
11 minute read
DI OLA ÊZDÎYA DE “KEVNEŞOPÎYA BISKÊ”
from PDF BESI KURDÎ HEJMARA 26
by dicle
DI OLA ÊZDÎYA DE “KEVNEŞOPÎYA BISKÊ”
AVRAMAN FETÎ
Advertisement
Wek tê zanîn di kevneşopiya ola êzdiya de gelek cejn û meresîmên olî hene. Yek ji wan cejna biskê ye. Di rê û risimên êzdiya de dema zarokên kurîn ta saleka wî temam nebe, destûr nine pore wan bê jêkirin. Yanî her malbetê êzdîya, berî temenê yeksaliyê, porê zarokên xwe kurt nakin. Kengê demê xwe temamkir, êdî ferze, dê û bavê zarok amedekarîya meresîma biskê bike. Ango piştî ku zarok yeksalî dibe, wek ferz, bi beşdarîya şêxê biskê meresîma biskhildanê pêk tê û ji bo pêkanîna wê şahîyê xwedî û bavê zarokê heywanekî bijare dike qurban. Her kes qurban gor derfetê xwe dike. Kî Ga. Kî jî beran dike qurban. Wekî ku duwayê de tê gotin: Ya Rebî ji me dest, ji te dermane, Qurbana vê biskê qebûl bikî, Herke gaye, herke berane. Ev prosêdûra me behskirî dûrî dema êvarê, dema ku Roj hê li jorê ye gere pêk be! Di vê meresîmê de gere şêxê biskê amede be. Derbazkarina meresîma şahîyê bê wî nabe, ji ber ku ew kar û ferzê wî ye. Yanî wek Qewlê Omerî Xala û Hesen Çînarî dibêje: Padşeyê minî xefûre Ji bal wî hatibû ev destûre Da destê şêxa bisk û meqese Da destê pîra zikat û mişore Wek qewl diyardike derbazkirina meresîma biskbirînê, peywirê Şêxê biskê ye, ew pore zarokê yê zikmakî ku meqes lê neketîye, bi destê xwe hildide û dua li mirîdê xwe dike û wî bi gîyanîbûnê pîroz dike. Ango Şêx hine por ji cênîka kurik ê rastê sê caran dibire û duwa biskê li ser de dixwîne. Pişt re mêvan û lêzimên vexwandî jibo dilxweşkirinê her yek li gor derfetê xwe, hin pere an diyarî didin kurik û duwayê qenc û xweşbîn li zarokê dikin, her wisa biskhildan li dê û bavê zarok û malbetê wan jî tê pîrozkirin. Eger ji ber rewşeka awerte an sedemeka din şêxê wî biskê ne amede be, bi îzna wî şêxê din jî dikare bisk bibire. Dema biskê şehdetiya dîn tê xwendin û qurban tê dayin û şahî tê liderxistin. Ji ber ku li gor pênesayên magên bapîrên me, dema heyv berbi tijîbûne ve dice gere por bê hildanê, li gor vê nêzîkatîye, di hildana biskê zarokan de jî, dibê ev yek gere berçav bê girtin. Bisk hildan meresîmekî hewçend pîroze, ku heta pêkaanîna wê ji her malbetê xwedan zarokin re ev yek ferze û heta di nava civaka me de sond li ser nave biskê jî tê xwerin. Li gor rewşê carna bawermend di sonda xwe de dibêjin ‘Ez bi wê biskêkim’. Duwayê biskê her derê dikare hercure bê xwendin. Bi giştî mijar eve: 10. Duwa Biskê 1
Rojekê ji rojane Biskê biskane Biskê Şêxalê Şemsa ne
2
Bi destûrê Xwedane Lê danîn hed-sed, ol û erkane Bisk bi şehdeya Şêx Adî û mêrane 3
Çiya li hevketin wek berane Bi roj li ser kaniya Spî da ne Di nav de Melik Şêxsin şêxê şêxane
4
Şêxûbekr, Şêşims, Melik Fexredîne
Sicadîn, Amedîn, babadîn pê girtin nîşane Bisk bûye kaf firiya çûye ezmane 5
Şahiya biskê yan berxe, yan berane Li me diyar bû êvara mirîdane Ji erdê dirêjbû çûye ezmane Şêx û pîr, hoste û mêrabî, yar û birê axiretê Bi vê biskê girtin nîşane
