Politik
KOVARA 3 HEFTANE YA WÊJE HUNER Û RAMANÊ
18 Tîrmeh 2020 Şemî
HEJMAR: 281
Awirek li sînemaya Kurdî
(...) Li hembêzê li ber sîngê li kolînê gelek cara Li ser min tim bi tirs bû tu ji tûpişk û ji tîmara Li ser min her dem û cara bi ax û nalîn û tew bû şevên ewr û reş û tarî tu bê razan û bê xew bû Ji mi r` herdem dinihrandî li ber landik û hêlanê Li ber germa di havînê li ber serma zivistanê Li ser min tim dibarandin dilop û hêstrên çavan Di datûla mi da bû tim di her çax û dem û gavan
WÊNE: WORACHAT SODSRI
Li ber pozê te bû dayê serê min wek şimamoka Ji te r` hilma mi xweştir bû ji bîna terh û bîhoka Dema ku bûme şeş salî erê dayê dilovanê Bi xam û defter û çente te ez şandim dibistanê Bi delalî bi xwendin dam te ez dam ser riya jînê Bi karwanê demê re ez gihandim warê zanînê (...) Seydayê TÎRÊJ
WÊNE: YASUNORI TOMORI
WÊNE: ANDREW FAN/ÇIYAYÊ FUJÎ/JAPONYA
Jinûve hilberîna hunerê Li Hindistanê dikanderekî ji xwe re afîşa filmekê Bollywoodê kiriye sîwan. WÊNE: JACK LEROUX
Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg
Geschäftsführer: Ahmet Yücedağ
Ver. Redakteur: Özgür Reçberlik
politikart@yeniozgurpolitika.org
Kengî kamera bi teknîka serketî dizane ? Yek ji helwêstên herî adilane ew e, mirov têkiliyeke organîk bi temaşeker re deyne. Karakterekî ku ji serê girekî ber bi deştekê ve dibeze û bêhn lê diçike, heger bi wî re bêhn li me jî diçike, tevî wî em jî bi xirab û şerxwazan re şer dikin, bi wî re heger em jî dikevin û çonga xwe xwînî dikin, hingê naxwe em jî para xwe ji kirdebûyîbûnê digirin.
E
w kêliyên ku ruhên afirêner û dilêr çalak dibin, ew kêlî ne ku bi wan nirxên exlaqî yên derbarê huner û çandîbûn de jî Ozlem ARZEBA* digihîjin asta xwe ya herî bilind. Ev kêlî di heman demê de xwedanader a wan demên bêdawî ye ku di wan de huner ne tenê di ferdekî û kêliyekê de lê di dîrok û civakê de bi gewde û darîçav dibe. Di vê peywendê de gava mirov bersiveke rast bide pirsa, ka hunermend kî ye, mirov divê bibêje, hunermend ew mirov e ku li hemberî civak û dîrokê xwedî berpirsiyarî, xeyal û hesta kûr û giran e. Ev çendî barekî gelekî giran be jî di heman demê de hilgeriyeke çandê ya gelekî girîng e jî. Huner û hunermendî, ew rê û rêwîtiya wan fikrên mezin ên bi hestên rast û bedew hatine meyandin, rê li ber kûrahiya manedariyê vekirine, karkerên evîna civakî jî xwe fedayî wan kiriye. Nabe ku bê mandelkirin ku hunermendê bi rastî xwedî enerjiyeke wiha ye ku ruh bi civakê tîne, wê çalak dike û kela canê wê radike. Di nava beşên huner de sînema yek ji yên herî nû û teze ye. Belê ji ber karakterê serdema em tê de, sînema xwedî rastiyeke welê ye ku dikare me bi awayê herî baş îfade bike. Lewma jî serêşandina bi sînemayê re, zanîn û nasîna teknîk, binesazî û pêdiviyên wê ji bo me ne hobiyek e, lê belê erkeke dîrokî ye ku hesta me ya berpirsiyariyê li me bar dike.
Heger bi wî re bêhn li me jî diçike Wekî di her beşê huner de, di sînemayê de jî aqil, jîrbûn madeya me ya xav e. Bêyî ku ev aqil hebe, em nikarin behsa ti geşedanên teknîkî, etîkê, estetîkê û geşedaneke sêwirandinê bikin. Ya ku hesta xweşiyê li geşedana teknolojîk a serdema me bar dike jî dîsa aqilê afirîner ê hesbarkirî ye. Sînema wê yekê îfade dike ku mirov karibe bi awayekî herî zêde qayîşokî teknîkê bi kar bîne û ji qalib û dogmayan dûrbûnê îfade dike. Heger em li îfadekirinên bê sînor digerin,
hingê divê zimanê sînemaya me ne mekanîk be, lê belê kuantumîk be. Lewma tenê bi vî awayî pirralîbûn û dîmensiyonên civakîbûna mirov dikarin bên îfadekirin. Ji ber ku nihêrîna li dinyayê ya bi çavê qehremanê me bi tena serê xwe rewşeke kirdeyî ye, şensê me ku em xwe bixin şûna temaşeker zêde dibe. Bi vê maneya xwe, teknîka ku weke bireser tê bikaranîn bi xwe jî vediguhere rastiyeke kirdeyî. Awirê nihêrînê yê kirdeyî dibe ku teknîkeke sînemayê be, lê belê fikra kirdeyî teknîkeke welê ye ku ruh bi kameraya me ve tîne û awirekî lê zêde dike. Yek ji helwêstên herî adilane ew e mirov têkiliyeke organîk bi temaşeker re deyne. Karakterekî ku ji serê girekî ber bi deştekê ve dibeze û bêhn lê diçike, heger bi wî re bêhn li me jî diçike, tevî wî em jî bi xirab û şerxwazan re şer dikin, bi wî re heger em jî dikevin û çonga xwe xwînî dikin, hingê naxwe em jî para xwe ji kirdebûyîbûnê digirin. Û heger armanc ew be ku em di hestan de bigihîjin hev, hingê naxwe kameraya me zaniye û kariye bibe teknîkeke serketî.
Teknîka rast serketî dike Di sînemayê de diyarkirina qoziyên teknîkî li gorî bûyera em ê pê dakevin bi serê xwe pêwîst dike ku hûrûkûrbûneke di rêbazê de hebe. Ya muhim ew e mirov ne statîk be, lê belê di heman demê de heqê ya statîk jî û ya bi hereket jî bidiyê. Ji bo stranekê xwe gihandina melodiya rast çiqasî muhim be, di filmekê de
jî xwe gihandina qoziyên rast ewqasî lazim û girîng e. Di sînemayê de teknîka zoomê [nêzîkkirina dîmenekî diyar] ji ber ku xisleteke ku bi çavê mirovî re nîne, teknîkeke wisa ye ku dikare tirsê, kelacanî, kêliyeke dînûharbûnê yan jî cineteke rûhî ji temaşer re vebêje, jê re îfade bike. Divê em fêm bikin û qebûl bikin ku kamerayek carinan ji çavên me bêhtir bi avantaj e. Ya muhim ew e ku em kamerayê bi aqlê xwe bixin tewazunekê, li cihê rast bi cih bikin, di dema rast de li wir bin û mirovê rast bineqînin. Yek ji xisûsên sereke yên ku filman serketî dikin jî bikaranîna teknîka rast e.
Pîvan nûbûn û guherîn in Di vî warî de pirraniya rêbazên teknîkî hatine ceribandin, di beşê sînemayê de êdî bicih bûne û li cihekî rûniştine. Ev rêbazên teknîkî hemû ji bo wê ne ku mirov mijarê çêtir û bêhtir li gorî armancê bibêje, îfade bike. Naxwe na, ti teknîk, ti rêbaz û ti zêhniyet di sînemayê de ne bivênevê ye. Lewma sînema xwedî avahî û xisleteke welê ye ku di warê teknîkî de xwe rojane nû dike; çawa ku fikrên statîk di ti beşê hunerî de ne lê ne, di sînemayê de jî ew ne lê ne. Pîvanên sereke yên di çarenûsa sînemayê de heyî nûbûn û guherîn in. Ev yek hem ji bo teknîkê û hem jî ji bo têgihiştin û zêhniyetê jî lê ye. Heger em ji wî mirovî re ku xwedî wê îdîaya hunerçêkirinê ye, dibêjin hunermend, naxwe ew hunermend divê li gorî îdîaya xwe jî xwedî tercîh be. Kêliyên tercîhan jî bi temamî bi aqil re elaqedar in. Em ji wî insanî re dibêjin hunermend ku beriya herkesî dibe hevparê kêf, coşa hilberînê, evîn û serfiraziya civakê û vê jî îfade dike. Hunermend ne hebûneke di ser civakê re ye, ew bêjerekî welê ye ku xwe gihandiye maneya heyranker û efsûnker, û di hunerê gotinê de jî bûye hoste. Mirovê ku her roj bi cewherê exlaqî yê civakê re ji nû ve ji dayik dibe û nûbûna dike diyarî ji civaka xwe re, û bi vî awayî dijî, êdî gihiştiye estetîka sosyolojîk û tenê mirovekî bi vê muşkulpesendiyê xwediyê wê xisletê ye ku bibe hunermend. Mirovekî wisa dikare bi aqlê xwe yê baş bi teşebûyî teknîka rast jî peyda bike.
* Derhêner e li Kolektîfa Sînemayê ya Kobanê
3
Di sînemaya Kurdan de karakterên jin w Di sînemaya Hollywoodê de jin “klasîk” xweşik, xwinşîrîn, mikemel in. Madem di jiyanê de başî û xirabî mîna hebûna tarî û ronî heye, jin jî madem parçeyên vê jiyanê ne, çawa ewqas mikemel e di çavên mêran de?
w Bi pirranî, her çiqas di filmê de jin nebe çîrok jî nabe, di nava çîrokên mêran de mîna reşikekê ne. Bûyer li ser jinê derdikeve, lê aksiyon, pevçûn tev ên mêran in. Ji aksiyona karakterên jin, rengê karaktera jin bêhtir dîmen vedigere ser mêr.
D
i serî de ka em çavên xwe mîna çavika kamerayê bifikirin û li derûdora xwe mêze bikin. Ger hûn li odeyekê bin, li odeya we kî diçe û tê an kî rûniştiye; jin, mêr, zarok, çûçikek di nava rikehê de an pisîkeke malê, mase, TV…hwd. Niha çavên xwe ji çavika kamerayê derxin li derveyî malê xeyal bikin. Niha li kûçe û kolanên we çi hebe, hûnê wê bibînin (xeyalên fantastîk û surreal jî dibin) ne? Niha berê dîmenê çavên xwe hûn ber bi çi ve yan ber bi kê ve bixwazin, dikarin Berri SHEMDIN zoom bikin … Niha ev çavên we, dîtbariya we û jiyana we ye. Helbet şexsî ye yanê karakterê we ye, kî çi bixwazê yan çi bala wê/î dikişîne ew dibîne an ew dixwazê bibînê an bide nîşandayîn. Ji çavika kamerayê helbet her kes eynî tiştî nabîne û xeyal nake. Ha ew ferqa xeyal û dîtina we, ferqa karaktera we nîşan dide. Min got “karakter” vê peyvê ji bîr nekin emê bên li ser vê mijarê jî. Ka em hebekî li sînemaya cihanê mêze bikin hela jin çawa tên nîşandayîn. Lê ew jî heye; derhênerên femînîst jî hene ku haya wan ji neheqiyên mêran heye û jixwe, ew jî di dinyayê de çend mirovên qenc in, kêm in di nava derhêneran de. Di sînemaya Hollywoodê de jin “klasîk”, xweşik, xwinşîrîn, mikemel in. Madem di jiyanê de başî û xirabî mîna hebûna tarî û ronî heye, jin jî madem parçeyên vê jiyanê ne, çawa ewqas mikemel e, di çavên mêran de? Ha li vir, em “mikemel”ên mêr/derhêner, mikemelên pergalê dibînin. Jinên di filmên Hollywoodê de em dikarin bibêjin, bi gelemperî tenê partnerên qehremanên mêr û tenê mîna objeyeke cinsî, xwestekeke zayendî ne û ji bo wê hewce be şer jî tê kirin. Em mêze bikin ev evîn be, ji bo vê evînê mêr xwe davêjê nav hemêza şerî, ya rastî, şer dide destpêkirin; helbet di filmê de jî diyar dike ku mêr ji bo laşê ku dixwaze, ji bo wî laşî dagirkeriyê jî dike. De baş e, ew laşê jinê jî mîna devereke bê dagirkirin nafikire? Helbet li vir, hişmendiya pergala ku dagirkerî xwe pê didomîne, xuya dibe. Di filmên Ewrûpa, Çîn ên cihanê de jî jinên baş û jinên xirab hene. Ha niha, behsa me jin bû, lê dîsa em mêze dikin jin hê ne karakter e, mîna tîpolojiyê ye, "tîp/stock karakter" in. Yanê jinên baş tev di heman tiştî de baş in û jinên xirab jî di heman tiştî de xirab in. Sekna wan mîna hev e. Jinên baş bi awayekî dikenin, ên xirab bi awayekî dikenin… û çend tiştên wirde wêde. Karakter çi ye? “Tip/stock karakter” çi ye? Û ferqa wan ji hev heye yan tineye. Min li jor gotibû. “karakter”, vê ji bîr nekin û ên li vir min got "tîp" in, yanê ne karakter in em ê li ferqa di navbera "karakter" û "tîp" de vegerin, lê ne niha.
