
5 minute read
HESEN ZÎREK DIYARDEYÊ MUZÎKA KURDÎ
from PDF BESI KURDÎ HEJMARA 26
by dicle
HESEN ZÎREK DIYARDEYÊ MUZÎKA KURDÎ
A: Derya Kılıç
Advertisement
ya klasîk û gelerî ye di navbera hemû kurdên dinyayê de ye. Zîrek di sala 1921’ê li Bûkanê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Dema ku 5 salî bûye bavê wî koça dawî kiriye û jiyana wî ya tijî derd û kul dest pê kiriye. Demek li Iraqê maye. Bajarê ku herî zêde lê niştecih bûye Kirmanşan e. Wî li Kirmanşanê bi hevkariya hin hunermendên mezin yên weke Micteba îrzade, Mihemed Ebdulsemedî, Ekber Îzedî û Behmen Pûlekî re berhemine bêhempa afirandine. Zêdetirî 1300 stran û deng ji wî bo kelepora kurdî yadigar mane. Dema li Bexdayê bûye li hotela ‘Şomalê’ xebitiye. Rojekê dema ku mijûlî paqijiyê bûye û ji ber xwe stranek gotiye, Celal Talabanî ku mêvanê hotelê bûye dengê wî bihîstiye û wî dewetî radyoya Bexdayê kiriye. Piştî Zîrek diçe Radyoya Bexdayê û li wir stranan dibêje, jiyana wî diguhere û riya bi êşa hunermendiyê jê re destpê kiriye. Hesen Zîrek demekê di beşa kurdî ya radyoya Bexdayê de xebitiye. Dema ku di sala 1958’ê beşa kurdî ya radyoya Tehranê destpê kiriye, ew jî hatiye Tehranê û li wir dest bi karê xwe kiriye. Berhemên Hesen Zîrek bi sazên mamosteyên muzîka Îranê yên weke Husên Yaheqî, Hesen Kesayî, Celîl Şehnaz, Cihangîr elik, Ehmed Îbadî û bi serperiştiya Mûşîr Humayonê Şehrdar re hatine tomarkirin. Hesen Zîrek ji bilî kurdî bi zimanên farisî û tirkî jî straye. Ew beşdarî Orkestra ya Muzîka Kurdî ku ji aliyê birayên Yûsifzemanî birêv diçû jî bûye. Tevî ku Hesen Zîrek nexwenda jî bû lê şiyana wî di stran û melodîsaziya kurdî de bêhempa bûye. Dengê wî jî bêmînak bûye. Awazên wî niha jî li hemû Kurdistanê popular in. Zîrek dema ku li Radyoya Tehranê bû bi Medya Zendî Xan re zewiciye ku ew jî bêjera beşa kurdî ya radyoyê ye. Ji wê zewacê du keçên wan bi navên Mehtab û Mehnaz çêbûne. Hesen Zîrek ne li Iraq û ne jî li Îranê ti caran xweşî û aramî nedîtiye. Reftara van dewletan li gel Hesen Zîrek ji wî re gelek astengî çêkirine. Serokê radyoya Tehranê destûr nedaye wî ku ew li wir bixebite û wê biryarê ewqas bandoreke xerab li ser Hesen daniye ku ew careke din venegere radyoyê û bi dilekî şikestî berê xwe daye Bexdayê. Li wir jî gelek kêşe jê re çêkirine û ew xistine girtîgehê. Li Zîrek gelekî îşkence kirine, dema ku ji zindanê derketiye dîsa vegeriyaye Tehranê. Li Tehranê jî istixbarata Îranê(SAVAK) li wî îşkence kiriye. Piştre bi dengê xwe
çîroka girtina xwe tomar kiriye ku hîn jî ev deng ji wî yadigar maye. Sala 1962-1963’ê li Kirmanşanê maye û di Radyoya Kirmanşanê de jî xebitîye. Dengê Hesen Zîrek û stranên wî zêdetirî 50 salan berî niha hatine tomarkirin lê di nava xelkê de nostalojîk e. Stranên wî di mêjiya piraniya gelê kurd hene û dengê wî şîrînî û tahliya jiyanê tîne bîra xelkê. Hesen Zîrek yek ji bercestetirîn muzîkvanên kurd e û gelek ji aheng û melodiyên ku niha bi farsî û kurdî îcra dibin ji berhemên wî tên îlhamgirtin. Navûdeng û popularbûna Hesen Zîrek sînorê Îranê derbas kirine û di hemû deverên kurdnişîn li dinyayê ew tê naskirin.