6 Ya rebî tu vê biskî bikî çil biskane
Ya Rebî ji me dest, ji te dermane
Qurbana vê biskê qebûl bikî Herke gaye, herke berane Em kêmin Xwedê û Şîxadî temame
Carna ev duwa bi şêweyê din tên xwendin. Yanî kîjan şêx ji berîyê xweçi girtîye, li gor wê dixwîne. Ji ber ku xwendina duwaya biskê de cudatî hene, diyare li hin cîyê hine ruhanîyê olê hin peyiv û sebexe winda kirine, ji ber wê jî li gor xwe hin ji wan sebexa sererastkirine, an jî kurtkirine. Bêtirê xwe jib o kurt bixwînin sebax kurtkirine. Li gor bawerîya kevn ya vê olê, ketina guhertin nav qewl, beyt û duwayan, hêza wan ya magi ango ênerjî lewaz û kêmdike. Ji bo wê yekê dibê oladar nava xweda
duwa biskê, yên din jî ya here nêzîkî çavkanîya destpêkê ye bijbêrin û wê çunda duwa temamkirî bixwînin. Ji ber ku mijara me di vê bernamayê de biske, pisk jî pore sere mirovane, ji ber wê emê hinekî li ser mijara por rawestin û di derbarê weteya wê de hin nihêrîn pêşkêşî we bikin. Por yek ji organê bedenê mirova ye, ji demên kevnar ve bûye sembola hêza jîyanî, bedewîyê û temenîye. Ji ber wê hê ji wan deman de bapîrên me weteyeka girîng dane hebûna porê. Girêdayî por, pir bawerî, nihêrîn û kevneşopî pêşeketine. Por berdan, gulî vegirtin an jêkirina wan her yek rewşekî sembolîzekirine. Teybet jî porê zarokên biçûk. Ji ber wê, di nava gele netewan de, porên zaroka dema jêdikirin, tûncik an hin por li ser serê zaroka dihîştin. Ev ne ji bo bedewî dihat kirin, ji bo bi jêkirina por hîs û bîra zarokên hê tecirûba jîyanê negirtine, lewaznexin. Ji ber ku di ewlekarîya wan de rola hîsê ne kêmbû. Li vir dikare pirsa çi pêwendîya por bi hîsê heye derkeve pêşberî me. Ji bo mirova por amûrê gîhandina enerjîya hêza gerdûnîye. Bandora wê li ser sekina me heye. Ji ber wê girêdayî rewşa por ne tenê rengê mirova diguhere, her wisa jiyana mirova de jî kêm an zêde guhertin pêşdixe. Lê vê yekê mirov zû bi zû texmîn nake. Mînak mirov dixweze ji xwe re cîyekê de bimeşe. Difikire berê xwe bide kîjan alîyê. Rêka rast an rêka çep, yekê ji xwe re dijbêre. Eger mirov ew dem guh bide hîsê xwe, hîs berê wî dide alîyê enerjîya pozêtîv ya qenc, lê dema mirov hesabên din bike, dikare li gor têgêhîna xwe, berê xwe bide alîyekê ku ew dijbêre. Ew dem ew dikare berbi alîyê enerjîya qenc, an jî alîyê enerjîya neqenc ve bimeşe. Yanî têzanîn cîyê enerjıya neqenc zêde be, carna mirov dikeve bin bandora wan, kêmasîyan jîyanî dertên pêşîya mirovan. Sedema yekemîn ya ku bûye sedema peydabûna kevneşopîya biskê, enerjîgirîye porê ye. Ango por antênna bedenê mirova ye, ya ku enerjîya ezmanî digire. Bi xêra wê por hîs û bîra mirovan xurt dike. Wisa tê zanîn por çendî dirêjbe, enerjîya hîs û bîrê jî hewçend zêdetire. Sedema ku bisk hildidin ewe ku dema zarok paqij û bê gunehe, biska bi enerjîya qenc yê zikmakî jê hinek jêdikin, ji bo ênerjîya biskê zarokê bêguneh, bi enerjîya xwedanê ku ruh kirîye bedenê zarok ve bê girêdan. Ji ber ku zarok êdî wê karibe bixwe bigere, bixwe bi ziman dewa xwestek û nihêrînên xwe bike, ango ji vê