4
Di ser sînemaya cîhanê re ye Nihakê em bên ser meseleya sînemaya Kurdan. Ji filma yekê ya ku behsa Kurdan kiriye a ku ji alî derhênerêkî Ermenî ve hatiyê kişandin “Zerê” (1926) bigirin heta filmên Yilmaz Guney û ên niha ez dikarim bibêjim, sînemaya Kurdan ji aliyê nêrîna jinê ve di ser sînemaya cihanê re ye. Jinên Kurd, di sînemaya Kurdan de bi giştî mîna “objeya cinsî” nehatiyê nîşandayîn. Ev ferqa çanda Kurdî ye ku di nava dinyayê de ferqa xwe nîşan dide. Van 20 salên dawiyê, ji ber polîtîkbûnê (Tekoşîna Jinên Azad) be jî, beriya vê jî derhênerên Ermenî, Tirk dema li ser Kurdan film çêkirine, ev nekirine yan jî nikarîbûne vê bikin. Welhasil, sînemaya Kurdan dikare pesnê xwe pê bide û bibêje, di nava sînemaya cihanê de sînemaya Kurdî jinan mîna objeya cinsî nabîne û bi vî rengî nîşan nade. Di nava sektora qirêjbûyî de sînemaya Kurdî di vê mijarê de hîna mîna “gul”ê ye, behneke xweş jê tê. Erê, jin ne “objeyeke cinsî” ye lê karakterên jinê di sînemaya Kurdan de çawa ne? Mijara ku me li jor behsa wê kir, “karakter” in an “tip/stock karakter” in? De ka em mêze bikin, karakter çi ye tîp çi ye? Û ferqên wan ji hev çi ne?
Tîp û karakter, jin û mêr Karakter, şexsî ye û bi xwe xas e, kûr e, xwediyê tebeqe û tewan e, ew bi qatên karakterê xwe, ferqa xwe ji qarekterên din nîşan dide û em rengê karakterê ji mirovên din dibînin. Di bûyer an çîrokê de
kartêker e, faktor e, xwestekên wan û hêzên wan em bi tefsîlat dibînin, guhertina wî ji aliyê kûrahî “aksiyonên hundir” dibînin, ji dîtbariya derve wêdetir em hundirê wan dibînin. Herçî aksiyona dramatîk e, ew bi xwe çêdike û bi bandora aksiyona dramatîk dimîne. Vegere bext heye yanê bi sekna xwe yan xetayên xwe bextê xwe xweş an xirab diguherîne. Tîp; giştî ye, konsantre ye, ne kûr e û yek tew e, ferqa wê/î ji karakterên wê/î tine. Mînak; çîkûsek be, mîna tevgerên hemû çîkûsan e, şablonîk e. Bi form e, di nava aksiyona dramatîk de di bûyer û çîrokê de ne kartêker e, di çîrok yan bûyerê de çi aksiyon bibe jî sekna wan, tîpolojiya wan naguhere. Weke ku di nav çîrokê de tenê amûr bin da ku mijar bê fêmkirin. Di vegera bext de ti bandorê nake yanê evîndar be evîndareke seresere ye, çikûsek be wek her kesî ye. Guhertin di aksiyonên hundir de nabe, bibe jî formel e. Em kêm zêde niha ferqa karakter û tîp/stock karakter dizanin. Ka bi vana, em li sînemaya Kurdan mêze bikin. Heta niha we li çend filmên Kurdî temaşe kiribe, wan dîmenan di ber çavên xwe re derbas bikin. Çend dîmenan de jin, di çend dîmenan de mêr hene? Mêr zêde ne, ne welê ye? Niha ji kerema xwe mijarên çîrokê bînin bîra xwe. Mijarê çawa dest pê kir? Ne pirranî bi jin; dayik, şagirt, şoreşger...? Li orta filmê ku bi çîroka jinê dest pê kiribû, çawa jin ji navberê derket û mesele çû ser wan mêran? Û di dawiyê de mêr çawa bû qehreman (bi pirranî, jixwe mêr qehreman in).
w Di filmên Kurdî de ger “dayik”ek hebe jî mîna “stock karakter/tîp” hemû dayîkên Kurd in, rengê wê dayikê tine, sekna wê mîna sekna hemû dayikan e, şexsê wê tine, sembolek e; ji ber wê aksiyona hûndir jî em nabînin. Jin hîn nebûne karakter di sinemaya Kurdî de Ez dikarim bibêjim, ji bîlî çend filman, di sînemaya Kurdan de jin ne karakter in. Jinên Kurd çawa be (a îdeal, yan îdeya derhêner) ew mîna tîp/stock karakter tên nîşandayîn. Û bi pirranî, her çiqas di filmê de jin nebe çîrok jî nabe, di nava çîrokên mêran de mîna reşikekê ne. Bûyer li ser jinê derdikeve, lê aksiyon, pevçûn tev ên mêran in. Ji aksiyona karakterên jin, rengê karaktera jin bêhtir dîmen vedigere ser mêr.
Di filmên li ser şoreşê de karakter nînin Di filmên polîtik ên propagandayê de jî jin di nava çîrokê de hebe jî di dîmen de çend salîse xuya dibe, paşê dîmen dûr û dirêj li ser mêr disekine. Niha jî filmên salên dawî em bînin bîra xwe, yên li ser berxwedanê. Bi jin çîrok dest pê dike lê qehremanên me dîsa mêr in û heta dawiya film tenê em du yan sê jinan ji nêz ve dibînin, ew jî mîna hemû jinên Kurd, mîna stock karakter tên nîşandayîn. Em ne kûrahiya wan, ne rengê wan ê jinê dibînin. A rast di filmên li ser şoreşê de em karakterên mêr jî nabînin. Hemû mîna tîp xwedî heman tevger heman xuy, xislet. Halbûkî her mirov xwediyê rengekî, çîrokekê ye, ma ne welê ye? Di filmên Kurdî de ger dayikek hebe jî fena hemû dayikên Kurdan e, rengê wê dayikê tine, sekna wê mîna sekna hemû dayikan e, şexsê wê tine, sembolek e; ji ber wê aksiyona hûndir jî em nabînin. Dayikek li benda kurê xwe ye -ne keça xwe-, ji gund derketiye, mîna hemû jinên gundî ye, jixwe di filmên Kurdî gava mijar dibe gund û gundî kirasekî teng lê tê kirin, sinorên wan jî pir kifş in. Halbûkî jiyana gund û gundiyan jî rengorengo ne
li Kurdistanê. Bes jinên Kurd ên terka gundên xwe kirî çima yek reng in? Jinên gundî tev bi heman cil û bergan in, jinên ciwan ên bajarî cil û bergên wan jî heman terz e. Ma ev çawa mumkin dibe? Jinên ciwan ku tên nişandayîn jî tev porên wan girêdayî, pantorek li ser wan tîşortek dirêj (mîna kurikan) tên nîşandan. Li vir helbet sembola welatparêzî tê nîşandayîn lê ev hişmendî jî ne şaş e gelo? Yanê çima sêwirandina jinên welatparêz tev maskulen e? Çima jin, ji bilî jinîtî ji aliyê muhafazakarî tê dîtin? Çima jin mîna mêran tên nîşandayîn? Werhasilî kelam jin ji alîyê fizîkî jî li gor hişmendîyê mêran tê veşartin û bi tîpa mêrane jinê bincil dikin. Di vê jiyanê de her kes xwedî karakterek e, pisîkek jî ji pisîkên din cudatir e, ji alîyê karakter ve lê çima di filman da jin tine û hebe jî ji tîp wêdetir xuya nake?
Çima jin bi her awayî fedakar in? Hem di jiyanê de, hem di çîrokê de ji bo ku aksiyon çêbe, bibe parçeyekî wê hatine bikaranîn, mîna xeyalet in. Me got, di jiyanê de çi hebe di sînemayê de jî ew heye. Film bi çavê kesê ku ji vê jiyanê ye (derhêner), derdikevê, ew jî tê de ye. Madem di xwezayê de çi hebe û em çi dibînin wê dikin karê xwe yê hunerî û madem hest bê zayend e, navnetewî ye, nexwe çima barê fedekarbûnê li pişta jinê tê barkirin, çima jin timî bi tîpên îdeal têne sêwirandin? Heta ji wan tê zayendê jinan flu dikin. Çima mêrên fedakar tune ên fedekar tev dayik in, jin in? Ma ji bîlî fedakarî tu taybetmendiya me tunene? Esas bi ‘fedakarî’ jî jinan manîpule dikin ku her tim xwe ji bo mêr, malbat, civak, şer feda dikin lê li gor pergala mêran? Ma qe jinên “xirab” tunene?
Li xerîbiyê mirina xortekî Kurd
K
ayhan Anwar (Keyhan Enwer) sînemagerekî ciwan ê Kurd bû. Sala 1991’ê li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Merîwanê ji dayik bû. Li gel derhênerê Kurd Behmen Qubadî kar kir. Kurtefilmên wî gelek xelat wergirtin. Gava li Başûrê Kurdistanê bû, ji ber filma wî ‘Du Sed’ DAIŞ’ê gefa kuştinê lê xwar. Neçar ma terka Kurdistanê bike û berê xwe bide Elmanyayê. Dewleta Elman doza wî a penaberiyê heta jê hat dirêj kir û hişt ku dewsa bi karê sînemayê mijûl bibe, li kampa penaberan bimîne. Ji ber ku nikarîbû bi sînemayê mijûl bibe, sebra wî li kampê nedihat. Sala 2017´an ji ber nerehetiya xwe ya dêrûnî hevalên wî, wî dibin nexweşxanê, lê doktor bi hinceta ‘cih nîne’ çend heban dide û wî dîsa dîşîne kampê. Çend roj di ser re derbas dibin, piştî ku bêhn dikeve odeya tê de ye, pêdihesin ku wî xwe kuştiye. Kayhan ê ku bi hêviya ku karê sînemageriyê bi pêş bixe li Elmanyayê bû penaber, ti xêr ji Elmanya nedît û cenazeyê wî vegeriya Kurdstanê. Wî di hevpeyvina xwe ya li gel rojnamevan M. Zahît Ekîncî (26/01/2017, Yeni Özgür Politika) de gotibû: "Filma herî xweş li welatekî azad tê çêkirin. Ez jî yeqîn dikim, em ê jî rojekê filmên xwe li welatê xwe çêkin." n POLITIKART
5
w Bi ya min xisleta wê ya herî muhim zimanê wê ye. Ez bi xwe li tişta ne bi Kurdî be, weke ku parçeyek ji sînemaya Kurdî be, nanihêrim. Yanî sînemaya Kurdî divê ileh û bivênevê bi Kurdî be.
t
Sînemaya Kurdî divê ileh û bivênevê bi Kurdî be Önder ÇAKAR
D
i vê nivîsê de ez ê bi pirranî bi destpêka sînemaya Rojava ya piştî şoreşê dakevim, ji ber ku ez beşek jê bûm. Lê beriya wê bi ya min terîfeke sînemaya Kurdî jî lazim e. Di nava sînemaya Kurdî de yek ji pirsên herî zehmet terîfa sînemaya Kurdî ye. Di warê akademîk de jî wisa ye. Hem ji bo sînemavanên Kurd û hem jî ji bo întelektuelên Kurd bersiva pirsê zehmet e, ji ber ku dewleteke Kurdan nîne, neteweyeke mêhtingeh in yanî bazareke wan nîne. Sînema, ji wan beşên din ên huner cihê ye, ew di serdema kapîtalîzmê de peyda bûye. Piştî şoreşa pîşesaziyê derkete holê û di heman demê de gelek beşên hunerî jî dihewîne, yên weke fotograf, muzîk, tiyatro û muzîkê. Ji ber ku digihîje girseyên mezin ên xelkê û bi rêya belavkirinê vediguhere metayekê, bazareke wê heye. Di nava para vê bazarê de sînemayên neteweyî li deverên din ên dinyayê bi pêşket. Ha ji ber pêvajoya derengmana netewebûnê ya Kurdan, meseleya ka mirov ji çi re bibêje sînemaya Kurdî jî tevlî hev bû.
