetk bi bizo Wisa dikin li di serê mestan de dikin, tariya me pengiran vedimirînin ku Wan Em ê ku ji roniyê fêhm n ne, wan pêtan bêdeng diki ji te re nayê şîrovekirin, ne. de iyan ban qur çavê n, di ku ê xwe diki Em bi xwe baweşîna agir nabe. an, ey nêçîrvanên pêtê. bizotê me bi bizotê te geş Ey agirkujan, agirxenqên e, , ruh ku bi destên we vênakev yên rim deri dige ber ekî ihê agir nag bo te ji Ez Şewitandina . xwînê ve tê, dîtina te tînî nake hestiyan qala bizotekî dikim ku ji wân nas nake. qala ronîyekî dikim ku roj Ey agir… nav dil dibarînin ên heyv riye tenê çêki m n diki hêlî ve Qala tirîşkekî Mi bi ser û hestan li wî aliyê qala lêfikirînê kiriye Ez ronahiyekî vedibêjim Bi ser û ramanê ve min agir dest pê dike. iyê nah mez Bi ser û xwedê ve min qala bizotan. ya e. pêşi ye kiriy ê keti m jiyan Xweliyekê vedibêji Bi ser û mirov ve min qala me an jî dişewitin, eya agir cest van wan bi ê Yên cîns ji ne Ez cesteyên derewkeran in. agir min bişewitîne in. mirin jî, baxên durûyan vedi im avan ban van kitê bi wan ê Yên Ne ji cîns stûyên min neyên xwendin

Beşkirin Ku me cîhan beş kir Sibehê pola ji bo te Dilê nazik ê sibehan jî ji bo min Giyayê rêzbûyî yê xeyalên vê şevê ji bo te Heşîşa hêwîdar a êvaran ji bo min. Gulava asîmanan ji bo te Xwîna daran ji bo min. Kêrvoşka serberdayî ya li nav dexlan ji bo te Beytikên biçûk ê bin giran ji bo min Na hevalê min… na Niştiman ji bo te, şeref ji bo te,

şerab ji bo te, yar ji bo te …. Ji bo min jî, ez bi xwe… Giya ji bo te, dexil ji bo, tirî ji bo te, çira ji bo te… Ji bo min jî, ez bi xwe. Tifing ji bo te, ceng ji bo te, roj ji bo te, ewr ji bo te … Ji bo min jî, ez bi xwe. Gul ji bo te, kêr ji bo te, kevok ji bo te, xwedê ji bo te… Ji bo min jî, ez bi xwe. Bextiyar Elî/Ta Matemî Gûl…Ta Xwênî Firîşte... Ji Zaravayê Soranî:Muhsîn Ozdemîr

15


Ji kerba Bi keskesora xemilîne xewnên me û stranên me hê bêhtir tije mêranî! Berken Bereh

Niha giya jî şîn nabe Ji şerma xwe Çivîk hew tolaz difirin Û stêrk naçirûsin Li gundê me yê talankirî.

Hinekî lêv zuwa Qirik tahl Xizan jî bûna Me nedida jiyana xwe Bi ya qralan.

Xewn û xiyalên me radigihandin bajarên dûr Qulingan ref bi ref Jêbirka êş û janan bû Bayê Cûdî yê hênik Awazên zîz û diltenik.

(...)


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.