
2 minute read
DIVÊ SALA 2022’YAN BIBE SALA AVAKIRINA XWERÊVEBERIYÊ
from PDF BESI KURDÎ HEJMARA 26
by dicle
JI EDÎTOR
SALA 2021’AN SALA BERXWEDANA ÊZÎDÎXANÊ BÛ! DIVÊ SALA 2022’YAN BIBE SALA AVAKIRINA XWERÊVEBERIYÊ
Advertisement
Xwendevanên hêja!
Di sala 2021’an de gelê me li Şengala berxwedêr salekî tijî bi berxwedan û têkoşînê derbas kir. Bi destpêkirina salê re gelê me li hemberî pîlana qirêj a hikumeta Kazimî û PDK’ê ya ji bo tine hesibandina îradeya Êzîdiyan, dest bi têkoşîneke xweragirî kirin û ev têkoşîn heya dawiya salê jî bênavber dewam kir. Di sala 2021’an de neyarên navxweyî û yên heremî li hemberî gelê me di aliyê siyasî de nekarîn tiştêkî li Şengalê bi dest bixin. Di asta herî jor de di êrişên li hemberî tevgera azadîxwaz a gelê me de, li çiyayan arteşa wan tar û mar bû, ango di aliyê leşkerî de li hemberî hêzên parastina gelên me bin ketin. Li seranserî sînorên Kurdistanê bi balafirên bêmirov û bikaranîna teknîka pêşkeftî li dijî tevgera azadîxwaz şerek dan meşandin. Her gava ku didîtin wê serkeftinê bi dest nexin, bi riya teknîka pêşkeftî êrişî Şengala pîroz kirin. Di sala 2021’an de berdêlên bêhempa hatin dayîn. Fermandar Hesen Seîd, Merwan Bedel û gelek şehidên din li ber vê axa pîroz a Êzîdîxanê hatin dayîn. Tevî van hemû êrîş û qurbaniyên ku me dane jî gelê me û sazî û rêxistinên Xweseriya Demokratîk a Şengalê bêdudilî di nava berxwedanê de bûn û bi israr bûn. Ji bo parastina maf û azadiya xwe di nava berxwedanê de bûn. Ev berxwedana ku gelê me li Şengalê nîşan da, ji hêzên herêmî, navxweyî û navneteweyî re îspatkir ku wê radestbûnê qebûl neke û ji bo têkoşîna xwe wê paşde gavan navêje. Di heman demê de, ev berxwedaniya gelê me yê Êzîdî nîşaneya zindîbûna îradeya serbixwe ya têkoşînê ye ku êdî ti kes bêyî ku hesab ji vê îradeyê bike nikare di Şengalê de mayînde be. Bi hemû awayî sala 2021’an ji bo gelê me sala berxwedan û zindîbûna rêxistînî û îradeyê bû. Neyarên gelê me jî çi gava nekarîn bi rêya siyasî gelê me teslîm bigrin, bi rêya hewayî û teknolojiya leşkerî êrişî gelê me kirin. Ev jî nîşaneya lawaziya wan e. Divê ev berxwedaniya gelê me ya li hemberî neyaran, di sala 2022’yan de bibe berxwedanekî rêxistinî û bibe hêza pêşxistina sîstema Xweseriya Demokratîk a Şengalê. Li Iraqê bi giştî her çiqasî hilbijartin çêbû û niha pêvajoya avakirina hikûmeta nû berdewam dike jî, asoya wê hikûmetê ji niha ve xuya ye ku nikare daxwazên gelê Iraqê çareser bike. Bi pişt guh xistina îradeya gelan kes nikare di Iraqê de bibe xwedî hêza çareseriyê. Ji bo vê jî guncavtirîn sîstema ku bikare nûnertiya hemû hêz û aliyên bike, hemû aliyan tevlî çareserkirina pirsgirêkan bike, sîstema Xweseriya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk e. Civaka me ya Êzîdî divê di sala nû ya 2022’yan de ji her demî zêdetir peywendiyên di navbera xwe, hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên civakî, sazî û dezgehên heremî û navdewletî yên Êzidiyan de pêş bixin. Divê civaka Êzidî yekîtiya xwe ava bike û hêzên xwe bike yek. Pêwîst e bizanibe ku ti hêzek wan naparêze û heta dawiyê rêzê ji îradeya wan re nagire. Ji ber van sedeman divê gelê me sala 2022’yan bike sala xurtkirin û mîsogerkirina sîstema xweseriya demokratîk. Ji ber ku avakirin û parastina sîstema xweseriya demokratîk yekane riya parastinê ye û hebûna gelê me garantî dike.