Ez çi re dibêjim sînemaya Kurdî? Weke kesekî gelekî elaqedarî sînemeya Kurdî jî, û ez bi xwe jî hewl didim bibim sînemavanekî Rojava û beşek ji sînemaya Kurdî, bi ya min xisleta wê ya herî muhim zimanê wê ye. Ez bi xwe li tişta ne bi Kurdî be, weke ku parçeyek ji sînemaya Kurdî be, nanihêrim. Yanî sînemaya Kurdî divê ileh û bivênevê bi Kurdî be. Helbet hoste û pêşengên weke Yilmaz Guney bi qedrê Kurdan dizanî, ev qedirnasiya wî helbet divê mirov ji bîr neke. Lê sînemaya wî çêkirî tevî ku wî motîfên Kurdî bi kar anîn, di filma Rê de ew tabelaya Kurdistanê bi cih kir, bi ya min ne sînemaya Kurdî, divê zimanê wê Kurdî baya. Xisleta herî muhim ziman e. Ya din jî ew e ku hunermendên wê yên hilberîner, nexasim jî derhênerê wê, lê her wiha senarîst, muzîka wê Kurd bin, qet nebe ji çanda
6
Kurdan bên. Yanî divê wan motîfên Kurdî ne weke çavdêrekî ji derve lê ji hundir bibîne û bide der. Xisleteke sêyem jî sermaye ye. Yanî di filmên herî underground de jî di yên kolektîf de sermayeyek heye. Bi ya min divê ew sermaye jî çavkaniya xwe kurdewar be. Jixwe, têkiliya sînemayê li gorî hunerên din bi pere û sermayeyê re bêhtir e. Ez li gorî van her sê pîvanan ji filmekê re dibêjim filma Kurdî yan jî na.
Yilmaz Guney tesîr kiriye Gava ez vê dibêjim, helbet ez qebûl dikim ku Yilmaz Guney bi sînemaya xwe ya realîst, bi aktoriya xwe, bi awayê gihandina xelkê ya peyamê, tesîreke mezin li sînemaya Kurdistanê kiriye. Tesîra vî zimanê wî yê sînemayê gelekî li sînemavanên paşê yên Kurd bû. Di vî warî de ew Kurdistanî be jî, me jî film çêkirin û wî tesîreke ewqasî mezin jî li sînemaya Tirkiyeyê jî kir. Ya rastî, sînemaya Tirkiyeyê weke beriya Yilmaz Guney û piştî Yilmaz Guney dibe du beş. Şert û mercan destûr neda ew bi Kurdî sînemayê bike. Ji ber vê jî ez dibêjim, sînemaya Kurdî gelekî deyndarê têkoşîna Tevgera Azadiyê ye li her çar parçeyên Kurdistanê jî. Îro bikaranîna zimanê Kurdî di sînemayê de bi xêra vê têkoşînê ye. Yan na, ne tenê li Tirkiyeyê, li Sûriya Esed, li Îranê di salên 70 û 80’yî de filmên Kurdî nedikarîn bên kişandin. Ez li meseleya ziman ji aliyekî din ve jî vegerim. Mesela mirov tenê bi naverokê li filmekê binihêre û bibêje ka ew ji sînemaya Kurdî ye yan na, bi ya min ev neheqiyek e. Tercîha min a siyasî ji xwe li holê ye, lê dîsa jî bi ya min hunermendên Kurd jî dikarin filmeke komediyê, filmeke evînê ya xwe bi meseleyê girift hîç nede, filmeke tirsê û yan jî muzîkalekê çêkin. Em dikarin rexneyê li van bigirin. Filmên pûç ên ji bo pêngaveke pêşî jî dikarin bên çêkirin û tên çêkirin, nexasim jî li Başûr. Ev yek dikare bike ku sînemaya şaş bikin, yan jî filmên xirab çêkin, lê ew filmên Kurdî ne. Kurt û Kurmancî mafê Kurdan jî heye filmên xirab çêkin. Mirov
tenê hêvî bike ku Kurd tenê fimên baş, yên estetîk, ên şoreşger çêkin, ne rast e; ya rastî ew e ku di çandên ku filmên wan ên xirab nînin, filmên wan ên baş jî nînin. Mesela sînemaya Emerîkî, ya Fransî, ya Elman ya Îtalî, ya Sovyetê berhemên hunerî ên buhagiran hilberandine, lê li wan deveran gelek mînakên sînemaya xirab hene ku kelevajî ne û zehmet e mirov li wan temaşe bike. Helbet naverok muhim e, û weke şoreşgerekî qîmetê didimê. Lê mirov rabêje û bibêje, Kurd divê tenê sînemaya şoreşger bikin, ew mêhtingeh in, derdên wan gelek in, ev neheqiyeke ku mirov li wan bike.
Em ji çi re dibêjin sînemaya Rojava? Îcar, di nava vê sînemayê de em ji çi re Sînemaya Rojava dibêjin. Serpêhatiya sînemaya Rojava diçe wê Şewata Sînemaya Amûdê ya 13’ê Mijdara 1960’î tesîr li her tişta sînemaya Rojava kiriye. Ji bo xelkê Rojava, sînema û komkujî bi hev re tên bîra mirovan. Ji ber wê jî mirov hem ji bo sînemayê û hem jî ji bo civînên din ên hunerî û civakî xwe nadin ber kombûnan, ditirsin. Ev jî tesîreke mêhtingeriya Ereb e. Li welatên piçûk ên dinyayê em binihêrin ên weke Albanya û Ermenistanê. Filmên Hollywoodê dikevin wan jî. Mesele ne bi tenê kara madî ye, ew hêza emperyalîst ji bo ku hegemoyaya xwe ava bike, ji bo ku çanda xwe bixe nav wan miletan jî filmên xwe yên Hollywoodê bi dublajê yan jî jêrnivîsê dabe nîşandan jî, li çar parçeyên Kurdistanê Hollywoodê filmên xwe bi Kurdî nîşan nedan; heta wê ev neceriband jî. Axir miletê Kurd ji sînemayê gelekî bi dûr ket. Hem ne bi zimanê wî bû û hem jî ew tirsa ji komkujiyê heye. Lê belê sînema di heman demê de efsûnî ye jî. Herçî Kurd in hez ji her tişta efsûnî dikin. Ji ber wê jî xwestin bi zimanê xwe di nava wê de hebin. Lê belê bi zimanê xwe di dema dîktatoriya Esed de ev ne mumkin bû. Gelek ciwanên Kurd nexasim li Şam û Helebê sînema xwendin. Lê belê mekanê ku wan karî tê de cih bigirin, sînemaya Sûrî ya Ereb bû. Heta Şoreşa Rojava jî ew di nava vê sînemayê de kameraman, montajvan û filan û bêvan bûn.
Destpêka sînemayê di Şoreşa Rojava de
Mirov tenê bi naverokê li filmekê binihêre û bibêje ka ew ji sînemaya Kurdî ye yan na, bi ya min ev neheqiyek e. Tercîha min a siyasî ji xwe li holê ye, lê dîsa jî bi ya min hunermendên Kurd jî dikarin filmeke komediyê, filmeke xwe bi meseleyê girift hîç nede yê evînê, filmeke tirsê û yan jî muzîkalekê çêkin. Kurt û Kurmancî mafê Kurdan jî heye filmên xirab çêkin.
Mirov tenê hêvî bike ku Kurd tenê fimên baş, yên estetîk, ên şoreşger çêkin, ne rast e; ya rastî ew e ku di çandên ku filmên wan ên xirab nînin, filmên wan ên baş jî nînin. Mesela sînemaya Emerîkî, ya Fransî, ya Elman ya Îtalî, ya Sovyetê berhemên hunerî ên buhagiran hilberandine, lê li wan deveran gelek mînakên sînemaya xirab hene ku kelevajî ne û zehmet e mirov li wan temaşe bike.
Şewata Amûdê kete xewna min jî. Me got, em çi nîşanî zarokan bikin ji klasîkên sînemayê. Ji sînemaya dinyayê hunermendê herî şoreşger û herî yekser bi zarokan re karî têkiliyê deyne Charly Chaplin e. Me filma wî ya bi navê The Tip neqand. Dublaj jî jê re n lazim bû. Di navberê de nivîsên li ser kartonê hebûn, me jî ew nivîsên Ingilîzî ji wir rakirin û Kurdî li wir bi cih kir. Ew bi vî rengî bû bi Kurdî.
Piştî Şoreşa Rojava sînemaya bi Kurdî ya Rojava pêkan bû. Ez yek ji wan kesên pêşî me ku ji derve çû Rojava da ku li wir bimîne. Li wir gelek ciwan, heval û refîqên me li Rojava hebûn ên ku bi sînemayê mijûl dibûn, sînema çêdikirin. Qismek ji înternasyonalîstên tevlî nav refên Şoreşa Rojava bûyî jî bi sînemayê mijûl dibûn. Wekî din ji parçeyên din ên Kurdistanê kesên ku guh dan banga rêbertiyê ya seferberiyê û hatî Rojava hebûn. Hinekan ji wan jî sînema dikir. Ji çiyê gerîla hatibûn ji bo parastina Rojava, qismek ji wan jî bi sînemayê mijûl dibû. Bi van hevalan re, li bajarê Dirbesiyê me komunek ava kir. Pêşî me bi komeke ji 12 kesan pêk tê dest bi kar kir û bi rêya komisyonên çandê yên navçeyan xwe gihand ciwanan. Ji wan deveran jî me qederê 20 kesên dixwazin sînemayê bikin, yên ku meraqa wan li ser sînemayê ye li xwe zêde kirin. Hin ji wan dildarên sînemayê bûn, yên din jî berê tiştan kiribûn. Me pêşî dewreyeke perwerdeyê li dar xist. Pê re jî asta me ya zanînê ya derheqê sînemayê de nêzî hev bû. Ji ber ku em di nava şoreşê de bûn gelekî romantîk bûn, gelekî tevlî nava xebatan dibûn. Ji ber wê Komuna Film a Rojava ne tenê bi navê xwe komun e, ew komuneke bi rastî ye. Yanî em bi hev re radibûn, bi hev re radiketin, me bi hevre xwarin çêdikir, bi hev re dixwar, paqijiya xwe me bi hev re dikir. Jiyana me ya taybet jî bi hev re bû. Axir komuneke bê kêmasî ye.