şunda zarokê di hemêza dayikê de, êdî dikeve hemêza civakê, ango ew dibe zarokekî temam yê civaka malbeta xwe. Wek tê zanîn zarokên bi temenên pir biçûk ne bi fikirî, bi înstîkt û bi hîsî jiyandikin. Bisk hildan, ji bo jiyana wî zarokî dibe sembola bidawîanîna jiyana bi alîkarîya înstînkt û hîsî, û destpêka derbazbûna li ser jiyana bi hêza tecrûbe û remanî. Di mînaka me de, mijar zarokên civaka li ser bawerîya êzdeyetîyê ye. Ji ber ku koka peyva por ji peyva pir tê, di vê menayê de, biskhildan ji zarokê temambûyî re dibe sembola pêşerojeka bi bereket, lê ji ber ku enerjîya bi rêya porê di bedenê de komdibe, hêz dide xwedîyê xwe û xwedîyê xwe diparêze, di vê manayê de jî, ew dibe sembola hêzê. Ji bo ev enerjî çi tişte bê fêmkirin em mînakekê ji we re bidin. Dema mirov biçe cîyekî tu li wir berê nebûy, an jî pir kêm car li wir bûyî, bi sekina sehetek an dudu êdî diwastî, lê dema mala xwe de ye deh sehetbejî newastî. Ji ber ku enerjîya bedenê te yê li dîwar û hebûnên malê kombûyî, te diparêze. Lewra mirov zû li cîhê pir dimîne newaste, westîyayî bê mal jî zû westan derbaz dibe. Ji ber çi dema xorta dibin leşkerîyê porê wan kurt dikin? di vir de du
sedemên bingehîn hene. Sedemê yekêmîn girêdayî jiyana şerê leşkerî ye. dema leşker nav hevde ne, bi giranîya xwe kesên por dirêj ji ber ku porê wan dikeve destê dijberê wî, leşker dikeve zehmetîyê an jî têk diçe. Lê sedema din ewe ku dema por tê jê kirin enerjîya ji hawirdor ya ku hîs û hestê mirovan zêde dike, tê birîn, ji ber wê ew bêtir dikeve bin bandora reman û fermaên jê re tên. Ji fikirandin û hîskirinê bêtir li gor rewşa sîstema naskirî hereket dike. Sîstem jî bi zanebûn, porên kanalê enerjîyê jê dibire. Ji wê şinda ne bihîsî tê hereketkirin, bi zanîn tê hereket kirin. Bes ev zanîn di xizmeta çida ye, ev tiştekê cuda ye. Di piratîkê de por di sêrî de ji bo parastina bedenê mirova ne. Mijara yekemîn ya parastinê ji xwe her kas baş zane, ew parastina ji sermê û tavê ye. bi xêra pora serî sermê de serî nacemite, germê de serî neşewite. Lê parastina esasî bi baweriya ruhanî re pêwendîdar, ev jî hêza por ya enerjîke. Ne tenê têologên zanista olê û mag, her wisa zanista niha jî hebûna enerjiya li ser pora piştrast dikin. ji ber wê sedemê ji demên berê ve gava kesên porên xwe kurt bikirana, hewildidan porên wan nekeve dest kesên biyanî, teybet jî destê sêrbaz û mirovên xirab. Wisa bawerdikirşn ku sêrbaz dikarin bi enerjîya li ser porê mayî,
zerar bide xwedîyê porê. Dibe tê bêra gele kesa, dema kurtkirinê de berê mezina digotin pêl por neke, serê teyê biêşe. Ji ber ku enerjiya pozêtîv diketin bin enerjîya nêgatîv ya binê nigê mirovan dikaribû bandora xwe li ser tendyrustîyê bikira. Ji ber ku mirov bi pîya li herderê digerin, enejîya xirab û xirêj bi pêlavê wan ve digirtin. Ji ber wê dema mirov tên ber şimika malê nigê xwe li erdê dide, xwe dadişîne. Ev daşendin ne tenê ji bo daşandina toza li ser pêlavê ye, her wisa daşandina enerjîya xirab e jî. Oldar, mag, sêrbaz û

têologên pispor bandora vê enerjîyê baş zanin. Mijara duyemîn, por nîşana xeml û bedewbûnê ye. Xemla rû û serê mirovan ji porê benda ve girêdayî. Por çêkirin, por rengkirin, por vegirtin, por berdan, por tewandin, ev hemû bi armanca xwe xemilandinê pêk tê. Ji ber wê her mirov, teybet jî jin pir demê xwe li ber eynika dibuhurînin. Bê guman di xweşiktîya reng û rûyê mirovan rola por, ne yê dawî, ya ku bandor li ser psîkolojîya mirovan dike. Weke din jî di êzdeyatî û olên din de curbecur kevneşopya dirêjkirin an jêkirina por ve girêdayî rewşên sembolî tên destnîşankirin hene. Ev ji bo mêra jî, ji bo jina jî derbazdare. Ji dimên nêolîtîk de jin û mêr bi porê serê xwe ji hev cuda ne. Jin bi porê dirêj, mêr porên nîvdirêj an kurt. Dema mede pora dirêj ji bo jina rûmete û pora kurt ji bo mêra edete. Di hemû olan de oldar û dewrêş porê dirêj berdidan. Lê jin bi destmal porê serê xwe digirtin. Dema ketine ziyareta olên heyî giştî jin destmal didin serê xwe û dikevin cîyê îbadetê. Ev kevneşopî ji demên olên destpêkê tên. Bingeha xwe ji bawerîyê tê. Di baweriya kevnar de hatîye gotin ku xwedawenden mêr bi porên dirêj ta li ser milane, lê porên jin pir dirêjin û ser girtîyne. Ji ber wê ruhanîyên wan deman û yên demên me xwe dişîbînin wan. Li ser dîmenên hatine dîtin de Xweda û xwedawend û firîşta bi şêwa mêra porê wan dirêjin. Oldarên xaçparêza heman heman bi porê xwe dirêj dihêlin. Di ola êzdîya, mîhranîya, zerdeştîya û zêvanîya de jî ev yek hebû. Niha li gor rewşa cîhana heyî kevneşopîya berê de guhertin çêbûne. Niha welat, li Lalişê hin kesên ruhanî porê xwe dirêj dihêlin, li Şingalê jî teybet eşîrî ciwana por dirêj dihêlin û bi gulî vedigirin. Ev kevneşopîya gulî vegirtin ji demê Şerfedîn de wek nîşaneka teybet hatîye rûniştandin. Li gor tê zanîn pîrên destpêkê ta çend van sedsalên dawî jî bi porên dirêjbûne. Lê gulîvegirtin şi dema Şerfedîn de tê. Qewlê Pişt perda de ev yek wiha tê destnîşankirin:
Bêjit gîyanê min gorî, ka ew kî mêr bû behra sîhanê pîvaye bi keşkûle, Xiveta teraf zêrîn vedaye li ser behra kûre Ew siltan Êzîde, axayê min û Mehdî Şerfedînê minî gulî nûre
Me di bernemayê berê de dabû dîyarkirin ev gulî vegirtin yek ji nîşana naskirina hatina demê Şerfedîne. Bi vî awî em dikarin bêjin biskhildan ji ber van sebebane: Zarokên pir biçûk yên ne bi fikirî, bi înstîkt û bi hîsî jiyandikin. Bisk hildan, ji bo jiyana wî zarokî dibe nîşana bidawîanîna jiyana bi alîkarîya înstînkt û hîsî, û derbazbûna li ser pêvajoya jiyana bi hêza tecrûbe û remanî. Yanî birîna kanala enerjî, dibe sedema bikaranîna derfetên xweyî, ya ku pratîka jiyanî pêşdixe. Wek li jorê me dabû diyarkirin, peyva por koka xwe ji peyva “pir” digire, ji ber wê jî por zêdebûnê sembolîze dike. Li gor duwa Biskê ku dibêje “Ya rebî tu vê biskî bikî çil biskane”, di vir de diyardibe, ku mijara zêdebûnê li ser zêdebûna hejmarên zarokane. Bê guman her netew û civak tim xwestina hejmara civaka wan zêde bibe, ji ber ku zêdebûne hejmar endama, zêdebûne hêzêye, ew jî eger ew bi yekbin!