‘Di muzîkê de dengek awarte û îstîsna’
Medya Zendî hevjiyana Hesen Zîrek ku bêjera beşa kurdî ya Radyoya Tehranê bû, li ser wî wiha nivîsiye:“Hesen Zîrek teqrîben 1000 stran li Tehran û Kirmanşanê îcra kirin û ji ber vê yekê rojane du hezar name ji bo radyoyê dihatin û dixwestin ku em strana ku ew jê hez dikin bi dengê Hesen bê belavkirin. Bernameyên kurdî yên Radyoya Tehranê ji ber dengê dilnişîn yê Hesen dihatin şopandin. Hesen bi dengê xwe bû sedema geşbûna bernameya kurdî ya li Tehran û Kirmanşanê. Bi rêya radyoyê dengê wî di hemû bajar û gundên kurdan de belav bû.” Şehram Nazirî hunermendê muzîka klasîk ya Îranê derbarê dengê Hesen Zîrek wisa dibêje:“Derbarê rehmetî Hesen Zîrek tenê dikarim bibêjim ku ew insanekî jîr bû. Dema ku dihate orkestra ya radyoyê û dikete odeya qeydkirina dengê, demildest hem helbest û hem aheng jî çêdikir û dixwend. Heta niha mînakeke wisa di muzîkê de me nedîtiye. Tevî ku em dizanin Hesen Zîrek xwendin û nivîsîn jî nedizanî lê helbest bi awayekî ilhamî û ezber dixwendin û ew di muzîka kurdî de awarte û îstîsna ye. Ez di nava stranbêjên kurdan de bi awayekî taybet ji Hesen hez dikim”. Farûq Sefîzade lêkolînvanê hevçerx derbarê Hesen Zîrek wisa dibêje:“Hesen Zîrek zêdetirî 1500 stranan çêkirine û hemû melodî û piraniya helbestên wan jî bi xwe çêkirine û gotine. Gelek hunermendên fars û tirk û biyanî jî ji xebatên wî sûd wergirtine. Û em rengê muzîka Hesen Zîrek di xebatên wan de dikarin bibînin û bibihîzin. Dema ku meriv li stranên wî guhdarî dike dikare êş û kulan jî têbigihêje. Li ser vê esasê melodiyên Hesen nîşana jiyana kurdên arî û êşkişandî di xwe de hewandine”. Mucteba Mîrzade kemanjen û muzîkvanê binavûdeng di hemû berhemên Zîrek de li radyoya Kirmanşanê berpirsyarê tenzîma melodiyên wî bû. Ew derbarê Hesen Zîrek wiha dibêje:“Tevî ku Zîrek nexwenda bû, lê wî helbestên hemû berhemên xwe di heman demê de digotin û distiran. Hafiza ya wî ji bo jiberkirina helbest û meqamên kurdî re gelekî xurt bû. Divê em bibêjin ku kesekî wekî Zîrek di muzîka kurdê de dê dubare nebe. Wî mayindetirîn û xweşiktirîn melodiyên kurdî afirandine. Û niha ne tenê li Îranê lê li Başûr û gelek welatên din jî berhem û nav û dengê wî bi qedr û qîmet e”.
Koça dawî
Hesen Zîrek di salên dawiya jiyana xwe de jî êş û derd kişandine. Ji muzîkê dûr ketibû. Li herêma Bûkanê li Rojhilatê Kurdistanê qehwexaneyek vekiribû û di nava xelkê ku jê hez dikir de nefesên xwe yên dawiyê di nava nexweşiyê û êş û kolanan de kişandin. Wî sala 1972’ê li nexweşxaneya Bûkanê koça dawî kiriye û aramgeha wî li quntara çiyayê Nalişkenê de ye. Dema ku mamoste Hesen Zîrek koça dawiyê kiriye Radyoya Londonê wisa qala mezinahiya wî kiriye:“Tekane hunermendê xelkê kurd li nexweşxaneya Bûkanê koça dawiyê kir”. Tevî xurtbûna hafizeya Hesen, wî hem helbest û hem jî melodî çêdikirin û gelek caran di wezn û qafiyeya wan de jî guhertin pêk tanîn. Gelek stranên wî yên xweş hene ku çend ji wan li her derê tên naskirin. Stranên wî yên weke; Newroz, Kitane, Barane, Gewher, Nalişkene, Amîne û Amîne, Rêbwar û Rêbwar, Lay Lay, Dîsan şew hat, Meryem Bûkanî, Ho leylî, Benaz li nava hemû kurdan belav bûne. Mîrê muzîka kurdî Hesen Zîrek Hesen Zîrek bi hevkariya hin hunermendên mezin yên weke Micteba Mîrzade, Mihemed Ebdulsemedî, Ekber Îzedî û Behmen Pûlekî re berhemên bêhempa afirandine. Zêdetirî 1300 stran û deng ji wî bo kelepora kurdî yadigar mane.