Ji serî heta binî ji bo her tişta sînemayê Erê, şoreş çêbûbû, lê mêhtingeriya Ereb sînema bi temamî sekinandibû. Diviyabû em ji serî dest pê bikin. Me sê ling tesbît kirin, yek ji van hilberîn –a film, belgefilm û wekî din– yan jî ji bo vê bikin binesaziyê ava bikin. Lingê diduyê perwerde bû. Ev jî ne yek alî ye. Tişta ku Şoreşa Rojava nîşanî min dayî ev e. Mesela gava min senaryo hînî xelkê dikir, wan ciwanên weke zêr ên Rojavayî jî hem di warê sînemayê de û hem jî di warê mirovbûna şexsê min de ez hînî gelek tiştan kirim. Ev lingê duyê lazim bû, ji ber ku sînema wisa ye. Di ser kesên ehlê meseleyê re dimeşe. Yanî binesaziyeke perwerdeyî jê re lazim e. Lingê sisiyê jî nîşandan bû. Yanî sînema ev qederê 150 salan e berhemên hunerî hildiberîne. Me got, xelkê Rojava jî divê bibîne ka sînemaya Sovyetê, ya Fransî, ya Emerîkî çi ye. Ji bo vê jî diviyabû ev filmên klasîk ên sînemayê bi Kurdî jî bên amadekirin, pêwîst bike bi dublajê yan jî bi jêrenivîsan. Axir akademiyeke me ya sînemayê jî hebû ku heta dagirkirina Serêkaniyê her sal xwendekar jî mezûn kirin. Li wir me ne tenê derhêner û nivîskar digihandin, me rêveberên holên sînemayê, berpirsê kitêbxaneya sînemayê jî heta bi xebatkarên wezaretên çandê jî perwerde dikirin. Lewma divê burokrasiyeke sînemayê jî hebe, ji senaryoyê dest pê dike, nivîs û qeydên sînemayê yên di nava xwe de gelek in. Divê fonên serbixwe bên çêkirin û wekî din. Şoreş çêbûye û pêvajoya ji nû ve avakirinê heye. Mirov tiştekî çawa ava bike, ew wisa dewam dike. Ji ber wê me nedixwest şaşiyan bikin, em hestyar bûn. Ji ber wê jî sînemaya Rojava, Komuna Film a Rojava ne bi tiştên hilberandî, lê her wiha bi yên nîşandayî, bi binesaziya avakirî, û bi perwerdeya heta dagirkeriya Tirk dewam kirî xebatên xwe ji sala 2015’an ve didomîne.
Festîvala Filman a Rojava ya Navneteweyî Zeneke şaş a giştî heye. Dibêjin qey li Rojava holên sînemayê nîn in. Nexêr, hol hene, hem yên zivistanî û hem jî yên havînî ku li wan hin filmên karateyê û filmên Erebî dihatin nîşandan. Wekî din jî li her bajarî rejîma Baesê avahiyên çandê çêkirine, hemû yekreng in û xwedî estetîkeke despotîk in; ew hene. Em van holan ji bo nîşandana filman û şanoyê bikartînin. Ma ne, em her sal Festîvala Filman a Rojava ya Navneteweyî organîze dikin. Me festîvala dawî yanî ya sêyemîn ji ber dagirkeriya dewleta Tirk online kir. Di ya dawî de qederê 140 filman miracaet kirin ji seranserê dinyayê. Helbet me heta niha hema hema her hunermendê xwestî destekê bide Şoreşa Rojava, filma xwe bi miletê Rojava re parve bike, me qebûl kir. Lewma başbûn û xirabbûn têgehên pirr zêde mucered in û nedarîçav in. Em festîvala filman li bajarekî heps nakin. Em bibêjin, gava ku li Serêkaniyê belgefilm hatin nîşandayîn, li Dêrikê filmên zarokan dihatin nîşandayîn. Li Qamişlo em bêjin filmên dirêj tên nîşandayîn li Amûdê kurtefilm.
Da ku zarok ji sînemayê netirsin Axir mesele ji hebûna holan û wêde ye. Min xwest em destpêkê filman nîşanî zarokan bidin. Ji ber ku Şewata Sînemaya Amûdê trawmayeke welê bû hê jî tesîr dikir. Min bi xwe jî senaryo dixwendin û her ku min nas kir, Şewata Amûdê kete xewna min jî. Me got, em ji klasîkên sînemayê çi nîşanî zarokan bidin? Ji sînemaya dinyayê hunermendê herî şoreşger û herî yekser bi zarokan re karî têkiliyê deyne Charly Chaplin e. Me filma wî ya bi navê The Tip hilbijart. Dublaj jî jê re ne lazim bû. Di navberê de nivîsên li ser kartonê hebûn, me jî ew nivîsên Ingilîzî ji wir rakirin û Kurdî li wir bi cih kir. Ew bi vî rengî bû bi Kurdî. Helbet pirr karekî hêsan bû. Me xwest li her bajarê xwe nîşan bidin. Ji bo nîşandana filmekê çi lazim be, me ew hewl da em wê bikin, me afîş jî dan çapkirin. Me bi şaredariyên xwe re têkilî danîn. Me got, em dixwazin ava fêkî û kekan bidin zarokên xwe, da ku zarok ji sînemayê netirsin. Me ev piştgiriyên hanê jî misoger kirin. Fikra min ew bû ku ev danîşan danîşaneke girseyî be, lê şervanan nexwest. Ez êcêbmayî mam. Lê wan got, "DAIŞ tenê 50 kîlometroyan dûrî me ye û nexasim jî zarokên me dikin hedef." Rastiyeke ewqasî xwerû û darîçav bû ev. Ji ber ku min bîra wê nebir, ez ji xwe aciz bûm. Axir me filmên xwe nîşanî komên 100 ta 150 kesî dan. Û heta beriya dagirkeriyê bi ne gelekî li Qamişloyê li holên havînî nîşandana filman dest pê kiribû.
7
Ev hemû destketiyên kurdewarî ne
E
m di meseleyekê de li xwe mikur bûn. Sînemaya Kurdistanê bi temamî ji bo hebûna xwe deyndarê têkoşîna çekdarî ya Tevgera Azadiya Kurd e. Statuya zelûl ya li Başûr û qebûla zimnî ya dewleta Tirk, Iran û Sûrî jî ji ber wê bû ku serê wan bi Têkoşîna Azadiya Kurd re di belayê de bû. Yanî van mêhtingeriyên Ereb, Fars û Tirk statuya Başûr ji ber hebûna PKK’ê zimnî qebûl kir. Ha di wê valahiyê de meydanek ji sînemayê re jî peyda bû. Li Silêmaniyê holên sînemayê yên pirr xweşik hene. Li Dihokê festîvaleke filman a bi milyonan dolarî he ye. Û ev hemû destketiyên kurdewarî ne. Ha ev destketî jî bi saya serê mewziyên Tevgera Azadiyê li Bakur, Rojava û Rojhilat bidestxistî, mumkun bûn. Heger têkoşîn li Bakur, Rojava û li Rojhilat bişike, wê Festîvala
Filman a Dihokê nebe. Deyndariya sînemayê ya beramberî Tevgera Azadiyê li Bakur çawa dest pê kir? Pêşî wê kir ku qedexe li ser bikaranîna Kurdî di sînemayê de rabe, di ber vê de bi hezaran mirovî canê xwe da. Piştre çi bû, mesela şaredariya Batmanê Hola Sînemayê ya Yilmaz Guney a pirr bedew vekir. Li van deveran, mesela li Amedê li du deveran kursên sînemayê hatin dayîn. Mesela Yapim 13 a Kazim Oz jî tê de cihê xwe digire hebû. Li Izmîr, Edene, Stenbol û Mêrsînê kursên sînemaya Kurdî hatin dayîn. Filmên çê û yên xirab hatin hilberîn. Piştre jî li Amed, Dêrsim, Wan û Batmanê festîvalên filman hatin organîzekirin. Gelek filmên dirêj, navîn, belgefilm û kurtefilm li wan deveran hatin nîşandayîn. Filmçêker derketin pêşberî temaşekerên xwe. Yanî sîne-
mayê dest pê kir. Sînemaya Kurdî wisa bi gurmîniya li erdê dixist meşiya. Hin film di organîzasyonên întelektuelên Tirkiyeyê de jî performansên baş nîşan dan. Xelatên Porteqala Zêrîn, xelatên Festîvala Filman a Stenbolê hatin wergirtin. Yanî binesaziyeke cidî ya çêkirina sînemayê li Bakur jî heye. Heta li derveyî van avahiyan jî sînemaya ferdî ya ku ji hebûna vê bingehê wêrek bû, film hilberandin. Mesela li Batmanê ez di jûriya festîvalê de bûm. Çil ta pêncî kurtefilmên bi Kurdî hatin, hunermendên wan hildiberînin. Hin ji wan ên weke Lokman Haci Birlîk, şehîd jî bûn. Ev hemû di şahiyên kurtefilman ên li Batmanê de gihîştin. Aliyekî Ewrûpayê jî heye. Li wir jî gelek derhênerên Kurd peyda dibin. Di festîvalên filmên Kurd ên li Lon-
don, Hamburg, Berlîn û yên weke wê de film tên nîşandayîn. Mesela hevalê me Mehmet Aksoy, ew jî paşê li Rojava şehîd bû; ew şervanekî mezin ê sînemayê bû. Bi van hewldanan sînemaya Kurd bi rengekî hêviyê biafirîne bi pêş diket. Sînema û azadî bi hev ve girêdayî ne. Lê belê êrişên dewleta Tirk û şer tesîrê li vê pêşketina sînemaya Kurdî dike. Mesela tevahiya saziyên sînemaya Kurdî yên min behsa wan kir, bi destê dagirkeriya qeyûman hatin girtin. Lê nîşana vê êrişkariyê ya herî eşkere şewitandina Sînemaya Yilmaz Guney a li Batmanê bû. Ew şewitandin, hewl dan tolê ji her tiştî hilînin. Pêşî qeyûm salon girt, tu çima digirî? Paşê jî rabûn holeke sînemayê şewitandin. Ev jî dike ku pêşketina sînemaya neteweyî dereng bimîne.
w Deyndariya sînemayê ya beramberî Tevgera Azadiyê li Bakur çawa dest pê kir? Pêşî wê kir ku qedexe li ser bikaranîna Kurdî di sînemayê de rabe, di ber vê de bi hezaran mirovî canê xwe da. Piştre çi bû, mesela şaredariya Batmanê Hola Sînemayê ya Yilmaz Guney a pirr bedew vekir. Li van deveran, mesele li Amedê li du deveran kursên sînemayê hatin dayîn. 8
w Binêrin, sînemaya Kurdî nikare zarokekî Kurd jî bike xwedî bisqilêt û bisqilêtekê jî ji zarokên me re zêde dibîne. Sînemaya ku nikare zarokekî xwe bike xwedî bisqilêtek, gelo rast e ku em ji vê sînemayê tiştên mezin taleb bikin
Ji filma Mirov dîmenek
w Di têkiliya kolonyalîst û kolonîzebûyiyan de mirovên kolonîzebûyî bi çav, aqil û bi dilê kolanyalîstan li xwe dinêrin, xwe wisa dinirxînin, hîs û pênase dikin. Ji neynikê qesta min xwebûyîn e, yanî wek aqil, dil, erk û nirx...
t
Di sînemaya Kurdî de îmaja self-kolonyalîst Welat RAMÎNAZAD
E
m dikarin dîroka sînemaya Kurdî bikin çar qonax: A yekê ji filma Zarê heta sala 2000’an, a duyê ji sala 2000’an heta sala 2010’an, a sêyê ji 2010’an heta sala 2020’an, a çarê ji sala 2020’an dest pê dike û dewam dike. Dema ku em lê dinêrin, sînemaya Kurdî li çar parçeyên welat her geştir û berztir dibe; ev sê qonax nîşanî me didin ku di qonaxa çarê de, di sînemaya Kurdî de wê pêngaveke mezin çêbe û pêleke gewre derbikeve! Herçend sînemaya Kurdî her geştir dibe jî ji gelek aliyan ve problemên wê yên cûr bi cûr hene. Wekî teknîk, produksiyon, ontolojîk, felsefîk… Yek ji problemên sereke yên sînemaya Kurdî jî ev e: bi berdewamî sih sal in ku dîroka sînemaya Kurdî heye lê di sînemaya Kurdî de îmaja Kurdan yan jî îmajeke Kurdî hê jî ava nebûye. Ji ber ku ev problem hê safî nebûye, di sînemaya Kurdî de em rastî problema îmaja self-kolonyalîzm û self-oryantalîzma Kurdan tên. Çiqas ji me bê, divê em li ser problemên sînemaya Kurdan bi kûrahî û berfirehî minaqeşe bikin, li ser wan bifikirin, rexne û analîzan bikin. Heke em vê yekê bikin, ev geşedana wê dê mezintir û bibandortir bibe.
