3 minute read

DENG BIDIN ÎRADEYA XWE PADÊ

JI EDÎTOR

DENG BIDIN ÎRADEYA XWE PADÊ

Advertisement

Xwendevanên hêja!

Meha tebaxê di dîroka nêz a gelê me de mehêkî bi êş û kul e. Her di vê mehê de car din neyarên gel, ax, çand û baweriya me, êrîşê ser destketiyên me kirin û di wan êrişan de pêşengê civaka me Şehîd Seîd Hesen Seîd û Îsa Xwedêda û heşt lehengên din ên YBŞ’ê û saziya tenduristiyê şehîd xistin. Di bingeha wan êrişan de, dewleta dagirker û faşîst a tirk naxwazê gelê me bibe xwedî îradeya xwe ya serbixwe û her tim di dîroka dûr û nêz de jî hewl daye ku gelê me bi gefan û êriş û fermanan bitirsînê û teslîm bigire. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de jî bi hevkarê xwe DAIŞ’ê re hewl da di sedsala 21’emîn de gelê me tune bike, bê pêşeng û rêber bihêlê. Di êrişa xwe ya dawî de jî, bi şehadeta pêşengê civaka Êzidî Şehîd Seîd Hesen û hevalên din re armanc kiriye ji sedî sed îradeya me teslîm bigirin. Lê civaka Êzidî di wê ferqê de ye ku her çiqas ev êrîş bi destê dewleta tirk a dagirker hatibe kirin jî, di encama komployeke herêmî û êrêkirina hêzên navneteweyî de ev êrîş pêk hatiye. Di van êrîşên dawî de berpirsyariya hikumeta Iraqê, PDK, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî jî heye. Civaka Êzidî bi pîlaneke nû ya fermanê re rû bi rû ye. Rêkeftina 9’ê Cotmehê jî beşêk ji wê pîlanê bû lê berxwedaniya gelê me û nişandana îradeyêkî bihêz, ev rekeftin mîna êrîşa DAIŞ’ê ya qonaxa duyemîn hate pûçkirin. Ji ber vê yekê êrişê pêşengê me hevalê Seîd kirin. Berxwedaniya gelê me û yekrêzî û yekhelwêstiya wan, pîlana neyaran daye sekinandin. Niha dixwazin rêkeftina 9’ê Cotmehê bi van êrîşan re zindî bikin û li ser gelê me ferz bikin. Ji ber vê yekê jî girîng e ku gelê me di helwesta xwe ya serbixwe û xeta berxwedanê de ji her demî zêdetir xurt û zelal be. Iraq û Rojhilata Navîn bi giştî di qonaxeke pir hesas û metirsîdar re derbas dibe. Divê gelê me jî li gorî vê yekê xwe amade bike. Herî dawî li Bexdayê komcivînek çêbû. Her çiqas di vê civînê de behsa serweriya Iraqê hatibe kirin jî tu hikum û serweriya Iraqê nemaye. Ji ber ku dewleta tirk a dagirker bi xeyala avakirina Osmaniya Nû beşek ji axa Iraqê dagir kiriye û her ku diçe hebûna xwe ya li Iraqê kûrtir dike. Li hemberî van polîtîkayan seknekî xurt a hikumeta Iraqê nîne. Ev sekn dibe sedem ku herkes hespê xwe li ser axa Iraqê bibezîne. Hilbijartina pêşwext a Iraqê derfetekî dide ku gelên Iraqê destên derve ji karûbarên Iraqê qut bikin. Divê ev derfet baş bê nirxandin. Ev hilbijartin dikare li Iraqê hin guhertinan bi xwe re bîne. Ev dem ji bo gelê me û parastina destkeftiyên gelê me jî derfetekî dîrokî ye û divê gelê me bi giştî û Êzîdî bi taybetî vê derfetê baş binirxînin û dengê xwe bidin îradeya xwe ya rasteqîn. PADÊ ew îrade ye ku bi ked û zehmetiya Şehîd Seîd Hesen û bi sedan şehîdên Êzîdxanê hatiye avdan û gihiştiye vê qonaxê. Ji beriya fermanê û heya niha tekane partî ye ku hemû endam û rêvebirên wê di xizmeta gelê xwe de ne û xwedî pîlan û projeya serxwebûna Êzidiyan e.

Em dengê xwe bidin partiya şehîdan PADÊ

Gelê me divê vê carê êdî deng bi xwe bide, îradeya xwe di ser îradeya her kes bibîne û qebûl neke tu kes ji derve biryar li ser çarenûsa wê bide. Di diyarkirina îradeya rasteqîn a gel de divê hinêk pîvan bêne esas girtin. Yek ji van pîvanan ew e ku xweseriya Şengalê ji xwe re bike armanca esasî. Xewn û xeyalê Mam Zekî, Mam Beşîr, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Seîd Hesen û bi sedan şehîdên din ev e. Ya din divê veger û ji nû ve avakirina Şengalê ji xwe re bike derdekî mezin û şev û roj ji bo vê armancê bixebite. Bi vî rengî êş û kelemên civaka Êzidî kêm bike. PADÊ û namzetê wê jî wê sozê didin ku wê ji bo xweseriya Şengalê û vegera li ser axa pîroz kar û xebat bimeşînin. PADÊ di demên borî de jî pir hewl da ku tifaqa Êzîdiyan êsas bigire, rê nede dengê gelê me parçe bibe, were dizîn û xisar biçin. Di vê xola hilbijartinê de jî ji bo ku destkeftiyên gelê me û yekrêziya wan bê parastin bi awayêkî serbixwe beşdarî hilbijartinê bûye. Ev helwest tê vê wateyê ku PADÊ ji bo berjewendiya gelê xwe amade ye. Em jî wekî gel, hevalbend û piştgirên PADÊ hewl bidin bi dengê xwe vê îradeyê biparêzin û rênedin xewn û xeyalên şehîdan li erdê nehêlin.

This article is from: