KOVAR DICLE
SAL 5
2022/1/30
HEJMAR 26
38
ÇAND
Diclepress13@gmail.com
HESEN ZÎREK DIYARDEYÊ MUZÎKA KURDÎ A: Derya Kılıç
yhemû a klasîk û gelerî ye di navbera kurdên dinyayê de ye. Zîrek di sala 1921’ê li Bûkanê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Dema ku 5 salî bûye bavê wî koça dawî kiriye û jiyana wî ya tijî derd û kul dest pê kiriye. Demek li Iraqê maye. Bajarê ku herî zêde lê niştecih bûye Kirmanşan e. Wî li Kirmanşanê bi hevkariya hin hunermendên mezin yên weke Micteba îrzade, Mihemed Ebdulsemedî, Ekber Îzedî û Behmen Pûlekî re berhemine bêhempa afirandine. Zêdetirî 1300 stran û deng ji wî bo kelepora kurdî yadigar mane. Dema li Bexdayê bûye li hotela ‘Şomalê’ xebitiye. Rojekê dema ku mijûlî paqijiyê bûye û ji ber xwe stranek gotiye, Celal Talabanî ku mêvanê hotelê bûye dengê wî bihîstiye û wî dewetî radyoya Bexdayê kiriye. Piştî Zîrek diçe Radyoya Bexdayê û li wir stranan dibêje, jiyana wî diguhere û riya bi êşa hunermendiyê jê re destpê kiriye. Hesen Zîrek demekê di beşa kurdî ya radyoya Bexdayê de xebitiye. Dema ku di sala 1958’ê beşa kurdî ya radyoya Tehranê destpê kiriye, ew jî hatiye Tehranê û li wir dest bi karê xwe kiriye. Berhemên Hesen Zîrek bi sazên mamosteyên muzîka Îranê yên weke Husên Yaheqî, Hesen Kesayî, Celîl Şehnaz, Cihangîr elik, Ehmed Îbadî û bi serperiştiya Mûşîr Humayonê Şehrdar re hatine tomarkirin. Hesen Zîrek ji bilî
kurdî bi zimanên farisî û tirkî jî straye. Ew beşdarî Orkestra ya Muzîka Kurdî ku ji aliyê birayên Yûsifzemanî birêv diçû jî bûye. Tevî ku Hesen Zîrek nexwenda jî bû lê şiyana wî di stran û melodîsaziya kurdî de bêhempa bûye. Dengê wî jî bêmînak bûye. Awazên wî niha jî li hemû Kurdistanê popular in. Zîrek dema ku li Radyoya Tehranê bû bi Medya Zendî Xan re zewiciye ku ew jî bêjera beşa kurdî ya radyoyê ye. Ji wê zewacê du keçên wan bi navên Mehtab û Mehnaz çêbûne. Hesen Zîrek ne li Iraq û ne jî li
Îranê ti caran xweşî û aramî nedîtiye. Reftara van dewletan li gel Hesen Zîrek ji wî re gelek astengî çêkirine. Serokê radyoya Tehranê destûr nedaye wî ku ew li wir bixebite û wê biryarê ewqas bandoreke xerab li ser Hesen daniye ku ew careke din venegere radyoyê û bi dilekî şikestî berê xwe daye Bexdayê. Li wir jî gelek kêşe jê re çêkirine û ew xistine girtîgehê. Li Zîrek gelekî îşkence kirine, dema ku ji zindanê derketiye dîsa vegeriyaye Tehranê. Li Tehranê jî istixbarata Îranê(SAVAK) li wî îşkence kiriye. Piştre bi dengê xwe