10 kurtefilmên Kurdî Di vê nivîsê de heta ji min bê ez ê behs bikim û nîşanî we bidim bê ka di deh kurtefilmên Kurdî yên li Bakur de çawa îmaja self-kolonyalîst a Kurdan heye. Kurtefilma “Bisqilêt” (2010) a Serhat Karaaslan, “Dema ku genim dirijin” (2010) a Orhan Înce, “Xewna Yûsiv” (2011) a Ferît Karahan, “Defter”(2013) a Roza Erîzînê, “Berfeşîr”(2013) a Serhat Karaaslan, “Mara”(2016) ya Ciwan
Zengîn-Meral Yegîn, “Piyê min toz şekir”(2016) a Sedat Barış, “Qemçûrçî”(2016) ya Nedim Rojhat Yeşilçinar, “Mirov”(2017) a Hasan Înce û “Cristiano Ronaldo”(2018) ya Ciwan Zengîn.
Gelo çi hevbeşiya van kurtefilman heye? Yek; ji xeynî “Dema ku genim dirijin”, “Berfeşîr”, “Mirov” û “Qemçûrçî” mijara kurtefilmên din bi konjuktura sosyopolîtîk a çil salî ya dawî re têkildar in. Dudu; ji xeynî kurtefilmên “Xewna Yûsiv” û “Qemçûrçî”, lehengên kurtefilmên din zarok in. Sê; mekanê “Bisqilêt” û “Cristiano Ronaldo” bajar in, ji xeynî wan mekanê kurtefilmên din gund in. Lê guhertina mekanî û strukturê qet ferq nake, di hemû kurtefilman de îmaja Kurdan heman e. Em ji aliyên ekonomîk, lixwekirina cilûbergan, peyzaja gundan û mîmariya hundirê xaniyan ve li îmaja Kurdan binêrin.
Îmaja Kurdan çawa ye? Di kurtefilman de: Kurd ji hêla ekonomîk ve feqîr, reben, mexdûr û gundî ne û di nava tinêbûnê de dijîn; cilên Kurdan kevn, çilmisî, pînekirî ne, ji vê hêlê ve îmajeka negatif a Kurdan heye. Ji hêla mîmariyê û hundirê xaniyan ve, xaniyên Kurdan hilweşiyayî û kevn in. Ji aliyê peyzaja gund ve jî gund tewşomewşo û bêpergal in; ji vê hêlê ve jî îmajeke neestetîk a Kurdan heye. Di kurtefilman hemûyan de jî perspektîf, fêhm û nêrîna estetîk a derhêneran bi mekan re tine ye; wekî mîmarî, hundirê xanî, peyzaja gund û bajarî, lixwekirina cilûbergan, îmaja Kurdan a dewlemendî, hunerhezî, xwedanzewqî, zanatî û bajarîbûnê tine ye. Di kurtefilman de bi kurtasî ez ê vê îmajê nîşan bidim.
Ji ber ku heman îmaj heye, ez ê hevok û peyvan dubare nekim û vê îmajê pênase bikim.
Bêpergal, nexweşik û nerind e Di “Dema ku genim dirijin” de, malbateke feqîr û reben heye. Xaniyê wan ewqas kevn e ku tu dibêjî qey dike hilweşe. Hundirê xanî bêpergal, nexweşik û nerind e. Cilên karekteran pînekirî û diryayî ne. Di vê kurtefilmê de ji hêla kesayetî û karekterê ve jî, îmaja Kurdan nebaş e; ji bilî zarok, hemû kesên din nebaş in. Di kurtefilmê de bavekî dîktator heye, ji bilî zarokekî biçûk, bav û birayê mezin gelek zalim in. Ziravê birayê mezin ji bavê wî diqete û gelek binketî ye. Bav ji kurê xwe yê mezin re dibêje, “mirîşkekê serjê bike.” Zarok ji mîrîşkan gelek hez dike. Ji bo ku mîrîşk neyê serjêkirin kêr, cilêt, das; çi hebe vedişêre. Ev hezkirina zarok di kurtefilmê de hatiye problematîzekirin.
Ma ew jî ne insan in? “Bisqilêt”, kurtefilmeke bê diyalog e. Di seranserê kurtefilmê de feqîrek û tinebûnek heye. Ma hewce ye ku ez qala mîmariya taxê bikim. Jixwe hundirê malê di kurtefilmê de nayê nîşandayîn. Di “Bisqilêt”ê de kurek û bavek ji çopê tiştên wekî xurdeyan kom dikin. Di taxeke geto ya bajêr de dijîn. Jixwe, ji karê wan û taxa wan diyar e ku çiqas feqîr in. Rojekê kurik bisqilêtê dibîne lê tekerê dawî yê bisqilêtê tine ye. Lê bi vî hawî jî li bisqilêtê siwar dibe. Rojekê di destê kesek bêmal de tekerek dibîne, kurtefilm jî li ser vê xwe ava dike. Exlaqparêzî û heqparêzî di kurtefilmê de hatiye problematîzekirin. Insanên ku proleterî jî bi dest wan nakeve, derhêner bi kurtefilma xwe wan dike sembola heq û exlaqê. Kirina vê yekê gelo çiqas rast e? Di kurtefilmê de zarokek bêbisqilêt dimîne lê exlaq û heq bi ser dikeve.
9
Nikare zarokekî bike xwedî bisqilêtek Binêrin sînemaya Kurdî nikare zarokekî Kurd jî bike xwedî bisqilêt û bisqilêtekê jî ji zarokên me re zêde dibîne. Sînemaya ku nikare zarokekî xwe bike xwedî bisqilêtek, gelo rast e ku em ji vê sînemayê tiştên mezin taleb bikin? Na! Na! Ger em tiştên mezin ji sînameyê, edebiyatê taleb nekin nexwe tiştên baş jî wê neyên afirandin.
Belengazî di nav xaniyan de Di “Xewna Yûsiv” de mîmariya xaniyan bêpergal û tewşomewşo ye. Peyzaja gund ne birêkûpek e. Serleheng bi xwe karmendek e. Lê karmendê me jî di nava belengaziyê de dijî. Em hundirê xaniyê leheng dibînîn; ti rêkûpekî tine ye û tevlihev e. Ez par li Mûşê bûbûm mêvanê hevalekî xwe, hundirê mala xwe giş li gor zewqa xwe dîzayn kirîbû. Refên pirtukxanê wî bi xwe çêkiribûn. Çima Kurdên wilo nabin mijara sînemaya Kurdî?
Romantîzekirina feqîriyê Di “Defter”ê de jî xanî û gundekî bêplan, bêpergal û nexweş heye. Her wiha di kurtefilma “Mara” de xaniyek heye tu dibêjî qey bi zorûbela li ser piyan disekine. Di “Berfeşîr”ê de dayik ji ber feqiriyê nikare ji zarokekî xwe re “dondurme”yekê bikire. Li vir hêj serşoka Kurdan çênebûye. Di teştê de li ser banan xwe dişon. Malên gund wekî kurtefilmên din in. Çîroka “Berfeşîr” çîrokeke romantîzekirî ye. Tinebûn tê romantîzekirin. Divê tinebûn bihatana problematîzekirin ku çawa bandor li derûniya me kiriye. Leheng zarokek e. Li gor xwestina arezûya kurtefilma “Bisqilêt”, li vir arezûyeke biçûk heye. Arezûya stendina “dondurme”yekê heye. Xwenegihandina berfeşîrekê, çawa tesîrê li derûniya zarokekî dike. Ji ber ku daxwazên me yên wekî “dondurme”yek, “bisqilêt”ek nehatine cîh, em ewqas bi xwe ne bawer in, nikarin di jiyanê de dewa tiştên mezin bikin.
Çewalê şekir dike pîjema! Di seranserê kurtefilma “Piyê min toz şekir”ê de, feqîrî heye. Ji ber feqîriyê, dayik ji mêrê xwe re çewalê şekir dike pîjema. Bav jî nikare ji zarokê xwe ra pêlîstokekê bikire. Mîmarî, hundirê xanî û peyzaja gund wekî kurtefilmên din e.
Sal jî dibihûrin lê Kurd her eynî ne Di “Mirov” de dîsa zarokek heye. Zivistanan pîrek tikûtenê ye. Rojekê zarok diçe mektebê, dibîne ku êzingên pîrê tinene, her roj ji pîrê ra êzingan tîne. Gund û xanî wekî kur-
10
tefilmên din in. Ma qey di gund de kes tine ye alîkariya wê bike. Çilê zivistanê pîrê bê êzing maye. Hasan Înce û Orhan Înce merivên hev in. Bi hev ra kar dikin. Di navbera “Dema ku genim dirijin” û “Mirov” de heft sal hene lê îmaja Kurdan eynî ye. Di “Qemçûrçî”yê de jî feqîrî heye. Kurd ji ber feqîriye nikarin baca “qemçûrçî” bidin. Ji hêla mîmariya ve, dema em lê mêze dikin, şêniyê malê û heywan di nava hev de dijîn. Ji ber baca qemçûrçî malbatek çawa heywanên xwe vedişêre; ha mijara kurtefilmê ev e. Di “Cristiano Ronaldo” de dayikek û zarokek heye, mêrê jinikê wenda ye. Di nava feqîrî û belengaziyê de ne. Diçin cem nasekî xwe, li baxçeyê xaniyekî hilweşiyayî rûdinin, nasê wê qazaxekê dide zarokê wê. Wekî kurtefilmên din di vê kurtêfilmê de jî mîmariya xanî û peyzaja bajêr tewşomewşo, tehlihev û bêpergal e.
Çawa giş wek hev lê dinêrin Ev kurtefilmên hanê di navbera salên 2010 û 2018’an de hatine kişandin. Bifikirin; di kurtefilmên di nava heşt salan de çêkirî de, îmaja Kurdan heman e. Ma qey normal e ku di nabeyna heşt salan de îmaja Kurdan di kurtefilman de qet neguheriye, bi heman awayî xwe dubare dike? Çawa dibe ku di hişê heşt derhênerên Kurd de heman îmaja Kurdan heye? Gelo li vir problemek û anormaliyek tine ye? Hemanbûna vê îmajê we jî aciz nake?
Neynika kolonyalîstan Sedem çi ne ku di hişê derhenêrên Kurd de heman îmaja Kurdan heye? Yek; hemanbûyîna vê îmajê rastêrast bi self-kolonyalîzmê re têkildar e. Kolonîzebûyî bêneynik in, neynika wan hatiye şikandin. Ji ber ku bê neynik in, neynika wan her neynika kolonyalîstan e. Di encama vê de mekanîzmayeke gelek ecêb çêbûye. Di têkiliya kolonyalîst û kolonîzebûyiyan de, mirovên kolonîzebûyî bi çav, aqil û bi dilê kolanyalîstan li xwe dinêrin, xwe wisa dinirxînin, hîs û pênase dikin. Ji neynikê qesta min xwebûyîn e, yanî wek aqil, dil, erk û nirx... Dema ku tu mirovê neteweya kolanîzebûyî bî, qet haya te ji te tine ye ku tu bi neynika wan li xwe dinêrî. Tu wekî mirovê kolonîzebûyî, dibî xwedî hişmendiya polîtîk jî, tu dibêjî qey te êdî xwe ji bandora kolonyalîzmê rizgar kiriye lê haya te ji te tine ye ku hê jî bandora kolonyaliyê bi te re heye. Bandor û texrîbatên kolonîzebûnê ewqas kûr, komplîke û giran in yanî. Mînak; di nava van deh kurtefilman de ji xeynî “Dema ku genim dirijin”, “Berfeşîr” û “Mirov”, kurtefilmên din polîtîk in, her çiqas ev her sê kurtefilm ne polîtîk bin jî derhêneren wan xwedî hişmendiya polîtîk in, lê kurtefilm çi
Ji filmên navbirî çend sehneyên ku pir dişibin hev... polîtîk bin çi apolîtîk; bi tevahî selfkolonyalîst in. Ji vir derdikeve holê û em dibînin ku dibe mirov xwedî hişmendiya polîtîk be lê ew nayê vê wateyê ku di heman demê de meriv xwedî hişmendiya dij-kolonyal e. Di têkiliya kolonyalîst û kolonîzebûyiyan de kolonyalîst diskûran diafirînîn, kolonyalbûyî jî di etra xweparastinê, bersivdayînê û xwedanfêhmkirinê de ne. Ka bala xwe bidinê; di sohbeteka
Tirk û Kurdekî de jî Kurd her hewla xweparastinê û xwevegotinê de ye. Mînak; di deh kurtefilman de jî ev diyarde berbiçav e. Hevbeşiya din a “kurtefilman” ji hêla cureya çîrokê ye. Di hemû kurtefilman de çîrokek ne fîksiyonî ne çîrokek ji jiyanê ye û çîroka kurtefilman li pêş e. Derhêneran hemû hêza xwe daye ser wê yekê ku çîrokê bidin nîşandayîn û bi nîşandayîna çîrokê xwe bidin vegotin û fêhmkirin.
Di kurtefilman de çi xisûsiyetên Kurdan ên pozîtîv hene? Bi vê pirsê jî dema min berê xwe da filman, min diyardeyeke berbiçav tesbît nekir. Gelo di binhişê derhêneran de ji bîlî vê îmajê, îmajeke din a kurdbûnê tine ye?
Haya wan ji bayê felekê tineye! Dudu; jixwe hişê xwe ji kolanyalîzmê rizgar nekirine û neşûştine; kurtefilm nîşanî me didin ku haya derhêneran ji selfkolonyalîzma bi wan re jî tineye. Derhêner li ser îmaj û temsîla neteweya xwe nefikirîne, binhişê xwe nekolandine, û xwe bi xwe jê pirsyar nekirine. Ev jî nîşanî me dide ku derhêner li ser film û kurtefilmên xwe nefikirîne û haya wan ji wan tineye ku çawa temsîlek û îmajeke self-kolonyalîst çêkirine. Her wiha haya wan ji wan tine ye ku bi vî awayî li xwe û neteweya xwe xirabiyê dikin. Gelo di kurtefilman de çi xisûsiyetên Kurdan ên pozîtîv hene? Bi vê pirsê jî dema min berê xwe da filman, min diyardeyeke berbiçav tesbît nekir. Gelo di binhişê
derhêneran de ji bîlî vê îmajê, îmajeke din a kurdbûnê tine ye?
îmajeke Kurdan çêkiriye.
Erê realîte lê ne bi vê ecebê! Ferqa bindest û serdestan çi ye? Di sînemaya Tirk, Faris û Ereban de îmaja Kurdan çawa ye? Em firehiya pirsa xwe ji bo sînemaya Tirkan teng bikin; gelo di dîroka 70-80 salî ya sînemaya Tirkan de hûn qet rastî Kurdekî zana, xwende, dewlemend, xudanzewq hatine? Heta hûn qet rastî îmaja Kurdekî çê û baş hatine? Ji hêla îmajê ve çi ferqa van kurtefilman û yên sînemagerên serdestan hene? Ferqeke mezin û berbiçav tineye. Sebahattin Şen di kitêba xwe ya bi navê “Gemideki Hayalet” de (Reşika şevê ya di keştiyê de) nîşanî me dide ku Tirkan bi sînemaya xwe çawa temsîl û
Sê; derhênerên van kurtefilman nikarin bi hunermendiyê “realîteyê biguherînîn”. Gelek kes wê bêjin; rastiya ku di kurtefilman de heye, jixwe rastiya jiyana Kurdan e. Ez jî nabêjim realîteya di kurtefilman de, ji realîteya Kurdan ewqas dûr e. Lê sînema jî rasterast ne teqlîdkirina realîteyê û nîşandayîna realîteyê ye. Ger tu nikaribî realîteyê biguherinî, nexwe tu vê realîteyê ji nû ve diafirînî. Bi vî awayî jî tu xirabiyê dikî. Mînak; pirraniya berhemên sînemaya Kurdî, her rebenî, feqîrtî û gundîbûna Kurdan ji xwe re dike mijar, lê tenê vê rebenî, feqirtî û gundîbûnê ji nû ve diafirîne. Ji bo ku em vê feqîrtî û rebeniyê têk bibin û xwe ji van xelas bikin û bibin “bajarî” çi tesîra wan heye?
Afirandina îmajeke estetîk
Dîmenek ji filma Bisqilêt
Çar; pirraniya derhêrên kurtefilman negihiştîn vê afirîneriyê ku karibin îmajên estetîk biafirînîn. Wekî yên civakî, kulturî, mîmarî û wekî din. Bo nimûne Van Gogh, Paul Cezanne di resmên xwe yê naturmortande de bi hunermendiya
xwe dikarin amûrên ku bûnê çop, bêqîmet, kevn û çilmisî, ji nû ve biafirînin, wateyeke din bidin wan û wan estetîze bikin.
Çi muhendîsiya sînemeya Kurdî heye? Pênc, piraniya derhênerên Kurd îdraq nakin ku sînema muhendîsî ye. Di sînemayê de îmaj bi hişmendiya muhendîsiyê tê avakirin. Ji aliyê avakirina rolmodelê ve çi muhendîsiya sînemeya Kurdî heye? Bi tevahî di sînemaya Kurdî de çend karakter û qehremanên wî hene ku Kurd wan ji xwe re bikin rol-model?
Li şûna encamê Di destpêka nivîsê de me gotibû sînemaya Kurdî ketiye qonaxa xwe ya çarem, qonaxeke welê ku pêngav û pêlekê gewre di sînga xwe de dihewîne . Ew pêl û pêngav xwe dide kifşê; li Rojava pêlek hêdî hêdî dixuye, her wiha li parçeyên dîtir jî. Bi ya min gerek e sînemaya Kurdî muhasebeya xwe ya sîh salên dawî bike. Bi giranî jî li ser pirsa “Ka em bi çavên kê û bi çi çavî li xwe dinêrin?”. Di vî nivîsê de me hewl da ku tozek be jî bersiva vê pirsê bidin. Girîngiya vê pirsê ev e ku deriya ber bi xwebûnê ve vedike; ji sînemaya Kurdî re ‘çavek’ divê, ‘çavek’î ku ji me û bi destê me ava bûyî. Bi hêviya ku em xebatên xwe sînemaya Kurdî bikin xwedî ‘çavek’î rind û jîr.
11
t
Kurd di sînemayê de û sînemaya Kurdî KOLEKTÎFA SÎNEMA YA KOBANÊ
S
înemayê li pey xwe belayên mezin, nakokiyên dijwar ên fikrî hiştin û rêwîtiya xwe ya heta roja me ya îroj temam kir. Em di nava wê de gelek mirovên sînemayê û derhêneran dibînin ku bi rastî dixwazin filman çêkin û bi îdealên sosyalîst berê xwe didin vê meydanê. Ew dixwazin bi awayekî ji awayan êrişên despotîk ên welatên li wan dimînin, tevî ku desthilat li dijî wan disekinin jî gotinên xwe dikin û xwe ji vê venadin. Bi wî rengî ku rabihuriya Hollywoodê ya ku ji bazarên herî mezin ên sînemayê ye jî gelek tiştan ji me re dibêje. Mesele di sala 1947’an û salên paşê de em dibînin ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Komîteya Lêpirsîna Çalakiyên Dijber, bi hinceta berterefkirina "çalakiyên komunîst" gelek derhêner, filmçêker ji vê meydanê hatin dûrxistin, derfetên kar ji wan re nehatin hiştin. Li dijî wan kampanyayên reşkirinê, kampanyayên qaşo paqijiyê hatin kirin. Ev nîşanî me dide ka sînema ji bo desthilatê meydaneke çiqasî bi tehlûke ye û ew çawa hewl didin wê kontrol bikin. Li gelek deverên dinyayê sînemavan û derhênerên tên qetilkirin, gef li wan tê xwarin, tên mişextkirin hene; mirov bi aqûbeta filmên qedexekirî û yên ji ber sedemên cihê nemayî heta roja me ya îro jî nizane. Ev jî bi kurtî nîşanî me dide ka nakokiya di navbera sînema û desthilatê de xwedî dîrokeke çawa ye. Em heman hewldanê di Sovyeta Stalîn de, Îtalyaya Mussolini de û li gelek welatên din dibînin.
Di sînemayên Tirk, Fars û Ereb de Kurd Ji bo dinyayê em dikarin bi rehetî behsa rêûresmeke sînemayê ya 125 salî bikin. Ji bo Ewrûpa, Asya û heta Rojhilata Navîn jî meydana sînemayê têra xwe geş bû, bû xwedî tecrûbe, warên cihê, netewe û çandên cihê birin ser perdeya spî. Vê yekê mirovahiya dinyayê jî nêzî hev kir. Kir ku em li ser çandan bibin xwedî agahî. Vê yekê nîşan da ku awayên jiyanê û nirxên hevpar li wî serê dinyayê jî bin dikarin hevpar bin. Ji bo me Kurdan,
12
ew meydana sînemayê ya ku em qet nebe bi nasnameya xwe gavê diavêjinê, pirr nû ye. Dibe ku gelek derhênerên Kurd, senarîst û filmçêker li vê meydanê çalak bûbin, lê belê ev berhem û film bi nasnameyeke cihê ya etnîk hatine çêkirin; yan jî bûne hewldanên li ser navê netewe yan sîstemên din. Heger wisa ye, naxwe pêdiviya me bi meydaneke sînemayê heye ya ku lê em weke Kurd hebin, ji me re behsa me bike, ji dinyayê re behsa me bike. Ji ber wê, ji derve ve rabin behsa me bikin, dibe ku ev ne gelekî realîst be. Mijarên filmên li ser Kurdan tên nasîn. Yan di wan de awira oryantalîst serwer e yan jî di ser encamên giştî yên seresere re Kurd di van filman de cih digirin. Di nava sînemaya Tirkan de Kurd her malzemeyeke çor a ji bo kenandinê bûn. Di sînemaya Fars de di nava xizaniyê û di nava wan sînorê cografî de hatiye hiştin. Di nava sînemaya Ereb de nebûye mijar jî. Li derveyî van hemûyan hewldanên daketina bi Kurdan di van meydanên sînemayê de tenê çendek in. Bêyî ku bi rastiya Kurdan bê zanîn çêkirina filmên li ser Kurdan dişibe hewldaneke beredayî. Welatek ji bo çi tê çarparçekirin, mirovên vî welatî çima mehkûmî sînoran tên kirin, zimanek ji bo çi tine tê hesibandin, û helbet mirovên vî welatî çima di navbera dewletên despot û mîlîtarîst de tên parvekirin, bi destê van dewletan tên girtin, kuştin, êşkenceyên herî giran lê tên kirin û hewl didin hebûna wî jî bînin ber nemanê. Heta ku bersiva van û gelek pirsên wekî vê rast neyê dayîn, sînema wê ji bilî ku sektoreke kêfanînê be û wê de wê tiştekî din îfade neke. Û ji bo Kurdan jî wê veneguhere meydaneke xwe îfadekirinê. Ji ber vê yekê Kurd divê li meydana sînemayê jî bibin xwedî nasnameyek. Ev ê bike ku ew bibin xwedî terîfeke welê ku wan ji “yê din”bûna ku wan ji nasnameyên din qut dike û wê de bibe.
Berpirsiyariya sînemaya miletekî bê welat Sînema ne tenê dinyaya vî kesî ye ku wê çêdike. Divê em wê weke encama bandorên vê dinyayê pêktînin, encama hawîrdorê, normên civakî, çandê û nirxên si-
yasî wê bibînin. Di dawiya dawî de heger em ê mirovî weke encama tevahiya bandoran û helbet weke hebûneke civakî binirxînin, naxwe van pêvajoyan tesîr li kesayetî, karakter û hizra wî ya dinyayê kiriye. Em xwe nexapînin. Gava li meydanekê peyva Kurd tê bilêvkirin, êdî ev veguheriye şêwazekî têkoşînê û êdî ji vê tişta hatî gotin serbixwe, bûye xwedî maneyeke siyasî. Weke mirovên ku bi rengekî ji rengan têkiliyek bi sînemayê re danîne, em nikarin tiştên em ê bibêjin, sembolên xwe û kadraja xwe ji vê û wêde biqulibînin. Berdêleke êşên kişandî ya sîstemîk heye, kokên çandî yên kêfxweşiyên me, îroniya ecêbmayîna me, ev hemû hestên me ava dikin, rê didin ber sînemaya me. Ji ber vê yekê sînemaya em dikin, sîyasî ye. Wêjevan, hunermend û sînemavanên roja me ya îro di bin bar û berpirsiyariyeke giran de ne. Berpirsiyariyên mezin ên wekî parêzvaniya welat û neteweyekî parçekirî, çêkirina awayên têkoşînê, xwegirtina bi nirxên çandî, têkoşîna ji bo jiyanê, bîrewerbûn û bîrewerkirin li ser milên wan in. Di nava sînemaya Kurdî de di vê peywendê de hewldanên mezin tên dîtin. Ji pêvajoya fikr a filmekê heta bi pêvajoyên amadekarî, girtina dîmenan û sêwirandinê, ji bo van karan xwebexşî û ked divê. Hewl tê dayîn ku “têgeha welêt” a ku derhênerên bêdewlet xwe didin ber berpiriyariya wê, di sînemayê de eşkeretir û xuyatir be. Filmên ku bi Zerê dest pê kirin û xwe gihandin Kurdistana qedexekirî ya Yilmaz Guney, weke ku rabihurî û bîra vê sînemaya me bin. Behmen Qubadî dinyaya Kurdên Rojhilat a li ser sînor di navbera mirin û jiyanê de hatiye danîn û trajediya wê radixe ber çavan. Kilometre Zero ya Huner Salim dike ku em di nava rastiya nakokane ya Başûrê Kurdistanê de geh bi bişirîn û geh bi xemê bigerin. Di sînemaya gerîla de di filma Bêrîtan a Halîl Dag de em şerê xiyanet û berxwedana li hawîrdora Kurdan dibînin, em dibin şahidê wê yekê ku gerîlaya jin Bêrîtan bi bîrewerî û hêrsa dîrokî bersivê bide vê rewşê. Bi dehan filmên din ên weke van hene ku di mejiyê me de cihê xwe girtine.
Rojava ji sala 2014’an ve bi pêvajoya xwe ya şoreşê, bi awayê xwe yê berxwedanê ku bi derfetên kêm ew afirandin, bû rojeva dinyayê. Divê mirov xweşik serwext bibe li sedemên ku ev pêvajoya şoreşê bi xwe re anîn, dînamîkên şer û berxwedana li dijî wê derxistin holê. Ev yek di heman demê de têkoşîna miletekî ya xweavakirinê ye. Yanî, gelek lêgerîn û hewldanên xwebirêxistinkirin û sazûmanbûnê hene ji bo parastina nirxên civakî, rêxistina jinan bi xwexilaskirina ji rolên xwe yên civakî bipêşxistî ku her wiha meydanên ciwanan û xizmetên civakê jî dihewînin. Kurdên ku li vir berdêlên mezin dane, tenê bi vî şerî û weke hêza eskerî hebûna xwe dewam nakin. Gelek derhêner bi niyetpakî hewl didin filman çêkin. Helbet divê ev film bên çêkirin jî. Lê belê ev film gelekî dûr in ji wê yekê ku civaka Kurd, asta wê ya civakî, awayên wê yên berxwedanê û azarên wê nîşan bidin.
Sînemavanên tevahiya Kurdistanê Em xwe ne tenê weke sînemavanên parçeyekî, lê weke sînemavanên cografyaya Kurdistanê bi nav dikin. Armanca me ya sereke jî ew e ku li van parçeyan hemûyan bi qasî ku mumkin e gelek filman hilberînin, hinekî be jî bi sînemayê em ji sînoran bibihurin, miletan bînin cem hev, piştgiriya civakî û geşbûna têkoşînê ragihînin. Çawa ku di sînemaya dinyayê de ji realîzma nû ya Îtalî heta bi realîzma helbestwarî ya Fransî, ji pêla nû ya Îranê heta bi sînemaya Koreya Başûr, sînemavanên ji gelek welatan bi berhemên xwe dibin neynika rewşên siyasî yên li welatê xwe, sînemaya Kurdistanê jî dibe neynika têkoşîna azadiyê. Ew li dijî parçekirina welatekî, ferzkirina sînoran, tinehesibandin û îmhakirina vî welatî, têkoşîna miletan a jiyana azad ji xwe re dike esas. Bê îstîsna, gelek filmên Kurdistanê yan yekser yan jî ne yekser bi mijarên sînor, mirin, têkoşîn, berxwedan, yêdinbûn û hêviyê dadikevin. Gelek sînemavanên Kurd ên rahiştî kamerayê, berê xwe dane çîrokên bi rastî yên xelkê yên di vê çarçoveyê de û hewl dane bi huner behsa van bikin. Roja me ya îroj, di gelek kategoriyên cihê de hilberandina kurtefilm, belgefilm, filmên dirêj û navîn di çarçoveya van babetan de her diçe zêde dibe. Li Rojavayê Kurdistanê hilberînên li ser têkoşîna bêeman a mirovahiyê ya li dijî DAIŞ’ê û têkoşîna jiyana azad bi pêş ketin, ev pêvajo bi sînemayê re di bîra civakî de bêhtir bûn xwedî cih. Li Rojava muhtemel e ku ji ber tesîra dijwarbûna şerî be, sînemavanên Kurdistanî û yên biyanî bêhtir belgefilm çêkirin, û ev berhem li meydanên neteweyî û navneteweyî karîn bên nîşandayîn. Em vê jî bibêjin, ka hilberînek kîjan cûre ye û di kîjan kategoriyê de ye, ev yeka hanê ne muhim e. Ya muhim ew e ku ew tişta mirov dixwaze behsa wê bike, ragihîne. Di vê peywendê de her berhem bi qasî ku bigihîje xelkê û derdê xwe bibêje, serketî ye. Elaqe-
darî vê rewşê berfirehiya teknîka hatî bikaranîn jî meseleyeke muhim e. Helbet, ji bo me, bi dîtina me hilberandina filmekê ne bi dijwariya teknîka studyo ya dêwane ya sînemaya pîşesaziyê ye, divê ne wisa be jî. Di sînemaya Kurdistanê ya xwe disipêre rastiya civakî, divê berê kamerayê li civakê, li kolanê, li çiyê be; zimanê gotina çîrokê yê di vê peywendê de awayê bikaranîna teknîka xwe û berfirehiya wê diyar dike. Em dikarin bibêjin, bi dijwariyeke teknîkî ya ku li cûre û şertûmercên gotina çîrokê bê, xwedî zimanekî welê ye ku mirov dikare bibêje realîst e. Hin film di nava şerî de kamerayeke dayî dûv şervanan in, hineke din jî weke çavdêrekî besît in yên û berê xwe didin piştî şerî.
Sînemaya şoreşê divê kolektîf be Çawa ku şoreş berhema têkoşîn û şerê kolektîf e, sînemaya şoreşê jî divê bibe berhema aql, hest û keda kolektîf. Di vê peywendê de tevahiya pêvajoyên filmekê, encama hatina cem hev a gelek mirovan û bi vî awayî xebitîna wan e; ew bêyî ku li benda berdêleke madî bin, li ser esasê xwebexşiyê vê dikin. Ew avayê hilberînê yê ji bo kara madî, nihêrîna yekperest ku sînemaya pîşesaziyê ferz dikin, red dike. Ji bo wê nihêrîna pirrkirdeyî, berjewendiyên kolektîf û parvekirina bi xelkê re ya bêyî ti tirs û fikara madî esas e. Di vê çarçoveyê de meseleyek heye ku divê sînemavanên Kurd ji bîr nekin; sînema ji bo xelkê tê kirin, û heger bi sed zor û belayî piştî pêvajoyên zehmet û buha xelk xwe bigihîne filmên bi zimanê xwe, ev ji bo me hemûyan kêmasiyek e. Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re tevahiya îmkanên wê bi xwe, ne tenê ji bo sînemayê, ji bo tevahiya meydanên huner û xizmeta civakî dibe, derfetên pirr mezin diafirîne. Heger em di warê sînemayê de li meseleyê binihêrin, ji amadekirina mekanên diyar ên girtina dîmenan, bikaranîn û xwegihandina wan heta bi hin pediviyên sehneyê, aktoriyê, kedkariyê, karkeriyê, her tişt di nava derfetên şoreşê bi xwe de ye. Ev jî ji bo ku sînemaya Kurdistanê li ser esasên rast û duristtir geş bibe xwedî cihekî mezin e. Di vê peywendê de xisûsa filmekê serketî dike, ne tenê mijara filmê ye, lê belê elaqedarî awayê çêkirina wê ye jî. Heger em ê bibêjin li Kurdistanê ziman û çalakiya sînemayê şoreş e, hingê divê em yekparebûna aql û hesta kolektîf li her derê biparêzin û ragihînin. Rastiyek e, pêdiviya sînemaya Kurdî ji bo ku bibe xwedî ziman û terzekî xwe bi xwe, divê bêhtir bibe xwedî tecrûbe û berhem. Heta ku berê kameraya me li kolanê, li çiyê û li milet be, heta ku têkoşîna jiyana azad di awa û cewherên filman de xwedî rola sereke be, û heger em ruhê xwe yê sînemayê yê gelekî ciwan nekin qurbanê tevnên bazarkirinê yên global û terzên wan, li Kurdistanê sînemaya şoreşê wê weke bizaveke nû ya sînemayê mezin û berfireh bibe.
w Armanca me ya sereke jî ew e ku li van parçeyan hemûyan bi qasî ku mumkin e gelek filman hilberînin, hinekî be jî bi sînemayê em ji sînoran bibihurin, miletan bînin cem hev, piştgiriya civakî û geşbûna têkoşînê ragihînin
13
Belkî ew karekterên fahmkor di nav Kurdan de hebûn bes mebesta wan ne şanîkirina ew karekterên fahmkor bû. Mebesta wan ew bû ku çi tiştên eydê Kurdan in, bê qîmet bikin û pê re jî ji wan dûr bixin. Her wiha rêya xilasî jî şanî alemê dikir; xilasî Tirkbûn e.
t
Di sînemaya Tirkan de Kurd Baran SEYDA
S
înemaya Tirkan bi destê artêşê destpê kiriye. Filmên ewil piranî ji aliyê Daîreya Sînemayê ya Navênda Artêşa ve hatine çêkirin. Ev Daîreya Sînemayê di sala 1915’an de ji aliyê Enwer Paşa ve hatiye damezrandin û di damezrandina wê de ji Elmanan sûd hatiye wergirtin. Vê yekê demeke ajotiyê û piştî demekê leşkerên di şeran de birîndar bûyî karê sînemayê pêkanînê. Filmên ku kêşandine piranî filmên nûçeyan e. Paşê bi gihaştina derhêner û lîstikvanan filmên sînemayê yên serbixwe jî hatine kêşan. Lê piranî ya van filman jî, li dor temayên Tirkan yên ‘milî’ ne. Li hev rasthatina Kurdan a bi sînema û kamerayê re, bi rêya serdestên wan pêk hatiyê û serdestên wan ew çawa xwestibin an jî texayul kiribin di perdeya spî de jî bi wî rengî cih dane Kurdan. Di sînemaya Tirkan ya salên 1950’yan de, Kurd ewilî di filmên gundan de hatine xuyakirin. Di van filmên ewil de gund piranî wekî dekorekî hatine bikaranîn. Filmên siftê yên Tirkan ku Kurd di wan de xuya bûne, filmên bi navê ‘Mezarımı Taştan Oyun’ û ‘Kanli Feryad’ in. Ev filmên navbirî di salên 1950’an de hatine kêşan. Di van filman de gund wekî dekorekî hatine bikaranîn. Esas xuyakirina Kurdan di sînemayê de bi rêya, serkeftina çîna karker û koça ji gundan ber bi bajaran ve pêk hatiye. Di
14
van filman de qala bajaran tên kirin ku Kurd jî berê xwe didinê, lê dîsa jî ne diyar e ka ev kes kî ne, an çi ne. Di salên 1970’an de filmên komîk yên ku Kurd di wan de hene bi gunditî û nezaniya xwe û her wiha bi serpêhatiyên xwe ên komîk derketine pêş. Tiştekî din yê balkêş jî ew e ku di salên 1970’yan de Kurd di sînemaya Tirkan de bi mijarên feodalîyê ve girêdayî tên ser perdeya spî. Di heman demê de filmên Yilmaz Guney yên wekî Umut, Endişe û Suru derdikevin. Li gel wan kêşeyên karkeran xwe di hin filmên wekî “Bereketli Topraklar Üzerinde” de jî dide der.
Şikil heye bes nav tune! Di salên 1980’an de filma Yılmaz Güney ya bi navê ‘Yol’ ji bo sînemaya Tirkan û Kurdan gaveke pir mezin bû. Her wiha vê serdemê wekî filmeke pêşeng em dikarin qala filma ‘Hakkari’de Bir Mevsim’ jî bikin. Ev film jî lêanîneke edebiyatê ye û ji ber kitêba bi heman navî ya Ferit Edgu’yî hatiye girtin. Di van serdeman de her çiqasî eyan bû jî Kurd di filman de hene bes navê wan ti car nedihat hildan. Kurd wekî şikil di van filman de cih digirtin. Lê belê dema film dihat temaşekirin her çiqasî navê wan tunebû jî, hemû temaşevan dizanîn ku yên qala wan dibû Kurd in. Di salên 1990’an de li gel bi hêzbûna tevgera Kurdî, filmên ku ji çîrokên Kurdî hatine lêanîn jî tên kêşan, wekî; ‘Siyabend û Xêcê’ û ‘Mem û Zîn’. Paşê dublaja Kurdî a ‘Mem û Zîn’ê jî tê çêkirin û Kurdiya wê jî belav dibe. Hêja ye mirov qala filma Reîs Çelîk a bi navê ‘Işıklar
Sonmesin’ (1996) jî bike. Film behsa şerê di navbera gerîla û eskerên Tirk de dikir û rexmî ku xwedî li gotara dewletê derdiket, serpilkî li meselê mêze dikir û noqsaniyên wê yên hunerî jî hebûn li gorî dema xwe filmeke nû bû. Li gel van filman derhênara Tirk Yeşim Ustaoğlu jî bi filma xwe ya bi navê “Guneşe Yolculuk” (1999) deng veda. Dîsa di heman salan de filmên ku balê dibirin ser meselaya Kurdan hatine kêşan û van filman heta salên 2000’an û ji wir jî heta niha dem bi dem bi wêrekî dem bi dem jî bi rêya sembolîzekirinê Kurd û jiyana Kurdan ji bo xwe kirine mijar. Filmên Tirkan ku mijara wan bêtir bi jiyana Kurdan ve girêdayî ne bi gelemperî li gor îdeolojiya serdest a Kemalîzmê hatine kêşandin. Di van filman de piranî Kurd wekî kesên paşverû, hov û cahil hatine nîşandan. Kurd xulamên axayan in, xwîniyê hevûdu ne û an ew kes in ku ji bo meseleyên pir piçûk şerê hev dikin, dikarin qira hev bînin. Belkî ew karekterên fahmkor di nav Kurdan de hebûn bes mebesta wan ne şanîkirina ew karekterên fahmkor bû, mebesta wan ew bû ku çi tiştên eydê Kurdan in, bê qîmet bikin û pê re jî ji wan dûr bixin. Her wiha rêya xilasî jî şanî alemê dikir; xilasî Tirkbûn e. Ji salên 1950’an heta salên 1980’yan bi gelemperî di filmên Tirkî de Kurd bi vî rengî hatine nîşandan. Belê hin derhênerên serbixwe vê şablonê şikenandine û xwestine jiyana rasteqîn ya Kurdan nîşan bidin.
Vê carê bû dijmin! Piştî salên 2000’î hin filmên wekî
“Sarmaşık” û “Tepenin Ardı” ku wekî alegorîyên polîtîk hatine sêwirandin Kurdan bi awayekî gelekî balkêş nîşan didan. Di “Tepenin Ardi” de dijminê ku heye her kêlî ji pişta çiyayan derkeve û were, hema bêje yekser Kurd bûn. Bi saya vî dijminî qewimînên xerab yên di nava malbatê de tên bincilkirin. Bê îro çawa dema bahsa Kurd û Kurdistanê dibe Tirk hemû kêşeyan datînin alîyekî û êrîşî Kurdan dikin, di vî filmê de jî heman tişt dihat nîşandan. Di filma “Sarmaşık” de jî, di keştiyê zilamê Kurd yê ku bi hêza xwe her tiştî diguherînê, geh xuya dike geh xuya nake. Hebûna wî jî tunebûna wî jî hêrs û xofekê dixe dilên xebatkarên din yên di keştiyê de. Ji bilî van fîlman piştî salên 2000’an filmên wekî, “Çogunluk”, “Abluka” ku rasterast qala Kurdan nakin û li ser Kurdan tu şop û rêç jî di wan de tunene, dîsa bi atmosfera xwe, nîşan didin ku ji kêşeya Kurdî bandora xwe girtine. Lewra atmosfera di van fîlman de rastrast bi kêşeya Kurdî ya li Tirkiyê re eleqedar e. Em dikarin bêjin ku îmaja Kurdan di sînemaya Tirkan de, cara pêşî ne bi xwestek û arezûya wan pêk hatiye. Ev cihgirtina Kurdan bi gelemperî, ji alîyê îdeolojiya serdest ve hatiye dirustkirin û wan çawa xwestibin Kurdan nîşan bidin bi wî awayî nîşan dane. Lê her ku serkeftin û destkeftiyên Kurdan zêdebûna û siyaseta wan bihêztir bûye, destnîşankirina Kurdan yan di filmên Tirkan de hinekî din rasteqîntir bûye. Mijarên ku rasterast Kurdan eleqedar dikin hatine kêşan.
Nirxandina li ser dîwana Nexasim dêhna min diçe ser rista ‘Hin kulîk tenê li hin janan vedibin’ , hostatiya peyvan jê difûre. Tê de hêma heye, şibandin heye, veşartina xwestekê heye, biwêj heye, evîn heye, keser heye, heye û heye... Dayîkan rihan bêhn dikir Ji dêvla porê zarokên xwe ve Evîndaran pûng û cehter… Mizgîn RONAK
M
hem ji dilê xwe der kir. Berhemên dilê helbestkar û nivîskara me ya hêja ev in; Sêv Jî Me Dikujin (Helbest), Em Bûn Baran (Roman), Dilavî (Helbest), Nobedarên Gulên Kobanê (Roman), Gorçiya (Roman), Rojhat (Roman)
Xurtbûna ji sadebûnê
e wek Koma Helbestê Ya Di vê dîwana helbestkar a bi navê Dilavî de 308 Swêdê û Koma Helbestê ya helbest heye, ev jî nîşaneya xurtbûna jêderka Amedê şêwdilê wê ye. Hostayên helbestê dibêjin, lazim reke onlîne e ku tîpek tenê jî zêde be helbest wê napeçêkir û me jirîne. Helbestkar jî li vê yekê miqate bûye, dîwana helbestên Mizgîn min xwe li helbestên wê ceriband hela ka Ronak a bi navê Dilavî ( Li ber çi zêde ye! Lê min ristek jî jê derdixist heldevê birînê ) xwend. Jixwe best ji hev diketin, belawela dibûn. gelek caran helbestkar bi xwe tevlî şêwrên me dibin û em diHer wiha hinek helbest ji min re gelek karin bi rûbirû nîqaşan bikin. hêsan dihatin min ji hêsanbûna wan diket Mizgîn Ronak, bi şoreşa li Başikê, min ji xwe re digot çima ewqas hêsan Hasîp YANLIÇ kurê Kurdistanê re ku roj bi roj in, gelo asta wan a wêjeyî ne xurt in, dudilî geş dibû di Nîsana 1991’an de dimam? Paşê min têgihîşt ku raz û tehma bûye şervana azadiyê. 1992’an vir ve jî di zindawan di nav peyvên nas û sade de veşartî ne. nan de dîl e. Wek gelek nivîskarên Kurd Mizgîn Ronak jî di akademiya zindanê re derbas bû û Ka em bi hev re li vê çarînê binerin; xwe têr û tije gihand. Di ser dîltiya wê re 26 sal derbas bûn, bîst û şeş zivistan, bîst û şeş caran bû ‘Ku xelkê got rêwitiya te bihar, bîst û şeş caran payiza xemgînok hat û çû, kînga ye? bîst û şeş caran çiyayên me xemla xwe bi berfê li Bêje; Ez nema diçim xwe kir. Bîst û şeş sal Mizgîn Ronak jî gelek nivîsBibe mêvanê me êdî gotar ji rojname û kovaran re nivîsand û şeş berQet neçe Bila ronî bibe mala me.’ Axaftineke rojane ye, her roj mirov dikare van gotinan di hemû kuçeyan bibihîse. Hew di vê çarînê de ‘bila ronî bibe mala me’ bi zimanê helbestî hatiye nivîsandin ji ber ku kes şibandiye findê-lampayê an rojê. Dîsa di rûpela 46’an de ‘Xeyalên me baskên me ne Dema dişkên em nikarin bifirin Xeyalên me baskên me bûn Şikestin em nikarin bifirin’ Hema hinek çarîn jî têde heye mirov bi hewa dixe, ruhê mirov şad dike, li ser çarînekê mirov bi seatan di nava xeyalan de digerîne. Ev jî yek ji wan e;
WÊNE: SÎNAN HEZER
‘Hin kulîlk tenê li hin janan vedibin Hin hesp tenê ji bo xwediyên xwe yên mirî dijîn Hin derya tenê di giyana me de pêl didin Brûskên ramanên min asîman anîn xwarê... Birînên min bi sosina veşêrîn...’ Nexasim dêhna min diçe ser rista ‘Hin kulîk tenê li hin janan vedibin’ , hostatiya peyvan jê difûre. Tê de hêma heye, şibandin heye, veşartina xwestekê heye, biwêj heye, evîn heye, keser heye, heye û heye... Dîsa ez di helbestên Mizgîn Ronak de çav bi
Dilavî gelek metaforan ketim; xweza, dar û kulîlk, azadî, hevaltî, Kurdistan û şoreş e.
Dema ba û baranê ye (xweza neqişandiye)* Şilin kevir û lat ( çiya) Em berbûkên şoreşê ne ( Kurdistan-şoreş) Lê wiha hepsî mane- ( azadî–zindan) (Rpl. 116)
Zayîna ji bîra wê Di helbestên Mizgîn Ronak de em rastî şopên jiyana wê tên. Di xwendina min de timî pirsek di serê min de hebû; gelo helbestkar di berhemên xwe de ji jiyana xwe nîşaneya dineqişîne, şop lê dihêle? Paşê di serê min de xumamiya vê pirsê zelal bû. Erê, nivîskar keseren dilê xwe dinivîse ji peyvên ji bîra wê zayî. Mizgîn Ronak piranî helbestên xwe bi şêwaza serbest nivîsandine, gelek kêm bi qafiye an bi aheng nivîsîne, carna xwe li dubeytî carna li çarînan ceribandiye lê tarza wan jî serbest e. Di çend helbestên wê de rastî pirs û bersivan hatim û gelek caran çarînên wiha di dîwana wê de hene. Em dikarin bêjin di dîwana wê de her cure helbest heye, her cure ceribandiye;
‘Min pirsî; riya te bi xêr? Got; diçim Xoybûnê Ji bo ku bibim ‘XWE’! Gelek helbestên xwe di 2009’an de risandiye, ez ê li hêviya helbestên wê yên nû bim. Esas pirtûkek ku min nekişîne hundirê xwe û bandorê li ser min neke, nikarim li serê binivîsim. Ev nivîsa ku niha min nivîsandiye belkî xwesteka min a ku bi helbestkar re rûbirû niqaşkirina li ser dîwana wê ye, dibe ku gelek bersivên wê hebin ji bo van tiştên ku min yekalî nivîsandiye. Bila hevala me li min bibore.
Şaşitiyên redaksiyonê Divê mirov vê bibêje; di kitêb de gelek şaşitiyên redaksiyonê hene. Biqasî em dizanin piranî metnên nivîskar û helbestkarên hepsî destnivîs in, û divê serê pêşî tîpguhêztina wan bên kirin. Asayî ye di vê pêvajoyê de şaşitiyên bêhemd çêbin lê bi ya min divê edîtor hinekî din baldar bin, bi baldariya xwe dikarin hin şaşitiyan mînîmalîze bikin.
Mizgîn RONAK, Dilavî ( Li ber devê birînê), Weşanên Ar, 2004 *Peyvên di nav kevaneyê de min nivîsîne
15
Feqiyê Teyran
Deng ji defa canê me tê Kirdin nefir û nayekî Sani’ bi herfê pif ketê Her zehrekî b’awazekî Subhan ji şahê qudretê Her canekî û ebdanekî
WÊNE: MEHMET ETIZ/AMED